HEYVANÊ CIVAKÎBÛNA NÛ; AKADEMIYÊN CIVAKA DEMOKRATÎK

MELSA ÇİYA

0

HEYVANÊ CIVAKÎBÛNA NÛ; AKADEMIYÊN CIVAKA DEMOKRATÎK

MELSA ÇİYA

Demên em tê de ne demên ji nû ve bimanekirina jiyanê ne. Manedayîn di heman demê de fêmkirina jiyanê ye. Manedayîna jiyanê ew e ku însanê çalak hayjêhebûna xwe datîne holê. Însanê di ferqa xwe de di heman demê de ew însan e ku bi jiyanê maneyê dide qezenckirin. Bi mêzekirineke gerdûnî, hebûna ku hewl dide maneyê bide jiyanê însan bi xwe ye. Cureyê însan ê ku herî kêm hewldana manedayînê bi fikra xwe datîne holê bi jiyanê re qezenc dike. Di felsefeya “Jiyan dema tê jiyîn nayê fêmkirin” de nakokiya di navbera mane û jiyanê de di civakîbûna însan de wekî ‘azadî’ dikare bê bidestgirtin. Nakokiya di navbera jiyan û maneyê de, dema ku jiyan tê jiyîn nayê fêmkirin, nîşan dide ku însan hêna di kêliyê de negihiştiye hêza maneyê. Perwerde, çalakiya ku hêza maneyê bi jiyanê qezenc dike û dide qezenckirin, di vê maneyê de di civakîbûna însan de asteke girîng e.

 

Perwerde Ew Çalakî Ye Ku Hişmendiya Jiyanê Dide

 

Civakîbûnê, ku rêxistinbûna biwatekirina jiyanê ye, xwe di hafizaya dîrokî de wekî “Jin-Jiyan” ava kiriye. Ev formul, ku behsa çalakiya civakîbûna herî bingehîn dike,  hîmê têgihandina yekemîn a civakîbûnê û paradîgmaya yekemîn a civakê ye. Ev formul, ku hişmendiya civakîbûnê ye, di înşaya civakê de wekî fikra yekemîn jî tê qebûlkirin. Biwatekirina hebûna xwe, yanî jiyana xwe, li dora jin-dayikê pêk hatiye. Naxwe perwerdeya yekemîn a jiyanê li ser bingehê fikra jin-dayikê ye. Dûrbûn an jî qutbûna ji vî fikrî tê maneya jiyaneke bêmane.

Di warê têgînî de perwerde, bi însan dana qezenckirin, di hafizayê de bicihkirin di domahiya pêvajoya civaka xwezayî de çêbûye. Li ser vî bingehî armanca bingehîn a perwerdeyê manedayîna jiyanê ye. Însan, ku maneyê bi jiyanê dide qezenckirin an jî maneyê didiyê, fikra ku wekî civakê jiyanê bide domandin qezenc kiriye. Pêvajoya civakîbûna gund-cotkariyê ya bi zihniyeta civaka jin-dayikê, ku karîbûye di nava pêvajoyên avabûna civakî de xwe bigihîne vê hişmendiyê, di heman demê de îfadeyeke wisa ye ku her însanekî/ê xwe gihandiye asta zanatî, zanyarî û fezîletdariyê. Rastiya wê, (ya ku ji civakê ne qut, xwe aîdî gerdûnê dibîne, li ser bingehê yekparebûna bi civakê re maneyê dide hebûna xwe û wisa dijî, rêzikên xwe yên exlaqî di civakîbûnê de derdixîne holê, li ferdbûna xwe di nava civakîbûnê de digere û dibîne), di heman demê de hêza wê ya civakbûnê bû.

Di formê civakî ya jin-dayikê de rêbazên wisa tên bikaranîn ku di asta herî jor de hemû fezîletên afirîner derdixîne holê û hişmendiya civakî bi ferd dide qezenckirin. Feraseta jiyanê ya bi wateyê hatiye strandin esas e. Mane, bi pratîka jiyanê pêk tê. Ev hestê heqîqetê bi saziyên şênber ên civakê ve digihêje avaniyê. Daxwaza ku jiyanê li heman erdnîgariyê dide domandin, dema ku pêdiviya naskirina mekanê heyî derdixîne holê xisletên ku însan dike însan û ji zindiyên din cudatir dike dike bîr û hafize. Dema ku hişmendiya bihevrebûnê û licemhevbûnê bû civak û wekî heqîqetekê di zihnê de xuya kir belkî jî perwerdeya yekemîn temam bibû. Dema ku civak xwe îfade dike yan jî xwe pênase dike, binasnamekirin  bi tevkariya li jiyanê tê diyarkirin. Pêvajoya ku civak bûye civak di heman demê de wê wexta ku ferdên civakê maneyê qezenc dikin jî digire nava xwe. Dema ku ferd dibin xwedî hîşmendiyeke wisa ku bi civaka xwe dikarin maneyê qezenc bikin, pêşiya afirînerî û pêşketinê jî vedibe.

Pêvajoya ku civak dibe civak di heman demê de çalakiyeke wisa ye ku ferd xwe bi civakê re diafirîne û dikeve pey azadiyê. Civakîbûna di nava gerdûnîbûnê de bi maneyekê jî pêvajoyeke wisa ye ku civak li xwe vedigere, dibe ya xwe, pêvajoya xwebûnê ye. Pêvajoya xwebûna civakê diviyabû hem li gorî rêgezên pêşketina gerdûnî mîna hebûnên din li gorî rêzika girêdana bi hev bûya hem jî ji bo têkoşeriya avakirina ferqa xwe şahidî bikira. Bi vê maneyê perwerde dibe wextê xweavakirinê. Di nava vê pêvajoyê de hem hewl dide bibe civaka ku tê de maneya jiyanê his dike hem jî xweseriya xwe ava bike û li dijî eynîbûnê bikeve nava guherînê. Pêwîst e ev yek wekî taybetmendiyeke girîng a civakîbûnê bê dîtin. Ev xislet bi xwe dibe perwerdeya herî bingehîn. Wê çaxê mirov perwerdeyê bi civakîbûnê bide destpêkirin wê şaş nebe. Perwerde, bi kurtî wekî çalakiya civakîbûnê dikare bê pênasekirin.

Mekanê esasî yê perwerdeyê, ku bi civakbûnê dest pê kiriye, mîsoger Rojhilata Navîn e, ku lê ji aliyê civaka xwezayî ve şoreşa gund-cotkariyê hatiye kirin. Ev xakên ku jiyanê bi civakîbûnê mane qezenc kiriye, ji ser eksen û zihniyeta jiyana jin-dayikê şemitî û ket nav paşdeketineke yekalî, bêhevsengî û di eleyhê de. Heqîqeta xwebûnê ya li ser bingehê çalakbûna perwerdeyê, êdî paşde ket, parçe bû, eynî bû, jiyan bêmane bû. Rojhilata Navîn cihekî wisa ye ku bi qasî jiyan di zihniyeta însan de bi mane bûne, her wiha bûye cihê ku jidestdana maneya jiyanê dest pê dike. Însan, ku li gorî rêzikên pêşketina gerdûnî di formê civakê de bûye xwedî hebûn, dîsa li gorî pêwîstiya diyalektîka xwe ya pêşketinê ji hebûnên din jî di çarçoveya qezenckirina maneyê de bandor bû. Di nava pêvajoya jiyanê de ku di formê civakê de bi mane dibe, ji zihniyeta jin-dayikê ber bi avaniya civakê ya yekmilî ya li ser bingehê cinsê zilam ve guhertin çêbûye. Avaniya civakî ya yekmilî, ya li ser yek cinsî ewilî parçebûna di zihniyetê de daye destpêkirin. Parçebûna zihniyetê di avakirina avaniya civakî de jî teyisiye û li ser hemû têgihana jiyanê bi bandor bûye. Yekemîn têgihana jiyanê dema ku hest û fikir di asta optîmal de pêş ketine pêk hatiye. Dema ku yek ji dîlemayên bingehîn li ser a din zextê dike, ev yek ji ber ku hevsengiyê xera dike wê çaxê jiyana nakok bi têkoşîna ku wê di eleyh û leh de bê meşandin dewam dike. Wextê ku asta maneyê di mejiyê însan de bi fikrê re şênber dibe, di warê çalakiyê de rêxistinbûna pratîkî derdikeve holê. Di vê maneyê de rêxistinbûna civakê bi qasî ku ji bo cureyê însan hinceta hebûnê ye, her wiha di pêşketina gerdûnî de jî, ku bi qasî em dizanin yan jî bi qasî têgihana me têrê dike, nûnertiya asta herî jor a pêşketina heyî dike. Lewma mirov dikare bibêje karaktera pêşketinê ya di diyarkeriya yekcinsî de zexta li ser zihniyeta azad e. Bandora neyênî ya ku ev zext li ser têgihan û hestan çêdike jî ew e ku însan xwe sînordar dike, alûde dibe, biyanî dibe, tenê li ser esasê analîzê tê digihêje û matematîkî difikire. Teyisandinên wê yên sosyolojîk jî ew in ku li gel xwezayê jiyana hevaheng pêk nayê, zêdegavî çêdibin, roleke zêde li razberiyê tê barkirin, olperestî, qirkirina civakê, desthilatdarparêziya cinsê zilam a ku bi koletiya jinê dest pê kir, bisazîbûna dewletê ya ku piştî bisazîbûna sermiyantiya malê dest pê kir û rêxistinbûna artêşê ye, ku rêxistinbûna şîdetê ye.

Pêwîst e xebatên avakirina civakê li ser esasê rastiyên dîrokî dest pê bikin. Ev rastiya bingehîn pirsgirêka fêmkirina civakê jî bi xwe re tîne. Heger însan karibe hebûna xwe bi civakê re nas bike yan jî bixwaze pênase bike, pêwîst e ji bo fêmkirina civakîbûna ku di nav de dibe xwedî hebûn hewl bide. Însan, wekî hebûna civakî, encax dema ku qalikê xwe yê tê de ye nas bike dikare maneyê bide hebûna xwe. Civak di vê maneyê de ji bo her însanî/ê şekil, formekî wisa ye ku tê de digihêje maneya jiyanê. Hişmendiya ku ev form çawa ye yan jî pêvajoya qezenckirina vê hişmendiyê perwerde ye. Perwerde jiyana bi hişmendî ye ku li ser esasê agahiya xwebûnê ye. Ji bo agahiya xwebûnê dîrok dikare bê gotin. Çalakbûna ku agahiyê vediguherîne hişmendiyê jî fêrbûn e.  Ji bo vê hewldan, ked, sebr, azwerî û azm hewce ye. Çalakiya ku di encama vê hişmendiyê de tê pêşxistin jî çalakiya rêxistinbûnê ye. Formê civakê di van merheleyan re derbas bûye û xwe rêxistin kiriye. Ev jî îfadeya yekparebûna hest-fikir-çalakiya azad e. Lewre jî pêwîst e mirov di nava vê yekparebûnê de li karektera esasî ya perwerdeyê bigere.

Di nava dîroka civakî de peywendiya yekpare ya di navbera civak û civakîbûnê de bi civakîbûna gund-cotkariyê tê îfadekirin. Di vê merheleya civakîbûnê de fikra xwezayî serwer e û zihniyeta înşaya sosyolojîk û xweza yekpare ne, yanî hewl dide yekparebûna bi xwezayê re xera neke. Her kî vê yekparebûna bi xwezayê re xera bike li derveyî civakê dimîne. Derketina derveyî civakê jî vegera li heywanbûnê ye. Yên ku naxwazin paşde vegerin yan jî ditirsin paşde bimînin çaxa ku ev rêgez bi cih anîn tevlî exlaqê civakê dibin. Yên ku jiyana bi exlaq hildibijêrin wekî endamên civakê tên qebûlkirin. Li vir rêgeza hilbijartina azad tê pêkanîn. Pêkanîna vê rêgezê bi qasî ku ji bo civakîbûnê mecbûrî ye, her wiha ferqa cureyê însan û zindiyên din jî datîne holê. Naxwe armanceke bingehîn a hebûna rêzik yan jî rêgezên exlaqî heye. Ev armanc jî rêxistinbûna bi halê civakê ye. Cureyê însan encax dema ku xwe bi halê civakê bi rêxistin kir, jiyaneke bi vî rengî hilbijart an jî pê hesiya ku jiyaneke wisa jê re hestê bextewariyê, hestê heyecanê, hestê hezkirinê tîne jiyan zêdetir hembêz kiriye. Bi enerjiya ku cewherê xwe ji xwezayê digirê, şadîmaniya xwe bi stranan aniye ziman û bi evîn û bengî nêzî jiyanê bûye. Di nava hewldanên xwedîderketina li jiyana helbestî de her tim têkoşîn meşandiye.

