QONAXÊN ŞERÊ ME Û REWŞA ME YA Lİ BAKUR-ROJHİLATÊ SÛRÎ
HEVALÊ RUSTEM
15’ê Tebaxê tenê destpêkirina şerekî yan jî şerê gelekî yê li hemberî dewletekê nîn e. Eger em bi vî rengî lê binêrin wê teng bê fêhmkirin yan jî wê wateya 15’ê Tebaxê tam neyê fêmkirin. Ji bo em wateya 15’ê Tebaxê fêm bikin, divê em destpêkê axaftina şehîdê me yê mezin Haki Karer bînin ziman. Hevalê Haki Karer dema tevlî Rêbertiyê bû ji Rêber Apo û hevalan re got, “Kurdistan kilîta Rojhilata Navîn e.” Eger ew kilît neyê vekirin, rizgarkirina Rojhilata Navîn çênabe. Ango kilîta cîhanê venabe. Rêber hemû bi vî rengî ne. Ji zanebûnê zêdetir, hîsên wan gelekî xurt in. Hîs dikin. Çima? Ji ber ku gel û dîrokê di xwîn û şaneyên xwe de dijîn. Bi gel û dîrokê re dijîn. Bi dîrokê re bûne yek. Dîrokê di roja me û pêşeroja me de dijîn. Lewma hîsên wan pir xurt in.
Dema hevalê Hakî Karer got, “Kurdistan kilîta Rojhilata Navîn e” mimkun e, ne di wê zanebûnê de bû ku Kurd bingehê mirovatiyê ne, yan jî Mezopotamya dergûşa mirovatiyê ye û Kurdan ev mirovatî bi çand, ziman û hemû tiştên xwe ve afirandine. Ne Rêberê Gelê Kurd ne jî yên bi Rêbertiyê re bûn, destpêkê ew qasî ne di zanebûna kûrahiya dîrokê de bûn. Lê hîs dikirin. Bi hîsên xwe ve diaxivîn. Ango bi nêzîkatiyên xwe yên paqij, bi dilsoziya xwe ya bi gel û dîrokê re dikirin yek û wisa tevdigeriyan. Ew ji dilê wan dihat. Jixwe dema mirov bi tiştekî ve dihele û pê re dibe yek, dikare hîs bike. Van pêşengên me bi vî rengî hîs kirin û pêngav pêş xistin.
Ji bo 15’ê Tebaxê jî em vê bêjin: Gelekan nav lê kirin. Hinekan gotin, “Ev teqandina guleya yekemîn e.” Teqandina guleya pêşî fikrek e. Wateya wê çi ye? Yani dema tu guleya pêşî diteqînî, tu bi wê guleyê dijmin nakujî, tu xwe dikujî. Wî ruhê kole, yê bindest, mirî, belengaz, stûxwar ê tiştek jê çênabe tu dikujî. Tu wê şexsiyetê dikujî. Bi teqandina guleya pêşî re tu wê şexsiyeta kevin û teng dikujî. Li şûna wê tu şexsiyeteke nû ya serhildêr ava dikî. Tu jiyaneke nû ava dikî. Fikra teqandina guleya pêşî bi vî rengî hatiye ziman. Lê ji bo gelê Kurd an jî ji bo Rojhilata Navîn ne bi vî rengî ye. Ev tenê têrê nake. Çima têrê nake? Ji ber ku ne şaxek e. Ne rexekî cîhanê ye ku em ê bêjin wê di halê xwe de bimîne û bi miletekî re sînordar dimîne. Ev, navenda mirovatiyê ye. Guleya bê teqandin jî tenê ne li hemberî dijminekî yan jî dewletekê ye. Guleya di navenda mirovatiyê de hatiye teqandin, li hemberî paşverûtiya 5 hezar salan e. Li hemberî tevahiya cîhanê serhildan e. Serhildan li hemberî tevahî paşverûtiya cîhanê ye.
Dibe ku me destpêkê wateya 15’ê Tebaxê bi vî rengî fêm nekiribe. Lê hêdî hêdî piştî ku Rêbertî têkildarî dîrokê, heqiyê, gel û heqîqetê kûr bû, wateya 15’ê Tebaxê bêhtir derxist holê. 15’ê Tebaxê ne guleyeke li hemberî dijmin hatiye teqandine. Guleyek e wisa ye ku li hemberî yê li dijî mirovatiyê hatiye teqandin û serhildana mirovatiyê ye. Serhildana dîrokê ye. Serhildana sererastkirina dîrokê ye. Sererastkirina wê dîrokê ye ku timî serberjêr diçû. Em dikarin bêjin ku bandora 15’ê Tebaxê çi qasî li Kurdistanê û gelê Kurd kiriye, ew qasî jî mirovatî afirandiye. Bi vê re cîhaneke nû afirandiye. Ji ber ku madem tişta li Kurdistanê bê çêkirin kilîta Rojhilata Navîn e û ji ber ku Rojhilata Navîn jî navenda cîhanê ye, wê demê şikandina vê kilîdê yan jî vekirina vî derî wê çiqasî bandora xwe li cîhanê bike, aşkera li ber çavan e.
15’ê Tebaxê bi Kurdistanê û Kurdan ve sînordar namîne. Bi keç-xort û şervanên Kurdan ve sînordar namîne. Ev weke tu kevirekî biavêjî nav ava golê, pêl bi pêl wê tevahî cîhanê hembêz bike. Bi rastî jî ev şer şerê mirovatiyê ye. Şerê tolrakirina hezarê salan e. Ev mirovatiya di şexsê Kurdan de hatiye pelçiqandin, di aliyê çand, ziman û hebûnê de bi temamî ji holêrakirina wê bûye mijara hemû cîhanê. Serîrakirina 15’ê Tebaxê yan jî teqandina guleya pêşî ya 15’ê Tebaxê dibe ku di şexsê Kurdan de li Kurdistanê pêk hat. Lê belê, parastina hemû nirxên mirovatiyê ye. Jinûve serîrakirina mirovatiyê û xwedîderketina li nirxên xwe ye. Ev der navend e. Her tişt bi navendê ve girêdayî ye. Di destpêka çêbûna mirovatiyê de jî pê ve girêdayî ye. Mirovatî ji vir belav bûye. Hem di aliyê çandî de hem jî di aliyê fizîkî de mirovatî ji Kevana Zêrîn belavî cîhanê bûye. Lê belê, Kevana Zêrîn kiribûn cihê qetilkirina mirovatiyê. Va ye, 15’ê Tebaxê pêşiya wê girt. 15’ê Tebaxê ji nû ve ew rola ku wê mirovatî pê rabe nîşan da û hişt ku careke din xwedî li hebûna xwe derkeve yan jî bêje, “Ez jî mirov im. Mafê min heye.” Ev îlankirina şerekî welê ye.
