ESASÊN STRATEJÎK Û TAKTÎK ÊN PARTÎBÛNÊ

HEVALÊ ABBAS

0

 

ESASÊN STRATEJÎK Û TAKTÎK ÊN PARTÎBÛNÊ

 HEVALÊ ABBAS

 

PKK, ne tevgereke bertekê ya li beramberî êrîşekê ye. Lê, li beramberî qirkirinê berxwedanek e. Li dijî qirkirina ku di hemû rehendan de pêş dikeve sekneke dijber e. Bi taybet jî li dijî şêwazê qirkirina çandî ya ku şêwazê herî xeter û demdirêj ê qirkirinê ye, wekî tevgereke hêrsê, nerazîbûnê, tevgereke dijber derdikeve. Lê ne wekî Mahabadê tevgereke konjonkturel e. Ne tevgereke bertekî ye. Ne wekî Berxwedana Şêx Seîd, berxwedana Berzanî, Berxwedana Agirî ye. Ji van hemûyan ders derxistine û ev hemû derbas kirine. Tevgereke wisa ye ku pêşxistin û pêkanîna zanista rizgariya neteweyî, zanista azadiyê di hemû rehendan de ji xwe re esas digire, xwe wekî tevgereke modern a rizgariya neteweyî, serxwebûn û azadiyê pênase dike, zana dike, rêxistin dike û çalak dike. Xeta wê û asta wê ya Rêbertiyê wisa ye. Lewma jî teqez e ku li ser bingehên zanistî tevdigere, nebesiyên zanistî yên ku di berxwedanên berê yên Kurd de hebûn derbas dike û wisa derdikeve. Lazim e em vê yekê wisa pênase bikin. Dema ku wisa dibe, wekî çawa di qada zihniyetê de nûbûnekê tîne, çawa ku di qada rêxistinî de nûbûnekê tîne, di xeta çalakiyê de jî nûbûnekê tîne. Teqez berxwedanên berê derbas dike. Lewma jî dixwaze pratîka xwe li gorî pêwîstiyên zanista stratejî û taktîkê pêş bixîne. Têkoşîneke zanistî ji bo Kurdistanê vediguhezîne yan jî zanista têkoşînê tîne Kurdistanê û dixwaze Berxwedana Azadiya Kurdistanê li ser bingehên zanistî, bi daneyên zanistî bimeşîne. Pêwîst e em vê xisleta wê, van rehendên wê teqez bibînin.

Naxwe PKK, bi navê partiyê jî bimîne, ji berxwedanên beriya xwe cuda ye. Têkoşîna ku PKK pêş dixîne cuda ye. Têkoşîna ku pêş dixîne, pêş dibîne cuda ye, avaniya wê ya fikrê û rêxistinê cuda ye. Her wiha pratîka wê û avaniya wê ya çalakiyê jî cuda ye. Li gorî pêwîstiyên zanista stratejî û taktîkê pêk tê. Di çalakiyê de jî zanistîbûnê esas digire. Li ser vî bingehî xeteke çalakiyê pêş dixîne. Rastiyeke zanistî ya çalakiya wê heye. Lewma jî hemû pratîka wê li gorî zanista stratejî û taktîkê ye. Herî kêm asta Rêbertiyê wisa ye. Plansaziya giştî, pênaseya giştî ya tevgerê wisa ye. Feqet di pratîkê de pêşketineke li gorî vê jî tine ye. Rewşa ku PKK jî herî zêde di nava xwe de nakok e, rehendê ku herî zêde wekî pirsgirêk derdikeve pêşberî me, ev der e. Tevî ku asta Rêbertiyê, asta fermî ya partiyê ewqasî zanistî ye, di pêkanîna pratîkî de heman zanistîbûn dernakeve ortê. Di zanistîbûnê de, di fêrbûna esasên zanista stratejî û taktîkê de, di pêkanîna gerekên wê de lawazî hene. Tersê vê yekê, li ser pêkanîna wê bandorên berê yên îsyankariyê ku hêrs û bertekê digire nava xwe, pir zêde ye. Lewma jî her tim bûye mijara nîqaşê ka gelo pratîk çiqasî li gorî xeta PKK’ê, çiqasî li gorî gerekên xeta Rêbertiyê çêbûye. Qada ku herî zêde tê nîqaşkirin, herî zêde pirsgirêk tê de heye, herî zêde tê rexnekirin û rexnedayîn pêş dikeve, xeta çalakiyê ye, xeta pratîkbûnê ye. Pirsgirêk herî zêde li vir derdikevin ortê. Ji ber ku îsyankariya pratîkî, li şûna zanistîbûnê halê ruh, hest, fikir û nêzikatiyên ku bertekê esas digirin xwe dixin nava tevgera PKK’ê û bi vî şeklî dixwaze pratîka PKK’ê araste bike. Lewma jî pirsgirêka partîbûnê herî zêde li vir derdikeve ortê. Em bala xwe bidinê, rexneya Rêbertiyê herî zêde ji bo vê qadê ye. Ji bo ku pirsgirêkên li vê qadê werin derbaskirin, şaşî û kêmasî werin rastkirin rexnedayîn pêş dikevin. Qada ku herî zêde pirsgirêk lê derdikevin, herî zêde tê nîqaşkirin, rexne-rexnedayîn pêş dikeve, qada çalakiyê ye, qada pratîkê ye. Lewre jî nêzîkatiya li pêwîstiyên zanista stratejî û taktîkê, rojane bi şeklekî afirîner, bi plan, rêxistî û bi hişmendî pêkanîna wê, her tim dibe rewşeke rexne-rexnedayînê. Pirsgirêk li vê qadê derdikevin ortê. Ji ber ku qada şênberbûnê ev der e. Lewma jî li vê qadê li gel teyisandinên xeta Rêbertiyê, bandorên xetên berê yên kevneşop, xetên miletperestiya reformîst, xetên bertekî yên berxwedana seretayî jî bi berbelavî xuya dikin. Ji ber vê yekê PKK’ê navê modern li xwe kir, hewl da tevgerên berxwedanê li ser bingehê zanistî pêş bixîne, lê gerîlayên wê her tim di warê pratîkî de di nav rexne-rexnedayînê de man. Çiqasî li gorî xeta Rêbertiyê, esasên zanista stratejî û taktîkê ye, ev her tim bû mijareke nîqaşê, rexneyê û rexnedayînê. Heta her tim nîqaşeke wisa çêbû, ‘heger ku gerîla ne li gorî esasên zanista stratejî û taktîkê ya PKK’ê be, wê çaxê xisletên pêşmergetiya PDK’ê di nav xwe de dihewîne!’ Ji bo vê pir caran hat gotin, ‘di ortê de maye.’ Wextê ku şerê gerîla herî zêde dijwar bû, beriya komployê di dema ARGK’ê de wisa hat nîqaşkirin; “Sekna pratîkî ya gerîlayên heyî, di navbera PKK û PDK’ê de li ser xeteke ortê ye.” Ji daneyên zanistî yên ku Rêber Apo pêş xistine, her wiha ji zanista stratejî û taktîkê bandor bûye, dixwaze wê bîne cih, lê li milekî jî nikare sekna pratîk a berê ya îsyankar derbas bike. Bi şeklekî zêde xisletên wê dihewîne. Lewma jî tê de zanîstîbûn tine ye. Tevî ku ewqas pratîk dîtiye, heger di zanista şer de bi têrkerî pêş neketibe, teorî û taktîkên şer nehatibin dewlemendkirin, sebeb ev e.

Dema ku Rêbertiyê ji bo Kongreya 5’emîn rapor hazir dikir, xwest ku beşa eskerî ya raporê hinekî bi zanista stratejî û taktîkê îfade bike. 5-10 deqeyan li ser hin têgînên zanistî sekinî. Dûvre jî got; “Hûn di nava zanistê de hilnayên, ev pratîk ne pratîkeke wisa ye ku bi zanistê were îzahkirin.” Piştî wê berê xwe da dahurandina kesayetê. Ev teyisandineke kesayetê ye, ku di zanistê de hilnayê, nayê ser esasên zanistê. Lewma jî got, “Em dikarin şer encex bi çareseriya pirsgirêkên kesayetê îzah bikin” û berê nirxandinên xwe da dahurandinên kesayetê. Naxwe di qada çalakiyê de pîvanên zanistî winda bibûn. Xisletên berxwedana îsyankar a li ser bingehê bertekê zêdetir bi bandor, zêdetir bi cih bibû. Ya ku wekî pirsgirêka kesayetê tê rexnekirin jî ew e ku ev xisletên kesayeta bertekî, îsyankar nayê derbaskirin. Em vê jî rast fêm bikin em dikarin sererastkirinekê pêk bînin.

