BINGEHA ŞOREŞA ROJAVA FIKRÊN AZADIYÊ YE
SOFÎ NÛREDÎN
Beriya Serok APO di bingeh de tiştekî ku Kurdên Rojava li ser wê bibûna mutefîq tune bû. Ango her 9-10 kesan ji xwe re partiyek ava kiribûn û xwe cuda kiribûn. Serok APO dikarîbû vê valatiyê dagire. Ciwanên ji vê derê ku hêvî didan tevlî nav refên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK’ê) bûn. Rizgariya Rojavayê Kurdistanê di PKK’ê de didîtin, di PKK’ê de şoreşa mezin a Kurdistanê didîtin. Ji ber wê ciwanekî ku wisa fikrê xwe yê welatparêz hebe, fikrekî xwe yê çep hebe, xwedî karakterekî şoreşgerî be, di van partiyan de hêvî nedîtin û lewma tevlî PKK’ê dibûn. Mînaka hevalê Rustem Cûdî heye. Di PKK’ê de rol lîst û hem di şoreşa Rojava de hem jî di şoreşa tevahiyê Kurdistanê de xebat meşand. Hevalê Îsmaîl, hevalê Mihyeddîn û yên wekî wan, hevalên ku ji bo Rojavayê Kurdistanê kesayetiyên pêşeng in û bi roleke mezin rabûne.
Di Şoreşa Rojava de mîrasa PKK’ê û Rêber APO faktoreke esasî ye. Faktoreke ku em ji rêxistinên din cuda kirin, ji tevgerên din cuda kirin, ev faktor bû. Hêzên navnetewî û yên herêmî ji bo ku li Sûriyê hêzên cur bi cur bidin şerkirin bi milyaran dolar xerc kirin, bi tonan cebilxane dan wan, lê nikarîbûn hebûnek raber bikirana û di demeke kurt de tasfiye bûn. Yan bi rengê grûbên çete veguherîn, yan bûn rantxwar, yan jî tasfiye bûn û çûn. Hinan bîadî DAÎŞ’ê kirin, bîadî El Nusra kirin û tevlî wan bûn. Ya me, tişta ku em li ser piyan hişt û hişt ku em li hember DAÎŞ’ê bi ser bikevin û hebin û di Rojava de şoreşê bi ser bixin, mîrasa APOCÎ ye, ku bingeha wê li Rojavayê Kurdistanê û li Sûriyê hatibû avêtin.
Serok APO di Tîrmeha 1979’an de, di gundekî Kobanê re derbasî Rojava bû. Destpêkê, naskirineke xwe ji bo Rojava tune bû, naskirineke xwe ji bo herêmê tune bû, eleqatek, pêwendiyek, tune bû. Li Rojava hinek partiyên ku berê bi Kurdîniyê re mijûl dibûn hebûn, hinek qaçaxçî û hinek malbatên ku li herdu aliyên sînor mane hene, di navbera Sirûcê û Kobanê de hene. Zemînê heyî ewqas bû. Serokatî demeke kurt li wê derê dimîne. Piştre derbasî qada Rojhilata Navîn dibe. Bi tevgerên şoreşgerî yên Filîstinî re peywendiyan datîne. Paşê jî di Rojhilata Navîn de bi gelek însanan re peywendiyan pêş dixîne.
Li kêleka dahûrandinên Serokatî, Berxwedana Zîndana Amedê jî xwedî cihekî taybet bû. Paraznameyên hevalê Mazlûm, hevalê Kemal, hevalê Hayrî û hevala Sakîne bi zimanê Erebî hatin tercûmekirin û wekî pirtûk hatin belavkirin. Wê pirtûkê bi tena serê xwe efsaneyek da çêkirin. Cara ewil wisa di zîndanên faşîzmê de çawa îrade bi ser dikeve, çawa berxwedanî li hemberî zaliman tê meşandin, van herçar hevalan di paraznameyên xwe de û bi gotinên xwe yên li dozgeriyê ve bi rastî jî heyecaneke pir mezin dan çêkirin. Ev heyecan bi 15’ê Tebaxê re jî gihişt lûtkeya xwe, ango berxwedana li zindanan a hevalê Mazlûm, hevalê Kemal, hevalê Hayrî, hevala Sara (Sakine Cansiz) û hevalên din û pêngava 15ê Tebaxê ya hevalê Egîd hevdu temam kirin û Rojavayê Kurdistanê di dawiya salên 1980 de, ango 87, 88, 89 û 90’î de êdî ji bo guherîn û veguherînê ket nav pêlekê. Bi hezaran sempatîzanên tevgerê çêbûn, bi sedan ciwan beşdarî nav refên tevgerê bûn û derbasî nav refên gerîla bûn.
Piştî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê hêzên komploger Serok Apo dîl girtin. Vê yekê bandoreke neyênî li ser moralê gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê kir. Ji ber ku gel ji nêz ve Serokatî dîtibû, Serokatî nas kiribû, 20 salan pê re mabû, hinek dost hebûn ji sala ku Serokatî hatibû Rojava heta 15’ê Sibatê bi Serokatî re mabûn. Komployê di moral de wendahiyeke mezin dabû çêkirin. Ew wendahiya moral di destpêkê de qûlibî hêrsa tolhildanê, ew tevlîbûnên salên 99 û 2000’î, ew tevlîbûna fedaî ya ku di van salan de pêk hat, di bingeh de wekî berteka li dijî vê ye.
Di pêvajoya avakirina PYD’ê de û di avakirina KCK’a Rojava de, ji ber ku li ser vê di sala 2006-2007’an de êdî KCK’a Rojava hatibû avakirin, ango ev xebatên KCK’ê di Rojava de di bin sîwanekî de hatin komkirin û navê wê wekî KCK’a Rojava hat danîn. Komîta siyasî PYD bû, partiyên siyasî hebûn, partiya jinê hebû, komîteya malbatên şehîdan hebû. Ango KCK li Rojava jî hate avakirin. Hin heval hene, ku ji vê pêvajoyê re pêşengtî kirine. Ji van di serî de Hevala Şîlan û hersê hevalên din; hevalê Fuat, hevalê Zekeriya û hevalê Cemîl tên. Ev herçar heval bi destê hin xayinan li ser sînorê Iraqê hatin şehîdkirin.
