DI ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ DE TIFAQ Û XEBATÊN ENTERNASYONALÎST

HEVALA DÎROK

0

 

DI ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ DE TIFAQ Û XEBATÊN ENTERNASYONALÎST

HEVALA DÎROK

Yek ji rastiyên dîrokê ew e ku kes bi tena serê xwe nikare li hemberî pergala desthilatdariyê bi ser bikeve. Di nava dîrokê de gelek mînakên vê hene. Çiqas leheng û mirovên dilpaqij derketin, têkoşiyan û xwe feda jî kirin, lê di encam de bi piraniya wan yan bi rengekî ketin nava sîstemê yan jî li ser esasê fikrên diparastin bi ser neketin, ango têk çûn. Di dîrokê de hin însanên taybet hene, bi fikir û terzê xwe ve bandoreke pir mezin li derdora xwe dikin û mohra xwe li dîrokê dixin. Lê, ew jî encax bi rêka hevrêyên xwe ve dikarin têkoşîneke wisa bimeşînin û fikrê xwe belav bikin. Îcar dema mijar dibe têkoşîna li dijî modernîteya kapîtalîst, ha, ev dijminê herî xurt rêxistinkirî ye. Tam jî di nava têkoşîneke wisa de divê mirov bizane ku ev ne têkoşîneke wisa ye ku însan karibe bi tena serê xwe bi ser bixîne.

Derseke herî girîng a ku mirov dikare ji dîrokê derxîne jî ew e ku sosyalîzm li welatekî tenê nabe, nameşe. Heger hewldaneke wisa çêbibe dawiya dawî ji aliyê kapîtalîzmê ve tê dorpêçkirin, modernîteya kapîtalîst diçizire nava wê û wê difetisîne. Esas rengê vê yê herî berçav dema ku geşedan û rewşa Şoreşa Rojava li ber çav tê girtin tê dîtin. Şoreşa Rojava di warê fîzîkî, siyasî, aborî û hwd de, di herî warî de ji aliyê hêzên herêmî û hêzên kûrewî ve hatiye dorpêçkirin. Li dora Şoreşê pir zêde bend hatine danîn. Bi rêka van bendan ev hêzên navborî dixwazin ku Şoreş nikaribe xwe belav bike û di nava vê goşegiriyê de bifetise û biçe. Li gel dorpêçê, li dijî herêma Şoreşê bênavber êrîşên eskerî jî hene. Ev êrîş hem ji hundir hem jî ji derve bi destê van hêzên navborî yan jî li ser destê van hêzan pêş dikevin. Di vir de armanca dorpêç û êrîşan her çiqasî yekser qada Şoreşê dikin hedefa xwe jî esas li pey van êrîşan armanceke berfirehtir heye. Ji ber êrîşên bi vî rengî yên li ser qadeke şoreşê, carina şoreş xwe dikşînin nava qalikên xwe û li dijî êrîşên bi vî rengî tenê parastina qada heyî ya Şoreşê didin ber xwe. Rast e, Şoreşa Rojava şoreşeke mezin e, tijî ked û xwîn tê de heye, tê de tijî hêvî hene, bi hezaran şehîdên ji her rengî ev şoreş xemilandine, pêwîst e ev şoreş heta dawiyê bê parastin. Feqet divê ev şoreş li beramberî van êrîşan xwe teng neke, divê xwe belav bike, ev şoreş li hemû parçeyên din ên Kurdistanê, li giştî Rojhilata Navîn û li giştî cîhanê jî pêk were. Çima?

Dijminên şoreşê, dijşoreşger her tim tinekirina şoreşê didin ber xwe. Em her ku parçeyekî xakê, welatekî, herêmekê azad bikin wê ev dijminê dijşoreşê bixwazibe van qadan dorpêç bike, êrîş bike û şoreşa me, herêma me ya azad tine bike. Ango, her qada li derveyî qada Şoreşê maye, wê wekî baregehên dijmin bên bikaranîn, wê wekî qadeke dorpêçkirina şoreşê bê bikaranîn. Lewma jî divê qadeke wisa ya ku dijmin karibe xwe lê bi cih bike û êrîşî şoreşê bike nemîne. Ev yek. Yek jî ji bo vê yekê feraseteke şoreşê pêwîst e. Şoreşa me, şoreşa sosyalîzma demokratîk e, yanî şoreşa neteweya demokratîk e. Li gorî şoreşa neteweya demokratîk divê li her devera cîhanê şoreş pêk were, pêwîst e mirovekî/e bindest jî nemîne. Ma ne Rêbertî got heta ku hemû jin azad nebin wê civak jî azad nebe? Di vir de wekî jina Kurd, jina Ereb, jina Elman, yanî behsa tenê beşekê nekir. Tenê behsa jinên li Rojhilata Navîn nekir. Serokatî bi gotina jinê behsa cîhanê kir. Yanî ev şoreş ji bo giştî mirovatiyê derbasdar e. Bi kurtî, heta ku hemû însaniyet ji bela modernîteya kapîtalîst xelas nebe ti kes tam azad nabe. Rêber Apo jî têkoşîna vê dimeşîne, Rêbertiya vê dike; Rêbertiya sosyalîzma demokratîk, Rêbertiya mirovatiya azad e. Sosyalîzmê parçe nake, yekpare digire û dibêje di sosyalîzmê de israr di mirovbûnê de israr e.

