RAST FÊMKIRINA ŞEHÎDAN BI AVAKIRINA CIVAKA AZAD MIMKUN E
ŞUKRÎ SERHED
Ji bo fêmkirina rastiya şehadetê têgihiştineke kûr a sosyolojîk hewce ye. Ji ber ku her şehadet di heman demê de teqabulî jiyaneke nû dike. Bi nêzîkatiyeke jirêzê mirov nikare heqîqeta wê ya afirîner fêm bike. Dibe ku mirov heta yekemîn manedayînên mirovahiyê jî biçe. Dinyaya maneyê ya însan a ku bi bedel û kedên mezin ên hezaran salan hat avakirin, bûyera şehadetê ji pîroziyê jî wêdetir mîna perspektîfeke jiyanê, mîna bersiveke ji bo pirsa çawa bijî bi şekil kiriye. Bi taybet jî her canê ku ji bo armancên mîna rojê zelal tên dayîn, her jiyana ku ji bo ku azadiya civakî ji nû ve ava bike tê bexşandin wekî rêya ku divê mirov li ser bimeşe li beramberî me disekine. Gelek ji me dema ku em gavê diavêjin nav jiyaneke nû em xwe dispêrin vê rastiya şehadetê û em wisa derketinekê dikin. Ji ber vê yekê her şehadet di heman demê de înşayeke sosyolojîk e, avabûneke dîrokî ye jî.
Di civakîbûna Kurd de têgîna şehadetê di esasê xwe de ne xwedî rabirdûyeke pir kevn e. Wekî sedem dibe ku ji ber ku li ser esasê hişmendiya kolektîf a civakê şerekî hebûnê nehatiye dayîn ev çênebibe. Mirovatî ji rabirdûyê heta roja me li ser bingehê pergala nirxan gihiştiye hafizaya hevpar a dîrokî. Di jiyana xwe de pîrozî çêkirine û bi vî rengî rêkên ber bi siberojê ve dirêj dibin vekirine. Mirin bi vî rengî hatiye pêşwazîkirin. Feqet di pêncî salên dawiyê de ev rastî ji bo civakîbûna Kurd gihiştiye asteke cudatir. Mîna ku jiyan her roj tê çandin, her roj li ser xaka Kurdistanê can hatine çandin.
Rêber Apo, mirinê wekî “bîranîneke sosyolojîk” pênase dike. Bîranîn, ne ew e ku di nava parçeyekî zeman de û hema di mekanekî de pêk tê. Bîranîn, wekî beşeke ji civaka dîrokî rû dide. Lewma jî bersivdayîna bîranînê pîvanekî wisa ye ku mirov bi awayekî rast tevlî jiyana civakî bibe, li beramberî jiyanê xwedî berpirsiyarî be. Li vir bi awayekî kûr lêkolîna li ser rastiya şehadetê û li ser vî bingehî diyarkirina nêzîkatiyê dibe yek ji şertên sereke yê jiyana watedar. Çawa ku dê û bavên (pêşiyên) însan manedayînên xwe yên destpêkê li ser esasê ew ên ku di warê fîzîkî de ji nav wan veqetiyane ava kirine, di roja me de jî, bi taybet kesên ku ji bo neteweyî-hevparbûna neteweyan têkoşîna azadiyê dimeşînin, kesên ku dixwazin di vê mijarê de xwedî helwest bin, pêwîst e bûyera şehadetê ji înşaya sosyolojîk qut negirin dest. Bîranîn, hafizaya civakî ava dike. Her bersiva ku ji bo bîranînê bê dayîn ji bo xurtkirina hafizaya civakî dibe gavek.
Her çiqasî bûyera şehadeta ji bo Kurdistanê ne xwedî rabirdûyeke pir kevn be jî, têkoşîna PKK’ê ya ku nîv sedsal e li ser xeta qehremantiyê tê meşandin, ev yek wekî heqîqeteke afirîner a ku kêlî bi kêlî pêk tê gihandiye îfadeyê. Feda û xweda di nava xwe de hevdu dihewînin û digihêjin ber deriyê heman maneyê. Yanî “xwe dide û ji xwe dide”. Heger yek xwedayî be, ya din jî rastiya wî/ê însanê/a afirîner e ku li gel ya xwedayî peywendiyê datîne. Şehîdên mezin ên ewilî yên têkoşînê halê vê yê herî xwerû pêşkêş dikin. Rastiyeke Kemal Pîr, rastiya afirîner bi xwe ye. Bi “XweDayînê” ji bo kesên pey xwe bûye pîvanekî ruh, hişmendî û îradeyê. Bi awayekî eşkere raxistiye ber çavan ku ji bo ku mirov karibe li ser navê gelekî biaxive divê mirov ji xwe, esas ji hebûna xwe ya maddî biqere. Ev yek bi vî şeklî mimkun dibe. Heqîqeta Kemal Pîr ne tenê ji bo gelekî, bi şeklê îfadeya nirxên hevpar ên hemû mirovatiyê pêk hatiye. Ji ber ku ji bo gotina “divê jiyan bi qasî ku mirov di oxira wê de canê xwe bide jê hez bike” bûye halê ku di kêliyê de pêk tê. Dijminên jiyana azad bi xwe jî li beramberî vê heqîqeta afirîner bêdeng mane.
