Rauf Karakoçan
Mirov projeksiyonê bide ser tecrûbeya pratîkî ya 10 salên şoreşa Rojava wê bi qasî çareserkirina pirsgirêkên rojane yên şoreşê di warê avakirina civaka siberojê de jî pir girîng be. Şoreş, heke di encam de wê wekî avakirineke nû ya civakî bê bidestgirtin, pêdivî pê heye ku em ji bo pirsa, ‘em li ku derê vî karî ne?’ li bersivê bigerin. Ji bo ku mirov di şoreşê de roja îro fêmbar bike divê mirov fêm bike ka duh çi bûye. Heger mêzekirin bi perspektîfeke dîrokî çênebe zehmet e ku armanc û hedefên şoreşê bi têrkerî bên fêmkirin. Ronîkirina paşxaneya dîrokî ya ku karakterê şoreşê, xisletê şoreşê, perspektîfa îdeolojîk a şoreşê, pêşengiya wê, avaniya wê ya rêxistinî, tifaqên wê, stratejî û taktîkên wê diyar dike ji bo fêmkirina siberojê gelekî girîng e. Ji bo ku hafizayeke dîrokî jî çêbibe pêwîst e ku pêvajoyên dîrokî bi hesasî bên bidestgirtin.
Pêlên helezonî yên bihara Ereban, ku di sala 2010’an de li Tûnisê dest pê kir, dema ku di Adara 2011’an de gihişt Sûrî ji destpêkê ve nediyar bû ku wê mesele ber bi ku ve biberide. Nedihat pêşbînîkirin ku wê rabûna girseyî heta ku derê ve biçe û li ku derê bisekine. Bûyerên girseyî di nîvê Nîsanê de jî li seranserî Sûrî belav bû. Hêzên dijberî rejîmê yên li Sûrî derketin holê, beşên muxalîf ên ku di nav de komên çete jî hebûn, gelek bajar û bajarok xistin bin kontrola xwe. Li welatên ku bihara Ereba tê re derbas bû rêveberî guherîn. Feqet li Sûrî bandora dihat payîn çênebû û rê li ber kûrbûna şerê navxweyî vekir. Gelên Sûrî li beramberî guherîna muhtemel mîna girseyên bê rêxistinî bûn, ji perspektîfa îdeolojîk bêpar bûn û wisa bê amadekarî hatin zeftkirin. Sûrî hat halekî wisa ku ji destwerdanên derve re vekirî be. Rêxistinên terorî yên Îslamî ji aloziya şerê navxweyî sûd girtin, wekî li Iraqê kirin hewl dan li erdnîgariya Sûrî jî serwer bibin. Ruxmî ku li Sûrî otorîteya dewletê di asteke mezin de şkiyabû jî bi temamî ji holê nehatibû rakirin. Hêzên koalîsyonê yên bi pêşengiya DYE hatibû avakirin, Rûsya û Îran jî tevlî şer bûn û ev yek bû sebeb ku şerê navxweyî yê Sûrî asteke navneteweyî qezenc bike.
Li seranserî Sûrî şerê navxweyî kûr bû, bajar hilweşiyan, bi milyonan însan birîndar bûn û mirin û bi qasî wan jî însan penaber bûn. Sûrî ber bi kaosekê ve dehf dan, di serî de êrîşên komên çete û bi taybet jî êrîşên dewleta Tirk, destwerdanên ji derve hatin kirin bû sebeb gelek xwîn ji Sûrî biçe. Bû sedem ku krîza li Sûrî kûrtir bibe û karesatên însanî zêdetir bibin. Hilweşîneke ji ya di 2003’yan de hatibû serê Iraqê mezintir di sala 2011’an de bi serê Sûrî de hat. Pirsgirêkên siyasî, ekonomîk û ewlekariyê kûrtir bûn, bêîstiqrarî her çû zêdetir bû. Sûrî bû welatekî ku kaosa Rojhilata Navîn ji herî kûranî ve dijî.
Li Rojava, li cihê Kurd dijîn, ev pêvajo gelekî bi endaze derbas bû. Piştî aloziyên navxweyî yên Sûrî dest pê kir bi salekê rewşa niha ya Rojava hêdî hêdî teşe girt. Di 18’ê Tîrmeha 2012’an de gelê Kobanê hêzên rejîmê ji bajar derxist û bajar kontrol kir. Piştî rojekê, di 19’ê Tîrmeha 2012’an de jî hemû erdnîgariya Rojava ji bin kontrola hêzên rejîmê hat derxistin. Ev rewşa êdî wekî Şoreşa Rojava hat bibîranîn.
Bêguman mirov dikare behsa rewşeke fîîlî bike. Ev rewşa fîîlî ya ku bi pêvajoya bihara Ereban dest pê kir veguherî şoreşê. Helbet ev yek ne rewşeke jiberxweve ye. Pêdiviya şoreşan bi girseyên gel ên rêxistî û pêşengiya îdeolojîk heye. Dema ku mijar dibe Kurd û erdnîgariya Kurdan ev pêdivî zêdetir sotîner dibin. Erdnîgarî û gelekî ku sîstema kapîtalîst a kûrewî parçe kiriye heye. Di vir de rakirina vî gelî ji baweriyan jî wêdetir hêzeke mûcîzewî pêwîst dike. Ji ber ku beriya her tiştî, Kurdistan sed sal in welatekî mêtingeh e. Di nava çar welatên mêtinger de hatiye parvekirin, erdnîgariya wê wekî çar parçeyan hatiye dabeşkirin û gelê wê hatiye parçekirin. Gelekî wisa qirkirinên fîzîkî û çandî dîtiye û bi asîmîlasyonê re hevrû bûye heye. Ev gel gihandina şoreşê pir zehmet e. Wekî nirxandin bê gotin, hema di demeke kurt de hişmendiya neteweyî çêbûye, organîze bûye, dest bi têkoşîna azadiyê kiriye û şoreş pêk aniye, ev ê zêde cihê xwe negire. Ji ber vê yekê jî, li beramberî rewşa fîîlî ya li Sûrî gelê herî amade bêguman Kurd in.
Şoreşa Rojava ne tevgereke wisa ya gel e ku li gel bihara Ereban jiberxweve pêş ketibe. Jixwe Bihara Ereban jî çiqasî ‘bihar e’ mijareke nîqaşê ye. Dema ku destwerdana hêzên kapîtalîst ên li ser herêmê û pirsgirêkên li herêmê gihiştin hev protestoyên berfireh ên gel çêbûn. Dema ku çalakiyên protestoyî fireh bûn û di nav dewletên Ereb ên li dora Deryaspî de bandora domînoyê kir navê ‘Bihara Ereban’ girt. Kurdan karîbû vê firsenda dîrokî û zemanê ku ji bo şoreşê kamil bûye baş binirxanda. Kurdan bi perspektîfa xwe ya şoreşê li cem gelên li herêmê berê xwe dan pratîka înşakirina siberojeke nû û vê yekê destketiyên girîng anîne. Şoreşa Rojava şoreşeke wisa ye ku di neqeba kaosa Rojhilata Navîn de zîl daye. Lewma jî pêwîst dike ku mirov avaniya fikrî ya îdeolojîk-felsefî ya şoreşê, dînamîkên wê, pêkhateyên wê yên gel, şert û mercên wê, bingehê wê yê pêkhatinê, bi kurtî şert û mercên wê yên objektîf û sûbjektîf hesab bike.
Dikare bê gotin ku Şoreşa Rojava wekî zarokeke ne li ser rêya sîstema serwer a dinyayê hatiye dinê û hêna di dema pitikbûnê de hatiye xwestin ku di nava dorpêça sîstema kapîtalîst a kûrewî û netew-dewletên herêmê de bê fetisandin. Avaniya zihniyetê ya şoreşa Rojava li hemberî sîstema kapîtalîst a kûrewî pozîsyon girtiye. Bi temamî li ser hêza xwe pêş dikeve. Karaktera xwe ya azadîxwaz bi piştgiriya xwe ya ji gelan digire qezenc dike. Bêyî ku bikeve nav nakokiyên berjewendiyên dewletên serwer, bêyî ku bibe aliyek rêya xwe xet kiriye û dimeşe. Ev yek pêşketineke şoreşî ye.
Şoreş li erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûrî ji aliyê hêzên xweparastinê yên ku ji pêkhateyên gelên li herêmê pêk tê hatiye pêşxistin û sînorên erdnîgariya Rojava derbas kiriye. Pêkhateyên gel ên ji Kurd, Ereb, Çerkez, Tirkmen, Asûrî-Suryaniyan pêk hatiye Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) ava kirine, rêveberiyeke xweser saz kirine. Ev yek ji bo çareseriya pirsgirêka Sûrî wekî modeleke ku pêşiyê vedike derketiye holê.
Çavkaniyên Bingehîn ên Şoreşa Rojava
Her çiqasî dîroka pêkhatina Şoreşa Rojava wekî 19’ê Tîrmeha 2012’an hatibe diyarkirin jî bingehê pratîkî yê şoreşê beriya bi dehan salan hatiye danîn. Zanebûna bi dîroka rabirdûyê wekî xetkirina bextê siberojê ye. Ji ber vê yekê pêwîst dike ku mirov bi kurtî jî be li dîrokçeya beriya Şoreşa Rojava binêre.