Di Rojavayê Kurdistanê de hem di avakirina PYD’ê de, hem jî di avakirina pergala me ya civakî de, rola hevalê Rustem pir zêde ye. Xebatên ku hevalê Rustem li vir da meşandin, kadroyên ku hevalê Rustem perwerde kirin û şandin vir, rola mezin a hevalê Rustem îfade dike. Ji bo vê cihê van herdu hevalan, hem hevala Şîlan û hem jî hevalê Rustem, di avakirina PYD û KCK’a Rojava de, ku paşê xwe wekî TEV-DEM’ê bi nav kir, roleke mezin e, ya pêşengtiyê ye. Ev şoreş, li ser xwîna wan, li ser bîranîna wan bi ser ket.
Li Sûrî Zexta Li Ser Tevgerê Zêde Dibe
Di navbera salên 2001 û 2011’an de serdemeke nû heye. Di vir de hem esareta Serokatî û hem jî mirina Hafiz Esed heye. Hafiz Esed di sala 2001’ê de mir. Li Sûriyê pêvajoyeke nû dest pê kir. Li gor xwe aqil kirin, ango li gor wan gotin; “Mîsyona PKK’ê temam bûye, PKK êdî ne tevgereke wisa ye ku mirov karibe bi rêka wê zextê li ser Tirkiyê bike û li ser Tirkiyê bi bandor bibe. PKK êdî ji wê pozîsyonê derketiye”. Li ser vê yekê rejîma Sûriyê li gorî xwe fikirî û got; “Ji bo ku ez ji ber pratîka xwe ya berê xwe bidim efûkirin û ez ji xwe re qadekê vekim ya herî baş ez xwe nêzîkî Dewleta Tirk bikim”. Jixwe reel sosyalîzm jî belav bibû. Lewma ji bo xwe Tirkiye wekî rêya vebûna ber bi Ewropa ve û her wiha, rêya ku xwe ji mudaxeleyên Emerîka û ji êrîşên derve biparêze dîtin.
Ji ber vê wekî çare xwe xistin bin sîwana Erdogan, xwe teslîmî Tirkiyê kirin. Peymana Edenê bi rastî jî teslîmiyet e. Niha hinek xalên wê eşkere dibe. “Tirkiye dikare ji Peymana Edenê sûdê wergire, dema ku tehdît ji Sûriyê ve li ser wê hebe dikare were heta 30 kîlometreyan û di xaka Sûriyê de êrîşê bike û vegere”. Me fêm kir ku ev maf di Peymana Edenê de ji bo Tirkiyê hatiye dayîn.
Ji ber vê piştî salên 2003-4-5 hetanî 2011’an êdî wekî wîlayeteke Tirkiyê li Sûriyê hatibû. Di aliyê ekonomîk de li hev kirin. Kir weke sûkeke aboriya Tirkiyê. Berhemên Tirkiyê anîn li Sûriyê firotin. Bi Sûriyê re deriyê tîcaretê vekirin. Dewleta Sûriyê êdî kadroyên PKK’ê digirt û teslîmî wan dikir. Tirkiyê jî ji bo vê yekê xelat dida Sûriyê. Beşar Esad jî wisa texmîn dikir ku wê ev eleqatê wî ya bi Erdogan re wî biparêze. Nizanîbû ku Erdogan wekî mar e, xwe dixe bin çengê mirov, paşê bi mirov ve vedide.
Xebatên tevgerê hemû li vir hatibûn qedexekirin, welatparêzên ku alîkariya hevalan dikirin dihatin girtin, êşkence didîtin û Tirkiyê Sûrî tam xistibû bin bandora şerê xwe yê taybet. Hin hevalên ku ji aliyê rejîma Sûriyê ve teslîmî dewleta Tirk hatibûn kirin, hîn jî di girtîgehên Dewleta Tirk de ne. Pêvajoyeke dijwar bi ser Kurdan de anîn. Nêzîkatiyên şoven ên faşîst ên dewleta Tirk bûn ku di Sûriyê de li ser gel, tevgerê û hevalan dihate meşandin. Mesela jixwe nêzîkî 300-400 hezar Kurd, nîv milyon Kurd bê nasname hatibûn hiştin, ne hemwelatî bûn, ji mafên xwe yên hemwelatiyê û civakî hemû mehrûm bûn, nikaribûn li zanîngehê bixwendana, nikaribûn pasaport bigirtana, nikaribûn li ser navê xwe tiştek tapo bikirana, qeyd bikirana. Her tişt ji wan re qedexe bû. Te digot qey di welatê xwe de wekî ecnebiyan bûn, ecnebî bûn. Li ser Kurdan bi giştî pêkanîn pir xerab dan meşandin.
