DI PÊVAJOYA STRATEJÎK A ÇAREMÎN DE ERK Û BERPIRSIYARIYÊN ME

HEVALÊ CEMAL

0

DI PÊVAJOYA STRATEJÎK A ÇAREMÎN DE ERK Û BERPIRSIYARIYÊN ME

HEVALÊ CEMAL

Hedefa şerê gel ê şoreşgerî çi ye? Serokatî wisa pênase danî; “Parastina hebûna xwe û qezenckirina azadiya xwe.” Armanca şerê me ev e.

Ev jî encax bi çi dikare mimkun bibe? Ev jî encax bi avakirina pergaleke ku karibe civakê û azadiya civakê biparêze dibe. Ev sîstem jî jixwe Serokatî bi şiklekî paradîgmayî çarçove jê re danîbû. Ev jî me di Newroza 2005’an de bi fermî di çapemeniyê de îlan kir. Pergaleke nû bi armanca parastina civakê û ji bo ku civak karibe azadiya xwe qezenc bike bi rengê paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û li ser esasê şoreşa jinê wisa hat avakirin. Berê wekî Koma Komalên Kurdistanê nav lê hat kirin. Dûvre Serokatî ev nav wekî KCK îfade kir. Pergala KCK’ê ava bike, li dar bixe û biparêze. Ango, civakeke demokratîk, wekhev, azad ava bike. Û sîstema parastina wê pêş bixe. Armanca şerê gel ê şoreşgerî ev e. Yanî pirsgirêka Kurd bi vî rengî çareser bike. Heger dewlet qebûl bike bi çareseriya destûrî ya demokratîk, eger qebûl neke bi vî rengî bi çareseriya bi qewetên xwe yên zatî bi pêş bixe. Hedefa şerê gel ê şoreşgerî ev e. Ango, avakirina parastina pergala KCK’ê ye. Îcar KCK, Serokatî ne ku got wisa bila dewlet destûr bide, mecal ava bike ku em KCK ava bikin. Na! Ji 2005’an ve wekî erk danî pêşiya me. Lazim e em pergala KCK’ê ava bikin. Serokatî destpêkê got 8 boyût in, dûvre yeka din xist ser got 9 xal in. Got di 9 xalan de divê pergala civaka demokratîk, an jî sîstema neteweya demokratîk bê avakirin. Armanca şerê gel ê şoreşgerî ev e.

Ev qonaxa dawî ye. Em ji vê qonaxa dawî re dibêjin Şerê Gel ê Şoreşgerî. Ev stratejiya têkoşînê hêna cuda qonaxên xwe tine ye. Ev qonaxa dawî ye ku tu biçî encamê. Ji giştî re Serokatî nav hîna zelal wekî Şerê Gel ê Şoreşgerî danî. Stratejiyên beriya wê jî mirov dikare wisa bi nav bike. Em di qonaxa dawî de ne, pêwîst e gel û gerîla giştî bibe yek, yanî wekî qonaxa sêyem, qonaxa raperînê ye. Wekî qonaxa çareseriyê ye. Ne ku têkoşîna me wê derbasî qonaxên nû bibe, here qonaxên cudatir. Na! Wê bi vî awayî êdî biçe çareseriyê. Şerê Gel ê Şoreşgerî divê mirov wisa fêm bike.

Ji bo şerê gel ê şoreşgerî berê me digot sê lingên wê hene. Feqet me metropol jî cuda digirt dest. Pêşveçûnên çêbûn, pêşveçûnên di pergala neteweya demokratîk de, pêşketina Rêveberiya Xweser, pêşketina HBDH, pêşketina têkiliyên bi gelên cuda re, dema ku mirov van giştî bi hev re digire dest em dikarin metropolan jî wekî ling bihesibînin û bibêjin Şerê Gel ê Şoreşgerî li ser çar lingan dimeşe. Yek, hêza şer a profesyonel e, an jî gerîla ye. Duyem; gel e. Lingê sêyem, hêzên parastina cewherî ye. Di nav gel de rêxistinkirina hêzeke parastinê ye. Hem sivîl hem nîv-eskerî ye. Yê çarem jî metropol û tifaqên gelan e.

Niha em dikarin li ser van lingan rawestin. Li gorî ku stratejiya têkoşîna me şerê gel ê şoreşgerî ye, şerê gel ê şoreşgerî jî ji çar lingan pêk tê. Mirov van çawa bigire dest, çawa nêz bibe? Divê mirov van jî hinekî veke. Di şerê gel ê şoreşgerî de ev ling wê çawa rol bilîzin? Wê çawa bi rastî bibin şerekî gel ê serketinê? Ji ber ku hedefa şerê gel ê şoreşgerî zafer e, serketin e. Me got qonaxa dawî ye, çareseriyê dike hedef. Ne mîna şerê gel ê demdirêj xwedî qonaxên cuda ye. Divê zaferê bike hedef û xwe bigihîne zaferê. Qonaxa dawiyê ye jixwe. Ji bo vê pêwîst e mirov lingên wê saxlem bike da ku mirov karibe serketinê bi dest bixe. Mirov zeîf neke, rizî neke, seresere nêz nebe, saxlem deyne ku ev şoreş karibe li ser çar lingan biçe encamê û zaferê mîsoger bike.

  • Lingê Yekemîn: Artêşa Gerîlayên Profesyonel

Pêşketina teknîkî bandora xwe li ser şer kiriye, bandora xwe li amûrên şer kiriye. Bi taybetî teknîka hewayî, sîstema GPS, yanî pergala kordînatan hatiye pêşxistin. Çekên dikarin biçin wê kordînatê hatin pêşxistin. Fûzeyên girêdayî lazerê diçin hatin afirandin. Van di şer de guhertinên bingehîn çêkirin. Erê, tespîtkirina van beriya demek dirêj e, lê ji 2000’î û vir ve zêdetir berfireh ket meriyetê û her diçe berfirehtir dibe. Îro hemû hêzên cîhanê, yên eskerî ji bo ku li gorî vê pêşveçûnê xwe eyar bikin di hewldanê de ne. Guhertin pir bi lez çêdibe. Artêş jî tim dixwazin xwe li gorî wê eyar bikin. Di taktîkê de rola teknîkê pir zêde çêdibe. Taktîk esas e, lê teknîk jî xwedî bandoreke zêde ye. Divê mirov karibe teknîkê bixe bin xizmeta taktîkê. Bi vî rengî wê taktîk dewlemend bibe. Hewceyî bi vê heye.

Em nebêjin çekên konvansiyonel bi dawî bûn. Na, ew jî hene. Lê şerê bi lazer, elektronîk pir zêde ket pêş. Ji bo vê yekê rola teknîkê zêde bû. Lê ya dewra xwe zêde bû ji teknîkê zêdetir îstixbarat bû. Ji bo komkirina îstixbaratê mecalê zêde çêbû. Berê ev tine bûn. Çi ne ev amûr? Înternet, telefon û hwd. Niha her kes bi kar tîne. Berê tine bûn. Hindik kesan bi kar dianîn. Niha zarok jî bi kar tînin. Îstixbarat dikarin li telefonê guhdar bikin û bi rojeva cîhanê bihesin. Dewletên hegemonîk jî guhdarî van dikin. Dîsa kamera hene; mobese, fotokapan, dûrbînên dûr çêbûne, ji wir çavdêrî dikin. Yanî wisa amûrên karibin bişopînin û guhdar bikin çêbûne. Ev berê tine bûn. Berê yek ji bo bibe îxbarcî diviyabû biçûya qereqolê, her kesî didît. Niha ne wisa ye. Bi telefonekê dikare hem nuqteyê tespît bike, hem agahiyê bide. Bingehê sîxurtiyê, îstixbaratê xurt bûye. Bi rêka balafirên keşfê, dronan jî ji jor dişopînin. Yanî îstixbarat pir ket pêş.

Di dîrokê de rola îstixbaratê her tim hebûye. Lê roja îro, rola wê esas e. Yê bêyî îstixbarat şer bikin nikarin bi ser bikevin. Dişibe yekî kor di tarîtiyê de dimeşe û diçe. Niha xelk bi îstixbaratê pêşiya xwe ronî dikin, dizanin wê li kû bidin û hedefa wan çi ye. Di rewşa niha de hejmareke zêde esker jî ne lazim e. Hinek eskerên bi taybetî perwerde kirine bi kar tînin. Ew eskerên normal naynin. Ev ên bi pereyan tînin.

Di dinyayê giştî de kîjan esker di şer de xurt dibe? Ew eskerê xwedî bawerî. Eskerê bi pere zêde nikare şer bike. Rast e eskerê Emerîka jî bi pere ye, lê li gorî xwe felsefe çêkiriye. Dibêje em demokrasî dibin. Burjûwa bi vî rengî berjewendiyên xwe vedişêre. Yanî bingehê îdeolojîk çêkiriye. Lê, leşkerê bi pere ne ew kes e karibe serî bi zoriyan derkeve. Di şerê me yê dawiyê de jî ev ispat bûne. Lê zêdetir bala xwe didin îstixbarat û teknîkê. Ev tespîtên hevalan e. Mesele êdî ne esker e. Mesele êdî îstixbarat û teknîk e. Dijmin xwedî derfetên wisa ne. Teknîk jî NATO didiyê. NATO naxwaze gerîla bi ser bikeve, bandorê li Rojhilata Navîn bike. Dixwaze li beramberî artêşa duyemîn a NATO’yê têk biçe. Ji ber vê yekê her cure teknîkê pêşkêşî dewleta Tirk dikin.

Şerê îro li dinyayê giştî wisa bûye; îstixbarat û teknîk li pêş e. Yek jî kesên perwerdekirî. Ne eskerên jirêzê ne. Yek jî şerê psîkolojîk. Bi van tê kirin. Li dinyayê giştî wisa bûye. Gerek em jî vê bizanin û li gorî vê xwe nû bikin. Gerîlayê li Çînê derket ortê, Vîetnamê jî ew pêş xist, Kubayê jî wisa, li gelek deveran ev gerîla fireh bû. Me jî ji 84’an heta 90’î li Kurdistanê bi pêş xist. Ev format êdî guherî. Mirov dikare ji tecrûbeyan sûd bigire, lê divê mirov vê hilweşîne û li şûnê gerîlayekî nû yê serdemê ava bike. Em dixwazin gerîlayên sedsala 21’emîn ava bikin, em dibêjin gerîlayên modernîteya demokratîk, gerîlayên şerê gel ê şoreşgerî. Taybetmendiyên vî/ê gerîlayî/ê çi ne? Ev gerîla wekî gerîlayên Çîn, Vîetnam nabe, bi tabûr û bolukên xwe ve nabe. Divê ev gerîla nerm be, bê xwestin teng, bê xwestin fireh bibe. Terzê xwe terzê tîm be, tîm dendik be, çiqas mezin dibe bila bibe her tim tîm be. Bibe tûgay, alay jî tîm be. Ji tîmekê mezintir jiyan neke. Belkî cihê perwerdeyê hinekî qelebalix be, lê divê em çanda tîm serwer bikin. Tîm bi hev re bijî, bi hev re biçe çalakiyê. Ne filan şexs wisa bike, na, divê bêje filan tîm sûîqest be, filan tîm sabotaj be. Divê sîstema gerîla li ser esasê tîmê be.

Niha Rojava tûgay e, her tim dikare bi tabûr ve girêdayî be, tabûr li ser kaxizê ye, ji bo kordînekirina 6-7 tîman tabûr e, ne ku ji bo bi hev re bijîn. Tûgay yan jî alay, dikare navên cuda jî hebin. Di vir de tîmên bi kordîne tevdigerin hene. Tîmên bi kordîne. Pêwîst kir divê çil tîm li ser hedefekê rolê bilîze. Kî êrîş be, kî teqwiye be, kî sabotaj be û hedefa xwe fetih bike. Qeneetek wisa çêbûye ku tîm ji bo kêmkirina windahiyan çêbûye. Na! Erê, ev milê xwe heye. Lê ji bo ku em şer kûr bikin me sîstema tîm bi pêş xistiye. Ne ji bo parastinê ye. Em wisa bawer dikin parastina herî baş, parastina êrîşê ye. Heger tu dixwazî li Botanê gerîla biparêzî, wê çaxê tu yê çalakiyan bikî. Tu bêdeng bî, tu lê nexî wê çaxê dijmin wê te bişopîne û li te bide. Parastina aktîf wisa ye. Parastina pasîf nabe parastin. Parastina aktîf parastina rast e. Tîm hêza şer e. Ji bo em şer geş û xurt bikin em pergala tîman pêş dixin. Ev ya yekemîn e.

Ya duyemîn, tîm divê xwedî branşê be. Li ser esasê branşê tîm bên avakirin. Di gerîla de bêyî branşbûn nabe. Leşkerê dûz e, klasîk e. Ev ji bo vê demê nabe. Leşkerê pispor lazim e. Avêt wê lê bide. Yek jî branşa xwe çi ye? Divê branşa xwe hebe, bi wê çekê hedefê îmha bike. Divê em di artêşê de sîstema branşê serwer bikin. Yek dikare çar branşên xwe jî hebin. Feqet zanebûna bi branşekê ferz e. Branş pê re tine be, wê çaxê ecemî ye. Bêyî branş nabe. Tîm jî ji 3 kesî heta 5 kesî dibe. Ji bo çalakiyên taybet 2 jî dibe. Lê em erkdarkirina yekî rast nabînin. Dibe ku ne bi hev re bin, lê divê hevdu kontrol bikin. Tîmên me yên şer ji 3 kesî heta 5 kesî ne. Normal hejmar 4 kes in. 4 kes, yek sûîqest, 2 çekên navîn, 1 sabotajvan bin, ev tîm dikare here ser rêyekê, tespît bike, cihê eraziyê dijmin bikole û sûîqesteke mezin pêş bixe. Ev tîm dikare xwe nêzî dijmin bike derbê lê bixe. Bîsvîng, bîksî heye, dikare lê bide. Ev tîm dikare çalakiya sûîqestê bike, çekên xwe hene. Ev tîm dikare bikeve nava hedefê û lê bide. Çar kes dikare her cure çalakiyan bike. Tu dixwazî çalakiyeke mezin bikî, çar tîman dikarî kordîne bikî. Tîmeke 4-5 kes dikare her cure çalakiyê bike. Em dixwazin 4 kes bedelî 40 kesên berê şer bike. Ev dibe? Heger pispor be, dibe. Divê artêşa me wisa be. Her kes bi terzê tîmê bimeşe. Bi hejmarê eskerî nameşe. Bi vî terzî dimeşe. Divê perwerdekirî bin, xwedî zanist û armancê bin. Her kesek dikare li ser fikrên Apogerî bê perwerdekirin. Fikrekî neteweya demokratîk e, fikrekî welatparêzî ye. Ji bo welat pêwîst kir divê tu canê xwe bidî. Ew nebe ew artêş nabe artêşeke Apocî. Welathezî pê re tine be nabe esker jî. Yê Tirkan binêrin, yên pere ne, îdeolojî tine ye, nikarin şer bikin. Di şer de baweriya îdeolojîk muhim e.

Divê di eskeriyê de profesyonelbûn çêbibe. Pisporî û profesyonelbûn ne yek e. Profesyonelbûn vê jî digire nava xwe, lê dîsîplîna xwe heye, çanda leşkerî girtiye, ruhê xwe yê leşkerî heye, partiyî ye, baweriya îdeolojîk pê re heye, ruhê Apocî fedaî pê re heye, rêhevalî, wekhevî, li ser esasê hişmendiya jin-zilam, li ser esasê hişmendiya azadiya jinê ruhê rêhevalî pê re heye. Pêwîst e wisa partîbûn pê re hebe, leşkerî û pisporî pê re hebe. Yekî wisa be em dibêjin profesyonel e. Hêzeke herêmî jî dikare bibe pispor û ev pê re pêş bikevin. Jixwe ewqas mijûlbûn bi esker re çêbibe wê bibe partiyî jî. Divê em ferz bikin bibe esker. Eskerek xwedî bawerî, xwedî rûmet e. Bi çeka xwe û welatê xwe ve girêdayî ye, li ser sond dixwe. Eskerê çekê diavêje û direve, ev ne esker e. Mirov xwe nexapîne. Li şûna hejmarê zêde bike, divê cewher, çawanî bê zêdekirin. Di serdema me de leşkerîbûn wisa dibe. Em ji vê re dibêjin gerîlayên serdema 21’emîn, gerîlayên modernîteya demokratîk. Ne gerîlayê berê, gerîlayê klasîk. Ev gerîla di aliyê xwe yê lêdanê de, di şer de xurt dibe, ruh pê re çêdibe. Ev gerîla bi taybetî jî li hemberî îstixbaratê panjahr e. Yanî terzê xwe yê tevgerê ne li gorî gerîlayê berê ye. Gerîlayê berê terzê xwe yê tevgerê ji îstixbaratê re vekirî ye. Peywendiyê bi gundan, bi milîsan re çêdike, bi roj tevdigere, xebatên wî/ê di aliyê civak û kesan de tê zanîn. Gerîlayên serdema nû divê ne wisa bin. Ev mijar girîng e. Divê xwe biguherîne. Gerîla ji vê û şûn de wê du beş bin.

Yek beşa têkiliyên gel, fermandariya têkiliyên gel wê hebe. Ew jî di nav xwe de beşên xwe hene, hinek di nav xwe de veşartî ne, beşa vekirî bi gel re peywendiyê datîne. Naçin gundan. Gel dikşîne gel xwe, gel bi rêya milîsên xwe tevger dike. Bi xwe mal û mal, gund û gund nagere, bes bi rê ve dibe. Beşeke fermandariya têkiliyên gel bi vê mijûl e. Beşa xwe ya mezin parastina cewherî ye û ew jî veşartî ye. Beşa gerîla ya eleqeya xwe bi gel tine ye divê neçe nav gel. Divê kes nizanibe kî ye û çawa ye. Divê gerîla dizîbûnê esas bigire. Bi qasî pêwîst bû tevbigere. Yanî çû çalakiyê, çû keşfê tevbigere. Gerîlayek binerd be. Ne tenê zivistanê. Divê havînê jî binerdê xwe hebe. Dibe ku cihên pratîkî jî bin. Dizîbûn, kamûflaj û dîsîplîn, ev hersê taybetmendî taybetmendiyên gerîlayên serdema nû ne.