Berê dihat gotin, “Ew dewleta Tirk a em li hember şer dikin, endamê NATO’yê ye. Dewleta Tirk alîkariyê ji NATO’yê digire.” Piştre heqîqeta wê derket holê ku ya em li hember şer dikin tenê ne dewleta Tirk û hêzeke endamê NATO’yê ye. Berevajî, bi temamî NATO ye, NATO bi xwe ye. Dewleta Tirk beşekî wê yê biçûk e û vê dawiyê tenê bi NATO’yê re jî sînordar nema. Tevahî paşverûtiya cîhanê ya dijberî mirovatiyê li hemberî vê fikra serhildêr, li hemberî vê fikra ku xwe ava kiriye û dixwaze bi xwe re derdora xwe ava bike, sekneke wan a dijber derketiye holê. 15’ê Tebaxê şerê mirovatiyê ye. Ev di hîsên destpêkê de hene.
Bandora pêngava 15’ê Tebaxê ya 1984’an a li gelê Kurd û cîhanê kiriye di roja me ya îro de jî li ber çavên me ye. Dibe ku di navberê de gelek sal derbas bibin, lê tesîra wê roj bi roj mezin dibe û em roj bi roj wateya wê bêhtir fêm dikin. Yan na em vê bi teqandina guleyekê, welatekî yan jî şerekî di navbera du hêzan de bigirin dest, wê çaxê em ê rola Rojhilata Navîn, di nava Rojhilata Navîn de rola Kurdan û Kurdistanê û bi giştî rola wê ya di cîhanê de tam fêm nekin.
Şerê tê meşandin, beşekî ji jiyanê ye. Berdewamkirina siyasetê ye. Yan jî îspatkirina hebûna xwe ye. Careke din hebûna xwe nîşandana ji cîhanê re ye. Ango dibêje, “Ez heme. Ez li ser lingên xwe me. Kes nikare min înkar bike. Ez ê timî jî hebim. Min berê pêşengtî kiriye. Ez ê îro jî pêşengtiyê bikim. Min berê afirandiye, ez ê îro jî biafirînim.” Ev xisûs di roja me ya îro de di şexsê jinê de hîn zêdetir digihîje armanca xwe. Bi serhildana gel, li ser esasê paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê eger di roja me ya îro de bûye armanc û roj bi roj di nav cîhanê de belav dibe, em ê wateya 15’ê Tebaxê baştir fêm bikin.
Qehremanên ku 15’ê Tebaxê dan destpêkirin, pêşengên mîna hevalê Egîd ê piştre weke Fermandarê Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistan (ARGK)’ê hat îlankirin, dema ev pêngav pêş xistin, bi hemû şaneyên xwe vê hîs dikirin û dizanîn wê dawiya wê bigihîje ku derê. Eger vê nejîn û hîs nekin, pêngavên wiha yên dîrokî, pêngavên wisa yên wê mirovatiyê ji kokê de bihejînin û wê careke din ji xewa mirinê rake ser piyan, nikarin pêş bixin. Eger tu bi tevahiya beden, xwîn û şaneyên xwe ve bi gel û welatê xwe re bijî wê hîsa şeşemîn di mirov de zêdetir pêş bikeve. Ev hîs di Rêbertiyê de jî pir pêşketî ye. Wê sibe çi bibe êdî dizanin. Hîsa şeşan di xwehelandinê re derbas dibe. Dema mirov xwe di nava dîrokê û gel de bihelîne, mirov dibe dîrok û gel. Mirov êdî dikare rola dîrokê û gel bilîze. Carinan şexs dîrokê dijî, lê carinan jî dîrok di şexs de dijî. Şexs dibe dîrok û rê li ber dîrokê vedike. Çima? Ji ber di nava dîrokê de heliyaye û bi dîrokê re bûye yek. Yên bi dîrokê re bûne yek, dikarin dîrokê biguherin. Yên bi gel re bûne yek, dikarin gel biguherînin. Va ye, yên biryara 15’ê Tebaxê dan û dan destpêkirin, Rêber Apo bû û yê pratîze kir jî Fermandar Egîd bû. Her biçe wê bandor û wateya 15’ê Tebaxê zêde bibe û bêhtir were fêmkirin.
Asta Pêngava 1’ê Hezîranê Ji Asta Pêngava 15’ê Tebaxê Bihurî Ye
Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an jî ji bo me pêngaveke cuda ye. Di şert û mercên gelekî dijwar de hat îlankirin. Ji bo girîngiya 1’ê Hezîrana 2004’an were fêmkirin, divê em rewşa beriya wê binirxînin. Rêber Apo 15’ê Sibata 1999’an dîl ket destê dijmin. Dema Rêber Apo dîl hat girtin, her hevalek rabû û got, “Ez amade me, çalakiya fedaî pêk bînim.” Ango dihat wateya em ê xwe jî û dijmin jî bişewitînin. Bi biryar û sekneke dilinî nêzîkbûn derketin holê. Lê dema bi Rêber Apo re hevdîtin çêbûn, Rêber Apo pêvajoyeke nû da destpêkirin. Stratejî û paradîgmayeke nû hat destpêkirin. Lê belê, di destpêkê de kesî zêde ji vê paradîgmayê fêm nedikir. Rêbertiyê biryar da ku gerîla paşde vekişe. Ango wê gerîla derkeve derveyî sînorên Bakurê Kurdistanê. Wê li ser vî esasî pêvajoyeke nû were destpêkirin û em ê aştiyê pêk bînin. Dewleta Tirk jî mîna gerîlayên Tamîlê çawa li cihekî hatin komkirin û piştre rastî êrîşeke mezin hatin, xwest di wê pêvajoyê de heman rêbazî li hember gerîlayên azadiya Kurdistanê jî bimeşîne.