Sûriye jî bi vê hat xapandin. Berjewendiyên wan jî tê de hebû, ji ber wê Kurd feda dikirin. Ji bo ku tifaqa xwe ya bi Dewleta Tirk re bibin serî, Kurd feda dikirin. Vê yekê zerareke mezin da civakê. Derveyî bûyera Amûdê û bûyera girtîgeha Hesekê, bûyereke ku gelê Kurd û Ereb hevdu qetil kiribin û dijminatiya hev kiribin tune ye. Lê, rejîma BAAS’ê êdî pêkanînên dewleta Tirk a faşîst li vê derê dida meşandin. Ji ber vê gelek bûyerên neyînî çêbûne. Ji van yek jî di 12’ê Adara 2004’an de Qetlîama Qamişlo bû. Armanc çi bû? Tirsandina çavên Kurdan bû. Ji ber vê yekê ev bûyer fireh bû, li hemû bajaran belav bû. Wê demê tevgerê mudaxele kir. Yên ENKS’ê wisa ne, provokasyonan dikin, paşê xwe didin alî, xwe mexdûr didin nîşandan. Tevger kete dewrê, hevalan gelek çalakî kirin, li Efrînê, Kobanê, Cizîrê çalakî kirin, êrîşî ser navendên rejîmê kirin, navendên rejîmê xera kirin. Ji ber wê rejîm neçar ma ku paşde gav bavêje. Beşar bi xwe derket, lêborîn ji Kurdan xwest û soz da ku hemû girtiyan berde, birîndaran derman bike û hwd. Lê, sozên xwe bi cih neanî, ango derew kir. Herî kêm paşde gav avêt û şertên gel qebûl kir. Ji bo wê ev bûyera 2004’an li Qamişlo pêk hat di bingeh de raber kir û rejîmê mesajekeî wisa girt ku gelê Kurd xwedî rêxistin e û nêzîkatiyên çewisandinê qebûl nake.
12 salên ku me li pey xwe hiştine, di dîroka mirovahiyê de mirov dikare wekî pêvajoya guherîn û veguherînê ya di Rojhilata Navîn de pênase bike. Gelek nav û pênase ji bo vê pêvajoyê hatin pêşxistin. Berê wekî bihara Ereban an jî bihara Rojhilata Navîn hate binavkirin. Wekî şoreşa Rojhilata Navîn hate binavkirin û ji ber ku hîn pêvajo berdewam dike, bi rastî jî lêkirina navekî misoger helbet zehmet e. Lê rastiyek li holê heye ku di vê sedsala me de 12 salên herî dijwar me li pey xwe hiştin. Vê pêvajoya van 12 salan ji Tûnisê dest pê kir û niha bi hemû dijwariya xwe ve li Sûriyê berdewam dike û hevsengiyên navnetewî û herêmî raber dike ku ev şer û ev pêvajo wê hîn jî dirêj bike. Gelek kes û Rêber APO jî wisa texmîn dikin ku ev pêvajo heta sala 2025’an bi vê germiya xwe ve di erdnîgariya Rojhilata Navîn de, li herêmên cuda cuda bê meşandin. Serok APO vê pêvajoyê wekî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi nav dike. Hîn beriya 20 salan ev nav lê kiriye. Ji ber ku hevsengiyên navnetewî û dîyalektîka têkilî û nakokiyan vê raber dike. Aloziya ku modernîteya kapîtalîst gihiştiyê, aloziya ku netew-dewlet di Rojhilata Navîn de bûye sedemê wê û êş û azarên civakê, trajediya ku civak dijî, vê didin xuyakirin. Ji ber ku li cihekî dema nakokî gihiştibin lûtkeyê, em wê lûtkeyê wekî kaos pênase dikin. Helbet kaos merhaleya beriya guherîn û veguherînên mezin e. Piştî wê guherînên mezin çêdibin. Yan ev kaos ber bi hilweşandinê ve dibe, yan jî rê li pêşiya çareseriyê vedike û ev jî ne aloziyeke herêmî ye, ango pirsgirêkeke cîhanî ye. Ji ber ku jiyana em tê de ev nêzîkî 500 salî ye di bin tesîra çanda modernîteya kapîtalîst de ye, nêzî 200 salî ye jî nexweşiyeke bi navê netew-dewletê derketiye holê û hemû cîhan xistiye bin bandora xwe. Li ser vê bingehê êdî ji pirsgirêkên mirovahiyê re çare nabîne. Jiyan ber bi hilweşandinê ve diçe. Ev pêşveçûn raber dikin ku wê pêvajo çawa be. Serok APO ji ber ku xwedî zanebûneke kûr a dîrokê ye, di heman demê de di warê pêşbîniyê de jî hîn kûrtir e. Ji ber vê yekê texmînên Rêber Apo rast derketin. Yekî dîrokê baş zanibe, dîyalektîka pêşveçûna dîrokî zanibe, mekanîzmayên ku vê pêşveçûnê, vê guherîn û veguherînê bi xwe re tîne zanibe, wê demê dikare texmînên wisa bi îsabet bike û texmînên xwe rast jî derkevin. Bi mentiqê “Dîrok di roja me de û em jî di destpêka dîrokê de veşartîne”, mirov dikare rastiya pergalên serdest û li gorî vê guherîn û veguherînên muhtemel texmîn bike.
Derketina YPG-YPJ’ê û Şêrê Li Dijî Hêzên Çete
Dema ku di sala 2011’an de li Tûnis, Misir, Lîbya, Yemen û Sûriyê serhildanên gel çêbûn, helbet bingehekî pir guncav ji bo ku El Qaîde careke din îlana cîhadê bike derkete holê. Ev der jî Sûriye bû. Ji ber wê, di destpêka bûyerên Sûriyê de, ji ber ku wê demê wekî bayekî çêbû, ango bûyerên Tûnisê deh rojan dirêj kir, Misir mehekî dirêj kir, Lîbya bi şer ve 5-6 mehan dirêj kir, her kesî got; “Wê yê Sûriyê jî wisa bibe”. Ji ber wê ew modela ku li Lîbya, Misir û Tûnisê çêbûye, bingehekî li Sûriyê jî derxiste holê ku her kes karibe çekan bi dest bixe û xwe li vê derê bi cih bike. Rejîm zeîf ketibû, bê piştgirî mabû, ji bo ku di Sûriyê de rejîm bê guhertin ji milekî ve Tirkiye, ji milekî ve Urdin, ji milekî ve Siûdî Erebîstan û Qeter, ji milekî ve hêzên navneteweyî, her kesî alîkariya muxalefetê dikir. Lewma jî ev ji bo El Qaîde fersendekî dîrokî bû. Li ser vî bingehî tevgera xwe li vê derê çêkir û kesên ku mensûbê El Qaîde bûn û ji derve dihatin, bi qismî jî yên ku li vê derê bi cih bûbûn, hinekên ku ji İraqê reviyabûn û li Sûriyê bi cih bûbûn, wan kesan hemû xwe komî ser hev kirin û rêxistineke bi navê Cephet El Nûsra ava kirin. Serokatiya wê kesekî bi navê Ebû Mûhammed El Colanî kir. El Nûsra destpêkê wekî tevgerên asayî yên wekî artêşên ku bi navê OSO (Artêşa Sûriyeya Azad) çêbûna xwe da nîşandan. Li Efganîstanê û Iraqê şer kiribûn. Ji ber wê tecrûbeyên xwe yên şer hîn zêdetir bûn û hîn radîkaltir bûn. Ji ber vê yekê, cihê ku OSO digirt, diçûn û ji wan distendin, hêzên OSO an bîat dikir, an jî ji wir direviyan. Di demeke kurt de El Nûsrayê beşeke mezin ji erdnîgariya Sûriyê girt û di Sûriyê de serweriya xwe ava kir.