Rêbertî çi rexne dike, dixwaze li şûnê çi deyne? Lazim e em vê yekê jî rast fêm bikin. Erê, wêrekî û fedakarî pir mezin e, derketiye asta qehremaniyeke wisa ku li dinyayê hemtayê wê nayê dîtin. Partî partiyeke wisa ye ku gihiştiye xeta fedaîtiyê. Jixwe di dîrokê de partiyeke wisa tine ye, rêxistineke wisa jî tine ye. Cara yekemîn Rêbertî partiyîtiyeke wisa derdixîne ortê. PKK, ne dubarekirina hinekên din e, wan nade dewamkirin, asteke nû ya partîbûnê îfade dike, lê pratîk ne li gorî vê ye. Xeta çalakiyê û pratîka çalakiyê gerekên pîvanan li gorî pêwîstiyên zanista çalakiyê pratîze nake. Li ser qada pratîk, qada kadro, qada fermande, qada şervan zêdetir xisletên kesayeta bertekî, îsyankar heye. Tevî hemû hewldanên perwerdeyê jî derbaskirina van xisletan, girtina pîvanên zanistî pêk nayê. Avaniyeke tevlîhev a ku ketiye nav hev derdikeve ortê. Bi rastî jî wisa ye. Nuqteyên ku li ser xeta çalakiyê tên rexnekirin û bi navê ‘pirsgirêkên kesayetê’ tên rexnekirin û dahurandin, esas ev in. Jixwe kesayetên xulam û hevkar ên ku neketine nav têkoşînê, berê xwe nedane berxwedanê û teslîm bûne li ser vî bingehî nayên rexnekirin. Ew di nav kategoriyeke cuda de tên rexnekirin. Jixwe teslîm bûne, xayin in, tine bûne. Kurdbûna wan jî tine ye. Çiqasî behsa Kurdbûna xwe jî bikin zêde maneya wê tine ye. Rêbertiyê ji bo vê rewşê got ew dixwazin di ser civakê re, ji mêtingeriya li ser Kurdistanê para xwe bigirin. Wekî xulamtî, hevkariyeke pir xerab danî ortê. Rexne û şîroveyên ji bo vê cuda ne, lê rexneya li ser qada berxwedanê ne ji bo van e. Ew jixwe nakevin nav berxwedanê, ji berxwedanê direvin, xulam in, reformîst in, teslîm bûne, pasîfîst in. Di nava berxwedanê de cihê wê tine ye. Ji bo ya din, rexneyên wisa tên. Yanî ji ber ku çalakî li gorî esasên zanistî pêş nakeve, li gorî pêwîstiyên zanista stratejî û taktîkê pêş nakeve, biryardana wê rast çênabe, plansaziya wê rast çênabe, pêkanîna wê rast çênabe, li ser van esasan jî rexne pêş dikevin. Wêrekî û fedakarî heye, bi qehremanî li ber xwe dide, lê ji esas û daneyên zanistî bêpar e, li cih û di demê de rêbazên afirîner pêş naxîne, biryara rast nade, bi plan tevnagere. Di êrîş, parastin, pêşketin, vekişîn, çalakî, dûrketina ji çalakiyê de xwe nayne asteke wisa ku karibe li gorî esasên zanistî biryarê bide û tevbigere. Di vir de rewşên berevajî derdikevin. Lewma jî nikare hêza xwe ya lêdanê pêş bixîne, hêza xwe di dema wê de veguherîne çalakiyê. Di terzê xwe yê çalakiyê de nikare xeta serketin û zaferê esas bigire. Bi zêdehî berê xwe dide hedefên şaş, di dema şaş de dikeve nav şer. Di encam de nabe aliyê ku lê dide. Dibe aliyê ku kêm lê dide û zêde lêdanê dixwe. Rêbertiyê ev yek rexne kir. Nuqteya ku wekî pirsgirêka kesayetê hat rexnekirin ev bû. Rewşa ku rê li ber vê pratîkê vedike rexne kir. Pratîka ku dixwest rast bike pratîkeke wisa bû.

Lazim e em vê yekê jî îfade bikin, PKK tevgereke wisa ye ku li gorî pêwîstiyên zanista stratejî û taktîkê tevdigere, hewl dide zanista şerê li Kurdistanê bi cih bike, gelemperî jî xeta zanistî ya çalakiyê bi cih bike. Rêber Apo wisa pênase kir. Li gorî van esasan jî xwest pêş bixîne. Hewl da pratîkê jî wisa bimeşîne. Helwestên ku xwedî li vê yekê dernakevin, di vê babetê de şaşî û kêmasiyên derdikevin jî rexne kir. Ev, rexneyên girîng û watedar bûn. Rexneyên heyî, em bala xwe bidinê, zêde dibin, kêm nabin. Pêşketinên ji bo derbaskirina vê nebesiyê ne di asta tê xwestin de ye. Şaşî û nebesî pir zêde ne. Wê çaxê mirov dikare bibêje rewşa berê dewam dike. Xwe guhertin û veguhertin zeîf e. Rexnedayîn ne bi kûranî ne, ne bi naverok in, ne sererastker in. Tenê wêrekî û fedakariyê pêş dixînin. Ji wir kêm nakin. Feqet dema ku di heman astê de bi pêwîstiyên zanista stratejî û taktîkê re nebin yek, bi terzekî rast û bi bandor pêş nekeve, xeta ku Rêbertî dibêje “xeta întixarê” derdikeve ortê. Wêrekî û fedakarî heye, bi ser dijmin de dimeşe, lê bi têrkerî plan tine ye, rêxistinbûn tine ye, terz, uslûb, terzê lêdanê, terzê çalakiyê ne li gorî daneyên zanistî û xisletên bingehîn ên gerîla ne. Lewma jî nikare lê bide, tersî vê, lêdanê dixwe. Dikeve rewşeke welê ku ne ji bo lêdana dijmin berê xwe dide pratîkê, lê ji bo lêdanxwarinê deriyên xwe vekirî dihêle. Berê Rêbertiyê ji bo vê yekê got, “ne xeta zaferê ye, xeta mirinê ye.” Û got, “xeta PKK’ê wisa nabe.” Xeta Apoyî ne wisa ye. Rewşa ku di pratîka şer de derdikeve ortê hinekî jî wisa ye. Milên wê yên bi xeta Rêbertiyê re nakok, bi qada pratîk re nakok wisa ye. Di vê mijarê de lawaziyên ferasetê hene. Fêmkirina li gorî xwe, nêzîkatiyên bi qalib pir zêde ne. Di pêkanînê de ev yek wekî berhemê ferasetê derdikeve ortê. Rewşeke ku di terz de teng û girtî dimîne, nikare afirîner û dewlemend be, di uslûb de nikare qezencker be, nikare li dijmin bide, nikare xwe biparêze derdikeve ortê. Tempo jixwe zeîf û nebes e. Xeta rastgir, rewşa bêtempoyî ye. Em bala xwe bidinê, Rêbertiyê ji bo pratîka şer got “xeta rastgir.” Tempo zeîf e. Tempo ne li gorî xeta Rêbertiyê, xeta partiyê ye. Pir li paş e û zeîf e. Pir zêde li demê belav dike û taloq dike. Rêbertiyê bi giştî xeta şer wisa pênase kir. Li Siwêregê li ser xeteke tê xwestin dest pê nekir. Got ku 15’ê Tebaxê çiqasî paşdemayî, zeîf û taloqker dest pê kir. Lewma jî vê astê mohra xwe li giştî pratîka piştî wê da. Got, “xeteke pratîkî ya ku vê derbas dike, ber bi rastiyê ve dikşîne hîç pêş neket.” Şerê, ji destpêkê ve rast nehat bidestgirtin, nêzîkatiyeke zanistî jê re çênebû, bi têrkerî xwedîlêderketin çênebû, esasên wê yên stratejîk û taktîkî bi awayekî rast û têrker nehatin fêmkirin, xisletên fermandeyê di warê terzê zanistî de nehat pêşxistin û nehat meşandin. Pratîkeke şer a bêxwedî maye heye. Pênaseya “şerê ku li fermandarê xwe digere” esas ev rewş digirtin nav xwe. Nêzîkatiyeke ku rast nêzî şer dibe, rast fêm dike, di warê stratejî û taktîk de şerê azadiyê, şerê gel ê şoreşgerî li ser bingehê rast digire dest û dimeşîne, fermandeya wê, esasên wê yên şervantiyê di asteke têrker de pêş dixîne derneket ortê.