Rastiya şehadetê ji ber ku di nava têkoşîna azadiya Kurdistanê de teqabulî rastiyeke wisa dike bi awayekî rojane dibe hedefa êrîşên mêtingeriyê. Di demên berê de şer li ser esasê “exlaqekî” diyar dihatin meşandin. Feqet di dema modernîteya kapîtalîst de ev yek ber bi asteke herî ketî ve hatiye kişandin. “Hurmeta Li Beramberî Mirî” di nava hemû çandên civakî de wekî helwesteke hevpar dihat qebûlkirin. Dema ku nêzîkatiyeke ji derveyî vê çêdibû qebûl nedikir, ev yek wekî rewşeke li derveyî mirovbûnê digirt dest û li dijî wê disekinîn. Encax di nava şert û mercên roja me yên modernîteya kapîtalîst de, bi taybet jî li dijî têkoşîna azadiyê ya ku bi pêşengiya PKK’ê tê meşandin û wekî neteweya demokratîk teşe girtiye, dewleta Tirk a dagirker bi zanebûna vê heqîqeta afirîner berê êrîşên xwe yên herî mezin daye vê pîroziyê. Goristan tên hilweşandin, cenaze tên teşhîrkirin, ji bo ku bandora wê ya civakê dike yek ji holê rake nahêle ku şehîdgeh bên avakirin. Dê û bav bi salan bi azweriyeke mezin ji bo ku bigihêjin şopeke zarokên xwe nasekinin, lê li beramberî vê dewleta Tirk a qirker bi rengekî sadîstî hestiyên zarokên wan dixin torbeyan û ji malbatan re dişîne. Dewleta Tirk a qirker mêtinger û desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê li beramberî vê rastiyê ewqasî nemerd nêz dibin. Ev yek bi xwe jî ji bo ku heqîqeta şehadetê bê fêmkirin bi têrkerî daneyan pêşkêş dike.
Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hema hema her roj bi vê heqîqetê dibe xwedî îfade. Wekî çawa xakeke Kurdistanê ya ku şehîd lê nehatiye dayîn nemaye, meh, hefte û rojeke ku em nebin şahidê rastiya şehadetê jî tine ye. Bi taybet jî piştî ku înşaya Şoreşa Rojava ket rojevê û vir ve vê rastiyê halekî sotînertir girtiye. Ji dema ku Şoreşa Rojava xwe nîşan da, ji sala 2011’an û heta roja me tenê li qada Rojava zêdetirî deh hezarî şehadet çêbûne. Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker, polîtîkayên qirkirina Kurdan a mêtingeriya modernîteya kapîtalîst, di qirna 21’emîn de jî dewam kirine. Li ser vî hîmî têkoşîna PKK’ê ya nîv sedsalê li Kurdistanê rewşeke nû derxistiye holê. Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya ku xwe dispêre felsefeya civaka demokratîk û jiyana azad a Rêber Apo, di deh salên dawiyê de li hemû dinyayê rastiya Kurdistanê zêdetir berbiçav kiriye. Bi taybet yekparebûna têkoşîna civakî û berxwedana ku bi pêşengiya jina azad pêş ketiye, hêviyeke wisa pêş xistiye ku ji derveyî jiyana li ser esasê peywendiyên mêtingerî û desthilatdariyê yên ku modernîteya kapîtalîst ferz dike jiyaneke din jî mimkun e.
Înşaya civakî heta ku mirov bedelên mezin nede ber çav nikare pêk were. Dema ku mijar dibe rastiya gelê Kurd jî, ku bi hezaran sal in hatiye parçekirin û belavkirin û ji xwebûnê hatiye derxistin, bedelên ku divê bên dayîn zêdetir dibin. Ji ber vê yekê, Rêber Apo ji bo ku li Kurdistanê asteke neteweyî bê girtin raber kir ku divê şerekî bêeman bê meşandin. Dema ku berê xwe da guhertina paradîgmayê jî rastiya şer ti carî piştguh nekir. Ji ber ku heta ku li Kurdistanê şerên mezin nehatana meşandin ne mimkun bû ku nanê rojane jî bihata qezenckirin. Rastiya şehadetê û şehîdan tam jî di vê babetê de fêrkerên mezin in. Rêber Apo dibêje, “Ti şehadet bêyî ku hincetên wan ên jiyana mezin hebin nikarin werin pêkanîn.” Bêguman, jiyanên mezin di nava sînorên ku sîstema heyî ferz dikin de nikarin bên avakirin. Lewma şert e ku mirov li ser bingehê vê heqîqetê karibe xwe bigihîne hişmendiya kûr a rastiya şehadetê.
Bi taybet gelê Kurd, bi giştî jî gelên Kurdistanê di nava dused salên dawiyê de bênavber bi polîtîkayên qirkirin, asîmîlasyon û koçberkirinê re hatine hevrûkirin. Netew-dewleta Tirk, netew-dewletên Ereb ên ku bi parçekirina neteweya Ereb ve ji aliyê mêtingeriya modernîteya kapîtalîst ve hatin avakirin û netew-dewleta Îranê li ser esasê parçekirina Kurdistanê gihiştin formên netew-dewletên modern. Li dijî polîtîkayên qetlîam û qirkirinê her çiqasî li çar parçeyên Kurdistanê berxwedanên mezin pêk hatibin jî, bi qasî têkoşîna PKK’ê fikrekî rizgariya neteweyî ya ku yekpare ye û hemû Kurdistanê digire nava xwe pêş neketiye. PKK’ê xwe spartiye vê rastiyê û hêna ji destpêkê ve stratejiyeke têkoşînê ya li ser bingehê “Şerê Gel” esas girtiye. Li pêşiya zafera têkoşîneke wisa ku gel yekser tevlî dibe û xwe gihandiye asta rastiya gelê şerker ti asteng nikarîbû bisekiniya. Ev yek di warê dîrokê de jî hatiye ispatkirin. Sîstemên desthilatdariyê yên herî despotîk, faşîst, qirker bi xwe jî nikarîbûn xetên berxwedanê yên ku bi azweriyeke mezin hatine hûnandin û gel tevlî dibe belav bikin, herî dawî nikarîbûn xwe ji hilweşînê xelas bikirana. Têkoşîna PKK’ê ya ku gihiştiye 50 salan di warê rastiya Kurdistanê de ev heqîqet bi rengê herî xwerû pêşkêşî me kiriye. PKK’ê, ku di gava xwe ya yekemîn de xwe spart gelê xwe û hêza xwe, di nava şert û mercên roja me yên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de, ruxmî hemû êrîşên hêzên hegemon ên dinyayê jî hebûna xwe diparêze, ji bo mirovatiya dinyayê dibe hêviya jiyana azad. Ev hemû jî bi nêzîkatiya Rêber Apo ya “Ji bo bîranîna şehîd bersivên rast bên avakirin” pêk hatiye. Rêber Apo ji şehîdê me yê yekemîn Hakî Karer heta roja me, nêzîkatiya ku dibêje, “bi şeklekî ku bersivê bidim wesiyeta şehîdan ez ê heta nefesa xwe ya dawî bijîm” di asta rêgezekê de girtiye dest. Girêdanbûna bi şehîd, nehiştiye wekî gotinekê, wekî kêliyeke dilinî tenê bimîne, ew veguherandiye şêwazekî jiyanê yê ku zaferê mîsoger dike. Wê çaxê şert e ku mirov di vê babetê de karibe xwe bigihîne lêpirsîneke kûr. Bûyera şehadetê, heta ku ji rewşa bîranînekê neyê derxistin û di jiyanê de nebe xwedî sekneke çalakiyê mirov nikare behsa girêdanbûneke rast bike. Di vê babetê de rewşeke dilinîbûna pir seresere, pir ne rêxistî rû dide. Helbet wekî pêwîstiyeke mirovbûnê ye ku mirov ji ber her şehadetê xemgîniyeke mezin his bike. Encax ti şehîdên me ji bo ku em li pey wan şînê bigirin û xemgîn bibin bi rengekî bêeman bi ser dijmin de neçûn. Berevajî, gelek ji wan dema ku îmkan dîtine wekî wesiyet gotine ku “li pey min negirîn, govendê bigerînin” û em hişyar kirine. Ketine ferqê ku girî û gazind wê nehêle ku em wan (şehîdan) rast fêm bikin. Ji ber vê yekê dema ku ber bi şehadetê ve jî meşiyane bi hişmendiyeke berpirsiyariya mezin hişyariyên xwe kirine.