Em cara ewil li ku derê bi El Nûsra re hatin beramberî hevdu? Di şerê Serêkaniyê de, paşê jî li Til Ebyad û Reqayê, qismek jî li Efrînê em hatin beramberî hevdu. Kurdan jî ji vê rewşa guherîn û veguherînê ya di Sûriyê de feyde girtin û heremên xwe rizgar kirin. Her kesî digot “Şoreş e”. Ji ber ku di Sûriyê de însanên herî mexdûr Kurd in. Ji ber vê Dewleta Tirk ji bo ku vê rastiyê berovajî bikin, çi kirin? Berê êrîşên El Nûsrayê da milê me. El Nûsra pêwist bû ku li hemberî rejîmê şer bikira, ji ber ku serhildan li her derê li hemberî rejîmê bû, lê belê wan wisa nekir, di xizmeta Erdogan de şerê Kurdan kirin. Êrîşa ewilî ya li hember me li Serêkaniyê bû.
Piştî wê, şerê Kobanê çêbû. Ev şerekî mezintir bû. Piştre şerê Efrînê çêbû. Di bingeh de berxwedana mezin a Serêkaniyê ye. Du salan li hemberî çeteyên bi navê OSO û El Nûsra, li Serêkaniyê berxwedaneke dîrokî çêbû. Vê berxwedanê nasnameya YPG û YPJ’ê da qezenckirin. YPG-YPJ ne berhemê berxwedana Kobanê û Efrînê ye; YPG-YPJ berhemê berxwedana Serêkaniyê ye. Ango YPG-YPJ di bingeha xwe de li Serêkaniyê ava bû. Ji ber ku şerê wê derê şerekî gelêrî, şerekî civakî bû. Şerê gel bû. Pir kêm hevalên kadro û yên xwedan tecrûbe hebûn. Lê belê, yekîneyên YXK ku hevalê Şehîd Xebat ava kiribû û paşê jî bûbûn YPG-YPJ, ev yekîne ji ciwanên herêmê pêk dihatin. Wan ciwanan karîbûn berxwedaneke gel bidin meşandin û berxwedaneke dîrokî li hemberî çeteyên OSO û paşê jî li hemberî çeteyên El Nûsra bidin meşandin. Destpêkê ji bo meşrûiyeta xwe OSO şandin ser tevgerê. Hevalan, OSO ji wê herêmê derxistin, paşê jî ji bo ku me ji wê herêmê derxînin El Nûsra rê kirin.
Şoreşger nikarin tirsonek bibin. Tirsonek nikarin şoreşê bikin. Şoreş karê însanên wêrek e, însanên radîkal e, însanên bi hêz e. Şoreş karê kesên wekî Şehîd Serhed û Şehîd Lewend e, kesên wisa dikarin şoreşê bikin. Yên wekî Yekîtî an jî Hemîdê Heyderê nikarin şoreşê bikin. Hemîdê Heyderê di sala 2013’an de digot “Em ji rejîmê re pêşniyar dikin ku Qamişlo teslîmî me bike.” Ma şoreş bi pêşniyaran dibe? Em jî pêşniyar dikin Erdogan Amedê bide me! Çi baş e ne wisa? Li ser vê bingehê gel wisa xwedî li YPG’ê derket. Çi hebû? Du helwest hebûn. Yek jê helwesta Şehîd Lewend û Şehîd Serhed bû. Zarokên Qamişlo yên ku di sala 2013’an de çêbûne, nîviyê wan bi navê Lewend an jî Serhed e. Du hevalên wisa fedaî bûn. Xwedan sekneke civakî bûn, kê ew dîtibin heyranê wan mane. Bi dehan malbatên ku niha bûne dostên me yan yên serdema Serokatiyê ne, milîsên me yên kevn in, an jî hevalê Lewend û hevalê Serhed ew bi rêxistin kirine. Niha jî dilsoz in. Paşê ev çand ji aliyê hevalê Seydo û hevalê Devrîm ve hat berdewamkirin, lê herdu heval qehremanên serdemê bûn.
Dema ku OSO hat û Serêkaniyê dagir kir bi Cephet El Nûsra re, alên xwe yên wekî rûwê xwe yê reş daliqandin. Serêkaniyê bi temamî kete destê wan. Derveyî taxa Sinaa, hemû deverên din girtin. Hevalan ji milê Dirbêsiyê ve teqwiye şandin û ew der wisa girtin. Hevalan li wir şer û berxwedanî dan destpêkirin. Ev cemeata ENKS’ê tevî 14-15 ciwanên xwe ala PDK’ê rakiribûn û tekbîr berz dikirin. Digotin, “Ellah û Ekber” û berê xwe dan baregehên wan. Dema ku mirov van dibîne ji Kurdîniyê şerm dike; însan dikare encax ewqasî kole be, encax ewqasî rezîl be. Ev, ruhê koletiyê nîşan dide. Kurd beriya PKK’ê wisa bûn. Çanda Berzanî wisa ye. Heger Kerkûkê nîv saetê li ber xwe nedabe, ji ber vê çandê ye. Dema ku Tirk tên cem wan, hema wisa destê xwe didin ber hev û diçin destê wan maçî dikin. Kurdên teslîmgirtî, kole, hevkar ev e. Lazim e mirov jê nefret bike, dilê mirov jê bixele.
