PKK Bû Tevgereke Enternasyonal

0

PKK, tevgerek e cîhanê ronî dike, hêzê dide mirovan û heman demê tevgereke Rêberî ye. Partî çawa derket holê, çi esas girt, çawa dest pê kir? Heya hêzeke pêşeng tunebe civakeke azad nayê afirandin. Ji bo vê, divê destpêkê mirov şêwaz û fikrê Rêbertî nas bike da ku mirov Tekoşîna Tevgera Azadiya Kurd nas bike. Jiyana rast di jiyana Rêbertî û Tevgera Azadiyê de ye. Rêber Apo ji bo tolgirtina heval Hakî Karer partî damezrand. Bi komek hevrêyan re 27’ê Mijdara 1978’an li gundê Fîsê yê girêdayî Licê ya Amedê li mala Seyfedîn Zoxurlu partî damezrand û dest bi têkoşînê kir. Feraseta demokratîk, rastiya gelan bi rêya birêxistinkirinê pêşxist. Îro bi hezaran hevrê li pey şopa heval Hakî dimeşin. Rêbertî ev tevger mezin kir, çavkanîya gelê Kurd di çiyayan de da afirandin. Ya ku Rêbertî dixe serokê gerdunê paradîgma wê ye, bi feraseta sosyalist Rêber Apo heya roja îro hatîye, di birdozîya civakparêz de vebûneke rasteqîn çêkir, bi vê maneyê veguherîneke pir girîng temîn kir. Di nava tevgerên sosyalîst de nobazê ku heyî vekir, PKK bû tevgereke enternasyonal. Dema dîroka Kurd û Kurdistanê hat veşartin, qirkirin, talankirin, qedexekirin û komkujî pêşket tekoşîna azadîya Kurd derket ser dika dîrokê, ji dagirkeran re meydan xwend û êdî ispat bûye partî gihîştîye lûtkeya herî jor. Bi milyonan mirov, bi hezaran enternasyonal partîyê re bûne yek. Ev jî bi saya fikrê Rêber Apo û şehîdan, hevalên ku têdikoşin û li berxwe didin. Rêbertî Sosyalîzma Reel derbaskir. Teorîya sosyalîzma demokratîk, felsefe û birdozîya wê û pergala civakî pêşxist û bi vê birdozî û felsefeye re partî damezrand. Mirov dikare beje têkoşîna Tevgera me tevgereke paqijkirina mejiyê mirov e. Her wiha êdî herkes vê di PKK’ê de dibîne. Balkêşbûn û xweserbûna PKK’ê di vir de ye. Gelê ku bi hezaran sal hatîye perçiqandin bi tevgerê re hişyar bû. Mirov dikare bêje Tevgera Azadîyê di raman de guhertinek gelek mezin, di hestan de guhertinek herî li jor, di pêşketina hestên welatparêzî û hişmendî de guhertineke bilind çêdike. Ev tevger giyan, ruh û roja her kesî ye. Destana PKK di cîhanê de ispat bû. Fikrê Tevgera me forma modela nûjen temsil dike. Îro têkoşîna me li her çar parçeyên Kurdistanê li ser felsefe, bîrdozî û di pêşengîya Rêber Apo û li ser giyanê şehîdan tê meşandin. Em bi têkoşîna xwe li dora nasnameya xwe hatine sitirandin. Bi vê yekê têkoşîna şoreşa me bi rengek muhteşem derxistîye holê. Mirov dikare bêje her ku Tevger pêş dikeve, dîwarên mêtingeriyê hildiweşîne, şoreşa me kesayetên qehreman afirand. Em dikarin bêjin ku bi saya Rêber Apo, gelê Kurd bi lez hewl dide xwe nû bike; xwe di warê netew, azadî, jiyan û fîzîkî de nû dike. Xwe hêdî hêdî ji mirinên hezar salî, ji derew û rezaletên hezar salî rizgar dike. Ji ber ku PKK dizane mirovan biafirîne, ji neyînê re heyînêyê pêk tîne. Rêber Apo tevahiya jiyana xwe fedayê têkoşîna azadiya gelan û jinan kir, her wiha di vê meşa xwe ya wek 27 salên dawî li hember pergala êşkence ya Îmraliyê berxwedanekî mezin pêşxist. Ev berxwedana ku Rêber Apo pêşxist ne tenê ji bo me, her wiha ji bo hemû hêzên ku para xwe ji mirovahiyê girtine, her wiha li gel vê ji bo gelek beşên civakî û şexsiyetan re jî bûye çavkaniya azwerî û hêviya ronahiyê. Di têkoşîna me de civakbûn ser dikeve. Mirov dikare bêje civakbûna Kurd, di PKK’ê de hatiye dahûrandin û her gavek, her rojek dîrokî dijî. Yanî PKK dilê Kurd e, mejiyê Kurd e, çavê Kurd e, rihê Kurd e, wijdanê Kurd e û karakterê Kurd e. PKK ruhê berxwedan û azadiyê da, bû çavkaniya moralê. Partî rêxistinbûna herî berfireh a ku pêşengî dike, rêxistina pêşenga ye. Em wek milîtanên Rêber Apo mirov dikare bêje ku; her pêşengê partiyê di ber rêxistinkirinê de, parastina rêxistinê de, pêşxistina rêxistinê de, li ser bingehê Partîbûnê rêxistin berfirehkirinê de, mezinkirinê de erkdar e. Rêxistinbûn tê wateya keda hevpar, yekîtîya vîn û berpirsiyariyê. Em li ser pira siratê polîtîka dikin. Ev rastiyekê îfade dike, ne xeyalekê. Polîtîkvanê herî pispor milîtanên Rêber Apo û kesayetên Apoyî ne. Li ser vê esasê ev Tevgera ku xwîna şehîdan hatîye avdan emir dide me ku em erkê xwe yê demê bicîh binîn. Pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin li ser me ferz e ku em rihê pêvajo bixwînin û tevbigerin. Têkoşîna mezin a azadiyê ya Rêber Apo ku tevahiya cîhanê, Rojhilata Navîn û welatê me bandor dike bi Pêngava Rêber Apo ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ve ne tenê bi navê çareserkirina pirsgirêka Kurd, her wiha li Rojhilata Navîn û Kurdistanê jî ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan e. Di vê wateyê de Rêber Apo şoreşeke mezin çêkir. Herwiha mirov dikare bêje ku Tevgera Azadîyê tevgerek terbiyeya herî mezin, berpirsyariya herî li jor, pîvanên bilind û ji nû ve rêkûpêk kirinê ye. Tevgerek bê eman û hênase bi hênase ye, di dîroka mirovahiyê de qet nehatiye dîtin di mercên herî zehmet de derket ser dika dîrokê. Di pêşengtîya Rêber Apo de ev Tevger her diçe mezin dibe. Mirov dikare bêje ku; Rêber Apo rêberê rûmetî ango rêberê fermî û xwezayî ya hemû jinên cîhanê, her wiha hemû rêxistinên şoreşger-demokrat, di heman demê de tevahiya tevgerên azadiyê ye. Salvegera partî destpêkê ji Rêber Apo re, hevalên şehîd, gele meye berxwedêr û ji giştî hevalan re pîroz be.

Cûdî Cizîr

Leave A Reply

Your email address will not be published.