Li cem me gelekan nêzîkatiya li beramberî şehadetê ji dilinîbûnê wêdetir naçe. Ji vê jî xerabtir, em li gorî naskirin û nenaskirina xwe ya şehîd nêz dibin. Heger yekî/a ku em ji nêz ve nas dikin be, hestên me li gorî vê yekê teşe digire. Heger xizmekî/e me be, em li gorî wê pêşwazî dikin, bertekên me li gorî wê bilind dibe yan jî di asteke normal de dimîne. Şehîd mîna emrekî (talîmatekê) li pey xwe xeta zaferê dihêle. Pêşxistina milîtaniya vê xeta zaferê di pêkhatina me de dernakeve holê. Em xemgîn dibin, digirîn, em ji bo bîranîna şehîdan gotinên herî bedew tînin ser ziman û dixwazin wan bidin jiyandin, em diyar dikin ku em dixwazin ji bo vê yekê têkoşînê bimeşînin. Encax em van hemûyan jî li gorî xwe, li gorî hisiyata xwe û li gorî asta xwe ya fikrê pêk tînin. Em li gorî pêwîstiyên xeta zaferê ya ku şehîdan xwe tê de kilît kirine pêşwazî nakin, em li ser vî bingehî tevlî pratîkê nabin. Eşkere ye, ev nabe bi awayekî rast fêmkirina rastiya şehadetê. Şehadet heqîqeteke yekpare ye. Li beramberî vê nêzîkatiya me zehf lawaz dimîne. Ji ber vê yekê hin şehadet bi gurbûneke mezin a hestan tên pêşwazîkirin, hin şehadet jî di nava beza rojane de bi îfadeyeke biçûk jî nayên pêşwazîkirin. Her çiqasî em di gotinê de bibêjin ev ne wisa ye jî ev rewş bi piranî di asta ligorxwebûnê de dewam dike. Lewma jî “Jiyanîkirina Şehîdan” di pratîka me de bersiva xwe nabîne, pêşxistina rêxistina vê, meşandina şerê vê, bilindkirina asta pratîka vê, kûrkirina îstîqameta wê ya îdeolojîk zeîf dimîne.
Şoreşa Kurdistanê li ser duriyanê ye. Dîrok xwe dubare nake, heger pêwîstiyên dîrokê neyên bicihanîn dîrok wê hikmê xwe yê tê zanîn bidomîne. Di 50 salên dawiyê de bi têkoşîna PKK’ê ya bi pêşengiya Rêber Apo di têkoşîna azadiya Kurdistanê de sengerên girîng hatine qezenckirin. Bi Şoreşa Rojava re ev xurttir bûye. Encax polîtîkaya qirkirina Kurdan a ku mêtingeriya modernîteya kapîtalîst û paşverûtiya netew-dewletên herêmê li ser hevpar dibin di roja me de jî dewam dike. Şoreşa Rojava ji roja xwe ya ewil ve bû hedefa êrîşên mezin. Di serî de dewleta Tirk a dagirker, çeteyên mîna El Nûsra, DAÎŞ’ê yên ku ji aliyê hêzên li herêmê şerê berjewendiyan dimeşînin hatin xwedîkirin û mezinkirin, bi ser Rojava de hatin berdan û xwestin paradîgmaya civaka azad a Rêber Apo ku demokrasî, ekolojî û azadiya jinê esas digire, asteng bikin, nehêlin bikeve meriyetê. Di roja me de jî ev êrîş kêm nebûne. Di 7 salên dawiyê de têkoşîna azadiya Kurdistanê di dîroka xwe de şerê xwe yê herî bênavber û dijwar dimeşîne. Şerê Gel ê Şoreşgerî yê ku tê pêşxistin, her çiqasî di astekê de bê dayîn jî negihiştiye asteke wisa ku gel bi rengekî topyekun tevlî dibe û li ser vî hîmî zafer tê mîsogerkirin. Her ku dijwariya êrîşan zêde bûye di hejmara şehadetê de jî zêdebûn çêbûye. Li milekî êrîşeke bênavber, konsepteke îmhayê ya ku di asta navneteweyî de ketiye meriyetê, li milê din jî fedaîtiyeke bêdawî ya ku heta dawiyê li ber xwe dide, li dijî teknîka pêşketî ya modernîteya kapîtalîst ji derveyî îrade, baweriya zaferê, çeka di dest de û rastiya gel a ku ji bo azadiya wê têdikoşe ti bingehekî din ê maddî yê xwe dispêrê tine ye! Bi rengekî rast fêmkirina vê hevkêşeyê û jê encamên rast derxistin ji bo fêmkirina rastiya şehadetê ya PKK’ê pêwîst e.