Partiyeke ku me ber bi şer ve dikşîne, hazir dike, araste dike, dibêje rast şer bikin heye, Rêbertî heye. Esas ji ber ku xet, Rêbertî, şehîd, nirxên dîrokî zoriyê didin me em ber bi şer ve dimeşin. Ji ber vê yekê em nikarin di dema xwe de xwedî lê derkevin, fêm bikin, bikin biryar, plan bikin, li gorî wê pratîkê pêş bixin. Şaşî û kêmasiyên ku di pratîkê de derdikevin, dibin mijara rexneyan jî wisa derdikevin ortê. Em xwe, têkiliya xwe ya li ba rastiya Rêbertiyê jî rast bigirin dest. Tevî ewqas rexne û hewldanên Rêbertiyê jî di perwerdekirin, guhertinê de, di nêzîkatiya şer a li gorî bingehên zanistî de nêzîkatiyên rast çênabin. Li şûna vê em xwe rast dibînin. Di qada pratîkî de ev nêzîkatî pir zêde hebû. Feraseteke wisa heye, “ez di nav pratîkê de me, wê çaxê tişta herî baş ez dizanim.” Ev yek neyê gotin jî wekî helwestekê derdikeve, em vê yekê îtîraf bikin. Ji ber vê yekê di pratîkê de ewqasî têkçûn, zeîfetî derdikevin. Rêber Apo got, “pratîka we ne pêkanîna fikrên min e.” Ji bo fêmkirin û dawerivandina fikrên Rêbertiyê em hewl nadin. Di rehendê zihniyetê de, di rehendê îdeolojîk de dema ku em hewl bidin hinekî fêm jî bikin, dema mesele hat ser qada pratîk, em dibêjin em dizanin, li gorî zor û zehmetiyên pratîkê em fikrên xwe araste dikin, em li gorî gerekên fikrê bi ser astengên pratîkê nameşin, zorî û zehmetiyên pratîkê şekil didin fikrên me. Dema ku wisa dibe, em nêzîkatiya xwe ya pratîkê jî li gorî xwe diyar dikin, em xwe rasttir dibînin. Li beramberî rexneyan em xwe qepat dikin, nerazî dibin, ji ber vê yekê em di rexnedayînê de zehmetiyan dikşînin, em ji rexneyan re vekirî nabin, ev jî ne helwesteke rast e. Naxwe lazim e em li ser bingehê xetê bi ser pirsgirêkan, zoriyan û astengan de biçin. Em ê pergala fikrê ya ku Rêber Apo daniye ortê dawerivînin, em ê li ser wan esasan bi ser pratîkê de bimeşin. Em ê li ser esasên zanistî bimeşin, em ê pirsgirêk û zoriyan li ser vî bingehî dahurînin, li gorî wê jî bikevin nav pratîkê. Pratîka şoreşgerî wisa pêş dikeve. Bi awayekî rast fêmkirin û serketî pêkanîna Rêbertiyê li ser vî bingehî derdikeve ortê. Bi şeklekî din fêmkirina rast çênabe. Em ê wekî murîd bi Rêbertiyê ve bên girêdan, lê wê pratîka me bi şeklekî munafiqî be. Wê çaxê wê girêdanbûna murîdî bibe girêdaneke niyetê, girêdaneke ziwa ya baweriyê. Nagihêje asta fêmkirina fikrî, dawerivandin û pejirandina wê. Em ê bêjin qey wisa bûye, lê em ê li pratîkê binêrin ku wisa nebûye û me şaş kiriye. Şaşî ji kû derdikeve ortê? Dema ku nêzîkatiya li pratîkê ne li ser bingehên zanistî be, wê çaxê derdikeve ortê. Dema terzê pratîkê, ferasetên stratejî û taktîkê li gorî xwe hat bidestgirtin derdikeve ortê. Pragmatîzm heye. Pragmatîzm jî sûdperestî ye. Her tişt li gorî pêwîstiyên pratîkê tên kirin. Ne ku pêwîstiyên pratîkê bi fikrê tên ronîkirin, dahurandin û wisa bi ser de diçe. Ev jî li gorî zorî û astengên pratîkê tên bidestgirtin. Hin kes dibêjin nabe, hin kes li gorî xwe çareseriyê dibînin, terz pêş dixin, dibêjin ya rast ev e û li gorî xwe rast dibîne, lewma jî guhertin-veguhertin çênabe. Nêzîkatiya qalibî heye. Helwesta ku jê re pratîka teng tê gotin ev e. Sekneke wisa heye ku pratîkê bi teoriyê ronî nake, li şûna vê berê xwe dide pratîkeke bêyî teorî, zorî û astengên pratîkê dikin teorî, fikra xwe li gorî vê pêş dixin, li ser vî bingehî berê xwe didin pratîkê. Ev nabe pratîka şoreşgerî. Ev pratîk gelek şaşiyan bi xwe re tîne. Dibe pratîka teng û nebes. Li gorî ya pêwîst pir nebes dimîne, ji vê re xeta rastgir tê gotin. Pratîka rastgir; pêkanîna nebes û taloqkirî ye, pêkanîna derengmayî ye, pêkanîna kêm e. Hem xeta rastgir heye hem jî rewşeke ji derveyî taktîkê heye. Ne tenê nebesiya di tempoyê de ye, di terz de jî şaşî hene. Nêzîkatiyên ku xwe esas digire, xwe rast dibîne hene. Di vê mijarê de hin dane berê me didin şaşiyê jî. Em di rastiya xwe de israr dikin. Ji ber vê yekê nirxandinên Rêbertiyê, rexne-rexnedayîn sererastker û guherîner nabin. Tevî ku rexnedayîn pêş dikeve jî, em bala xwe bidinê, sererastkirin çênabe. Şaşî û kêmasî tên dubarekirin, kûr dibin. Ev yek kangrenê çêdike. Dema ku şaşî tên dubarekirin, ev yek pêkanînê zeîf dike, kêm dike, hem teng dike, hem nebes dike û ber bi şaşiyê ve dibe. Lewma jî îmkan, firsend li cih û di demê de nayên bikaranîn. Pratîka şoreşger pêş nakeve. Li şûna wê her tim rewşên ku paşde dikşînin, teng dikin, cuda dikin derdikevin ortê. Ev yek jî ber bi rastgiriyê ve dikşîne, her diçe rê li ber oportunîzmê vedike, di dubarekirina ya heyî de israr dike, di vê de jî berê xwe dide çavsoriyê, întixarwariyê. Ev ya herî baş bû. Ya xerab jî wekî helwestên ku pir teng dike, paşde dikşîne, ber bi rastgiriyê ve dikşîne derdikevin ortê. Yek ji van jî ne rast e. Wê çaxê lazim e em sererastkirineke bingehîn pêk bînin.

Pratîka şoreşgerî ji teoriya şoreşgerî derdikeve. Ji bo ya ku pêşiya pratîkê bi teoriya şoreşgerî ronî nake, pratîka şoreşgerî nayê gotin. Tu teoriya şoreşgerî jî ji analîza pratîkê derdixînî. Jixwe em dîqet bikin, Rêbertî hemû teoriya şer ji analîza pratîkê derxist. Ji şerekî xwe yê biçûk ê zarokatiyê, di şerê gel de lazim e taktîka gerîla çawa be; ji rêvebirina şerekî zarokan, lazim e fermandariya gerîla çawa be derxist. Rewşa xwe wisa nirxand. Lê ji derve jî 24 saetan pratîka kadroyan, şerê gerîla fêr bû û analîz kir. Teoriya Rêbertiyê ji vir derdikeve ortê, dahurandina pratîkê ye. Ne agahiyên kîtabî ne, ne jiberkî ne, ne ji ber nezaniyê ne, zêdetir ji ber zanebûnê derdikeve ortê. Ji ber lêhûrbûna zêde ya fikrê, ya agahiyê çêdibe. Em diçin pratîkekê, em ji ber vê yekê dibêjin qey em rast dizanin. Rêbertî pratîka me hemûyan dizane, agahiyan kom dike, agahiyan digire û wan dinirxîne. Wê çaxê gelo agahiya teng, agahiya yekîneyekê, agahiya herêmekê fireh e, yan agahiya bitûnê firehtir e? Lazim e em rast nêz bibin. Wê çaxê nirxandinên Rêbertiyê, rexneyên Rêbertiyê, dahurandinên Rêbertiyê rast in, rastiyê diteyisînin, pratîkê ronî dikin. Rastiyan, ne em, Rêbertî dizane. Wê çaxê heger ku em pratîkeke li gorî gotinên Rêbertiyê esas bigirin, em li ser vî bingehî derbaskirina astengan deynin ber xwe, em ê karibin pratîkê rast pêş bixin; em ê karibin uslûbê xwe, terzê xwe, tempoya xwe têrker, afirîner û qezencker bikin. Wê pratîka me encamê bide, serketinê bîne. Ya din wekî revîzekirina di pratîkê de derdikeve ortê. Li wir jî revîzyonîzm heye. Çawa dibe? Dibêje ez dizanim û ji vir derdikeve ortê. Ji rewşa pratîka teng encaman derdixîne, bi hişkî xwe pê ve girê dide. Dogmatîzm, qalibgerî, revîzekirin wisa derdikeve ortê, zoriyan û astengiyan ji xwe re dike teorî. Sosyalîzma pêkhatî çawa ku têkçûn kir teorî, ji şoreşa dinyayê qeriya, li ba me jî li ser vî bingehî ji pratîka rast dest tê kişandin, paşdekişandin jî rê li ber oportunîzmê vedike. Pratîka kêm, oportunîzm, meyla rastgir wanî derdikeve ortê. Jêdera wê xwe esasgirtin, li gorî xwe nirxandin e. Ji ber ku zorî û astengî ne li gorî zanista Rêbertiyê, fikra Rêbertiyê tê dahurandin, bi ser de naçe, lê li gorî xwe dinirxîne, li gorî wan fikir û teoriyan çêdike, di encam de ev rewş derdikeve ortê. Ev rewş jî di pratîkê de me paşde dikşîne, teng dike, berê me dide rastgiriyê. Rewşeke pratîkî ya ne li gorî pêwîstiyên zanista çalakiyê û helwesteke wanî bi vî şeklî derdikeve ortê. Li ser xeta çalakiyê bandora pirsgirêkên kesayetê li ser vî bingehî pêş dikeve. Em pratîka xwe, şerê xwe, li gorî zanista şer, teoriya şer, esasên zanista stratejî-taktîkê nanirxînin. Ji ber ku pratîkeke ku li gorî van hatiye plankirin, biryardan, meşandin tine ye. Çi heye? Pratîkeke li gorî xwe pêk hatiye heye. Lewma jî analîza wê pratîkê dibe çareseriya pirsgirêkên kesayetê. Dahurandina kesayetê bi xwe re tîne. Ne ku li gorî pêwîstiyên zanista şer tê analîzkirin û ders jê tê derxistin. Ev jî dibe sebeb ku pratîk ji teoriyê, zanista stratejî û taktîkê dûr be. Her tim sekneke pratîkî ya ku ji taktîk û stratejiyê qut derdixîne ortê.