Wate, bi peywendiya di navbera însan û însan de derdikeve holê. Însanê/a cudabûyî dema ku wekî cinsên jin û mêr bê bidestgirtin wê çaxê civakîbûna yekemîn jî li dora peywendiyên jin-zilam pêş ketiye. Lewre civakîbûna yekemîn dibe perwerdeya yekemîn. Perwerdekara vê perwerdeyê jî jin-dayik e. Jin-dayik a ku ji bedengirtina gerdûnê digihêje kûraniya hişmendiya bedena xwe, înşaya nirxên civakbûnê dîsa li ser bingehê hişmendiya xwe ya hebûnê ava dike. Dema ku civakê înşa dike hişmendiya xwe ya xwezanînê  bi perwerdekariya xwe ve ji bo hêmanê bingehîn ê civakê, zarokên xwe, radigihîne. Jin-dayik a ku peywendiya xwe û civakê li ser vê rêbaza bingehîn a perwerdeyê datîne û rêxistin dike, di nava civakê de wekî avakara hebûnê hatiye qebûlkirin. Yekparebûna ku ev wate qezenc kiriye û daye qezenckirin, di nava desthilatdarparêziya sîstema baviksalarî de parçe bûye. Ev parçebûn ewilî bandorê li zihniyeta jin û zilam dike. Parçebûna zihniyetê tê maneya parçebûna mijarên perwerdeyê jî. Êdî dema paradîgmayên wisa ne ku li ser parçebûnê hatine avakirin û dinyaya zihniyetê jî li gorî wê tê avakirin. Di binê zexta saziyên desthilatdarparêz ên hegemon de  rêbazên perwerdeya li ser bingehê zihniyeta cinsiyetparêz hatine afirandin. Ji van saziyan a yekemîn saziya bavtiyê ye. Ji baviktiyê heta bisazîbûna baviksalariyê, her diçe pêşxistina sîstema dewletê û berfirehkirina wê ji bo her însanê/a ku di nava civakîbûnê de cih digire wekî halê tecawiza zihnî lê hatiye. Perwerdeya civakîbûnê li ser zemînê ku şênber û razber bandorê li hev dikin û ji hev bandor dibin pêş dikeve. Ji ber ku li atmosfera ku zext lê heye îmkanê fikra azad, hisên xweşik, hestê hezkirinê û rêgezên başiyê namîne fikrên heyî jî wê her tim birîndar yan jî serdest bimînin.

Civakîbûna ku em tê de ne asteke wisa ye ku ev fikirandinên birîndar yan jî di bin zextê de, razberkirin, biyanîbûn, şênberkirin, parçeyîbûn, sîmulasyon, bêhestbûn barkirî ye. Tê zanîn hemû tespîtên felsefî û zanistî ew in ku ber bi derketina ji civakê ve diçe. Aqil ji hest tê qutkirin, beden ji mekan tê qutkirin, teknolojiya bi aqlê însan tê afirandin bi awayekî neyênî li ser bingehê îdeolojiya “qirkirinê” tê bikaranîn. Pêvajoyeke mîna bêcivakîbûnê ya ku di fêmkirina mijarên herî bingehîn ên civakî de yên wekî huner, polîtîka, exlaq, baweriyê zehmetiyê dikşîne bi kapîtalîzmê tê pratîzekirin. Perwerdeya civakê jî ji vê pêvajoyê para xwe girtiye. Di navbera însanan de peywendî qut dibin, îdeolojiya takekesîtiyê ya lîberalîzmê wisa dike ku însan pêdiviyê bi însan nebîne. Vê yekê perwerde jî ji cewherê wê derxistiye. Girîngiya vê tespîtê bi vî şeklî tê fêmkirin; çanda civakîbûnê ya heyî çiqasî hatiye bêqîmetkirin. Herî dawî, di pêşengiya zihniyeta hegemoniya kûrewî ya pozîtîvîzmê de ji nû ve lêpirsînkirina jiyanê ketiye rojevê.

 

Jinûve Civakbûn Pêwîst e Çawa Be?

 

Êdî em ketine nav rojên wisa ku xweza ji ber qalibên zihniyeta pozîtîvîst ên li ser qirkirina civakê nikare xwe nû bike. Însanê/a xwedî xisleta civakî ji nû ve ketiye nav pêvajoyeke têkoşîna xweafirandinê. Ev têkoşîn bi xwe wê çawa be, ev girîng e. Têkoşîna ewilî pêwîst dike ku rastiyên heta îro hatine çepandin li gel sedemên wê ve di ber çavan re derbas bike. Ev yek bi xwe perwerde ye. Destpêkê divê teşegirtinên zihniyetê yên heyî bên fêmkirin. Pozîtîvîzm a li ser esasê objekirinê û subjektîvîzma ku hestan tenê li ser bingehê arasteker digire dest xwedî taybetmendiyeke wisa ye ku li derveyî civakê dihêle. Girîng e ku wekî di her avaniyê de heye, her ferd jî vê yekê di zihniyeta xwe de bibîne. Şaşiya ku her parçeyekî dixe şûna bitûnê pêwîst e ji aliyê her ferdî ve bê dîtin û wekî gava vê ya yekemîn xwe bigihîne asta zanebûnê.

Serdemên ku tê de fikir hatine înşakirin çêbûne û çêdibin. Bêcivakîbûneke ku li ser esasê însanên jin-mêr ên takekesî bûne, bi xapandinên hepsbûna di kêliyê de hatine gurçûpêçkirin û ev jî wekî çandeke jiyanê qebûl kirine, di roja me de jî wekî rastiyekê tê tespîtkirin. Di nava vê rastiyê de berpirsê herî mezin wekî sîstema hegemon a bi serweriya zilam şaristanî ye. Rastiyên hatine çepandin ên ku dijberî çanda jiyana komunal hatine avakirin ev sîstema serwer e. Mirov dikare jê re xasûkiya dîrokî jî bibêje, jin û mêrên xwedî fikra azad ji koma wan qut kiriye, bi rêka qanûnan di mekanên girtî de bi aqlê zilam dest bi perwerdeyê kiriye. Di rewşa heyî de, ku bi rêbazên afirandina komên cinsiyetparêz tê meşandin û ji aliyê saziya dewletê ya bi serweriya koma çînî û mêtinger tê meşandin, di bingehê sîstemên “ekol, okûlê” de înşayên aqlê heyî mewcûd e. Em di dema Sumeran de dibin şahidê pêşengiya vê yekê. Bi navê Eddûba tenê kur di temenên biçûk de ji bo perwerdeyên girtî tên hilbijartin û ev yek jî destpêka pêvajoyeke wisa ye ku bi bajarîbûnê pêş dikeve. “Edeb”a civaka bajar a nû, yanî exlaq, di van dibistanan de tenê bi rêka kurikan didin qezenckirin. Li Erîdûyê, ku ji bajarên Sumerê ye, (ew bajar e ku bi pêşengî û afirîneriya xwedayê xasûk Enkî tê pêşxistin) perwerdeya bi zihniyeta yekcinsî di bin navê pîroziyê de di nava jiyana civakî ya li ser eksena dayikê de tê pêşxistin. Ev hewldan, ku tê maneya yekemîn hewldana parçekirina civakê, bi demê re dibe bingehê sîstema rahîbên Sumeran. Keçik di van dibistanan de nayên bicihkirin.

Di van Eddûbayan de sîstema rahîban a kurikên ku ji civakê hatine qutkirin tê avakirin. Hemû sîstem û şêwazên perwerdeya di roja me de berdewamiya vê destpêka baviksalariyê ye. Avaniya bajar a Sumerê, ku malzaroka înşaya dewletê ye, xwedî xisleta destpêka parçebûneke wisa ye ku li ser esasê têgihana civaka cinsiyetparêz, çînî ya di zihniyeta civakî de ye. Di berdewama Eddûbayan de, ku malzaroka zihniyeta çînî û cinsiyetparêz e, êdî wê kevneşopiya perwerdeyê ya ku wê heta roja me ya îro bi rola negatîf rabin dest pê bike. Hemû kadroyên rêxistinbûna dewletê ji van perwerdeyên dibistanê tên derbaskirin. Ev yek jî nîşane ye ku înşaya desthilatdarparêz a feraseta serweriyê di înşaya zihniyetê re derbas dibe. Ev şêwazê perwerdeyê li dijî zihniyeta civakî ya li ser eksenê jin-dayikê, di dîlemaya jiyanê de wekî rastiya çepandî di dîrokê de cihê xwe girtiye. Rêbaza şer û şîdeta li ser civakê û kevneşopiya ku vî terzî li ser welatên hatine dagirkirin bi rengekî emperyal li ser gelan ferz dike, li ser lêgerînên ferdan jî bandor kiriye. Têkoşîna ku fikra azad bi perwerdeya civakîbûna Zerdeştî diparêze di asta rêgezî de maye û jê wêdetir neçûye. Di nav heman beşê demê de lêgerînên fikra azad bi Platon (Eflatûn) re derbasî nîvgirava Yewnan tê kirin. Platon wekî ferd dikeve nav kar, ji bo ku karibe fikrên xwe bide qebûlkirin li baxçeyê zeytûnan bi navê “akademia”yê rêbazên nîqaşê pêş dixîne. Paradîgmaya li ser bingehê îdealîzma desthilatdarparêz, ku heta roja me bandorê wê dewam dike, bi awayekî neyênî xwe du hezar û pênsed sal in didomîne. Piştî ku ji Eddûbayan derbasî Ekolan (okûl) bû û dûvre jî dema ku her sofîstekî ji van ekolan derket akademiya xwe ava kir, têgîhana hatî parçekirin ji nû ve parçe bû. Beridîn û kevneşopiya hemû saziyên roja me yên wekî dibistan, zanîngehê erk û berpirsiyariyên civak-ferd parçe dikin û ferdan dikin tîpên ji bo sîstematîka rêveber-hatina rêvebirinê. Encamên derketina ji rêya civakê ya zanebûnên li ser bingehê agahiyê wekî felsefe, astronomî, matematîk, psîkolojî, sosyolojî, kîmya û hwd. dewam dike.

Di nav amûrên sereke yên înşaya civaka dewletdar de sîstema dibistanên dewletê hene, ku kêlî li gorî saet, deqe, çirkeyên diyar parçe kiriye û xwe bi vê gurçûpêç kiriye. Saziyên mîna kreş, dibistana seretayî, dibistana navîn, dibistana bilind û hwd., ku têgihana civakîbûnê parçe kirine, însan li gorî temenên wan kategorîze kirine û bi derece kirine, di asteke mezin de bi civakê dane qebûlkirin. Hemû pêhesînên ferd û girêdayî vê têgihandinên ferd dikevin bin êrîş û dagirkeriyeke mezin.  Çand û nirxên civakî yên ku ferd bi pêhesîna xwe ve dikare pê pêdiviya xwe ya manedayînê pêşwazî bike bi êrîşa dezenformasyonê re rû bi rû ye. Fikrandina estetîk û formasyoneke paralelî vê fikrê di zihniyetê de xuya nake. Nêzîkatiyên analojîk ên li ser bingehê dijberiyan, ku li şûna gotin û helwesta aîdî vê gotinê dijberiyên hevdu zêde nakin, ji nûbûnan re girtî, destûra avabûna cudatiyan nade û firsendê nadiyê, tenê çend milên qirkirina civakî ne. Nîqaşa ku fikrandina azad pêş dixîne, guhdarkirin, nêzîkatiyên hevsengiya empatî-sempatî li ber çav digire, cudatiya her ferdekî/ê qebûl dike, bi rêka vê qebûlê ve ketina nav lêgerîna avaniyên pirrengî di asta acîliyetê de xwe dide hiskirin û girîng e ku mirov van nexweş nebîne. Li beramberî êrîşên ferazî yên kapîtalîzma yekdestdar em ketine pêvajoyên wisa ku girtina agahiyan jî talûkeyan di nava xwe de dihewîne. Pêvajoyên wisa ne ku pêwîst e nêzîkatiya li ser bingehê agahiyê ya ji civakîbûna perwerdeya jin-dayikê qut, bêformiya bêkesayetiya kesayeta mêtingeh wekî pirsgirêka herî bingehîn a civakî bi lezgînî bê bidestgirtin.