Dewleta Tirk şerê îstixbaratê pir zêde dimeşîne. Ji NATO û hêzên herêmî jî piştgiriyê digirin. Ji nav me kesên bi telefonê, bi înternetê diaxivin hebin ew jî îstixbaratê didin. Ya din jî bi teknîk şer dike. Ev jî bêtir hewayî ye. Rêbazê xwe kiriye şerê hewayî. Obus û tankên wan jî hene, lê bêtir teknîka hewayî bi kar tîne. Rêbazeke din jî şerê psîkolojîk e. Esas dewleta Tirk bi xwe wekî dewleteke şerê taybet e. Hêna ev dewlet beriya çêbibe Teşkîlati Maxsûsa ji vê dewletê re bûye bingeh. Ji ber vê yekê dewlet wekî dewleteke şerê taybet çêbûye. Her tim Kurd înkar kirine û dewlet jî li ser vê hatiye avakirin, burokratên wê li ser vê hatine perwerdekirin. Ji bo vê, şerê taybet, şerê psîkolojîk li gel dewleta Tirk zêde ye. Dibêjin, “bîst derew dibe rastiyek.” Ev yek li Tirkiyeyê rêbazek e. Di cewherê dewleta Tirk de heye. Heqîqetê ti carî nabêje. Gerek li gorî xwe eyar bike û wisa bibêje. Ev dewlet wisa çêbûye. Çendsed televîzyon hene, hemû jî vî karî dikin. Di dema dawî de jî li ser malbatên hevalan û şehîdan disekinin. Malbatek e, tê de çend heval şehîd in, yek zaroka xwe maye, dikevin pey wê ji bo bixînin. Yan jî ji bo ku li dijî tevgerê bixin hereketê hewl didin. Dixwazin malbatan bikin kontra. Dewleta Tirk ti carî kesek efû nekiriye. Di berxwedana Dersîmê de yê herî zêde îxanet kir Rêber bû, piştî berxwedan tepisandin Rêber jî kuştin. Yê herî zêde xizmeta vê dewletê kiriye kesê bi navê Şemdîn Sakik e. Projeya girtina Serok wî pêşkêşî dewleta Tirk kir. Got “hûn wisa nikarin bi PKK. Ger hûn dixwazin siyasî tasfiye bikin Amedê tasfiye bikin, ger hûn dixwazin gerîla tasfiye bikin Botanê tasfiye bikin, ger hûn dixwazin PKK’ê bi temamî tine bikin gerek hûn Serok Apo tasfiye bikin. Heta Serok Apo hebe hûn çiqasî bixwazin PKK’ê tasfiye bikin jî hûn ê nikaribin”. Li cem PDK bû, ji wir dewleta Tirk digire cem xwe. Ji bo dewletê ev pêşniyar kir û dewletê plana xwe ya 98’an wisa bi pêş xist. Li Botanê operasyon kirin, hevalê li cem min şehîd bû. Min dît Şemo koordîne dike, ji bo me îmha bike. Her şêwazî xizmeta dewletê kir. Hemû daxwaza Şemo ew bû, îtîrafa wî ya samîmî bê qebûlkirin. Lê, dewleta Tirk jê re got, “de here karê xwe, îtîrafa te ya samîmî qebûl nabe”. Di mehkemeyekê de got, “yê herî zêde xizmeta dewleta Tirk kir ez im, lê hûn îtîrafa min qebûl nakin”. Qebûl nekir, red kirin. Heta dawiya emrê xwe wê di zindanê de be. Ew wisa av û av çû. Ev dewlet li qanûnê nanêre. Welhasil ji bo xistina malbatan, şerê psîkolojîk pir dixebitîne.

 

-Di Şerê Gel Ê Şoreşgerî De Fermandar û Fermandarî

Çima bi taybetî di vê serdema nû de pêwîstî bi fermandariya kamil heye? Rol û misyona fermandariyê di roja îro de çima zêdetir girîng bû? Di vê qonaxê de gerîla ketiye demeke nû û di şêwazê gerîla de, di terzê ku gerîla dixwaze pêş bixe de rola pêşeng zêdetir derketiye pêş û girîng e. Dijmin her roj ji bo ku gerîla bêbandor bike di hewldaneke mezin de ye. Dewleta Tirk û NATO, Gladîo-NATO, bi taktîk û teknîk her ser difikirin çawa gerîla tine bikin. Dixwazin vê jî di şexsê gerîlayên Kurdistanê de bixin meriyetê. Bi vî rengî wê nehêlin li cîhanê gerîlatî pêş bikeve û pêşiyê lê bigirin. Ji ber ku ew dizanin serketina gerîlayên PKK’ê wê bi xwe re di Rojhilata Navîn de serdemeke nû pêş bixe. Yanî pêla gerîla wê li hemberî modernîteya kapîtalîst li dinyayê giştî belav bibe. Ji ber vê yekê xwediyên sîstema modernîteya kapîtalîst vê mijarê stratejîk dibînin. Çiqasî ew û Erdogan ne li hev bin jî wê dîsa jî alîkarê artêşa Tirk bin, alîkarê şerê taybet bin. Belkî eşkere nikarin, ji ber ku deşîfre bûye. Di nûçeyan de jî derdikeve, di televîzyonên Elman de jî hatiye weşandin, ev fûzeyên bi gudum çawa Elman daye Tirkiye. Hiştiye ku Tirkiye wê fûzeyê çêke. Ger formul nede mirov nikare çêke. Nivîsbariya wê (yazılım) nede Tirkiye nikare çêke. Alet bifiroşe jî nikare çêke, aqil tê de heye, nivîsbarî û formula wê heye, wê nediyê kes nikare wisa çêke. Wê roketê bidinê û bêje çêke! Wisa çênabe, divê formula wê bidinê. Yanî ew fîrmaya Elman dibêje ji te re û tu li şûna min li Tirkî vê fûzeyê çêke. Dibe ku bi şîrîkatî jî be. Xuya ye nivîsbariya wê dane Tirkiye. Tirkî jî bi wan li hevalan dide. Ev ne îşê dewleta Tirk e.

Jixwe hêna di destpêkê de wexta 1984’an û vir ve, dema ku me pêngava 15’ê Tebaxê bi rê xist, NATO’yê Elmanya erkdar kir. Ji wê çaxê û vir ve Elmanya di hundirê xwe de li hember me hişk e. Hemû biryarên destpêkê li dijî me hatine girtin Elmanya girtine. Di sala 1986’an de li dijî Serokwezîrê demê yê Swêd Olof Palme komployek jî çêbû. Olof Palme, kesekî dilxwazê tevgerên şoreşgerî bû. Wexta Şoreşa Vîetnamê ciwanek bû û serkêşiya mîtîngan dikir, alîkariya gerîlayên Vîetnamê dikir. Kesekî wisa bû. Dûvre mezin dibe û dibe serokwezîrê Swêd. Dilxwaziya wî ji bo gelê Kurd jî hebû. Gelê Kurd jî gelekî bindest e û gelek caran qalê kiriye û piştevaniya wî heye. Wî dikarîbû alîkariya gerîlayên Kurdistanê bikira. Wekî çawa li yê Vîetnamê xwedî derketibû, eynî wisa. Wana ji bo ku hem Olof Palme karekî wisa bi cih neyne hem jî gerîlayên li Kurdistanê li dijî faşîzma cûnta 12’ê Îlonê bi rê ketî li dinyayê deng venede û bi taybetî di raya giştî de sempatî çênebe hatin çi kirin? Olof Palme kuştin û xistin stûyê me. Gotin PKK lê xistiye. Çi rehet e? Ne sedemeke wê heye, ne ispateke wê heye, ne tiştekî ku şuphe çêke heye, tiştek nîn e. Kirin stûyê me, bi salan dilxwaz û sempatîzanên me li wir girtin, çûn mehkemeyan, perîşan kirin. Qedexe bû yek ji me biçe Swêd, digirtin. Digotin van li serokwezîrê me xistiye. Em xistin bin gelek barî. Pêşî girtin ku pêngava 15’ê Tebaxê di nava raya giştî ya Ewropayê de deng venede, sempatî qezenc neke.

Niha îtîraf kirin, dibêjin “eleqa PKK, gelê Kurd pê tine ye”. Çawa xistin stûyê PKK’ê? Dibêjin “hema midûrê polîsan ê wê çaxê gotiye û Tirkiye jî hin dosya li ser PKK’ê şandine. Dosyayên ku PKK çawa çalakî dike. Cuda tiştekî din tine ye. Hîç tiştek nîn e”. Çima ewqas sal ev milet di bin tohmetê de hiştin, ev tevger di bin tohmetê de hiştin, dexmeya terorê lê xistin? Armanc çi bû? Armanc ev e. NATO kir, Gladîo-NATO kir. Ji bo ku gerîla li dinyayê deng venede û wekî teror bê zanîn, Elmanyayê serkêşiya wê dikir. Niha jî xuya bû ku Elmanya ev fûzeyên Tirk bi kar tînin dayiyê. Yanî hinek Brîtanya dayê, hinek Îtalya dayê. Dewleta Tirk parçe hemû ji derve anîne. Ev tiştên teknîka bilind tiştek bi xwe çênekiriye. Kaporta, montajê dike. Montaj dike esas. Formul ji derve anîne. Lê, kes hema wisa van tiştan nade Erdogan. Gladîo dayê. Wekî artêşeke dizî, li taktîk têkiliyan nanêre, li stratejiyê dinêre û li gorî wê tevdigere. Ev hemû ji Tirkiyeyê re temîn kirine. Li hember me hewldaneke wisa ya dijmin heye. Ji ber vê yekê em jî dixwazin gerîlayekî/e nû pêş bixin û van hewldanên wan hemûyî li valahiyê bixin. Wekî heta niha me kiriye. Ne ku yekem car e em dikin. Çend caran wisa kirine. Hêna di sala 1994’an de digotin “wê tine bibin”, ew destûr dan ku Tirkiye her tiştî bide ber xwe. Pênc hezar gund vala kirin, her der şewitandin. Digotin wê gerîla tine bibin. Serokatî esîr girtin û gotin wê tine bibin. Gelek caran wisa xeyal çêkirin, lê pêk nehat. Gerîlayên azadiya Kurdistanê li ser xeta Rêber Apo tevgeriyane û ev hemleyên dijmin hemû vala derxistine. Niha jî wê vala derxîne.

Lê, niha lazim e fermandar rola xwe rast bilîze. Tereduta me tine ye wê vala derxîne. Lê divê fermandar rola xwe rast bilîze û ji demê fêm bike. Ji bo vê yekê çi pêwîst e? Mirov bi şênberî dikare wisa rêz bike:

Ya yekem: Lazim e di vê demê de fermandariya gerîla fermandariyeke temam be. Ango, di warê îdeolojîk de, di warê rêxistinî de, di warê leşkerî de pêşengtiyê bike. Ev pêwîst e. Ne yekalî be. Ji hemû aliyan ve kamil be. Û divê fermandar bi însiyatîf be. Bi xwe û hevalên derdora xwe ekîba xwe çêke. Bi qerar be. Bêqerar nemîne. Ji pirsgirêkan re bibe çare. Çima? Wekî berê muxabere tine ye da ku her roj perspektîfê bigire. Duyem, em dibêjin gerîla pêwîst e nîv-otonom be. Bi xwe meseleyên xwe çareser bike. Têkiliyên xwe çêbûn tekmîla xwe bide, raporê pêşkêş bike. Çênebû, bi xwe perspektîfa xwe ava bike û xwe bimeşîne. Plansaziya xwe ya salekê bi xwe deyne. Gerek bêjin em ê zivistanê çi bikin, çi planê çêkin, perwerdeyê çawa bikin, bicihbûnê çawa bikin, çek-cebilxane-lojîstîk çawa çareser bikin, maliye çawa çareser bikin? Gerek bi xwe hemû planê çêke. Bi xwe wekî navendeke Partiyê be. Di rêxistinan de ademî navendîbûn heye, wext hebe, zemîn hebe tu rapor didî, talîmat digirî. Tine be, tu xwe dikî hêza talîmatê. Ademî navendîbûn wisa ye. Ji bo welatan pênaseyeke wekî otonom, wekî xweseriyê heye. Di rêxistinê de ademî navendîbûn wisa ye. Têkiliyên te hebin tu rapor û tekmîlê qut nakî. Lê têkilî qut bûn, nîn e, tu bi xwe dikarî xwe bi rê ve bibî. Wisa ye. Bi însiyatîf î yanî. Bi xwe tu dikarî hevalên xwe çawa perwerde bikî, pirsgirêkên wan çawa çareser bikî, li kû derê çawa talîmat bidî, bi ekîba ku tu di nav xwe de ava dikî ji wan re dibî bersiv. Her fermandarê/a eyaletê, herêmê (niha li Bakur herêm hene), heta yê/a tîmê, gerek wisa be. Têkiliyên xwe qut bû gerek bi xwe karibe têra xwe bike. Ne tenê bi xwe bike, pêwîst e nebe qral yan jî qralîçe. Hemû tiştî bi serê xwe neke. Li gel ekîba xwe bike. Qeraran bidin û bimeşînin. Li gorî xetê. Li gorî xeta Partiyê, li gorî Serokatî. Ne li gorî xwe. Ji bo vê divê asteke xwe hebe, divê çandeke xwe hebe, divê xetê fêm bike, ev jî pêwîst in. Ya yekem ev e.

Ya duyem, divê fermandariya vê demê hişyar be. Yanî di asta herî bilind de hişyarî pê re hebe. Hesas be. Ne xemsar be. Bi taybet li hemberî êrîşên muhtemel ên dijmin dibe, li hemberî tevgerîn, pêşxistina sîstema tevgerînê dibe, di vesazkirinê de dibe, pêwîst e di hemû milan de hinekî aqilmendî tê de hebe û hişyar be. Divê zêde şaşiyan neke. Bi taybetî di meseleyên eskerî de divê şaşî neyên kirin. Ji bo vê divê pir hesas be. Di hunera sabotajê de hevokek heye, dibêjin; “Şaşiya destpêkê dibe şaşiya dawiyê.” Ji ber ku tu di sabotajê de şaşiyekê bikî û di te de biteqe dibe ya dawiyê. Ev dem wisa ye yanî. Fermandarek divê şaşiyên wisa krîtîk neke. Pir hesas be. Çunkî ya destpêkê wê bibe ya dawiyê. Tu yê wisa hişyar bî. Ya duyem ev bû.

Ya sêyemîn, me got şer îro li ser mîhwerê îstixbaratê dimeşe. Di serdema me de şer şerê bi îstixbaratê ye. Îstixbarat rola sereke dilîze. Wê çaxê fermandarên me lazim e li hemberî îstixbaratê di asta herî jor de hişyar bin. Îstixbaratê nedin dijmin. Yanî dîsîplîna cewherî tê de xurt be. Dizîbûna kûr, bi rastî kûr be. Di kamûflaja zirav de divê zirav be. Wisa valatiyê nede, çep raber bike û rast lê bide. Yanî hinek tiştan bike û dijmin şaş bike. Yanî wisa dizîbûna xwe divê kûr be. Fermandarê serdemê divê wisa be. Heger ne wisa be wê rojekê li cihekî valatiyê bide û derbê bixwe. Yan jî qewetên di bin kontrola wî/ê de wê derbê bixwin. Tabî dema ku me got fermandar, ew xwe bi tenê nafikire, hemû hêzên pê ve girêdayî, ez wisa behs dikim. Belkî bi xwe derbê nexwe, lê wê hêzên wî/ê derbê bixwin. Eynî ye. Divê pir hosta be. Bi sebir be. Li benda firsendê be. Dema lazim kir bi mehan bisekine, li firsendê bigere. Lê firsend dît, xedar be, firsendê heta dawî bi kar bîne. Firsend dît lê bixe, îmha bike yanî. Qalibî nebe, firsend dît tevahî qeweta xwe têxe hemleyê. Min got tevahî, lê ne li yek cihî be, bi hemû hikmê xwe firsendê bi kar bîne tabî. Fermandariya demê divê wisa be. Xala sêyem jî ev bû.

Ya çaremîn; li hember teknîkê divê ku pir zêde hişyar be, bi tedbîr be. Yanî em dibêjin bi roj tevnegerin, bi şev tevbigerin, daîmî mewziyên kûr, binerd esas bigirin. Mesela havînê em bêjin li gelek deveran gerîla tîm in. Divê ew jî binerdên xwe hebin. Hem mewzî hem binerd. Di wir de bijîn. Yanî divê qeweta xwe li hemberî teknîkê biparêze. Ji teknîkê re neke hedef. Hêzên xwe wisa terbiye bike, talîmat bide, dîsîplînê wisa bide rûniştandin. Ji bo ku hêzên xwe li hemberî teknîka dijmin neke hedef divê taybet li ser bisekine. Heger fermandarek bi şêwazekî wisa hesas bi hevalên xwe re mijûl bibe, perwerde bike, hemû heval jî wisa dibin. Yanî bifikire, fermandarek şeş mehan, salekê bi vî rengî bi hevalên xwe re mijûl bibe hemû heval wê wisa bibin. Ser meselê, ji bo ku ji teknîkê re nebe hedef çû ku derê divê erdê bikole. Yanî binerd be, ji binerd hez bike. Yan şkeft yan jî mewziyên binerd. Mesela mewziyên binerd girîng in. Te kolan, tu di bin de ma, hem hênik e, hem baş e, hem jî dijmin ji nişka ve hat tu di sengerê de yî, tu dikarî şer bikî, hem jî dijmin hewan-obus avêt heta li ser te nekeve tu îmha nabî. Bi teyarê lê xist heta li ser te nekeve tu îmha nabî. Zexta lêdanê bandorê li te nake. Tedbîreke pir girîng e. Wisa ye. Wê hêza xwe ji teknîkê re çawa neke hedef, divê mijûlbûna fermandarên demê li ser vê yekê hebe. Fermandariya demê taybetmendiya xwe ya çaremîn divê ev be. Binerdê esas bigire, dizîbûnê esas bigire, kamûflajê esas bigire, tevgerîna şev esas bigire, wisa be yanî. Di van mijaran de li hemberî teknîkê xwedan tedbîr be. Xwe neke hedef, hêzên xwe neke hedef. Ya çaremîn jî ev e.