Di wê pêvajoyê de di jiyana gerîla de guhertinan rû da. Ji ber dema gerîla ji gel û şer qut dibe, dibe mîna masiyê derkeve derveyî avê. Wê gerîla çawa karibe bijî? Yan wê bikeve nav gel û bi gel re bijî, yan wê li çiyayan bijî yan jî wê bê av bijî. Qutbûna ji şer-gel û ketina nav jiyana ferdî, mirov ji armanca ji bo wê têkoşîn dike qut dike. Jixwe armanca esasî ya dijmin ne ew e ku tenê te bi awayekî fizîkî tine bike. Dema dijmin te ji armanca te qut kir jixwe tu di destê wî de yî û tu mirî yî. Dema kesek bêarmanc be mirov ji mirovatiya wî dikeve nav şik û gumanan. Mirov kengî ji mirovatiya xwe dûr dikeve? Dema ji armanca xwe qut dibe. Dema mirovek ji armanca xwe qut bû, êdî kesekî ku wî careke din rake ser piyan nîn e.
Yên Rêber Apo teslîmî dewleta Tirk kirin, hêzên global bûn. Ango yên li ser navê modernîteya kapîtalîst cîhanê bi rê ve dibin Rêber Apo radestî dewleta Tirk kirin. Yên hewl dan Rêber Apo û rêxistina Rêber Apo ava kiriye, tine bikin jî ew hêz bûn. Rêber Apo têkildarî mijarê got, “Dewleta Tirk gardiyan e.” Ango nobedarê Rêber Apo ye. Di pêvajoya Komploya Navneteweyî de Rêber Apo her wiha got, “Ez mirovekî vê cîhanê me, lê bihosteke ax a ez karibim li ser bijîm nîn e.” Tevahî balafirgeh ji bo Rêber Apo hatibûn girtin. Cihekî balafira ku Rêber Apo tê de bû lê dakeve nebû. Li cîhanê ti cihek ji Rêber Apo re nehiştin. Ev komployeke pir mezin bû. Ev komplo bi destê hinek hêzan ve dihat meşandin. Rêber Apo xwest pêşiya wê bigire.
Yên weke Ferhat-Botan, ji bo tiştên bi salan di hiş û mejiyê xwe de dijiyan êdî bixin pratîkê ev komplo weke firsendekê dîtin. Wan kesan hewl dan van tiştan mîna kanserê di nav hêzên gerîla de belav bikin. Digotin, “Em jiyana xwe ya şexsî esas bigirin. Em ji xwe re jiyanekê ava bikin. Em jî di hundirê vê cîhanê de dijîn. Divê em jî weke cîhanê tevbigerin. Eger em bi tenê bimînin, em ê nikaribin bijîn.” Hewl didan vê bi derdoran jî bidin qebûlkirin. Bi vî awayî dûrketina ji armancê tesîr li ser her kesî kir. Di gelek aliyan de hêza kesên dixwestin Partiyê biparêzin jî têr nekir. Ango pêvajoyeke bi vî rengî hebû. Şerekî wisa hebû ku yan tu yê bi armanca xwe ve girêdayî bimînî yan jî tu yê ji wê armancê qut bibî.
Rêber Apo rewşa heyî bi tundî rexne kir. Got, “Hûn van nakokiyên xwe li dijî min dikin. Şerê we li ser cenaze, gor û mîrasa min e. Yek aliyê çep, yek li aliyê rastê ye. Hûn li ser mîrasa min şerê desthilatdariyê dikin.” Ev gotina Rêbertiyê hişyariyek bû. Rêber Apo ne ku şexs nas nedikirin. Yê herî zêde Ferhat û Botan nas dike Rêber Apo ye. Yê Botan ji nav hêzên eskerî û ji nav Partiyê avêt Rêber Apo ye. Helbet Rêbertî hevalên din jî baş nas dike. Lê ji bo ku ev tevger parçe nebe, ji bo ku ev tevger ji xeta Rêbertiyê dûr nekeve, xeta Rêbertiyê esas bê girtin û rûniştandin Rêber Apo ev hişyarî bi zanebûn kir. Rêber Apo pêvajoyeke bi vî rengî da destpêkirin û gerîla esas girt.
Ji 2001’ê û şûn ve hinek aliyên van hewldanan hat fêmkirin. Di wê pêvajoyê de tişta ku heval zêde zêde li ser sekinîn û pêşî li komploya navxweyî hat girtin çi bû? Yek bi talîmata Rêbertiyê avakirina HPG’ê bû û her wiha derxistina HPG’ê ji nava van qirêjiyan bû. Hêzên HPG’ê ji dolan derketin û berê xwe dan şer. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê û li tevahî Bakurê Kurdistanê careke din gerîla bi cih bû. Li ser vî esasî parastineke esasî hat kirin.
Wexta Rêber Apo Parastina Gelekî nivîsand got, “Ez vê parêznameyê diyarî HPG’ê dikim.” Parastina Gelekî manîfesto û stratejiya me ya nû ye. Koka tevahî tiştên em îro li ser bingehê wê dimeşin û em ê bimeşin Parastina Gelekî ye. Rêbertiyê ev diyarî gerîla û HPG’ê kir. Ya rastî ya wê demê Partî û xeta wê parastiye, xwestiye xwe ji bo pêşerojê amade bike HPG ye. HPG’ê tevî ku ti derfet jî nebûn di pêvajoya 2001-2002-2003-2004’an de têkoşîneke bêhempa meşand. Hêzên HPG’ê konferans li ser konferansan, civîn li ser civînan li dar xistin, xwe li ser piyan girtin û xwe ji bo pêvajoyê amade kirin.
Dijmin û hêzên global ên komploger digotin, “Em nêzî serketinê bûne.” Jixwe di destpêka komployê de gotin, “Temenê PKK’ê şeş meh in.” Her çû jî gotin, “Em dawiya PKK’ê tînin.” Ferhat û Botan jî hêviyeke mezin dabûn van komplogeran. Dijmin bi hêviya “Êdî PKK nikare careke din guleyekê biteqîne. Êdî PKK nikare careke din şer bike û derbasi Bakur bibe” tevdigeriya. Rêber Apo di wê pêvajoyê de çend caran xwest şer bide destpêkirin, lê yên ku wê biryara destpêkirina şer bidana li holê nebûn. Çima? Ji ber ku nexweşiya li hundir mîna kanserekê belav bibû û pêşiya biryara destpêkirina şer dihat girtin.
Parastina Gelekî hat û Rêber Apo wisa mudaxeleyî wê pêvajoyê kir. HPG’ê jî bi awayekî mezin xwe ji bo şer amade kiribû. Ji destpêka 2003’yan ve li tevahiya Bakurê Kurdistanê hêzên xwe bi cih kiribû. Ji Amedê heta Dersîmê, ji Serhedê heta Botanê li her cihî hêzên gerîla hatibûn amadekirin. Gelek tişt ji wan kesên tesfiyekar ên ku dixwestin PKK’ê ji armanca wê dûr bixin, veşartî hatin kirin. Wan tesfiyekaran pir xwestin HPG’ê jî bixin bin kontrola xwe. Lê, HPG di destê Partiyê de ma. Ango HPG’ê temsîla Partiyê û xetê kir.