Gelê Serêkaniyê dît ku hinek teslîm dibin, hinek çiqas rezîl in, bîatî çeteyan dikin, hinek xwe difiroşin, hinekan malê xwe dan pişta xwe û reviyan, çûn di Tirkiyê re derketin, di cem PDK’ê re derketin, lê belê hinekan ji wan jî çongê xwe danîn erdê û bi erdê ve girê dan. Wekî Omer Mûxtar kirin, bi xwîna xwe ve erdê Serêkaniyê rizgar kirin, pîroz kirin. Gelê Serêkaniyê wisa bû dostê me. Nexwe ji derveyî hevalê Rustem û yek-du hevalên din, me ji Serêkaniyê tu kes nas nedikir. Tu hemû hevalên ji Serêkaniyê yên di nav me de kom bikî, belkî 10-12 heval tune bûn. Lê ji 2013’an û şûn ve nîviyê YPG’ê ji Serêkaniyê bûn.
Derketina DAÎŞ’ê û Gotina ‘Kobanê Li Ber Ketinê Ye’
El Nûsrayê demeke dirêj li ber xwe da û şerê me kir. Herêm hemû di destê wan de bûn. Li Til Ebyad şerê me kirin. Bi alîkariya DAÎŞ’ê li Reqayê hevalên me şehîd kirin. Êrîş birin ser Qestel Cindo. Li Cizîrê jî bi riya Til Hemis, Til Berek û di riya Til Koçer re êrîş anîn ser herêmên me. Seyare dişandin û di nav me de diteqandin, motorbisiklêt di nav me de diteqandin, çete dişandin û di nav me de êrîşên întixarî dikirin. Ji bo vê ev herêma rizgarkirî lazim dikir ku li hemberî wan bi ser bikeve ku bikaribe xwe biparêze. Ji ber vê yekê pêngavên mezin ên Serêkaniyê, Alok û paşê jî Rimêlan Paşa, ya Dîcle, ya Til Koçer, paşê jî ya Til Berek û Til Hemis hatin pêşxistin. Pêngava Til Hemîs ji bo El Nûsra bû nuqta şikestinê. Yan wê paşde bireviya, Til Hemîs biterikanda, yan jî lazim dikir ku hawara xwe bigihîne hêzên din. Dewleta Tirk dît ku heger El Nûsra di Til Hemîsê de bişkê, wê YPG û YPJ hemû herêmê kontrol bike. Ji ber vê Îhrarî Şam şand, Tewhîd şand, hemû jî çeteyên dewleta Tirk bûn. Herî dawî jî DAÎŞ şand. Helbet hevalan ev yek ferq nekiribûn, dema ku çûn gotin belkî wekî berê ne, çeteyên El Nûsra ne. Şevekê çûn, ketin Hiseyniyê, di wir de heval şehîd ketin, em neçar man û me heval paşde kişandin. Hevalan xwe komî ser hev kirin û em careke din bi ser wan de çûn. Ev El Nûsra ya ku di şerê Serêkaniyê de li hemberî me şer kir, di Til Hemîsê de bi bin ket. Li wê derê êdî alîkarî ji DAÎŞ’ê xwest û DAÎŞ jî hat. DAÎŞ’ê piştî ku Til Hemis parast, ji çeteyên El Nûsrayê got; “Me ev der parastiye. Ji ber vê yan hûn ê bîatê ji me re bikin, yan jî em ê we hemûyan bikûjin.” Yên El Nûsra qismek ji wan reviyan, çûn milê Îdlibê, qismek ji wan jî teslîmî DAÎŞ’ê bûn, bîat ji DAÎŞ’ê re kirin, qismek ji wan jî kuştin. El Nûsra bi vî awayî bi dawî bû û di sala 2014’an de şerê me yê bi DAÎŞ’ê re dest pê kir.
El Nûsra dibû wersiyona sêyemîn a El Qaîdeyê. El Qaîde wersiyona yekem e, Mûshab El Zerkawî di Iraqê de wersiyona duyemîn e, El Nûsra jî wersiyona sêyemîn e. Piştî wan jî DAÎŞ hat. DAÎŞ jî heman îdeolojiya Wehabî esas digire, heman fikrê Selefî yê radîkal esas digire. Li ser vê bingehê ev erdnîgariya ku El Nûsrayê girtibû êdî xiste bin destê xwe û pê re di Sûriyê de fireh kir, paşê jî çû Til Ebyad girt, Reqa girt, Dêrazor girt û di roja 14’ê Tîrmeha 2014’an de êrîş bir ser Mûsilê û ew der jî girt. Bi girtina Mûsilê re DAÎŞ’ê êdî enerjî, hêz û derfetên dewletekê bi destê xwe xist. Ji ber ku tenê pereyên naqit ê di bankaya navendî ya Mûsilê de 25 milyon dolar bû. Reqamên fermî wisa bûn, lê muhtemelen du-sê qatî ji vê zêdetir be. Ji xeynî çek, tang û topan, bîr û şîrketên petrolê ewqas pere jî bi dest xistin. Bi vî awayî bendava Mûsilê girtin û berê xwe dan Bexdayê, Samara girtin û piştre jî Ramadî girtin, hema hema nêzîkî Bexdayê bûn. Bi ber Başûrê Kurdistanê ve, bi aliyê Kerkûkê û Dihokê ve jî çûn, êrîşî ser Şengalê kirin. Herî dawî jî di Tîrmeha 2014’an de kesekî bi navê Ebûbekir Bexdadî xwe da naskirin, xwe wekî serokê El Qaîde û xelîfeyê Misilmanan, yê xîlafeta DAÎŞ’ê da naskirin û Dewleta Îslamê ya Iraq û Şamê îlan kir.
