LI DIJÎ TUNDÎYA LI SER JINÊ DIVÊ CÎHAN BI RIHÊ JINÊ WERE PÊÇENDIN Û RÊSANDIN!

0

Di hişmendîya serdestan de hebûna jinê tune tê hesibandin û di hêla wate û manewiyatê de jî daxwaza ji holê rakirin û înkara wê heye. Hemû nirx û keda jinê hate parçekirin. Bi vê re mirov dikare bêje, di pêvajoya lawazkirina serdema jin de nasnameya jin kete bin qontrola zilamê serdest. Bi hezaran sal di bin êrîşa bîrdozî û fîzîkî de bi milyonan jin cûr be cûr hatin qetilkirin. Kapîtalîzm di wê qonaxa ku dixwest serdestiya xwe ava bike de, yek ji nasnameyên civakî yên bingehîn jin bû ku dişewitand. Bi fizîkî şewitandina jinê parçeyeke avahiya civakî ya xurt hat tunekirin. Mirov dikare bêje hişmendîya zilam û pêşketina kapîtalîzmê re fermana kuştina jinê hat destpêkirin. Herwiha mirov dikarê pirs bike, bi van qirîzan û alozîyan nasnameya jina azad çawa çêbibe? Bi rastî jî di roja me ya îro de erkeke jinê heye? Bi taybetî jî ji bo jinan ku di her kêliya jiyanê de tên qetilkirin û îhtîmalên cur be cur ên qetilbûnê dijîn. Mirov dikare bêje dema ku mirov bi giştî cîhanê dinêre, gelek jin di bin êşkenceyê de ne, bi mêtingerî û heqaretan re rû bi rû ne, bê perwerde ne, jar in, biçûk tên dîtin, tune tên hesibandin û tên tecawizkirin. Bedena jinê li bazaran tê firotin. Mirov dikare beje, beramberê van hişmendî û ferasetan divê ev cîhan bi rihê jinê bê pêçandin an jî divê ev cîhan bi rihê jinê bê rêsandin.

Mirov bala xwe bide di dîrokê de jin pêşenga civakê bûye. Lê belê serdema feodalîzm, derketina olî û pêşketina kapîtalîzmê re jin wek amûrek hat dest girtin, rastîya jinê hate veşartin. Hewce ye mirov dîrokê baş tehlîl bike, hêza ku civakê bilind, mezin û berhemdar dike jin e. Hişmendîya zilam, jin kir kole, hemû mafên jinê tarî kir. Mirov dikare beje, serdemeke wiha de Rêber Apo derket li ser dika dîrokê. Ramanên Rêber Apo di cîhana zihnî a mirovan de, di manewîyat û jiyana mirovan de şopên kûr diafirîne. Fikrê Rêbertî pêşkêş dike hêja ye mirov lêkolîn bike. Rêber Apo mijara jinê ji sifirê destpêkir û jina azad xuliqand. Zanist û teknolojî, çand, huner, raman, ol û gelek sazîbûnên ku di dema Neolîtîkê de li dorhêla jinê bi rêxistin bibûn, bi pêngavên ‘zilamê serwer û xasûk’ hilweşiyan. Ev ‘zilamê serwer û xasûk’ hemû palpiştên saziyên madî-manewî yên jiyana civakî ku li dorhêla jinê pêşketibû bi ser hev de hilweşand, reş kir, ji bîreweriya civakê bir û xwe bi rêxistin kir. Bi aqilê ku pêşxist, li gorî baviksalarî, dewlet û hemû zanînên desthilatdariyê mîtolojî, ol, felsefe û zanistê ava kir. Lanetê li hemû pîroziyên jiyana civakî yên li dorhêla jinê ava bûyî, anî. Aqlê zilamê serwer di vê maneya pênc hezar salî de bênavber ji bo vê yekê xebitî, dixebite.

Di van mijara de mirov bala xwe bide, aqlê mirovan, bi taybetî jî aqlê jinê. Heke jin serdema îro de bi hêrsa desthilatdariyê xera bûbe, tê wateya ku her roj qiyamet e. Qiyamet e, ji ber ku aqlê bi hêrsa desthilatdariyê xerabe ye; hizir û hestan jî qetil dike. Em wek milîtanên Rêber Apo di serpêhatiya pêkhateya tevahî jina de di çîroka pêkhateya nasnameya jinê de, em ê wê kêliya kaosê ya herî kin, kêli’yan, kêliya kaosê çawa bizanibin? Em ê ‘îrade û fikrê azadiyê’ çawa lêkolîn bikin? Hewce ye em bizanibin. Tevî van hemûyan jî mirov dikare bêje, li dijî hişmendîya pênc hezar sal jin, bûye xwedî potansîyel, serwextî û refleksên pir xurt ên xwe parastinê. Di vê serdemê de xwe parastin, ji bo jinan pirsgirêkeke jiyanî û lezgînî ye. Jin otorîteya civakî di xwe de dihewîne. Di dîrokê de demeke gelekî dirêj, jinan pergaleke civakî ya dayiksalarî ava kirine, bi rêxistin kirine û dane meşandinê. Di vê pergala xwe ya civakî de aşitiyê, edalet û bereketê hakim kirine. Ramanên Rêber Apo li hemberî hemû bîrdozîyên desthilatdar ên li ser zayendperestîya civakî avabûyî, dijderçûnekê îfade dike. Mînak, mirov li rewşa jinê temaşe bike ji derveyî milkê zilam tiştek nema ye, bê ku bikeve ferqê koletîyê qebûl dike. Ev rih riheke mirî ye. Ne rihê netewî, rihê azadiyê ye. Dema mirov ramanên Rêbertî lêkolîn dike, mirov digihîje bîrdozîya rizgarîya jin, di heman demê digihîje zanista felsefî jî. Her zanist û ramanên nû yên pêş dikevin, pêhisandina rihê demê jî bi xwe re tîne. Hizir û ramanên Rêber Apo pêhisandina rihê şoreşa jinê bi xwe re tîne. Mirov dikare bêje him rê li ber şoreşa jinê vedike û him jî li tevahî cîhanê deng vedide. Bi potansîyela watedayîn û nirxên ku di nasnameya jinê de ne, ew hêza me heye ku ne tenê xwe, em dikarin hemû cîhanê û mirovatiyê ber bi rizgarbûnê ve bibin. Ji bo vê, ne ku di kêlî û demên diyarkirî de û ji ber ferz e, pêwistîya bi sîstematîzekirin û şêwazê jiyaneke herikbar heye. Rêber Apo em ferî hêza utopyayên azadiyê kir. Ji bo cehalet û koledariya derbarê jiyanê de ji holê rabe divê em fikrê Rêbertî baş bixwînin û baş bizanibin. Her jineke di nav lêgerîna azadiyê de, di qonaxeke jiyana xwe berpirsyar e, divê guhertina hişmendî û feraseta zilam de xwe erkdar bibîne. Em soz didin em ê ramanên Rêber Apo belavî tevahî cîhanê bikin, hişmendîya hezaran salan a ku jinê xistiye kole, hilweşînin.

Cûdî Cizîr

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.