Erdnîgariya Kurdan bi peymanên Qesra Şîrîn (17’ê Gulana 1639’an), Sykes-Pîcot (29’ê Nîsana 1916’an) û Lozanê (24’ê Tîrmeha 1923’yan) wekî çar parçeyan hat parçekirin û piştî wê ji bo cografyaya Kurdan a di nava sînorên Sûriyeyê de ma ‘Bin Xet’ hat gotin. Piştî pêvajoya şoreşê jî navê Rojava girt. Di dema BAAS’ê de Kurdên li Rojava hem di warê cografîk de hem jî di warê nifûsê de nikarîbûn xwe di nava sînorên Sûrî de îfade bikirana. Bi gelemperî li ba gelê Rojavayê Kurdistanê hişmendiyeke welatparêziyê heye. Di hin beşên dîrokê de li gorî berjewendiyên neteweyî li parçeyên din ên Kurdistanê tevlî berxwedanan bûne. Li Sûrî li dijî mêtingeriya Fransa jî bi awayekî çalak cih girtine. Dîsa bi berxwedanên li Bakur û Başûrê Kurdistanê re eleqedar bûne û bi awayekî fîîlî tevlî jî bûne. Li her devereke Kurdistanê ya ku li dijî mêtingeriyê berxwedan pêş ketiye Kurdên li Rojava teqez di nava têkoşînê de cihê xwe girtine. Tevlî tevgerên çepgir-sosyalîst jî bûne, her wiha li Rojava jî rêxistinên mîna vê hatine avakirin. Di vê demê de mînaka herî watedar di şexsê Osman Sabrî de derketiye holê. Dîsa di warê wêjeya Kurd de Cîgerxwîn di asteke neteweyî de bandor kiriye û ronî kiriye.
Ji bo rêxistinên ji Kurdistana Iraqê, rêxistinên wekî PDK û YNK’ê, bi salan malovanî kirine. Tevkariyên pir girîng ji bo berxwedana Başûrê Kurdistanê kirine. Tevlî van rêxistinan bûne û di nava şer de jî cihê xwe girtine. Mirov dikare mînakên bi vî rengî zêdetir jî bike.
Li cem gelê Rojavayê Kurdistanê hişmendiya kûr a welatparêziyê her tim hebûye. Di nava Rojava de biçûk-mezin gelek rêxistin hatine avakirin. Ji bo fikrên rizgariya neteweyî her tim vekirî bûye. Lêgerînên ciwanên şoreşger jî dewam kiriye. Ronîbûneke cidî dîtiye. Derketina mezin a esasî ya îdeolojîk jî piştî ku têkoşîna rizgariya neteweyî ya li Bakurê Kurdistanê pêşketî nas kir pêk aniye. Ji destpêka salên 1980 û şûn de di serî de ciwanên zanîngehê li seranserî Rojava ciwanên şoreşger-welatparêz di nava PKK’ê de cih girtine û tevlî têkoşîna şoreşgerî bûne. Gelê welatparêz ê Rojava PKK zû nas kiriye, ji hemû partiyan zêdetir li dora PKK’ê kom bûye û bûye tevgera gel a rêxistî. Ev rewş bingehên esasî yên şoreşa niha pêk tîne.
Çavkaniya îdeolojîk a Şoreşa Rojava
Guhertina herî mezin a ku qedera gelê Rojava guhert têkoşîna şoreşgerî ya li Bakurê Kurdistanê ye. Pêla şoreşgerî ya li Bakurê Kurdistanê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve hat veguhestin û gelê Rojavayê Kurdistanê beriiya bi dehan salan îdeolojî û pratîka têkoşîna rizgariya neteweyî nas kir. Ev pêvajo dema ku Rêberê Gelê Kurd Serok Apo ji Bakurê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdiistanê bû û ji wir jî derbasî Lubnanê bû dest pê kiriye.
Di vê demê de li seranserî dinyayê şoreşên gel ên demokratîk û têkoşînên rizgariya neteweyî li pêş in. Di demeke wisa de Tevgera Azadiya Kurd li Rojhilata Navîn vebû. Ev di heman demê de dihat vê maneyê ku têkoşîna şoreşgerî ji bo gelên Rojhilata Navîn jî tê veguhestin. Tevgera PKK’ê li Filistînê di demeke kurt de ji bo xwe di nava rêxistinên Filistînî de bingehekî cidî çêkir. PKK’ê di heman pêvajoyê de di nava Rojava de jî xwe di nava gel de belav kir. Ev yek bi hestyarbûna gelê Rojavayê Kurdistanê ya li beramberî şoreşgeriyê nîşan dide. Di demên piştre de jî gelê welatparêz ê Rojavayê Kurdistanê tevlî nav têkoşîna azadiya Kurdistanê bûye. Ciwanên wê yên şoreşger di nava şerê li dijî mêtingeriyê de bi awayekî çalak cih girtiye û bi hezaran şehîd dane. Heger îro behsa şoreşa Rojava tê kirin, pêwîst e bê gotin ku hişmendiya şoreşê ji zû ve girtibû. Gelê Rojava ya ku bû girseyeke polîtîk û rêxistinî, bi bihara Ereban re firsendên dîrokî baş nirxandiye û rê li ber derketineke şoreşgerî vekiriye.
Sparteka fikrê ya Şoreşa Rojava, ruxmî ku daneheva dîrokî ya rabirdûyê di nava xwe de dihewîne jî derketina wê ya herî girîng a girseyî bêguman şiyarbûna neteweyî ya li Bakurê Kurdistanê ye. Fikra şoreşgerî ya ku li Bakurê Kurdistanê pêş ket di asta neteweyî de bû, xwedî pênaseya welatê mêtingeh bû, xwedî feraseta rêxistinbûna hevpar bû, azadiya çar parçeyên Kurdistanê jî kiribû hedefa xwe û ev yek li gorî hişmendiya welatparêziyê ya li Rojava bû. Sala 1978’an saleke wisa ye ku piştî ku li Bakurê Kurdistanê tevgera PKK’ê derket holê pêla şoreşgerî her çû pêş ket û berbelav bû, dem bi dem wekî şerê çekdarî veguherî û dewleta Tirk hejand. Darbeya eskerî ya faşîst a li Tirkiyeyê pêk hat di ser rêxistinên şoreşgerî re wekî gindorekî derbas bû û gelek ji wan pelçiqandin. Serok Apo ev talûke ji mêj ve dîtibû û ji bo ku têkoşîna azadiya Kurdistanê neyê astengkirin ji Bakurê Kurdistanê derket û derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Darbeya faşîst a eskerî ya 12’ê Îlona 1980 bi pêşbîniyeke mezin beriya wê bi salekê ferq kir û tedbîr girt. Rêber Apo di 2’yê Tîrmeha 1979’an de ji Tirkiyeyê derket, wekî rawestgeha yekemîn a hîcreta li Rojhilata Navîn derbasî Kobanê bû. Ev dihat wê maneyê ku fikrê rizgariya neteweya Kurdistanê di demeke zû de li xaka Rojavayê Kurdistanê bê çandin.
Tevgera Azadiya Kurd li zemînê Lubnanê li gel rêxistinê Filistînê peywendiyên dostaniyê danîn, li cem gel Ereb pirên dostaniyê danîn. Ev yek pêlika destpêkê ya vebûna li Rojhilata Navîn bû. Serok Apo nêzî 20 salan (1979-1998) li zemînê Rojhilata Navîn ma. Ev dem pêvajoyeke wisa ye ku pêwîst e di gelek milan de bê bidestgirtin. Zemînê Rojhilata Navîn hiştiye ku tevgera azadiya Kurd û têkoşîna rizgariya neteweyî ya Kurdistanê ji aliyê derdoreke mezin ve bê naskirin. Sehaya Rojhilata Navîn di serî de xebatên perwerdeya îdeolojîk-teorîk, ji bo xebatên eskerî, siyasî, dîplomatîk bû navend. Ev 20 salên ku Rêber Apo li Libnan û Sûrî derbas kir têkoşîna rizgariya neteweya Kurdistanê gihand asteke navneteweyî. Rojhilata Navîn ji bo têkoşîna azadiya Kurdistanê bi rola biryargeha navendî ya şoreşê rabû. Ev sal di heman demê de salên wisa ne ku hiştiye gelê Rojava rêxistin bibe û şoreşa îro pêk were.
Mijar mijareke wisa ye ku ji çarçoveya Kurdan û Rojavayê Kurdistanê zêdetir pêwîst e di çarçoveya gelên Rojhilata Navîn de bê bidestgirtin. PKK’ê di nava şerê Lubnan-Îsraîlê de, ku sala 1982’yan de pêk hat, cihê xwe li cem gelan girtiye û xwe ispat kiriye. Ji bo piştevaniya gelê Ereb 11 milîtanên PKK’ê di vî şerî de şehîd bûne. Salên piştre ev peywendî û diyalog derketine merheleyeke jortir. Ji bo şoreşa Kurdistanê ji nava gelê Ereb tevlîbûnên yekem pêk hatine. Li gel rûspî, serokeşîrên civakê peywendiyên girîng hatin danîn. Li cem gelên Rojhilata Navîn bingehên jiyanê di van salan de hat danîn. Tişta herî girîng a ku PKK ji rêxistinên din ên Kurdan cuda kir peywendiyên dostaniyê yên li ba gelên din hatin danîn û feraseta wê ya têkoşîna hevpar bû. Serok Apo li ba dewletên Ereb di asta rêveberiyê de peywendiyên dîplomatîk pêş xist. Dema ku mirov van li ber çav digire ji bo gelan wekî destketiyeke girîng derdikeve pêş.