Ya pêncemîn: Îro dijmin bi qasî ku bi îstixbaratê, bi teknîkê li dijî me şer dike, ewqas jî bi şerê psîkolojîk li hemberî me şer dike. Yanî şerê psîkolojîk û şerê taybet li hemberî me pir berfireh tê meşandin. Dijmin êrîşên îdeolojîk, êrîşên siyasî, felsefî pir zêde pêş dixe. Dixwaze moralê xera bike. Dijmin her tim dibêje “ez bi ser dikevim, ez ser ketime, ez mezin im”. Ew hîç nawest e yanî. Va ji cûntaya 12’ê Îlona 1980‘ê û vir ve, çil sal derbas bûne, ew her dibêjin “em bi ser ketin, me encam girtiye.“ Vê ya jî bi çendsed televîzyonan dibêje, nizanim çiqas rojname, radyo, propagandîstên dijmin hene. Dijmin li hemberî me şerekî psîkolojîk dimeşîne. Divê fermandarên me jî di heman demê de li dijî şerê psîkolojîk xwedan şer bin. Çawa? Mesela pir balkêş e; tu dinêrî hevalek li Bakur e, fermandareke/î eyaletê ye, yan jî yê/ya herêmê ye, fermandarek e. Şeş mehan bi hevalan re maye civînek çênekiriye. Uslûbê xwe bi hevalan re baş e, di nav hevalan de ye, heval jê nerehet nebûne. Ez dipirsim heval qet ji wan re civîn çêkiriye, dibêjin “na”. Ev çawa dibe?! Dijmin her roj civînan çêdike, her roj bang dike, her roj li dijî me êrîşên psîkolojîk dike, ma qet meseleyek tine ye bi hevalan re parve bike? Naxwe fermandarên wisa hêza xwe ji bo êrîşên dijmin ên psîkolojîk vekirî hiştine. Yanî wekî ku ji dijmin re dibêje tu û qeweta min, hûn dizanin, hema tu çi propangada dikî bandor bû bila bibe. Belkî ev ji safbûna dûz tê, ji tengbûnê tê. Dibêje çawa be heval hemû îdeolojîk in, partiyî ne, jixwe heval dizanin dijmin derewan dike. Belkî ji hişmendiyeke wisa tê. Min dîtiye ew hevalên ku wisa civînan nakin ne ewqasî xemsar in, lê ji bo xwe vê yekê wekî erk nabînin. Pir kêm e yanî. Her fermandar li ku derê dibe bila bibe lazim e hefteyê carekê rewşê şîrove bike.

Berê, demekê em li Akademiya Mahsûm Korkmaz bûn, heftane beşa şîrovekirina rewşê hebû. Yanî heftane rewş dihat nirxandin. Hevalan em bêjin şeş rojan perwerde didîtin, roja heftemîn jî nîvro wisa dikirin şîrovekirina hefteyê. Hefte çawa derbas bû, di warê Akademiyê de çawa derbas bû, beriya wê di warê giştî de dijmin çi dike, çi dibêje, hêzên navdewletî çi dikin, rewş çi ye û li Akademiyê perwerde çawa derbas bû û rewş çi ye, yanî em çiqas dibin bersiv, wisa heftane şîroveya rewşê hebû. Wê çaxê tê bîra min, hin heval hebûn, hevala Zeynep, Şehîd Zeynep hebû. Wisa ji perwerdê pir bandor bibû. Hevaleke xwendevan bû. Çûbû mala xwe, li mala xwe jî eynî pergal danîbû. Rojane tekmîl bi ehlê malê re û heftane şîrovekirina rewşê. Me jî mala wan nas dikir, em diçûnê, dost in. Got niha mala me jî akademî ye, wekî akademî bûye. 9-10 kesek bûn. Gotin, Zeynep her roj tekmîlê digire, heftane jî şîrovekirina rewşê heye. Mal jî wisa kiribû. Hemû perwerde dikir. Sîstema akademiyê anîbû li mal danîbû. Sîstemeke me ya wisa hebû.

Li her cihekî tekmîl hene, ez vê dizanim. Feqet şîrovekirina rewşê lazim e. Di pratîkê de jî lazim e. Hûn guhdarî radyo dikin, rewşê û nûçeyan dişopînin, li cîhaz guhdar dikin, rapor û talîmatan digirin, temam heftê carekê şîrove bikin. Yanî rewş çi ye, dijminên me çi dike, rewşa giştî çi ye, ne çi ye, rewşa hevalan çi ye, hevalan di kîjan çalakiyê de li kîjan eyaletê çi kirin, bi çi awayî ye, ma ne heftê carekê lazim e mirov rewşê şîrove bike? Em vê yekê bi pêş bixin. Kevneşopiyek e. Em nebêjin hema çi, wisa hat wê biçe. Na! Em rewşê şîrove bikin. Rewşa derve û rewşa hundir. Ne mehê carekê, gerek heftane di nav xwe de bikin. Ev, di pratîkê de pêwîst e fermandar li hemberî şerê psîkolojîk têkoşînê bimeşîne. Wê çawa bimeşîne? Perwerdeyên îdeolojîk bide, civînan çêke, bi hevalan re mijûl bibe, rewşa derve û hundir bi hevalan re tehlîl bike û parve bike. Li ser vî esasî moral, tempo bi pêş bixe.

Fermandar bizane ku li hemberî me dijminek heye û li hemberî hêza me şerê psîkolojîk dimeşîne û dixwaze bandorê çêke. Em jî dixwazin avaniya xwe agahdar bikin, li hemberî şerê psîkolojîk bi çek bikin. Avanî jî agahdar be û bi çek be. Em avaniya xwe ji êrîşên psîkolojîk re nekin hedef. Me çawa got ji teknîkê re nekin hedef, eynî wisa em ji yên psîkolojîk re jî nekin hedef. Tu hevalan di warê îdeolojîk, siyasî, pêşveçûnan de agahdar dikî, perwerde dikî, hişyar dikî, da ku xwedan helwest bin. Tu wisa dikî. Ev erka fermandar e, divê ji bo xwe erk bibîne. Her tim civînê çêke. Her tim bi hevalan re rewşa heyî parve bike. Ev jî erkeke girîng e. Ji vir û wisa kî fermandar li ku be rewşa heftê şîrove bike. Ji ber ku her fermandar dişopîne. Cîhazê mezin li gel heye. Yanî taqîb dike. Û dikare agahiyan parve bike û hevalan jî beşdar bike. Tu fermandar î, tu çû ku derê divê parvekirineke te hebe. Bi şêwazê sohbet dibe, bi şêwazê civîna fermî jî dibe. Ev girîng e. Erka fermandariya demê ya pêncemîn jî ev e.

Ya şeşemîn: Fermandar divê di mijara jiyana Partiyê de pêşengtiyê bike. Yanî terzê jiyana Partiyê bide rûniştandin. Di nava hevalan de têkoşîna îdeolojîk, têkoşîna cinsî bi pêş bixe, pêşî veke. Ne ku hevalekî rexne bike, pêşî bigire. Pêşî veke. Divê di nava hevalên xwe de ruhê hevaltiyê bi pêş bixe. Li ser hîmê azadiya jinê wekhevî bi pêş bixe. Fermandar jin dibe zilam dibe, cewazî nîn e. Kî be, divê li ser esasê wekheviya cins, lê li ser esasê azadiya jinê, wekheviya cinsan bi pêş bixe. Di têkoşînê de jin divê rengê xwe bide xebatê. Bi nêrîna xwe, bi rexneyên xwe divê rengê xwe bide kar, nêrîna xwe bide kar. Ev ji bo me dewlemendiyek û girîngiyek e. Em karibin bi aqlê jinê li meseleyan binêrin. Ji bo vê pêşî negire. Zilam be divê pêşî negire. Divê heval biaxivin, rexne bikin. Erkeke jinê heye, jin xwe di parastina xeta parastina partiyê de divê erkdar bibîne. Eger jinek li ser xeta jina azad wek milîtanekê tevdigere erkeke xwe jî parastina xeta Partiyê ye. Ev erk Serokatî dayê. Di vê maneyê de di jiyana partiyê de rollîstin, rexnekirin, nêrîn, parvekirin, divê fermandar ji vê re pêşkêşî bike. Yanî pêşî negire. Ha, carina wisa dibe ku yanî di bin navê rexneyê de zehf dijberî çêdibe. Ev na. Yanî gerek çanda rexne-rexnedayînê hebe. Rexne ne hicûm e. Rexne ji bo hevtemamkirinê ye. Mirov wisa bigire dest. Li ser vî esasî here. Ya din jî exlaqê Partiyê, çanda Partiyê divê di yekîneyê de rûnê. Hezkirin û hurmeta hevaltiyê divê hebe. Li ser vî esasî ruhê hevaltî geş bike, xurt bike. Yanî fermandar divê di pêşxistina partîbûnê de pêşengtî bike. Belkî hemû tiştî bi xwe nake, ama pêşî veke, pêşî negire. Heger ku yekî/ê pêşî girt, ew însiyatîfa wî/ê heye ew hevalê/a ku pêşî digire rawestîne. Dikare şiyar bike, dikare zemîn veke. Erka xwe yek ev e.

Li gel vê, erkeke din heye. Her fermandar divê bixwaze fermandaran bigihîne. Niha ya di nav me de kêm ev e. Tu dinêrî li eyaletekê ewqas fermandar hene, rêveberî hene, fermandarekî nikarin bigihînin. Şehadetek çêdibe, valatiyek çêdibe ji navendê dixwaze. Dibêje “lazim e ewqas fermandarên tîmê, ewqas fermandarên taximê, ewqas yên yekîne, yan jî herêm vala ye ji me re bişîne.“ Niha wexta vesazkirina akademiyan be dibe, em jî carina ji eyaletan re dibêjin ka pêwîstiyên xwe bişînin ji bo em ji akademiyan vesaziyê çêkin. Wisa dibe. Lê na, taybet taleb dike, dibêje valatî heye û lazim e hûn bişînin. Baş e, ma ne li wir ewqas heval di pratîkê de ne, pratîk jî akademiyeke şoreşgerî ye. Pratîk jî akademiyek e. Kadro tenê di akademiyan de nayên gihandin. Kadro di pratîkê de jî tên gihandin. Ji bo vê jî kesên di pratîkê de jîr û xurt perwerde bike û pêşî veke û bigihîne. Yanî gihandina kadroyan jî erkeke kadro ye. Erkeke fermandar e. Ya şeşemîn ev e.

Ya heftemîn; fermandar divê bibe hêza fikrê. Yanî fikra xwe hebe. Em bêjin têkildarî xebata leşkerî, di xebata siyasî de, wisa fikra xwe hebe. Ne wisa bêfikir be. Eskerî, nîvê xwe lêhûrbûn e. Lêhûrbûn, lêhûrbûna fikrê ye yanî. Ser meselê tu yê çawa encam bigirî? Tu yê bi çi şêwazî dijmin şaş bikî, xafil bigirî û encamên mezin bigirî? Divê tu li ser vê lê hûr bibî, kûr bibî. Tu yê zeîfiyên dijmin tespît bikî. Bêguman, keşif e, agahî heye, tu van giştî şîrove dikî, lê pêwîst e tu li ser vê bisekinî. Gerek di her warî de qeweta te, nêrîna te ya fikrê hebe. Di warê eskerî, siyasî, rêxistinî de divê tu xwediyê qeweteke fikrê bî. Fikra te hebe. Bi taybetî di pêşxistina jiyana leşkerî de, di sîstema leşkerî, çanda leşkerî de tu xwedan hêz bî. Ne vala bî, dagirtî bî. Sîstema leşkerî, çanda leşkerî bidî rûniştandin. Xwedan fikir be, fikra wê/î hebe. Bêguman heger fikra wê/î hebe dikare fikra xwe bi hevalan re jî parve bike, dikare bi rêveberiya xwe re parve bike, wisa dewlemendiyê çêke, dewlemendî tê de hebe. Yanî erka heftemîn ya fermandar jî ev e.

Ya heştemîn; divê di warê jeo-polîtîk, jeo-stratejîk de fermandar fikra xwe hebe. Yanî fikrê pêşde bibe. Di warê leşkerî, siyasî de îro em li herêma Rojhilata Navîn in. Herêma Rojhilata Navîn herêmeke wisa ye ku di warê jeo-polîtîk de herêmeke girîng e. Niha şerek li herêmê heye. Em dizanin piştî vî şerî herêm wê ji nû ve bê dizaynkirin. Niha firsendên heyî divê em li ser vî esasî bikaribin bibînin, em jeo-polîtîk, jeo-stratejîk bifikirin, em karibin derfetên di hevsengiya herêmê de çêbûne baş bi kar bînin. Em ji rêzê nêz nebin. Di vê çarçoveyê de em bikaribin fikrên afirîner bi pêş bixin. Nêrînên dûr û kûr dibîne bi me re hebe. Ne her tiştên hat pêş me em bibînin û em bêjin ev e. Em dikarin beriya wê jî bibînin. Em hêna beriya ku rewş rû bide wê rewşê bibînin. Dûr û kûr dîtin bi me re hebe. Yanî di fermandariya me de divê ev bi pêş bikeve. Di vê çarçoveyê de mirov li benda firsendan be.

Divê mirov hemû tiştî di asta pratîkî de negire dest. Xwe tenê di pêkanîna taktîkê de nebîne. Pêwîst e mirov xwe di fikrê, stratejiyê de jî bibîne. Di vê xisûsê de lawazî hene. Dema ku perspektîf li ser mirov qut bû pêwîst e mirov bêqerar nemîne. Bêperspektîf nemîne, bêçare nebe. Na, gerek bi xwe bifikire, rewşa heyî, rewşa erdnîgarî, jeo-stratejî ew e, stratejiya cografya bizane, li wê herêmê dikare çi bike çi neke, di hundirê herêma xwe de jî tu karibî bifikirî, jeo-stratejîk bifikirî, li ku derê çi bikî. Hin cih hene, pir besît in, zêde ne eraziyeke girîng e, tu herî û xwe li ser wir zehf mijûl bikî, pir ked xerc bikî ne di cih de ye. Cih hene, stratejîk in, tu çiqasî ked xerc bikî di cih de ye, di van xisûsan de jî muhîm e. Di herêmên tu tê de berpirsiyar tu li ser ku bisekinî tu yê encam bigirî, girîng e yan ne girîng e, divê tu bizanî. Cih heye tu li wir çiqasî mijûl bibî wê zirar were, kar tine ye. Cih heye, tu yê jê encam derxînî, ew ji bo siberojê jî wê feydeya xwe hebe, gerek tu van hemûyan bizanî. Ji bo vê divê fermandar fikra xwe ya jeo-stratejîk, jeo-polîtîk hebe, zanibe li ku wê çi bike. Hem Rojhilata Navîn, hem Kurdistan hem jî herêma xwe zanibe. Li ku derê çi bike, divê fermandar bizane, li ser xwedan fikir û proje be. Projeya xwe hebe. Niha çi dike, wê çi bike, hewce dike bizane. Ne vala be. Tenê tiştên jê re hatiye gotin pêk tîne, na. Perspektîf digire, êdî bi xwe proje çêdike. Fikir çêdike. Li gorî vê mewziyê bi pêş dixe, terzê hereketê diyar dike, kûr û dûr difikire. Tenê ne rojane, demdirêj plansazî çêdike. Yanî fermandar hewce dike wisa be.

Fermandarê wisa jeo-stratejîk bifikire, wê li gorî wê li ku derê çi bike, kengî lojîstîkê hel bike, kengî li ser çalakî bisekine, wê plansazî û doktrîna xwe hebe. Li gorî doktrîna me ya giştî wê doktrîna eyaletê, herêmê hebe. Ew fermandar wê li wir çawa şer bike, çawa lojîstîk temîn bike, çawa gel tevger bike, çawa ajanan tasfiye bike, çawa dijmin li valahî bixe û derbe lêxe, di vê der heqê de fikra xwe hebe û projeya xwe çêke. Pêwîst e fermandar qeweteke fikrê jî be, ne tenê qeweteke pêkanînê be. Ev muhim e. Ya heştan jî ev e.

Ya nehemîn; di fermandariyê de hêrs, hêrsa şer divê hebe. Niha hinek hene hêrsa xwe zêde ne, dixwazin pê pir zêde xwe mezin bikin, hêrsa kariyerî heye, ez behsa wê nakim. Lê, divê hêrsa ku dixwaze şerê dijmin bike hebe. Ji bo wê rîskê rake. Destê xwe bike bin kevir. Di vê der heqê de fermandarê me hevalê Reşîd Serdar heye, gelek caran di çapemeniyê de ew hevoka wî tê bikaranîn, dibêje “vî dijminî lazim e siya xwe jî li ser axa Kurdistanê nemîne”. Yanî wisa li hember dijmin bi kîn be. Nefret bikî. Û ji bo li hember dijmin şer bikî bi hindik têr nebî. Hedefa te mezin be. Ji bo ku tu karibî biçî ser hedefa mezin divê tu rîskê rakî. Bi rastî jî bi hevalê Reşîd re, wekî din bi hin hevalên din re ev hebû. Mesela rîsk radikir. Dikare rîskê rake.

Li şûna ku wisa li hemberî dijmin hêrsek hebe, yanî hêrsa mezinkirina şer, derbe li dijmin xistin û di vê çarçoveyê de rîsk bide ber çav hebe, li şûna vê tu dinêrî ev wisa nîn e, lê wekî din bêhemdî xwe zehf rîskê radike. Yanî li cihê xeter dimîne, bi rîsk e. Mesela qewetê dibe cihê xetere û li cihê bi rîsk bi cih dike. Yanî rîskên bêyî muqabîl radike. Cihê ku pêwîst dike rîskê rake tu dinêrî li wir ranake. Lê tu dinêrî di encama keyfiyetê de, yan jî ji ber encamên dûz nêzîkbûnekê, tu dinêrî rîskeke pir ecêb rakiriye. Devereke pir bi rîsk e, tu dinêrî bi rojan li wir maye. Qewet kiriye cihekî, ne cihekî maqûl e, xeterî heye, lê rîsk rakiriye. Feqet ne ji bo çalakiyeke mezin. Yan ji bo lojîstîk e, yan ji bo demekê li wir be. Cihê ne di cih de tu dinêrî fermandarê/a me rîsk radike, xeteriyê dide ber çav. Lê cih hene tu yê çalakî bikî divê tu rîsk rakî. Tu yê ji rîskê netirsî.