Şerê gel ê şoreşgerî rewşeke wisa îfade dike ku gel parastina xwe bi xwe dike, di serî de êrîşên îdeolojîk, şerê taybet ê dijmin, li dijî her cure polîtîkayên îmhayê bi rengekî topyekun li ber xwe dide, ji kal-pîrên wê heta ciwanên wê di nava yekîtiya têkoşînê de cihê xwe digirin. Her çiqasî em wekî gotin “Şerê Gel ê Şoreşgerî” pir bînin ser ziman jî di pratîkê de wekî tê xwestin em nikarin rêxistin bikin. Helbet eleqeya vê yekser bi hişmendiya welat, gel, şer û dijmin heye. Nimûneya têkoşîna rizgariya demokratîk û avakirina jiyana azad a li Kurdistanê tê meşandin li dinyayê tine ye. Kurdistan di gelek milan de li hemû dinyayê rewşeke “yekta” îfade dike. Kurdistan ne herêmeke wisa ye ku tenê çar dewletên li herêmê yên dagirker polîtîkayên qirkirinê li ser dimeşîne. Na. Di heman demê qadeke wisa ye ku şerê parvekirinê yê mêtingeriya modernîteya kapîtalîst a dinyayê li ser şekil digire. Lewma jî zehmet dibe ku têkoşîn di wextekî kurt de encamê bigire û ji ber vê yekê gel neçar dimîne têkoşîneke demdirêj bimeşîne. Rastiyeke wisa heye ku Rêber Apo hêna ji destpêkê ve raxistiye ber çavan; heta ku li Kurdistanê şerê demdirêj neyê meşandin wê gelê Kurd nikaribe ji pençên qirkirinê bê rizgarkirin. Dema ku berê xwe daye guhertina paradîgmayê jî di vê eksenê de tespît pêş xistine; “heger dewlet çareseriya demokratîk tercîh neke, Kurd neçar in ku li ser bingehê şerê gel ê şoreşgerî têkoşîna parastina hebûna xwe û qezenckirina azadiya xwe bimeşînin.” Di merheleya heyî de têkoşîna azadiya Kurdistanê destketiyên mezin qezenc kirine, encak cendereya qirkirinê hêna jî dizîvire. Dewleta Tirk a dagirker li gorî mantixê xwe yê damezrandinê ji bo ku karibe polîtîkayên xwe yên îmhakirina Kurdan bixe meriyetê her tiştî dike. Di vê çarçoveyê de mirov dikare bibêje ku hevpariyeke navneteweyî jî di asteke bilind de heye. Li Îmraliyê li ser Rêber Apo tecrîda mûtleq, li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê êrîşên tinekirinê, hewldanên dagirkirina giştî xakên Başûrê Kurdistanê, hedefa tinekirina Şoreşa Rojava, li Şengal û Mexmûrê li dijî gelê me yê welatparêz û pêşengên wê êrîş, li Ewropayê qetlîamên tên pêşxistin hemû jî nîşan didin ku li dijî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê di asta kûrewî de şer tê meşandin. Heger şerê dijber di vê astê de fireh e û pirmilî ye, wê çaxê divê têkoşîna li Kurdistanê bê meşandin çawa be? Em neçar in vê pirsê her roj ji xwe bipirsin û kêlî bi kêlî jê re bersivan bibînin. Divê em wêne bi giştî bibînin, em bandora mezin a ku bedelên hatine dayîn li giştî dinyayê kiriye bibînin, em bibînin ku paradîgmaya Rêbertiyê her diçe cîhanî dibe, di şênberiya dewleta Tirk a dagirker de, di faşîzma AKP-MHP’ê de sîstema dijminê Kurdê/a Azad ketiye nav bêçaretiyeke kûr, heger têkoşîneke rast û têrker bê meşandin ne mimkun e ku xera nebe, divê em bi îmaneke mezin bi vê ve bên girêdan û bi hêza xwe bawer bikin. Her çiqasî teknîka herî modern a şer li eniyan jî be, têkoşîneke ku bi gel re bûye yek dikare zaferê garantî bike. Ji bo vê yekê rastiya şehadetê, jiyana fedaî ya şehîdên mezin ên têkoşîna azadiyê ji bo pirsên divê çawa bibe û çi bike bersivê tîne û îstîqametê diyar dike.
Rêber Apo got; “…êdî jiyana berê hatiye bihurandin. Êdî em dikevin nav jiyaneke nû, em dikevin nav pêvajoyeke wisa ku hemû çîn û tebeqe tevlî berxwedana neteweyî dibin. Pêvajoyeke wisa ye ku ji heft salî heta heftê salî, jin û mêr dikevin navê, nîvengeke nîqaşa gur û geş diafirînin, helwesta xwe diyar dikin. Pêvajoyeke wisa ye ku em dikarin her tiştên ku em herî zêde arezû dikin û me ji dest dane qezenc bikin. Çavkaniya bingehîn a vê qezencê jî şehîdên me ne.” Rêber Apo bi vê nirxandina xwe ve îşaretê bi şehîdan dike ku li Kurdistanê asta azadiya bilind dibe her roj bi dayîna canên xwe ve pêk tînin. Ew bi berxwedanên xwe yên mezin, bi baweriyên xwe yên bi zafer û azadiyê ve bingehê rizgariya neteweyî û civakî pêk tînin. Rastiyeke wisa ya neteweyî ye ku xeyalê wê jî tirseke mezin çêdikir. Ji vir afirandina derbasbûneke bi vî awayî, ne tenê li Kurdistanê, li hemû dinyayê xwegihandina asteke ku hêviya jiyana azad pêş dikeve pir girîng e. Di nava şert û mercên roja me de ji ber ku ev yek bi têrkerî nayê fêmkirin têkoşîna avakirina civaka azad di warê encamên tên xwestin de lawaz dimîne, Kurdistan bi giştî ji dagirkerî û mêtingeriyê re vekirî dimîne.