Pirsgirêkên ji nû ve pênasekirina jiyanê û lêgerîn û lêpirsînên ku li peywendiya di navbera wê û maneyê de digere di roja me de heta astekê dewam dike. Pêwîst e li şûna tespîta ku dibêje jiyana şaş rast nayê jiyîn çi were bicihkirin, hewldan heye ku bersivên ji bo vê bên dîtin. Bêguman lêkolînên felsefî û zanistî  ji bo bersivandina vê pirsê û pirsên wisa di nava lêgerînê de ne. Feqet li qiraxa heqîqeta civakbûna civakê digerin. Jiyana şaş, dema ku şaşî hat eşkerekirin û têkoşîna li dijî vê şaşiyê bi wêrektir tê pêşxistin dikare bê derbaskirin. Parçebûna ku bingeha xwe wekî me li jor jî diyar kir ji civakîbûna bajêr a Sumeran digire, bi parçekirina yekparebûna jin û zilam a li ser bingehê cudatiyan dest pê kiriye. Ev rewşa duparçeyî dûvre di nava xwe de jî zêdetir parçe dibe û heta roja me tê. Di roja me de jî êdî em bi kesayet û civakên wisa re hevrû ne ku di navbera nehatina naskirin û bêmanebûnê de teşe digirin.  Wekî pirsgirêkên cidî yên civakî rewşên wisa derdikevin holê ku di navbera civaka dewletdar û civakên kevneşopiyê de  dimînin, di navbera kevneşopî û modernîteyê de asê dimînin, armanca domandina hebûna xwe û hevşibînê tevlîhev dikin, dixwazin û biryardar in bi xwezayê re bijîn û li milê din jî di bin zexta kapîtalîzmê de dimînin.

Di vê mijarê de li dinyayê ji bo van pirsgirêkan hemûyan paradîgmaya çareseriyê ya herî yekpare îdeolojî û analîza Modernîteya Demokratîk e. Li gorî vê paradîgmayê divê perwerde civakî be. Ya pêşdatir jî ew e ku mirov bibe xwedî civak û xwe wisa perwerde bike. Mebesta ji civakîbûnê ew e ku ji heft salî heta heftê salî hemû ferdên civakê li gel hev li heman nîvengê û li heman mekanê jiyanê bimînin û heta demekê li heman ortamê bidin û bistînin. Ji bo ku têgihandina civaka komunal bi pratîkê jiyanî bibe, wekî me li jor jî diyar kir, pêwîstî bi hişmendiya civaka dîrokî heye. Li ser bingehê manedayîna dema bihurî çaxê ku em li rabirdûyê vedigerin, serpêhatiyan dinirxînin û li gorî vê jiyana rojane rêxistin dikin ev yek bi xwe re li dijî bêcivakîkirina em tê de ne pêdiviya seknekê derdixîne holê.

İsrara di jiyana civakî de, li dijî sîstema kapîtalîst a roja me têkoşerbûneke mezin pêwîst dike. Têkoşîna li dijî feraseta civakê ya tê morîkirin, tê robotkirin, feraseta jiyana nû ye. Ji bo ku cudatî karibin bi hev re bijîn ewilî pêwîst e roja me bê fêmkirin. Ji bo vê jî divê hêmanên ku di her maneyê de li hev hatine biyanîkirin, hatine parçekirin bi şeklekî bitûn bi hev re bijîn. Em di beşeke wisa ya dîroka qirkirina civakê de ne ku ji nû ve jiyana hevbeş a yên cudatirî hev wê zor û zehmet be. Çareseriya esasî avakirina zihniyeta demokratîk e. Vê yekê bi qasî zanistê çanda civakî jî ji me re dibêje. Li ser esasê van rastiyan berpirsiyariya avakirina civaka nû û nirxên wê ya li ser esasê berxwedanên civaka demokratîk xwe li ser hemû mirovatiyê ferz dike.

Beriya pênc hezar salan ji bo çepandina jiyan û zihniyeta civakîparêz xebat hatine destpêkirin. Li dijî vê dîsa civakê bi xwe heta astekê berxwedanek pêş xistiye. Li dijî zihniyet û sîstema serwer kevneşopiya fikra azad, kevneşopiyên civaka xwezayî bi rengê ziman û çandê hatiye parastin. Pêşketina zanista epîstemolojiyê armanc dike hebûna vê kevneşopiya azad deyne holê. Li dijî kevneşopiya akademîbûna cinsiyetparêz, olparêz, zanistparêz û bi armanca xizmeta desthilatdariyê her tim di dîrokê de gel, kom, mezheb û çandên berxwedêr çêbûne. Her berxwedaneke ku wekî agahî-zanebûn ji hev parçe nebûne û bi armanca parastina hişmendiya xwe ya civakbûnê tên pêşxistin, heger bisazî jî nebibe dîsa jî kevneşopiya civaka demokratîk e. Feqet pêwîst e ev yek jî bê nirxandin û dîtin ku ev kevneşopiya civakê nebûye pergal, nikare sosyo-psîkolojiya xweparastina bênavber derbas bike û ev yek jî bi xwe re lawaziyan tîne. Hebûna rêxistinbûnên akademiyan ên ku têkela xwecih û gerdûnî ne, ne zelal in, dikarin wekî şêlû bên nirxandin, li ber çavan e. Di civakîbûna Zerdeşt de, ku di dîrokê de ji tevgerên berxwedanê ye, di rêxistinkirina kevneşopiya akademiyê de Agirgeh girîng in. Feqet Magên ku pêşengên civakî bûn, nikarîbûn bersiv bidana guhertinên demê û xwestin di bin xizmeta desthilatdaran de hebûna xwe bidomînin. Vê nêzîkatiyê dawî li karaktera demokratîk aniye. Her wiha, di dîroka Îslamê de di nava Karmatiyan de tevgera Daiyan xwedî formatê akademiyên berxwedanê ye. Ruxmî vê jî ji ber ku giranî dane çalakbûna eskerî bi tenê ev rewş wekî yek ji sedemên têkçûna wan tê hesibandin.

Yek ji nirxên bingehîn ên civakbûnê jî tevgerên baweriyê ne. Dema ku tevgerên baweriyê tê lêkolandin tê dîtin ku parastina exlaqê civakbûnê wekî armanca herî bingehîn derdikeve holê. Ji bo ku bawerî bi rengê olê veguhere çareseriya ku xîtabî hemû civakê yan jî komê dike derdikeve pêş. Rêbaza vê jî dîsa akademî ne. Olên yekxwedayî yên serwer bi navê medrese, manastirê rêxistinbûnên xwe ava kirine. Ya ewilî danîne pêşiya xwe ew e ku kadroyên pergala xwe ava bikin. Ev xebat di heman demê de xebateke wisa ye ku îdeolojiya xwe, zihniyeta xwe li ser hakim dike. Bi pêşketina modernîteya kapîtalîst re ev xebat bi rêbazên emperyaltir di her qada civakê de tên meşandin. Êdî her ferdê/a civakê bi vê zihniyeta yekperest ji kreşê dest pê dike û dikeve nava çerxeke avakirina zihniyetê. Li beramberî akademiyên pozîtîvîst ên modernîteya kapîtalîst, bi Şoreşa 17’ê Cotmehê re rêxistinbûnên akademiyên sosyalîzma pêkhatî hewl dane bibin bersiv.

Di tecrûbeya sosyalîzma pêkhatî de paradîgmaya civakê ya li ser bingehê îdeolojiya çînî di çareseriya pirsgirêkên civakî de wekî mijara derketinê tê bidestgirtin. Bi fikrê materyalîzma çor ji bo ku civaka bêçîn bê afirandin li dijî kapîtalîzmê û bandorên civaka çînî têkoşîn hatiye meşandin. Wekî rêbazê xwegihandina komunîzmê hat diyarkirin ku ev têkoşîn li ser bingehê kolhozan bê rêxistinkirin. Perwerdeya civakî ya li ser eksenê akademiyê di nava vê rêxistinbûnê de, ku li ser bingehê pratîk û çalakiyê ye, cih negirtiye. Tê dîtin ku akademiya zanistê ya ku ji aliyê Çartiyê ve di 1725’an de hatibû avakirin piştî şoreşa Cotmeha 1917’an hewl tê dayîn wekî akademiyên bi zanista çînî gurçûpêçkirî bên veguherandin. Mirov nikare bibêje ev hewldan ne girîng in. Ji bo ku li Rûsyaya Sovyetê îdeolojiya sosyalîst bi wêje û hunerê li dinyayê belav bibe bi rola dîrokî rabûye. Di warê îdeolojîk de nikarîbû paradîgmaya demê derbas bikira, lewma jî nikarîbû rêbaza lêkolînê ya pozîtîvîst û feraseta materyalîzma çor derbas bikira. Vê nêzîkatiya ku di perwerdeya civakê de mohra xwe li pêşketina çand-hunerî jî daye, şêlûbûneke wekî têkela Çîn-Rûsyaya Sovyetê ava kiriye. Ev şêlûbûn wekî nexweşiya tîpîk a hemû tevgerên çepgir ên roja me jî dewam dike. Ji bo ku akademiyan bike malê civakê nikarîbû avaniya dewletî derbas bikira, navendîbûna xwe parastiye û hebûna xwe domandiye.

Me li jorê hinek mînak dan. Van tecrûbeyan di dîroka civaka demokratîk de cihê xwe girtine û girîng e ku mirov zanistî-felsefî nêzî wan bibe. Van tecrûbeyan heta astekê bandor li kom û civakên dinyayê kirine û divê ev neyê paşguhkirin. Ev xebatên akademiyê û terzên jiyanê ku di roja me de ji aliyê gelek koman ve wekî referans tên girtin, dewam dikin. Ji bo tevgerên sosyalîst, anarşîst û femînîst bûne çavkaniyên îlhamê. Wek nimûne, komeke rahîbên sosyalîst ên Xrîstiyan li Emerîkaya Latîn bi navê “akademiya rûyê erdê” akademiyeke jiyana pratîkî ya di nava civakê de ye vekirine û ev nêzî pêncî sal in didomînin. Dîsa li Tirkiyeyê bi pêşengiya komeke çepgir-demokratîk bi navê “zanîngeha azad” perwerdeyên alternatîf tên domandin. Feqet divê bê zanîn ku ev hewldan hemû jî ji bo xwe bigihînin civakîbûnê û hemû beşên civakê bi awayekî cidî bi pirsgirêkên îdeolojîk û pratîkê re rû bi rû ne. Her xebata akademiyê pêwîst e di çarçoveya xisletên civaka xwe de li gorî ku gelo ji bo pirsgirêkên xwe dibe bersiv yan na, bê nirxandin. Akademiya Zanistên Civakî ya Rûsyaya Sovyetê, ku pêdiviya avaniya dewletî pêşwazî dikir, nikarîbû têgihana “azadiyê” bi civaka Rûsya bida dawerivandin. Dema ku mirov di dîrokê de li berxwedanên gel û koman dinêre tê dîtin ku di bingeha têkçûnên wan de pirsgirêkeke wisa heye ku nikarîbûne feraseta yekparebûnê li gorî pirsgirêkên civakî yên rojane biguncînin.