Heger te plansazî çêkir divê mezin be, dibe ku tu windahiyên mezin jî bidî, ji bo van windahiyan dibe rexne werin, heta tu bikevî lêpirsînê jî. Van hemûyan dide ber çav. Em dizanin heger hevalek rêkûpêk be, her tiştê xwe di wextê de bike, li gorî derfetan her tiştî bixe meriyetê, kêmasiyê nake. Yanî wisa bikeve lêpirsînekê û biêşe, ji ber ku ji bo Partiyê tevdigere, pêwîst e bi edaleta Partiyê baweriya xwe hebe, di vê maneyê de berpirsiyarî dikare rake, di vê çarçoveyê de wê karibe rîskê rake. Ji rîskrakirina di vê çarçoveyê de natirse. Ji bo çi? Ji bo ku karibe pêngavekê bi rê xîne. Ji bo ku tu pêngavekê bi rê xînî hewce bike tu yê biçî cihê xeter, tu yê rîsk rakî û wê pêngavê rakî. Te ew pêngav bi ser xist, wê Partî feyde bibîne, îstîfade bike, heval wê moral û coş bigirin, tevger wê bi ser bikeve, lê tu vê yekê jî destê xwe dixî bin ber û wisa dikî. Yanî fermandarî berpirsiyariyê dixwaze. Fermandarî bi nêzbûnên erzan nabe. Fermandarî bar radike. Bi vê dibe. Berpirsiyarî digire ser xwe, xeterî radike, xeterî ji bo şexsê xwe ne mesele ye, her kes dikare rake, ez bi vê bawer dikim. Em behsa xeteriya rêxistinê dikin. Xwe û hevalan giştî. Yanî tu ewqas hevalan dibî cihekî, dixî çalakiyê, dixî şer, ev rîskek e yanî. Bi xwe şexsî yek dikare rîsk rake. Lê li vir şexs nîn e, mesele ne şexs e. Mesela di şexsê te de rêxistin jî dikeve rîskê. Fermandarek li wir derbê bixwe rêxistin derbê dixwe. Tu û rêxistin ne cuda ne. Tu bi navê rêxistinê tevdigerî, tu milekî rêxistinê yî, tu derbê bixwî rêxistin derbê dixwe. Tu yê bi vê bizanî. Wisa ji bo pêşveçûna rêxistinê, ji bo girtina mewziyeke nû, deskeft ava bikî tu yê fedakarî bikî, tu yê destê xwe bixî bin kevir, tu yê rîsk rakî, plansaziyên mezin çêkî û bi ser xînî.

Mesela fedaî hevalê Zinar Raperîn, fermandariya wî hevalî jî hebû. Li orta Enqreyê ewqas amadekarî dike û dixwaze tam di wextê ku ew sûbay tam ji kar û îş vediqetin de, wisa di vîrajekê de ku du otobus tên vîrajê, tên ber hev tam di wir de erebeyê biteqîne. Beriya wê hazirî dike. Plan dike, van hemûyan plan dike. Ev hemû rakirina rîskê ye. Mimkun e deşîfre jî bibe. Mimkun e beriya wê deşîfre bibe û bê girtin. Jê û şûn de di wê vîrajê de dema ku du otobusan dike hedef dibe ku li valatiyê bikeve, pêk neyê, deşîfre bibe. Ama vê rîskê hemûyî radike, pêk tîne, we dît çalakiya herî serketî wisa pêk anî. Bû çalakiyeke tarîxî. Li orta Enqereyê çiqas sûbay ceza kirin. Yanî rîsk tê de heye. Hevalê Zinar rîsk rakiriye.

Niha rîsk ne wisa ye heval, vê xisûsê her heval divê rast fêm bike. Hin heval wêrek in, hema hîç xwe lê didin û diçin, ji wan re ne xem e. Ev hevalên me yên hêzên taybet wisa ne. Dibêjin em fedaî ne, em şer bikin em şehîd bibin jixwe ne problem e. Ev ne nêzîkbûneke rast e. Ne nêzîkbûneke şoreşgerî ye. Berê lazim e her hevalek xwe biparêze. Xweparastin jî erkeke şoreşgerî ye. Ji bo Partiyê tu xwe diparêzî. Ne ji bo xwe: Yek. Ya duyem, tu çalakiyê dikî ku hewce be tu yê wê rîskê rakî, ne pêwîst be tu ranakî. Tu yê çima rakî, tu yê çima di şexsê xwe de qeweta Partiyê bixî xeteriyê? Hewce nake. Heqê te tine ye. Bendewarî ji te heye ku tu ji şehîdan re bibî bersiv, ji Serokatî, ji gel re bibî bersiv. Bendewariya wisa li ser te heye. Ne tu xwe bikî hedef û li wir xwe xerc bikî û wisa ev tevger di şexsê te de zirar bike. Heqê kesî wisa tine ye. Berpirsiyariya her kesî ye xwe biparêze û hevalên xwe biparêze. Di bin navê “ez wêrek im, xem nîn e” de tê kirin, ev nabe. Ev ne şoreşgerî ye. Ev întixarwarîbûn e. Nêzîkatiya întixarwarî di PKK’ê de tine ye. Em nêzîkatiya întixarî nameşînin.

Hûn dizanin Serokatî di şerê 92’yan de ez jî bi întixarîbûnê rexne kirime. Temam ew pêvajoyek e. Lê nêzbûna întixarwarî Serokatî rexne dike. Ne rast e yanî. Tu wisa xetereyên mezin û ne di cih de bidî ber çav û xwe û qeweta xwe bixî xetereyê, nabe. Heger wisa xeterî heye, tu yê herî û ji wir derkevî. Pêwîst bike tu karibî ne tenê 24, ne tenê 48, divê tu 72 saetan jî be di bin darekê de tenê ji bo ku tu xwe ji dijmin re nekî hedef tu yê tî û birçî bisekinî. Pêwîst e ew îrade bi te re hebe. Lê heman demê, dema derfet çêbû, tu wek şêrekî/ê li dijmin bixî û belav bikî. Yanî ewqas jî wêrek bî. Wêrekiyê erzan bi kar neyne. Xwe ji bo dijmin bikî hedef na, divê tu profesyonel bifikirî, xwe di serketinê de kilît bikî, xwe ji dijmin re nekî hedef, qeweta xwe nekî hedef, hesas bî. Lê firsend jî çêbû divê tu xedar bî, biçe ser dijmin, wê çaxê netirs be, qet netirse, ji ber ku tu diçî ser dijmin. Lê mixabin, hevalên me di vir de helwestên pêwîst bi pêş naxin. Tu dinêrî çi dibe? Niha em newêrin hinek hevalan bişînin şer? Çima? Em bişînin şer wê hema di hundirê hefteyekê de şehîd bibe. Ji ber ku xwe naparêze. Dibêje “ez fedaî me, ez ê herim li dijmin bidim”. Yaw tu derfet çênekî, sebir nekî, tu li firsendê negerî tu yê çawa herî lê bidî? Tu yê herî xwe îmha bikî. Wisa nabe! Yanî lazim e fêmkirin hebe. Fedaîbûn rast bê bikaranîn.

Fedaîbûn ne întixarwarîbûn e. Rast e, di hundirê fedaî de pêwîst bike, tê gotin wekî çalakiya întixarî, ev têgîn tê bikaranîn. Lê întixarwarî tiştekî cuda ye. Çalakiya întixarî ji bo ku tu nemir bibî dikî, ji bo armanceke pîroz dikî. Lê tu întixarwarî nêz bibî tu xwe xerc dikî. Ne di cih de xwe xerc dikî. Tedbîr nagire, întixarwarî nêz dibe. Yanî di vê de ferqeke mezin heye. Ev meseleya ku em dibêjin tu gerek bi hêrs bî, rîsk rakî, em behsa zanebûnekê dikin. Ne ku tu bi şexsî wêrek î, natirsî, rîsk radikî, cihê eşkere diçî. Na. Carina heval wisa bi ser jî dikevin, heta ew serketinên tesadufî mirovan dixapînin jî. Ji wê/î ye ku wê her tim bi ser keve. Ne wisa ye. Carina li valahiyê rast tê. Eşkere tevdigere, dijmin jî zeîfiyên xwe hene, li zeîfiyên dijmin rast tê, derbe naxwe. Bi ser dikeve. Dibêje naxwe wisa dibe. Na, her tim wisa nabe.

Divê mirov di şer de li cihê pêwîst rîskê rake. Li cihê pêwîst wêrekiyê raber bike. Ne hewce be, qet raber neke. Ev dem, demeke wisa ye. Ne pêwîst be, qeweta xwe nexe hereketê. Ji bo tiştên ne pêwîst, nexe hereketê. Li Heftanînê her kes tevdigere, şer heye û pêwîst e. Li cihekî din em dibêjin bila kes ji şkeftê dernekeve ne wisa. Li wir hemû li dora dijmin in, di sengerê de ne, çalakiyan dikin. Ji ber ku pêwîst e li wir, di şer de ye. Hinekî rîsk radike. Lê dîsa li wir jî divê di hundirê xwe de rîska zêde raneke. Em ji wan re dibêjin xwe kamûflaj bikin. Wisa wisa tevbigerin. Ewlekariya hevalan girîng e. Ji bo serketinê divê heval bên parastin. Ji bo parastinê divê mirov çawa cilan li xwe bike, divê mirov wisa bike. Em rîskê di cihê pêwîst de rakin. Ev rîska ez li vir dibêjim ya çalakiyan e. Ji bo çalakiyê ye. Ji bo tevgerekê, ji bo guhertina cih mirov wisa rîskê raneke. Mirov li bendê be, kengî guncav bû mirov wê çaxê tevbigere. Bes, tu dikî çalakiyeke girîng bikî, wê çaxê tu rîsk radikî. Tu rîsk ranekî tu nikarî çalakiyên mezin bikî. Fermandarek divê karibe rîskê rake. Ama li cihê pêwîst rake, li cihê çalakiyê rake. Ne ku wisa di rê de diçe lê bi rîsk dimeşe. Ew na. Ew xwe hedef raberkirin e. Ew xalên jor me got, redkirina wan e. Rîska em dibêjin ji bo çalakiyên mezin e. Ji bo zaferê ye. Ji bo zaferê, ji bo pêngavên zaferê divê tu rîsk rakî. Em behsa vê dikin.

Yek jî terzê lêdanê divê xurt be. Li gorî vê divê hêrsa lêdanê xurt be, tûj be, dijwar be. Pir caran tê dîtin lêdan sivik e. Tacîzî ye. Wisa wekî tacîz dike lê dixe. Na, heger te lê da tu yê bi destek lê bidî. Ji bo vê divê qeweta te perwerdekirî be. Heger bîsvîng avêt divê lê bide. Kê gule avêt divê vala neçe, li hedefê bide. Yek jî mesafe muhim e. Divê xwe li gorî wê nêz bike. Tu bombeyê ji pêncî metroyî dûr biavêjî lê nakeve. Divê tu bîst, deh metroyan xwe nêz bikî. Bîsvîngê tu yê xwe sed metroyî nêz bikî wê baştir lê bikeve. Çi sîleh di dest te de ye, tu dixwazî bi çi şêwazî lê bidî, mesafe di wir de muhîm e. Pir dûr, sêsed metroyî dijmin îmha bikî, wele zor e. Rast e, bîsvîng pênsed metroyî jî diçe, lê sêsed metroyî lêdan zor e, klêş jî zor e. Hemû sîleh di sêsed metroyî de zor in. Dixwazî derbe li dijmin bixî divê tu xwe zêdetir nêz bikî. Nêz bibî. Tu nêz bî tu dikarî wer bikî. Berê me digot tu neçî ser û çek ranekî nabe. Em niha wê jî nabêjin. Ne şert e îlle çek rakî. Jixwe çekên em ji ser wan tînin û tên, heval naşixulînin. G-3 hemû hevalan xistine depoyê. Ewqas ne ew e. Demekê me got tu çek nikaribî hema tiştekî bîne, kum bîne, tiştekî ji ser dijmin bîne. Wekî sembolekê. Em wê jî nabêjin. Ew jî ne dema wê ye. Temam dîsa pêwîst e mirov carina çalakiyên wisa bike. Feqet niha mesela mirov çawa dikare bi ser bikeve. Niha tu dinêrî derbekirin baştir e, tu encam digirî, qeweta te jî dûr e, sed metre ye, sed û pêncî metre ye, baştir e. Wê çaxê mirov li ser vê israr bike. Mesele ji bo serketinê tu yê rîsk rakî. Tu dikî bombe lêxî tu yê herî nêzî dijmin, deh metroyan, wisa lêxî. Yanî tu yê li gorî çekê, li gorî hedefê, li gorî planê çiqasî rîsk lazim be li gorî wê tevbigerî. Ji bo planeke besît tu rîskên mezin rakî ew jî ne di cih de ye. Hewce ye hevsengî hebe. Li gorî planeke mezin û xurt, tabî tu yê rîsk rakî ku karibî planê pêk bînî. Ji bo plan bi ser bikeve hewce dike terzê lêdanê bi bandor be, ji bo vê jî divê tu xwe nêz bikî û rîsk rakî. Bi kurtî meseleyê rîskê wisa ye.

Yanî wekî xala nehemîn em dibêjin di fermandariya me de hêrs hebe, hêrsa lêdana dijmin hebe, cihê lazim kir fermandarî rîsk rake, cihê lazim kir wisa karibe xwedan plan û çalakiyên mezin be. Dema dibêjim ‘mezin’ çalakiyên tîmekê jî dikarin mezin bin. Çalakiyên hesas hene, bi tîmekê jî çêdibe. Xwedan planên wisa be. Hewce dike fermandarên me wisa bin.

Xala dehemîn; fermandariya me ya serdemê divê tenê ne fermandareke/î leşkerî be, pêwîst e fermandarê/a şerê gel ê şoreşgerî be. Ango, li ser siyaseta gel rawest e. Çawa em ê gel qezenc bikin? Bi taybetî tevgerkirina parastina cewherî erka her fermandarî/ê ye ku li ser vê serê xwe biêşîne. Li ser kedê bide. Belkî em kar parve dikin. Hinek heval bi xebatên parastina cewherî re mijûl dibin. Lê ji ber ku ev kar karekî stratejîk û girîng e, lazim e her hevalekî/e fermandar li ser parastina cewherî rawest e, ked bide. Tê de ne erkdar be jî dema ku jê re hat nêrîna xwe pêşkêş bike, lê rast hat bi pratîkî piştgiriyê bide, kadro bide. Ne ku bibe kadroyê/a parastina cewherî û kadroyê/a lojîstîkê yan jî kurye. Na! Zanibe ku ev karekî girîng e û ew kar neyê şehitandin. Karekî girîng e, divê kadroyên wê tenê li ser wî karî rawest in. Divê fermandarên me ne tenê eskerî bin. Tenê ne di çarçoveya rêxistina HPG’ê de bin. Mesela, em ê gel çawa qezenc bikin? Gerek fermandar aqlê wî/ê hebe, nêzbûna wî/ê hebe. Mesela, tu yê çalakî bikî, hewce dike çalakiya te li ser gel bandorê çêke. Heger çalakiya te wê bibe sebeba nerazîbûnên gel divê tu nekî. Ne wisa? Her guleya te divê xwedî nirxekî polîtîk be. Divê fermandar xwedî siyaseta qezenckirina gel be. Em rêxistineke gelêrî ne. Divê polîtîkayeke te ya gel hebe. Tu yê gelê xwe hesab bikî. Yanî di fermandar de divê hişmendiya şerê gel ê şoreşgerî hebe. Nêzbûna rêxistinkirina parastina cewherî hebe. Xala dehemîn jî ev e.

Mirov çiqasî li ser kêmahiyên dîrokî raweste, erkên demê û erkên rojê jî mirov çiqasî tê de kûr bibe em ê karibin ewqasî ji bo pirsgirêkên fermandariyê bibin bersiv. Ji me tê xwestin ku em ji bo şehîdên qehreman, ji Rêbertiyê re, ji gel re bibin bersiv. Tiştên ji me tên xwestin ev in. Em bi berpirsiyarî nêz bibin. Rast tevlî bibin. Em di hunera fermandarî û şer de kûr bibin. Di rêxistinkariyê de kûr bibin. Me ev ji bo xwe kiriye kar û em dimeşînin, wê çaxê divê em ji heq derkevin. Ji bo vê jî divê em bi xwe re mijûl bibin, li ser xwe rawestin. Taybetmendiyên xwe baş nas bikin. Û taybetmendiyên şoreşgerî li gel xwe bi pêş bixînin. Wisa karibin guhertin û veguhertinê di xwe de çêkin. Heger em wisa samîmî û durist nêz bibin ez bawer im di vê serdema dîrokî de em ê karibin bibin bersiv û encamê bigirin.

2-Lingê Duyemîn: Gel

Gel wê di vî şerî de çawa bibe lingek? Ji ber ku niha di pratîkê de hinek tişt tên jiyîn. Ev pênc salên dawî li Bakur, li Rojava hin tişt hatine jiyîn. Ji bo vê ev mijar zindî ye û divê mirov li ser raweste. Bi esasî Serokatî hîna di îlana destpêkê ya 2005’an de perspektîf pêş xist, got pêwîst e pergala gel wekî pergala KCK’ê li ser 9 xalan bê tevgerkirin. Pir caran Serokatî di hevdîtinan de ev hevok anîbû ziman; “Ne hewce ye mirov li hêviya dewletê bisekine, ne hewce ye mirov ji kesî destûrê bigire, divê em bi xwe têra xwe bikin, em bi xwe xwe biparêzin, em bi xwe sîstema xwe ya demokratîk ava bikin, em nekevin nava bendewariyan, li hêviya ti kesî nesekinin, bi xwe em xwe ava bikin.” Ev ling divê tu bi xwe tevger bikî. Li Bakurê Kurdistanê sala ewil fêm nebû, wê çaxê rêxistin jî hinekî lawaz bû, tasfiyekarî pêk hatibû. Ji 2006’an û şûn de bi taybetî 2007, wê çaxê hemleya “Êdî Bes e” ket rojevê, bi taybetî li Bakur, bi qismî li Rojava tevgerkirina van 9 xalan ket rojevê. Vê dewam kir, heta 2015’an û wisa hat. Ev 9 xal çi ne? Wê çawa tevger bibe? Li ser van em bi kurtî rawestin. Li ser van pirtûk hene, gelek nîqaş çêbûne, avakirin-înşa tim li ser nîqaş û bernameyê hatine çêkirin, di ragihandinê de hatine weşandin. Naveroka wê çi ye? Em hinekî li ser vê rawestin:

  • Boyûta Siyasî

Tu meclîsên gel ava dikî, komunan ava dikî, li taxan, kolanan komunan ava dikî, li taxên mezin û bajaran meclîsan ava dikî. Divê ev jî xwedî rêveberî bin. Rêveberiya xweser be. Divê tu vê ava bikî. Ew xelkên taxê xwe bi xwe bi rê ve bibin. Meclîs biryaran bigire, rêveberiya xwe ya xweser hebe û wisa karibe rêveberiya xweser civakê bi rê ve bibe. Xala yekemîn ev e. Ango xala yekemîn dibêje ku lazim e her kes li her derê xwe bi rêxistin bike, meclîs û komunên xwe çêke û ew meclîs û komun rêveberiya xwe hilbijêre, rêveberiyên xwe hebin. Mirov li benda dewletê nemîne, her kes xwe bi xwe bi rê ve bibe. Em bi xwe xwe bi rê ve bibin.