Rewşeke şerê gerîla ya ku li cihekî di navbera PKK û PDK’ê de ye wisa derdikeve ortê. Ji PKK’ê, Rêbertiyê bandor dibe, hewl dide hinekî wê jî pêk bîne, lê hewl dide xwe jî pêk bîne. Bi xwe esas kesayeta berê ya îsyankar e. Dibe ku ji aliyê PDK’ê nehatibe perwerdekirin, ji aliyê pêşmerge nehatibe rêvebirin, lê kesayet wisa ye. Dema ku ferdê li gorî pîvanên zihniyeta kevneşop xwe esas girt, ew pêkanîn dibe pêkanîna PDK’ê. Yanî dibe berxwedêriyeke ku îsyanê nabihure, dibe pratîkeke ne li gorî teoriya zanistî ya şer, ne li gorî stratejî û taktîka wê. Jixwe ew bi xwezayî kesayetekî/e bertekî ye, îsyankar e. Ew tê pêkanîn. Ya ku jê re PDK tê gotin jî ev e. Carina dema ku wekî PDK tê nirxandin, heval aciz dibin. Dema ku wisa tê gotin jî dibêjin, ‘em ne PDK’î ne’ û nikarin sekna xwe jî bi awayekî rast fêm bikin. Tabî ne PDK ye, lê jixwe PDK ne tiştekî ewqasî rêxistî ye, meylek e. Xetek e, pir zêde ne rêxistî ye, negihiştiye her derê. Hemû fikir, halê ruh, pratîkên li gorî wê meylê, li gorî wê xetê ji çîna PDK’ê tên hesibandin, xisletên wê di nav xwe de dihewîne. Lewma jî jê re PDK’î tê gotin. Yan na, ne ew e ku yekser ji aliyê PDK’ê hatiye rêxistinkirin. Lazim e mirov rast fêm bike. Lazim e mirov nebêje qey wisa ye, bertekî nêz nebe, li dijî vê yekê wisa dernekeve. Ji bo ku rast bê fêmkirin wekî PDK tê binavkirin. Ji bo ku bi rexne-rexnedayînê were pêşwazîkirin ev terzê îfadeyê tê bikaranîn. Diyar e ku fêmbar nabe. Ne baş e, lazim e em wisa îfade nekin. Ev îfade bandorê li fêmkirinê dike, lewma jî rexne-rexnedayînê, sererastkirinê zeîf dike. Wê çaxê dema ku îfade tên bikaranîn, rexne tên pêşxistin, lazim e rast pêş bikeve, eşkere bê pêşxistin. Pêwîstî bi vê heye. Ji ber ku pirsgirêka me ya fêmkirinê heye. Em nikarin ji her têgînekê encameke rast û têrker derxînin. Nêzîkatiyên bertekî çêdibin, lewma jî ev yek me li rexne, rexnedayînê û sererastkirinê digire, teng dike. Tevî ku ewqas têkoşîn, hewldan, perwerde heye, heger sererastkirina tê xwestin çênabe, ji ber van sebeban e. Wê ewqas hewldan, rexne hebin, wê ewqas perwerde, têkoşîn hebe, lê sererastkirin tine be, ewqasî dubare hebin. Naxwe rexne-rexnedayîn nagihêjin cihê xwe. Naxwe di vê babetê de dogmatîzm, qalibgerî pir zêde heye. Ewqasî rê li ber dubarebûnê vedike. Xwe esasgirtin, tengbûn, seresertî, qalibgerî, dogmatîzm pir xurt e. Xwe esas digire, xwe dubare dike, guhertin-veguhertinê eşkere red nake, lê di nav xwe de jî pêk nayne.

Em dibêjin Xeta Têkoşîna Azadiyê. Em dikarin bibêjin xeta Şoreşa Azadiyê. Wekî çawa li ser vî bingehî PKK ji rêxistinên din, rêxistinên Kurd, xeta PDK’ê, xeta miletperest reformîst a burjûwaya biçûk cuda dibe; bi xeta xwe ya çalakiyê, di feraseta stratejîk-taktîk de jî ji van tevgeran cuda bû, qut bû, feraset û pratîkên cuda pêş xist. Pratîkê, Rêbertî piştrast kir. Jiyanê, Rêbertî piştrast kir. Diyar kir ku xeta pratîkî ya Rêbertiyê, feraseta Rêbertiyê ya stratejîk û taktîk, terzê Rêbertiyê, uslûbê Rêbertiyê, tempoya Rêbertiyê rast e, pêşdebir e, serketinê tîne. Encama herî mezin a ku têkoşîna dawî ya pêncî salî derxistiye ortê, ev e. Rastiya ku hatiye ispatkirin ev e. Lazim e em rastiya Rêbertiyê wisa fêm bikin. Lazim e em xwe ji vê seknê xelas bikin, ‘Rêbertî perspektîf dide, lê em biryarê didin.’ Tiştekî wisa tine ye. Hêza talîmat û emrê Rêbertî ye. Milîtan jî pêkhêner e.

Tasfiyekeriyê hewl dida cewherê xeta guhertin-veguhertinê ya Rêbertiyê revîze bike û biçepîne. Hevalê Erdal mafê axaftinê girtibû û diaxivî. Dema ku li dijî wî axaftin çêbûn rastiya Rêbertiyê derket ortê. Li mangeya kordînasyonê pankartek hebû, nivîsa li ser ev bû, “Bêyî Rêbertî jiyan nabe.” Em jî li dîwanê bûn. Dema ku ez ê biçûma li dîwanê rûniştama, min bi xwe re bir û danî ser dîwanê. Li dijî tasfiyekeriyê pankart ev bû, “Bêyî Rêbertî jiyan nabe.” Nîqaşên li wir hewl dida Rêbertiyê piştguh bikin, tasfiyekeriyê ev yek esas digirt. Hevalê Erdal digot, “erka milîtan ew e ku milîtaniya xwe pêk bîne.” Lazim e em wisa bigirin dest. Lazim e em xwe di şênberiyê de, di xala dawî de nexin şûna Rêbertiyê. Divê em li ser sekna milîtaniyê bin. Wê çaxê divê em çi pêk bînin? Em ê bizanin ku yê talîmat dide, emir dide Rêbertî ye, erkên me jî ew in ku em Rêbertiyê fêm bikin û pêk bînin, heta dawiyê pêwîstiyên talîmatan bînin cih.

Li beramberî talîmat û emir nêzîkatî çawa dibe? Heger ku tu şaş dibînî, tu yê mafê xwe yê rexneyê veşêrî, lê tu nikarî pêk neynî, tu nikarî biguherînî. Tu nikarî bibêjî, ‘ev şaş bûye, ez sererast dikim.’ Dema ku te ev kir, tu xwe dixî şûna Rêbertiyê, partiyê. Wê çaxê jî qutbûna ji Rêbertiyê wisa derdikeve ortê. Ev nabe îradeya xwe bi îradeya partiyê re kirina yek, tu li şûna rêxistinê îradeya xwe bi cih dikî. Rêbertî, rêxistin talîmatê dide. Saziya ku talîmat dide her tim li ser navê rêxistinê tevdigere. Saziya ku talîmatê digire jî saziya pêkhêner e. Heger ku talîmatê digire, wê çaxê erkdar e ku wê talîmatê, wî emrî pêk bîne. Wê demê ji bo Rêbertî nayê gotin perspektîfê dide. Rêbertî talîmat û emir dide. Her gotina Rêbertiyê, her fikra Rêbertiyê ji bo milîtan talîmat e, emr e. Milîtan, kadro, fermandar berpirsiyar û erkdar e ku wê rast fêm bike û serketî pêk bîne. Nikare li gorî xwe binirxîne. Nabêje, ‘ez bi pratîkê dizanim, ez ê biryara pêkanînê bidim.’ Bi şeklê rast e, şaş e lêpirsîna Rêbertiyê nake. Ew dibe nîqaşkirina li ser talîmatê, lewma jî dibe nîqaşkirina li ser biryarên rêxistinê. Nîqaşkirina biryarên rêxistinê, xistina nav nîqaşê sûcê herî bingehîn ê dîsîplînê ye. Tasfiyekeriya herî xeter ew e. Heger ku bi zanebûn tê kirin, Rêbertiyê ji vê yekê re got “ajantî.” Ji ber ku bêbiryariyê ava dike, li şûna pêk bîne biryarê xera dike. Em bala xwe bidinê, pirsgirêk ne mesela niyetê ye. Dema ku nîqaşên wisa, rexneyên wisa derdikevin ortê em yekser berê xwe didin vê yekê; ‘Niyeta me baş e, em xerab nefikirîn.’ Ti kes ji kesekî din re nabêje, ‘niyeta te xerab e, tu bi dilekî xerab li ser fikirî.’ Lê feraseta te û terzê te, li derveyî Rêbertî û partiyê ye. Em nikarin bibêjin niyeta min baş e û feraseta min jî rast e. Niyeta te baş e, tu di nav partiyê de dimînî, tu xwe dispêrî vê yekê û ruxmî ewqas şaşî, kêmasî, têkçûnan jî tu qut nabî, lê feraseta te şaş e, terzê te şaş e, ji ber vê yekê tu şaşiyan dikî, tu rê li ber têkçûnê vedikî, tu hîç serketinê nadî qezenckirin. Wê çaxê em feraset û niyetê tevlîhev nekin, em xwe wekî niyetekê daneynin ortê. Em di nava teorî, pratîkekê de ne, em di nava tevgereke zanistî de ne. Yanî li vir pîvanên zanistî derbasdar in. Di zanistîbûnê de cihê niyetê tine ye. Zanistîbûn têkildarî teoriyê ye, têkildarî hişmendiyê ye, têkildarî pratîkê ye. Xisûseke girêdayî teorî û pratîkê ye. Wê çaxê em ê ti carî pirsgirêkan wekî pirsgirêka niyetê daneynin ortê. Em ê wekî pirsgirêka feraset, terz, uslûb û tempoyê deynin ortê. Em ê şaşiya xwe ya li vir bi xweşî, başiya niyeta xwe veneşêrin, kamûfle nekin, maske nekin. Ji ber ku rewşeke wisa hem bi talûke ye hem jî pêşiya pêşketinan digire. Nahêle ku pirsgirêk rast werin diyarkirin û çareseriya wê bê dîtin. Pêşiya rexne-rexnedayîna rast digire, pêşiya sererastkirinê û guhertinê digire. Tengbûnê, qalibgeriyê û dogmatîzmê ava dike, dubarebûnê derdixîne ortê. Lazim e em bi vî terzî nêz nebin. Teqez girîng e ku em rast nêz bibin û rast fêm bikin. Qezenckirina hêza watedayînê, lewma jî xwegihandina rastiyê, tevlîbûna rast û pêkanîna serketî girêdayî vê yekê ye. Lazim e em li ser vî esasî sererastkirinê pêş bixînin. Em karibin bi rexne-rexnedayîneke rast nêzî pratîkê bibin ku em karibin dersên rast jê derxînin.