Avabûna rêveberiya xweser a Bakur-Rojhilatê Sûrî û statuya heyî, encameke xebata bêeman e ku di rabirdûyê de hatibû meşandin.
Di encama Komploya Navneteweyî de Rêber Apo ji Sûrî derket, di hevsengiyên siyasî de serûbinbûnek çêbû, sîstema kapîtalîst a kûrewî dest li Rojhilata Navîn werda û di encam de guhertin û veguhertinên cidî çêbûn. DYE êrîşî Efxanîstanê kir û dûvre êrîşî Iraqê kir. Vê êrîşê hilweşandina netew-dewletên ku wekî astengê li pêşiya sîstema kapîtalîst disekinin kir hedef, her wiha ji bo derketina rêxistinên terorî yên Îslama radîkal jî bingeh vekir. Rojhilata Navîn a di hedefa modernîteya kapîtalîst de êdî bi ti şeklî nikarîbû pêsîra xwe ji şer xelas bikira û bû qadeke şer.
Rêber Apo di destpêka salên 2000’î de berê xwe da guhertina paradîgmayî, ku wekî ‘rafînebûna di fikrî de’ îfade dike, û vê yekê rotaya şoreşa îro xet dikir. Mîna ku kaosa li Rojhilata Navîn ji mêj ve didît. Mîna ku destwerdanên li ser Rojhilata Navîn ji mêj ve didît. Rêber Apo di encama komploya navneteweyî de hat girtin û ev di heman demê de dihat wê maneyê ku sîstema kapîtalîst ji bo destwerdana li Rojhilata Navîn pêşiya xwe vekiribû. Derketina ji vê atmosfera tevlîhev û bi şer mêzekirineke nû, hêza fikrê û guhertina zihniyetê pêwîst dikir. Rojhilata Navîn veguherîbû arenaya şer û gelan ji ber cudabûnên xwe yên olî-mezhebî û etnîkî berê xwe didan hev. Ji bo çareserkirina vê, ji bo ku deriyek li azadiya gelan vebibe, ne mimkun bû ku qalibên berê yên fikrê karîbûna kar bikirana. Rêber Apo bi guhertina paradîgmayê hêzeke mezin a a fikrê derxist holê. Ji ber vê yekê guhertina paradîgmayê ne guhertineke ji rêzê ye; tê maneya avabûna zihniyeteke nû. Ev zihniyet di heman demê ji bo pêşketinên şoreşgerî yên li Rojava rû didin çavkanî ne, spartekên bingehîn in ku şoreşê li ser piyan digirin û xalên nîrengiyê ne. Paradîgmaya nû ya ku wê di nava her cure mij û moranê de karibe keştiya gelan li ser avê bide meşandin û xwedî rêberekî wisa yê fikrê ye, hem li dijî miletperestiya netew-dewletê hem jî li dijî modernîteya kapîtalîst di têkoşînê de alternatîfan pêşkêş dike û çareseriyan diafirîne. PKK’ê, di neqeba kaosê ya Rojhilata Navîn de ku Iraq û Sûrî ketine navê, ruşta xwe di warê pratîkî de jî ispat kiriye.
Sparteka Eskerî, Siyasî û Rêxistinî
Heger Rojavayê Kurdistanê li gel peywendiyên xwe yên derve bê bidestgirtin wê sûdmend be. Xwedî taybetmendiyeke wisa ye ku ji şert û zirûfên derve bandor dibe. Rûdanên herêmî di asteke mezin de bandorê li Rojavayê Kurdistanê jî dikin. Destwerdanên siyasî-eskerî yên ji derve li ser herêmê tên dewletan ber bi guhertinê ve dehf didin, rê li ber guhertinên desthilatdariyê vedikin, bandorê li hevsengiyên siyasî dikin. Di nava vê rewşê de ne mimkun e ku bandorê li Rojava jî nekin. Ji ber vê yekê girîng e ku mirov şert û mercên hundir û derve jî li ber çavan bigire.
DYE di sala 2003’yan de bi awayekî eskerî mudaxeleyî Iraqê kir, rejîma li Iraqê rûxand, Sedam bi dar vekir. Vê yekê rê li ber neqebeke mezin a kaosê û atmosfereke şer vekiriye. Bêîstîqrariya siyasî, ekonomîk, nediyariya siberojê Iraq ber bi helezoneke mezintir a şîdetê ve dehf daye. Wekî encama atmosfera şer, rêxistinbûna çete ya DAÎŞ’ê li Iraqê teşe girt, di havîna 2014’an de di carekê de derket holê, bi awayekî lez belav bû û di nava demeke kurt de li Iraq û Sûrî di asteke ne kêm de fireh bû. DAÎŞ, a ku bi qetlîamên xwe yên hov ve ket rojeva cîhanê, herî zêde jî berê xwe da Kurdan. Civaka Êzidî ya li Şengalê di qirkirinê re derbas kir. Ji ber ku qetlîamên komî pêk anîn û bû sebeba koçberiyên komî hema hema gel bi giştî neçar ma xakên xwe biterikîne. Hêzeke sînordar a gerîlayên PKK’ê ya ku xwe gihand Şengalê û çendek însanên ji nava gel li ber xwe dan û pêşî li qirkirineke mûtleq girtin. Bi vî rengî Şengal bi temamî neket bin kontrola çeteyên DAÎŞ’ê.
Qadeke din a ku DAÎŞ’ê berê xwe dayê jî cografyaya Sûrî û bi taybet jî Rojava ye. Yek ji qadên ku DAÎŞ’ê bi hemû hêza xwe ve êrîş kirê jî Kobanê bû. Di nava tevlîheviya şerê navxweyî yê Sûrî de ji ber otorîteya dewleta navendî rûxiya valatiyek çêbû û nêzîkatî ew bû ku ev valatî bi çeteyên DAÎŞ’ê ve were tijîkirin. Heger Rojava bibe hedefa êrîşên DAÎŞ’ê di vê de rola bêyom a dewleta Tirk heye. Polîtîkaya dewleta Tirk a ji bo Sûrî li ser esasê rûxandina rêveberiya Esad hatibû avakirin û ji bo vê jî hêna ji destpêkê ve piştgirî da komên çete-muxalîfên rejîmê. Heta Nûnerên Rojavayê Kurdistanê jî vexwendin Enqerê û li wir ji wan xwest ku ji bo van polîtîkayan xizmetê bikin. Dema ku ji Kurdan encama dixwest nikarîbû bi dest bixista wekî stratejiya esasî êrîşa li ser Kurdan û wekî dijmin îlankirina Kurdan da ber xwe. Dewleta Tirk hêviya xwe bi êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser Kobanê ve girê dabû. Bi berxwedana Kobanê hêza êrîşê ya DAÎŞ’ê hat şkandin. Bi vê yekê DAÎŞ’ê piştî derketina xwe yekemîn têkçûna xwe ya cidî li Kobanê dît û vê yekê di gelên herêmê de hêvî ava kir. Ji ber ku çanda berxwedanê ya bi şoreşa Rojava pêş ket hemû gelan digire nava xwe vê yekê pêşketineke girîng a pratîkî jî bi xwe re aniye.
Di pêkanîn û parastina şoreşa Rojava de roleke girîng a paradîgmaya çareseriyê û rêxistinbûna gel heye. Heger çar aliyên wê ji aliyê dijberên şoreşê ve hatibe girtin û ruxmî ku di dorpêça hêza dijmin de ye jî li ser piyan dimîne, ev yek encama wan destketiyan e ku beriya şoreşê qezenc kiribû. Êrîşên dewleta Tirk û DAÎŞ’ê, nêzîkatiyên berjewendîperest ên DYE, Rûsya, Îran û Şamê, helwesta dijminane ya PDK’ê û hevkarên ENKS’ê yên ku dixwazin şoreşê ji hundir ve birûxînin bênavber dewam dikin û her tim êrîş dikin. Heger şoreşa Rojava ruxmî vê jî nehatibe rûxandin, sedem ew e ku hêza xwe ji daneheva xwe ya dîrokî digire.
