MİLÊ DİJÎTAL Ê ŞER Û ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ

HEVALÊ RAÛF

0

 MİLÊ DİJÎTAL Ê ŞER Û ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ

HEVALÊ RAÛF

Di qadên sivîl de xebatên li ser esasê kompîterê her diçe zêdetir dibin û gelekî berbelav bûne. Ev rastî tê zanîn. Kompîterên ku hema hema di her qada jiyanê de tê bikaranîn di xebatên însanan de rehetiyên pir girîng ava dike, tempoya xebatê bi lez dike, kapasîteya karkirinê zêdetir dike, bi xisletên xwe yên bikaranîna hêsan jî bûye teknîkeke jêneger. Berhemên teknolojîk ên ku ji teknolojiyên di qadên sivîl de rasertir (serwertir) di qadên eskerî de tên bikaranîn û rêveçûna şer diguherin.

Teknolojiyên nifşên nû wekî di her qadê de di qada eskerî de jî nûbûnek aniye û modernîzasyon çêkiriye. Bikaranîna teknîka pêşketî û teknolojiya dijîtal ji bo sanayiya eskerî bûye darê piştê, mazmazka wê. Ev pêşketinên teknolojîk di wê astê de pêşketî ne ku doktrînên eskerî pêş dixin û dibin sebeb ku hunera şer ji nû ve bê nivîsandin. Piştî ku sîstemên sîber-fîzîkî pêş ketin, pisporên ku li navendên kontrolê-kûmandayê, li ser ekranên kompîterê mesaiya xwe derbas dikin, di van navendan de fermandeya operasyon û nîvengên şer dikin.

Teknolojiyên dijîtal ji bo ku di siyasetê de jî raserî bê bidestxistin, polîtîkayên tehdîtkar bên domandin bûne amûrên gelekî girîng. Teknolojiyên dijîtal ne tenê di siyasetê de, bi awayekî pir zêde di qada eskerî de jî tên bikaranîn û wekî rêbaza domandina her cure şerî di dewrê de ne. Êdî bi awayekî pir besît di nîvenga kompîterê de teqandina sîlehê, kilîtkirina di hedefê de, bi awayekî barkirî arastekirina wê, sîstemên pêşketî yên alarmê û bataryayên parastinê dikarin bên kontrolkirin. Pirsgirêkên di qada eskerî de hatine halekî wisa ku teknolojiyên şer ên ku di asta pir pêşketî de ne tên hilberandin û wisa tên çareserkirin. Bi rengekî herî besît; kontrola eskerî, mekanîzmayên kontrol-kûmandayê, sîstemên çavdêrîkirinê-şopandinê, hilberandina amûr û sîlehên ku wekî ‘teknîka biaqil’ nav lê dikin gihiştine asteke pir jor.

Şer wisa bûye ku êdî ji aliyê dijminekî xuya nake ve tê meşandin. Bi qasî sîstemên fûzeyan ên ku di navbera parzemînan de tên bikaranîn, her wiha sîstemên radarê yên parastinê jî di asteke pir pêş de hatine pêşxistin. Artêş, çekên modern ên ku berhemên teknolojiya nû ne tevlî envantera xwe dikin û xwe bi sîstemên dijîtal-teknolojîk gurçûpêç dikin. Bêguman, raseriya di şer de tenê bi teknolojiyê nabe, lê mirov nikare rola wê jî biçûk bibîne. Bi qasî pêşketina di qada teknîk-teknolojîk de, pêwîstî bi ferdên ku karibin vê agahiya teknolojîk bi kar bînin, gurçûpêç, bi tecrûbe, zîrek, perwerdekirî, hoste heye, yanî di encam de pêdivî bi însan heye. Li şûna şerê li bereyê, elemanên ku teknolojiya dijîtal bi kar tînin, kontrol dikin bûne hêmanên herî girîng ên şer. Gihandina personelên nû yên ku karibin di qada eskerî de sîstemên dijîtal-teknolojîk bi kar bînin di nava artêşan de bûye branşeke girîng. Bûye branşeke wisa girîng ku ji yekîneyên mîna topavêj, komando, piyade yên di nava hêzên bejahî, hewayî, behrî de cih digirin zêdetir dikarin bi bandor bibin û zêdetir kar bikin.

Li wesayîtên çekdar ên bêyî mirov ku berhemên teknolojiya dijîtal in, her roj yên nû tên zêdekirin. Êdî wesayîtên bêyî mirov ne tenê li hewayê tên bikaranîn, her wiha li bejahî û di behrê de jî tên bikaranîn. Di heman demê de li ser van wesayîtan teknolojiyên nû tên montekirin, bi sîstemên dijîtal ên ku xwedî bernameyên nivîsbarî yên pirfonksiyonî ne tên gurçûpêçkirin. Qabiliyeta dîtin û avêtinê ya çekan gelekî hatiye zêdekirin. Di şer de pêşketinên herî teknolojîk di qada hewayî de çêdibin. Raseriya kontrol û êrîşê ya ku di sehaya hewayî de çêdibe dibe hêmana herî girîng a ku qedera şer diyar dike. Ji ber vê yekê wesayîtên hewayî yên bêmirov bi roleke girîng radibin. Teknîka wesayîtên bêmirov ên bêçek û biçek di merheleya pêşketinê de ne û taybetmendiyên wan ên nû tên pêşxistin. Hatiye merheleyeke wisa ku bi sîstemên hevşib balafirên şer ên eskerî jî tên plankirin û pêşxistin.