Piştî pirtûka Parastina Gelekî gihişt ber destê Partiyê ew kesên tesfiyekar êdî nikarîbûn PKK’ê tesfiye bikin. Di encamê de jî bi biryara hevalan careke din di asta Pêngava 15’ê Tebaxê de pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an hat pêşxistin. Dibe ku ev pêngav ji gelek aliyan ve ji Pêngava 15’ê Tebaxê hîn xurttir be jî. Çima? Ji ber ku di pêvajoya 15’ê Tebaxê de nakokî zêde nebûn, destpêk bû, wê şerek bê kirin, lê piştre wê çi çêbibe ne diyar e. Lê pêvajoya 1’ê Hezîrana 2004’an bi wî rengî nîn e. Tecrûbeyeke 20 salan a şer heye. Lê pêvajoyeke dûrketina ji şer û nexweşiyeke mîna kanserekê di nav me de hebû. Rêberê me di destê dijmin de êsîr e. Haya te jê heye ku biryara tu bigirî wê çi bi xwe re bîne. Çi dibe bila bibe, tu yê careke din rabî ser piyan û li hember dijminan şer îlan bikî. Êdî dijminên li hember me kî ne, tên naskirin û li ser vî esasî biryar tê girtin.
Biryar tenê ne li hember dewleta Tirk, li hemberî komplogeran jî hatiye stendin. Yên komplo dane meşandin jî hêzên komploger in. Pêngava 1’ê Hezîranê bi zanebûn li hemberî hêzên paşverû û komploger îlankirina şer e. Guhertinên vê pêngavê bi xwe re anîne, guhertinên wer normal nîn in. Dibe ku di stratejiya kevin de 15’ê Tebaxê ewqasî bandora xwe kiribe. Lê di stratejî û paradîgmaya nû de dost û dijmin ji hev hatiye derxistin. Dijminê te kî ye, dostê te kî ye yan jî tu yê çawa tevbigerî tu dizanî. Tu yê li hemberî kê şer bidî destpêkirin, tu dizanî. Lewma asta Pêngava 1’ê Hezîranê ji asta Pêngava 15’ê Tebaxê bihurî ye. Çima? Ji ber ku stratejî nû ye, paradîgma nû ye û şerê te îlan kiriye, ne herêmî û lokal e. Ango ew şer li hemberî dijminekî nîn e. Tu êdî xwe cîhanî dihesibînî û tu li hemberî cîhaneke paşverû şer îlan dikî. Hê jî li ser bingehê Pêngava 1’ê Hezîranê şer tê meşandin. Berê Şerê Gel ê Demdirêj bû. Lê vê carê şerekî pêngavî ye. Şert û merc guherî ne û tu li gor guhertinan biryarên nû digirî. Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an di vê çarçoveyê de xwedî girîngî û roleke mezin e.
Stratejî, Paradîgmaya Me Guherî; Lê PKK Ti Carî Ji Koka Xwe Dûr Neket
Ruh bi şexsiyetê ve girêdayî ye. Dema ruhek tê avakirin û dibe armancek dibe nasnameya te. Ango ruhê te dibe her tiştê te. Divê mirov vê bi Rêbertiyê û bi derketina PKK’ê ve girê bide. Çima ev ruh her diçe qewîntir dibe? Ne ku lawaz dibe. Tam berevajî her diçe xurt dibe. Sedema vê çi ye? Dema Rêber Apo derket holê, di Rêber Apo de tiştek hebû. Ev parvekirin bû. Dibe ku mînakeke gelekî biçûk e. Lê Rêbertî hê di zarokatiya xwe de diçe nêçîra çivîkan. Goştê çivîkekî pariyek jî nîn e. Lê, Rêbertî vî goştî bi neh hevalên xwe re parve bike. Ango mesele ne têrxwarin e. Mesele ruhê hevaltiyê ye. Yanî avakirina ruhê hevaltiyê ye. Rêbertî hê di 7-8 saliya xwe de vê dike. Her çû taybetmendiyek di xwe de pêş xist û piştre resmê xwe çêkir. Rêbertî lewma dibêje, “Min resmek çêkir û min xwest her kes lê binêre.” Ev hevalên derketin holê, partî û rêxistinên ava bûn, ew resmê Rêbertiyê temam kirin. Dixwazin xwe li gor wî resmî biguherin. Ev resm neynika te ye, ya ku tu tê de li xwe binêrî û xwe biguherî.
Rêbertiyê di destpêkê de, ferdperestî ji holê rakiriye. Berjewendiyên şexsî hê di zarokatiyê de di Rêber Apo de nîn in. Piştî mezin dibe û bi tevgera sosyalîst û gel re dibe yek, êdî ew berjewendiyên şexsî bi temamî ji holê radibin. Dema berjewendiyên te yên şexsî nebin tu dibî tiştekî din. Tu çiqasî giştîbûna xwe mezin bikî, ruhê te ewqasî mezin dibe. Tu çiqasî hembêz bikî, tu ewqasî pêş dikevî. Niha hezkirina Rêbertiyê bûye gerdûnî. Rêber Apo got, “Ez bûm gerdûn.” Ango gerdûn kir hundirê xwe. Rêbertî di hezkirin û hembêzkirinê de bêsînor e. Her wiha di parvekirina xwe de jî bêsînor e. Her ku xwe tê de dihelîne bêhtir diafirîne. Her ku xwe di giştî de dihelîne, ewqasî xwe ava dike.
Di wî resmê Rêbertiyê de pêşengên me yên weke hevalê M. Hayrî Dûrmûş derketin holê. Di hevalê Hayrî de çi hebû? Li cîhanê ti kes bi qasî hevalê Hayrî rastî îşkenceyê nehat. Li cîhanê ti kesî bi qasî hevalê Hayrî berxwedan pêş nexist. Li cîhanê ti kes bi qasî hevalê Hayrî mutewazî û mîna derwêşekî dilsozê Partiyê nebû. Herî dawî jî mirina herî zor û zehmet ya di berxwedana 14’ê Tîrmehê ya Rojiya Mirinê ya Mezin a roja Rûmeta Neteweyî de çû şehadetê. Hevalê Hayrî afirînerê rûmeta neteweyî ye. Di rojiya mirinê de ji bo xwe bêdawîbûn esas girt. Di wê rojiya mirinê de kêlî bi kêlî heliya û gihişt şehadetê.