Rêbertiyê got, “ewqas tecrûbeya we ya şer heye, hayê we ji teoriya şer tine ye, têkildarî şer hûn nikarin du gotinan bînin ba hev.” Mao ji cihekî heta cihekî din nêzî neh hezar kîlometreyî meşiya, mezintirîn teoriya şer a dîrokê derxist ortê. Bû teoriyeke şer, otorîteyek. Ji cihekî heta cihekî din meşiyaye, gelek windahî jî dane, esas pir zêde ne serketî ye jî. Serketina wê ew e ku gihiştiye serketinê. Bi kîjan windahiyan çêbû, detayên wê bê lêkolînkirin, zirara wê ji kara wê zêdetir e. Lê gihişt encamê, gihişt hedefê. Ji wir jî şerekî gerîla ya ku ber bi zaferê ve diçe da destpêkirin. Ev girîng bû. Çawa dikare vê bike? Ji ber ku zanistî digire dest dikare pêk bîne. Ji ber ku wekî me bi niyetan nêzî kar nebûye dikare vê bike. Nêzîkatiya bi niyetan terzekî takekesane ye, xwe dana axaftin e, dawiya dawî ji vir û şûn de însan fikrên xwe esas digire. Fêmkirina fikrên Rêbertiyê, fêmkirina fikrên partiyê û tevlîbûna wê zeîf dike. Talûkeya wê jî ji vir tê. Wê çaxê teqez pêwîst e ku di feraset û nêzîkatiyê de sererastkirin çêbibe.

Agahiyên pêvajoya pratîkî ya 40-50 salan, ku Rêber Apo di warê stratejîk û taktîk de pêş xistine, çi ne? Di çarçoveya pirseke wiha de em dikarin hewl bidin hinekî dersên pêvajoya dîrokî derxînin. Dabeşkirina stratejîk a dîrokeke nêzî pêncî salî ji çar pêvajoyên stratejîk pêk tê.

 

Pêvajoya Stratejîk A Yekemîn

Pêvajoya stratejîk a yekemîn; stratejiya çalakiyê ya partiyê ye. Rêbertî ev yek wisa pênase kir; “Li dijî avanî, sazî û kesên sîxurbûyî stratejiya têkoşîna li ser bingehê şîdeta şoreşgerî.” Di manîfestoyê de wisa hat diyarkirin. Li gorî vê jî pratîk pêş ketin. Ev yek dihêle ku pirsgirêka Kurd bê kifşkirin, watedarkirin, fêmbarkirin, lewma jî gotina “Kurdistan Mêtingeh e” cihê xwe bibîne. Heger mêtingerî be, wê çaxê jî li dijî mêtingeriyê têkoşîna serxwebûn û azadiyê pêwîst e. Heger têkoşîna serxwebûn û azadiyê pêwîst be, ev jî encex bi şerê rizgariya neteweyî, şerê serxwebûn û azadiyê, bi şerê şoreşgerî çêdibe. Bi şeklekî din serxwebûn û azadî nabe, mêtingerî nayê hilweşandin. Wê çaxê lazim e rêbaza vê şerê şoreşgerî be. Ji bo pêşxistina şerê şoreşgerî jî lazim e rêxistineke wisa hebe ku xwedî fikra vê, xeta vê ya îdeolojîk-polîtîk, bernameya wê, kadroyên wê be. Lazim e amadekarî çêbibin. Lazim e pêşengiya wê, hêza wê ya şer di asta dendikê de be jî derkeve ortê. Ji bo çêkirina tiştekî wisa jî pêwîst e astengên destpêkê bên derbaskirin. Asteng; avanî, sazî û kesên sîxurbûyî ne. Her ku ev asteng hatin derbaskirin, encex wê çaxê pêşengiya partiyê û hêza şer, hêzeke ku karibe şerê serxwebûn û azadiyê bimeşîne dikare derkeve ortê.

Astenga avanî, sazî û kesên sîxurbûyî jî encex bi têkoşîna li ser bingehê şîdeta şoreşgerî dikarîbû bihata derbaskirin. Wekî rê û rêbaza stratejîk şîdeta şoreşgerî wisa derket ortê. Ev yek wekî xeta ewil a çalakiyê şênber bû.

 

Pêvajoya Stratejîk A Duyemîn

Pêvajoya stratejîk a duyemîn, li dijî darbeya faşîst-eskerî ya 12’ê Îlonê bû. Dewlet bibû artêş û li dijî şoreşê îlana şer kiribû. Lazim bû ku şoreşê jî li ser xeta şer xwe pêş bixista û bigihanda zaferê. Rê û rêbazeke din nemabû. Lewma jî li dijî mêtingerî-qirkeriyê PKK’ê pêşbîniya şerê şoreşgerî kir. Ev jî wekî “Stratejiya Şerê Gel ê Demdirêj” pênase kir. Stratejî-teoriya şerê gel ê ku ji sê merheleyan pêk tê danî ortê. Şênberiya wê ya li gorî Kurdistanê pênase kir. Merheleyên wê yên stratejîk bi şeklê ‘merheleyên parastin, hevsengî, êrîş’ pênase kir. Pêşengî, hêzên ku bên meşandin, terzê şer, şêwazên bingehîn ên di nav merheleyên cuda yên stratejîk de, terzên wê pênase kir û dahurand.

 

Pêvajoya Stratejîk A Sêyemîn

Pêvajoya stratejîk a sêyemîn wekî “Stratejiya Têkoşîna Siyaseta Demokratîk” hat pênasekirin. Armanca wê ew bû ku li ser bingehê çareseriya demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd çareserî bên afirandin, ev yek jî bi têkoşîna siyaseta demokratîk, bi hêza siyaseta demokratîk pêk were. Li milekî têkoşîn, li milekî muzakere, êdî çi be, bikaranîna hemûyan, li ser bingehê siyaseta demokratîk avakirina çalakiya siyasî ya gel, siyaseta demokratîk jî spartina ser xweparastinê û pêşengiya gerîla. Ev yek esasê meselê bû. Bi îlana agirbesta 1993’yan, tevgerê ber bi guhertineke wisa stratejîk ve gav avêtibû. Lê nikarîbû ev pêk bianiya. Me got, stratejî analîz e. Rêbertî, ji bo ku karibe pêvajoyê bi têrkerî analîz bike firsend nedît. Ortameke ku karibe li gorî wê analîzê li gorî pêwîstiyên çareseriya siyaseta demokratîk partiyê ji nû ve ava bike nedît. Dijmin li ser bingehê konsepta şerê taybet ê topyekun êrîşa îmha û tasfiyeyê ferz kir. Li dijî vê yekê jî ji bo şkandina vê êrîşî bênavber pêşxistina berxwedana topyekun a bi pêşengiya gerîla bû mecbûriyetek.