 

Têkoşeriya Xweqezenckirinê: Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Ji bo ku xebatên akademiyên mînakên wan karibin werin zêdekirin werin fêmkirin, li cem mînakên dîrokî, pêwîst e were diyarkirin ku di roja me ya îro de jî hewldan hene. Di vê wateyê de bi şiklekî şênber bidestgirtina pratîka Bakur û Rojhilatê Sûriye ku bi qasî deh salan e dê sûdmend be. Xebatên akademiyên civakî yên Rojava ku îdîaya wan ew e taybetmendiyên gelek pratîkên li cîhanê di nava xwe de bihewîne, li vê erdnîgariya du caran ji şoreşa mirovahiyê re malovanî kiriye gelo dê karibe ji nû ve xwe bigihîne wê şensa mezin? Yan jî gelo di nava ava boş diherike ya dîrokê ya rûbara modernîteya demokratîk a sosyalîst de kariye zelaliya xwe ya îdeolojîk bi rêxistin bike? Zehmetiyên ku me li jor dûr û dirêj anîne ziman ên dema em jiyana bi wate ji nû ve ava dikin pê re rû bi rû dimînin çi ne? Ji bo ku li Bakur û Rojhilatê Sûriye, li Rojava akademiyên civakê werin avakirin, wekî li jor bi heman nêrîna dahûrîner û rexnegir mêzekirina li pirsgirêkan, dê bibe sedem ku pirsgirêk û her wiha nêzîkbûnên li ser çareseriyê çi ne zelatir bibin. Divê em destpêkê bandorên vê rewşê yên sosyo-polîtîk û sosyo-psîkolojîk derxin holê. Ev ê bike ku feraseta ‘akademiyên civakî’ were fêmkirin.

Wekî ku li hemû Kurdistanê bûyî ji aliyê dîrokî ve cihekî ku polîtîkayên dagirker bi şiklekî herî kûr tê meşandin jî Rojavayê Kurdistanê ye. Neteweperestiya BAAS’ê ya bi pêşengiya partiya BAAS’ê dihat wateya destwerdana civakbûna eşîrên Rojhilata Navîn, polîtîkayên Erebkirinê bi rêbazên înkar û îmhayê meşandiye. Pêkhateya civaka Rojava ku di bin bandora polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê de maye, feraset û hişmendiya ‘pirrengbûnê’ , bi pir bawerî û pir olî dijî. Pêkhateyên Xiristiyan û Cihû ku li beramberê hemleya dîrokî ya Îslamê xwe parastine, di encam de bûye sedem ku taybetmendiyên heterojen ên civakî werin parastin jî. Ji aliyê baweriyê ve hewandina pir baweriyan ku yek ji taybetmendiyên civakî yên modernîteya demokratîk e, nîşaneya dewlemendiya ol, ziman û zarava ye jî. Tê dîtin ku têkoşînên pêkhateyên wisa yên dîrokî yên di çarçoveya modernîteya demokratîk de zêde zêde zeîf bûne û çavdêrîkirina vê dê ji bo avakirina akademiyên civaka alternatîf girîng be. Li beramberî pêşketina şaristaniya Îslamê di çarçoveya desthilatdariyê de, her çendî kevneşopiya berxwedêr a gelparêz a tesawûfî hebe jî, bi qasî ku mirov karibe bêje tine pêşketina hişmendiyê ya xwe dispêre hêza xwe bi xwe, zeîf e. Ji bo yên heyî jî eger were gotin ku di bin bandora zêde ya dewletên dagirker de şikil digirin dê ne şaş be. Ya ku tê jiyîn di wateyekê de rewşa ku bi çavê hişmendiya desthilatdar a hakim û oryantalîzmê li xwe dinêre. Rastiyeke civakî ku ji aliyekî ve bi xem û fikara xweparastinê têkiliyên xwe yên bi derve re qut dike û li aliyê din jî bi xem û fikara ku xwe bi kapîtalîzmê bide qebûlkirin heya bi dawî sînga xwe jê re vedike hakim e. Hemû taybetmendiyên Rejîma BAAS’ê ku xwe li kapîtalîzma cîhana rojava digire lê mînakên Kapîtalîzma rojhilat, mînakên wê yên Rûsya Sovyetê û Çînê ji xwe re qebûl kiriye nîşan dide.

Di civakîbûna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, ji aliyê taybetmendiyên kesayetiya civakî ve ku têkoşîna xwebûnê bi sosyalîteya xweparastinê dimeşîne, taybetmendiyên netew-dewlet û dagirkeriyê di zikhev de tên jiyîn. Tiştê ji perwerdeyê tê fêmkirin, dibistanên dewletê ne. Kevneşopîparêzî-rewşeke bi xumam a di nav de kapîtalîzm jî heye di hemû civakê de li ser qada hizrî hakim e. Zemîneke civakî ku bi bandora polîtîkayan ji derve bê îrade hatiye hiştin, hatiye yekrengkirin û civaka neolotîk tê de hatiye xetimandin derketiye plana pêş. Em dikarin diyar bikin ku ji ber giraniya nasnameyên bingehîn ên civakî, nasnameyên çandî û olî destûrê nade takekes ku karibe xweseriyên xwe bijî. Tevî ku takekes tine tê hesibandin, zemîneke xurt heye ku derketinên nû jî were kirin. Ev jî rastiyeke cuda ye. Kapîtalîzm dixwaze bersiva vê rastiya heyî bide. Bi Projeya Rojhilata Navîn a Mezin polîtîkayên perwerdeyê ku bi gel, civak, kom û civatên herêmê polîtîkayên qirkirinê didin qebûlkirin dixin meriyetê. Ev polîtîka li ser civak û takekes nakokî û dubendiyeke bingehîn derdixe pêş. Ji aliyekî ve bi israr îdeolojiya kapîtalîzmê ya bêcivakirinê û hem jî nakokiyên xwe avêtina ber bextê kevneşopiyan wekî pirsgirêka bingehîn tê jiyîn.

Rojava ku yek ji cihên bingehîn ê çêbûna şaristaniya demokratîk e, di heman demê de dibistana civakbûnê ye. Her wisa jî taybetmendiya civakîbûna çandinî û gund hucreya kok e, di heman demê de ew taybetmendiya ku Rojava bi wê heya bi roja me ya îro di civakîbûnê de israr dike. Heta mirov dikare li her gundî amûrên ji beriya deh hezar salî bibîne. Di heman demê de li cem dîrokê, jiyanên raborî tê wateya dewlemendbûna fêmkirina mirov jî. Şoreşa bajaran jî wekî vê, li ser heman erdan li cem nirxên jiyanê yên ji beriya xwe li ser bingeha cihêrengbûnê çêbûye. Vê bi heman şiklî ji bo guherînên hişmendiyê jî rê vekiriye. Armanca cihêrengbûna vê carê ew e ku li azadiyê bigere, nirxên demokratîk û exlaqî biparêze. Ji bo lêgerên destpêkê yên azadiyê malovanî kiriye, van taybetmendiyan jî nîşan dide; tevî ku van taybetmendiyan nîşan dide şikilgirtineke timî di pozisyona parastinê de ye û têgihiştinên sosyo-psîkolojîk jî afirandiye. Ji ber ku deformebûna çandî û baweriyê bi xebatên hişmendiyê bê bandor dibin, ji aliyê rêbazên hebûna xwe domandinê ve li şûna afirandinê xwe bi ya kevn ve şidandin, herêmî mayin, bê berhemî tê jiyankirin. Rêbaza desthilatîparêz û dogmatîk, destûr nedaye ku cihêrengbûnên bi nîqaşê pêk werin bi pêş bikevin. Yan jî nîqaşên heyî nekarîne qalibên diyar derbas bikin. Kevneşopiya medreseyê ya perwerdeyê tevî ku di pozisyona heyî de li dijî kapîtalîzmê di berxwedanê de ye jî, nekariye ji bo nîqaş û nûbûnên di asta gerdûnî de ne bibe bersiv. Yan jî nîqaşan nekarîne qalibên heyî derbas bikin. Wekî ku Rêber Apo ji bo civaka Rojhilata Navîn gotiye, vê rewşa parçeyî ya qat bi qat, “yan dê derbas bike yan jî dê xwe bikuje”. Mijara herî bi lezgînî ew e, têkiliyên di navbera pêkhateyên desthilatdar û berdevken kevneşopiya pêkhatina civakî de were rêkûpêkirin. Ev lezgînî ji bo civakê tê çi wateyê? Gelo civak di ferqa vê lezgîniyê de ye? Divê daxwazên civakê çawa werin pêşwazîkirin? Divê bi kîjan rêbazan pêdivên civakê werin eşkerekirin. Pêwîst e aliyên wê yên kêm, têrê nakin yan jî ferq û cudahiya aliyên wê yên şaş çawa jê re were eşkerekirin û kîjan rêbaz werin bikaranîn? Ma pêwîstî pê heye destwerdanek ji derve ji civakê re were kirin? Gelo ev destwerdan dê bi cewhera civakê re bibe yek? Û gelek pirsên bi lezgînî û bersivên wan dê me ber bi perwerdeyên akademiyê ve bibin.

Tenê dê karibe bi xebatên avabûna akademiyan-akedemîbûnê ya di nava civakê de bi civakê re ev lezgînî were derbaskirin. Pêwîst e ji vî aliyî ve dûrketina civakê ji dagirkeriya ku tê wateya hê jî parçebûna hişmendiya parçebûyî, çawa bibe? Hewce dike derbaskirina parçebûnê bi kîjan xebata hişmendiyê were kirin? Pêwîst e di kîjan zemînê de tevger çêbibe? Bersivên pirs û pirsgirêkên bi vî şiklî beriya her tiştî divê mirov di nava pirs û pirsgirêkê de bigere. Girîng e ku ev bibe rêbaza bingehîn a xebatên akademiyê.

Li Rojava Xebata Ji Nû Ve Zindîkirina Hişmendiyê

Perwerdeya destpêkê ku li ser bingeha têkiliyên civakbûnê hatibû birêkûpêkirin, di sedsala derbasbûyî de di nava PKK’ê de ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin. Bi rêbaz û uslûba yekpareparêz ku bi fikr û kedeke mezin a nîv sedsalê ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye afirandin, civaka nû hatiye bipêşxistin. Ji nû ve jin wekî faktora jiyanê ya yekemîn û pêkhênera bingehîn a jiyanê qebûlkirin û fêmkirin, di vê rêbazê de di serî de aliyê wê yê herî diyarker e. Îfadeya pratîkî ku dîrok di kêliyê de ye, civak ji aliyê takekes ve xwe dide der, wekî perwerde bûye tiştekî nû. Divê ev pratîk çawa civaka demokratîk ava bike? Divê civaka demokratîk bibe xwediyê rêbazeke çawa ya perwerdeyê? Pêwîst e bi kîjan rêbaz û awayên perwerdeyê hişê zilamê serdest û civaka desthilatîparêz a hegemon were derbaskirin? Divê hemû beşên civakê, çawa bi heqîqetê re hev bibînin? Pêwîst e bi kîjan mijarên perwerdeyê ji kesayetiya ku dagirkeriyê ew afirandiye heya bi fikra azad derbasbûn çêbibe? Pêwîst e feraseta perwerdeya ji neçarî çawa were derbaskirin? Divê çi were kirin ku civaka ku li perwerdeyê hatiye biyanîkirin, bi daxwaz û dilê xwe bixwaze were perwerdeyê? Bersivên pirsên bi vî şiklî bi perspektîfa modernîteya demokratîk a Rêber Apo bi perwerdeya ku daneheva nîv sedsalê ye derketiye holê.