Piştî ku di qada eskerî de sîstemên dijîtal bi vî awayî hatin pêşxistin vê yekê rê li ber kombînasyon û kordînasyonên nû yên şer vekir. Yanî di nîvenga dijîtal de ku hêmanên fîzîkî û hesabên matematîkî di nav hev de ne, bi hêmanên hesabkirinê yên di ekrana kompîterê de serwerî tê avakirin. Însan, ku teknîka herî mezin e, bi sîstemên teknolojîk împaratoriya serweriya dijîtal ava kiriye. Hebûna çekên îmhakirina girseyê yên ku bi teknolojiyên herî pêş hatine afirandin, çavdêrî dike, guhdar dike û îmha dike, ji bo cîhana me rîskeke heyatî jî bi xwe re tîne.

Teknîka lazerê, sîstemên termalê, çekên li gorî deng û germahiyê barkirî wekî teknîkên ku kapasîteya şer zêde dikin derketine pêş. Teknîka lazerê, ku wekî çawa li çekên ferdî tên montekirin, her wiha li çekên giran ên wekî tankê jî tên montekirin, di nuqtekirina hedefê de gihiştiye asteke pir pêşketî. Sîstemên çekan ên ku bi teknîka lazerê dixebitin, namlûyên (lûle) çekan ên ku bi hesabên matematîkî li ser hedefê kilît dibin hema hema bi pareke şaşiyê ya nêzî sifirê dixebitin. Piştî çekên ku xwedî qabiliyeta dîtina mesafeyên dûr e û behreyên (qabiliyet) wan ên avêtinê bilind e hatine dîtin, raseriya avêtinê ya bi avantajtir hatiye bidestxistin.

Bi rêka sîstemên termalê, bi rêka teknîkên ku şev dibînin tespîtkirina hedefê hêsan bûye. Dîsa bi rêka sîstemên CPS’ê (Cyber-Physical-System) (Jê re sîstema biaqil jî tê gotin) kontrol, venêrîn, şopandin, meşandina karên wekî van; bi rêka teknîka peywendiyê ya xwedî sensoran jî dahûrandina sîstemên agahiyê yên tevlîhev mimkun bûye. CPS, di mijara teknîka şer de avantajên pir girîng dide. Çîpeke CPS’ê ya besît, biçûk, dikare bi rehetî bê veşartin, ji bo pir armancan dikare bê bikaranîn û dikare agahiyên kom bike, ji bo sîstema pê ve girêdayî dikare bişîne. Çîpeke wisa êdî kujertir bûye. Sîstemên dijîtal ên ku di amûrên şer de tên bicihkirin, muhîmatên biaqil, teknîka lazerê û CPS’yan di stratejiyên şer ên roja me de rê li ber guhertinên girîng vekirine.

Di şerê îro de ku xwe dispêrin taktîk, teknîk û îstixbaratê, teknolojiyên dijîtal xwedî cihekî girîng in. Dikare bê gotin ku sîstemên klasîk-mekanîk bi giştî cihê xwe ji sîstemên dijîtal re dihêlin. Komkirina îstixbaratê, avakirina hawizê agahiyan bi rêka cîhazên teknolojîk ên dijîtal hêsantir bûye. Bi rêka algorîtmayên (rêya ku ji bo jihevderxistina problemekê hatiye plankirin) li ser kompîteran problemên cur bi cur û tevlîhev tên çareserkirin. Şopandin, gihandin-veguhestina daneyan di asta pir pêş de ye. Komkirina îstixbaratê jî xwe dispêre van sîstemên teknolojîk ên dijîtal. Cîhazên bêyî kablo yên ku dikarin bi rehetî bên hilgirtin, gelek cîhazên eskerî yên ku agahiyan depo dikin û vediguhezînin hatine afirandin. Dîsa bi bernameyên xwedî xisletên cur bi cur ên ku li cîhazên wekî telefonên heyî tên barkirin tespîtkirina hedefê, diyarkirina kordînatê û ragihandina pozîsyonê mimkun bûye.