  • Boyûta Civakî

Boyûta civakî di pêşengtiya jin û ciwanan de demokratîzekirina saziyên sivîl ên civakî, civakê ye. Tevgerkirina wê, biîradekirina wê ye. Serokatî ji vê re dibêje “qada sêyem” jî. Yanî qada civakî. Bi pêşengtiya jin û ciwanan li ser esasê azadiya jinê tê rêxistinkirin. Bi vê hişmendiyê civaka demokratîk, exlaqî û polîtîk tê avakirin. Civak bi rêxistin be, xwedan îrade be. Civak wisa yanî tevgerkirî be. Ne civakeke bêtevger be. Ji ber ku Serok digot “civak heger ku birêxistinkirî be civaka te ye û hêz e. Ger ne birêxistinkirî be ne civaka te ye”. Yanî civak ji bo ku karibe bibe civak û bi îrade be hewce dike bê birêxistinkirin. Civaka rêxistinkirî pêwîst e. Gerek civak bê rêxistinkirin. Yanî civaka rêxistinkirî her tişt e. Bi îrade ye, bi qewet e. Lê civaka ne rêxistinkirî ne tiştek e. Tu yê civakê bi pêşengiya jinê li ser xala azadiya jinê û bi pêşengiya ciwanan rêxistin bikî. Civaka sivîl, sendîkayên kedkaran, gundiyan, yanî cur bi cur saziyên demokratîk hemû dikevin hundirê vê xalê. Divê tu di vê çarçoveyê de civakê rêxistin bikî. Xala duyemîn ev e.

  • Boyûta Aborî

Divê aboriya civakê hebe. Yanî civak têra xwe bike. Jixwe esasê vê sîstemê ev e; bi xwe têra xwe bike, muhtacî kesî nebe. Prensîba wê ya herî esasî ev e. Xwe bi rê ve bibe, xwe rêxistin bike, xwe biparêze, lê aboriya xwe jî têra xwe bike. Tu aboriyê bi pêş dixî. Serokatî perspektîfa koperatîfan danî. Gerek koperatîf bi mantixê ekolojîk pêş bikeve. Di pergala me de aliyê wê yê ekolojîk lazim e hebe. Pêwîst e aboriyeke li gorî azadbûna ekolojiyê bê pêşxistin. Ne ku ekolojiyê texrîb bike. Ne bi rengê modernîteya kapîtalîst, divê bi rengê ekonomî be. Divê ekonomî wisa bê pêşxistin. Di taxê de pêwîst e koperatîf çêbibin, kar pêş bikevin, ew koperatîf hinek xebatên din pêş bixin. Yanî pêwîst e hatina xwe hebe û têra xwe bike. Heger dewlet li ser ambargoyê jî çêke divê têra xwe bike, aboriya xwe hebe. Însan bi rengekî komunal saziyan ava bikin, koperatîf ji wê yek e, bi hev re kar bikin, şirîkatiyê bi pêş bixin, avakariyê bi pêş bixin, hilberîn hebe, civak bi aboriya xwe têra xwe bike. Di gundekî de gund karibe têra xwe bike. Koperatîfên wan hebe, hevbeş kar bikin, berhem têra gund bike, tiştên zêde karibin bi tiştên ji wan re lazim biguherînin. Aboriya di hundirê sîstema me de ne ekonomiya kapîtalîzmê ye, divê di bin xizmeta civakê de be. Xala sêyemîn jî ev e.

  • Boyûta Çand, Ziman, Perwerde

Pêwîst e civak çanda xwe bi pêş bixe. Bi rengekî azad be. Ji bo çandan qedexe nabe. Dijmin çanda Kurdistanê qedexe dike, ziman qedexe dike. Ev sûcek e. Yanî sûcekî binpêkirina mafên mirovatiyê ye. Zimanê dayikê mafekî mirovatiyê ye. Yanî mafekî xwezayî ye. Di qanûnên navdewletî de ev hatiye destnîşankirin. Lê îro dagirkeriya li Kurdistanê vê qedexe dike. Mafê mirovatiyê wisa bin pê dike. Pêwîst e zimanê dayikê ji bo her kesekî, dibe ku Ereb, Asûrî, Suryan, Kurd be her kî dibe bila bibe divê zimanê dayikê azad be, bi pêş bixe, bi zimanê dayikê perwerde bibe. Li ser vî esasî wêje bê pêşxistin, huner bê pêşxistin, çanda civakê ya xwezayî esas bê girtin. Ji bo ku civak li ser zimanê xwe yê zikmakî, ji bo çanda xwe ya civakî bi pêş bixe û xurt bike, saziyên perwerde, saziyên hunermendî, saziyên wisa hemû bên avakirin. Yanî perwerdeya civakê bê avakirin. Di vê çarçoveyê de divê bê pêşxistin.

Dijmin êrîş dike, parastina me ev bi xwe ne. Esas, ew xalên li jor jî eger em bala xwe bidinê hemû ji bo parastinê ne. Dijmin siyaseta Kurd û Kurdistanê qedexe dike, lê tu li taxa xwe bi xwe siyaseta xwe ava dikî. Li hemberî êrîşên li ser siyasetê tu parastineke wisa çêdikî, tu siyasetê diparêzî. Dijmin êrîşî civakê dike, êrîşên cur bi cur in, tu civakê tevger dikî, civaka demokratîk, azad, wekhev ava dikî, tu wisa civakê dikî îrade û diparêzî. Tu aborî ava dikî, dijmin dixwaze aboriya Kurdistanê têk bibe, hemû kesî bi xwe girê bide û birçî bihêle, lê tu parastina aborî bi pêş dixî. Bi vî hawî li hember siyaseta asîmîlasyonê, qirkirina çandî tu çanda neteweyî, çanda civakê pêş dixî. Ev xal di heman demê de parastin in. Mirov dikare bibêje di sîstema KCK’ê de parastina siyasî, parastina civakî, parastina aborî, parastina çandî wisa çêdibe.

  • Boyûta Parastina Cewherî

Yanî li kêleka van parastinan, li kêleka parastinên civakî, li dijî êrîşên mimkun e werin ser civakê, polîs êrîş bike, yan jî çete êrîş bikin,  ji bo ku civak were parastin divê di nava civakê de hêza parastinê jî hebe, hêza parastina cewherî hebe. Jixwe Serokatî vê û hebûna civak û hebûna demokrasiya civakê, civaka demokratîk bi şiklekî ji hev cuda nebe bi hev ve girê dide. Heger civakeke demokratîk parastina wê tine be nikare demokrasiya xwe û heta nikare xwe biparêze. Ji ber vê yekê parastina cewherî jî nebe nabe. Divê rêxistina parastina cewherî hebe. Ji bo vê parastina cewherî wisa lingekî sîstemê yê esasî ye. Ew nebe sîstem nikare xwe biparêze. Sîstem li hemberî êrîşên çend çeteyan, yan jî êrîşên dewletê yên besît wekî polîsan wê têk biçe. Sîstema civaka demokratîk ji bo ku karibe xwe biparêze divê parastina xwe ya siyasî, civakî, çandî, aborî hebe, rast e. Lê dîsa pêwîst e tu bi hêza xwe ya çekdar civakê biparêzî. Ger hêzên wê yên bi çek ku dijmin bi çi rêbazî êrîş dike bi wî rêbazî bersiv dide tine be, wê ew civak nikaribe xwe û azadiya xwe û demokrasiya xwe biparêze. Ji ber vê jî Serokatî lingê pêncemîn jî wekî lingekî esasî û girîng digire dest. Jixwe em ê di xalên pêş me de jî hinekî li ser rawestin. Ji ber ku wisa yek ji erka herî zêde tê îhlalkirin û nayê pêşxistin jî ev e. Parastina cewherî yan pir şiklî tê bidestgirtin yan jî pir li ser rawestandin çênabe. Halbûkî ji bo parastina civakê, parastina cewherî nebe nabe. Teqez divê hebe. Lingê pêncemîn jî di KCK’ê de ev e.

  • Boyûta Hiqûqê

Civaka exlaqî-polîtîk nirxên xwe hene, nirxên xwe yên exlaqî hene. Hiqûqa xwe ji vê digire. Di hundirê civakê de vê li ser hîmê kevneşopiya civakê, li ser çand û exlaqê civakê pêş dixîne. Li gorî vê edaletê bi pêş dixe. Bi vê rêkê divê her kes bizane di vê sîstemê de hiqûq, edalet, wekhevî heye, cudakarî nîn e, çîna serdest û bindest nîn e. Hiqûq ji bo her kesî wekhev e. Civak di vê xisûsê de, di warê hiqûqî de divê baweriya xwe hebe. Ji sîstema xwe bawer bike. Li aliyê din li Kurdistanê îro hiqûqa serwer hiqûqa dagirkeriyê ye. Hiqûqa dagirkeriyê li gorî qanûnên xwe însanên me dadgeh dike, ceza dike. Li hemberî wê pêwîst e hiqûqa gelêrî, demokratîk, şoreşgerî hebe. Yanî ev jî parastina hiqûqê ye, di warê hiqûqê de ye. Hiqûqa neyar, dagirkeran, li hemberî wan em civakê biparêzin. Ev jî bi rêbazê hiqûqa demokratîk a civakê dibe. Bi hiqûqa gerdûnî dibe. Wisa normên hiqûqa civaka demokratîk divê bê esasgirtin û bê meşandin. Bi vî rengî pêwîst e civak bi xwe bawer bike, qeneet bi pêş bikeve. Û bikaribe li hemberî bêhiqûqiya dagirkeriyê xwe biparêze. Bi hiqûqî têkoşînê bike. Têkoşîna xwe li ser esasê hiqûqê bimeşîne.

Dijmin dibêje “teror e”. Teror di heqîqetê de çi ye? Ew ên hatine û ev welat dagir kirine, hiqûqa vî welatî bin pê kirine, çanda wê qedexe kirine, aboriya wê talan kirine, her tişt kirine bin lingan û însanan dikujin, teror ew bi xwe ne. Sîstemekê çêdikin, jê re dibêjin dewlet, mîna ku dewlet nabe teror, kî li dijî wê bisekine ew dibe teror! Wisa nabe. Terora herî mezin dewlet bi pêş dixe. Em li hemberî terora dewletê dixwazin civaka demokratîk biparêzin. Dixwazin hiqûqa civaka demokratîk biparêzin. Çunkî terora dewletê, şîdeta dewletê, bêhiqûqî û bêedaletiya dewletê heye. Ji bo ku em hiqûqa civaka demokratîk biparêzin û edaletê serwer bikin em têkoşînê dimeşînin. Radibin di ser de jî ji me re dibêjin teror. Ew bi xwe ewqas însanan înfaz dikin, ewqas xistine girtîgehan û di ser de jî ji me re wisa dibêjin. Wekî sedem çi nîşan didin? Dibêjin, ‘çima xebatên ziman kiriye.’ Ev mafê mirovan e. Bi çi zimanî ji diya xwe bûye mafê xwe heye bi wî zimanî perwerde bibîne. Ev mafekî gerdûnî ye. Bi xwe mafekî gerdûnî yê însanî bin pê dike, yên vî mafî diparêzin jî dixin zindanan. Wisa bêhiqûqiyek heye. Li hemberî wê divê hiqûq bê parastin. Parastina hiqûqî bê pêşxistin. Xala şeşemîn ev e.

  • Boyûta Tenduristiyê

Pêşxistina pergala tenduristiyê jî yek ji xalên girîng e. Yanî civak pêwîst e bi xwe pergala xwe ya tenduristiyê ava bike. Bi xwe di warê tenduristiyê de têra xwe bike. Nexweşxaneyên xwe hebin, doktorên xwe hebin, xebatên xwe yên tenduristiyê hebin. Muhtacî navendên dagirkeriyê nebe. Muhtacî nexweşxaneyên dagirkeriyê nebe. Civaka demokratîk divê pergala xwe ya tenduristiyê ava bike. Tenduristiya gel biparêze. Nexweşiyek Corona derket, li dinyayê bû tirseke herî mezin. Civaka demokratîk ku pergala demokratîk lê hebe, pergala tenduristî li her derê tevger kiribe di vê xisûsê de wê karibe civakê li hember her cure vîrusan biparêze. Li hemberî vîrusa corona jî, vîrusa herî mezin, yanî vîrusa dagirkeriyê jî. Vîrusa dagirkeriyê di nava civakê de bi pêş dixin, şerê taybet, şerê psîkolojîk her cure vîrusan belav dike, nexweşiyan belav dike.

Ev nexweşî berhemên modernîteya kapîtalîst in. Ev nexweşiyên kapîtalîzmê ne. Ev nexweşî berê tine bûn. Civak van nexweşiyan nû nas dike. Berê Ebola, AÎDS, niha Corona. Ev giştî nexweşiyên nû ne û yên kapîtalîzmê ne. Kapîtalîzm pergala ekolojîk xera dike, di encama vê xerabûnê de jî ev nexweşî tên peydakirin. Ev nexweşî jixweber nebûne. Civaka xwezayî bê parastin, xweza neyê texrîbkirin, tewazina ekolojîk neyê texrîbkirin ev nexweşî çênabin. Ev nexweşî encama texrîbkirina sîstema ekolojîk e. Texrîbkirina xwezayê ye. Xweza tê texrîbkirin ji ber vê vîrusên cuda tên peydakirin. Ji ber vê yekê divê civak were parastin. Divê di warê tenduristiyê de jî civak were parastin. Li hemberî maddeyên hişbir, li hember cur bi cur nexweşiyên kapîtalîzmê ku di nava civakê de belav dikin hewce dike civak bê parastin, tenduristiya civakê bê parastin. Ger ku di warê tenduristiyê de parastina civakê tine be ji van vîrusan hemûyan re vekirî ye. Vîrus ne tenê corona ye. Vîrusên cuda jî hene. Vîrusên ku civakê ji rê derdixînin û dirizînin hene, ev giştî vîrus in. Pergala tenduristiyê jî lingekî pergala civaka demokratîk e. Divê pergala tenduristiyê wisa bê rêxistinkirin. Ya heftemîn ev e.

  • Boyûta Dîplomasiyê

Yanî têkoşîna dîplomasiyê ye. Serokatî çarçoveya sîstema civaka demokratîk di 2005’an de zelal kir, piştî çend salan jî Serokatî ev xal jî zelal kir. Yanî beriya 15-16 salan zelal kir. Niha li ser erdê têkoşînek tê meşandin, ku wekî şerê cîhanê yê sêyemîn tê binavkirin û Kurdistan jî wekî navend hatiye bidestgirtin. Mirov dinêre ku di vir de çiqasî rola dîplomasiyê heye. Serokatî çiqasî kûr fikiriye. Hêna beriya ev tişt derkevin, sîstem daniye û lingekî wê jî dîplomasî daniye. Ji ber ku cîhana me cîhaneke global e. Hemû tişt bi hev ve girêdayî ne. Eger tu li ser xakekê dixwazî şoreşekê bikî lazim e tu pir zêde girîngiyê bidî xebatên derve û wisa bimeşînî. Tu raya giştî çêbikî. Tu dostan çêbikî. Alîgiran çêbikî. Ev nebe, ji dinyayê qut, bi serê xwe tenê bêje ez ê dijmin ji welatê xwe derxînim û sîstema xwe ava bikim, nabe. Ji ber ku sîstem girêdayî dinyayê ye, bandor dibe. Yanî ji pêşveçûnên dinyayê bandor dibe. Li wî aliyê dinyayê li gundekî tiştek çêbibe bandorê li her derê dike. Dinya wekî gundekî lê hatiye. Her tişt bandorê li hev dikin. Ji ber vê yekê eger dîplomasiyeke xurt tine be, tu nikarî raya giştî qezenc bikî. Tu raya giştî qezenc nekî tu nikarî serketinên xwe yên leşkerî mayinde bikî. Ji bo ku tu serketinan mayinde bikî divê tu raya giştî jî bikişînî aliyê xwe. Ji bo vê jî dîplomasiyeke berfireh, ne ya dewletan tenê, divê tu dîplomasiya civakê bi pêş bixî. Yê dewletan jî dibe, ew jî pêwîst e. Lê tu tenê li ser yek lingî bimeşî, ev nabe. Tenê ya dewletan nabe. Divê dîplomasiya civaka sivîl hebe. Em tevgereke netewperest nîn in û em di nava xwe de sînordar namînin. Em tevgereke herêmî ne, cîhanî ne.

Paradîgmaya me ji kapîtalîzmê re alternatîf e. Yanî îdîaya me li ser herêmê, li ser cîhanê heye. Em şoreşgeriya cîhanî esas digirin. Ji bo vê jî di têkoşîna me de xebatên derve, ango dîplomasiya civakî, dîplomasiya siyasî yên dewletan, yên cur bi cur saziyan pir girîng e. Ji ber vê Serokatî di sîstema xwe de lingek jî wekî dîplomasî daniye. Lê van salên derbasbûyî, 8-9 salên derbasbûyî, me ferq kir ku dîplomasî çiqasî pêwîst e.

Divê tu dîplomasî li ser çi esasî bimeşînî? Ne ku lingê dîplomasî bi tenê serê xwe hebe û her li pêş be. Ev nabe. Tu tenê bi dîplomasiyê bawer bikî, pala xwe bidiyê û bixwazî xwe wisa biparêzî, ev nabe. Beriya wê heft xalên din hene. Tu yê pala xwe bidî wan û li ser vî esasî dîplomasî bimeşînî. Ne ku tu yê bi dîplomasî bawer bikî û tenê li ser vî lingî bimeşî. Beriya wê heft ling hene. Tu yê wan lingan giştî tevger bikî, tu yê bi wan bawer bikî, pala xwe bidî wan û wisa tu yê dîplomasiyeke şoreşgerî, demokratîk, berfireh bimeşînî.