Hevalê Hayrî di wê pêvajoya herî zor û zehmet de jî li dadgehê dibêje, “Em mirovên dozê ne. Eger em nikaribin doza xwe biparêzin wateya em bijîn jî nîn e. Ango eger em dijîn, ji bo dozekê em dijîn. Yan na ti wateya em bijîn nîn e. Em bijîn an jî nejîn bi dozê ve girêdayî ye. Ji ber hûn nahêlin em parastina xwe bikin, wateya em bijîn nîn e. Lewma bêyî şert û merc, ez dest bi rojiya mirinê dikim.” Herî dawî jî dibêje, “Dema ez mirim, li ser kêla gora min bila bê nivîsandin ku, deyndarê gelê xwe bû.” Bêguman ev ruhek e. Mirovên dozê, bi dozê û gel ve heliyane. Bi armancê ve xwe kilît kirine. Ne dem, ne zeman ne jî mekan dikarin vê têk bibin. Yên hîmê şerê me yê ew 40 sal e tê meşandin danîne, ev hevalên me yên fedaî, fedakar û pêşeng in. Van hevalan bingehê ji pola danîne. Mirov cîhanê li ser ava bike jî wê neheje. Ev ruh her diçe zindî dibe. Çima? Ji ber berjewendiyên şexsî tê de nîn e. Em bi ku derê ve biçin, cîhan, teknîk û teknolojî çiqasî bê guhertin bila bê guhertin, wê nikaribe pêşî li pêşketina vî ruhî bigire. Ev ruh polayê dihelîne. Pratîka me ya 50 salî ev derxistiye holê. Ji Hakî Kareran bigire heta hevalên me yên di şikeftên Zapê de li ber xwe didin, ev ruh heye. Her diçe pêşketin çêdibe. Her diçe di vê berxwedanê de kûrbûn çêdibe. Dibêjin, “Ruhê 14’ê Tîrmehê li Zapê tê jiyîn.” Ruhê 14’ê Tîrmehê ew e ku mirov xwe bi armancê ve kilît bike, xwe di dîrokê û gel de bihelîne. Tu çiqasî giştî bî, tu ewqasî ava dikî. Tu bi vî awayî di dilê mirovan de hêşîn dibî.
Rojbûna Mazlûm Dogan, roja şehadeta wî ye. Rojbûna Kemal û Hayrî kengî ye? 14’ê Tîrmehê ye. Roja şehadeta wan dibe rojbûna wan. Ango dibe roja ku xwe afirandine. Hevalê Mazlûm di 21’ê Adara 1982’yan de xwe afirand. Hezar sal jî derbas bibin, ya rastî ew e ku Mazlûm Dogan bi 21’ê Adarê re bûye yek. Kemal Pîr, M. Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi 14’ê Tîrmehê re bûne yek. Hezar sal jî di ser re bibihure, ew ruh wê timî bijî û pêş bikeve. 18’ê Gulana 1982’yan jî bi vî rengî ye. Ferhat, Necmî, Eşref û Mahmût xwe bi hevdu ve kelandin. Agir berdan bedena xwe. Ev heval di wê rojê de xwe ava dikin. Ruhekî ava dikin û ew dibe çand. Çand ji çandiniyê te. Mazlûm xwe diçîne dibe çand. Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê xwe diçînin dibin çand. Ferhat, Eşref, Mahmût û Necmî xwe diçînin dibin çand. Çand dibe pîvan, pîvan jî dibe exlaq. Ev çand, pîvan û exlaq ji aliyê Rêber Apo ve hat pêşxistin û mayîndekirin.
Ev çand wê tu carî winda nebe. Wê her tim pêş bikeve. Yek ji şensê me yê herî baş jî ew e ku ev heval zarokên vê axê û vî gelî ne. Gel jî xwedî li zarokên xwe derdikeve. Îro di pêşengiya van hevalan de qehremaniyên pir mezin derdikevin holê. Di vê çandê de paşde gavavêtin an jî jiyana kêmtirî vê çandê bêexlaqî ye. PKK yan jî kadroyên PKK’ê, çi kêmasiyên xwe hebin bila hebin, ev ruh di wan de hatiye çandin. Ev ruh bi heman rengî di hemû sempatîzanên PKK’ê de, di hemû zarok, jin, ciwan û îxtiyarên Kurd de heye. Dema wextê wê tê wî ruhî derdixin holê.
Di serdema me de ku teknîk û çek ewqasî pêş ketine, ti kes nikare li hemberî wan serî rake, PKK bi berxwedaneke mezin li ber xwe dide. Helbet di bingehê wê de ev ruhê me behs kir, ev ruh û resmê Rêber Apo heye. Kesên xwedî wijdan li wî resmê ku Rêber Apo çêkiriye dinêrin û xwe tê de dibînin. Tevahî hevalên ew qehremantiya bêhempa nîşan dane û wê nîşan bidin jî bi tevahî xwe di wî resmî de dibînin. Xwe li hember wî resmî çêdikin. Rast e stratejiya me, paradîgmaya me guherî. Lê ev guhertin li ser esasê pêşketinê çêbûn. Ti carî ji koka xwe dûr nakeve. Lê timî jî guherîn, pêşketin û afirandin heye.
Di Rêbertiyê de timî afirandin, guherîn-veguherîn û pêşketin heye. Di Rêbertiyê de ti carî xwedubarekirin nîn e. Timî xweguhertin û veguhertin heye. Ev di paradîgmaya me ya nû de jî ne ku barê me sivik kiriye yan jî ne xisûseke wisa ye ku bila bi rehetî pêş bikeve. Tam berevajî vê ye. Em vê li Zapê û li her derê dibînin. Li hemberî çekên kîmyewî, nukleer taktîk û her cure teknîkê hevalên me bi kleşên xwe ve şer dikin û bi ser dikevin. Ev îrade û ruh bi rastî jî polayê dihelîne. Pola çi ye? Sîstema dagirkeriyê çêkiriye, sîstemeke ji polayê ye. Ti carî kes nikare vê sîstemê xerab bike û têk bibe. Lê îradeya PKK’ê yan jî ew ruhê PKK’ê dikare wê polayê bihelîne. Berê me digot, “Îradeya me ji pola ye.” Lê îradeya Rêbertiyê û PKK’ê pola derbas kiriye. Tişta pola dihelîne ew e. Îrade û ruhê di PKK’ê û Apociyan de hatiye çandin, polayê jî dihelîne. Hevalan bi şehadeta xwe dijmin têk birine, hemû teknîk pûç kirine.