Şerên ku ji ber nakokiyên sîstema kapîtalîst a kûrewî rû didin, dibin şahidê cureyê nû yê şer ê bi navê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn. Rehendên (boyûtên) şerê qirêj-taybet ê ku li ser gelan tê ferzkirin jî li ser vê eksenê tê domandin. Rêbazên şerê taybet ên ku netew-dewletên hakim li dijî gelan dimeşînin bi rêka teknolojiyên dijîtal zêdetir hatine pêşxistin. Rêbazên propagandaya reş zêdetir şax berdane û bi rêka medyaya dijîtal bi rengekî berfirehtir û bi bandortir tên meşandin. Teknîkên şer, -teknîka dijîtal jî tê de-, xebatên taktîk û îstixbaratê di nav hev de, bi rengekî bi kordîne tên bikaranîn û ev yek ji bo amûrê şerê taybet bi roleke kilît radibe. Ji şopandina fîzîkî heta şopandina dijîtal-sînyalê, hemû daneyên tên komkirin pêşkêşî şerê taybet tên kirin. Ji bo qirêjitiya agahiyan afirandin û belavkirina malzemayan, bandorkirin û arastekirina fikra însan êdî hêsantir bûye.

Sîstemên serwer, piştî çekên teknolojîk ên dijîtal êdî di rêbazên xwe yên şerê taybet de hatine halekî wisa ku dikarin zêdetir encamê bigirin. Sedema vê jî ew e ku li dijî raseriya çekan û teknolojîk sîstemên parastinê yên alternatîf nayên pêşxistin û girîngiya pêwîst ji bo qûralê veşartîbûnê nayê dayîn. Hin xislet hene ku çavkaniya xwe ji elimandinên jiyanê digirin, ev di warê lawazkirina veşartîbûnê de dikarin wekî mînak bên nîşandan. Feqet ya herî girîng jî ew e ku ji bo ku di maneyeke giştî de rêbazên şerê taybet bên pûçkirin ewilî divê mirov îstixbarata ku bi rêka tevnên ragihandinê yên dijîtal tên parvekirin asteng bike. Ji bo ku mirov nehêle bikaranîna teknîka ragihandinê ya dijîtal zirarê bide şert e ku mirov di asta herî jor de baldar û hestiyar be. Dema ku teknîka ragihandinê ya tevlîhev tê bikaranîn êdî jêneger e ku bi zanebûn bê bikaranîn. Divê mirov ji bîr neke ku her cîhazeke elektronîk a li ser însan çavkaniyeke îstixbaratê ye jî. Dema ku amûrên ragihandinê yên dijîtal, ku çavkaniyên îstixbaratê yên sîstemên serwer û desthilatdaran e, bi zanebûn bên bikaranîn mirov dikare pêşî li rewşên neyênî bigire û van pûç bike. Bi qasî vê pêşxistina tedbîrên ku şopandina sinyalê asteng dike jî hewce ye. Mirov dikare amûrên teknîka dijîtal bi otokontrol bi kar bîne û ji pozîsyona zirardayînê derxîne. Divê rê û rêbaza vê teqez bê dîtin. Berevajî, divê mirov bizane ku xelasbûna ji venêrînê-kontrolê ne mimkun e.

Teknîka şer a sîber wekî rêbaz û terzekî nû yê şer derdikeve pêşberî me. Êrîşên sîber zêdetir sotîner in û nayên dîtin. Teknîkeke wisa ye ku sîstemên ewlekariyê yên wekî nayên hilweşandin derbas dike, sîstemên kompîteran dirûxîne, mekanîzmaya wê bêkêr dike û hewl dide encamê bigire. Bêguman, ji bo bikaranîna van teknîkan pêdivî bi yekeyên pispor hene. Korsanên kompîteran ev kar zêdetir pêşde birine. Di her sîstemekê de mîsoger valatiyek heye. Her çiqasî dîwarên ewlekariyê yên mukemmel bên avakirin jî nikarin xwe ji hackbûnê xelas bikin. Kar û xebatên agahiyan ên di nava dewletan de, hemû daneyên ku ji aliyê rêxistinên îstixbaratê ve hatine bidestxistin ji bo nîvenga dijîtal hatine veguhestin û di odeyên kozmîk de tên parastin. Ruxmî vê jî wekî ku di bûyera Wikileaks de tê dîtin hackkirina wan mimkun e.

Sîstemên fîzîkî yên sîber ne tenê di qada eskerî de, hema hema di qada her sazî û rêxistinbûnê de tên bikaranîn. Saziyên dewletê û saziyên sektora taybet bi giştî ji îmkanên vê teknolojiyê sûdê werdigirin. Di bankavaniyê de, di perwerdeyê de, di tenduristiyê de, di veguhestinê de, di sanayiyê de, bi kurtî di hemû sehayên hilberînê de, herî girîng jî di sektora otomotîvê de, di sektora hengê (şahî) de, di amûrên mezextkaran de, heta digihêje sîstemên kontrolê yên endustriyê sîstema dijîtal tê bikaranîn, sîstemên robotîk, pîlotên otomotîk ketine dewrê.