Rêber Apo dema ku li Kurdistanê rastiya şehadetê dinirxîne wisa dibêje: “Ev pêvajo çawa hat amadekirin, maneya her çalakiyekê çi ye, cihê her şehîdekî/ê di vê destanê de, di vê pêvajoya lehengane de çi ye, bêguman wê bi helbestan, bi hikayeyan, bi romanan, bi wêneyan, bi stranan bê ziman. Teqez e ku em ê vê rewşa fîîlî wekî bingehê jiyana bi rûmet a ku em herî zêde pê şanaz in bibînin. Xebitîn, bikaranîna van di serî de hunermend, fermandarên eskerî yên Partiya me, erka hemû mirovên me ne. Ya girîng ew e ku bingeh saxlem bê danîn, çêbûn saxlem pêk were. Bi pêşengiya PKK’ê çêbûn çawa saxlem hatibe pêkanîn, berxwedana gelê me bi xwe jî bûye şahidê çêbûneke saxlem. Ji vê û şûn de êdî zeman e, di nava zemanê de mezinbûn e. Ji vê û şûn de vesaziyeke teknîkî ye, yanî bi tenduristî rêxistinbûna tevgera gelê me, bi şêwazên têkoşînê yên rast roj bi roj dana meşandin e. Em vê jî bi terzekî herî lehengane dimeşînin. Wêrekî û fedakarî mîna di nava pêşbirkekê de tên bicihanîn. Helbet heger tevgerek, gelek wisa rabibe ser piyan ji bo ku bi ser nekeve ti sedem tine ye.” Mirov bi vê heqîqetê bizane û wisa tevlî jiyanê bibe, mirov li ser vî bingehî bersivê bide bîranîna şehîdan, ev yek li Kurdistanê ji bo jiyaneke azad, bi rûmet û bi namûs şertekî wisa ye ku nebe nabe. Nêzîkatiyeke ji derveyî vê ne dikare têkoşîna azadiya Kurdistanê ya ku li ser bingehê neteweya demokratîk tê meşandin bigihîne zaferê, ne îmkanê dide me ku em karibin derfetên jiyaneke bi rûmet ava bikin, ne jî me nêzî rastiya şehadetê dike ku em her roj bi bîranînan dilsoziyên xwe tînin ziman û soza pêkanîna xeyalên wan didin. Ligorî ku em ê şehîdên xwe ji bîr nekin, wê çaxê em neçar in ku em mîrateya wan berxwedanê bi layiqî dewr bigirin, ala azadiyê bi serbilindî li ba bidin. Ji derveyî vê tiştên din ji bilî hîçbûnê, ji bilî bêesilbûnê ne tiştekî din in. Heta ku li Kurdistanê rastiya şehadetê bi vê hişmendî û hisiyatê neyê pêşwazîkirin em nikarin xwe ji kolebûnê, welatê xwe ji mêtingehbûnê xelas bikin.
Li vir pêwîst e em dîsa berê xwe bidin rastiya şerê gel ê şoreşgerî. Wekî ji navê wê jî tê fêmkirin, ev şerekî wisa ye ku gel yekser tevlî dibe, di rêxistinkirina wê de, di meşandina wê de, di pêşwazîkirina pêdiviyên wê de rola gel heye. Mirov bi hişmendiya xwe ve di warê avakirina jiyana xwe de, di parastina xwe de û di domandina hebûna xwe de ji zindiyên din cuda dibe. Însan wekî çawa plan dike û biryar dide wê çawa bijî, her wiha hebûneke wisa ye ku wê parastina xwe çawa bike, divê kîjan amûran bi kar bîne diyar dike û li ser vî bingehî gelek bûyer û diyardeyên muhtemel ji destpêkê ve pêşbînî dike, tedbîrên wê digire û jiyanê li gorî vê rêxistin dike. Însan, hebûneke xwedî vê hişmendî û hêzê ye. Civakîbûnê ji rabirdûyê heta roja me li ser bingehê vê rastiyê karîbû li dijî hemû êrîşan jî hebûna xwe biparasta. Bi giştî di dema sîstema desthilatdariya navendî de, bi taybet jî di dema desthilatdariya netew-dewletê de ku amûrê qirkirinê yê modernîteya kapîtalîst e, ev rastî di asteke mezin de hatiye berevajîkirin. Amûrê bi navê dewletê, fikrê dewletbûnê; wekî tekane amûrê domandina hebûna xwe bi civakê dane dawerivandin. Halbûkî di beşeke mezin a dîroka civakî de diyardeya bi navê dewletê tine ye. Civakê bi rengê xwerêveberiyê wekî çawa pêdiviyên xwe yên jiyanî pêşwazî kirine, her wiha parastina xwe jî pêk aniye. Kengî peywendiyên civakî lawaz bûn, kengî hêz û maddiyat ket nav peywendiyên însan wê çaxê di civakîbûnê de jî lawazî pêş ket. Her çû zêdetir daxwaza qewetê çêbû, kulmozên desthilatdariyê zêde bûn. Civak anîn asteke ku nikaribe xwe bi rê ve bibe. Mijokdarî, jiyaneke kolewarî kirin wekî tiştekî jirêzê. Lewma jî birçîbûn, feqîrî, şer, qetlîam wekî amûrekî siyasetê ji bo ku civak ji nû ve bên biteşekirin hatin bikaranîn. Rastiya Kurdistanê di vê mijarê de gelekî fêrker e. Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd a ku nîv sedsal tijî kiriye jî rêxistinkarekî mezin e. Ji ber vê yekê dema ku “şerê gel ê şoreşgerî” tê gotin divê mirov li rastiya civakî binêre. Heger ev şer li Kurdistanê tê meşandin, wê çaxê divê mirov li dîroka Kurdistanê binêre û li encamên têkoşîna azadiyê ya ku li ser bingehê felsefeya Rêber Apo nîv sedsal e tê meşandin binêre.