Di roja me de stratejiya dewleta Tirk a ku ji atmosfera şer sûdê digire bi temamî li ser esasê dijminatiya Kurdan e. Di polîtîkaya hundir û derve de Kurdan wekî dijmin îlan dike, êrîşî her deverê dike û bi vî rengî ji bo xwe qadên siyasî, eskerî, dîplomatîk, ekonomîk vedike. Di dijminatiya Kurdan de gihiştiye asteke ku sînoran nas nake. Li dijî hêzên gerîla tevî çekên kîmyewî her cure teknolojiya pêşketî û teknolojiyên şer ên nûjen bi kar tîne. Êrîşên li dijî gel li erdnîgariyeke berfirehtir belav dike û li her devera ku Kurd lê hene êrîşan dike. Gelê Mexmûr, Şengal û Rojava rojane di hedefa êrîşan de ne. Tevî jin û zarokan gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Ruxmî ku bi van êrîşan re hiqûqa navneteweyî bin pê dike jî li pêşiya wê ti astengî nayên danîn. Ev yek jî nîşan dide ku gelê Kurd û lewma Şoreşa Rojava bi talûkeyeke çiqasî mezin re hevrû ye, di nava rewşeke man-nemanê de têkoşîna jiyanê dimeşîne. Ruxmî hebûna gelek hêzên ku hewl didin şoreşê asteng bikin, li pêşiyê bisekinin, vala derxînin û birûxînin jî yekane hêza ku têkildarî çareseriya pirsgirêkan xwedî fikr e dîsa Kurd in. Perspektîfa Rêya Sêyemîn a ku Rêber Apo kiriye têgîn, ji bo pirsgirêkên herêmê bûye mifteya çareseriyê. Şoreşa Rojava jî hêza xwe ji vê perspektîfê digire.
Di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de di qada eskerî de serketinên girîng hatin bidestxistin. Girîngiyê dide têkoşîneke li ser esasê Şerê Gel ê Şoreşgerî. Ev yek jî nîşan dide ku xwe gihandiye hêzeke têkoşînê ya demdirêj. Li şûna ku di warê eskerî de girêdayî derve bibe, stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî xistiye meriyetê, pişta xwe bi gelên herêmê xurt kiriye. Ev yek ji bo Rojava tê wê maneyê ku bûye xwediyê berxwedaneke mezin.
Heger rewş hinekî din şênbertir bê bidestgirtin, daneheva dîrokî ya rabirdûyê esasê şoreşa Rojava ye. Ji van ya yekemîn, binesaziya îdeolojîk e. Paradîgmaya wê xwedî hêza çareseriyê ye. Ya duyemîn, girseyên gel rêxistî ne û têkoşîn xwe dispêre hêza cewherî. Ya sêyemîn, kadroyên ku ji bo şoreşê pêşengiyê dikin xwedî daneheva siyasî-eskerî ne, xwedî ezmûn û tecrûbeya pratîkî ne. Hebûna van hersê xisûsên bingehîn diyarker bûne. Ji firsendên ku bi awayekî çalakî û fikrî derketine holê sûd girtiye û statuya îro bi dest xistiye.
Xisleta Demokratîk a Şoreşa Rojava
Şoreşa Rojava li milekî hewl dide di nava atmosfera şer de ku bi êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dewam dike xwe biparêze, li milê din jî hewl dide xebatên înşaya civakî paralelî vê bimeşîne û şoreşê mayinde bike. Xisleta herî bingehîn a şoreşê ew bûye ku xwe spartiye hêza xwe ya cewherî. Li gorî şert û mercên xweser fikrên guncav afirandine û karîbûye pêk bîne. Di navbera gelan de karîbûye hevkariyê ava bike, piştevaniyê pêş bixîne û yekîtiya hêzê biafirîne. Karîbû organên xwerêveberiyê ava bike û xweparastinê pêş bixîne. Karîbû di çarçoveya dersên dîroka şoreşên cîhanê de paradîgmaya nû bixe meriyetê. Karîbû rêveberiya gel a demokratîk a ku dewletê danayne pêşiya xwe û îradeya gelan derdixîne pêş esas bigire. Karîbû nûnertiyeke wisa ya jiyana hevbeş bike ku avaniyên etnîkî û baweriyên olî bi hev re bijîn. Rengên civakî yên ku wekî nakokiya herî esasî ya Rojhilata Navîn lê hatiye, di binê heman sîwanê de tevî xweserî û taybetmendiyên wan, dikarîbû ew qebûl bikirana û li dora nirxên hevpar bigihandana hevdu. Wekî kombûna van pêşketinan hemûyî, karîbû biketa nav hewldana avakirina Neteweya Demokratîk. Ji ber vê yekê pênaseya Neteweya Demokratîk ji bo Rojavayê Kurdistanê têgîneke wekî mifteyê ye. Ev pêşketin hemû jî li dora têgîna Neteweya Demokratîk tên hûnandin.
Ferqa wê ya ji tevgerên şoreşgerî yên tên zanîn ew e ku paradîgmaya wê dikare li gorî şert û mercên şênber ên roja me bê guncandin. Belkî jî xisleta wê ya herî bingehîn ev be. Ew û têkoşînên rizgariya neteweyî yên klasîk ên endeksî şoreşên sosyalîst hatine kirin pir naşibin hev. Ne têkoşîneke wisa ye ku tenê xwe dispêre yek neteweyê. Ji vê wêdetir, bi pêkhateyên xwe re jiyaneke hevpar ava dike û li ser eksenê xwe yê têkoşînê cudatiyan dide rûniştandin. Ev yek guhertineke mezin e. Têkoşîna ku xwe dispêre tenê yek neteweyê ne mimkun e ku li Rojava karibe serketinê bi dest bixe, her wiha ev yek di konjonktura siyasî ya herêm û dinyayê de jî pir mimkun xuya nake. Ji ber vê yekê pêwîstî bi zihniyeteke nû ya ku dikare gelan bigihîne hev heye. Felsefeya şoreşa Rojava ew e ku mîna beriya dewletê civakên xwezayî bi hev re dijiyan; nasname, bawerî, çanda qedîm a gelên Rojhilata Navîn, yanî bi kurtî rehendên pêwîst ên ji bo neteweya demokratîk pêwîst li ser bingehê zanistî ji nû ve bê şîrovekirin, bi şeklê civaka bêyî dewlet bê guncandin û civaka demokratîk înşa biike.
Yek ji xisletên wê yên herî girîng ew e ku karaktera şoreşê civaka demokratîk e. Demokratîkbûna ku reel sosyalîzmê nikarîbû bi ser bixista dike xerca (cabila) înşaya civakî.
Piştî hilweşîna reel sosyalîzmê, di nava tevgerên şoreşgerî yên cîhanê de di warê fikrî de alozî çêbû û vê yekê têkoşînên şoreşgerî qetûbir kir (sekte xwar). Tevgerên şoreşgerî, ku li ser însafa dinyaya yekqutbî mabûn û tê de hikma serweriya sîstema kapîtalîst hebû, di warê pêşengiyê de ketibûn nav qeyranên ciddî. Partiyên karkeran, komunîst, çepgir-sosyalîst ketibûn nav krîzeke cidî ya îdeolojîk. Hin partiyan xwe ji nû ve ava kirin, lê hin partî jî ji hev belav bûn. Nêzîkatiyên îdeolojîk, vebûnên teorîk ên ku karibin pirsgirêkên civakî çareser bikin, ji bo têkoşîna şoreşgerî rotayên nû xet bikin pir zêde derneketin holê. Ji ber ku pergala reel sosyalîst di encama krîzên kûr ên siyasî-ekonomîk de parçe bû û belav bû, ji bo tevgerên şoreşgerî pêwîstî bi teoriyeke nû hebû. Ji fikrê heta çalakiyê hema di her mijarê de pêwîstî bi stratejî û taktîkeke nû hebû. Ne tenê di asta cîgayî û herêmî de, pêwîstî bi paradîgmayeke wisa hebû ku karibe di asta kûrewî de rê nîşan bide. Paraznameyên ku Rêber Apo li Îmraliyê pêş xistin wekî berhemê vê lêgerîna nû teşe girtin. Şoreşa Rojava qûtên xwe yên îdeolojîk ji paraznameyên Rêber Apo digire.
Ji bo pirsgirêkên tewtewe yên Rojhilata Navîn, nakokiyên wê yên civakî, problemên wê yên ji ber netew-dewletê, vekirîbûna wê ya li beramberî destwerdanên derve heta êrîşên sîstema kapîtalîst, ji bo ku ji halê wê yê kaosê re çareserî bê dîtin û derketina ji vî halî mimkun bibe, Rêber Apo bername û projeyên jiyanî danîne holê. Heger çareseriyên demokratîk nehatana afirandin îro belkî jî me yê nikarîbûya behsa şoreşa Rojava bikira. Ji ber vê yekê dikare bê gotin ku şoreşa Rojava li gorî tevgerên din ên şoreşên cîhanê îstîqameteke cuda şopandiye û wisa pêş ketiye. Di nava xwe de têkoşîna rizgariya neteweyî jî dihewîne û dikare wekî şoreşa demokratîk û heta çandî jî bê pênasekirin. Pêvajoyeke nû ya şoreşî ye. Pêwîst e bê diyarkirin ku ne şoreşeke wisa ye karibe li ser qalibên klasîk ên şoreşê bê rûniştandin. Xwedî têkoşîneke wisa ya civakî ye ku di dîrokê de mînakên wisa yên rûdayî tine ye. Her çiqasî hêna di asta tê xwestin de bi sazî nebibe jî, bi pergal nebibe jî, ji aliyê navneteweyî ve statuya wê nehatibe qebûlkirin jî rewşa fîîlî xwedî xisletên wisa yên neteweya demokratîk e ku îlhamê dide gelên bindest ên cîhanê.