Li ser vî bingehî, heger ji bo azadiya daîmî ya Kurdistanê azadiya mirovatiyê şert be, divê ev rewş pirmilî li ber çav bê girtin û hûrikûr bê dahûrandin. Nêzîkatiya “Sosyalîzm di yek welatî de” şaşitî bû. Heger em naxwazin mîna Komara Sovyetê vê şaşiyê dubare bikin, pêwîst e em bi lez xwe di mijara tifaq û xebatên enternasyonalîzmê de kûr bikin. Ev mijar ne mijareke wisa ye ku mirov bihêle piştî şoreşê. Şoreş, encama keda bi salan e. Avakirina bingehê şoreşê ne tiştekî hêsan e. Jê re gelek tiştên wekî wext, zanebûn, rêxistinbûn pêwîst in. Her wiha, ne mijareke wisa ye ku bi peywendiyên li gel hin dewletan jî were çareserkirin. Ji bo vê yekê kûrbûna di paradîgmayê de hewce dike û pêwîst dike ku ferasetên şaş bên derbaskirin.

Ciwanan di salên 1960’î de li gelek welatên li rojava li dijî sosyalîzma pêkhatî di gelek waran de nerazîbûnên xwe raber kirin. Belkî ev yek bi milekî bandora propagandaya kapîtalîzmê ya li dijî komunîzmê bû. Lê, di heman demê de li dijî sosyalîzma pêkhatî rexneyên pir girîng û li cih hatin pêşxistin. Ji bo nêzîkatiyên nebes ên li beramberî azadiya takekesî rexne dihatin pêşxistin. Ji ber ku yek partiyê her tişt bi rê ve dibir rexne dihatin pêşxistin. Di dawî de yên ku ev rexne dikirin bi xwe jî ketin nava heman rewşê; tenê nêrîna hin şexsan, hisên wan esas girtin, çalakiyên takekesî pêş xistin û pir zêde girîngî nedan rêxistinbûnê. Vê yekê heta roja me ya îro jî bandora xwe li çepgirên rojavayî kiriye. Ji vir jî tê fêmkirin ku ji bo çepgirên rojavayî jî mijara tifaqê xwedî girîngiyeke stratejîk e. Girîng e ku mirov li ser mijara tifaqa gelan bisekine, vê bide fêmkirin. Beriya ku tifaq bên avakirin, destpêkê pêwîstî pê heye ku rol û girîngiya wê baş were fêmkirin.

Ji bo ku em di nava Şerê Gel ê Şoreşgerî de rola tifaqan û xebatên enternasyonalîzmê baş fêm bikin divê em karibin rabirdûyê baş binirxînin, dersan jê derxînin. Em rola tifaq û xebatên enternasyonalîzmê di çarçoveya paradîgmaya berê de, ango di çarçoveya paradîgmaya sosyalîzma zanistî (pêkhatî) de nas bikin. Bi vî rengî em ê karibin guhertina paradîgmaya nû baştir û têrker fêm bikin. Ji ber ku bi guhertina paradîgmayê re, piştre di sala 2010’an de bi paraznameya pêncemîn a bi navê “Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk” a Rêber Apo û tê de danasîna stratejiya şerê gel ê şoreşgerî, ji bo têkoşîna me qonaxên girîng îfade dikin. Vê yekê wekî çawa bandor li xebatên me yên tifaqan kir, her wiha li ser hemû xebatên me yên din jî bandor kir.

 

Têkoşîna Azadiyê û Pergala Alternatîf

Di dîrokê de, gelên bindest ji bo azadiya xwe li dijî dagirkeran şer kirine, têkoşîn meşandine. Ji bo ku azadiya xwe bi dest bixin gelekî hewl dane, fedakariyên mezin raber kirine. Îro jî têkoşîna azadiyê bi vî rengî dimeşe. Bi milyonan kesî di oxira azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, xwe ji fedakariyan nedane paş. Bi taybet di qirna 20’emîn de hema hema li hemû parzemînên cîhanê têkoşînên bi vî rengî bi awayekî eşkere hatin meşandin û van têkoşînan ji bo têkoşînên din hêvî û motîvasyon ava kirine. Nîvê duyemîn ê qirna 20’emîn ji bo van têkoşînan qonaxeke girîng bû.