Desthilatdarî bi raseriya xwe ya di qada teknîk û teknolojîk de cihê xwe garantî dikin. Stratejiyên xwe yên şer dispêrin vê raseriya xwe ya hêzê. Dema ku polîtîkayê ava dikin jî dîsa pişta xwe bi van amûrên teknîk û teknolojîk xurt dikin. Hêzên serwer qadên xwe yên eskerî-parastinê bi teknolojiyên dijîtal gurçûpêç dikin û ji bo ku serweriya xwe li ser hev ava bikin dikevin nava hevrikiyê. Dema ku doktrînên parastinê û ewlekariyê tên avakirin, êdî tenê li hejmara serjimêriyê ya artêşan nanêrin, pêşketinên teknîkî û teknolojiya pêşketî jî li ber çav tên girtin û wisa stratejî tên avakirin.

Şerên ku bi teknolojiya dijîtal tên meşandin di roja me de rê li ber encamên sotînertir vekirine. Şerên klasîk, şerên konvansiyonel cihê xwe ji şerên nukleer û şerên teknolojîk-dijîtal re hiştine. Rehendên talûkeyê di wê astê de ye ku dikare mirovatiyê tine bike, ekosîstemê hilweşîne û ji bo mirovatiyê jiyanê nehêle. Di vir de para nûbûnên teknolojîk-dijîtal diyarker e. Di çarçoveya milê dijîtal ê şer de di her warî de tahkîmkirina şerê gel ê şorşgerî jî ji bo gelan bûye wezîfeyeke ku nayê taloqkirin.

Paralelî sîstemên dijîtal ên ku di qada eskerî de pêş ketine, pêdivî pê heye ku stratejiya şerê gel ê şoreşgerî ji nû ve bê bidestgirtin û pênasekirin. Tedbîrên ku li ser navê gelan di qadên parastina rewa, ewlekarî û parastinê de bên girtin divê li beramberî çekên teknolojîk-dijîtal ji nû ve bên bidestgirtin. Di stratejiya şerê gel ê şoreşgerî de ku gel di çarçoveya parastina xwe ya rewa de pêş dixin, êdî neçariyek e ku civak bê perwerdekirin û rêxistinkirin. Divê raseriya dijmin a hêza teknolojîk li ber çav bê girtin û li dijî vê yekê jî pozîsyona êrîş û parastinê bê girtin. Ji bo ku bi gel re hişmendiya parastinê bê pêşxistin pêwîst e di vê çarçoveyê de bernameyên perwerdeyê bên pêşxistin û perwerdeya civakî çêbibe. Mîna dersên dîrok, cografya, matematîk, kîmya, fîzîkê, pêdivî pê heye ku dersên parastin û ewlekariyê jî bên dayîn. Eşkere ye, dema ku şer hat û xwe da ber derî perwerdeyên fêrkirina çekê bersivê nade pêdiviyê. Heger ji bo şerê gel ê şoreşgerî girîngî neyê dayîn, ji bo xweparastinê girîngiya pêwîst neyê dayîn, di vê mijarê de hestiyarî neyê pêşxistin maneya vê ew e ku pirsgirêka ewlekariyê tê taloqkirin. Ev jî ji bo gelan tê maneya îmzekirina fermana mirinê.

Di şerê gel ê şoreşgerî de gel tenê çekê bi kar bîne ev ê têrê neke. Li cem bikaranîna çekê, li beramberî teknolojiya sîlehan wê gel xwe çawa biparêze, divê ev mijar jî di heman paralelê de bê meşandin. Ji bo ewlekariya can û malê gel pêwîstî bi vê heye. Li beramberî çekên sotîner û hilweşîner pêşxistina şerê gel ê şoreşgerî, bicihanîna erkên parastina rewa û pêkanîna tedbîrên parastinê, ev hemû jî ji niha ve û di nava hev de pêşxistin wezîfeyeke wisa ye ku nayê taloqkirin. Çi di warê pêşxistina pergalên binerd de dibe, çi jî di warê pêşxistina taktîk û teknîkên alternatîf û pêşxistina parastina rewa de dibe, pêwîst e civakên di nava halê şer de bi girîngî li ser vê bisekinin. Dersa ku divê ji halê şer ê dewam dike bê derxistin ew e ku pêwîst e tedbîrên pêwîstî pê hene bi lezgînî bên girtin. Çêkirina stargeh, tunelan -hem ji bo xweparastin hem jî ji bo parastina rewa- , pêşxistina hişmendiya parastinê ya gel û amadekarina binesaziya wê girîng e. Pêwîst e van xisûsan bi tatbîqatên cur bi cur tecrûbe bike, di pratîkê de fêr bibe û bibe xwedî ezmûn. Şerên di roja me de gelan neçar dikin ku van rêbaz û taktîkan bi kar bînin.