Bi rastî jî DAÎŞ ji sala 2014’an heta niha tenê ji bo Dewleta Tirk xebitî. Niha jî hinek ji wan rexneyan li xwe dikin, dibêjin; “Me nizanibû ew der Kurdistan e, me Kurd nas nedikirin, Kurdan jî pêwist e bîat ji me re bikirana.” Axaftinên wisa bê qiymet dikin. Heqîqet dide xuyakirin ku Erdogan ew berhêlî kirin. Ew DAÎŞ a ku êrîşî ser Kobanê kir, heger êrîşî ser Şamê bikira, wê Şam bigirta. Ew DAÎŞ a ku êrîşî ser Kobanê û Şengalê kir, êrîşî ser Bexdayê bikira, wê bigirta. Temam, çima Kobanê, çi yê Kobanê hebû? Ma petrola wê hebû, gelo malbata xelîfe li wê derê bû, dewleta xîlafetê li wê derê bû? Tiştekî wê tune bû. Bi awayekî rêk û pêk genim jî lê şîn nayê. Ceh diçînin, baran jî lê nayê, wekî çolekê ye. Lê ji bo Erdogan pir tiştî îfade dike. Kobanê wisa bû, ji bo DAÎŞ’ê ne tiştek bû, lê ji bo Dewleta Tirk her tişt bû. Ji ber ku Serok APO gava xwe ya ewilî ya li Rojava li Kobanê avêtibû. Li Rojava, Kobanê ew cih bû ku fîşeka ewil li hember faşîzmê hatibû teqandin û şoreşa 19’ê Tîrmehê lê dest pê kiribû. Lewma jî ji bo Kurdan her tişt bû, ji bo Erdogan jî kabûsek bû. Li ser vê bingehê tê wê wateyê ku yê DAÎŞ berhêlî dikir, yê DAÎŞ dida meşandin, di vî şerî de Erdogan bû. Nexwe çi karê DAÎŞ’ê bi çiyayê Şengalê heye, çi karê DAÎŞ’ê bi Kobanê heye, heke DAÎŞ dixwest dewlet ava bikira bila biçûya Bexdad bigirta, bila biçûya Şam bigirta, bila biçûya Mekke û Medîne bigirta, bila biçûya Riyad bigirta. Çi eleqeta DAÎŞ’ê bi Kobanê heye? Ev tê wê wateyê ku siyaseta li vir bi armanca têkbirina Şoreşa Rojava dihat pêşxistin.
Di encama van êrîşan de û bi dîktatoriyetê, Erdogan bi zorê xwe kire serokkomar, di hilbijartinê de bi zorê xwe kire hikumet û destpêkê êrîş bire ser Cerablûsê. Paşê çû û bi Rûsya re tifaq çêkir; Heleb firot bi mûqabilê Îdlibê, Gûta firot bi mûqabilê Efrînê û bi vî awayî tîcaret li ser şoreşa Sûriyê kir û dijminatiya xwe bi rêka Îxwanî Mûslîmîn berdewam kir. Ew çeteyên ku niha li Efrîn û Serêkaniyê ne, di bingeh de girêdayî Îxwanî Muslîmîn in. Sûltan Mûrad e, El Nûsra ye, yên din in, hemû ew çete ne. Ji bo vê heger bala we kişandibe ev berxwedan di pratîk de şerê Kurdan û El Nûsra bû, şerê YPG-YPJ-QSD û DAÎŞ’ê bû, lê di heqîqetê de şerê hêzên şaristaniya demokratîk û dewleta faşîst a Tirk û Erdogan e. Ango ev şer bi nûnertî, bi wekaletê dihate meşandin. Wekîlê Erdogan kî bûn? Tewhîd bû, ew bi bin ket. Ew guhert û kir El Nûsra. El Nûsra bi bin ket û ew guhert û kir DAÎŞ. DAÎŞ bi bin ket û niha ew bi xwe bi navê dewleta Tirk ketiye dewrê. Bi artêşa xwe û çeteyên xwe yên Îxwanî Muslîmîn ve vî şerî li hemberî şoreşa Rojava û li hemberî şaristaniya demokratîk berdewam dike. Lewma heger mirov bêje ev şer şerê hêzên demokartîk yê li hember faşîzma dewleta Tirk e, ne şaş e. Nûnerê şerê ku hatiye meşandin di bingeh de dewleta Tirk bû.
Her roj ji bo ku êrîşî şoreşa Rojava bike û hikumeteke faşîst a kontr-gerîla ava bike di nava hewildanan de ye. Ji ber vê ev şoreş bi rastî jî şoreşeke pîroz e, şoreşeke bi armanca însanî ye, bi armanceke wisa ye ku însaniyet ji zilm û dîktatoriyetê rizgar bibe. Lê, Erdogan dest avêtê û xwest bi heqîqeta vê şoreşê bilîze. Lewma jî mirov niha ne dikare ji şoreşa Tûnisê re bêje şoreş, ne ji ya Misrê re bêje şoreş, ne ji ya Lîbyayê û ne jî ji ya Sûriyê re bêje şoreş. Ji ber ku Erdogan berjewendî û hesabên xwe yên qirêj xist nav, destê xwe yê qirêj xiste nav û Sûriye, Misir, Lîbya vegerand gola xwînê. Di van 12 salên dawî de yek ji berpirsiyarên esasî ya vê xwîna ku di Rojhilata Navîn de rijiyaye Erdogan e.