Bêguman beriya vê qonaxê jî têkoşînên azadiyê hene. Ji dema ku feraseta koletiyê hatiye ferzkirin heta niha ji bo azadiyê têkoşîn hatine meşandin. Beriya niha pênc hezar salan, dema avabûna dewletê, dema derketina çînan, dema ku jin hat kolekirin, ji roja destpêkê ya dîroka kolekirinan heta roja me ya îro rojek tine ye ku bêyî têkoşîn û berxwedan derbas bibe. Rêber Apo vê herikîna dîrokê wekî du çemên şaristaniyê bi awayekî zelal danî holê. Rêber Apo van du çemên şaristaniyê di paraznameya xwe ya bi navê “Şaristanî” de wisa pênase dike: “Sîstema şaristaniyê ya dewletdar a bi pêkhatina çîn, bajar û dewletê di zikhev de derket holê heta serdema dawî ya kapîtalîzmê dema fînansê her tim xwe zêde kir û pêş xist, xwe bi giranî dispêre kedxwarî û zexta li ser civaka cotkarî û gund. Bi pêvajoyê re kedkarên bajaran ên zêde bûn jî xistin nava sîstema xwe ya mêtingerî û zordestiyê. Temenê şaristaniya dewletdar pênc hezar sal in, li hemberî wê şaristaniya demokratîk di nav şertên zeman û mekan de hînê berfirehtir e, lê nikarîbûye ji aliyê îdeolojîk, eskerî, polîtîk û ekonomîk ve xwe ji parçebûnê xilas bike. Ji ber vê yekê, şaristaniya dewletdar a pênc hezar salî li hemberî şaristaniya demokratîk karîbû bi hegemonya îdeolojîk hebûna xwe bi awayekî serdest dewam bike. Sîstemên zor û zilmê tenê li ser hîmê hegemonya îdeolojîk dikarin bi ser kevin. Nakokiya bingehîn ne tenê çînî ye, di asta şaristaniyê de ye. Têkoşîna dîrokî ku herî kêm pênc hezar salan em dikarin wê nivîskî bişopînin, di navbera şaristaniya dewletdar û beşê nebûye dewlet de qewimiye. Beşê dewletdar ê esas xwe dispêre çîn, bajar û dewletê ye. Ji bo beşê nebûye dewlet jî em dikarin bibêjin şaristaniya demokratîk ku gewda wê ya esasî ji civaka gund û cotkaran pêk tê û bi demê re kedkarên li bajaran naveroka wê pêk anîne. Di tevahiya civakê de têkoşîn, nakokî û têkiliyên îdeolojîk, eskerî, polîtîk û ekonomîk di navbera van herdu sîstemên sereke de diqewime.”

Wekî ji vir jî tê fêmkirin, berxwedan û têkoşînên gelên bindest li hemberî şaristaniya navendî nikarîbûn bi ser bikevin. Ev berxwedan û têkoşîn piştî demekê yan bi xwe bûne parçeyekî ji desthilatdariyê û di nav de heliyane yan jî tasfiye bûne û çûne.

Di nava şert û mercên serdema modernîteya kapîtalîst de Marks û Engels wekî du şoreşgerên Elman ev rewş bi kûranî nirxandin û pêwîstiya bi rêxistinbûnê anîn ziman. Pêwîstiya bi rêxistinbûnê bi vê gotina xwe ya navdar îfade kirin: “Divê hemû karkerên cîhanê bibin yek.“ Şert û mercên vê demê jî girîng in. Di vê demê de li Ewropayê endustriyalîzm ketiye rojevê û girêdayî vê yekê gelek însan ji xaka xwe hatine dûrxistin. Wekî tê zanîn serkêşiya endustriyalîzmê Îngilîstan dike, destpêkê li vir gav hatiye avêtin. Wê çaxê çîna burjûwa bi rêka dewleta Îngilîstanê qanûneke nû ya bi navê “girtina derdorê (bi Îngilîzî ‘encloser‘)“ derdixîne. Li hemberî vê têkoşîneke mezin a cotkaran heye, di nav vê têkoşînê de jin bi roleke sereke radibin. Li gorî vê qanûnê, xakên gel ên ku heta vê demê karekî komunal li ser dihat kirin û çavkaniya peywendiyên civakî û ekonomîk bû, bi sînoran ji hevdu hatin qutkirin. Gelek cotkar û însanên ku li ser van xakan debara xwe dikirin bi zorê koçberî bajaran hatin kirin. Li bajaran ji bo ku di karxaneyan de bixebitin pêwîstî bi karkeriyên erzan, karkerên erzan didîtin. Lê, gel di adaptasyona vê rewşê de zehmetî kişand, her roj ew û mirinê hevrû dibûn. Heman rewş li welatên mîna Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Elmanyayê jî pêş ket. Têkildarî vê rewşê Engels bi xwe diçe û li cihê wê lêkolîn dike. Vê rewşa xerab a karkeran, rewşa wan a di nava karxaneyan de di nava nivîsên xwe de bi cih dike û Marks jî ji van tehlîlan sûdê werdigire. Tehlîla wan wisa ye ku însan nikare li beramberî şert û mercên bi vî rengî tehamul bike û ev zirûf îmkanên têkoşînê zêde dikin. Di encam de Marks û Engels digihêjin encameke wisa ku divê karker destê hevdu bigirin, desthilatdariyê bi dest bixin û bi vî awayî azadiya xwe qezenc bikin. Vê yekê jî bi gotina “Proleteryayên Hemû Cîhanê Bibin Yek“ pênase dikin. Li ser vê yekê ji bo ku têkoşîna karkeran karibe zêdetir encamgir be di sala 1864’an de Enternasyonala Yekemîn pêş dixin.