Civîn û kongre çêbûn, ku li milekî şer dihat meşandin, li milekî jî hewldanên çareserkirina pirsgirêkên taktîkî yên şer hebûn. Nêzîkatiya li kongreya 5 û 6’emîn jî hinekî wisa bû. Guhertina pêşbînî dikir encex dikarîbû di Kongreya 7’emîn de pêk bîne. Pêvajoya di navbera 1993 û Kongreya 7’an de bû pêvajoya navberê. Nikarîbû guhertina stratejîk pêk bianiya. Vê yekê jî qalipgerî, dogmatîzm zêdetir pêş xist. Fermande, rêveberiya ku nikare ji stratejiya berê xelas bibe, di wê demê de jî pêkanînên taktîkî, pratîkên demê nikarîbû fêm bikira. Jixwe beşeke girîng a nîqaşên wê demê jî li ser vê bûn. Taktîk û terzê şer girêdayî stratejiyê bûn.

Stratejiya têkoşîna siyaseta demokratîk a ku bi Kongreya 7’emîn re çêbû, xwe dispart xweparastinê, pêşengiya gerîla. Ne ku şer tê de tine bû. Siyaseta demokratîk bêyî xweparastin nabe. Nayê wê maneyê ku wê ti carî êrîşên eskerî çênebin. Lê wê di asta stratejîk de êrîş çênebin. Êrîş wê di asta taktîkî de bin. Lewma jî şerê şoreşê, şerê şoreşgerî, xweparastina şoreşê jî şerekî di asta taktîkî de ye. Şerekî wekî Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî şer di asteke stratejîk de digire dest nade ber xwe, asta taktîkî esas digire, lê di stratejiya têkoşîna siyaseta demokratîk de jî şer heye. Şerekî wisa ye ku dema pêwîst kir wekî taktîkekê tê bikaranîn, pêşiya siyaseta demokratîk tê vekirin, şer tên pêşwazîkirin. Û esas jî siyaseta demokratîk xwe dispêre ser xweparastinê. Ya din têkoşîna siyasî ya gel e. Çalakiyên girseyê, serhildanên di her astê de, çalakiyên ciwan û jinan esasê vê stratejiyê pêk tînin. Ne stratejiyeke bêyî çalakî û bêyî têkoşîn e. Em bala xwe bidinê, şerê gel, rehendê eskerî yê stratejiyê, yê têkoşînê dide pêş. Têkoşîna siyaseta demokratîk jî rehendê berxwedana gel a têkoşîna stratejîk, rehendê serhildanê, rehendê têkoşîna siyasî dide pêş. Rehendê eskerî dixe plana duyemîn. Serhildan dibe têkoşîneke ewqasî girîng û wisa derdikeve pêş. Yek jî muzakere heye. Lêgerîna çareseriyan, ew jî dibe rêbazeke vî karî. Di vir de jî di fêmkirin û pêkanînê de pirsgirêk derketin. Ji bo pênaseya wê ev dikarin bên gotin.

 

Pêvajoya Stratejîk A Çaremîn

Pêvajoya stratejîk a çaremîn, Pêvajoya Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî ye, ku ji 1’ê Hezîrana 2010’an û şûn de dest pê kir. Şerê Gel ê Şoreşgerî di pêvajoyeke wisa de pêş ket û wekî paradîgmaya şer cuda bû. Ji Şerê Gel ê Şoreşgerî ya ku li dijî darbeya faşîst-eskerî ya 12’ê Îlonê hat meşandin cudatir bû, ji ber ku paradîgmaya wê cuda bû. Ji paradîgmaya desthilatdar û dewletparêz qut bibû, armancên wê cuda bûn. Pêşbîniya çareseriya Konfederalîzma Demokratîk dikir. Hedefa wê ne hilweşandina dewletê û avakirina dewletê bû. Hedefa wê ew bû ku xwerêveberiyên demokratîk rêxistin bike, pêş bixîne û wan biparêze. Feraseteke nû ya şoreşê li ser vî bingehî çêbibû. Hedef, terz, taktîkên şer li gorî vê çêdibûn. Hedef dikir ku armanca behskirî pêk bîne û têkoşîna stratejîk bigihîne serketinê. Ji ber vê yekê li gorî pêvajoya duyemîn di rêveberî, terz, hedef, qadên wê de guhertinên girîng pêwîst dikir. Feqet me herî zêde jî ev yek pêk neanî. Me di pêvajoya duyemîn de jî gotibû Şerê Gel ê Demdirêj, Şerê Gel ê Şoreşgerî. Em niha jî heman tiştî dibêjin. Wê çaxê dubareya ya berê ye. Jixwe gerîla di pêvajoya sêyemîn de her çiqasî guhertinên qismî pêk anîbe jî pir zêde nikarîbû xwe li gorî gerekên guhertina paradîgmayê nû bike, biguherîne û veguherîne. Dema ku pêvajoya stratejîk a bi heman navê stratejiya pêvajoya duyemîn li beramberî xwe dît vê carê xwest tiştên berê wekî heyî bidomîne. Şêwazê bingehîn ê şer wê çaxê jî gerîla bû. Me di vê demê de jî gerîla esas digirt. Terzê bingehîn gerîla bû. Bêguman zêdetir gerîla, di gerîla de zêdetir kûrbûn û lêhûrbûn bû. Hat gotin ku ‘madem gerîla ye, ya kevn jî ya nû jî eynî ye!’ Bi vî şeklî rewşeke ku ya berê pir zêde derbas nake, tam berevajî, hewldanên nûbûnê yên di pêvajoya sêyemîn de jî paşde dikşîne derket ortê.

Piştî 1’ê Hezîrana 2010’an feraseta stratejîk şêlû bû. Lewma jî dema ku di taktîk û terzê de stratejî û gerîla bi têgînên berê hat domandin, heçkû naveroka wê jî eynî ye, nêzîkatî û helwestên ku berê xwe didin tiştên berê, xwe dişibînin salên 80-90’î derketin ortê. Jê wêdetir, guhertina stratejîk nehat fêmkirin.

Rêbertiyê piştî 93’yan ji bo guhertina stratejiyê gav avêt. Lê dijmin êrîş kir û xwest gerîla îmha bike. Ji ber ku neçar ma bikeve pozîsyona parastinê nikarîbû guhertina stratejîk pêk bîne. Di 2010’an de dema ku em ketin pêvajoya stratejîk a çaremîn, ev yek rast nehat fêmkirin. Wekî ku biryareke çalakiyê ye hat fêmkirin, veşartî ma û amadekarî çênebûn. Li ser bingehê ji nû ve avabûna rêxistinî guhertineke ferasetê, guhertineke stratejîk çênebû, tevlîhevî çêbû. Feraseta parastina rewa hinekî tevlîhevî çêkir, li wir jî tevlîhevî çêbû. Di nava HPG’ê de jî di vî warî de tevlîheviyên gotinan çêbû.

Rêbertiyê di pêvajoya guhertinê de teoriya xwe zêdetir pêş xist. Hin têgîn bi kar anîn. Me ew têgîn jî şaş girtin dest, me yekser li gorî xwe şîrove kir û me xet ava kir. Parastina rewa; parastin û êrîş bû. Ti eleqeya vê bi stratejiyê re tine ye. Wekî şeklekî hebûnê, şeklekî seknê, esas zêdetir wekî sekneke îdeolojîk-siyasî, xeteke wisa însan dikare pênase bike. Hêzên yekdestdar, desthilatdarparêz, dewletdar nêzîkatiyên talanê, îşgalê, mêtinê, desteserkirinê pêş dixînin û li ser vî bingehî şer wekî êrîşekê pêş dixînin. Esas parastina rewa wekî şeklekî berxwedanê lazim e mîna helwesta parastina hebûn û azadiya xwe bê pênasekirin. Lê dema ku aliyê din bi şer êrîş dike, wê çaxê ji bo têkbirina vê yekê şer pêwîst dike. Rehendê eskerî derdikeve pêş. Şîdeta çekdarî pêwîst dike. Heger ku em ji vê re bêjin şer, şerek lazim e. Lê ji bo ku ji ya din bê cudakirin jî şerê parastina rewa hat gotin. Şerê me bi giştî şerê parastina rewa ye. Têkoşîna çînî jî di çarçoveya parastina rewa de hatiye bidestgirtin.