Li Kurdistanê wekî şoreşa neteweya demokratîk “şoreşeke gelan” pêş dikeve. Ji bo ku şoreş bigihêjin serketinê bi qasî însanên ku ji bo vê yekê canê xwe bidin hebin divê gelekî ku siberoja xwe di serketina şoreşê de dibîne, jiyana xwe li gorî vê rêxistin dike, nifşên siberojê li gorî pêwîstiyên şoreşa bê avakirin digihîne hebin. Ev, di serketina şoreşê de du faktorên sereke ne. Ti şoreş tenê li ser serketina eskerî negihiştiye zaferê. Encax bi tevir, bêr, bi gopal, bi kevirekî ku bi baweriyeke mezin diavêje jî be, heger civakê siberoja xwe di zafera şoreşê de dîtibe û li ser vî bingehî tevlî şer bibe ew şoreş li ser bingehê îdeolojiyên xwe gihiştine serketinê. Dema ku mirov li gorî esasên paradîgmaya civaka demokratîk binirxîne, bêguman zehmet e ku mirov karibe behsa şoreşeke gihiştibe zaferê bike. Herî dawî bûne dewlet û şêwazekî nû yê desthilatdariyê derxistine holê. Lewma jî veguherîne dijberê xwe û nikarîbûn pêsîra xwe ji hilweşînê xelas bikin. Encax têkoşîna xwe ya li gorî şert û mercên demê meşandine bi serketî bi encam kirine. Mirov dikare mînaka vê ya herî balkêş di pratîka reel sosyalîzmê de bibîne. Li ser vî esasî, Şoreşa Kurdistanê dikare li hemû dinyayê rewşeke nû derxîne holê. Li pêşiya gelê Kurd erkeke dîrokî ya pêşengiyê heye. Dema ku erkên demê li ser bingehekî rast bên bicihanîn mirov dikare xwe bigihîne “şoreşa gelên cîhanê”. Encax ya ku divê beriya wê bê kirin beralîkirina dagirkirin, mêtingerî û gefa qirkirinê ya li ser Kurdistanê ye. Ev jî bêyî şik û guman dema ku rastiya gelê şerker a ku xwe dispêre tevlîbûna gel û xwe di her warî de gurçûpêç û rêxistin dike pêk were mimkun e.
Ji bo ku li Kurdistanê şerê gel ê şoreşgerî bê pêşxistin têra xwe îmkan hene. Bi dehhezaran Rastiya Şehîdan heye, ku her yekî/ê mînakên mezintir ên jiyan û berxwedanê raber kirine, nimûneyên însanên herî zana, herî bi exlaq, herî wêrek in. Destketiyên mezin hene, ku bi têkoşîna azadiya Kurdistanê ya nîv sedsalî derketine holê. Ji vê jî girîngtir, di pratîkê de rêxistinkirina paradîgmaya Rêber Apo ya civaka demokratîk heye. Guhertina ku di cîhana zihniyet û hestan de çêdibe hêna ji niha ve dikare bandorê li hemû dinyayê bike û sedsalan bixe bin bandora xwe. Li vir yek ji pirsgirêkên bingehîn ew e ku rastiya têkoşîna li Kurdistanê li gorî têkoşîna rojane, peywendî û nakokiyên rojane, li gorî pêşketina eskerî û hêza teknîkî ya rojane tê nirxandin û bandora wê ya civakî-dîrokî nayê dîtin. Ji ber vê yekê li ser esasê zaferê pêşxistina şoreşê li ser bingehên avakirina jiyana azad û rizgariya demokratîk a ku wê mêtingeriya modernîteya kapîtalîst û paşverûtiya netew-dewletê têk bibe nayê rûniştandin. Divê bê dîtin, ev encameke fêmnekirina dîrokê ye, xelasnebûna ji wî zihniyetî ye ku ji aliyê sîstema dewletê ya desthilatdarparêz ve hatiye pêşxistin. Mixabin, hêna jî pêşketin li gorî helwestên “hêzên dewletdar” tên nirxandin; civakeke rêxistinkirî, demokratîk û azad dikare çi bike, nayê dîtin, yan jî dîtina wê nayê xwestin.
Têkoşîna azadiyê wekî paradîgmaya avakirina civakî xwe dispêre felsefeyeke civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê dixwaze. Ev yek di warê xwedîderketina mîrateya dîroka civakî û garantîkirina siberojeke azad de xwedî avantajên mezin e. Paradîgmaya civaka demokratîk a ku xwe dispêre hêz, rêxistinî û rêveberiya civakê mimkun dike ku li derveyî sîstema dewletê-desthilatdarparêziyê avakirineke civakî mimkun bibe. Îdeolojiya azadiya jinê, veguhertina zihniyetê ya ku di civaka Kurdistanê de çêbûye, berxwedana serketinbarkirî ya gerîlayên YJA Starê ya ku berê her kesî, bi taybet jî fikra serwerîxwaziya zilam ji nû ve xist pêvajoyeke nirxandinê, bi Şoreşa Rojava re bi pêşengiya YPJ’ê li giştî dinyayê zêdetir darîçav bû. Jinên ku li dijî desthilatdarparêziya zilam têkoşîna azadiyê dimeşînin û di vê mijarê de xwedî lêgerîn in berê xwe dan têkoşîna ku di şênberiya Kurdistanê de tê meşandin. “Jin Jiyan Azadî” ya ku bi felsefeya Rêber Apo gihişt cewherê xwe pêl bi pêl pêş ket û gihişt asteke gerdûnî. Ev hemû jî bêguman ji bo Kurdistan û Rojhilata Navîn destketiyên pir mezin ên têkoşînê ne. Êdî pir eşkere û zelal e ku divê mirov zaferê tam jî di vir de bibîne. Dema ku pêşketin bi awayekî yekpare hatin bidestgirtin wê bê dîtin ku Têkoşîna Azadiyê xwedî îfadeyeke pir xurt e, ji her demê zêdetir nêzî zaferê ye. Bi taybet jî wekî navend hilbijartina azadiya jinê û pêşengiya jinê şensê serketinê zêdetir bilind dike.