Hê jî aliyên werin diyarkirin hene. Tevî vê jî pêwîst bû xebata bingehîn a hişmendiyê, akademiyên civakî li beramberê hişmendiya netewe-dewletparêziya Sûriye bihatana rêxistinkirin. Bersiva krîzên tên jiyîn, bi pergala perwerdeya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin û di naveroka nîqaşan de hatiye peydakirin. Kevneşopiya civaka demokratîk ji neteweperestiya BAAS’ê hatiye qetandin. Piştî 1979’an Rêber Apo, bi çalakiyeke mezin a perwerdeyê berxwedan daye destpêkirin. Pêwendî û têkiliya bi xwe bi gelekî re tê maneya perwerdeya civakî. Têkoşîna li dijî bêbaweriyê tê meşandin, dê wateya rastîn a berxwedanê biafirîne. Her yek civîna bi gel re hatiye lidarxistin, ketina her malekê û ew cih wekî dibistanê lê kirin bi xwe berxwedan e, tê wateya dersê ku ji bo akademiyê hewce ye. Civîn tenê ne ji bo çînekê ne, ne ji bo cinsekê/î ne, tovên civakeke nû bûn. Her civîna dihat lidarxistin jin û zilam, ji heft heta bi heftêyî hemû civak tevlî dibû, dîsa bêyî ku nasnameyek were liberçavgirtin, Ereb, Kurd, Çerkez, Ermenî dikarîbûn tevlî bibin. Dîsa her kesên ji her baweriyê Misilman, Êzîdî, Xrîstiyan, Aşûrî tevlî bûye, ji her ziman û lehçeyê her kesî xwe îfade kiriye. Ev li Rojava tiştekî nû ye, destpêkek e. Em dibin şahide wê; Rêber Apo civakbûnê bi jiyaneke bi wate ji nû ve ava dike. Perwerdeya civakê ku xwe dispêre 19 salan, li beramberê feraseta elît, çînî ku biyanî dike û parçe dike hatiye pêşxistin. Di her kêliyê de û li her derê bi her beşa civakê re bi rêbazeke ku cih nade ferq û cudahiya cinsan perwerdeya gel li dar xistiye. Ev rêbaza perwerdeyê ji aliyê sosyolojik ve hewldana avakirina ji nû ve ya civakekê ye. Ewqas jî tê wateya ku civak cara destpêkê bi îradeya xwe tevlî bibe, bêyî ku ti xem û tirsa cezagirtinê hebe bi zimanê xwe fikra xwe bîne ziman. Ji ber vê hesta azadiyê ya di bingeha wê de heye, perwerde ji aliyê civakê ve tê qebûlkirin.

Diyarkirina vê rastiye bi qasî ku wê ji bo Sûriye-Rojava sûdmend be, ewqas jî dê ji bo civaka Rojhilat jî girîng û sûdmend be. Fêmkirina ji xebatên akademiyê di roja me ya îro de, fêmkirineke wisa ye ku ji aliyê hişmendiya desthilatdariyê ve hatiye avakirin. Di nava vê fêmkirinê de cîhana takekesên bi qasî ku ji civakê qut bûne ewqas jî ji civakbûn û îradeya civakbûnê qutbûne heye. Pêwîst e were diyarkirin, ku gel û kesayetiyên bi polîtîkayên dagirkeriyê re, asîmîlasyon û nijadkujiyê re rû bi rû mane bi xwe bêbawer in, bêîdîa ne, li hêza xwe biyanî ne û ev hemû wekê pirsgirêkên giran ên bingehîn tên jiyîn. Tê zanîn, kesayetiyên wateya hebûnê ji bîr kirine û jiyan ji bo wan bêwate bûye, bi hişmendiyên bi çavekî oryantalîst li xwe dinêrin beyar in, bêberhem û ne zindî ne. Rewşa bûna çol û sehra, kilsgirtîbûn û zuwabûn, dijberiya heqîqetê ye ku li ser serê gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn tê pêkanîn. Diviyabû ku li beramberê hişmendiya zuwabûyî, hişên beyarbûyî, ev nûbûna dîsa di nava civakê bi xwe de bihata peydakirin. Nêzîkbûneke ku civakê bi xwe esas digire, qîmet û nirx dide her takekes û endama/ê civakê wekî bingehîn, esasî û heqîqet derketiye holê. Nêzîkbûna felsefîk û têkoşeriya Rêber Apo ya bi şiklê “jinûve şînkirina dara zuwabûyî” ku 19 salan berdewam kiriye, ji bo akademiyên civakî bûye ava jiyanê. Bi şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an re hatiye dîtin ku ev heqîqet ne zêdegaviyek e. Tişta ku hatiye jiyîn ev e; di dîroka mirovahiyê de ji rewşa ku civakek jê diket şik û gumanê gelo ew heye yan tine, ew civak diket nav wê pêvajoya guherînê ku ew jî nirxek e. Descartes bi şiklê “kîjan heqîqet e” di navbera pergala desthilatdar û fikra azad de guman jiyaye. Bersiva ji bo gumanperestiya wî, berevajî ya wî, ‘civak’ e. Rêya ji nû ve vegera li jiyanê, ne ji bo xwe ji bo hinekên din nefes distîne. Şervantiya ji bo wateyê di têkoşîna vê rêyê de wekî rêbaza bingehîn a têkoşînê hate diyarkirin. Çêkirina civakê ji aliyê civakê bi xwe ve, fêmkirina akademiyên roja me ya îro bi cewhera wê ve hevrûkirin bû. Xebatên wekî pro-akademî werin fêmkirin û pergalên civînan ên her beşa civakî digirin nava xwe, di roja me ya îro de bûne bingehên civakî yên xweseriya demokratîk û rêxistina akademiyan.

Têgîna Akademiya û naveroka wê bi Rêber Apo gihîştiye cewhera xwe; ev di rastiya şoreşa Rojava de derketiye holê. Pirsgirêka perwerdekirina civakê li dijî bi her şiklê pergalên desthilatparêz, li dijî şiklê rêxistinbûnan di her demê de, li ser esasê nêzîkbûna akademiyan a Rêber Apo hatiye bidestgirtin. Piştî bi şoreşa 19’ê Tîrmehê di nava rêxistinbûna komunan de dest bi perwerdeya civakê hatiye kirin. Di nava her komunê de komisyonên perwerdeyê jî hatine birêxistin. Erka van komisyonan ew e ku li gund, belde, navçe, bajar û kantonên tê de cihê xwe digirin, kar û xebata ronîkirinê, zanebûnê plan bikin, pêk bînin û bi pêş bixin. Komisyon di heman demê de ji perwerdeyê berpirsiyar e. Ew bi xwe jî di nava perwerdeyê de cihê xwe digre. Mijarên dersan ên heftane û mehane, tên diyarkirin û kî dê van dersan bide dîsa ji aliyê komisyonê ve tê tesbîtkirin. Bi piranî kesên berê di perwerdeyên Rêber Apo de amade bûne tên tercîhkirin. Piştî şoreşê bandoreke mezin a perwerdeyên komunan li ser civakê çêbûye. Gundiyan cara yekemîn jê re şahidî kirine ku ji aliyê wan ve li gund, mijar tên diyarkirin û li ser nîqaş tê meşandin, ew bi xwe fikra xwe diyar dikin. Her wiha ev jî bûye sedem ku ji bo ku pirsgirêk çareser bibin ew dikarin aqlekî hevpar bi pêş xin, bawerî û hîseke wisa çêbûye.

Li ser vê bingehê piştî şoreşa Rojava xebatên avakirina akademiyên civaka demokratîk dest pê kirine. Li ser esasê berxwedana wan bi xwe nasnameyên Ereb, Kurd, Tirk û Ermen û dîsa bi giranî bi nasnameyên olî yên Êzidî, Xristiyan, Misilman di navbera pêkhateyên civakî yên pirçand û pirziman de hîmên komînal ên nû hatine danîn. Navê yekeyên perwerdeyê li gorî forma çandî ya bingehîn mîrateya pirçandî ya Rojhilata Navîn wekî “Akademiyên Civaka Demokratîk” hatine diyarkirin. Mifredat û dersên jiyanê yên guherîn û veguherîna hişmendiya ku xwe dispêre olperestî, neteweperestî, cinsiyetperestî û xwe dispêre hişmendiya neteweperest pêk tîne, ji bo ku hişmendiya demokratîk bi wan bide qezenckirin hatine rêxistin. Li akademiyên ku armanca wan bipêşxistina hişmendiya civaka demokratîk e ji her çandê, her cinsê/î, ji her baweriyê, ji her temenî, ji her pîşeyî, ji her cihî beşdarvan hene; ev wekî nêzîkbûna bingehîn tê diyarkirin. Rêxistinbûna ku ji ciwanên civakê û beşên din ên civakê yên xwediyê berpirsiyarî ne û ji hemû jin û zilamên di nav civakê de pêk tîne, di bin sîwana akademiyên civaka demokratîk de hatiye komkirin. Her jin û zilamê ku qonaxa xwe ya zaroktiyê xelas dike bêyî ku ferqa jin û zilam bike, tevlîbûna wan ji bo perwerdeyê li ser bingehê dildariyê ye. Çawa ku tevlîbûn ji heman malbatan heye, her wiha zêdebûna endaman jî li ber çavan nayê girtin. Dildarî esas e. Çawa ku her beşa civakî digire nava xwe, ji bo ku di pratîkê de civak bê fêmkirin rasterast tevlîbûna beşdarvanan armanca bingehîn e. Li beramberê ezeziya lîberalîzmê bi komunalî, hem di pratîkê de û hem jî di teoriyê de, di nîqaşan de bipêşxistin, ji beriya her tiştî tê bidestgirtin.

Piştî şoreşa Rojava di nava komunan de bi rêxistina komisyonên perwerdeyê nîqaş hatiye destpêkirin ku xebatên pro-akademiyan dê bi kîjan formatan bibin pergal. Di encama perwerdeyan de ku di nava hemû civakê de belav bûne, kadro û xebatkarên civaka demokratîk û xweser hatine gihandin. Ji bo ku biyanîbûna civakî were derbaskirin û perwerdeyên girtî yên deh rojan werin birêxistinkirin, akademiyên demokratîk ên civakî yên destpêkê ji aliyê cih û pergalê ve dîsa bi nîqaşên demokratîk bûye biryar û pratîze bûye. Di sala 2013’an de li her bajar û kantonê Akademiyên Civaka Demokratîk li gorî biryarên bi şiklekî xweser û otonom ketine meriyetê. Di avakirina akademiyan de armanc ew e ku pirsgirêkên navçe, bajar yan jî kantonên lê hatine avakirin, bi heman şiklî li gorî sosyolojiya wan deveran, çareseriya pirsgirêkan, dîsa bi îradeya hevpar a kesên li van deveran dijîn were lêkolînkirin. Kesên çûne dibistanên dewletê yan jî nekarîne biçin, dixwaze bila xwendin û nivîsandina wan hebe yan tine be, kesên cotkar yan jî di çêkirina avahiyan de dixebitin, rewşa wan a zewicîbûnê çi dibe bila bibe û hwd. hedef ew e ku her takekes para xwe ji îdeolojiya demokratîk bigire. Li ser pirsgirêkên herêmî bi nêzîkbûneke akademîk û bi feraseteke akademîk-zanistî nîqaşkirin û ji bo wan peydakirina çareseriyan, wekî rêbaza bingehîn hatiye diyarkirin. Berevajî rêbaza modernîst hiyerarşîk a bi şiklê ders dide-ders distîne, pêşxistina çanda ku bizane hevdu guhdar bike û ji hevdu fêm bike, wekî rêbaza bingehîn hatiye diyarkirin. Mijara her dersê ji aliyê kesên cuda ve bi formatên cuda tên dayîn. Vê rêbazê li ser gel bandoreke wisa ya psîko-sosyal kiriye; xwetevlîkirina di asteke bêdawî de û qebûlkirina modela ku alternatîfa perwerdeya dewletperest-qalibparêz e. Li şûna pergala perwerdeya ku afirandina civakeke homojen dike hedef, pêvajoyeke wisa ya perwerdeyê tê jiyîn; beşên civakî yên ji her pîşeyî yan jî kesên bê pîşe tevlî dibin, ji her grûbê, her kes ferq û cudahiyên hev fêm dikin û hem jî ferq û cudahiyên xwe bi xwe fêm dikin.