PKK ji roja derketiye holê heta roja me ya îro di aliyê îradeyê û ruh de ti carî neketiye rewşeke kêm û pêşî li hemû nexweşiyan girtiye. Kesên îrade û ruhê xwe saxlem bin, zêde nexweşî jî nikarin bi wan. Timî bi moral û coş in. Hevalên me dema diçin şer dikenin. Dema dermanên kîmyewî bi ser wan de tên barandin, dîsa dikenin. Di mijara moral de di asta herî jor de dijîn. Ev jî weke şîfreya Rêber Apo ye. Em li jina ku Rêber Apo ava kiriye binêrin. Ew ruh, moral û îradeya di roja me de hemû cîhan li hember matmayî maye, ji hêla Rêber Apo ve hatiye avakirin. Di 1990’an de zarokekî 9 salî dema tank di ser re derbas bû, tiliyên xwe radikir û nîşaneya serketinê dikir. Ev ruh ti carî têk naçe. Kî çi dibêje bila bêje, ti teknîkek nikare pêşî li vê îradeyê bigire. Ev ruh ne ji sedî sed, ji sedî hezar wê bi ser keve. Di vî ruhî de ketin nîn e. Di vî ruhî de têkçûn nîn e. Timî ber bi serketinê ve meşek heye.
Gerîla Di Aliyê Ruhî De Hêvî Ye, Di Aliyê Pêşengtiyê De Jî Mejî Ye
Hemû şoreşên cîhanê hinekî ji hev cuda ne. Ne mîna şoreşa li Kurdistanê ne. Dema şer çêdibin, welatparêziya gel heye. Gel dizane ku bindest e, xwe nas dike. Rola gerîlayên li welatên din mîna gerîlayên li Kurdistanê yan jî mîna yên Apociyan nîn e. Kadroyên Apocî çawa çêbûn? Eger kadroyên PKK’ê ne mîna ewliyayan bûna, ne pîrûpak bûna, ewqasî di dilê gel de bi cih nedibûn. Nikarîbûn gel ji xewa mirinê şiyar kiribana. Ji ber ku hevalên destpêkê tevlî Rêbertiyê bûn, rengê Rêber Apo wergirtin. Li Rêber Apo nihêrîn û bi vî rengî meşiyan. Xwe di wê neynikê de baş dîtin. Li ser vî esasî ji bo ku gel ji xewa mirinê şiyar bibe, destpêkê li zindanan ewqasî berdêl hatin dayîn, berxwedan hat pêşxistin. Piştî wê jî dema 15’ê Tebaxê şerê gerîla dest pê kir, ew şer ji bo gelê Kurd rabe ser piyan û bêje, “Em jî êdî miletek in” hat destpêkirin. Di salên 1990’an de Rêber Apo daxuyaniyek da û got, “Em êdî gihiştin sifirê.” Ango heta salên 1990’an ku serhildanên gel jî pêş ketin, em di binê sifirê de bûn. Ango heta wê demê gel xwe nas nedikir û nizanîbû ku gel e jî. Lê bi xwîna şehîdan û pêşengiya gerîla gel xwe nas kir, rabû serhildanê û piştgiriya gerîla kir.
Gerîla motora pêşketina gel e. Gerîla pêşengê gel e, cihê baweriyê û hêviyê ye. Rêber Apo pir ji zû ve got, “Hêvî ji serketinê bi rûmettir e.” Çima? Eger tu serketinekê bi dest bixî, tu dikarî li ser wê li kêfa xwe binêrî, wê hêviya te bişike û nemîne. Lê eger hêviya te hebe, tu yê serketinê li ser serketinê bînî. Tu yê ji serketinê têr nebî. Ji ber ku hêvî bêdawî ye. Her diçe wê hêviya te mezin bibe.
Gerîla di aliyê ruhî de hêvî ye, di aliyê pêşengtiyê de jî mejî ye. Di aliyê meşandina gel de motor e. Ya bi esasî bi rê ve dibe, timî cihê tu pişta xwe bidiyê, cihê baweriyê û hêviyê gerîla ye. Her wiha kezeba vî gelî ye. Ji zarokên vî gelî pêk tê. Ev gel di şexsê zarokên xwe de qehremantiyê, baweriyê, jiyanê û bêmiriniyê dibîne. Eger hêviya te ji bo jiyaneke baş hebe, tu yê rabî ser lingan. Hêviya te nebe tu yê nikaribî rabî ser piyan. Hêvî pêşî li hemû bêbaweriyan dibire. Bêbawerî ji bêhêvîtiyê çêdibe. Gerîla ti carî neşikest. Mînak di navbera salên 1980-84’an de gel hinekî bêhêvî bibû. Lê ji 1984’an û şûn ve heta roja me ya îro bi giştî ti carî baweriya gel a têkildarî gerîla neşikest. Hêviya gel a ji serketina gerîla jî neşikest. Ev xisûs gel zindî digire. Gerîla ruhê gel e. Ev ruhê Apociyan ê me behs kir, derbasî nav gel bûye. Gel dema li gerîla dinêre pêşeroja xwe tê de dibîne. Gel dema li gerîla dinêre, ji dijmin natirse. Li gerîla dinêre, pêşeroja xwe, jiyana xwe di şexsiyeta gerîla de dibîne. Lewma gel ti carî bêhêvî nabe.
Ya din jî gerîla pala xwe daye gel. Ango gel û gerîla bûye yek. Bûye mîna beden û mejî. Ne mejî bi tena xwe bi kêrî tiştekî tê, ne beden bi tena xwe bi kêrî tiştekî tê. Bedeneke bêyî serî yan jî seriyekî bêyî beden nabe. Nikare tiştekî ava bike. Lê dema mejî û beden bû yek, dikare tiştekî ava bike. Va ye, gel û gerîla jî ji 1990’an û şûn ve bû yek. Di roja me ya îro de ev di çi astê de dimeşe? Dema mirov li Bakur, Rojhilat, Başûr û Rojavayê Kurdistanê binêre, kibleya tevahiya gel gerîla ye. Gerîlayên li wan çiyayan şer dikin, tola gel a bi sedan salan radikin.