Di nava avaniyên civakî yên mîkro de ku li ser komun û meclîsan tên rêxistinkirin û her kes hevdu nas dike, demokrasî dikare bikeve meriyetê, ji bo ku azadî nekevin bin zextê nîveng dikarin bên amadekirin, parastina civakî bi tevlîbûna gel bi xwe pêk were dikare xurttir pêk were. Mimkunbûna vê yekê êdî ne teoriyek e, bi mînakên Rojava û Şengalê şênber bûne. Divê mirov vê yekê baş bibîne; civak di esas de ji ber zext û tundiyê zeîf nakeve. Piştî ku peywendiyên civakî hatin guhertin, peywendiyên însanan û rastiya wan a welat bê qutkirin, avaniyên civakî bên belavkirin û li şûna wê dewlet wekî amûrê rêvebirin û parastinê bê bicihkirin zeîf dibin û her tim ji bo dagirkerî, talan, mêtingerî, destdirêjî û destavêtinê vekirî tên hiştin. Sîstema modernîteya kapîtalîst her tim krîz û şer pêş dixîne û dixwaze krîza xwe ya avaniyê ya kûr derbas bike. Ji bo vê yekê ji qirkirina gelan bigirin heta guhertina demografyayê xwe ji pêkanîna ti polîtîkayî nade paş. Nimûneya vê ya herî şênber jî îro li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî tê dîtin ku dewleta Tirk a faşîst-dagirker dixwaze van polîtîkayan bixe meriyetê. Gelan ji ser xakên wan didin koçberkirin û li milekî hewl didin hêza erzan a xebatê peyda bikin û li milê din jî hewl didin ji bo xwe qadên nû yên mêtingeriyê ava bikin. Ji deverên tên û li welatê me şerê berjewendiyê dimeşînin. Ruxmî ku dîrokê jî ispat kiriye ku divê mirov li dijî vê heta dawiyê bisekine, li ser xaka welatê xwe bimîne û ji derveyî vê jiyaneke cudatir a ku mirov karibe pêşkêşî nifşên siberojê bike tine ye jî, tê dîtin ku mirov dikevin ser rêkên koçberiyê, bi hezaran dikevin pey xeyalên erzan ên ku rizgariya takekesî ferz dikin û di behran de dixeniqin, li ser xaka dagirkerên ku welatê wan dagir kirine ber bi jiyaneke kolewarî ve tên kişandin û bi her cure biçûkdîtinê, nêzîkatiyên nîjadperest re hevrû dibin. Dema ku rewş wisa dibe, hemû tevnên ku yekparebûna civakî diparêzin diperitin, ji xwebûnê derketin dibe neçariyek. Xulase, xeteriya esasî di hundir de ye. Hêza eskerî ya welatekî çiqasî mezin dibe bila bibe, heger gel li kolanan ne bextewer be, însan ji hev hez nakin û piştevaniya hev nakin, têkoşîna pêşxistina jiyaneke demokratîk û azad ji xwe re nakin derd, heger rastiyeke wisa rû dide, ew welat di maneyeke rast de nikare xwe biparêze û nikare hebûna xwe biparêze. Ji ber vê yekê “şerê gel ê şoreşgerî” wekî neçariyeke stratejîk cihê xwe di nava rastiya têkoşînê de girtiye. Ji ber vê yekê, em dikarin parastina welatê xwe li kolanê, di nava malbatê de, li ber deriyê mala xwe, bi piştevaniya cîranê xwe pêk bînin. Em dikarin li dijî feraset û nêzîkatiyên ku xerabî, şoretî, jiyana maddî, bidestxistina desthilatdariyê li ser berjewendiyên neteweyî dibînin şer bikin û pêk bînin. Divê mirov xwe wisa xurt rêxistin bike ku ji derve ti kes nikaribe bi niyeteke xerab û bi dizî bikeve nava me. Divê mirov bizane qutbûna ji welat qutbûna ji nirxên civakî ye, ji xwebûnê derketin e, lewma jî ketina nav macerayeke bêesilbûnê ye. Pêwîst e bi vê zanebûnê ve wekî helwesteke herî sereke ya exlaqî, bi fezîlet, welatparêz hemû dinya jî êrişî me bike em li cihê xwe bimînin û welatê xwe neterikînin. Pêwîst e li her taxê, li her kolanê gel xweparastina xwe pêş bixîne û bi vî rengî şoreşê biparêze û pêş bixîne û di pêşxistina parastina welat de rolê bilîze. Dema ku dijmin êrîş kir mirov bikeve ser rêkên koçberiyê ev ê rizgariyê bi xwe re neyne. Berevajî, dema ku em bi hev re man em ê karibin xwe bigihînin îmkanên jiyana azad.
Şoreşa Rojava, karakterê gerdûnî yê şoreşa Kurdistanê bi tevlîbûn û şehadeta însanên ji gelek neteweyên din zêdetir xurt kir. Li ba Kurdan, gelên mîna Ereb, Suryan, Ermenî, Çerkez jî di nava refên şoreşê de gihiştin hev. Ev jî têrê nekir, ji welatên Ewropayê yên ku navendên modernîteya kapîtalîst in û ji gelek neteweyên din jin û mêrên ku bi azadiyê û heqîqeta civakî îman kirine di şerê li dijî DAÎŞ’ê û li dijî varyasyonên wê yên dijminê mirovahiyê de bûn yek. Kobanê, her çiqasî cihekî biçûk jî be bandoreke wisa mezin kir ku mirovatî di hesta hevpar de bigihêje hev. Şerê ku li Şengalê li dijî DAÎŞ’ê hat meşandin, mînaka wê ya wêrekî û fedaîtiyê, li cîhanê rewşeke nû ava kir. Têkoşîna ku bi baweriyeke mezin li dijî dagirkeriya Tirk û hovîtiya DAÎŞ’ê hat meşandin her ku mezin bû canên ku li ser xakê hatin çandin jî zêde bûn. Ji ciwan heta kal-pîran, ji jin heta mêran, ji heft salî heta heftê salî her kes di nav refên şoreşê de gihiştin hevdu. Rastiya şehadetê bû parçeyek ji jiyanê. Hema hema her roj bîranîna şehîdan çêdibe. Her roj bi hezaran însan soz didin ku wê berdevkiya şehîdan bikin. Bêguman, berdevkiya şehîdan berpirsiyariyeke mezin pêwîst dike. Mirov bi bîranînên wisa, bi gotinên xweş û bedew nikare xwe ji berpirsiyariya dîrokî bişo. Di vê mijarê de ya ku em esas bigirin helwesta mezin a Rêber Apo ye ku li beramberî rastiya şehîdan raber dike. Rêber Apo dibêje; “Heger divê mirov dîsa diyar bike, pêwîst e mirov nirxên me yên berxwedêr bi her awayî fêm bike. Me soz da van însanan ku em ê li ber xwe bidin. Wan jî soz dane û bi şerefa xwe li ber xwe dane. Gelek ji wan xwedî zarok bûn, bi qasî ku nikarîbûn nan bidîtana feqîr bûn, di warê gurçûpêçiyê de pir zeîf bûn, di nava şert û mercên gelekî hov de jiyan dikirin, lê karîbûn bihatana heta vê nuqteyê. Wê çaxê kî wê vê yekê esas negire û hewl bide bi tiştên din rojên xwe derbas bike û di nava Partiyê de jî wisa bisekine? Ev ê bibe amadekirina atmosfereke ji bo bêexlaqiyeke mezin, xerabûneke mezin û oportunîstbûnê. Heger em destûra vê bidin, ev ê bê vê maneyê ku em berevajî wan tevdigerin û em ê nema karibin van nirxan biparêzin.”