Perspektîf xeta sêyemîn e. Tu yê ti aliyan negirî. Em jî bi xwe aliyek in. Xeta me heye. Tu yê bi her kesî re karibî bidî û bistînî, li ser esasê berjewendiyên xetê tifaqê çêkî, lê tu yê pala xwe bidî xwe, bidî civakê. Xeta sêyemîn naveroka wê ev e. Carina di van xisûsan de şaşî çêdibin. Li ser hin dewletan hêvî çêdibin, haziriyên esasî nayên kirin, perspektîfa şerê gel ê şoreşgerî nayê meşandin, baweriyê tenê dide dîplomasiyê, ev şaş e. Jixwe li ku derê wisa bûye windahî çêbûye. Tenê dîplomasî nade qezenckirin. Heger biba wê Filistiniyan qezenc bikira. Dîplomasiya herî mezin a wan bû. Filistînî li Libnanê disekinîn, xwarina wan jî ji Bûlgaristan, Yûgoslavya bi tiran dihat. Cil ji derve dihatin. Dinya giştî pê re bû. Yaser Arafat, serokê Filistînê, dema tûrek li dinyayê digerand dibû rojev. Lê dîsa jî Filistînî nikarîbûn bi dîplomasî bi ser biketana. Niha Hamas heye, gel tevger kir, li Xezze deshilat e. Bi dîplomasî nikarîbû. Dîplomasî pêwîst e, lê ne her tişt e. Tu li ser qeweta xwe ya zatî bî, tu van heft xalên jorê esas bigirî, dîplomasî bi pêş bixî, ev dîplomasî wê serketî be.

Yanî xala me ya 8’emîn jî dîplomasî ye. Divê mirov têkoşîna dîplomasî jî bimeşîne. Hevalên ku bi ziman dizanin, hevalên pispor vê yekê bimeşînin. Ne ku hevalek bi tenê serê xwe bimeşîne. Ew jî bibe sazî, bibe pergal. Xebata dîplomatîk îro xebateke şoreşgerî ye. Ji bo ku tu raya giştî tevger bikî, qezenc bikî ev pêwîst e. Di şerê Serêkaniyê û Girê Spî de derket holê, hîn baştir derket ortê, bi şiklekî xuya bibe derket holê ku di cîhanê de qeweta herî mezin raya giştî ye. Îro li hemberî raya giştî ti serokên welatan nikarin bisekinin. Welatê herî super emperyal bi xwe jî hewceya xwe bi raya giştî, piştevaniya raya giştî heye. Me dît li Rojavayê Kurdistanê bi esasî Trump û Erdogan li hev kirin ku tevahî Bakur-Rojhilatê Sûrî ji aliyê dewleta Tirk ve bê dagirkirin. Trump bi xwe got, ‘Erdogan wê berpirsiyariya hemû girtiyên DAÎŞ’î bigire ser xwe.’ Ev tê çi maneyê? Ev tê maneya ku Trump û Erdogan axivîne ku hemû Bakur-Rojhilatê Sûrî ji aliyê dewleta Tirk ve bê dagirkirin, û dewleta Tirk bi vî rengî berpirsiyariya girtîgehên li Hesekê, li giştî herêmên Bakur-Rojhilatê Sûrî hilde ser xwe. Yanî esas ev komplo bû û biryar dabûn ku Bakur-Rojhilatê Sûrî ji aliyê dewleta Tirk ve bê dagirkirin. Çima dûvre, hema 17’ê wê mehê kom bûn, yanî piştî 9 rojan kom bûn, alîkarê Trump jî tê de heyeteke ji DYE çû Tirkî, peyman çêkirin, ji Tirkî re hidûdek danîn, gotin hûn ê tenê di Serêkanî û Girê Spî de û heta rêya M4 dagir bikin, cuda hûn ê dagir nekin, hûn dagir bikin em ê ceza bidin? Tabî rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûrî jî ev qebûl kir. Heger îrade bûya, heger hêz bûya gerek qebûl nekira. Lê dîsa jî qebûl kir. Lê peymana destpêkê dagirkirina giştî bû. Lewma Trump got divê Kurd spasiya min bikin. Ji ber ku zexta raya giştî li ser hebû, ew tirsiya. Erê, li gel dewleta Tirk plana komployê kirin, lê demokrat, karker, gundiyên Emerîka ev rewş rast nedîtin, gotin bêbextî li Kurdan tê kirin. Kurdan çû li dijî DAÎŞ’ê ji bo mirovatiyê şer kirin, singa xwe vekirin, niha Trump dewleta Tirk dişîne ser wan. Gotin ev bêbextî ye, îxanet e. Trump tirsiya, ket panîkê. Hêzeke wisa heye. Ev hêz çi ye? Ne hêza dewletan e. Ev, hêza gelan e, em jê re dibêjin raya giştî. Niha şoreşa Kurdan ev piştgiriya qezenc kiriye. Ev, piştgiriyeke pir muhîm e.

Wexta ku dewleta Tirk a dagirker li Dersîmê qetlîam kir, însanên me di şkeftan de bi kîmyewî, bi dermanê mişkan qetil kirin, li ber devê şkeftan êzing kom kirin û agir berdanê, bi dûmanê xeniqandin û şehîd kirin, wê çaxê cîhanê çi dikir? Cîhanê alîkariya dewleta Tirk dikir, Xaça Sor jî kon şandin Dersîmê. Digot artêşa Tirk tiştekî muhîm, girîng dike, tiştekî însanî dike, însanên li serê çiyê fêrî medeniyetê dike. Yanî alîkariya dewleta Tirk dikir, ne alîkariya Kurdan. Çima? Wê çaxê xebatên me yên raya giştî tine bûn. Li vir qetlîam hene, însan bi kîmyewî tên şehîdkirin, di şkeftan de, di dolan de tên qetilkirin, lê raya giştî ya cîhanê hay jê tine ye û saziyên cîhanî jî alîkariya dewleta Tirk dikirin. Lê niha binêrin, komployek çêkirin, êrîşî Kurdan kirin, cîhanê hemû deng derxist. Û ev serokên dewletên emperyal giştî tirsiyan, dûvre Pûtîn jî hat û peyman çêkir. Em vê peymanê rexne dikin, ne yên me ne. Lê li wan binêrin, wan ev peyman ji ber tirsa xwe çêkirine. Wan berê soz dane hev ku şoreşê tasfiye bikin. Lê dîtin wijdana raya giştî qebûl nake û wisa biçe wê ew jî têk biçin. Trump dît ku wisa bimeşe wê ji desthilatê bikeve. Lewma ket nav tirs û xofeke wisa.

Divê em di vir de vê fêm bikin, hêzek heye, hêzeke raya giştî heye. Ev jî bi xebatên dîplomasiyê, bi xebatên medyayê dibe. Di xebatên dîplomasiyê de hewce dike ku mirov medyayê jî bihesibîne. Xebatên qada medya, çapemeniyê û bi vî rengî avakirina raya giştî. Ev hemû girêdayî hev in, hem medya hem dîplomasî yek armanca wan heye; karibin raya giştî ya cîhanê ava bikin. Bi vî hawî em ê mafên gelê Kurd biparêzin, siyaseta Kurd, dîpomasiya Kurd biparêzin. Dîplomasiya dijmin her li dijî me dixebite, bazarên qirêj dike, tifaqên veşartî çêdike. Dijmin dijminekî wisa bêbext e, xayîn e. Komploger e. Di dema hevdîtinên Osloyê de hem bi me re rûdinişt hem jî li pişt me ji Îranê re digot, “em bi hev re êrîş bikin”. Ev wisa ne. Ma ne di 2013’an de jî wisa bû. Li milekî bi Serok re rûniştin, gotin “em agirbestê çekin, em pêvajoyeke cidî bimeşînin”, lê heman ekîbê çû li Parîsê hevala Sara, Rojbîn, Ronahî bi rengekî herî hovane, bêwijdan, nemerdî şehîd kirin. Eynî heyet e. Ev dijmin dijminekî wisa ye. Gotinek heye, tim tê bîra min, ez biçûk bûm min li gundê me ji extiyaran bihîst; ‘Dewleta Tirk bibe ker jî xwe lê neke, bû ker jî tu lê siwar bê wê bi zîtikan te biavêje erdê.’ Yanî bibe ker, henûn bibe dîsa jî xwe lê neke, fêlbaziyek tê de heye. Dewleta Tirk wisa ye. Tê û bi me re rûdinê, dibêje em ê li hev bikin, aştî çêkin, lê li pişta me wisa dike. Komploya herî mezin, qetlîama herî mezin li me dike. Dijminekî wisa bêbext, bêwijdan e. Gerek em vê heqîqetê bizanin. Ji bo vê divê dîplomasiya me, çapemeniya me xurt be, civaka me biparêze. Ji bo ku em karibin xwe biparêzin divê li hemberî dîplomasiya dijmin dîplomasiya me jî hebe.

  • Boyûta Çareseriya Demokratîk Û Komîsyona Edaletê

Esas Serok heşt danî. Carina behsa dehan jî dike. Ev boyûta nehemîn dike wekî du beş. Carina ekolojî cuda dida. Lê bi piranî 9 xal dihesibîne. Yanî gerek ev jî çêbibe. Ev lingê xwe yê wekî dîplomatîk jî heye. Ji bo çareseriya demokratîk hewldan hebe. Komîsyona edaletê hebe. Alî hevdu efû bikin. Ji bo aştî çêbibin em wan efû bikin, ew me efû bikin. Aştiyeke rast wisa dibe. Li Başûrê Efrîkayê wisa çêbûye. Her kesî sûcên xwe îtîraf kirine, lê hevdu jî efû kirine. Wisa aştî çêkirin. Dewleta Tirk li Kurdistanê çiqas qetlîam kirine gerek giştî îtîraf bike ji bo ku civaka Kurd wan efû bike. Me jî li hemberî dewleta Tirk çi çalakî kirine em jî giştî îtîraf dikin. Jixwe me ev çalakî bi giştî berê di çapemeniyê de jî gotine. Divê hemû hevalên me yên girtî berde. Wisa edalet hebe. Komîsyona edaletê divê li ser vî karî çavdêriyê bike. Ev xala nehemîn aîdî çareseriya demokratîk e. Yanî hewce ye deriyekî me ji vê re vekirî be. Tê vê maneyê. Lê xalên din, her heşt xalên din, boyûtên çi ne? Boyûtên wisa ne ku civakê ji bo şer ava dike. Tişta me nekiriye ev e. Yanî di esas de ev heşt xal, bi giştî 9 xal, di heman demê de ji bo ku civak di şerê gel ê şoreşgerî de bibe lingekî saxlem ê tevgerkirinê kar dikin. Civakeke meclîsa xwe hebe, rêveberiya xwe ya xweser hebe, aboriya xwe ya têra xwe bike hebe, tenduristiya xwe hebe, perwerdeya xwe hebe, parastina xwe hebe, ev civak wê çawa bibe? Wê bibe civakeke wekî kelheyê. Ma dikeve? Na.

Heger li Cizîrê, li Cizîra Botan ev hebûna, ev neh xal, ma wê milet mecbûr bima bar bikira? Na! Nexweşxane di sîstema dewleta Tirk de li navendê ye, di navendê de emniyet, jenderme, qeymeqamî, bînaya hikumetê û li kêlekê jî nexweşxane heye, hemû xistiye bin kontrolê. Kî li taxekê birîndar bibe lazim e here wir, here navendê. Ji bo ku hemû di bin kontrolê de bin wisa kirine. Diviyabû me li taxa Cûdî, taxa Nûr nexweşxane çêkira. Diviyabû me aboriya civakê çêkira. Ne ku mehekê ambargo çêbû civak birçî bima. Firin hatin girtin kesî nikarîbû nan bigirta. Li bajaran nanê xwe ji firinan digirin. Dewleta Tirk firin girtin. Însan birçî man. Însan nexweş dikevin, divê herin navendê, ew der jî di destê dewletê de ye. Li taxê ti saziya tenduristiyê nîn e.

Yanî muhim, civak di aliyê siyasî de meclîs, rêveberiya xwe hebe, ev heta astekê hebûn, bi pêşengiya Mehmet Tûnc û Aysel Yuksel de ev hebûn, lê nehatibûn tevgerkirin. Meclîs hebû, rêveberî jî hebû, feqet lawaz bû, lê aborî tine bû. Pergala tenduristiyê tine bû. Amadekarî tine bû. Dijmin av birî, ew depoya li ser malan sûîqest kir, ji bo ku av tê de nemîne, gel tî ma. Halbûkî li gelek malan bîr jî hene, lê amadekarî tine ye. Ji bo vê amadekarî lazim e, ji bo ku tu karibî ji bîrê avê derxî yan jî bîrê çêkî. Ti haziriyên ku têrî xwe û milet bikî, di warê aborî, tenduristî, hemû waran de tiştekî wisa tine bû. Ji ber vê dema ku mehekê dorpêç ajot li Cizîrê, çil roj e esas, lê piştî mehekê koçberiyê dest pê kir, dijmin av û nan birî, zexîre birî, dijmin qedexe kir ku kamyonên zexîre werin Cizîrê. Dijmin firin giştî girtin. Febrîqeyên ard giştî dest danîn ser, ji bo ku tax birçî bimînin. Heger beriya wê ji bo salekê hazirî bihata kirin wê çawa bûya? Haziriya avê bihata kirin, haziriya tenduristiyê bihata kirin? Nexweşxane hebûna? Ma ne Serokatî di 2005’an de giştî got. Me tevger bikira wê Cizîr bar bikira? Bar nedikir. Cizîr bar nekira, ma ne her roj heyet ji Stenbol, ji Ewropa dihatin û digotin dewlet qetlîamê dike. Dewletê newêrîbû qetlîam bikira. Lê kengî gel vala kir, dijmin bi tank û topan ket taxê. Li wan jêrzemînan însanên birîndar li erdê ne, av tine ye, însan tî ne, destpêkê ji pencereyan pet şîşe avêtin hundir, birîndaran gotin belkî hinek eskerên bi wijdan in, kesên xwedî wijdan av avêtine hundir. Dûvre çakmak avêtin, di şûşeyên plastîk de av tine bû, benzîn hebû. Hevalên me wisa şewitandin. Dijminekî wisa bêwijdan e.

Li Amedê, di Sûrê de heval birîndar dibin, divê birîn bê dirûtin, doktorek tine ye. Çawa birînan didirûn? Hevalek bi telefonê dipirse, dibêje “derziyê wisa bike, filan tiştî wisa bi kar bîne”, birînê wisa didirû. Yanî bi telefonê! Li navenda Amedê! Di dilê xwe de doktorên Kurd rêxistinkirî ne! Li Amedê birîndarên me giştî li erdê ne, lê wisa bi telefonê perspektîfê digirin û birînê didirûn. Me got, lingekî şerê gel ê şoreşgerî gel e. Ha, lazim e gel li ser van xalan bihata tevgerkirin. Wê çaxê wê ji bo şerê gel ê şoreşgerî biba kelhe, bar nedikir, heke ku te hişmendî bida wê bar nekira. Ma ne xelkê Cizîrê bi girî bar kirine, digotin “em hevalan dihêlin û em diçin”. Lê mecbûr e biçe, nan nîn e, av nîn e. Sar e. Êzing nîn e. Dorpêç e, di zivistanê de ye. Wisa bar kirine. Em nikarin lome ji gel bikin, rexne bikin. Me amadekarî nekiriye. Me hazirî nekiriye. Ruxmî çi? Ruxmî hevalên me her roj qala înşayê dikin, qala van neh xalan dikin. Eynî wan hevalên qalkirî bi xwe ev yek pratîze nekirine. Her roj behsa înşayê dikirin, li ser înşayê panel hebûn, heval beşdar dibûn, dûvre derket holê ku hemû jî di peyvê de mane. Meclîs hinek hatine çêkirin, rêveberiyek jî hatiye bijartin, temam, li çend cihan perwerdeyên ziman hene, ewqas e. Ewqas e. Sîstem neh xal in, neh xalan giştî ava bike, bimeşîne, tevger bike. Wisa tu yê bibî qewet û îrade, wisa tu yê karibî şerê gel ê şoreşgerî bimeşînî. Ev xal muhim in. Madem em dixwazin şerê gel ê şoreşgerî bimeşînin divê em teqez van lingan tevger bikin. Bêyî rêxistinî nabe.

Esas berê, wexta Serokatî perspektîfa şerê gel ê şoreşgerî danî di heman demê de ev xal jî danîn. Ne eynî rojê, feqet eynî salê ye. Yanî ev sîstemek e, giştî bi hev ve girêdayî ye. Ji bo ku em şerê gel ê şoreşgerî bimeşînin, ji bo ku gelê me jê re hazir be, gel di nav şer de be ev wisa danî holê. Ne ku bireve û biçe, bar bike. Barkirin çi ye? Barkirin nîn e. Lazim e li wir be, li cihê xwe be, gel şer bike. Gel qeweteke şer be. Ma ne Serok dibêje mimkun e rojê pênc hezar kes jî şehîd bibin? Ji ber ku di dîtina Serokatî de wê gel jî li qada şer be. Wê bi hev re, wê di nav gel de însanên bi çek, nîv leşker û nîv sivîl hebin, wê parastina cewherî hebe, şer bike. Li ser jî gerîla heye. Ew jî parastineke li ser hîmê profesyonel e. Wê parastina profesyonel hebe, di nava gel de parastinek hebe, parastina aborî, siyasî, dîplomasî, çandî, hiqûqî hebe, gel cihê xwe diparêze, wisa dike bibe îrade û qewet. Îradebûn wisa dibe. Bêyî ku bên tevgerkirin, tenê çend kesên çekdar, di hundirê Sûrê de şêst fedaî bêje, “ez ê sîstemê ava bikim”, nabe. Fedaî pêwîst e. Ruhê Çiyageran pêwîst e. Feqet ew dikarin pêşengiyê bikin. Ew dikarin rolekê bilîzin. Ya esas ev neh xal in. Ev neh xal hebin ew şêst fedaî dikarin tevahî Sûrê bikin artêş. Ne sed û pênc rojan, wê karibin sed û pênc mehan li ber xwe bidin. Lê belê ev nehatine tevgerkirin.

Perspektîfa Şerê Gel ê Şoreşgerî rast bihata meşandin, civak bihata hazirkirin, li hemberî êrîşên eskerî me di demê de tedbîr bigirta wê dijmin nikarîbûya wisa tevbigeriya. Pêvajoya li Bakur wisa bêhazirî, bêyî ku ev pergal tam bê lidarxistin pêş ket û encamên wê tên zanîn. Perspektîfa şerê gel ê şoreşgerî neket meriyetê û lewma encam jî ev e.

3-Lingê Sêyemîn: Parastina Cewherî

Di şerê gel ê şoreşgerî de lingê sêyemîn rêxistinkirina Parastina Cewherî ye. Parastina cewherî di pratîzekirina wê de, îro pirsgirêk hene, nêzbûnên şaş, zeîf, seresere hene. Di vê xisûsê de nêzîkatiyên heyî ne li gorî stratejiya têkoşînê ne. Wekî milîs girtina dest heye. Divê wekî artêşeke duyem û veşartî bê tevgerkirin. Bi taybetî teknolojiya îro dikare artêşên fermî bike hedef. Lê nikare artêşa di nava gel de veşartî bike hedef. Di serdema me de wê ev artêş zêdetir rolê bilîze.