Tekane rêbaza ku wê li dijî raseriya çendahî û çawaniyê, kapasîteya şer, gurçûpêçiya artêşan, sîstemên dijîtal û hemû teknîkên şer bisekine û zaferê bîne ew e ku civak li ser esasê Şerê Gel ê Şoreşgerî bê rêxistinkirin. Pir girîng e ku civak li gorî Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî bê zanekirin, rêxistinkirin, gurçûpêçkirin, bisengerkirin, binesazî bê çêkirin, pergalên binerd ên wekî stargeh û tunelan bên pêşxistin. Pêwîst e şer di maneyeke rast de xwe bispêre gel. Pêwîst e perspektîfên taktîk û stratejîk ên Şerê Gel ê Şoreşgerî ku wê gel tê de bi awayekî fîîlî cih bigire mîsoger bên avakirin, bên elimandin û pergalên parastinê bên pêşxistin.

Şerên roja me di warê teknîk û taktîkê de di guhertineke mezin re derbas dibin. Terzê meşandina şeran bi teknolojiyên roja me dirûv guhertine. Di taktîkên şerê taybet de jî ku li dijî gelên mêtingeh tên meşandin, guhertinên girîng çêbûne. Ji bo civakên ku tim di nava şer de ne yên wekî li Rojhilata Navîn, dersên heyatî hene ku mirov dikare ji şerên navxweyî yên dûvdirêj diajon derxîne. Dema ku mirov li talûkeyên li dijî gel dinêre bi rehetî mirov dikare pêşbînî bike ku wê şer li demeke dirêjtir belav bibe. Çi destwerdanên derve û çi jî şerê ku netew-dewletên serwer li ser gelên mêtingeh ferz dikin dibe, gelên li Rojhilata Navîn di nava halekî şer ê bênavber de dihêlin. Bi taybet jî gelê Kurd di nava vê girdava şer de ye. Têkoşîna azadiya gelê Kurd ku li dijî hêzên kapîtalîst ên kûrewî û netew-dewletên herêmî dimeşîne nîv sedsal e dewam dike. Çekên kîmyewî-biyolojîk jî tê de, li dijî teknîka herî pêşketî şerekî bi heybet ê berxwedanê tê meşandin. Li ser navê gelan tecrûbe û ezmûneke girîng jî derxistiye holê. Di encam de heger ji bo derketina ji vê atmosfera kaotîk wê hêza gel bi xwe diyarker be, tam jî di vê merheleyê de lêhûrbûna li ser şerê gel ê şoreşgerî û pêşxistina wê halekî jêneger girtiye.

Şerê Gel ê Şoreşgerî, beriya her tiştî xwe dispêre xweparastinê. Gel digihêje wê hişmendiyê ku parastina xwe ji ti kesî re, ji ti hêz û saziyan re nahêle û bi xwe dike. Şertê pêşîn ew e ku ji fikrê dest pê dike û li ser esasê xeta îdeolojîk di asta stratejiyê de cewherê şerê gel ê şoreşgerî tê fêmkirin. Li gorî ku wê şerê gel ê şoreşgerî bêyî hêza gel bi xwe neyê meşandin, wê çaxê pêwîst e hêza gel mîsoger bê rêxistinkirin. Pêwîst e mijar wekî rehendê herî girîng ê jiyana civakî di asta xweparastin û parastina rewa de bê bidestgirtin. Pêwîst e mijareke wisa herî girîng ya ku xwedî şaxên civakî ye û hemû gelan eleqedar dike, bi hemû rehendên wê ve bê xurtkirin.

Girîng e ku şerê gel ê şoreşgerî di asta jiyana çandî de wekî refleksê parastina civakî bê pêşxistin. Di hemû polîtîkayên bên avakirin de, di hemû biryarên bên girtin de divê rêgeza parastinê li ber çav bê girtin. Ji bo pêkanîna ewlekariya gel, ji bo berterefkirina talûkeyên bi ser gel de tên, ji bo ku di warê teorîk-pratîk de şerê gel ê şoreşgerî bê pêkanîn divê xebatên fikrî û pratîkî di nava hev de bên hûnandin. Di hemû mijarên civakî dike de pêwîst e ev rêgez li ber çav bê girtin. Di hemû xebatên qadên civakî de, yên wekî siyasî, eskerî, aborî, civakî, dîplomatîk, parastina gel û hwd. “şerê gel ê şoreşgerî” serenavê pêşdatir e. Ji perwerdeyê heta tenduristiyê û heta binesaziya şer, pêwîst e gel di her mijarê de hişmendiyê qezenc bike, bê perwerdekirin, bê rêxistinkirin, hem di warê fikrî de hem jî di warê psîkolojîk de, bi rehendên wê yên pratîkî li gorî pêdiviyên şer bê amadekirin.

Çekên teknîk û teknolojîk ên şer, amûrên wê çiqasî rol dilîzin, bi heman awayî medyaya dijîtal jî xwedî rol û erkeke di vê astê de ye. Di nava civakê de pozîsyona şuştina mejî dane medyaya dijîtal. Modernîteya kapîtalîst ji bo ku bandorê li girseyan bike wekî çeka herî girîng rol dayiyê. Ji bo avakirina têgihanê û qenehkirina girseyan ragihandina medyaya dijîtal zehf bi bandor e. Bi gelemperî bi medyayê, û bi taybet jî bi medyaya dijîtal, bi gelek tevnên ragihandinê her kêlî mejiyê însanan bomberdûman dikin û fikrê felc dikin.