Dema em li gel binêrin, divê weke eşîretekê em lê nenêrin. Gelê Kurd bi berdêlên dane bûye yek beden. Yên şer dikin jî çi jin çi mêr zarokên vî gelî ne. Li ti devera cîhanê bi qasî li Kurdistanê gerîla nebûye cihê baweriyê. Di nav Kurdan de jin berê weke namûs û divê were parastin dihat dîtin. Lê di roja me ya îro de êdî jin bûye parêzvan. Bi taybet gerîlayên jin bûne pêşengên parastinê. Ev tenê ne gelê Kurd, tevahiya cîhanê bandor dike. Gerîla di serdema me ya îro de, tenê ne yên Kurdistanê ne. Gerîla bûye hêza balkişandinê. Li cîhanê têkildarî gerîla lêkolîn tên kirin. Dibêjin, “Ev gerîlatiyeke çawa ye? Ev, ne gerîlatiyeke wer normal e. Ji miletekî li cîhanê navê wî nebû, li ser nexşeyan jî cihê lê dijîn nîn e, çawa çêdibe ku zarokên wî miletî wer cîhanê dihejînin. Keçên wan wisa cîhanê dihejînin. Ev kî ne?”
Lewma li tevahiya cîhanê ji Afrîka, Amerîka, Ewropa, welatên Ereb keç û xort berê didin Kurdistanê û tên nav van gerîlayan. Ev gerîla dibe hêviya cîhanê. Gerîlayên Kurdistanê ji asta neteweyî bihurîne û bûne cîhanî, gerdûnî. Gelek şoreşan bandora xwe li ser cîhanê kirine, lê mîna ya li Kurdistanê di pêşengiya gerîlayên Apocî de çênebûye. Mîna ya li Kurdistanê nebûne kaniya hêviyê û hêvî belav nekirine. Her diçe jî hêviyê mezin dike. Ev ji bo pêşerojê dibe hêviya yekîtiya gelan. Ango temsîla yekîtiya gelan dike. Gerîla bi vê sekna xwe û ruhê xwe, bi taybet bi pêşengiya jinê temsîla yekîtiya hemû gelên cîhanê dike. Her wiha temsîla avakirina sîstema di pêşerojê de dike.
Heta Ku Em Bêjin ‘Em Ê Gel Biparêzin’, Ev Gel Nabe Xwedî Îrade
Eger em bêjin gelê Rojava gelê Rêbertiyê ye wê pênaseya herî rast be. Rêbertî 20 salan di nav gelê Rojava de ma. Li ti parçeyên din, gel ewqasî bi Rêbertiyê re nemaye. Rêbertî di 2’yê Tîrmeha 1979’an de derbasî Kobanê bûye. Heta 1999’an Rêbertî timî di nava gelê Rojava de bû. Tê gotin ku nifûsa gelê Kurd 50 mîlyon e. Dibe ku zêdetir jî be. Ji wan bila 3 mîlyon li Rojava bin. Ango ji sedî 6’ê gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ye. Lê bi giştî Kurdistanê yê di aliyê maddî û manewî de pêşengî ji şoreşê re kiriye gelê Rojava ye. Gelê Rojava çûye paleyiyê, çûye xebitiye û hemû tiştên xwe pêşkeşî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê kiriye. Gelê Rojavayê Kurdistanê bi giştî bûye şoreşger. Bi hemû hebûna xwe tevlî şoreşê bûye. Li gor stratejiya me ya destpêkê, “Rojava bi tena serê xwe nikare tiştekî bike. Rojava parçeyekî biçûk e. Erdnîgariya wê ji bo şerê gerîla zêde guncav nîn e. Lewma Rojava girêdayî Bakurê Kurdistanê divê were rizgarkirin. Başûr û Rojhilat jî dikare bi serê xwe şoreşê pêk bînin. Bi vî rengî jî dikare yekîtiya Kurdan bê çêkirin.” Ango bi vî awayî dihat destgirtin. Lê dem û zeman wer derbas bû ku Rojavayê Kurdistanê di aliyê şoreşê de jî bû pêşengê tevahiya Kurdistanê. Ev taybetmendiya gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê ye. Gelê Rojava bi kadro û şervanên xwe pêşengiya tevahiya gelê Kurd kiriye.
Şoreşa Rojava hat avakirin. Gelek berdêl hatin dayîn. Qehremantiyên mezin derketin holê. Rojava ji bo tevahiya cîhanê bû model. Modela fikra Rêbertiyê ye. Di vê de wê çiqasî pêş bikeve û bi ser keve? Di aliyê şer de bi ser ket. Hêzên cîhanê yên weke Amerîka, Ewropa, dewletên Rojhilata Navîn li hember DAIŞ’ê têk çûn. Ti dewlet û hêzeke li hember DAIŞ’ê guleyek teqandiba nebû. Ya DAIŞ da sekinandin û têk bir, fikra Rêber Apo bû. Ango têkçûna DAIŞ’ê wer tenê bi çek nebû. Tişta çekê dide bikaranîn ruh, mejî û fikra te ye. Ev têkoşîna li Rojava li cîhanê bû modelek. Niha tevahî hêzên kapîtalîst û desthilatdar dixwazin vê modelê xerab bikin. Rojava jî li ber xwe dide da ku vê modelê bi ser bixe. Tenê ne li her sê parçeyên din ên Kurdistanê, dixwaze li tevahî cîhanê vê modelê pêş bixe.
Niha li Rojava çi kêmasî hene? Mînak bi mîlyonan mirov li tevahiya cîhanê 1’ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanî weke roja rizgarkirina Kobanê û sekinandina DAIŞ’ê pîroz dike. Em ji bo gelê xwe derketine çiyayan û em ji bo vî gelî şer dikin. Lê bi fedaîtiyê mirov xwe ji gel re bike qurban têr nake. Ji bo mirov gel bike îrade, divê gel bibe xwedî hêz. Li Rojavayê Kurdistanê di nav gel, kadro û şervanan de jî qehremantiyên gelekî mezin derketine holê. Lê hê jî îradeyeke tê xwestin çênebûye. Divê gel jî karibe di şerê li hember dagirkeriyê de bi rola xwe rabe. Mînak li tevahiya cîhanê dema şerê rizgariyê çêdibe, tê gotin ku jin û mêr wekhev in. Lê dema şoreş bi ser dikeve jin dîsa dikeve asta duyemîn û nabe îrade. Jin di nav PKK’ê de çawa bû xwedî îradeya sereke? Ji ber ku mirov bi xwe dibe îrade û parêzvanê mafên xwe. Jin di nav PKK’ê de bi xwe bi rola xwe rabû. Bi berdêl û têkoşîna pêş xist, bû xwedî rêxistin û pêşeng. Gel jî heta nebe pêşengê xwe, nikare bibe xwedî îrade. Divê kes nebêje, “Gel nezane, nikare xwe rêxistin bike. Em yeqîn nakin ku gel karibe xwe bi rê ve bibe.” Ma wê kes ji yên welê dibêjin re nebêjin, “Ma tu ji ku derê hat? Ma ne tu jî zarokê vî gelî yî? Ma tu çawa bû xwedî îrade, lê gel bêîrade maye? Tu bi perwerde û tecrûbeyê dibî xwedî îrade. Bi guhertina sîstemê tu dibî xwedî îrade.” Ma çima ev gel nikare bibe xwedî îrade? Eger tu vî gelî perwerde bikî û tu derfetan jê re pêşkeş bikî wê bibe xwedî îrade. Bila kêmasî bên kirin. Mirov di kêmasiyan de xwe dibîne û radibe ser piyan. Heta ku em bi dilinî ango bi awayê, “Em ê gel biparêzin” tevbigerin, ev gel nabe xwedî îrade. Gel çiqasî xwe rêxistin û perwerde bike wê bibe xwedî îrade. Gel çiqasî xwe bi rê ve bibe, wê ewqasî karibe li ser piyan û li hember dijmin bisekine. Ji bo avakirina rêxistinbûnê hostetî pêwîst e. Di rêxistinbûnê de nêzîkatiya dilinî nayê qebûlkirin.