Yek jî şoreşa Îrlanda heye. Di Şoreşa Îrlanda de ÎRA (Artêşa Rizgariya Îrlanda) bi temamî veşartî ye. Çiya tine ye, deşt û bajar e. Hêz di nava milet de veşartî ye. Wan wisa Brîtanya anîn ser masê. Pêncî-şêst salî şer kirin, ji sala 1981’ê û vir ve xwe nûjen kirin û di dawiya sala 1990’î de çûn encamê. Ew bi temamî veşartî bûn. Em dikarin wê wekî model bigirin dest. ÎRA hem di nava gel de bû, hem jî profesyonel bû. Çalakiyên wisa dikir. Veşartî bû. Li hemberî Îngîltere, ku bavê sîstema dagirkeriyê ye, wisa têkoşîn meşand. Yanî Îngîltere nîvê dinyayê zeft kiribû, digotin lê roj naçe ava, ji ber ku li her derê dinyayê erdê wê hebûn. Ya ku ev sîstema mijokdariyê pêş xistiye esas ew e, îstixbarata wê jî xurt e, lê ÎRA bi ser ket. Serokê ÎRA niha parlamenter e. Yê me jî gerîlayên me hene, gerek em jî bi modela ÎRA li bajar, li gundan qeweteke taybet, wekî parastina cewherî tevger bikin. Ne wekî ya Rojava wisa eşkere, unîforma lê heye û li ser nivîsiye HPC, ne wisa. Parastina cewherî veşartî ye. Ji bo ku li dijî dagirkeriyê di nava milet de şer bikin. Eşkere nabe. Parastina cewherî ji bo van sedeman lingekî stratejiya şerê gel ê şoreşgerî ye, lingekî esasî ye. Di heman demê de di nava gerîla û gel de xelek e. Hem di nav gel de ye, kar dike, hem jî perwerde dîtiye, veşartî ye, hucreya wê heye. Lê karê wê jî heye, kes nas nake. Ya ku dikare derba esas li dijmin bixe ew e. Ji bo ku şerê gel ê şoreşgerî bikeve meriyetê roleke esasî ya parastina cewherî heye. Ji ber vê me got stratejiya stratejiyê ye. Stratejiya me şerê gel ê şoreşgerî ye. Di nav de jî ev xal stratejîk e. Heger ev neyê tevgerkirin wê stratejiya şerê gel ê şoreşgerî jî neyê tevgerkirin. Divê hemû fermandar wisa nêz bibin. Pêwîst e nîvê fermandariyên me bi vî karî erkdar bin. Biryarên me yên dawî wisa ne. 5 kes rêveberî bin, divê 2-3 li vê xebatê binêrin. Li kêleka artêşa eşkere, em artêşeke veşartî çêkin. Li bajaran, li metropolan, ev girîng e. Ji bo parastina civakê ye. Em ji bo ku stratejiya şerê gel ê şoreşgerî bixin meriyetê ev pêwîst e. Girîngiya vê yekê li ber çav e. Di vê xisûsê de nêzbûna şaş jî zêde ye.

Hêza parastina cewherî di saziya parastinê de hêzek e, bi serê xwe ye. Li gel hêzên fermî di nava yek biryargehê de ne, feqet ji hev cuda dibin. Ji ber vê, heger li herêmekê 5 fermandar hebin divê 2-3 kes ji van yên hêzên cewherî bin. Em ji bo vê xebatê kadro hazir dikin û dişînin, tu dibînî hevalan ew heval daye xebateke din. Halbûkî ji bo ku endamên hêzên parastina cewherî amade bike hatiye şandin, ew bi xwe saziyek e, lê belê ji ber ku fermandarî wekî milîs nêz dibe, sivik nêz dibe wisa digire dest. Bila dîsa milîs hebin, ji bo HPG hewce ne, ew cuda ne, lê ev cuda ye. Xebateke stratejîk e.

Lingê sêyemîn jî ev e. Gerek veşartî be, bi taybetî bê tevgerkirin, bi şiklê hucre be, hevdu nas neke. Li hemberî dagirkireriya dijmin divê karibe di nav milet de bimîne. Koçberiyên milet li derveyî taktîkê ne. Ne li gorî taktîkê ne. Di stratejiya şerê gel ê şoreşgerî de rewşeke wisa tine ye. Divê milet li cihê xwe be û hêzên parastina cewherî jî di nava milet de bimînin. Di pêşxistina stratejiyê de hêzên parastina cewherî girîng e.

4-Lingê Çaremîn: Metropol

Lingê çaremîn metropol e, tevgerkirina neteweya demokratîk e, bi gelên cîran re hevbeşî ye. Metropol bi taybetî ji bo Bakurê Kurdistanê hîn zêde girîngiyeke xwe heye. Ji ber ku gelê me ji sedî 35-40 li metropolan e. Wisa lê hatiye ku Kurdistanek li Marmarayê heye, Kurdistanek li Egeyê heye, Kurdistanek li Çûkûrovayê heye, li Stenbolê behsa çar milyon Kurdî dikin. Ji ber xizanî, ji ber zilmê, ji ber siyaseta qirkirinê û kuştinê gelê me Kurdistan terikandiye. Koçberî metropolê bûye û li wir bi cih bûye. Piraniya wan êdî li wir jiyan ava kiriye, hinek ji wan bûye çîna navîn, lê piraniya wan kedkar û karker in. Di hilbijartina 31’ê Adarê de HDP taktîk meşand û di sîstema hilbijartina dewleta Tirk de guhertinek çêkir. Bi salan şaredarî di dest AKP’ê de bûn, lê bi vê stratejiyê ji dest derxist. Yanî Kurd li metropolê xwedî hêz in û di guhertina sîstemê de xwedan rol in. Hinek hatine tevgerkirin, lê bi giştî nehatine tevgerkirin. Ji ber vê yekê têkoşîna li metropolan girîng e. Civaka me li wir e û hêzek e.

Dijmin Kurdistan wêran kir, xwest vala bike, kontrol bike û gund vala kirin. Bi vî rengî dixwest gerîla nikaribe feydeyê ji gel bigire. Lê em dikarin berevajî bikin û feyde bibînin. Em dikarin bikin qada şer, bi perspektîfa hêza parastina cewherî wisa bikin. Em bi vî rengî metropolan tevger bikin. Li her eyaletê xelkên wê eyaletê li metropolan heye. Dikare bi rêka van, baskê xwe li Stenbol, Îzmîrê û bajarên wekî van çêke. Xebatên metropolê ne tenê wê komîteyek hebe, na, her eyalet jî dikare tevger bike. Em karibin metropolê wisa bi xurtî aktîf bikin û bikin qeweta şerê gel ê şoreşgerî. Gel çawa dikare bibe hêza şerê gel ê şoreşgerî, me li jor neh xal jimartin. Dikare wisa bike. Jê û şûn de dikare tevlî bike, tevlîbûn çêbike, alîkariya maddî bike, biparêze, bi vî awayî dikare bibe qeweta şerê gel ê şoreşgerî. Bi vî hawî mirov dikare tevger bike. Heta niha em şaş nêzî metropolan bûn. Me digot bila hêzên taybet bixebite. Bi esasî qadên metropolê hewalekirina hêzên taybet bi tenê şaş bû. Bila ew jî amadekarî û çalakiyan bike. Lê, ji sisiyan yekê Kurdistanê li metropolê ye, belkî zêdetir be jî. Ev jî xebateke berfireh dixwaze. Divê em berfireh nêz bibin. Divê em vê kêmahî û şaşiyê bibihurînin, em xelkê xwe li wir di şoreşê de bikin qeweteke aktîf.

Ya din, tişta ku girîngiya metropolê dide pêş çi ye? Îro li cem hêzên çep sosyalîst ên Tirkiye tifaqa me heye, HBDH heye. Em dixwazin vê fireh bikin, girîngî bidinê. Di warê siyasî-civakî de mirov dikare bike blokek. Em tevî gelê Tirkiyeyê bloka faşîst hilweşînin. Tevgera me, Serok Apo ji destpêkê ve wisa fikiriye. Sê salên destpêkê hem li hêlekê li Enqerê, di bin banê ADYOD’ê de ev xebat kir, ji bo komkirina çepgirên Tirkiyeyê xebat meşandin, li milê din jî ji bo komkirina koma Kurdistanê xebat meşand. Me ti carî şoreşa Kurdistanê ji şoreşa Tirkiyeyê cuda negirtiye dest. Eynî tişt ji bo Sûrî, Irak û Îranê jî derbasdar e. Yek jî ji bo vê em girîngiyê didin metropolên Tirkiyeyê. Divê em girîngî bidinê û di vê çarçoveyê de fireh bikin. Ne tenê li Amanos, li Behra Reş, divê li bajaran jî mirov karibe li dijî dewleta qirker têkoşînê pêş bixe. Ji bo metropolên Bakur jî divê mirov wisa nêz bibe. Mirov hem civaka Kurd tevger bike hem jî li gel kedkar-karker, demokratîkxwazên Tirkiyeyê hevbeşiyê pêş bixe.

Ev ji bo parçeyên din jî wisa ye. Bi perspektîfa neteweya demokratîk rêxistinkarî heye. Li gorî agahiyên digihêjin me di nava QSD’ê de ji nîvî zêdetir ji gelê Ereb e. Di perspektîfa şerê gel ê şoreşgerî de gelên cîran lingekî esasî ye. Em ê bi şerê gel ê şoreşgerî ne tenê xwe rizgar bikin. Em ê bi cîranan re neteweya demokratîk jî ava bikin û wisa bi ser bixînin. Divê em vê jî wekî lingekî bibînin. Yek jî, nêrîna pir kesan ew bû ku ‘gelê Ereb bi me re demkî ne, hemû eşîr in, heger sibê êrîşeke dewleta Tirk çêbibe wê pişta xwe bidin me, li tewazinê dinêrin, kî xurt e bi wan re ye, mirov nikare pala xwe bidê’ û hwd. Ji aliyê hinek derdoran ve ev dihat parastin. Lê zemanê derbasbûyî tersî vê nîşan da. Piştrast bû ku ne wisa ye. Eleqeya gelê Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî ne demkî ye, stratejîk e. Gelê Ereb ne ku demkî û li gorî berjewendiyên xwe bi QSD re meş guncav dîtiye û wisa meşiyaye, na. Divê mirov ilmê civakî rast bixwîne. Gelê Ereb di lêgerekê de ye. Ji rejîma BAAS’ê pir zilm dîtiye. Dixwaze jê rizgar bibe. Çû û xwe di nav El Nûsrayê de tevger kir, dît facîa ye. Dûvre dewrî DAÎŞ’ê kir, dît wehşet e. Gelê Ereb azadî, demokrasiyê, wekheviyê dixwaze. Lêgera xwe ev e, demokratîk e, şoreşgerî ye. Dît ku ev yek ne li gel rejîmê, ne li gel El Nûsrayê, ne jî li gel DAÎŞ’ê heye. Dît ku ev yek di şoreşa Rojava de heye, di fikra Rêber Apo de heye. Fikra neteweya demokratîk nas kir. Ji ber vê nêzbûna xwe ne taktîkî ye. Divê mirov gelê Ereb di şexsê çend serokeşîran de nebîne. Bi sedan kes bûne kadro. Gerek mirov vê rast bixwîne. Ev ne tiştekî seresere ye. Ev civak dixwaze azad bijî, li demokrasiyê digere. Gel vê yekê di vê tevgerê de dibîne. Ji ber vê yekê divê ti kes seresere nêzî vê nebe. Bi mejiyê miletperestiya seretayî nêz nebin. Ereb li şoreşê digerin, berxwedanvan in. Me dît di girêdanbûna axê de ji Kurdan gelekî pêşdetir in. Kurdan bar kirin û çûn, lê Ereb neçûn. Divê Kurd jî li wan binêrin û fêr bibin welatparêzî çi ye. Ne ku bi topekê bireve. Pêwîst e bi mala xwe ve, bi xaka xwe ve girêdayî be. Çi Ereb, çi Tirk, çi Fars, çi jî gelên din ên wekî me bindest dibin, wekî Asûrî-Suryan, divê em bi têkiliyeke stratejîk nêz bibin. Ji destpêkê ve di fikra Rêbertiyê de ev wisa ye. Yên di destpêkê de herî zêde xwedî ked in hevalê Hakî û hevalê Kemal in. Tevgera me ne netewperest e. Tevgera me enternasyonal e. Hedefa wê ne tenê şoreşa Kurdistanê ye; dixwaze şoreşê ji bo Rojhilata Navîn veguhezîne. Ji destpêkê ve wisa nêz bûye. Îro ev heqîqeta paradîgmaya Rêber Apo berbiçav bûye. Gelê Ereb, gelê Tirk beşdarî nav refên Tevgera Azadiyê dibin. Yanî pêwîst e ew dîwarên berê heyî, ew bariyerên netewperestiyê bên hilweşandin. Ev ji bo Kurd jî wisa ye, ji bo neteweyên din jî. Neteweya demokratîk divê li ser vî esasî bê pêşxistin.

Stratejiya têkoşîna me wekî şerê gel ê şoreşgerî ev deh sal in hatiye zelalkirin. Lê em çiqasî di vê xetê de tevdigerin? Me Bakur anî ziman. Baş e, em li Rojava binêrin. Pratîka Efrînê heye. Li Efrînê, piraniya milet bi me re ye. Herî kêm serweriya tevgerê hebû. Li şûna ku em gel bikin qeweteke şer, me gel kir qeweteke ku pêwîstiya xwe bi parastinê heye. Ne wekî qeweteke şer, wekî qeweteke dirûşman berz bike û were parastin. Dijmin nêzî kîjan gundî bû, hat gotin ku dijmin tê, ka hûn biçin em ê we biparêzin. Ev têgihîn şaş e. Lê, têgihîneke wisa bi me re heye. Bi hevalên me re heye. Têgihîna ku em ê bi tena xwe karibin şoreşê bikin. Lê, ev şaş e, wisa nabe. Ji ber vê têgihînê li Efrînê, ruxmî ku gel heta demekê jî li nav Efrînê ma, lê nebû qeweta şer, nebû qeweteke wisa ku karibe şerê xwe bike şerê gel ê şoreşgerî. Gel li Efrînê hat komkirin, wekî mîtîng ma, cenaze rakirin, slogan gotin, dûvre jî dijmin nêz bû, mecbûr ma derî vekin û giştî bi hev re çûn. Diviyabû ji vê yekê tecrûbe bihata girtin. Xet bihata sererastkirin. Lê me herî dawî di pratîka şerê Serêkaniyê û Girê Spî de dît ku tecrûbe jê nehatiye girtin. Heta ji Efrînê paşdetir tabloyek derket holê. Hem di aliyê şer de hem jî di aliyê sekna gel de. Gel zûtir çû, şer amatortir bû. Yê Efrînê dîsa asteke xwe ya berxwedanê hebû. Xuya bû ku ji şerê Efrînê tecrûbe nehatiye girtin.

Ev jî nîşan dide ku xebatên tên kirin li derveyî xeta şerê gel ê şoreşgerî ne. Li Bakur jî heman tişt derket holê. Rojava jî li derveyî xetê ye. Heval dibêjin çima em bi ser neketin. Ev ne qeder e. Ev encama şaşiyan e. Em di vê de jî israr dikin. Li dinyayê ti kesekî tenê bi pêşengtiya hinek qewetên profesyonel şoreş nekiriye. Rast e, di artêşan de darbe çêbûne. Ew darbe ne. Mesela BAAS’ê wisa kiriye, artêşa Tirk jî pir wisa kiriye. Di nav refên artêşê de hinek kes radibin û dest datînin ser desthilatdariyê. Lê şoreş tine ye. Şoreş berhema gelan e. Şoreş, bi hêza gelan çêdibe. Bi darbe nabe. Gel dakeve kolanan, çekê rake, tevir, tevşo, bivir, bêr rake, li cem şoreşgeran cih bigire, fedakarî bike şoreş wisa çêdibe.

Berê wextê şoreşa Rûsya, Lenîn di pirtûka “Tezên Nîsanê” de vedike, şert û mercên şoreşê nîqaş dike. Dibêje şert û mercên şoreşê hene yan na û çi ne? Şertan dijmêre, şertê yekem wisa dibêje; “Pêwîst e gel ji bo ku xwe ji wê rejîmê rizgar bike ji bo her cure fedakariyê amade be û bi biryar be.” Bi biryar be û fedakarî bike ku karibe xwe ji wê rejîmê rizgar bike. Xala yekemîn ev. Gel amade ye yan na, xala yekemîn ev e. Yek jî gel ji bo ku wê rejîmê hilweşînê, ji bo fedakariyê amade ye yan na, bi biryar e yan na? Yanî dema ku pêwîst bike wê destê xwe bixe bin kevir, windahiyan bide, di vir de bi biryar e yan na? Heger ev hebe şert û mercên şoreşê temam in. Ne wisa be, şert û mercên şoreşê nehatiye. Dema şoreşê ev e. Gel êdî biryar bide û bêje ez ji bo ku ji vê rejîmê xelas bibim ez ji bo her cure fedakariyê amade me, wê çaxê dema şoreşê ye. Divê gel wisa bibêje. Şoreş wisa bi gelan dibe. Lê tu dinêrî qewetên eskerî dibêjin em ê biçin û bi qeweta xwe şoreşê bikin. Em ê heqîqeta xwe, heger ku pêwîst bike, sed carî jî bibêjin. Ji ber ku em di pozîsyona xwe de ku li derveyî xetê ye, israr dikin.

Kobanê, nimûneyeke taybet bû. Kobanê em hinekî şaş kirin. Çawa? Li Kobanê civakê bar kir û çû. Ji ber DAÎŞ’ê bar kir. Tirsek hebû. Li Şengalê qetlîam çêbibû. Dema ku dijmin nêzî Kobanê bû civakê gund vala kir, dûvre Kobanê hemû vala kir. Wê çaxê Serokatî pir qeherî bû. Wê çaxê Serokatî dît ku ev vala bû û wisa şerê gel ê şoreşgerî nabe. Lê rewşeke taybet a konjonkturel çêbû. Gelek tişt hatin ba hev, derfet çêbû ku bêyî gel mirov karibe DAÎŞ’ê tasfiye bike. Çi bû? Ya yekem, dewleta Tirk a dagirker xwest PKK’ê, hemû gerîlayan di Kobanê de qetil bike. Mêze kir ku gerîlayên Amedê ji çiya dadikevin, ji Botanê dadikevin û diçin Kobanê. Got “bila biçe”. Digotin “wê hemû li wir bimirin”. Hayê hin polîsan ji vê tine bû. Ji ber vê yekê hinek kes girtin û dûvre berdan. Gerîlayên Cûdî hatine. Esker girtiye û dûvre berdaye. Polîtîkaya dewleta Tirk ev bû. Ji bo dewleta Tirk a dagirker derfet çêbû ku PKK’ê ya ku bi salan nikare tasfiye bike, bi destê DAÎŞ’ê tasfiye bike. Siyaset ev bû. Deriyê sînor sist kiribûn. Plan ev bû. Yek, ev rewş bû.