Ji bo vê bihara 2014’an em dikarin bêjin wekî seferberiyeke kombûnê bû, lê bi havînê re pêleke nû pêş ket û pêvajoyeke nû dest pê kir. Ew jî pêvajoya DAÎŞ’ê bû. Êdî El Nûsra û OSO ne li Efrînê, ne jî li Şêx Meqsûdê ne reqîbê me bûn, em bi hêzeke din re rû bi rû man. Êdî DAÎŞ’ê xwe wekî dewletekê îlan kiribû. Ne tenê rêxistineke radîkal û întixarî bû, di heman wextî de hêzeke xwedan derfet jî bû. Tankên wê hebûn, pereyên wê hebûn. Jixwe di ser dewleta Tirk re korîdoreke vekiribû û wisa petrol difirot. Tirkiye ji wan re bûbû wekî korîdorekê, bûbû wekî qenalekê. Dinya alem hemû dizane, DAÎŞ’î ji Ewropayê dihatin, ji Emerîkayê dihatin, ji her derê dihatin û li balafirgeha Stenbolê peya dibûn û bi seyaran dihatin Riha û Dîlokê peya dibûn û ji wir derbasî Rojava û Sûriyê dibûn. Her wiha berê xwe dan Kurdistanê, Şengal girtin û li Şengalê qetlîam kirin. Berê xwe dan bakur û Bendava Mûsilê girtin û ber bi Dihok û Hewlêrê de çûn. Beşeke mezin ji Kerkûkê girtin. Qismek ji bajêr girtin û Çiyayê Hemrîn û Dûsxurmatû girtin. Bi vî awayî di Iraqê de tevgereke êrîşê dest pê kir. Di Sûriyê de jî berê Reqa û qismekî Dêrezorê girtibûn. Piştî wê berê xwe dan Kobanê. Bi vî awayî DAÎŞ’ê tevgereke belavbûn û êrîşê da destpêkirin. Bi rastî jî belav dibû. Ber bi Samara, Ramadî, Kerkûkê û Dihokê de çû, Mûsil, Samara girt. Ber bi Şamê ve çû Titmir girt. Ber bi Cizîrê de hat û ber bi Kobanê ve çû.
Ya ku ji bo her kesî herî zêde bû îbret, helbet Şengal e. Tiştê DAÎŞ li Şengalê dikir ferman e, di der heqê gelê Kurd û civaka me ya Êzidî de ferman e. Gelê Şengalê vê rastiyê baş dizane û ew wekî fermana 74’an bi nav kir. Ango berê di der heqê wan de 73 ferman hatibûn derxistin û ev jî wekî fermana 74’an bi nav kirin. Dema ku artêşa Iraqê di Mûsilê de şikest PDK’ê bi helwesteke fersendperest, berjewendîperest çû û Şengal girt. Wisa bawer dikir ku wê DAÎŞ’ê êrîşî wan nekira. Mesela li hin cihan ew û DAÎŞ li beramberî hevdu disekinîn. Mesela televizyona Rûdaw heye, wê tu caran nedigot DAÎŞ, her tim digot Dewleta Îslamî. Ji wan re nedigotin terorîst jî. Dema ku Mûsil girtin fermandarê DAÎŞ’ê yê Mûsilê di weşana zindî de tevlî Rûdawê bû.
Li ser vê yekê wisa pratîka DAÎŞ’ê ya Şengalê ji bo her kesî wekî îbret bû. Du-sê hezar sal in însan di bazaran de nehatine kirîn û firotin. Berê, di serdema koledariyê de desthilatdaran kole dibirin sûkê û difirotin. Lê piştî sê hezar salan jinên Kurd, jinên Êzidî li sûkên Dêrazorê û Reqayê hatin kirîn û firotin. Tiştekî wisa ye ku mirov jê îbret bigire. Di bingeha wê de şovenîzm heye, însan hatin serjêkirin. Pratîkeke wisa dan destpêkirin û êdî şer ji Sûriyê derket û bû şerê Rojhilata Navîn.
2014 ji bo hemû Rojhilata Navîn, heta ji bo cîhanê, saleke awarte bû. DAÎŞ’ê bi dagirkirina Mûsilê re cara ewil xwe wekî dewlet îlan kir. Di çar milan de êrîş pêş xistin. Wekî din ji eniyê ve ji bo ku qadên me ji destê me bigirin êrîş pêş dixistin. Lê belê, dema ku em gihiştin havîna 2014’an planên wan ên esasî eşkere bû ku hedefa wan ne avakirina dewletê ye. Hedefa wan ew bû ku firsenda Kurdan a bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi destê xwe xistine ji holê rakin. Destkeftiyên Kurdan ên 19’ê Tîrmehê ji holê rakin. Ev, rastiyekê nîşan dide; di navbera DAÎŞ û Erdogan de peymanek çêbûye. Wekî hedef hilbijartina Kobanê ne tercîha DAÎŞ’ê bû; ev yek ji aliyê Dewleta Tirk ve hat kirin, dewleta Tirk ew araste kirin. Çima? Ji ber ku Kobanê cihê malovaniya şoreşa Kurdistanê bû; Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Kobanê dest pê kiribû. Erdogan beriya 6’ê Cotmehê digot, “Kobanê jî hema hema li ber ketinê ye.” Lê piştî wê rewş guherî. Ew gotin bû bela serê wî. Ango gel wî efû nekir, bi wê xalê girt. Ew gotina wî êdî wî da dest û gel bi ser de çû, berxwedana gel encam girt, bi vî awayî koalîsyona navnetewî ji bo Kobanê piştgiriya cebilxanê û piştgiriya lêdanê ya bi balafiran da û vê jî hevsengiya heyî hinekî guhert.