 

Di Çarçoveya Şerê Gel Ê Demdirêj De Rola Tifaqan û Enternasyonalîzmê

Karxane dibin cihê ku rêxistinkirina karkeran çêdibe. Li karxenayan karker tên rêxistinkirin. Girêdayî vê yekê hin kes wer difikirin ku piştî karker hatin rêxistinkirin, bi rêka çalakiyên wekî grevê û bi hêza karkeran mirov dikare di karxaneyan de şoreşê pêş bixîne. Ev yek li Rûsyayê, piştî şoreşa 1905’an, di sala 1917’an de bi pêşengiya Lenîn pêk tê. Ev dîrok di nava Şerê Cîhanê yê Yekemîn de ye. Di vê demê de li Rûsyayê ji bo şer zilam wekî esker şandine bereyan. Di karxaneyan de jî bi piranî yên ku kar dikin jin in. Di grevên karkeran de jî yên ku bi rola sereke radibin dîsa jin in. Raperîna 1917’an, ku wekî Şoreşa Cotmehê tê zanîn, bi ser dikeve. Li ser vê rêka Marks û Engels vekiriye û di Şoreşa Cotmehê de bi pêşengiya Lenîn hatiye pratîzekirin, welatên din jî dixwazin bimeşin. Lê, li welatên din ev rê û rêbaz nagihêjin serketinê. Wek mînak, li welatê Çînê jî li ser heman şêwazî hewldaneke şoreşê çêdibe. Lê belê, li Çînê ev nagihêje serî. Di vê hewldana şoreşê de tê fêmkirin ku şert û merc cuda ne, lewma divê rê û rêbaz jî karibin li gorî van şert û mercan be. Li her welatî li ser yek rêbazî şoreş çênabin. Ji ber vê yekê şoreşgerên Çînê pêwîstiyê dibînin ku li rê û rêbazên cuda bigerin. Wê demê yek ji endamên şoreşgerên Çînê Mao Zedûng, ku piştre dibe pêşengê şoreşê, pêşniyaran dike, dibêje rêya serxistina şoreşê “Şerê Gel Ê Demdirêj” e. Di nava vê stratejiyê de gerîla pênase dike, şerê gerîla pênase dike. Ji ber ku li gorî dema xwe rêbazê gerîla tiştekî nû ye pir zêde baweriyê kom nake. Piştî demekê, piştî hin tecrûbeyên pratîkî encax li şerê gerîla vedigerin û jixwe Mao Zedûng jî di nava pratîkê de êdî wekî pêşeng derdikeve pêş. Mao, Şerê Gel ê Demdirêj wekî sê qonaxên stratejîk pênase dike: Parastina Stratejîk, Hevsengiya Stratejîk û Êrîşa Stratejîk. Piştî serketina Şoreşa Çînê, gelên bindest vê stratejiya ku Mao Zedûng pênaseya wê kiriye wekî stratejiya azadiya xwe dibînin û ev stratejî îlhamê dide gelên cîhanê yên bindest.

Di vir de em ê pênaseya Mao Zedûng a ji bo stratejiyê pir zêde venekin. Her çiqasî şert û merc guherîbin û hin xalên wê pêwîst dike li gorî heqîqeta nû ya şer bê guncandin jî lê dîsa jî hêviyên mezin afirandine. Ji stratejiya Mao Zedûng xala ku esasî bê fêmkirin ew e roleke esasî dikeve ser milê gerîla û gel û ev herdu lingên şerê gel xwe wekî bere rêxistin dikin. Yanî bi pêşengiya gerîla xebata esasî xurtkirina şer e û li ser vî bingehî bidestxistina desthilatdariyê ye. Ev xal çima girîng in? Ji ber ku xebatên tifaqê û polîtîkaya enternasyonalîzmê jî di vê çarçoveyê de derdikevin holê. Yanî li ser esasê xurtkirina şer û bidestxistina desthilatdariyê ye. Piştgirîdayîna derve bi gelemperî li ser van esasan çêdibe. Ji bo ku şerê gel bi ser bikeve, maddî-manewî piştgirî tê dayîn, pêwîst bike ji bo perwerdeyên eskerî-siyasî bibîne qad û derfet tên vekirin-avakirin. Ji ber vê yekê karektera avakirina tifaqan û xebatên wê yên enternasyonalîzmê bi piranî li ser vê xetê bi rê ve diçûn û armanca wê jî ew bû ku desthilatdarî bê bidestxistin.