Vebijêrka demokrasiyê ji bo gelên li Rojava pêwîstî ye. Girîng e ku têgîna demokrasiyê ji nû ve bê şîrovekirin û wekî çîmentoya ku gelan digihîne hev fonksiyonel bibe. Xulase, paradîgmaya ku Rêber Apo wekî demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê îfade kir rêberê fikrî yê şoreşa Rojava ye. Di nava atmosfera Rojhilata Navîn de ku bi nakokî û şer barkirî ye, pêkhatina pêşketineke wisa ya şoreşgerî ji bo gelên bindest û mêtingeh di her warî de dibe mînak. Naveroka demokratîk a şoreşê garantiya şoreşê ye.
Li Rojhilata Navîn bêîstîqrariya siyasî serweriya xwe didomîne, netew-dewlet bi polîtîkayên bêçareseriyê ve bêîstîqrariyê heyî kûrtir dikin. Dema ku li ser van êrîşên hêzên kûrewî jî zêde dibin halê şer bi rengekî bênavber dewam dike. Li gel hebûna netew-dewletê û mudaxeleyên derve û şerên wesayetê, hebûna cudatiyên civakî jî wekî hinceta şer tê nîşandan û ev yek derketina şoreşgerî ya gelan zehmet dike. Hêzên ku ji nakokî û şer sûdê digirin her tim êrîş dikin û şer geş dikin û bi genên civakê dilîzin. Ev sebebên herî bingehîn ên kaosa Rojhilata Navîn in. Ji nava vê atmosfera krîzê derketina bi rêka vebijêrka demokrasiyê, demokrasî dana dawerivandin, ew bi gewde kirin pir girîng e. Ji bo ku terzê jiyana kevneşop a çandên bicihbûyî, avaniya eşîrî ya civakê, nasname û baweriyên wan, bi kurtî aîdiyetên wan li ber çav bên girtin û çareserî bê afirandin, pêwîst e têgîna demokrasiyê rast were pênasekirin û nava wê bê tijîkirin. Sir û raza serketina îro ew e ku şoreşa Rojava biryara xwe ji bo rêbaza demokrasiyê daye. Hemû cudatiyên civakî, nasname, bawerî, yekparebûna xaka Sûrî li ber çav girtiye, hewl daye li gel rêveberiya Sûrî pirsgirêkan bi rêka demokratîk çareser bike. Vê yekê pêşî li atmosfera şer girtiye. Heger li gorî şerê li seranserî Sûrî erdnîgariya Rojava zêdetir xwedî îstîqrarê be sedema wê ji ber vê atmosfera xweşbîn a demokratîk e.
Şoreşa Rojava Şoreşa Jinê ye
Yek ji xisletên din ê girîng ê şoreşa Rojava ew e ku şoreşa jinê pêk aniye. Jin di navenda hemû pêşketinan de cih digire. Hêza herî çalak û bingehîn a veguherîna civakî bêguman jin in. Jina Rojhilata Navîn bi qasî ku bi ti demê re nikare bê qiyaskirin bi şoreşa Rojava re pêş ketiye. Têkoşîna cinsî ya ji bo wekheviya cinsiyetê daye meşandin, îdîa û biryardariya hebûna di her qada jiyanê de, mafê nûnertiya wekhev, di nava têkoşîna jinê de destketiyên ku dikarin ji bo cîhanê bibin mînak bi dest xistine. Li Rojhilata Navîn a ku zihniyeta zilamserwer lê reh û rîşên xwe berdane, destketiyên ku jinê li Rojava bi dest xistine bi serê xwe pêşketineke şoreşî ye. Têkoşîna jinê ne tenê ji bo jinê, ji bo ku pergala demokratîk a li ser eksena jinê pêş bikeve, di veguherîna civakê de pêşîkêşî kiriye û lez daye şoreşê. Hebûna jinê ya di şoreşê de ji ber vê sedemê ye ku şoreş xwe dispêre azadiya jinê.
Di şoreşê de nûnertiya jinê xwe dispêre pergala hevserokatiyê. Pergala hevserokatiyê di nava partiyên karkeran ên bi navenda rojava de derketiye holê. Ruxmî ku mafekî wisa yê nûnertiyê ye jî niha tekane cihê ku mafê nûnertiya wekhev li her qada civakê belav kiriye û pêk aniye Rojavayê Kurdistanê ye. Pergala hevserokatiyê di her qada jiyanê de, di hemû organên rêveberiyê de, di hemû qadên pratîkî de bûye rêgeza bingehîn a jiyanê.
Bi rastî jî di nava tevgerên şoreşê yên cîhanî de ti tecrûbeyeke wisa tine ye ku jinê ewqasî bide pêş, ji bo pêşketina jinê zemînê amade bike û têkoşîna azadiya jinê di navenda şoreşê de bide rûniştandin. Yekîneyên çekdarî yên jinê li ser bingehê artêşbûna jinê hatin rêxistinkirin û di hemû sengerên şer de cih girtin. Ev jî yekemîneke din a şoreşa Rojava ye. Jinên ku hêza xwe ji paradîgmaya azadîxwaziya jinê girtin, di her qadê de xweseriya xwe parastin, xwe li dijî zihniyeta baviksalarî rêxistin kirin û ji bo şoreşê bûn mîna darê piştê. Ev yek ji bo têkoşîna azadiya jinê destketiyeke mezin e. Şoreşa Rojava bi milê xwe yê azadiya jinê ve ji bo jinên şoreşger ên dinyayê bûye tecrûbeyeke girîng û her wiha bûye sengereke têkoşîna cinsî.
Xisletê Enternasyonal ê Şoreşê
Rehendê piştevaniya navneteweyî ya şoreşa Rojava xisûsekî wisa ye ku divê bi girîngî bê diyarkirin. Ji nû ve ruh bi enternasyonalîzmê ketiye. Şoreşa Rojava ji bo tevger û şoreşgerên şoreşên cîhanê bingehekî nû yê piştevaniyê ava kiriye. Şoreşa li Rojava şoreşgerên ji gelek welatan ber bi xwe ve kişandiye. Dikare bê gotin piştî hilweşîna reel sosyalîzmê li qada navneteweyî hêviyeke şoreşgerî ava kiriye. Dema ku karakter, armanc û hedefên Şoreşa Rojava li ber çav tê girtin, ji bo têkoşînên rizgariya neteweyî û tevgerên gel ên şoreşgerî rêyeke nû pêşniyar dike. Xwe ji şerên ku xwe dugêsînî dikin, fikrên dogmatîk pak kiriye, bi qasî ku modernîteya kapîtalîst dahûrandiye bi rexneyî nêzî Marksîzmê jî bûye û perspektîfeke nû ya têkoşînê ya ku di sosyalîzma zanistî de israr dike ava kiriye. Bi qasî destketiyên pratîkî yên şoreşê, bi pêşniyarên teorîk-îdeolojîk ji bo tevgerên şoreşgerî yên dinyayê jî tevkariya fikrî dike. Ji bo ku tevgerên şoreşgerî karibin ji tecrûbeyên pratîkî yên şoreşê sûdê bigirin Şoreşa Rojava bi qasî ku bi rola dibistanekê rabe bûye xwedî ezmûn û danehev.
Şoreşgerên enternasyonal ji pratîkên borî yên piştevaniya enternasyonalîst ders derxistine, li ser esasê perspektîfa demokrasiya neteweyî û kûrewî li hev kom bûne, bi awayekî pratîkî tevlî şoreşa Rojava bûne, di her astê de ketine nava xebatên pratîkî û bedel dane. Ne tenê tevlîbûna nava şoreşê, her wiha ji tecrûbeyên pratîkî yên şoreşê sûd girtine û berpirsiyarî li xwe girtine ku ezmûnên têkoşînê ji bo gelên xwe veguhezînin. Pir girîng e ku têkoşîna şoreşgerî di nava gelan de rê li ber atmosfera piştevaniyê veke û fikrê demokrasiya kûrewî di nava gelên cîhanê de belav bibe. Tifaqên stratejîk ên şoreşê bi rengekî pir cudatir tên avakirin û ev jî yek ji xisletên karakterîstîk ê Şoreşa Rojava ye.
Destkeftiyên Şoreşê
Xweparastin
Xweparastin, yek ji destketiyên sereke ye. Pêwîst e karaktera şoreşgerî ya rewşa li Rojava bi gelek milên wê ve bê bidesgirtin. Li Rojava şoreş di merheleya destpêkê de ye û hêna kevir tam bi cih nebûne. Xisûsa herî girîng a ku divê beriya her tiştî li ser bê sekinandin parastin û pêşxistina xweparastinê ye. Ji tinekirina dewletê zêdetir, ruxmî dewletê jî dikare xwe bi rê ve bibe û xwe biparêze. Ev rewş di heman demê rewşeke li gorî paradîgmaya şoreşa Rojava ye. Ev rewş tersî feraseta şoreşa klasîk e; pêwîstiya nêzîkatiyeke wisa ya îdeolojîk e ku di Rojava de bêyî ku dewletê hemûyî tasfiye bike, rola dewletê biçûk dike û civakê derdixîne pêş. Li gel dewleta Sûrî di astên cuda de pirsgirêk hene û di vê mijarê de hêna lihevkirineke wekî tê xwestin pêk nehatiye. Pêwîst dike ku bi armanca domandina hebûna xweseriya fîîlî rê û rêbaz bên dîtin, wekî hebûn bê qebûlkirin û garantîkirin. Qebûlkirina statuya xweseriyê jî, ku gel li ser bingehê pîvanên demokratîk siberoja xwe tayîn dikin, wê bi dewletê jî guhertina demokratîk bide kirin.