Hêza guherîner û veguherînê ya medyaya dijîtal li ser her qada jiyanê teyisiye. Pêwîst e mirov bandora teknolojiyan a li ser siyasetê û lewma jî bandora wê ya li ser şer piştguh neke. Medyaya ragihandinê ya dijîtal ji bo ku însan û civakan biguherîne û veguherîne faktoreke diyarker e. Ji bandoreke guhertinê ya bi civakan re sînordar dimîne wêdetir e, xwedî rehendên navneteweyî ye. Di vê astê de bandor dike. Xisletê herî mezin ê peywendiyên navneteweyî ew e ku pirsgirêkên di nava civakan de rû didin beriya ku veguhere şer çareser bike. Hem di peywendiyên navneteweyî de û hem jî di pirsgirêkên navxweyî yên civakan de pêdivî pê heye ku rol û sînorên medyaya dijîtal ji nû ve bên pênasekirin.

Teknolojiyên dijîtal ên ku di qada eskerî de tên bikaranîn, hebûna çekên nukleerî ji bo mirovahiyê çiqasî xeter bin, talûkeyên bi heman şeklî di qada medyaya dijîtal de jî hene. Çeka herî girîng a şerê psîkolojîk bêguman medya ye. Bi hêsaniyên ku ragihandina medyaya dijîtal pêk anîne, di warê psîkolojîk de bandorkirina însanan rehettir bûye. Divê wekî talûkeyeke ku yekser mejiyê însan hedef digire bê dîtin. Mirov dikare li her cureyê propagandaya reş rast were. Teknîkên belavkirina nûçeyên derew ên li gorî eslê wê pir pêş ketiye. Rewşên wekî herikîna nûçeyên rast blokekirin, dema pêwîst kir tengkirina bantê, astengkirina xwegihandinê êdî bûne rêbazên wisa ku tim û tim tên bikaranîn.

Manîpulekirina agahiyê yek ji wan rêbazan e ku tim û tim serî lê tê dayîn. Bi materyalên deng, dîmen û nivîskî tê lîstin, tên qutkirin, derxistin, li ser tê zêdekirin, guhertin û bi vî rengî di asta tê xwestin de agahî tê arastekirin. Bi rengekî pir hêsan agahî tên berevajîkirin û tînin halekî ku mejiyê însanan araste bike. Rola medyaya dijîtal a ku di girseyan de têgihandinên psîkolojîk çêdike û girseyan pasîfîze dike nikare biçûk bê dîtin. Tê zanîn, daneyên takekesî, agahiyên nasnameyê yên ku di gelek platformên medyaya dijîtal de tên parvekirin tên bidestxistin û ji bo armancên cur bi cur tên bikaranîn. Agahiyên takekesî yên ku ji nîvenga înternetê tên bidestxistin ji bo hilbijartinên ku dikarin qedera siyasî ya welatekî bandor bikin tên bikaranîn.

Bi qasî avantaja teknîka ragihandina dijîtal dezavantajên wê jî hene. Komên terorê yên cîhadîst di roja me de înternetê bi awayekî çalak bi kar tînin û bi qasî çekên teknîkî xeteriyê diafirînin. Îmkanên ragihandina hêsan a înternetê dihêle ku mobîlîzasyon zû û bi lez çêbibe û di rêxistinbûn û çalakiyê de avantajên girîng dide. Qada înternetê ya ku ji bo bikaranîna armancên xerab jî vekirî ye, di halên şer de zêdetir rê li ber qirêjatiya agahiyan vedike û bandorên neyênî li însanan dike.

Şer, wekî berhemê şerê ji ber nakokiyên civakî hebûna xwe didomîne. Dîsa halê şer ê sîstema navneteweyî çi bi navê “şerê germ” çi jî bi navê “şerê sar” be hebûna xwe her tim domandiye. Mekanîzmaya şer bênavber dixebite, cur bi cur dibe û dem bi dem jî berfirehiya wê zêde dibe. Şer, her çiqasî carina bi navberan hatibe sekinandin jî esas bênavber dewam kiriye. Rêveçûna dîrokî ya mirovatiyê her tim di nava têkoşînê de derbas bûye û xwe li ser vî esasî ava kiriye. Ji ber vê yekê, nûbûnên di amûrên şer de, pêşketina teknîkên dijîtal, bi rengekî paralelî rastiya şer zêde bûye û wisa dewam dike. Organên medyayê wekî parçeyekî jêneger ê şer pozîsyon dane xwe.