Bi hin mînakan şênberkirina vê mimkun e. Piştî serketina Şoreşa Cotmehê bi demek kurt li Rûsyayê Enternasyonala Sêyemîn hat avakirin. Di kongreya yekemîn de ji welatên din tevlîbûna şoreşgeran kêm bû. Ruxmî vê jî hedef û projeyên wan gelekî mezin bûn. Armanca wan ew bû ku li welatan hemûyan Partiyên Komunîst bên avakirin, yan jî bên xurtkirin, ev partî di van welatan de şoreşan pêk bînin û welatên azadkirî zêde bibin. Yanî Enternasyonala Sêyemîn bi fikra Lenîn wê ji bo dinyayê bibûya Serkana Giştî ya Şoreşa Cîhanê. Piştî ku Lenîn jiyana xwe ji dest da û Stalîn hat ser desthilatdariyê di rola Enternasyonala Sêyemîn de hin guhertin çêbûn, bi gelemperî wekî organekî piştgirîdayîna Sovyetê hat bikaranîn. Ji ber vê yekê di sala 1943’yan de êdî dawî li Enternasyonalîzma Sêyemîn hat. Bi rastî jî Enternasyonalîzma Sêyemîn xwedî dîrokeke gelekî kûr û berfireh e, xwedî armancên mezin e, gelek şoreşgeran bi hêviya Şoreşa Cîhanê tê de ked û xwîn dan. Heta demekê gelek partiyên komunîst û şoreşgeran tê de cih girtin. Di heman demê de li Sovyetê di bin banê wê de vekirina zanîngehên mezin ên mîna Zanîngeha Komunîst a Kedkarên Rojhilat, Zanîngeha Kêmneteweyên Neteweyî yên Rojava, Zanîngeha Pratîka Bolşevîzmê, Zanîngeha Komunîst a Kedkarên Çînê ji bo şoreşgerên cîhanê gaveke girîng bû. Gelek kesên navdar ên mîna Ho Chi Minh, Nazim Hîkmet Ran, Serokê Yûgoslavya Tîto di van zanîngehan de perwerde dîtin. Her wiha, Sovyetê ji bo ku têkoşîna xwe ya azadiyê bimeşînin demeke dirêj ji bo gelek rêxistinên şoreşger ên cîhanê sîleh û pere şandin. Lê, bi demê re ev rewş jî guherî, bi mantixê rêvebirina polîtîkaya xwe ya derve bi kar anî. Mirov dikare Enternasyonala Sêyemîn wekî tifaqa herî mezin a şoreşê bi nav bike. Feqet piştî demekê ji ber ku karaktera xwe guhert, û tenê partiyên komunîst ên di bin xet û talîmata Partiya Komunîst a Rûsya de tê de man, ev çarçove teng ma, lewma vê tifaqê jî encama ku hewce dikir bi dest nexist.

Mînakeke din jî Kuba ye û bi taybet jî yek ji pêşengên vê şoreşê Che Guevara ye. Kuba, di gelek milan de bala mirovan dikşîne. Derfet da însanên ji başûrê cîhanê ku karibin li Kubayê beşa bijîşkî ya zanîngehê bixwînin û gelek caran jî bi xwe wekî alîkarî doktor şandin. Her wiha, ji bo hinek şoreşgeran îmkan hatin vekirin ku karibin werin Kubayê û li vir perwerdeya eskerî bibînin. Her wiha ji bo ku gelên bindest karibin li dijî dagirker-mêtingeran şerê xwe yê azadiyê bimeşînin piştgiriyên maddî û sîlehê jî kiriye. Bi taybet jî ji bo welatên Efrîkayê ev kirine. Heta demeke dirêj jî nedihat zanîn û îstixbaratên welatên din jî nizanîbûn; Che Guevara çûye welatê Kongoyê. Ji bo ku li dijî mêtingeriya Belçîkayê piştgiriyê bide gelê Kongoyê, Che Guevara di sala 1965’an de tevî derdora 200 eskeran derbasî Kongoyê bûye. Piştî ku şoreşger û pêşengê şoreşa Kongoyê Lûmûmba hat şehîdkirin, şert û merc guherîn, gelek nakokiyên wekî desthilatdarî, eşîrî û hwd. bi destê CIA hatin avakirin û vê yekê bandoreke neyênî li têkoşînê kir. Kuba jî bi lidarxistina “Konferansa Sê Parzemînan” bi roleke girîng rabû. Lê, tevî hewldanên girîng jî ji vê konferansê encama ku dihat xwestin nehat bidestxistin. Lewma jî ev konferansa ku wekî avakirina tifaqê dihat nirxandin bêfonksiyon ma.

Têkoşîneke din jî têkoşîna rizgariya Vîetnamê ye. Dema ku li Vîetnamê li hemberî dagirkeriya DYE û li dijî hevkarê wê yê li Başûrê Vîetnamê, bi pêşengiya Ho Chi Minh û fermandarê mezin Gîap berxwedana mezin çêdibû, beriya serketinê di salên dawî de li gelek welatên mîna DYE gelan bi kampanyayên mezin piştgirî dan têkoşîna azadiya Vîetnamê. Kampanyayeke din a gelekî bi bandor jî ji bo piştgiriya têkoşîna ANC (African National Congress-Konseya Neteweyî ya Afrîkayê) a li Başûrê Efrîkayê bû. Li gelek welatan kel û pelên ku li Başûrê Efrîkayê tên hilberandin hatin boykotkirin, bi vî rengî hem bal kişandin li ser têkoşîna ANC’ê hem jî zexta li ser hikumetê zêde bû.