Di vê merheleyê de ku pêvajoya şoreşê dewam dike, destketiyên heyî qet ne biçûk in. Ruxmî ku di warê ewlekariyê de rîskên wê hene, hewldanên êrîş û dagirkeriyê yên dewleta Tirk dewam jî dikin xebatên înşaya şoreşê di her qadê de didome.
Di pêvajoya Şoreşa Rojava de ji bo ku şoreş bi sazî bibe, rêveberiya xweser ava bibe û bibe îradeya gel gavên girîng hatine avêtin. Di serî de hêzên asayîşê, yên ku ewlekariya hundirîn pêk tînin, hêzên xweparastinê yên mîna YPG-YPJ-QSD, di parastina gel û destketiyên şoreşê de bûne xwedî performanseke serketî. Qada eskerî jî tecrûbe qezenc kirine û bûye hêzeke parastinê ya têkûztir. Di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de ruşta xwe ispat kiriye. Avaniya QSD’ê ya ku hêza koalîsyona navneteweyî wê wekî muxatab digirin û pê re hevpar dixebitin, ji bo ewlekariya herêmê bi roleke girîng rabûye. Di mijarên rêveberiya xweser û xweparastinê de tecrûbeyên girîng girtine. Hişmendiya xweparastinê girtiye û li ser vî bingehî wekî gel parastina xwe pêş dixîne. Ev yek tê wê maneyê ku mafekî xwe yê ji bûyînê bi kar tîne. Di nava atmosfera şer de mafê xwe yê parastinê dewrî hêzên din nekir, bi xwe bi kar anî û xwe di qada eskerî de bi rêxistin kir. Ev yek desketiya herî girîng a gelan e.
Rêxistinbûna xweparastinê ya gelan, xweparastina gelan gel ji qirkirineke mûtleq xelas kiriye. Rêxistinbûna xweparastinê mijareke çiqasî heyatî ye di Şoreşa Rojava de hatiye ispatkirin. Li holê ye, dewleta Sûrî ya ku nikare xwe biparêze wê nikaribe gel biparêze. Girîngiya ezmûna xweparastinê ji bo gelên ku bi Kurdan re heman qederê parve dikin û bi hev re dijîn careke din hatiye peyitandin. Ti zindiyek nikare ewlekariya xwe teslîmî hebûneke din bike. Dema ku mijar gel bin girîng e ku karibin li ser bingehê parastina rewa xwe biparêzin. Li Sûrî, ku otorîteya dewletê hejiyaye, di sala 2014’an de DAÎŞ’ê êrîş kir û li beramberî vê gel û xak hatin parastin, pêşî li qetlîamên muhtemel hatin girtin. Ev bi xwe jî destketiyeke girîng e. Berxwedana Kobanê bi serê xwe wekî mînaka berxwedana bêhemta derbasî dîrokê bû. Ne tenê li erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûrî, têkoşîneke ku li giştî Sûriyeyê DAÎŞ’ê bi dawî dike hatiye meşandin.
Li gel destketiyên dîrokî di qadên siyasî, rêxistinî û dîplomatîk de jî qederek gav hatine avêtin.
Xwerêveberî
Şoreşa Rojava ya ku avakirina dewletê nake armanc, pergala modela xwe ya rêxistinbûna neteweya demokratîk ava dike, saziyên wê karîger dike û gihandiye statuyeke diyar. Bêguman, destketiyên girîng in. Ji perwerdeyê heta xizmetên tenduristî û binesaziyê, xebatên ku pêdiviyên gel dibersivînin tên meşandin û hatiye halekî ku karibe xwe bi xwe bi rê ve bibe. Ev yek ji alî ve desketiyek e.
Derbaskirina elimandinên jiyanê yên gel, xisletên ferd û civakê yên ku ji aliyê netew-dewleta Sûrî ve hatine çêkirin, rûniştandina modela nû ya rêxistinbûnê demê pêwîst dikin, wê demê bixwin. Li erdnîgariyê li şûna otokrasiya rejîma BAAS, demokrasî tê avakirin. Bi vê re li hemû qedemeyên rêveberiyê pergala hevserokatiyê ket meriyetê. Ev wekî feraseta rêveberiyê û terzê rêveberiyê yê nû pratîze dibe. Pêşketina erka siyasî û xebitîna saziyan di her milî de modeleke nû ye. Vê modelê di nava atmosfera şer de teşe girtiye û ji aliyê pêkhateyên gel ve hatiye qebûlkirin. Avaniya wê ya siyasî xwe dispêre avaniyeke wisa ya rêveberiyê ku li ser esasê rêxistinbûna berwarî (ufqî, horizontal) ye, li ser bingehê esasên demokratîk dixebite û nûnertiya wê meclîsa demokratîk dike.
Desketiya herî mezin a siyasî ya Şoreşa Rojava ew e ku organên xwerêveberiyê ava kirine. Pêkhateyên gel hewl didin li ser esasê komun û meclîsan xwe bi rêxistin bikin û yekser tevlî pêvajoya siyasî bibin. Ev yek rewşeke nû ye. Xweseriya demokratîk xwe di nav gel de rêxistin dike. Modela rêveberiya xwecihî bi awayekî pratîkî dikeve meriyetê. Gelek qadên xebatê hêna di dema xwe ya çarpîka de ne. Pêwîst dike ku serketina di şoreşa Rojava de hatiye bidestxistin li ser civakê biteyise, bandorê li jiyana civakê bike û rê li ber guhertineke siyasî veke. Bêguman, hêna di gelek qadan de pir xisûsên ku divê werin pêşxistin hene. Meclîsa gel a demokratîk a ku hatiye avakirin wekî rêveberiya jorê di asta tê xwestin de hêna tam karîger nebûye. Her çiqasî wisa jî be di cewher de wekî modela rêveberiya demokratîk fonksiyonel e. Meclîsa xweser a Bakur-Rojhilatê Sûrî di vê maneyê de ezmûneke girîng e. Pêkhateyên gel ên ku ji bo şoreşa Rojava darê piştê ne, biryar li ser mekanîzmayeke wisa ya siyasî dane ku ji avaniyeke navendî zêdetir xwe dispêre xwerêveberiyê, ku li herêman fonksiyonel e. Li derveyî avaniya dewletê wekî mekanîzmayeke nû ya rêveberiyê xwe rêxistin dike.
Dîplomasî
Li qada navneteweyî teyisandina pêvajoya şoreşê, zêdekirina xebatên dîplomasiyê, ji bo Rojavayê Kurdistanê pêşketineke girîng e. Xebatên dîplomasiyê bi qasî ku zêde ne her wiha bûye xebateke berbelav jî. Bi taybet têkoşîna li dijî rêxistina çete ya bi navê DAÎŞ’ê, serketina hatî bidestxistin ji aliyê gelên cîhanê ve bi teqdîr tê pêşwazîkirin. Ji Rûsyayê heta DYE’yê, ji gelek paytextên Ewropayê li beramberî Şoreşa Rojava eleqeyeke mezin pêş ketiye. Şande bi şeklekî beramber serdana hevdu dikin û di warê dîplomasiyê de çûnhatineke zêde heye. Lê nikare bê gotin ku eleqeya dîplomatîk a tê nîşandan bi têrkerî li sehaya pratîkî tê teyisandin. Heger îro statuya heyî ya Şoreşa Rojava ji aliyê paytextên navborî ve bi awayekî fermî nehatibe qebûlkirin divê lêpirsîna vê rewşê bê kirin. Şandeyên dîplomatîk ên Rojavayê Kurdistanê li paytextên cîhanê bi merasîmên fermî tên pêşwazîkirin, feqet heman dewlet xwe nêzî qebûlkirina hebûna Şoreşa Rojava û statuya heyî ya li Rojava nakin. Ev yek jî bêsamîmîbûna wan dide nîşandan. Peywendiyên siyasî, hewldanên dîplomatîk li ser esasî naskirina şoreşê pêş nakevin. Dewleta Tirk rojane gefan li Rojava dixwe, lê li beramberî vê piştevaniyeke ku karibe êrîşên îşgalê bisekinîne, dewleta Tirk ji vê biqerîne tine ye. Ev yek ji nebesiya hewldanên dîplomatîk zêdetir nêzîkatiya sîstema kapîtalîst a li beramberî şoreşa Rojava nîşan dide.