Divê mirov vê xisûsê bi girîngî destnîşan bike û xwe bigihîne hisiyata wê ya kûr: Nuqteya hevpar a ku hemû şehîd tê de digihiştin hevdu baweriya wan a li beramberî îdeolojiya Rêber Apo bû, hezkirina wan a li beramberî welat û gelên wan bû, hêrsa wan a li dijî zilm, talan, mêtingerî û dagirkeriyê bû. Hêza wan ji rastiyên ku jê re îman dikirin, ji hêviya wan a jiyana azad dihat. Hemû îmkanên maddî yên ku modernîteya kapîtalîst pêşkêş dikirin red kirin û li ser xaka xwe têkoşîna jiyaneke bi rûmet tercîh kirin. Dema ku ber bi bêdawîtiyê ketin ser rê jî şîara wan a hevpar ev bû; “Avakirina civaka azad a ku me dest pê kiriye bigihînin serketinê.” Ji derveyî vê têkildarî tiştên ku li pey xwe hiştine tiştek ranegihandine. Wê çaxê em, ew kesên ku diwêrin li ser navê wan biaxivin, divê çi bikin? Ev rastî ye, me hêna şoreş nexistiye bin garantiyê. Halbûkî me, hevrêyên wan, kesên dildarên şoreşê, malbatên wan, hevalên wan soz dan Wan. Me zemar gotin û hêrsa xwe dijwar kir. Temam, lê çi bû ku piştî şehadeta wan bi demeke kurt ev hemû normal bûn û bûn objeyên jiyana jirêzê ya rojane? Çi bû ku me li ser Wan dest bi teserûfê kir? Eşkere ye, ev ê nebe nêzîkatiyeke exlaqî, nêzîkatiyeke bi esil. Wê çaxê divê mirov bisekine û ji nû ve bifikire, ji bo ku her şehadetek bê fêmkirin divê mirov şerekî mezin bimeşîne. Divê em bi awayekî rast fêmkirina şehîdan wekî pîvana esasî ya mirovbûnê ji bo xwe diyar bikin û em li vê derê li azadî û serketinê bigerin. Divê em şerê azadiyê ya ku şehîdên me daye destpêkirin wekî gel bi giştî li dijî dagirkerî û mêtingeriyê bisekinin, hemû civakê li dora vê rastiyê rêxistin bikin. Ev jî encax û encax bi avakirina civakeke azad mimkun e.
Rêber Apo dibêje; “Ti şehadet bêyî ku xwedî armanc û hinceteke jiyana pir mezin be nikare pêk were.” Însan heta ku ne xwedî armanca jiyaneke pir mezin be nikare xwe bigihîne feda, rastiya afirîner. Heta ku hincetên jiyana mezin tine bin ne mimkun e mirov karibe xwe bigihîne heqîqeta civakî. Ha, di vê nuqteyê de şehîdên me rêya ku em bişopînin nîşanî me dane. Bi taybet jî kesên ku diwêrin li ser navê gelekî biaxivin, hedef dikin ku pirsgirêka azadiyê ya gelan çareser bikin divê bi awayekî vekirîtir û kûranîtir vê yekê fêm bikin. Divê heta şaneyên xwe yên herî biçûk xwe di çêbûneke wisa de birazînin. Deriyên ku mirovan digihînin azadiyê encax dikarin li ser vî bingehî bên zêdekirin. Avakirina civakî encax bi vî rengî dikare li ser bingehê rast pêk were. Ji ber ku şehîd şahidê hemû zemanê pêkhatî ne. Şehîd, îfadeya herî dijwar a heqîqeta însanên bi hişmendî ne ku ketine nav liv û tevgerê. Ew, halên mirovatiyê yên ku herî zêde dikevin ferqê, herî bextewer pêşkêş dikin. Çi tiştên têkildarî baş, rast û bedewiyê hebe bi wan dibe xwedî zar û ziman. Dilên wan welatê afirîner ê manedayînan e. İspat in, ku dema tê xwestin mirov dikare ji nav tarîtiyan ronahiyan bikişîne û derxîne, zemanên ku hatine qedexekirin tevlî kêliyên azadiyê bike û ji xirbeyên komasiya dîrokê avabûneke nû pêk bîne. Ji ber vê yekê ye ku divê her şehadet wekî avakirineke sosyolojîk bê bidestgirtin.
Şehîd, sedema me ya jiyanê ne û azmê me yê têkoşînê ne. Bi ronahiya wan êdî siberoj zêdetir gengaz e. Mirov bîranînên wan bi xurtî pêşwazî bike û li ser vî bingehî tevlî jiyanê bibe ev ê rêyên ku digihêjin serketin û zaferê heta dawiyê vekirî bihêle. Li nuqteya ku zafer lê ye, şehîdên me hene. Her gava ku ber bi zaferê ve bê avêtin wê me hinekî din nêzî rastiya şehadetê bike. Bêyî Wan (şehîd) hemû rêyên ji bo siberojê vedibin girtî ne, bêyî Wan tevlîbûna kêliyên azadiyê xeyal e. Ji ber ku şehadet ew halê pêkhatî yê azadiya civakî ye.