Hemû tevgerên rizgariya neteweyî, Şoreşa Cotmehê wekî şerê parastina rewa hatin pênasekirin. Ne navê merheleyeke şer e, ne şêwazekî bingehîn ê pêvajoyekê ye. Şerê me bi giştî, sekna Kurdan, sekna parastina rewa ye. Hemû berxwedanên ku wekî îsyan tên binavkirin jî parastina rewa bûn. Yan na, wisa rehendekî wê yê êrîşê tine bû. Karaktereke wê ya dagir dike, talan û xesp dike tine bû. Ne bi şeklê şerekî êrîşê bû. Şerê parastinê bû. Parastina rewa, parastina hebûn û azadiyê ye, xwedîderketina li mafên xwe yên zindîbûnê ye. Ew jî mîna stratejiyekê, bi gotineke rasttir, wekî rehendê eskerî yê stratejiya têkoşîna siyaseta demokratîk hat bidestgirtin. Nêzîkatiyeke wisa çêbû. Rewşeke ku di warê feraset û terz de nakeve nav pêşxistina Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî, berê xwe nade vê derê, fêm nake, hemû tevgerê û gel li gorî pêwîstiyên stratejiyeke wisa rêxistin û araste nake derket ortê. Bi gotineke dîtir, parastina rewa seknek bû. Tenê wekî sekneke stratejîk yan jî di nava vê seknê de wekî stratejiyê bidestgirtin, em anîn halekî ku em Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî rast û têrker fêm nekin, pêk neynin. Di rêbazan de, di terz û taktîkan de hinekî rê li ber tevlîheviyê vekir. Hêna jî tevlîheviyên wisa hinekî hene. Heta astekê hatine derbaskirin, lê ev yek pir dereng çêbû. Deh salan em dereng man, me hewl da bi hemû pratîka xwe ve vê stratejiyê pêş bixînin, lê derket ortê ku rewş ne wisa ye. Rêbertî got, “bi têkoşîna siyaseta demokratîk çareserî çênabe, ew di plana talî de ye. Ya esas şerê gel e.” Û got, “heger şerê gel bê meşandin, encex PKK dikare bimeşîne.” Me jî bi pratîka xwe nikarîbû diyar bikira ku em sekna Rêbertiyê fêm dikin, em tevlî dibin û li gorî wê pratîk dikin. Me wekî ku Rêbertî li derveyî vê stratejiyê ye fêm kir. Carina em bi şaşiyên wisa Rêbertiyê li derve dihêlin, nirxandin û pênaseyên bêyî Rêbertiyê pêş dixin. Dema ku em stratejiyê jî diyar dikin, xetê jî ava dikin, taktîk jî diyar dikin em Rêbertiyê tine dihesibînin. Ev yek pir xeter û pir şaş e. Nêzîkatiyek jî ev e ku berê me dide şaşiya herî mezin, nahêle em li cih û di demê de biryarên rast bigirin.

Sekna Rêbertiyê tê çi maneyê, lewma jî pêwîst e Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî çawa bê meşandin? Em vê yekê li gorî Rêbertiyê nanirxînin, em li gorî xwe dinirxînin û hewl didin stratejiyê daynin, di vir de em xwe dixin şûna Rêbertiyê. Ev şaş in. Mesele ne ew e ku Rêber Apo li hin deveran be û li hin deveran nebe. Rêbertî saziyek e, avaniyek e, xetek e, ruhek e. Lewre jî em Rêbertiyê wekî xetekê, zihniyetekê, felsefeyekê, teoriyekê, sekneke îdeolojîk-polîtîk, xeteke stratejîk-taktîk, lewma jî wekî pratîkbûnekê, pêkhatinekê, şêwazekî jiyanê, pêkanînekê nabînin. Rêbertî ji van hemûyan pêk tê. Lewma jî Rêbertî li her derê ye. Rêber Apo, Rêbertî bi vî şeklî pênase kir: “Rêbertî xetek e û hikmê wê îcra dike.” Rêbertî zelal dibêje; “… dibe ku di gorê de zêdetir îcra bike, hûn nikarin ji destê Rêbertiyê xelas bibin. Ji ber vê yekê pêwîst nake hûn li benda mirina min bin. Hûn ê negihêjin wê encamê. Ji ber ku ev yek ne têkildarî mirinê, jiyanê, hebûn û tinebûna min e. Derketinek e, ku li ser bingehê hebûna gelê Kurd mîna şêweyekî jiyanê teşe girtiye. Ev ê her tim li her derê hebe.” Wê çaxê em ê di her kêliya têkoşînê de vê bizanin, his bikin. Em pir teng difikirin, sîstema me ya fikrê dogmatîk e, parçeyî ye û ji hev qut e, ne yekpare û bi pergal e. Ji ber vê yekê çaxê ku em carina xwe bigihînin rastiyan jî carina jî bi bandora pêkanînên pratîkî em ji rastiyan dûr dikevin. Erê, Rêbertî şer îlan nake, wê çaxê em ê bikin, me got qey heçkû Rêbertî li derveyî Şerê Gel ê Şoreşgerî ye. Me ne li gorî sekna Rêbertiyê, me li gorî xwe plan kir. Sekna Rêbertiyê çi emir dike, çi pêwîst dike, em ne li gorî pêwîstiyên wê ne. Em dibêjin ‘tecrîd’. Heçkû AKP tecrîdê pêk tîne, lewma jî em tecrîd û şerê topyekun ê sîstema mêtinger-qirker, rehendê wê yê siyasetê tine dike û li dijî vê rastiya xwe ya têkoşîna li ser esasê Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî nakin yek. Wekî ku tecrîd li derveyî vê ye em digirin dest. Em yekîtî û yekparebûna tecrîda li ser Rêbertiyê û êrîşa îmhaya topyekun a li ser gel û tevgerê nabînin. Wê çaxê, li dijî vê êrîşa tasfiye-îmhaya topyekun çawa ku em li ser bingehê Şerê Gel ê Şoreşgerî berxwedana topyekun dimeşînin, rehendê yekemîn ê vê êrîşê jî êşkenceya Îmraliyê ye. Lewma jî li dijî vê yekê rehendê yekemîn ê têkoşîna hebûn û azadiyê, rehendê yekemîn ê têkoşîna Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî sekna Rêbertiyê ya li dijî tecrîdê ye. Sekna li dijî sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê ye. Ne tecrîd e, sekna li dijî wê ye.

Êrîşên îmhayê çawa ku bi şeklê qetlîam, girtin û asîmîlasyonê pêk tê, tecrîd jî şeklekî vê ye. Êrîşa li ser Rêbertiyê ye. Rêbertiyê negot, ‘ez stratejiyê diguherim’, negot, ‘ez derbasî pozîsyoneke wisa dibim’, lê got; “şert û mercên meşandina stratejiya têkoşîna siyaseta demokratîk nemaye, têkoşîneke wisa nikare bê meşandin, rolê nalîze, ez xwe ji têkoşîneke wisa dikşînim, jê diqerim.” Ma ji têkoşînê qeriya? Na, ne wisa ye. Êdî nikarîbû Stratejiya Têkoşîna Siyaseta Demokratîk bimeşanda. Heger wê pêk nayne, naxwe yeka din pêk tîne. Çi dikare pêk were? Got, “ew jî dê ji aliyê PKK’ê ve were pêkanîn.” Rîsk girt, got; “Wê Şerê Gel ê Şoreşgerî pêk bîne. Wê pêk bîne yan pêk nayne, ew bi xwe dizane, lê ez derbasî wê pozîsyonê dibim.” Dema ku Rêbertiyê got, “şert û mercên têkoşîna siyasî nemaye, ez hevdîtinan disekinînim”, dîsa ya ku pozîsyona nû ya Rêbertiyê dişopîne, dimeşîne, araste dike Rêbertî bi xwe ye. Di 2015’an de ji TC re got; “heger hûn ê werin muzakereyê, wê çaxê hûn ê pêşiya siyaseta demokratîk vekin, em ê jî stratejiya xwe biguherin. Ez ê kongreya PKK’ê kom bikim.” Feqet sîstema mêtinger-qirker li dijî vê yekê bi êrîşên 24’ê Tîrmeha 2015’an bersiv da. Rêbertî jî li dijî vê yekê sekna xwe nîşan dide. Ew sekin dibe sekna Şerê Gel ê Şoreşgerî. ‘Ji ber ku AKP’ê tecrîd xistiye meriyetê bi Rêbertiyê re hevdîtin çênabe, ji ber vê yekê ev şer di rojevê de ye.’ ev nêrîn şaş e. Erê, AKP’ê ev pêvajo pêş xist. Ya herî berbiçav di 2009’an de derket ortê. Têkoşîna ji 2005’an heta 2009’an her tim ji bo ku ji stratejiyeke wisa dûr bixîne dimeşand. Bi gotineke rasttir, konsepta şerê taybet ê faşîst-qirker ê topyekun ku li ser bingehê biryara MGK (Lijneya Ewlekariya Neteweyî) a di 23’yê Tebaxa 2005’an de hatibû girtin, ji bo astengkirina wê hat meşandin. Herî dawî hilbijartinên 29’ê Adara 2009’an di vê mijarê de daneyeke pir girîng danî ortê. Siyaseta demokratîk, hêza xwe ya bingehîn, rêveberiyên xwecihî derxistin ortê. Digot, “em dikarin li ser bingehê xwerêveberiyê, li ser bingehê rêveberiya xwecihî çareseriya xweseriya demokratîk pêk bînin.” Teoriya Rêber Apo wisa ye. Daneya wê ya siyasî derket ortê. Êrîşa tinekirina siyaseta demokratîk, tinekirina îmkanê têkoşîna siyaseta demokratîk li ser hat. Êrîşa ku şerê faşîst-qirker ê topyekun li ser ferz dike hat.