Dema ku di înşaya civakê de rol tê lîstin ev armanc û pêşdatir bi formê civakîbûnê derdikevin holê. Ji bo ku berpirsiyariya înşaya civakî dana qezenckirinê zehmetî rû didin. Di destpêka van zehmetiyan de têkoşîna li beramberê hişmendiya civaka dewletdar û avakirina jiyana komînal heye. Rêbaza jiyanê ya li derdora kapîtalê, hilberînerî û afirînerî koh kiriye, xetimandiye. Xwegihandina rêxistinbûna şênber a hişmendiya ku dikare ji civaka mezaxtker xwe paqij bike û ber bi qadên hilberîne ve biherike hê jî çênebûye.

Wekî me li jor jî diyar kir, têgîna akademiyê navê wî baxçeyî ye ku Platon li Yewnanîstanê perwerdeya vekirî dimeşand û lê nîqaş dikir. Ev rêbaza perwerdeyê ku perwerdeya vekirî û nîqaşên vekirî bêyî hebûna çewisîn û ferzkirinan her timî çêbûne, navê akademî lê hatiye kirin, heya bi roja me hatiye domandin û bûye kevneşopî. Di nava pergala dewletê de ev rêbaz, bi hişmendiya pozîtîvîst bûye parçeyek ji pergalê. Di serî de bi armanca xwegihandina her beşa civakî û çareserkirina pirsgirêkan, li her kantona hatiye avakirin, pêdiviya rêxistinkirina akademiyan hatiye pêşwazîkirin. Her akademî di bin berpirsiyariya wê civaka navçe, bajar û kantonê de ye. Tevlîbûn li ser esasê dildariyê ye. Sînordarkirinek tine ye. Ji bo xebatên rêxistinkirina saziyên avabûna piştî şoreşê, perwerdeyên destpêkê li ser bingehê îdeolojiya modernîteya demokratîk pêk hatine.

 

Ber Bi Civakîbûneke Nû Ve

 

Di van deh salên derbasbûyî de em dikarin behsa serkeftina xebatan bikin, ku bi perspektîfa dana qezenckirina hişmendiya komînal hatine meşandin û ji bo avakirina civaka demokratîk hewce ne. Wekî li jor jî behsa wê dibe yekparebûna teorî-jiyanê dana qezenckirin, di encama bi hev re jiyana bist û çar seatan de bi pêş ketiye. Perwerdeyên deh yan jî panzdeh rojan ên bi şiklê perwerdeyên girtî tên meşandin, di roja me ya îro de li ser esasê daxwaz û pêşniyara civakê jî di navbera bîst yan jî sih rojan de tê lidarxistin. Pêvajoya deh salan a derbasbûyî ji me re dibêje, ev rêbaza perwerdeyê ji aliyê gel ve hatiye qebûlkirin.

Rêbazê perwerdeyê li ser bingehê nîqaşa giştî ye. Ji bo kategoriyên wekî yên fêr dibin-yên fêr dikin destûr nayê dayin. Piştî nîqaşa li ser dersên wê rojê, nirxandina perwerdeya wê rojê jî bi hev re tê kirin. Mijarên perwerdeyê di çarçoveya sosyalîteya heyî de li ser bingehê xwegihandina zanebûna civakbûnê ye. Kesên di pergala perwerdeyê de cihê xwe digirin di hemû kar û barê rêxistinkirina akademiyê de cihê xwe digirin û bi vî şiklî jî kevneşopiya demokratîk derdikeve holê. Pêşxistina berpirsiyariya civakî û xwepakkirina ji hiyerarşî, îqtidarperestî û cinsiyetperestiyê armanca bingehîn e. Dema ku hemû xebatên neçar in werin kirin di jiyanê de hatin parvekirin, berpirsiyariya li beramberî hev jî bi pêş dikeve. Hişmendiya desthilatî û koletî, parçekirinên yekparetiyê yên bi rengê şênber-razber, ruh-beden, zeman-mekan, dilinî-analîtîk, gerdûnî-herêmî, ontolojî-epîstemolojî û agahî-zanîn, tên derbaskirin. Ji derveyî kesên ku dema xwe ya zaroktiyê dijîn, li gel hev jiyîna her beşa civakê, rê û rêbaza xweşuştina ji hişmendiya pozîtîvîst e. Ev rastî ji raboriya deh salan a akademiyên civakî hatiye fêmkirin. Biyanîbûna ku di bin çewisandina bi taybetmendiyên zuwa û hişk ên malbatî, olî, neteweperestî û mezhebî de şikil digire, bi rêbaza “perwerdeya girtî” ya demkurt tê derbaskirin. Rêbaza bi hev re parvekirina bîst û çar saetên rojê, jiyana dendik a civaka nû ye. Takekesên ku hev nas nakin û li gund û bajarên cuda cuda mezin bûne, danûstendina çandê dikin û hev nas dikin. Di heman demê de ji hemû pîşeyan yan jî kesên ne xwediyê pîşe dikarin tevlî van akademiyan bibin. Yên ku di dibistanên pergalê de mezin bûne, tevî kesên di komunên gundan de tevlî jiyanê bûne di akademiyên civakî de cihê xwe digirin. Bi şiklekî kolektîf rêxistinkirina jiyanê, bi biryarên beşdarvanan bi xwe çêdibe. Nêzîkbûna berpirsiyarîgirtin yan jî berpirsiyarî dane kesên din, bi guherînên rêveberiyê deh rojan carekê tê qezenckirin. Berpirsiyariya bi şiklê hemwezîfe, di navbera cinsên jin û zilam de tê pêkanîn. Ji armancên bingehîn yek ew e ku prototîpa jiyanê li akademiyan were pêkanîn. Mînak, dibe ku jineke ciwan a 18 salî li cem zilamekî 50 salî bibin berpisiyarên wê dewreyê, yan jî xortekî 18 salî û jineke 50 salî dikarin bi hev re berpirsiyariya wê dewrê rakin.

Ji komunên gund heya bi meclîsên bajaran, di nava her rêxistina polîtîk de berdevka/ê xwe bi cih dike. Û bi vî şiklî di avakirina civaka demokratîk de bi rola xwe ya polîtîk radibe. Dike ku civak bi xwe perwerdeya xwe bi rêxistin bike. Biryarên li ser mijara ku dê perwerdeyên heftane, mehane û rojane çawa werin rêxistinkirin, di encama nîqaşên ku gel di nava xwe de bimeşîne tên diyarkirin. Li Bakur-Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê tevlîbûna perwerdeyan, wekî rêgezekê hatiye qebûlkirin.

Yek ji armancên perwerdeya akademiyên civakî jî ew e ku zanebûnê bide qezenckirin û bide fêmkirin ku perwerde di asta jiyanî de girîng e. Heger di nava civakê de ev zanebûn çênebibe sedemek jî nebesiya wan kesên perwerdekar in. Ev nebesî bi rêbazan dikare bê derbaskirin. Zeîfiyên metodolojîk ên ku ji ber rojane xwe nû nake derdikeve holê, ji astengiyên bingehîn ên komîteyên perwerdeyê ne.

Cewhera xebatên akademiyên civakî yên Rojava, çêkirina formeke jiyanê ye. Li gorî vê ji bo dewreya perwerdeyê ya mehane, ji her sazî û her meclîsê kotaya tevlîbûnê wekî hejmar tê diyarkirin. Ev kota li gorî ku hejmara dewreyê sih yan jî sih û penc be tê amadekirin. Her beşdarvaneke/î tê akademiyê berê hatiye amadekirin. Li akademiyê jin û zilam li beşên cuda dimînin, di nava rojê de li cihên jiyanê (mitbax, cihên sporê, dibistan û hwd.) bi hev re tevger dikin. Di saetên destpêkê yên rojê de herî kêm nîv saetê spor tê kirin. Piştî sporê bi hev re taştê tê xwarin, lalik-fereq bi hev re tên şuştin. Mitbaxçiyê/a wê rojê di heman demê de yek ji endamên komîna erkdar a wê rojê ye. Ji bo ku jiyana komînal a wê rojê bidome, kesê/a ji xwarinê berpirsiyar dikare tevlî perwerdeyê nebe. Eger bixwaze tevlî perwerdeyê bibe, bi desteka komînal a hevalên din bi hev re xwarin tê amadekirin. Ferq û cudahiya jin û zilam tine ye. Kesekî/a di jiyana xwe de xwarin çênekiribe jî ji ber berpirsiyariya wî/ê ya rojane ya akademiyê, pêwîst e dema dora wî/ê hat bibe mitfaxçî (aşpêj). Di vê de armanca bingehîn ew e, ku bi keda wî/ê bi xwe li pêşberî civata di nav de ye wekî takekesekî/ê berpirsiyariya xwe bîne cih. Gava destpêke ya derbaskirina taybetmendiyên feodal û civakîbûna heyî ku ji qadên jiyan û xebatê yên cinsiyetperest pêk tê, di akademiya civakî de li ser bingeha plansaziya bi zanebûn tê avêtin. Eger zilamek nizanibe xwarinê çêke, li cem kesekî dizane xwarinê çêke wekî erkdarê rojê tê diyarkirin. Armanc ew e ku hesta hevkarî û kolektîvîzmê bi wan re were pêşxistin. Her tim di cih de nabe, her kes li gorî daxwaza xwe tevbigere yan jî kesek li gorî xwe hevalekî/ê xwe diyar bike nabe. Hedefa bingehîn; her kesê/a tê perwerdeyê hev nas bike û bi hev re jiyanê parve bike. Êvarê dema ku ders xelas dibe, di rewşa ku hemû beşdarvan amade ne de vegotin û nîqaşên di dersan de hatine kirin tê nirxandin.

Ji sê rojan carekê yan jî di hefteyekê de rojekê (mijara ku dê her çend rojan carekê bibe pêşniyarên beşdarvanan jî tê fikirîn), li ser mijarên wekî dê jiyan û têkiliyên nava komînan çawa bibin, kêmasiyên heyî, nêzîkbûnên şaş yan jî li ser berhemdariya dersan nirxandin bi pêş dikevin. Ev nirxandin di civînên mehane ku hemû beşên girêdayî xebata akademiyê tevlî dibin de tên parvekirin. Pirsgirêk û rêyên çareseriyê yên van pirsgirêkan tên îfadekirin, li ser pirsgirêkên nehatine çareserkirin jî bi hev re nêrîn û pêşniyar tên pêşxistin. Armanc û hedefa bingehîn bi van civînan ew e ku bi takekes zanebûna tevlîbûna polîtîk bide qezenkirin û takekes bi pêş bixe. Hedef; li ser bingehê rexne û rexnedanê şaşitî werin derbaskirin, kêmasî werin temamkirin û bi vê rêyê berpirsiyariya polîtîk were bipêşxistin. Di heman demê de rexne jî tê bipêşxistin, heqê rexnedanê jî tê parastin. Piştî ku xwarina êvarê bi hev re tê xwarin, bi şiklekî serbest, aktîvîteyên wekî sohbet, pêşbaziyên fotbol, voleybol hwd. tên kirin. Dîsa nûçe bi hev re tên guhdarkirin. Saetên etudê yên êvarê jî hatine plankirin. Grûbên lêkolînê tên çêkirin. Her grûbek mijarekê digire dest û piştî demeke diyar, derbarê lêkolîna hatiye kirin, êvarê du saetan semînerê dide. Armanca vê plansaziyê, dana qezenckirina fêrbûna xwendinê, dana qezenckirina rêbazên lêkolînê û baweriya bi xwe ya xweîfadekirina li pêşberî civatekê ye.

Berpirsiyarên dewreyên akademiyê û dîsa rêveberiyên akademiyê yên ji nava civakê, plansaziya her rojê çêdikin û ji pêkanîna vê plansaziyê berpirsiyar in. Li her akademiyê bi şiklê hevserokatiyê kar û barê birêvebirina akademiyê tê meşandin. Endamên di rêveberiya akademiyê de cihê xwe digirin, 24 saetan dikarin li akademiyê bimînin. Ji bo her kesî/ê derfetên lêkolînê hatine pêkanîn. Di mijara hatin û çûna akademiyê de ti pirsgirêk nayên jiyîn. Li her akademiyê erebeyên ji bo hatin û çûna giştî amade ne. Kar û barên wekê endamên komisyonan ji malên wan anîn akademiyê û dîsa birina malên wan, ji bo ku pêdiviyên bingehîn ên xwarinê ji cih û bajarên cuda werin anîn, yên hatine dewreyê anîn û birine nexweşxaneyê û hwd. bi van erebeyan tên pêkanîn. Serfkirina pereyan ne mijara nîqaşê ye. Pêdiviyên navendî yên kolektîf, ji aliyê maliyeya xweser a akademiyê ve tê pêşwazîkirin. Her kes dikare pêdiviyên xwe yên taybet pêşwazî bike.