Di encam de dikare bê diyarkirin ku xebatên tifaqan û enternasyonalîzmê wê çaxê jî girîng bûn, heta hin piştgirî diyarker jî bûn. Ji ber vê yekê di Şerê Azadiyê de yek ji xalên stratejîk jî xebatên tifaqan û enternasyonalîzmê ye.

 

Di Şerê Gel Ê Şoreşgerî De Xebatên Tifaqê û Enternasyonalîzmê Çawa Tên Bidestgirtin?

 

Li gorî paradîgmaya me ya berê, li gorî xal û mînakên ku me li jorê îfade kirin, armanca esasî bidestxistina desthilatdariyê û bûyîna dewlet e. Li gorî paradîgmaya me ya nû Şerê Gel ê Şoreşgerî ji xwe re desthilatdariya dewletê nake hedef, ango têkoşîna gel ne bi armanca dewletbûnê yan jî desthilatdarbûnê ye. Têkoşîna gel, têkoşîna demokrasiyê li dijî dewlet û desthilatdariyê tê meşandin. Ji ber ku dewlet û desthilatdarî li gorî paradîgmaya me ya nû bingeha pirsgirêkan bi xwe ye. Dewlet civakê tine dike. Ji ber vê yekê ji bo civakê dewlet û desthilatdarî nabe çareserî. Ji ber vê yekê pêwîstî bi çareseriyeke cuda heye. Paradîgmaya me ya civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê dixwaze wekî paradîgmaya me ya nû ya ji bo azadiya civakê ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin. Li giştî cîhanê jî li ser paradîgmaya me meraqeke pir zêde heye û gelên cîhanê ji nêz ve rewşê dişopînin. Bi taybet piştî serketina Şoreşa Rojava ev yek zêdetir bû. Ji ber ku ev paradîgma alternatîfek e, pêwîstiyê nabîne bibe desthilatdarî yan jî dewlet, girîngiya xwe dide ser rêxistinkirina civakê, rêxistinkirina jiyanê. Yanî di rewşa heyî de ji bo avakirina pergaleke alternatîf hewldanek heye. Rêber Apo jî ji bo avakirina pergala alternatîf, ji bo avakirina neteweya demokratîk neh boyût îfade kirin. Ji bo fêmkirina kûraniya pergalê fêmkirina van neh boyûtan jî girîng e. Xulase, ji bo çareseriya hemû milên jiyanê avakirina pergalekê mimkun e, lê belê ji bo vê pêvajoyek pêwîst dike, wext û hewldan hewce ye. Ji tecrûbeya Şoreşa Rojava jî hat fêmkirin ku bidestxistina desthilatdariya dewletê hêsantir e. Ji ber ku dewlet jixwe heye, piştî şoreşê tu tenê nava wê diguherî, di saziyên wê de guhertinê çêdikî. Feqet, sîstema konfederalîzma demokratîk heta niha bêhemta ye, nimûyeke wê tine ye. Jixwe Rêber Apo, ji bo ku ferqa vê pergala alternatîf deyne holê û heta ji bo wan kesên ku konfederalîzma demokratîk wekî sîstema dewletdar dinirxînin dibêje, “pênaseya min a konfederalîzmê di pirtûkan de tine ye” û bi bîr dixe ku ew damezrînerê Konfederalîzma Demokratîk e. Ji ber vê yekê pêwîst e mirov ji pratîkên berê dersan derxîne, biceribîne, tecrûbeyê bigire û li ser vî bingehî perwerdeyê pêş bixîne. Ne tiştekî hêsan e, piştî 5 hezar salên desthilatdarî û dewletê, piştî 5 hezar salên sîstema wê alternatîfa demokrasiyê wekî pergal ava dibe.

Li ser vî hîmî, dema ku boyûtên neteweya demokratîk û di vê çarçoveyê de Şerê Gel ê Şoreşgerî tê nirxandin, tê dîtin ku di çarçoveya dîplomasiya civakî de erk û berpirsiyarî dikevin ser milên me ku em tifaqên civakî pêş bixin. Her wiha, wezîfeyeke mezin dikeve ser milên perwerdeyê jî. Ji ber ku ji bo pêşxistina peywendiyan û avakirina pergaleke alternatîf fêmkirin û li gorî vê pêkanîn pir girîng e. Yanî perwerde girîng e. Lewma jî di vê xebatê de ji hejmarê zêdetir çawanî girîng e, avakirina mirovan esas e.