Yên dibêjin, “Gel nikare xwe bi rê ve bibe”, kesên welê ne ku ji xwe bawer nakin. Yên ji gel bawer nakin, ya rastî ji xwe bawer nakin. Gel çavkaniya jiyan û têkoşînê ye. Rojane zarokên xwe dişîne nav şoreşê. Maddî-manewî her tiştên xwe dixe xizmeta şoreşê. Ma gelekî wiha heq nekiriye ku bibe xwedî îrade û li ser lingên xwe bisekine? Helbet heq kiriye.
Bi kurtasî yek ji kêmasiya heyî, nêzîkatiya dilinî ye û tevahiya barê şoreşê digire ser milên kadro û şervanan. Divê gel jî barê xwe bigire ser milên xwe. Wê kadro jî gel perwerde û rêxistin bike. Bi vî awayî wê gel xwedî li xwe û şoreşê derkeve. Wê fêr bibe û bibe xwedî îrade. Dema gel bibe îrade wê barê kadro û şervan jî sivik bibe.
Têkildarî amadekariyên ji bo şer jî, Rojavayê Kurdistanê weke Zapê nîn e. Li Rojavayê Kurdistanê bi esasî şerê gel e. Ji bo gel bibe xwedî îrade, karibe xwe ava bike û xwe bi rê ve bibe jî hewldan hene. Rêxistinbûna gel tê pêşxistin. Li ser navê HPC’ê, erka xweparastinê û hwd. hewldan tên pêşxistin. Ango rêxistinên gel tên avakirin. Divê di sazî û meclîsan de kadro nebin berpirsiyar, divê gel bibe berpirsiyar. Erka kadro ew e ku gel di van mijaran de perwerde bike da ku gel karibe li ser lingên xwe bisekine. Rêber Apo jî kadro perwerde dikir û dişand nav civakê; gerîla perwerde dikir dişand qadên şer û gel perwerde dikir, dişand nav gel. Bi vî awayî şopên dewletbûnê û desthilatdariyê ji holê radibin. Ev xisûs li Rojava her diçe pêş dikeve.
Weke encam jî em dikarin vê bêjin. Rêbertî û gel bûye yek. Ango gel û Rêber Apo ji hevdu qut nabin. Gel ji bo Rêbertiyê timî li ser piyan e. Gel bi Rêbertiyê ve girêdayî ye. Divê em bibin tercumanê hêviyên bi dehhezaran şehîdan û Rêbertiyê. Heta îro li ti devera cîhanê ji bilî Rojavayê Kurdistanê sîstema li ser esasê Şerê Gel ê Şoreşgerî û paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê nehatiye avakirin. Ev hemû tiştên nû ne. Tiştekî ku em ji hinekên din fêr bibin nîn e. Divê em bi xwe ava bikin. Çawa ku Rêber Apo her tiştî bi xwe diafirîne, gelê Kurd jî bi dirûşm, sekn û têkoşîna xwe di aliyê avakirinê de li pêş e. Gerîla jî bi heman rengî diafirîne. Helbet hê kêmasiyên me zêde ne. Divê em hêviya gelên cîhanê ya bi me, bibin serketinê. Fêrbûnên kevin û rêyên berê me nagihînin ti cihî. Pêwîst e, em rêyên nû çêbikin. Ji bo vê afirandin û avakirin hewce ye. Lewma divê em Rêber Apo baş fêm bikin. Eger em Rêber Apo baş fêm bikin û bi gel bidin fêmkirin, em ê karibin tiştên Rêber Apo afirandine derbasî pratîkê bikin. Em ê wê demê karibin bibin layiqî Rêber Apo û bibin pêşengên cîhanê yên rastî. Yan na bi hestî û xweecibandinê em ê nikarin pêş bikevin. Eger em timî pesnê xwe bidin û xwe têr bibînin, em ê tine bibin.
Weke me li jor jî behs kir pêşengê me yê nemir hevalê M. Hayrî Dûrmûş ê hemû zor û zehmetî da ber çavan û çû şehadetê digot, “Li ser kêla gora min deyndarê gelê xwe ye binivîsînin.” Naxwe hê tiştên divê bên kirin hene. Pêwîst e, em li gor wê tevbigerin. Mînak Rêber Apo di hevdîtineke xwe de ku bi parêzeran re kir, digot, “Eger ez ji zindanê derkevim, ez ê biçim kolanên Amedê paqij bikim.” Eger hûn bala xwe bidinê Rêber Apo nabêje, “Min ewqas tişt ava kirin.” Divê em mutewazîbûna qehremanên me, ya Rêbertiya me û gelê me hinekî di xwe de biçînin. Bi rastî jî bi qasî em bi hezaran şoreşan çêbikin, danehev û tecrûbeyên me hene. Tecrûbeyên 50 salî yên Apocîtiyê ne kêm in. Em dikarin li ser vî esasî bi rastî jî pêşengtiyê ji gelên cîhanê re bikin. Eger em rast û durist tevlî bibin, weke wan qehreman û lehengên xwe tevbigerin û xwe bikin giştî tiştekî em bi ser nexin wê nebe. Eger em ji berjewendiyên şexsî dûr bikevin em ê pir pêş bikevin û pêş bixin. Em ê karibin xwe jî û derdora xwe jî ava bikin.