Li şûna dîplomasiya Kurdê hevkar, dîplomasiya gelê Kurd dema ku PKK li Rojhilata Navîn vebû dest pê kir. Dîplomasiya Rojava tê vê maneyê ku heman xeta îdeolojîk bi rengekî din tê domandin. Çareseriya pirsgirêka Kurd xwedî bandoreke wisa ye ku dikare ji kûranî bandorê li rûdanên herême bike û heta wan diyar bike. Ji ber vê yekê pirsgirêkeke wisa berfireh e ku dikare berjewendiyên sîstema kapîtalîst a kûrewî jî bihejîne. Di maneya giştî de pirsgirêka Kurd ji ber ku pirsgirêkeke berfireh e û rehendên şoreşa Rojava jî derbas dike, divê dîplomasiya Kurd ji parçeyekî zêdetir di nava giştî û yekparebûnê de bigire dest. Wekî çawa tenê parçeyekî Kurdistanê eleqedar nake, her wiha dîplomasiya tenê di asta parçeyekî de jî zêde encamê nade. Xebatên dîplomasiyê yên Şoreşa Rojava ji xebatên di xweseriya Rojava de wêdetir pêwîst e karibe bikeve nav peywendiyên dîplomatîk ên ku berjewendiyên giştî yên gelê Kurd temsîl dike. Di nava 10 salên şoreşê de peywendiyên eskerî û siyasî hatin danîn û pêşxistin. Her çiqasî ji encama tê xwestin dûr jî be dîsa jî di asta muxataban de peywendiyên girîng hatine danîn.
Perwerdeya Bi Zimanê Dayikê
Yek ji nîşaneyên herî mezin a şoreşê jî ew e ku pergala perwerdeyê ji nû ve hat avakirin. Avakirina pergala perwerdeyê, cara yekemîn pêkanîna perwerdeya bi zimanê dayikê, ruxmî hemû neyênîbûnan û nebesiyan jî gihiştiye astekê. Her çiqasî ne asteke têrker be jî di vê mijarê de hewldan û israr dewam dikin. Ji ber ku dewleta Sûrî zimanê Kurdî wekî zimanê fermî yê perwerdeyê qebûl nekir zimanê Kurdî tenê wekî zimanê axaftina rojane maye. Eşkere ye, zimanê dayikê yê Kurdî dema ku wekî zimanê perwerdeyê bê bikaranîn wê di merheleya destpêkê de zor û zehmetiyan bi xwe re bîne. Ji naveroka dersan heta mamosteyan, heta avaniyên fîzîkî yên dibistanan gelek nebesiyên teknîkî derketine holê. Xebatên perwerdeyê di nava merheleyên zor û zehmet re derbas bûne û heta roja me hatine. Di rewşa heyî de ji dibistanê heta zanîngehê perwerde bi zimanê dayikê hatiye dayîn. Ev yek pêşketineke girîng e. Li gel van hemûyan pêwîstî pê heye ku wesfê perwerdeyê zêdetir bê bilindkirin.
Li Rojavayê Kurdistanê avakirina pergala perwerdeya Kurdî ji bo parçeyên din ên Kurdistanî jî destketiyeke cidî ye. Gelê welatekî mêtingeh û parçebûyî cara yekemîn bi zimanê dayikê perwerdeyê dibîne. Ev yek ruxmî hemû kêmasî û nebesiyan jî destketiyeke cidî ye. Ziman û çanda Kurdî ji zihniyeta qedexeker a netew-dewletên serwer xelas bibe ev ê di çareseriya pirsgirêka Kurd de gaveke girîng be. Gelê Kurd karibe bigihêje azadî û mafên xwe yên demokratîk, pirsgirêka xwe ya nasnameya etnîkî çareser bike ev ê di asta herêmî de bandorê bike.
Di çarçoveyeke berfireh de saziyên perwerdeyê hatine avakirin. Bi taybet jî li ser perwerdeyên gel bi girîngî tê sekinandin. Akademiyên gel bi awayekî berbelav dixebitin. Di van saziyan de ji her temenî însan perwerdeyê dibînin û lewma jî ji bo ku hişmendiya demokratîk berbelav bibe xwedî rol û fonksiyoneke girîng in. Akademiyên xweser ên jinê, akademiyên ciwanan, akademiyên eskerî bi heman şeklî tevkariyê bi hişmendiya civakî re dikin. Ji bo ku hişmendiya civaka demokratîk bê qezenckirin, çanda wê bê girtin akademî xwedî roleke diyar in. Armanca akademiyan tenê ne ew e ku fêrî hin agahiyan bikin. Ji perwerdeyeke teorîk wêdetir ji bo avakirina fikrê ye, ji bo ku xitimandinên şoreşê yên di qada pratîkî de derbas bikin hatine avakirin. Her çiqasî gelek sazî di nava xwe de xebatên perwerdeyê dimeşînin jî akademiyên gel hemû xebatkaran bi navberên diyar di dewreyên perwerdeyan re derbas dike.
Li Rojavayê Kurdistanê di van mijaran de destpêkeke girîng çêbûye. Ziman û çanda Kurdî ya ku li dijî qedexe û asîmîlasyonê li ber xwe da di Rojava de bi serbestî tê bikaranîn. Qeyd û zincîrên li neteweya Kurd a mêtingeh hatibûn xistin hatine parçekirin. Li Rojavayê Kurdistanê avakirina siberoja xwe ya demokratîk û azad ji bo giştî Kurdistanê jî desketiyeke mezin e.
Pergala Aboriyê ya Ne Li Ser Bingehê Karê
Ji bo ku destketiyên şoreşê bên parastin divê şoreş di warê aboriyê de karibe têra xwe bike. Pêwîst e girêdayî derve nebe. Pêwîst e çavkaniyên xwe yên ekonomîk bi rengekî berhemdar bi kar bîne, pişta xwe bi hêza xwe girê bide û li gorî vê polîtîkayên guncav biafirîne. Jêneger e ku ji hilberandinê heta îstîhdamê pirsgirêkên herî bingehîn çareser bike. Perspektîfa ekonomîk a şoreşa Rojava ew e ku xwe li ser bingehê kooperatîfan rêxistin bike, karibe li beramberî polîtîkayên ekonomîk ên sîstema kapîtalîst polîtîkayên alternatîf biafirîne. Pêdiviya wê bi pergala hilberandina komunal a ku xwe dispêre pêdiviyan û xwe naspêre karê heye. Ji bo vê jî ya jêneger bêguman pergala kooperatîfê ye.
Ji bo ku asta jiyana gel bilind bibe û jiyana komunal pêş bikeve jî rêxistinkirina pergala aboriyê ya şoreşê şertê pêşî ye. Gelê Rojava debara xwe bi cotkarî û ajaldariyê dike. Bi şoreşê re kanên petrolê jî ketin bin kontrola gel. Ev hemû jî di pêşwazîkirina pêdiviya gel de nebes dimînin.
Erdnîgariya Rojavayê Kurdistanê ji çar aliyan ve hatiye dorpêçkirin. Li milekî çeteyên DAÎŞ’ê, li milê din êrîş û gefên dewleta Tirk a faşîst hene. Êrîşên dewleta Tirk bênavber dewam dikin. Qadên wekî Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî hatine dagirkirin û beşeke mezin a gel jî dane koçberkirin. Yanî halê şer ê ku Şoreşa Rojava tê de ye dewam dike û li gel vê rîskên şer jî zêde dibin. Ji bo gelekî di nava şer de jî pêwîstiyên sereke yên ekonomîk diguherin. Ruxmî van neyênîbûnan jî di warê aborî de li ser piyên xwe disekine.
Pêdivî pê heye ku li gorî paradîgmaya şoreşê modeleke nû ya aboriyê bê pêşxistin. Pêwîstî pê heye pergala komun û kooperatîfan bê pêşxistin. Aboriya li ser esasê kanên sînordar ên petrolê nikare pêdiviyên gel pêşwazî bike. Ji ber vê yekê pêwîstî pê heye berê xwe bide çavkaniyên cewherî yên mîna cotkarî û ajaldariyê û pergala kooperatîfê rêxistin bike. Modela ekonomîk a xwe dispêre pergala kooperatîfê wekî çawa wê tevkariyê bi piştevaniya gelan bike, her wiha wê ferqa dahata di navbera çînan de jî rake. Di vê mijarê de jî hêna di asta tê xwestin de pêşketin çênebûye. Binesaziya ekonomîk bi têrkerî nehatiye avakirin. Ji bo Şoreşê yek ji qadên sereke yê xwedî rîsk jî qada aboriyê ye.
Neteweya Demokratîk
Şoreşa Rojava beriya her tiştî şoreşa gelan e. Gelek pêkhateyên gel di nava xwe de dihewîne û ev jî rengê şoreşê diyar dike. Gel li dora îdealên nû dicivin û bi hev re îradeyê nîşan didin. Ev tê wê maneyê ku neşterê li nakokiya herî esasî ya li Rojhilata Navîn didin. Bawerî û nasname bi hev re yekpare dijîn. Gel xwedî li nasname û baweriyên xwe, azadiya xwe ya rêxistinbûn û îfadeyê, mafê xwe yê nûnertiyê û xwedî li îradeya xwe derdikeve. Ev yek ji bo gelan serketineke mezin e. Gelên Rojhilata Navîn di bin pençên netew-dewletê û sîstema kapîtalîst de ne û her tim di ser cudatiyên gelan re dijminahî hatine afirandine. Cudatiyên ol û baweriyan bûye sedema şerên mezhebî. Cudatiya nasnameyê jî bi heman rengî ye. Miletperestiya netewa serdest her tim nasnameyên bindest pelçiqandine. Rengên ku di warê hejmarê de kêm mane her tim bi qetlîam û qirkirinan re hatine hevrûkirin û di bişavtinê re hatine derbaskirin. Şoreşa Rojava ev nakokî hemû derbas kirine. Yekîtiya qedera hevpar hatiye avakirin û di her qada jiyanê de yekîtiya hêzê hatiye avakirin.