Di encama tifaqa QSD’ê û koalîsyona navnetewî de, Minbic, Reqa, Dêrazor, Şeddadê û Til Ebyad rizgar bûn. Ev hemû jî di bingeh de berhema vê berxwedanê ne. Ango Kobanê biketa, wê hemû Rojava biketa. Di 6-8’ê Cotmehê de jî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê serhildanên mezin çêbûn, peyameke pir dijwar dan cîhanê û Tirkiyê. Di vê peyamê de gotin ku Kobanê wê nekeve. Gelê me yê li Ewropa, hêzên demokrat, hêzên enternasyonalîst, ango bi tevahî Kobanê êdî nasnameyeke cîhanî qezenc kir û bi vî awayî berxwedanê dîrokek nivîsand. Pêvajoya piştî wê, helbet pêvajoya rizgarkirinê ye. Ji ber ku heyecan, moral derkete pêş, DAÎŞ cara ewil dişkest. Ango li Sûrî û Iraqê ti dever tine bû ku DAÎŞ’ê dema êrîş dikir negirta, ji bilî Kobanê. Êrîş bir ser ku derê ew der digirt. Lê, ev yek di Kobanê de şkest, êdî DAÎŞ her çû bi paş ket. Koalîsyona navneteweyî jî dît ku hêza dikare vê belayê li ser rûyê cîhanê rake, vê terorê bi dawî bike YPG û YPJ ye. Ji bo vê tifaqek çêkir û bi vî awayî hevkariyek pêş ket. Hemû cîhan tevlî berxwedana Kobanê bû.
Rizgarkirin û Parastina Bajarên Bakur-Rojhilatê Sûrî
Helbet di aliyê leşkerî de Minbic jî ji bo DAÎŞ’ê pir stratejîk bû. Piştî Mûsil û Reqa, operasyona herî berfireh, mirov dikare bêje ku ya Minbicê bû. Ji ber vê yekê me bedelên giran dan. Di Bakurê Sûriyê de jî bajarê herî mezin ê di bin kontrola DAÎŞ’ê de bû. Korîdora DAÎŞ’ê ya bi Tirkiyê re bû. Minbic û Cerablûs li kêleka hev in. Cerablûs navçeyeke Minbicê ye. Li ser vê bingehê Rizgarkirina Minbicê, operasyona wê ji bo YPG û YPJ, ji bo QSD operasyoneke stratejîk bû. Operasyona ewil bû ku li derveyî Rojavayê Kurdistanê dihat kirin û Minbic bajarekî mezin bû. Helbet bi sedan ciwanên Minbicê tevlî bûn. Bi vê re enerjî û moralekî mezin derket holê. Lê, ji ber kêmasî û şaşitiyên taktîk ên fermandariyê li şûna ku QSD bi Rizgarkirina Minbicê re hîn mezintir bibe, hinekî êşandin çêkir. Di kadroyan de jî, di herêmiyan de jî, heta di asayîşê de jî êşandinek çêkir. Ji ber ku DAÎŞ’ê Minbic bi hêsanî berneda û her tim êrîş dikir, di wan êrîşan de windahiyên hevalan çêbûn, lê dîsa jî hem di aliyê leşkerî de, hem di aliyê siyasî de û hem jî di aliyê civakî de Rizgarkirina Minbicê cihekî xwe yê stratejîk heye. Korîdora DAÎŞ’ê ya bi Tirkiyê re, ango ya di ser Tirkiyê re diçû Ewropayê hat qutkirin.
Operasyona Rizgarkirina Reqayê derdora sê mehan dirêj kir. Du mehan jî ji bo rizgariya bejahiya wê kişand. Di aliyê taktîk de li gorî Minbicê gaveke li pêştir bû. Li gorî pozîsyona DAÎŞ’ê û mewzîgirtina wê bedel hatin dayîn. Baş hate dorpêçkirin. Piştî Rizgarkirina Tebqayê, Başûrê Reqayê, ango Başûrê Firatê jî hate rizgarkirin. Ji bo ku ji milê Başûr ve jî Reqa were dorpêçkirin korîdoreke ku firehiya wê derdora 20 kîlometreyan li wî aliyê din ê Firatê jî hate girtin. Navbera wê û Dêrezorê jî hate rizgarkirin, ji Cezrata dest pê bike heta digihêje Hemrat, ev mintiqe hate rizgarkirin. Bi vî awayî xeta Başûr jî li ser DAÎŞ’ê hate girtin. Jixwe di milê bakur de Tebqa hat girtin û korîdor li ser wî hate girtin. Di milê rojhilat de jî Şeddadê, Mergede, Mekmen û Hol hatin girtin. Êdî dorpêç li ser Reqayê temam bû.
20’ê Çileya 2018’an dewleta Tirk bi piştgiriya çeteyan êrîşî Efrînê kir. Lê, di esas de bi teknîk û artêşa xwe ve hat. Teknîka ku li hemberî me bi kar anî teknîka herî pêşketî bû. Ji ber wê ev berxwedana 58 rojan layiqî navê xwe derket û ev nav heq kiribû. Lê belê, encam wek vê giranahiya cidî çênebû, ev yek jî mijara rexnedayîn û hesapxwestinê ye. Divê em binirxînin û hesabê wê bidin. Ji ber ku cihekî ewqasî welatparêz, cihekî ewqasî pîroz bû, ciwanên wê ewqasî fedaî bûn û teknîka me jî di asteke xurt de bû. Dîsa 9’ê Cotmeha 2019’an jî dewleta faşîst a Tîrk bi desteka hêzên navdewletî erîşî Serêkanî û Girê Spî kîr. Dagirkirina hersê bajarên Kurdan nîşanaya faşîzmê bû, nîşaneya polîtîkaya dewleta Tirk a înkar û îmhaya gelê Kurd û projeya Neteweya Demokratîk bû. Ji bo ku li herêmê pêşiyê li pêşketina gelê Kurd û projeyên Rêber Apo bigire ev êrîş pêk anîn.
Helbet ji van êrîşên dewleta Tirk derxistina dersên pêwîst û li gorî wê xwe li beramberî êrîşên nû amadekirin û her wiha ji bo rizgarkirina van bajaran xwe hazirkirin ji bo me girîng e. Ev yek hem cihê rexnedayînê ye hem jî erk û berpirsiyariyên me ne. Di vî warî de têkoşîna me dewam dike. Ev şoreşa me ji bo giştî mirovatiyê moralek û yekgirtineke mezin afirandiye. Li ser vî bingehî em di wê baweriyê de ne ku bi stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî wê serketin teqez a me be.