Di plansaziya dewreyên girtî de ji bo derve ger û geştên bi hev re hene. Serdana cihên dîrokî, muze, asarên dîrokî tê kirin. Dîsa ger û geştên cuda yan jî li melaban pêşbirk tên organîzekirin. Endamên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi agahî û erêkirina rêveberiyên akademiyan dikarin di demên diyar de serdana dewreyan bikin û derbarê pêşketinên siyasî de sohbet û nîqaşan bi pêş bixin. Beşdarvanên dewreyan dikarin bi şiklekî vekirî, rû bi rû derfet peyda bikin ku pirs, nêrîn û rexneyên xwe li cem rêveberiya pergala rêveberiya xweser nîqaş bikin. Bi vê, armanca bingehîn ew e her kesê/a li akademiyên civakî perwerde dibîne, di nav pergala xweser a demokratîk de tevlîbûna polîtîk a demokrasiya rasterast pêk bîne. Di vê maneyê de akademî pêpilka destpêkê ya tevlîbûna polîtîk in. Takekesên ku dewreyên van akademiyan dibînin li qadên diçinê, wekî bajar û gundên sazî yan jî malbatên wan lê ne, tevlîbûnên xwe yên polîtîk di çarçoveyên demokratîk de pêk tînin. Akademî di vê maneyê de ocaxên tevlîbûna polîtîk in.

Behskirina cureyên dewreyên perwerdeyê ji bo fêmkirina fonsiyona akademiyên civakî yên li Rojava dê sûdmend be. Çawa ku dewreyên girtî hene, her wisa dewreyên vekirî jî hene. Dewreyên vekirî, ji danê sibe heya bi nîvro ne yan jî rojane ne. Êvarê hemû beşdarvan vedigerin li malên xwe. Dîsa perwerdeyên vekirî, li hemû saziyên di çarçoveya rêveberiya xweser de jî, li gorî saetên xebatê û tempoya xebatê, li gorî daxwaza heftane yan jî mehane wekî semînerên ji yek saetê yan jî ji du saetan pêk tên tên dayîn. Mijarên semîner yan jî dersan dibe ku ji aliyê her takekesî/ê ve werin pêşniyarkirin. Li gorî derfetan li gorî van pêşniyaran plansaziya perwerdeyê tê çêkirin.

Akademiyên civakî ji bo ji nû ve rêxistinkirina jiyanê, hewl didin bi rola model-mînak rabin. Ji ber vê armancê her kêliya jiyanê girêk bi girêk tê hûnandin. Hemû rêbazên çêkirina hişmendiya azad di ber çavan re tê derbaskirin. Rola bingehîn a akademiyan ew e ku hişmendiya azad a jiyana komînal pêk bînin. Di heman demê de perspektîfa wan heye, di jiyanê de hilberîn û afirîneriya adil, ekolojîk, çandî, jin û zilam bi hev re bingeh bigire; çi mijar dibe bila bibe dikin armanca xwe ku çanda lêkolîn û nîqaşê jî bi pêş bixin. Ji ber vê armancê di çarçoveya akademiyên civaka demokratîk de navendên lêkolînê hatine vekirin. Fonksiyona navenda lêkolînê ew e ku nîqaşên li akademiyên civakî tên kirin karibin bigihêjin ber destê civakê jî.

Ji bo xwegihandina beşên civakê yên nikarin tevlî perwerdeyên akademiyê bibin, li ser mijarên diyar di çarçoveya paradigmaya modernîteya demokratîk de broşur, kovar, nivîs tên nivîsandin. Ji aliyê teknîkî ve di qada dîjîtal de jî li ser navê akademiya civaka demokratîk malperek heye. Di vê sîteyê de gelek nivîs, makale, materyalên perwerdeyê, weşanên nivîskî û dîtbarî hene. Lê belê rastiyeke welê jî heye ku tê de hilberîna fikrî lawaz xuya dike.

Di çarçoveya çalakvaniya çandî de li ser sosyolojiya bajarê ku ew lê dijîn konferans, civîn û aktîvîteyên cuda cuda tên lidarxistin. Raporên ji encama van aktîvîteyan tên derxistin ji bo rêveberiyen sazî yan jî kantonan tên pêşkêşkirin. Di afirandina civaka polîtîk û exlaqî de, dîsa ji bo parastina hebûna xwe, jiyana heyî li gorî şerê gel ê şoreşgerî birêxistinkirin, kar û barê bingehîn ê akademiyan e. Bi rewşa xwe ya heyî şiklên mifredat û perwerdeyê di çarçoveya pêdiviyên civakî de hatine birêkûpêkkirin.

Di Avakirina Civaka Demokratîk De Pirsgirêkên Rojanê yên Akademiyên Civakî

Li cîhanê gelek filozof, rewşenbîr, sosyolog û zanyaran, ji bo derketina ji krîza civakîbûnê ku di serdema me de ji ber modernîteya kapîtalîst rû dide, gelek pêşniyar kirine. Bêguman girîng in û nirxekî van pêşniyaran heye. Lê belê, her çendî li ser navê çareseriyê ev pêşniyar bi pêş xistine jî, nekarîne asta pêşniyarê derbas bikin. Pêşniyara çareseriya Neteweya Demokratîk ku ji aliyê Rêber Apo ve di dawiya sedsala 20’emîn û di destpêka sedsala 21’emîn de hatiye pêşxistin, ku xwe dispêre paradigmaya ekolojîk, demokratîk û azadîxwaziya jinê, vê gavê li hemû cîhanê pêşniyara yekane ye. Bi şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûrî re çareseriya Neteweya Demokratîk ji rewşa bûna pêşniyareke alternatîf derketiye, dest pê kiriye pêk tê. Rêxistinbûna civakê ya derveyî dewletê, bi komun-meclîsan pratîze bûye. Şoreşa Rojava ku di pêkanîna civaka demokratîk de zarokeke hê deh salî bi bîra mirov dixe, mezinbûna xwe didomîne. Di nava vê pêşketinê de, ku mirov wekî pirsgirêkên mezinbûnê pênase bike, avabûna akademiyên civakî û rêxistinbûna wan jî deh salî ye. Em dikarin diyar bikin, di pêşketina têkiliyên civaka demokratîk de, ku xwe dispêrin azadiya jinê, zehmetî û serkeftin di zikhev de bi pêş dikevin û ev rewşa dizikhevdebûnê didome. Ji aliyekî ve encamên avabûna hişmendiya cinsiyetparêz a 5 hezar salan ku bi hemû civakê dane xwarin, ji aliyekî ve jî di heman dem û cihî de encamên kevneşopiya ku li dijî desthilatperestî û koletiyê di nava berxwedaneke demokratîk de ye tê jiyîn. Şikilgirtina di bin bandora kûr û berfireh a cinsiyetperestî, neteweperestî û olperestiyê de, jiyîna nakokiyên cidî jî bi xwe re tîne.

Derbaskirina hişmendiya serwer a koledar, feodal û netew-dewletê bi ronîbûneke mezin rastiyeke wisa ye ku her kes li ser hemfikir e. Di xebat û rêxistinbûna akademiyên civakî de, perwerdeyên di destpêkê de bi dildarî û daxwazeke mezin dihatin dîtin, her diçe quweta xwe ya cezbê kêm dikin. Sedema vê ya herî girîng, şoreşa Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hê jî di nava şer de ye. Pêvajoya şerê gel ê şoreşgerî hê jî didome. Li cem vê, pirsgirêka bingehîn ew e ku Xweseriya Demokratîk wekî bingeh pergala meclîsan esas digire. Li şûna feraseta yekîtiyê ya komînan a hevkarî, kolektîvîzm û dildariyê, derbasnekirina çanda hiyerarşiyê ya civaka dewletparêz faktoreke din e. Her çendî bi rêya akademiyên civakî dana qezenckirina hişmendiya Xweseriya Demokratîk, pêşketinên di asta ronesansê de pêk hatine jî, nedomdarkirina perwerdeyên di komînên gundan de hatine destpêkirin sedemeke din a zeîfiya heyî ye. Em dikarin bêjin, pêvajoya xweperwerdekirinê di heman demê de pêvajoya civakîbûnê ye û ev hê di qonaxa pitikbûnê de dijî. Xwedîderketina li nirxên bingehîn ên demokratîk û çanda modernîteya kapîtalîst a bêrûmetkirinê û mezaxtker di zikhev de tên jiyîn. Ev rastî sedema bingehîn a têkoşîna akademiyên civakî ye jî.

Li Rojavayê Kurdistanê akademiyên civaka demokratîk xwe xweser bi rêxistin dikin. Perwerdeya xwe dispêre dildariyê, dide hewcekirin ku kesên vî kar û barî radikin jî dildar bin. Di qonaxa niha de di mijara xwegihandina hemû civakê de pirsgirêkên cur bi cur tên jiyîn. Di meclîs û komînên gund, tax, kolanan ên destpêkê hatibûn avakirin de komîsyonên perwerdeyê bi kelecan û daxwazeke diyar perwerde bi rêxistin dikirin. Lê belê ev perwerde di asteke monoton, dubare de man, rêbazên dayinê nehatin guhertin. Dîsa seraserabûn didome. Ev rewşa tê maneya xetimînê û li ser tevlîbûna perwerdeyê jî bandor dike. Tevî ku ji aliyê kûrbûnê ve astek heye, ji aliyê pirsgirêkên bingehîn ên civakî ve rewşa ku dibêje pirsgirêk di ‘teoriyê’ de dimînin ji aliyê gel ve tê rexnekirin. Her çendî li ser pirsgirêkan vekirî tê nîqaşkirin û ev yek bandorên erênî çêdikin jî, ji ber ku civak vê yekê bi şiklekî şênber nabîne nakokî tên jiyîn. Di çêkirina zêmînê nîqaşa azad de akademiyên civakî bi rola xwe radibin, lê di dana qezenckirina hêza çareseriyê ya şênber de hê jî zeîfî tên jiyîn. Li vê derê pirsgirêka bingehîn ew e ku perspektîfa akademiyên civakî û pratîka jiyana komînal a daye qezenckirin li hemû qadan nayê pêkanîn.