Di 14’ê Nîsana 2009’an de êrîşek çêbû, jê re gotin ‘operasyona qirkirina siyasî’, ev êrîş êrîşeke wisa bû. Ev yek heta girtina DTP’ê (Partiya Civaka Demokratîk), girtina hemû hilbijartiyan çû. Wê çaxê ji ber ku şert û mercên têkoşîna siyaseta demokratîk nema, Rêbertiyê got, “ez xwe ji hevdîtinên Îmraliyê, ji têkoşîna siyaseta demokratîk dikşînim. Ji niha û şûn de wê hevdîtinên min ên siyasî tine bin, di weziyeteke însanî de be, heger hin kes werin jî ez ê wan bibînim, bila ti kes şaş fêm neke, ev nayê maneya guhertina stratejîk.” Pêvajoyeke wisa meşand. Hêna jî dimeşîne. Em jî wisa lê mêze nakin. Em nebûn ew ên ku têkoşînê li gorî sekna Rêbertiyê digire dest, rêxistin dike û pênase dike. Ji ber vê yekê pêvajoya stratejîk di dema xwe de rast nehat fêmkirin û neket meriyetê. Bi taybet jî ruxmî ewqas pêşketinan, ewqas tecrûbeyên pratîkî, pêşketina fikrî jî dûrmayîna ji daneyên zanistî, dûrmayîna ji zanista stratejî-taktîkê çalakiya me şêlû kir, gelemperî kir, pîvan anîn halekî ku di nav de winda bibin. Ji ber vê yekê li her derê pratîkên li gorî xwe, ne li hev û ji hev cuda derdikevin ortê. Pêkanînên gerîla yên navxweyî parçeparçe ne. Ji bo sererastkirina wan biryargeh têdikoşe. Têkiliya têkoşîna siyasî-eskerî û têkoşîna îdeolojîk nayê dîtin. Ewqasî parçebûn jî ji ber vê yekê ye. Ji ber ku pênaseyeke hevpar a stratejîk nehat pêşxistin ev çêbûn.

Avaniyeke rêveber û rêxistinî ya ku stratejiya demê ya PKK’ê rast fêm dike, dinirxîne, dadihurîne, plan dike, li gorî vê rêxistinê plan dike û bi rê ve dibe pir zêde derneket ortê. Parçebûnî ne ji ber pergalê ye, ji ber ferasetan e. Ji ber ku sîstem rast nayê fêmkirin û rast nayê pêkanîn wisa dibe. Li şûna ku em ferasetên xwe, terzê xwe rexne bikin û mehkûm bikin, sererast bikin, em rexneyan li sîstemê dikin. Dema ku wisa dibe, tê maneya ku em rexneyan li Rêbertiyê dikin. ‘Rêbertiyê sîstem pênase kir, Rêbertiyê afirand, teoriya Rêbertiyê ye.’ Em nêzîkatiyeke wisa danaynin ortê. Em dibêjin ku em wisa nakin, lê pratîk tê wê maneyê. Ji ber vê yekê Rêbertiyê hişyarî da: “Ti carî sîstemeke ji sedî sed rast çênabe. Di her sîstemê de avantaj hene, kêmasî hene, tenê bi sîstemê encam nayê girtin. Ya girîng rewşa feraset û terzê ye ku wê sîstemê dixebitîne. Ew, diyarker dibe, encamê tîne.” Ji bo ku em nekevin nav nîqaşên şaş ev yek got. Piştre ev jî got: “Ti kes bila ji ber sekna xwe ya pratîkî min berpirsiyar nebîne, sekna xwe ya pratîkî bi min girê nede. Bila ti kes nebêje sekna Rêbertiyê wisa ye, sîstema Rêbertiyê wisa ye, sekna pratîkî wisa ye, ji ber vê yekê ez jî nikarim Şerê Gel ê Şoreşgerî bimeşînim, nikarim li her derê çalakiyê pêş bixînim.” Fikirî ku dikare wisa bê nirxandin. Ji kû gihişt vê fikrê? Ewqasî tehlîlên teorîk çêbûne, ewqas tecrûbeyên pratîkî hene. Hatiye gotin ku ‘Şerê Gel ê Şoreşgerî’ ye, tê zanîn bê şerê şoreşgerî çi ye, tê zanîn bê ka stratejiyeke wisa di qada îdeolojîk de, di qada siyasî de, di qada civakî de, di qada ekonomîk de, di qada civakî de lazim e çawa pêk were. Partî di vê mijarê de ne ewqasî bêperwerde, ji analîza teorîk bêpar, ji tecrûbeyê bêpar e. Ev hemû hene. Tevî van jî pratîk ne di wê astê de ye. Rêbertiyê hişyarî da, got dibe ku nirxandinên şaş derkevin ortê. Got, “bila şaşî û kêmasiyên heyî bi min neyên îzahkirin.” Ev hat çi maneyê? Yanî hûn ê kêmasî û şaşiyên xwe di xwe de bibînin. Kêmasiyên di pêkanînê de derdikevin ne ji ber min e, ji ber feraseta we ye. Ji ber ku di fêmkirina ya heyî de hûn şaş in pêk tên. Got, ji ber vê yekê jî hûn ê li serê bisekinin û sererast bikin, li ser ferasetên xwe bisekinin. Ev jî xisûsên girîng bûn. Xisûsên girîng in ku pêwîst e têkildarî xeta çalakiyê, têkildarî esasên stratejîk-taktîk ên partiyê werin sererastkirin.

Esas li ser rastiya Rêbertiyê pir pênase pêş xistin. Divê ew bên lêkolînkirin. Heger ku mirov bibêje ez bibim xwedî feraseteke zêdetir, dinyaya xwe ya fikrê fireh bikim, lazim e ew bên xwendin. Bi navê “Rastiya Rêbertiyê û Di PKK’ê de Esasên wê yên Pêkanînê” bû pirtûk jî. Beşeke wê wekî dahurandin heye. Rêbertiyê di destpêka salên 90’î de ev yek bi zêdehî pêk anî. Yek ji xebatên herî bingehîn ên Akademiya Mahsûm Korkmazê ev bû. Beşeke wê bû pirtûk, ew dikarin bên xwendin. Pênaseya rêbertiya stratejîk û taktîk kir. Wekî rêbertiya pêkanînê kadro û fermandar pênase kir. Wekî rêbertiya stratejîk di nav hev de teorî, xeta îdeolojîk-polîtîk pênase kir.

Dema ku em Rêbertiyê digirin dest, em ê di nava hemû Rêbertiyan de binirxînin. Em ê rêbertiya stratejîk ji rêbertiya taktîkî qut nekin. Taktîk di nava stratejiyê de ye, lewma jî pêşbîniya serketina wê dike. Stratejîk; zihniyet e, rêka herî kurt a têkoşînê ye ku wê me bigihîne armancên bi bernameyê hatine diyarkirin. Şêwazê bingehîn ê têkoşînê ye. Taktîk; hemû pêkanînên li wir îfade dike. Pratîk e. Wê çaxê, taktîk girêdayî serketina stratejiyê ye. Stratejî me digihîne armancê. Pêwîst dike ku her pêkanîna taktîkî li ser wê rêka stratejîk meşeke serketî biafirîne. Pêkanîneke taktîkî ya tersî stratejiyê nabe. Wê çaxê qutbûna ji stratejiyê heye û taktîk bi temamî şaş dibe. Ji ber vê yekê jî lazim e pêkhêner stratejiyê bizane. Gerîla jî, şervan jî li gorî esasên taktîk tevdigerin, terzê pêk tînin. Lê ji bo ku wisa bibe lazim e esasên stratejîk bizanin. Ji ber ku lazim e jiyana rojane, biryar, pratîk, her tişt xizmetî serketina wê stratejiyê bikin. Lewma jî mecbûr e ku li gorî wê be, hevaheng bin. Dema ku tersî stratejiyê kar kir, ji stratejiyê qut dibe. Lewma jî ji partiyê qut dibe, dibe derveyî partiyê, vediguhere dijberiya partiyê. Di vê babetê de dema ku em rêbertiya taktîkî, hêza pêkanînê, taktîkê bi xwe, wekî hêza ku taktîkê dimeşînê, fermandar û şervan dinirxînin, em ê bizanin ku lazim e her tişt li gorî stratejiyê be, stratejî jî li gorî xeta îdeolojîk-polîtîk be. Lewma jî mecbûr e ku pêkanîna taktîkî hemû li gorî esasên Rêbertiyê bin. Rêbertî di nava hemû pêkanînên taktîkî de ye, ne li derve ye. Nabe ku bê gotin ez ê taktîkê cuda pêş bixim, ew aîdî me ye, Rêbertî cuda ye, rêbertiya stratejîk cuda ye, ew cuda dimînin. Heger ku em Rêbertiyê ji pêkanînê qut bikin, ew ê li beramberî Rêbertiyê nêzîkatiyek şaş be.

Em diçin û tên, em ji kû dest pê bikin jî herî dawî em tên li ser têgihandina li Rêbertiyê disekinin. Ev, xisûsên pir girîng in. Ji bo fêmkirina rastiya Rêbertiyê, tevlîbûna rast esas in. Lazim e dersên bingehîn ên ku em ji tecrûbeya pratîkî derxin ev bin. Heger ku em van dersan dernexin, em fêrî çîroka wê bibin wê kêrî çi were. Ji bilî êşandina serê xwe ti feyda wê tine ye. Heger ku em nizanibin van dersan derxin û li gorî vê em nikaribin xwe rast bikin, wê çaxê dê ew agahî jî tine bibin, seriyan tevlîhev bikin, însanan biwestînin. Ji ber vê yekê bi awayekî rast fêmkirina dersên Rêbertiyê, ji bo rastkirina şaşiyan û tevlîbûna rast şert e.

Leave A Reply

Your email address will not be published.