Modernîteya kapîtalîst; ji ber nakokiyên dijî û diafirîne her tim bi xwe re şer tîne. Li beramberî vê sîstema ku şer wekî çareseriyekê datîne holê, têkoşîna şoreşgerî ya gelan û parastina gelan wekî neçariyekê derdikeve holê. Di vê mijarê de erkên girîng dikeve ser milê organên medyayê. Pêwîst e ku karibe li gorî berjewendiyên gelan, sûda raya giştî weşanê bike, bi naveroka xwe ve karibe perwerde bike, rêxistin bike, hişmendiyê bide û bixe tevgerê û bi vî rengî karibe pêdiviya enformasyonê ya şerê gel ê şoreşgerî pêşwazî bike. Ji bo ku li dijî modernîteya kapîtalîst modernîteya demokratîk karibe bê pêşxistin, civaka demokratîk bê avakirin, gel were polîtîkkirin zehf erk dikevin ser milê organên çapemenî-weşanê.

Pêdivî pê heye ku naverokên li gorî pêşketina demokratîk a civakê û karibin hêza bandorê ya medyaya dijîtal bixin liv û tevgerê bên afirandin û li ser vî bingehî xebatên weşanê bên pêşxistin. Ji her demê zêdetir pêdivî bi xebatên medyaya demokratîk û azad heye, ku karibe li dijî xisletê antî-civakî û rewşa bênavber a şer a modernîteya kapîtalîst bisekine. Medyaya dijîtal di roja me de girîngiya xwe zêdetir dike û xwedî naverokeke pirrengî ye. Pêwîst e medyaya azad û demokratîk karibe ji van avantajên medyaya dijîtal ku xîtabî her beşên civakê dike, di asta herî jor de sûdê bigire. Ji bo her pêvajoya zeman, di nava şert û zirûfên şer û aştiyê de pir girîng e ku medyaya dijîtal bi terzekî ku pêdiviyên civakî bibersivîne bê bikaranîn.

Medya bi xwe, wekî lingekî girîng ê hêzê tê qebûlkirin. Erka pêşdatir ew e ku hêzeke medyayê ya ku karibe di her warî de bibe çav, guh û zimanê civakê hebe, ji bo gelan bibe amûrekî girîng ê têkoşînê û li ser vî bingehî berpirsiyariyê li xwe bigire. Bandora medyayê, wekî amûrekî girîng ê têkoşîna civakî wê zêde bibe. Dema ku mirov vê rewşa medyayê li ber çav digire wê çaxê girîngiya medyaya dijîtal fêmbartir dibe.

Hêzên modernîteya kapîtalîst û avaniyên netew-dewletê cudahiyên çand û baweriyê yên civakan vediguherîne nakokiyê û şer. Rastiyek e ku ev xwe li ser şer xwedî dikin. Pêdiviya ku bi pêşketina çekên teknolojîk tê dîtin jî ji ber vê yekê ye, ku ev sîstemên serwer dixwazin hebûna xwe bidomînin. Şer bidome wê hilberandina çekan jî zêde bibe. Wê cureyên nû yên çekan bênavber bên pêşxistin û wê mirovahî nikaribe xwe ji qirkirinê xelas bike. Di nava sîstemeke wisa ya şer de gel her tim bi îmhayê re hevrû ne. Tekane vebijêrka ku ji bo gelan heye ew e ku ji bo ku karibin hebûna xwe bidomînin û sax bimînin divê li gorî esasên şerê gel ê şoreşgerî bijîn. Di vê mijarê de çiqasî bi îdîa û rêxistî ye, ev girêdayî wê ye. Girêdayî vê yekê ye ku divê wekî civak giştî jiyana xwe li gorî şer rêxistin bike. Ji bo civakên her tim di nava halê şer de dijîn jiyaneke bi vî terzî jêneger bûye.

Yekane çareseriya ku wê dawiyê li şer bîne paradîgmaya modernîteya demokratîk e. Heta ku modelên neteweya demokratîk neyên pêşxistin wê nakokiyên neteweyî, nakokiyên çînî, kampbûnên kûrewî her tim hebin û bênavber şer biafirînin. Di vê hevkêşeya siyasî de û di vê çerxa bêsûd de aliyê ku winda bike jî wê her tim gelên bindest, mêtingeh, çîn û tebeqeyên jêrê bin. Ji ber vê yekê stratejiya şerê gel ê şoreşgerî jî divê wekî mekanîzmayeke parastinê ya li gorî paradîgmaya neteweya demokratîk di her qada jiyanê de bê rêxistinkirin. Yanî divê gelên bindest, mêtingeh û hemû tebeqeyên civakî bi rengekî topyekun tevlî bibin û tê de cih bigirin.

Şerê gel ê şoreşgerî ji ber xwezaya xwe, li dijî serwerên ku xwedî her cure raseriya hêzê ne wê serî li her cure dewlemendiya rêbazên taktîkê bide. Li dijî raseriya çekên teknîka dijîtal û teknolojîk tedbîrên alternatîf jî tê de, derbaskirina lawaziyên xwe yên îstixbaratê ji bo valaderxistina teknîkê nebe nabe. Platformên ragihandinê yên înternetê, di warê tespîtkirina cih û pozîsyonê de qadên wisa ne ku ji bo kontrolkirina ferd vekirî ne. Serdem serdemeke wisa ye ku însan ji ekranên televîzyonan ên ku li malên xwe lê temaşe dikin û heta digihêje ekranên kompîterê di nava malên xwe de tên şopandin, li derve jî bi sîstema pêşketîtir a kamerayan ve bênavber tên şopandin.