Diviyabû têkiliyên di navbera saziyan de bûbûna armanca pêşxistina civaka polîtîk, lê di asteke têrê bike de pêkneanîna van têkiliyan wekî pirsgirêkeke girîng tê jiyîn. Di avakirina civaka demokratîk de rehendên cuda cuda yên civakê jî di asta sazîbûnê de rêxistinbûna xwe çêkirine. Erka her rehendê ye ku pêwîstiyên qada xwe pêşwazî bike û dîsa ji bo ku hemû beşên civakê jê sûdê bigirin derfetên perwerdeyê pêk bîne. Her rehend li ser navê rehenda xwe bi şiklê ku akademiyan bi rêxistin bikin vê erka xwe pêk tînin. Lê belê ji ber ku têkiliyên akademiyên civaka demokratîk û akademiyên rehendan nagihîjin asteke sazîbûyî, pirsgirêka belavbûn-parçeparçebûna akademiyan derdikeve holê. Akademiyên Civaka Demokratîk wekî rêxistina sîwan a hemû akademiyan xwe bi rêxistin kiriye. Lê belê nêzîkbûna sazîperestî û xwetengkirina her saziyê, pirsgirêka li pêşiya akademiyên civaka demokratîk e û erka wan a herî girîng e ku vê rewşê derbas bikin. Fonksiyona bingehîn a akademiyên boyûtan (rehend), boyûta pê re eleqadar û pîşeya wê ye. Li ser beşekê ye, nabe ku ji bo giştî be. Mînak; rola akademiya ekonomiyê, li ser mijara ekonomiya komînal zanebûna xwe kûr bike, civatên ekonomiyê bi rêxistin bike yan jî zanebûna xwe ya li ser kooperatîfan kûr bike. Yan jî rola akademiyên ewlekariya hindûrîn, dayina perwerdeya li ser esasê ewlekariyê ye. Lê rola bingehîn a akademiyên civaka demokratîk ew e ku hemû yan jî beşeke civakê bîne cem hev û her wisa feraset û fêmkirina civaka yekpare çêbike. Di rêxistinkirina pratîkê de hê jî ev ast nehatiye girtin. Bi taybetî di xebatên birêxistinkirina boyûtan de li şûna perwerdeya bi giranî mijarên pîşeyî digire dest, heman mifredata akademiyên civakî tê dayin. Di vê mijarê de nêzîkbûna bi israr û feraseta “qada min, ez ê pêk bînim, kes nikare dest lê werde”, rola akademiyên civaka demokratîk zeîf dikin. Dîsa ji ber bêrêkûpêkiya têkiliyên di navbera saziyan de pirsgirêka her ders ji aliyê her kesî dayinê, bi xwe re pirsgirêka li gorî xwe fêmkirinê jî tîne. Mirov dikare bêje di vê mijarê de jî pirsgirêkek heye. Her çendî li gorî ferasata rêgeza pirrengiyê hebûna ji yekê zêdetir fikran wekî dewlemendî were nirxandin jî, di akademiyan de li cihên ku nebesiyên nîqaşê hene xetereya nêzîkbûna dogmatîk, bi xwe re pirsgirêkan diafirîne. Bêyî ku ji belavbûn-parçebûnê re bibe sedem, hewce dike zemîna ku her parçe di heman demê de karibe wekî hemûyê-parçeyê mezin xwe ava bike were afirandin. Ji bo ku perspektîfa bingehîn a paradigmaya neteweya demokratîk “li ber siya darekê jî be lidarxistina perwerdeyê” pratîze bibe, pêwîst e têkîliya beden û cewher were çêkirin.

Di avabûna civaka demokratîk de fonksiyoneke cuda ya akademiyên civakî jî perspektîfa exlaqî-polîtîk li hemû qadan wekî referansa bingehîn jiyanî bibe. Ji bo vê yekê hewce ye analîza sosyolojîk, dîrokî û zanistî ya pirsgirêkên bingehîn ên civak dijî bike û tevkarî bike ku mekanîzmayên birêvebirinê li gorî vê werin birêxistinkirin. Li Rojava akademiyên civakî hê xwe negihandine vê astê. Sedema vê ya herî bingehîn, parçebûna di feraseta avakirina xweseriya demokratîk de ye. Xebata avabûnê ya parçeparçeyî ji navendîbûnê çavkaniya xwe digire. Di jiyanê de çînîbûn ji beriya her tiştî, di plana pêş de ye. Di qada bazirganiyê de hatina asteke hakim a çîna navîn, nêzîkbûna wê ya israra bêîdeolojîbûnê, hewce dike bi şiklekî cidî were bidestgirtin. Di perwerdeyên akademiyan de beşa civakî ya ku di asta herî kêm de cihê xwe tê de digire çîna navîn e. Di perwerdeyên tên dîtin de di her mijarê de nîqaşên li ser exlaqê li pêş in. Kesekî ku bi karê bazirganiyê re mijûl dibe, mexezeyekê dide bikaranîn, tevlî ders û semînerên li akademiya civakî tên dayin yan jî ji aliyê akademiyên civakî ve tên organîzekirin nabe. Wateya vê tevlînebûnê ew e ku fikaran dike jiyana wî/ê bikeve ber lêpirsînê. Ligel ku fikara lêpirsînkirina xwe dike jî, divê mirov tesbît bike ku sedema bingehîn a tevlînebûnê dûrbûna ji qada polîtîk e.

Tê zanîn ku rastiya gel a heyî dûrî qadên polîtîk e yan jî qadên polîtîk ji bo her beşa civakî ne vekirî ye, yanî civak ji raboriyeke wisa tê. Tam jî di vê mijarê de yek ji rola herî girîng a ku akademiyên civakî pê rabe, dana qezenckirina feraseta jiyana polîtîk e. Yek ji rola herî girîng a akademiyên civakî li Rojava jî, xebata tevlîbûna polîtîk e. Di dewreyên girtî yên tên meşandin de jiyan bi temamî ji bo pêşxistina zanebûna tevlîbûna polîtîk tê biplankirin. Dîsa ji bo beşdarvanên xwendin û nivîsandina wan nebe di saetên êvarê de saetekê, ji aliyê kesekî/e beşdarvan ve perwerde tê dayin. Di akademiyên civakî de astengdar yan jî gaziyên şer ên bi şiklekî bêdeng ji derveyê civakê hatine hiştin jî cihê xwe digirin. Ji bo wan di hin kar û xebatên rojane de cudakariya pozîtîf tê naskirin. Bi qasî ku derfet hebe bi awayekî hesas tevger çêdibe ku tevlîbûna wan di asteke herî bilind de be. Ji bo beşdarvanên astengiya wan a dîtinê, bihîstinê, meşê yan jî cuda cuda hebin, nêzîkbûnên ku wan kategorîze bikin û ji derveyê civakê dibînin nayên qebûlkirin.

Hebûna têkîliya parçe-hemû di çarçoveya têkiliya demokratîk de qebûlkirin û pêşxistina pêkhateyên optîmal, fonksiyoneke din a akademiyên civakî ye. Di pêkanîna vê fonsiyonê de jî tengavî tên jiyîn. Nêzîkbûna navendîkirina xwe ya her boyûtê yan jî her saziyê, tenê bi dersdayinê tenggirtina dest a fonksiyenelbûna akademiyan, nêzîkbûneke înduksiyoner (di çarçoveyeke pir teng de bidestgirtina tiştekî) e. Wekî ku me di destpêka vê nivîsê de jî diyar kir, di avakirina hişmendiya herêmî-gerdûnî yan jî parçe-hemû de, akademiyên civakî hê jî ji aliyê rola xwe ve di asteke pir kêm de ne. Çêkirina têkiliya di navbera akademiyan de, di xebata avakirina civakeke demokratîk a nû de wê bihêle ku hişekî hevpar derkeve holê.

Akademiyên civaka demokratîk bi şiklekî xweser xwe bi rêxistin dikin. Parastina vê xweseriyê bi xwegihandina hişmendiya azad dibe. Ji ber vê yekê şert û merc ew e; hewce ye li ser esasê ku hişmendiya desthilatîperest û koledar were derbaskirin têkoşîna xwegihandina hişmendiya azad were meşandin. . Ev şert jî pêwîst dike ku mirov li derveyî sîstemê be, bibe parazvanê jiyana li derveyî dewletê, agahiyê ji destê sîstema yekdestdar bigire û mîna Prometeus bide gel. Berevajiya hişmendiya pergala ku ferqa di navbera agahî û zanînê de bi pereyan bi qasî dikare berfireh dike, hemû agahî û zanista xwe bi qasî dikare bi civakê re parvekirin, ji bo xebatên akademiyên civakî bi qasî ku bêyî wê nebe girîng e. Bi armanca ku ev rêgez ji bo jiyanê bibe jêneger, ne mijara nîqaşê ye ku di pêşberî pereyan de perwerde were dîtin. Îdeolojiya modernîteya demokratîk, xwe dispêre rêxistinbûna civaka ji derveyî kapîtalê. Û agahî û zanîn di pêşberî pereyan de nayê kirîn yan jî nayê firotin. Têkoşîna li beramberê desthilatîperestiya agahiyê (zanist) ya kapîtalîst ku bi esasgirtina rêbaza perwerdeyê ya Sofîzma Yewnan hatiye afirandin, li ser vê bingehê tê meşandin. Endamên komîte ku di komîteyên perwerdeyê de ders didin yan jî her kesê/a dixwaze li ser mijarekê ders bibîne, nîqaş bike, lêkolîn bike, dixwaze ji lêkolînan sûd bigire, bêyî ku ti şert hebin dikare tevlî xebatan bibe û ji hemû xebatan sûdê bigire. Pirsgirêka di vê mijarê de tê jiyîn, pêşwazîkirina pêdiviyên neçar e hebin ên endamên perwerdeyê ne. Hewce dike keda fikir û lêkolînê bi rêya kooperatîfên pêdiviyên jiyanê yên neçar e hebin were pêşwazîkirin, ya rast jî ev e. Di rewşa heyî de ev rexistinbûn nehatiye afirandin.

Akademiyên civaka demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava civakê de mohra xwe li gelek tiştên ‘destpêkê’ daye. Lê belê em dikarin bêjin, di mijara ku hin demên diyar de li ser hin mijaran sempozyûman li dar bixe û ezmûn û pratîka jiyanê ya derbas kiriye bi cîhanê re parve bike çênebûye, xebatên bingehîn ên entelektuel hê wekî hedef daneniye pêşiya xwe. Ji vî alî ve teng dimîne, xwe sînordar dihêle. Li şûna ku di vê mijarê de xebateke cidî ya entelektuel hebe, carina bi pirsgirêkên ne bingehîn dema xwe wenda dike. Di pergala Xweseriya Demokratîk a heyî de pêşwazîkirina pêdiviyên hemû endam û xebatkaran, wekî xebata bingehîn hatiye meşandin û tê meşandin. Pêwîst e were diyarkirin ku her çendî rêxistinbûna xwe dispêre van xebatan hatibe asteke diyar jî nebûna xebatên entellektuel, teng û herêmîbûna yên hene xebatên li ser hişmendiyê piralî xetimandiye û di encama vê xetimînê de xetereya paşve vegerînê heye. Lê belê di cih de ye ku mirov bîne ziman, ev hişmendî hê jî çênebûye.

Pêşwazîkirina pêdiviyên xebatkarên rêveberiya herêmî yên pergala Xweseriya Demokratîk ji aliyê perwerdeyên akademiyên civakî ve, bi roleke girîng rabûye ku şoreşa Rojava di demeke kurt de ji bo gelên cîhane yên bindest bibe mînak. Dema em li pişta xwe dizîvirin û li van deh salên derbas bûne dinêrin di nava bi her awayê êrîş û şer de hêza kadro ya xebatên civakî ya li hemû qadan, dikare were dîtin ku bi derxistina holê ya rola civakî ya akademiyan re têkiliya rêjeyeke rast çêdike.

Di demokratîzebûna civakê de akademiyên civakî xwediyê roleke diyar in. Pirsgirêkên van ên çêkirina têkiliya herêmî-gerdûnî, ji pirsgirêkên salên piştre derketine holê hatine fêmkirin. Ferasetên ku giraniyê didin ser ya herêmî derketine holê. Lêgera çareseriyê ya teng û herêmî, jênerev e ku ji bo pirsgirêkên dixetimînin rê veke. Di heman demê de pêwîst e were diyarkirin ku ferasetên wekî biyanîbûna li hev, her kes xwe derdixe pêş, herêma ku ew lê cih digire derdixe pêş û yekparebûna ferq û cudahiyan tine dihesibîne di nav pergalê de derketine holê. Dema bi îdeolojiya demokrasiya pirrengî, bandora qutbûna ji hev hate derbaskirin, li ser pêwîstiya rêxistinbûneke nû nîqaş hatin meşandin, dest pê dike bingeha van ferasetan ji holê radibe.

Akademiyên civakî ku di civakîbûnê de gaveke li pêş in bi gelek zor û zehmetî û tengasiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dayik bûne û qonaxa xwe ya pitikbûnê jiyane. Em dikarin bêjin niha jî qonaxa zarokatiya xwe dijîn. Rastiyek wisa li holê ye hê di gelek mijaran de zor û zehmetî li ber derî ne. Derbaskirina van zehmetiyan xebatên gihandina hev a jiyana komunan a li gundan û meclisên bajaran dê bihêle ku jiyan bi hişmendiya azad were avakirin.

Leave A Reply

Your email address will not be published.