Yên ku em bi wan re tifaqên stratejîk ava bikin kî ne? Tifaqên me kom û hêzên cur bi cur ên civakî ne. Tifaq, li gel ew ferd, komên ku mîna me difikirin tenê çênabe. Ev ê bibe nêzîkatiyeke teng. Bi vî rengî girtina mesafeyê jî zehmet e. Û ya herî girîng, ev nêzîkatî ne li gorî paradîgmaya me ye. Em di tifaqên xwe de hêzên dij-sîstemê esas digirin. Di nava van hêzan de anarşîst, femînîst, ekolojîst, demokrat, gelên bindest, baweriyên cur bi cur û hwd. beşên civakî hene. Li ser çend serenavên bingehîn ên wekî antî-faşîst, antî-kapîtalîst mirov dikare li gel van koman tifaqê ava bike. Li gorî şert û mercên objektîf ên welatan rê û rêbazên karkirinê tên hilbijartin û wisa encam tê girtin. Şert û zirûfên her welatekî ne mîna hev in. Li her welatî pêwîstî pê heye ku mirov li gorî şert û mercên wê hinek tiştên cuda bike. Hemû welat ne yek in, naşibin hevdu. Rast e, dibe ku bandora modernîteya kapîtalîst li ser hemûyan hebe, lê tenê bi kopîkirina hin tecrûbeyan mirov nikare encamê bigire. Divê di warê têkoşînê de di rê û rêbazan de afirînerî hebin. Ji ber ku şoreş ne mîna matematîkê karê formulê ye. Tifaq herî kêm ji du aliyan pêk tê, lewma jî divê mirov nêzîkatiya li tifaqê yekalî negire dest. Di tifaqê de hewl bide hevsengiyekê ava bike. Yanî mirov hewl bide tifaqê sûdmend bike. Yan na, heger tifaq yekalî pêş bikeve, mîna koma mezin koma biçûk ferq û cudatî bikeve navê, fêrkirin û fêrbûn yekalî bi rê ve biçe, girtina feydeyê yekalî bi rê ve biçe ev tifaq wê demdirêjî ne saxlem be. Di tifaqan de pêwîst e alî ji bo afirandina çareseriyan hêzê bidin hevdu.

Ev xal girîng in. Ji ber ku hin caran di vir de şaşitî û nêzîkatiyên nebes derdikevin. Ev jî dibe sedem ku em nikaribin bi tempoyeke pêwîst pêş bikevin. Rêbertî di paraznameyên xwe de behsa lawazbûna sîstematîzekirina fikir û pergala hêzên demokratîk, hêzên dij-sîstemê dike. Diyar dike ku yek ji pirsgirêkên bingehîn ev e ku pergala modernîteya kapîtalîst hêza xwe ji rêxistinbûna xwe digire û ev rêxistinbûn jî xwe dispêre tecrûbeya 5 hezar salan a desthilatdariyê. Ruxmî ku di vê dema kaosa sîstemê de sîstem di serdema xwe ya herî lawaz de ye jî heta ku hêzên dij-sîstemê negihêjin asta bisazîkirina fikrên xwe, pergalên xwe ava nekin, mîna tifaqên xurt di asta peywendiyan de pêşketinê bi dest nexin serketina wan gelekî zehmet dibe. Rêbertî di paraznameya “Sosyolojiya Azadiyê“ de vê mijarê digire dest û wisa dibêje:

“Sîstematîka netew-dewletê ya roja me ya îro her çiqasî pirsgirêkên xwe yên giran hebin û derzên lê ketine her roja diçe ji hev diçin jî hê jî di qada neteweyî, herêmî û global de xwedî sîstematîka herî bi hêz e. Netew-dewlet (hejmara wan ji dusedî dibihure) bi yekîtiyên herêmî (di serî de Yekîtiya Ewrûpayê, DYE-Kanada-Meksîka, Başûr-Rojhilatê Asya) û Neteweyên Yekbûyî ya global tê temsîlkirin, li beramberî vê ji bo sîstema şaristaniya demokratîk yekîtiyên gel û kedkaran ên cur bi cur ên nebûne desthilatdarî û dewlet mîna Foruma Sosyal a Dinyayê sist û bê form kêm in, û têrê nakin. Kêmasî di bingehê avabûn û îdeolojiyê de ye. Ji bo jiholêrakirina vê kêmasiyê divê Konfederalîzma Demokratîk a Dinyayê, konfederasyonên demokratîk ên neteweyî yên xwecihî û herêmî, û weke amûrên van divê partî û civaka sivîl bêne pêşdebirin.”

Di çarçoveya tifaq û xebatên enternasyonalîzmê de hin mînakên şênber wê karibe mijarê hinekî din rave bike. Di serî de mirov dikare balê bikşîne li ser rol û girîngiya tifaqa jinê. Ev xebat di salên dawiyê de di çarçoveya Jineolojiyê de gelekî pêş ketin. Bêguman, di têkoşîna azadiyê de jin xwedî roleke sereke ye. Lewma tifaqên jinê jî wê gelekî girîng bin. Bi taybet di van salên dawiyê de li ser Jineolojiyê meraqeke pir mezin heye. Ji bo ku jin karibin li hev bicivin vê yekê jî derfetekî mezin ava kiriye. Li gel vê, bi navê “Konfederalîzma Demokratîk a Jinên Cîhanê“ pêşniyara tevgera jinê heye. Ev pêşniyar di Konferansa Jinên Cîhanê de ku di sala 2022’yan de li Berlînê hat lidarxistin gelekî hêja hat dîtin û diyar e ev ê di siberojê de roleke girîng bilîze.