Ya din jî, hêzên navdewletî li dijî DAÎŞ’ê koalîsyonek çêkirin. Gotin “em ê li dijî DAÎŞ’ê şer bikin, kî şer bike em ê alîkarî bikin.” Dema ku DAÎŞ li Kobanê bi pêş ket lê nedan, lêdan kitomito bû. Dûvre wezîrê karên derve yê Emerîka got, “ji bo Kobanê tiştekî em bikin tine ye”. Piştî wê bi rojekê Erdogan got, “Kobanê li ber ketinê ye, kerem bikin”. Hevok ev bû. Dinya li bendê ye Kobanê bikeve, DAÎŞ qetlîamê bike. Dûvre em pê hesiyan ku serokên gelek dewletan bi rêka balafirên keşfê wekî fîlm li Kobanê temaşe dikin û dibêjin ka wê çawa bibe. Gelo wê bên qetilkirin, teslîm bibin, êdî meraq dikin. Dûvre dinêrin ku ew grûbên teng bûne xwe di nava Kobanê de fireh kirin, ew ketin êrîşê. Dinêrin ketin êrîşê. Tê gotin ku serokê Emerîkayê piştî vê tabloyê dibîne, bi telefonê li Erdogan geriyaye û gotiye; “Va ye, Kobanê şer dike, em alîkariyê bidinê.” Erdogan wê çaxê dibêje: “Na, ew ji DAÎŞ’ê talûketir e, ew HPG ye, PKK ye, ji DAÎŞ’ê xetertir e, bila ew li wir tasfiye bibin.” Wê çaxê xuya ye ew rêveberiyên koalîsyonê, dibînin derfet e, ji bo wan DAÎŞ tirseke mezin e, dibêjin belkî dewleta Tirk meselê mezin dike. Ew jî di 16’ê Cotmehê de biryarê digrin ku piştgirî bidin Kobanê.

Lê, xeleka krîtîk 3-4-5-6-7’’ê Cotmehê ye, wê çaxê Bakur jî rabû. Heval jî gihiştinê. Kobanê ji parastinê derbasî êrîşê bû. Bi taybetî bi çûyîna hevalê Gelhat û şûn de parastin veguherî hicûmê. Di dema hicûmê de vê hêza koalîsyonê bi teyaran piştgirî dan. Dema ku dîtin heval kolan bi kolan digirin, pêşveçûna DAÎŞ’ê sekinî û hicûma hevalan dest pê kir, hêzên navdewletî jî biryara piştgiriyê girtin. Heval kordînatan dibêjin û ew jî bi balafiran lê didin. Ev rewşeke taybet a konjonkturel bû. Li Kobanê, PKK’ê mudaxele kir, di yekê mehê de biryar girt ku wê Kobanê nekeve. Ruxmî hinekan gotin “Kobanê ket” jî Tevgerê got “na, nakeve”. Wê çaxê biryar girt çarsed kesî bişîne, û şand. Bi wê mudaxeleyê berxwedana Kobanê çêbû.

Piştî wê jî Emerîka û koalîsyonê biryar girtiye. Wan piştî 16 rojan biryar girtin. Dîtin wê bi ser bikeve, xwestin ji serketinê parê bigirin. Temam, ji bo DAÎŞ bişkê ew jî bûn alîkar. Lê, êdî êrîş dest pê bû, qedeme bi qedeme DAÎŞ ji Kobanê hat derxistin. Êdî hêrsa DAÎŞ’ê ya hicûmê şikestibû, Emerîka piştî wê ket dewrê. Konjonktur wisa bû: Xwarinên germ ji Sirûcê digihişt Kobanê, birîndar di kêliyê de digihişt Sirûcê, hemû wextê amadekarî û rê 15 deqe ne. Rewşeke wisa taybet, konjonkturel çêbû, em wisa li Kobanê bi ser ketin.

Heçkû me li Kobanê bêyî gel bi ser xist em ê karibin li hemû deveran bi ser bixînin! Na! Rewşa Kobanê taybet bû. Serketina li hemberî dewletan bi gel dibe. Bêyî gel nabe. Divê em vê nêzbûna şaş ji ser xwe biavêjin. Ez careke din dubare dikim, ev deh sal in em li ser vê şaşiyê dimeşin, em ne di xetê de ne. Divê em xebatê bixin xeta şerê gel ê şoreşgerî. Serokatî dibêje “tekane rê şerê gel ê şoreşgerî ye”. Xeta Serokatî ev e. Ev tê çi maneyê? Divê em şaşiyên xwe bibînin. Em kes nebêjin Cizîr, Sûr, Efrîn, Serêkaniyê wisa bû, wê careke din wisa bibe. Na! Ev ne qeder e û mirov dikare biguherîne. Em li vir teoriyê nakin, em di şer de li pratîkê dinêrin û dibêjin. Divê em xwe di ti nuqteyê de şaş nekin û bersivê bidin vê pirse; “Em ê çawa bi ser bikevin?”

Ji bo min meraqeke mezin bû, Talîban çawa karîbû li hemberî Emerîka ji sedî çilê eraziyê biparêze, hem jî Efxanîstan ne wekî Kurdistanê daristan e jî û çiyayên wê jî çiyayên zozan e. Ev ji bo min meraqeke mezin bû. Libnanê çawa li hemberî Îsraîlê diparêzin? Ez dizanim Îsraîl her tengav dibû hema diket Libnanê, kengî dixwest hema diketê, her cih tevlîhev dikir û derdiket. Çima ji 2006 û vir ve nikare berê xwe bide Libnanê? Teknolojiya Îsraîl ji ya Tirkiye mezintir e. Ev tiştên di destê Tirkiye de beriya 20 salan di destê Îsraîlê de bûn. Em ê çawa karibin Kurdistanê biparêzin? Tiştên me fêm kiriye ev e: Ew wekî me gel nadin paş, nabêjin “ka hûn herin em ê we biparêzin”. Ew bi gel parastina xwe dikin, vî karî tevî gel dikin. Veşartîbûnê esas digirin. Hemû binerd in. Wisa xwe diparêzin. Bi vî rengî hêzên hewayî yên dijminê xwe terazî kirine. Çima em nekin?

Eraziyê me firehtir e, em dikarin binerd zêdetir bikin. Em dikarin li çiyayên xwe wisa bikin. Serokatî beriya 20 salan got li Zapê bajarên binerd çêkin. Em niha gelek êrîşan bi vê sîstemê vala derdixin. Daîmî balafirên keşfê, balafirên şer li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê digerin. Bi saya sîstema tunelan vala hatine derxistin. Qada hewayî di dest dewleta Tirk de ye. Rast e. Lê, em bi sîstema binerd niha dikarin hemû xebatên xwe bimeşînin. Perwerdeyên me dewam dikin. Wan dixwest van hemûyan bisekinînin. Bi kurtî, divê em hêzên dijmin ên hewayî terazî bikin, em ê bi çi bikin? Binerd, ya yekemîn binerd e. Li çiya û bajaran. Em li hemberî vî dijminî teslîm nabin, narevin, pes nakin. Em ê çareyê bibînin. Çare çi ye? Binerd e. Em ê şerê tunelan bikin. Divê qewetên eskerî di binê erdê de bin. Li cihên rizgarkirî divê hêzên eskerî di binê erdê de bin. Divê her kes aqlê klasîk biavêje. Jixwe min çawa dîmenê Serêkaniyê dît ku bi klêşê li ser rûyê erdê ye, min got rewş xerab e. Heval hîna li kolanan şer dikin. Li meydanê, li sikakê, pênc-şeş kes in. Ev klasîk in. Nîşaneyên binkeftinê ne. Yek, binerd e. Ya duyemîn, gel e. Wekî hemû xelkê em ê jî vê bikin. Yê ku ev şoreş daye destpêkirin gotiye ku “şoreş berhema gelan e.” Lenîn gotiye.

Serokatiya me dibêje “civak bi rêxistinkirî be civaka te ye, wê çaxê tu yê karibî şerê gel ê şoreşgerî bimeşînî”. Serokatî dibêje tekane rê şerê gel ê şoreşgerî ye, cuda rê tine ye. Çima em şerê gel ê şoreşgerî nameşînin? Têgihîna me şaş e. Deh sal in em ne di xetê de ne, em werin ser xetê. Li gorî hemû beşên Kurdistanê em li gorî xetê bixebitin. Li cihekî wekî Rojava divê hem binerd hebe hem jî civak hebe. Divê herdu jî hebin. Ji bo ku em karibin ji êrîşên hewayî re bibin bersiv, divê sîstema binerd hebe, em gel rêxistin bikin, di nav gel de şervan hebin. Barkirin, koçberî xiyanet e, paşvekişîn îxanet e, kî bireve wî/ê îxanet kiriye. Ev berê li Efrîn, li Serêkaniyê çêbû, divê ji vê û şûn de wekî îxanet bê hesibandin.

Bêguman di şer de manewra heye, paşvekişîn jî dibe. Min berê paşvekişîn dîtiye, di şerê 92’yan de min dîtiye. Paşvekişîna 99’an jî me dîtiye. Tecrûbeyên me hene. Ji bo vê me ev terazî kir, paşvekişîn jî taktîkek e. Mirov rast bi kar bîne, mirov dikare pê bi ser bikeve. Di gelek şerî de di encama paşvekişînê de serketin çêbûye. Ne xerab e. Lê tu tevî milet xaka xwe ji dijmin re bihêlî ev xerab e. Ji ber ku tu careke din nikarî vegerî. Yanî taktîka paşvekişînê di şer de heye, lê ne tiştekî wisa ye ku tu her tim pêk bînî. Bi rastî pêwîst bike tu yê pêk bînî, wê çaxê di cih de ye, lê ne pêwîst be û tu pêk bînî, tu yê têk biçî.

Ji bo em vê raseriya (serweriya) dijmin a hewayî bişkînin, amadekariyên binerdî û gel divê ku em rêxistin bikin, hazir bikin. Û ya sêyem jî erdnîgarî ye. Firehî û kûraniya erazî ye. Şerê tîmê ye. Eraziyê bi firehî bi kar bîne, bi kûranî bi kar bîne. Tîm dikare bikeve binerdê û bi kar bîne. Ne tenê binerd û li hinek deveran. Divê bi firehî bi kar bîne. Ya sêyemîn jî ev e. Em bi van hersê tiştan dikarin ew raseriya hewayî ya dijmin ji dest bigirin. Ya çarem jî dikare bê jimartin. Ew jî teknîk e. Mecalê teknîkê ye. Em karibin biafirînin, ev temam. Lê, eger ev nebe jî, ew hersêyên din têrê dikin. Helbet em ê hewldanên teknîkê bi pêş bixin. Lê, esas ev hersê tişt dikarin ew raseriya di destê dijmin de ji dest bigire.

9 rojan li Serêkaniyê şer çêbû, çend zarok û malbat birîndar bûn, şehîd ketin, raya giştî bertekek mezin raber kir. Niha dibêjin ku Erdogan bi Pûtîn re li ser Kobanê axiviye, bi Trump re axiviye, yanî Kobanê di dilê Erdogan de wekî xençerê ye. Hîna ji roja li Dîlokê axiviye ew xençer ket dilê wî. Got, “Kobanê li ber ketinê ye”. Feqet Kobanê neket. Ew jê re bû xençer. Baş e, heger di Kobanê de gel hebe, di dorpêçê de li ber xwe bide, çapemeniya raya giştî jî heye, qenalên raya giştî jî hene û navê Kobanê jî heye, heger gel bimîne û li ber xwe bide wê dagirkerî karibe bidome? Na! Mirov milet baş hazir bike, sîstema binerd hazir bike, heger şer bi mehan bajo wê dijmin têk biçe. Di asta cîhanê de helwest girîng in, ew encamê diyar dikin. Helwesta raya giştî encamê diyar dike. Mirov haziriyê bike, lê ne wekî Serêkaniyê 9 rojan bi zor û zehmetî bidome, na. Bi mehan biajo, ha wê çaxê serketin mimkun e. Heman tişt li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî wisa ye. Bi şerê sîngesîng em ê karibin dijmin têk bibin. Bi van hersê faktoran em dikarin ew raseriya dijmin a hewayî ji dest bigirin û têk bibin. Şerê gel ê şoreşgerî va ye.

Divê em bi perspektîfên Şerê Gel ê Şoreşgerî bawer bikin. Hevalên Rojava pê bawer nakin. Wisa bikira wê hazir bikirana, wê biketana tunelan, tê de bima, biryargeh bixistana tunelan, kamelya bixistana tunelan, heval bixistana tunelan. Heval fêrî tunelan bikira. Şer bû, kes tunelan nas nake. Berê neketinê. Pêwîst e bikeviyê, bi xwe tê de be. Heger fermandarek di perspektîfa şerê gel ê şoreşgerî de ne zeîf be ev mimkun e. Şerê gel ê şoreşgerî ne ji bo qeweta eskerî tenê ye. Min 9 xal gotin. Ev xal erkên qada civakî ne. Yanî lazim e xebatên çandê, koperatîf, binesazî hemû, xebatên çapemenî, xebatên qada civakî, perwerdehî hemû li gorî perspektîfa şerê gel ê şoreşgerî bin. Xebatên her derê. Qada civakî ji bo vê bixebite. Ne ku hay jê tine be. Heta niha hay jê tine bû. Qada civakî hay jê tine bû. Me li Bakur dest pê kir, rexne dikin dibêjin “ev çi ye, em nizanin”. Ne wisa ye. Çapemenî ne di xetê de ye, qada civakî ne di xetê de ye, yên eskerî ne di xetê de ne, divê em bikevin xetê. Em dixwazin hemû tevgera me bi hemû sîstema xwe ve bikeve ser xeta şerê gel ê şoreşgerî. Hemû sîstem, her kesek ji bo vê bixebite.

Niha li Rojava pir zêde sazî çêbûne. Rojava di qonaxa şer de ye. Kadro divê di nava gel de be, divê ji erebeyan dakevin, bikevin nava gel, tevî gel şerê gel ê şoreşgerî amade bikin. Li her gundekî, her malekê binerd çêkin, qanalan çêkin. Heger wisa bike wê Rojava bi ser bikeve, wisa neke wê têk biçe. Çîrok ne hewce ne. Kî çi dibêje bila bibêje, divê ji bo şerê gel ê şoreşogerî bixebite. Divê gel amade bike ku ji malê nereve. Şoreşgeran rêxistin bike ku karibin tunelan çêkin. Ev axaftin girîng e: “Em ê bimînin. Em hemû bimirin jî em ê bimînin. Heger em ê bijîn jî divê em azad bijîn. Em ne ku di bin sîstema qirkirinê de bibin qurban. Wekî gel em vê qebûl nakin.” Divê vê axaftinê li Kobanê bibêjin. Nebêjin “wê milet bitirse û bireve”. Binêrin hêna 80 sal beriya vê Mao Zedûng dibêje; “Lazim e mirov heqîqetê ji milet re bibêje. Pêwîst e mirov ji parvekirina heqîqetê netirse.” Divê em heqîqeta xwe giştî ji gelê xwe re bêjin. Em bêjin ku, “wê dijmin were, vir wêran bike, xera bike, divê em xwe biparêzin, bi artêşa xwe re bibin yek û dijmin têk bibin”. Divê em vî tiştî ji her kesî re bêjin: “Yê bireve bila niha bireve. Yê bimîne jî bila xwe ji şerekî cidî re amade bike. Her kes binerdê çêke. Wekî xelkê Ereb, wekî Filistîn. Wekî İdlib. Belkî em ne bi wan re ne, lê xelk li cihê xwe ye. Ew li wir in ma çima em nikarin bimînin?” Pêwîst e em di vir de cidî bin û vê cidiyetê bi gelê xwe bidin fêmkirin. Hewce dike milet bê rêxistinkirin, her kes ji şer re bê hazirkirin, wisa mirov dikare dijmin têk bibe. Li pişta me jî raya giştî heye. Doza me mafdar e, rêya me rast e û em ê bi ser bikevin. Tu bi xwe bi vê bawer bikî. Fermandar bi vê bawer dike yan na? Ev muhim e. Em dibînin zeîfî hene.

Qada civakî jixwe dibêje ev karê eskeran e, qada civakî li derveyî xetê ye. Divê were ser xetê. Em tevî qada civakî, siyasî, leşkerî, aborî bi perspektîfa şerê gel ê şoreşgerî xwe amade bikin û em wisa li hemberî dijmin rawestin. Em dibêjin em wisa bigirin dest em ê bi ser bikevin. Wekî Serok gotiye “tekane rê, şerê gel ê şoreşgerî ye. Wekî din rê nîn e. Wekî din koletî ye”. Divê em vê bizanibin. Beriya hemû tiştî jî divê hemû hevalên fermandeyariyê di vir de îqna bin. Heger wisa bin wê çaxê hevalên fermandariyê ji nav avaniya xwe dernakevin û ji tunelan dernakevin. Wê biçin binêrin ka li ku derê çi kêmasiya tunelê heye. Pêwîst e tevî biryargehê di binê erdê de bin. Yên sererdê klasîkbûn e, paşdekişandina pêvajoyê ye. Biryargehên di bînayan de dema xwe bihurandine. Di vê demê de pêwîst e binerd be. Divê her kes binerd be. Wekî berê ti kes eşkere negere. Di vî karî de cidiyet lazim e. Şerê me şerê Azadiyê ye. Em xwe nexin nav gel, destê xwe nexin bin ber wê çaxê serketin tine ye. Beriya her tiştî divê em di xwe de baweriyê ava bikin. Pêşeng gel amade bike, fermandar leşkeran ava bike û parastina cewherî ava bike, tevî qada civakî, sererd û binerd amadekariyên xwe bi pêş bixe. Ji bo şerê gel ê şoreşgerî amadekarî hebe wê serketin jî mimkun be.

Leave A Reply

Your email address will not be published.