Însan di nava serdemeke wisa de ne ku bûne êsîrê serdema şopandin û guhdarîkirinê ya sîstemên dijîtal. Di serdemeke wisa de ku teknolojiyên şer ewqasî pêş ketine, azadî tên sînordarkirin û heta tên tinekirin. Însan mecbûr hatine hiştin ku di binê kontrolê de bijîn. Pêvajoya azadiyên saxte yên takekesî yên lîberalîzmê gelek tişt ji mirovatiyê birine. Eşkere ye, şer bi vî rengî bênavber dewam bikin ev ê zêdetir rê li ber felaketên civakî, hilweşînên mezin, qetlîamên girseyan û qetlîama xwezayê veke. Tekane rêya pêşîlêgirtinê girêdayî guhertinên civakî ye ku ka di warê exlaqî û polîtîk de çiqasî pêş dikeve. Girêdayî vê yekê ye ku pêşketina civakî bi modelên rêveberiya xweseriya demokratîk bê birêvebirin. Rêya jiyana azad jî di vir re derbas dibe.

Xisleta karakterîstîk a şerê cîhanê yê sêyemîn, ev şerên di roja me de ne. Bi qasî ku cîgayî pêş dikeve, her wiha meyla wê ya belavbûna ber bi giştî ve jî heye. Şerekî wisa ye ku di nava xwe de tinekirina civakê jî dihewîne. Teza ku dibêje wê her cure çeka îmhakirina girseyê bê bikaranîn jî divê neyê piştguhkirin. Rastiyek e ku di asta kûrewî de kampbûn jî çêdibin. Bi şerê Ûkrayna re refên aliyan zêdetir diyar bûye. Pirsgirêkên ewlekariya civakî her roj xwe zêdetir ferz dike û li çareseriyê digere.

Şerên di asta cîhanê de li ser gelan tên ferzkirin jî tê de, derbaskirina polîtîkayên înkar û îmhayê yên netew-dewletan bi paradîgmaya neteweya demokratîk mimkun dibe. Pêwîst e çare li cem wan civakan bê lêkolînkirin ku xwe li gorî esasên şerê gel ê şoreşgerî rêxistin dikin, xwe dispêrin hêza xwe, xweparastinê pêş dixin û xwerêveberiyê esas digirin. Di şerê gel ê şoreşgerî de pêdivî bi branşên cur bi cur jî hene, ku tê de yekîneyên şer ên modern û profesyonel jî hene. Ji her cure pêşketinên taktîkî yên ku gelê sivîl jî dikare tê de cih bigire heta rêxistinbûna nerm, dîsa heta rêbazên pêşketîtir ên ku profesyonelbûnê dixwaze yên mîna taktîkên gerîla dikare di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de bên rêxistinkirin.

Di atmosfereke wisa de ku bajar tên dorpêçkirin, tên dagirkirin, gel tên qirkirin, nasname û bawerî tên tinekirin, li erdnîgariyeke wisa ku bi milyonan însan lê penaber bûne garantiya jiyana ti komê tine ye. Ji ber vê yekê rêxistinbûnên guncav ên ku dikare pêşî li xeteriyên li ser gelan bigire pêwîstî ne. Ji gerîlayên profesyonel heta modelên rêxistinê yên nîv-gerîla, heta yekîneyên parastina sivîl divê hêzên xweparastinê mîsoger bên rêxistinkirin. Divê hemû gel tevlî mekanîzmaya xweparastinê bê kirin. Pêwîst e ji taxê dest pê bike heta giştî bajar toreke parastinê bê avakirin. Rêxistinbûna komun û meclîsan jî divê li gorî vê parastinê fonksiyonel bibe. Rêveberiyên xweser û hemû saziyên girêdayî wê jî divê xebateke li gorî eksena parastinê ji xwe re esas bigirin. Rastiyeke wisa heye ku heta hemû lingên şerê gel ê şoreşgerî neyên danîn parastin ne mimkun e. Ji ber vê yekê divê ji bo înşaya binesaziya ku dikare pêdiviyên parastina sivîl pêşwazî bike girîngî bê dayîn.

Di înşayên civaka demokratîk de cihê xweparastinê girîng e. Heger ji fikrê heta çalakiyê, ji zarok heta kal û pîr, ji mêr heta jinê, hemû pêkhateyên civakê li gorî esasên şerê gel ê şoreşgerî xwe rêxistin bikin wê karibin hebûna xwe biparêzin. Îradeya gelên ku li beramberî her cure gurçûpêçiya teknîk-teknolojîk bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî rabûye ser lingan û di oxira jiyana azad de bedelan dide ber çav têk naçe.

Leave A Reply

Your email address will not be published.