Yek ji komxebatên herî bi nav û deng jî “Çepa Nû“ ye, ku di salên 2001’ê de pêş ket. Bi navê “Forûma Sosyal a Cîhanê“ kom bû. Ev forûm di bin sîwana hêzên dij-globalîzmê de li hev civiya. Di destpêkê de gelek hêzên alternatîf li hev civand. Lê ji ber ku di nav de bi piranî hêzên çepgir hene û ev jî bi piranî dixwazin desthilatdariya dewletê bi dest bixin, ango ji xwe re paradîgmaya kevn a netew-dewletê esas digirin, ev yek ji bûna çareseriyê dûr e. Ev paradîgma bi taybet jî di nava hêzên çepgir ên welatên Başûrê Amerîkayê de hêna jî sereke ye. Ji derveyî vê komxebateke din heye. Dibe ku mîna Forûma Sosyal a Cîhanê ne mezin be û formata wê jî jê cudatir be, lê kombûneke girîng bû. Ev jî Konferansa Li Hambûrgê ye. Ev konferans heta niha çar caran bi şîara “Meydanxwestina Ji Modernîteya Kapîtalîst“ kom dibe û ji gelek welatan însan tên û tevlî dibin. Li vir tecrûbeya xwe parve dikin, li ser pirsgirêkên hêzên dij-sîstemê nîqaş dikin. Tişta ku wekî nebesiya vê konferansê tê dîtin ew e ku tevlîbûn zêdetir bi rengê şexsan çêdibe, ne bi rengê rêxistinan. Lê dîsa jî mirov dikare bibêje ku komxebatên bi vî rengî ji bo avakirina torên peywendiyan û tifaqan bingehekî baş amade dikin.

Yek jî li gelek deverên cîhanê proje û xebatên bi rengekî kolektîf û demokratîk tên meşandin hene. Lê, pêwîst e mirov van nas bike, hewl bide li ba wan peywendiyan deyne, hewl bide bi wan re bingehê karkirina hevbeş xurt bike. Wekî nimûne, çend sal in li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê li herêmeke gelekî feqîr û bêyî derfet di nava welatiyan de têkoşîneke bi navê “Cooperation Jackson” tê meşandin. Yanî însanên reşik li eyaleta Misîsîpî di taxên xwe de meclîs, koperatîf û hwd. ava dikin.

Her wiha li nêzî paytexta Meksîkayê li bajarokê Cheran di sala 2012’an de li dijî mafyayê raperînek çêbû. Ji vê demê û şûn de êdî gel li vî bajarokî jiyana xwe bi xwe bi rê ve dibe. Ji bo vê jî meclîs ava kirin û mîna asayîşê hêzeke xweparastinê ava kirin. Di vê têkoşînê de jin bi roleke sereke radibin. Di heman demê de dîsa li Meksîkayê têkoşîna Zapatîstayan heye. Zapatîstayan di sala 1994’an de bi heman rêbazan dest bi têkoşîna xwe kiribûn. Hersê mînak jî ji bo ku li dijî desthilatdariya dewletê alternatîfek bê avakirin nêzî paradîgmaya me ne.

Mînakeke dawî jî ji Elmanyayê ye. Ev çend salên dawiyê li Elmanyayê di pêşengiya ciwanên Elman de “Însiyatîfa Konfederalîzma Demokratîk” hatiye rêxistinkirin. Ciwanên Elman di vê çarçoveyê de li ser dîroka berxwedêr û demokratîk a gelê xwe xebatên lêkolînê dimeşînin.

Xulase, li seranserî cîhanê xebat, proje, komên aîdî hêzên dij-sîstemê hene, lê pêwîst e em karibin van zêdetir nas bikin. Bi taybet jî girêdayî hin mijarên wekî ekolojiyê xebatên gelekî berfireh dikarin bên meşandin. Ji ber ku bi qasî xuya ye ev mijar di nava nifşên nû de wekî siberojê tê bidestigirtin û di vê astê de girîngî tê dayîn. Di encam de, ji bo avakirina hem tifaqên herêmî hem jî tifaqên navneteweyî di her astê de derfet hene. Li ser vî bingehî ji bo ku em karibin ji vê serdema kaosê bi serketî derkevin û ji bo civakê rêyeke ber bi azadiyê vekin pêwîst e em karibin bi lez û bez xwe bigihînin hêzên demokratîk, femînîst, ekolojîk, anarşîst, xwe bigihînin wan hêzên ku ji bo civakê û ekolojiyê têdikoşin û di asta rêxistinî de peywendiyên xwe xurt bikin.

Leave A Reply

Your email address will not be published.