Gel li gorî perspektîfa neteweya demokratîk li dora hişmendiya hemwelatîbûnê hatine ba hev û civaka demokratîk ava kirine. Ev, gaveke cidî ye. Ev destkeftî ne tenê ji bo gelên li Rojava, ji bo gelên li herêmê jî modeleke wisa ya rêveberiyê ye ku pêwîst e li ber çav bê girtin. Heger neteweyên cuda karibin li ser bingehê krîterên demokratîk bi hev re bijîn, karibin bibin xwedî fikir û pratîka vê wê pirsgirêkên herêmî jî di asteke mezin de bên derbaskirin. Pira di navbera gelan de bi Şoreşa Rojava re hatiye avakirin. Gavên wê yên şênber û pratîkî hatine avêtin. Pêdivî pê heye ku ev yek zêdetir bê pêşdebirin. Heger karibin li dora nirxên hevpar kilît bibin, bibin xwedî hişmendiya neteweya demokratîk, xwe bigihînin normên civaka exlaqî-polîtîk jêneger e ku wê şoreşa rastîn a gelan pêk bînin. Bayê Şoreşa Rojava ber bi gelên derdor ve diçe û ji bo ku gel karibin di nava aştiyê de bi hev re bijîn mînak e.
Şoreşa Rojava ruxmî hemû êrîşên derve, dagirkerî, dorpêç, pirsgirêk û nebesiyên navxweyî jî wekî Ronesansa Rojhilata Navîn ronahiyê dide. Ji bo pirsgirêkên civakî çareseriya demokratîk nîşan daye. Zihniyeteke nû ava kiriye. Şoreşa Rojava hêna di pêvajoya xwe ya destpêkê de ye, di pêvajoya înşayê de ye. Di heman demê de bi êrîşên derve re jî hevrû ye û pêvajoyeke tijî rîsk li pêşiya wê ye. Bi saziyên xwe yên ku li her qadên jiyanê ruxmî van neyênîbûn û bêderfetiyan jî ava kiriye, di nava tecrûbeya xwe ya deh salan de gelek tişt bi cih kirine. Şoreşa Rojava li şûna reçeteyên hazir ên dikarin bên pêkanîn, ji ezmûn û tecrûbeyên pratîkê fêr dibe, bi destketiyên xwe û bi çavkaniyên xwe di rêya xwe de diçe.
Pêvajoya ku Şoreşa Rojava Tê Re Derbas Dibe û Rîskên Wê
Şoreşa Rojava ruxmî ku pêvajoyeke 10 salan li pey xwe hiştiye jî hêna di pêvajoya avakirinê de ye. Hêna di gelek qadan de bisazîbûna wê temam nebûye. Di warê çareserkirina pirsgirêkên xwe yên avanî de û bipergalkirina wê de nehatiye asta tê xwestin. Her çiqasî gelek sedemên vê hebin jî di encam de wekî hedefên ku pêwîst e pêk werin û şoreş pê mayinde bibin li pêşiya civakê disekinin. Pirsgirêkên civakî yên ku ji rabirdûyê dewr hatine girtin li benda çareseriyê ne. Wekî saziyên binesazî û jorsaziyê pêwîst e li gorî ruhê şoreşê berê xwe bide avakirinekê.
Di serî de pirsgirêkên navxweyî, ekonomîk û ewlekariyê, di nava Şoreşa Rojava de pirsgirêkên avakirina civaka demokratîk hene û pêwîst e bên derbaskirin. Ji bo ku karibe destketiyên di nava deh salan de qezenc kirine biparêze erkên wisa ne ku pêwîst e bi lez bên bicihanîn. Bêguman bi qasî pirsgirêkên navxweyî ji ber gefên derve jî pirsgirêk hene. Hêzên dijşoreşê ji bo fetisandina şoreşa Rojava ketine nav êrîşeke giran. Êrîşên îşgalê yên dewleta Tirk ji bo tinekirina statuya fîîlî ya şoreşê ye. Ji ber vê yekê êrîşên dagirkeriyê didomîne. Qadên wekî Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê dagir kiriye. Beşa erdnîgariyê ya mayî jî di bin gefa dagirkerkirinê de ye. Êrîşên rojane bênavber dewam dikin. Polîtîkayên dijminane yên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan wekî her qadê li Rojavayê Kurdistanê jî zêde bûne. Êrîşên komên çete yên ku di bin serweriya dewleta Tirk de ne dewam dikin. Çeteyên DAÎŞ’ê ji nû ve çalak dike û ji bo şoreşa Rojava rîskê ava dike. Ji bo ku karibe gelên di nava tifaqa şoreşa Rojava de ne parçe bike kampanyayeke mezin a reşkirinê dimeşîne. Dikeve nava her cure pratîka dijşoreşgerî û hewl dide Şoreşê biqedîne.
Li hundir û derveyî Rojava avaniya hevkar a bi navê ENKS jî ji bo Şoreşa Rojava gefeke cidî ye. Li gel dijminên şoreşê bûye parçeyekî ji êrîşan. ENKS hem bi dewleta Tirk re hem jî bi PDK’ê re kengî keysê bibîne hewl dide rêveberiya xweser a Rojava birûxîne. Ji bo ku nirxên hatine avakirin desteser bike û van destketiyan pêşkêşî dijmin bike ketiye nav hewldanan.
Rêveberiya PDK hêna ji destpêkê ve bi roleke li dijî Şoreşa Rojava rabûye. Rêkên şoreşê birîne û ji bo ku şoreşê bêhnçikandî bike çi ji destan hatiye texsîr nekiriye. PDK hêzeke wisa ye ku serê tevgera dijşoreşê dikşîne. Hevkariya stratejîk a li gel dewleta Tirk a faşîst pêş xistiye ji bo tinekirina tevgera azadiya Kurd e. Balafirên Bêmirov ên Biçek êrîşên xwe yên li Mexmûr, Şengal û Başûrê Kurdistanê bi agahiyên îstixbaratê yên PDK’ê ve pêk tîne. Başûrê Kurdistanê di her warî de ji bo pratîk û polîtîkayên dewleta Tirk a dijminê Kurdan vedike û jê re pêşkêş dike. Qîma xwe bi vê jî nayne li ser Rojava hesab û kîtabên pir qirêj dike. Şoreşa Rojava ji bo xwe wekî hebûneke dijmin dibîne û hewl dide ji holê rake. Hewl dide bi rêka ENKS’ê mudaxeleyên siyasî, bi rêka “pêşmergeyên Roj” mudaxeleyên eskerî, bi rêka deriyê sînor mudaxeleyên ekonomîk bike û hewl dide dorê li Rojava bipêçe. PDK û dûvika wê ENKS hem ji hundir hem jî ji derve berê xwe dane destketiyên şoreşê û hewl didin rêveberiya xweser a Rojava tasfiye bikin.
Dewleta Sûrî jî li şûna ku polîtîkayên çareseriyê biafirîne bi navê ku ji nû ve serweriya dewletê ava bike şoreşa Rojava nas nake. Lêgerîna wê ew e ku otorîteya dewletê ya hejiyaye ji nû ve ava bike. Hêna rêveberiya Şamê û rêveberiya xweser a Rojava li ser rewşa heyî muzakere jî nekirine. Fikrên li ser yekparebûna welat û siberoja hevpar a gelan nebûye mijara hevdîtinê. Rûsya, DYE û Îran wekî aliyên pirsgirêka Sûriyeyê li herêmê ne û têkildarî siberoja Sûrî diaxivin. Ji ber vê yekê di heman demê de şirîkên pirsgirêkan e jî. Wekî hêzên ku siberoja rêveberiya Şamê diyar dikin di heman demê de aliyên pirsgirêkê ne jî. Ji ber ku di vê mijarê de pir zêde aktor hene, têkildarî siberoja şoreşa Rojava jî rîsk hene.
Sîstema kapîtalîst a kûrewî jî hevsengîparêz û berjewendîparêz nêzî şoreşa Rojava dibe. Bi qasî ku berjewendiyên wan eleqedar dike pê re eleqedar dibin. Navendên wisa ne ku ji bo êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk destûr dane. Rewşa fîîlî ya heyî ya şoreşa Rojava jî qebûl nakin û statuya wê ya heyî nas nakin. Di hevdîtinên navneteweyî de rêveberiya xweser a Rojava wekî muxatab nayê dîtin û tevlî xebatên destûra nû ya bingehîn nayê kirin. Ev yek jî nîşan dide bê niyeta hêzên serwer têkildarî Şoreşa Rojava çi ye.
Şoreşa Rojava ruxmî her tiştî jî bi hêza cewherî ya gel, bi îmkanên xwe yên kêm li ser piyan disekine û ji bo gelên Rojhilata Navîn modeleke nû derxistiye holê. Ruxmî tehdîdên derve û rîskan jî deh sal li pey xwe hiştine. Pêkhateyên gel ên şoreşa Rojava heta ku têkildarî siberoja xwe wekî hêza gotin û biryarê destketiyên şoreşê biparêzin wê şoreşa Rojava jî wekî berhemê gelan hebûna xwe dewam bike.