GIRÎNGIYA ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ Û TECRÛBEYÊN CÎHANÊ

DELÎL DILPÊT

0

 

GIRÎNGIYA ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ Û TECRÛBEYÊN CÎHANÊ

  DELÎL DILPÊT

 

            Gelê Kurd xwediyê dîrokeke bi hezaran salan e. Ji destpêka avabûna mirovahiyê ve û heta niha her li ser xaka xwe jiyaye. Ji dereke cuda nehatiye û bi dereke cuda ve jî neçûye. Gelê Kurd koka xwe li ser vê xakê ye, li ser vê xakê kok û rehên xwe berdane. Li ser vê xakê niştecih bûye, lawir-ajal kedî kirine, amûrên kar û jiyanê pêş xistine; bi kurtî ji bo pêşketina şaristaniyê çi pêwîst bûn ew afirandine. Gelê Kurd û xaka Kurdistanê ji bo şaristaniyê bûne bingeh, bûne dergûş. Ji bo mezintirîn şoreşa mirovahiyê, Şoreşa Neolîtîkê, rêya niştecihbûn û civakbûnê vekiriye. Hin dîroknas hene, Şoreşa Neolîtîkê wekî bingehê hemû pêşketinên civakî û pîşeyî digirin dest û vê şoreşê bi Şoreşa Sanayiyê ya di sedsala 16’emîn de pêk hat muqayese dikin. Xulase, gelê Kurd û xaka Kurdistanê di nava xwe de dîrok hewandiye, ji mirovatiyê re bûye bingeh û bûye çavkaniya dîroka civak û şaristaniyê.

Gelê Kurd wekî war di navbera çemên Ferat û Dîcleyê de û li derdora wan dijî. Hema hema piraniya pêşketinên dîrokî li vê xakê hatine pêşxistin. Guncavbûna xweza û avhewayê, di salekê de çêbûna çar demsalan, hilberîna berhemên zêde û hwd. rengekî bihuşta li ser rûyê erdê dane Kurdistanê. Ji ber vê yekê ye ku xaka Kurdistanê di pirtûkên pîroz de wekî bihuşt derbas dibe. Van bedewiyan wekî çawa jiyaneke baş daye niştecihên xwe, her wiha bûye sedem ku çavê kesên ji derve, kesên ku dixwazin mezin bibin, kesên ku dixwazin bibin împaratorên cîhanê jî berê xwe bidin vir, bixwazibin xaka Kurdistanê dagir bikin, li ser vê xakê qirkirinê kêm nekin. Ji Akadiyan heta Asûriyan, ji Romayiyan heta Bîzansiyan, ji Tirkan heta Moxolan, Sasaniyan, Safewiyan, Emewî û Ebbasiyan, Îngilîzan û Fransiyan û yên mîna van û berdewamên wan hemû hêzên hegemonîk ên demê berê xwe dane Kurdistanê, êrîş kirine, Kurd qetil kirine, welatê Kurdan Kurdistan dagir kirine, dewlemendiya vê xakê talan kirine. Bêguman li dijî van êrîşan berxwedana gelê Kurd çêbûye, li beramberî êrîşan serê xwe bi hêsanî netewandiye û nehiştiye ku Kurdistan bi hêsanî bê dagirkirin. Gelê Kurd dema ku li dijî van êrîşan yekîtiya xwe ava kiriye, hêza xwe kiriye yek împaratorên dagirker têk birine, împaratorî hilweşandine, her wiha dewlet jî ava kirine. Di dîroka Kurdan de gelek dewletên ku gelê Kurd ava kirine hene. Ji Gotiyan heta Kasîtan, ji Mitaniyan heta Ûrartûyan, Îlaman, Medan, Hîtîtiyan, Lûwiyan, Komageneyan û hwd. gelek dewletên ku koka xwe ji Hûrriyan digirin û di dema xwe de pir xurt in ava kirine. Ji van dewletan hinek bi dehan sal, hinek jî bi sedan sal li ser piyan mane. Di dîroka navîn de jî Merwanî û Eyyûbî û di dema nêz de jî Komara Demokratîk a Kurdistanê (Komara Mahabad) wekî mînak li pêş me ne.

Kurd bi giştî dewletdar nebûne, dewletên hatine avakirin jî nemeşandine, terikandine û ji hilweşînê re hiştine. Sedemên vê yên cur bi cur hene. Sebeba sereke wer xuya dike ku di warê feraseta civaka Kurd de ye. Civaka Kurd di milê zihnî de dewlet pir zêde neecibandiye, danewerivandiye. Li şûna vê berê xwe daye peywendiyên navxweyî yên civakê û ev yek jî bi hêsanî neterikandiye. Ji ber vê yekê her tim xwe dûrî dewletê dîtiye, xwe wisa girtiye dest. Ji ber vê yekê lêgereke civaka Kurd a ji bo avakirina dewletê çênebûye. Ji ber ku çavên xwe bernedaye destketiyên civakên din. Tiştên di dest xwe de têra xwe dîtiye, pê qîma xwe aniye. Dema ku dewlet bi dest xistiye jî pir rehet nebûye, pişta xwe zû dayê û ew terikandiye. Mînaka Gotiyan heye. Ruxmî ku Împaratoriya navdar a Akadiyan hildiweşînin û li şûna wê dewleteke Gotiyan a zêdetirî 150 salan li ser piyan dimîne ava dikin jî, dîsa jî vê dewletê diterikînin û berê xwe didin wargeha pêşiyên xwe, wargeha xwe ya esas Çiyayên Zagrosê. Mînaka Hîtîtiyan heye. Yek ji împaratoriyên herî mezin a dema xwe ye. Ruxmî vê dîsa jî ev împaratoriya ewqas xurt terikandine û li wargehên xwe yên kevn vegeriyane.

Ji wê demê û şûn de li gel civaka Kurd feraseta avakirina dewletê bi heman rengî encam daye. Desthilatdarên Kurd jî wekî desthilatdarên din neketine pey mezinkirina dewletê û pir zêde xwedî lê derneketine. Nêzîkatiya Seleheddîn Eyyûbî ya li beramberî dewletê tê zanîn. Fikra wî ya esasî ummeta Îslamê ye. Dewleta Eyyûbiyan li ser navê Îslamê bi rê dixîne û dide meşandin. Armanceke wî ya wisa xuya nake ku piştî xwe dewleta Eyyûbiyan li pey xwe ji hinan re bihêle û bi kes an jî xanedanan bide domandin.

Yek ji sedemên balkêş ê dewletnebûna Kurdan jî, ya herî balkêş e jî, hevkariya desthilatdarên Kurd a li cem dijminên Kurdan e. Ji hilweşîna dewleta Medan heta ya Merwaniyan sedemên bi vî rengî diyarker in. Desthilatdarên Kurd ji bo dagirkeran tim û tim wekî gopal li dijî civaka Kurd hatine bikaranîn. Dema ku gel ji bo azadiya xwe serî rakiriye, şer kiriye; van hevkaran li dijî gelê xwe li cem dijminên dagirker cih girtine, li dijî gelê xwe şer kirine. Li cem dagirkeran pozîsyoneke wisa girtine ku şerê birayên xwe, mamên xwe û pismamên xwe jî kirine. Li dijî xizmên xwe bûne şûrê di destê dijmin de û ew qetil kirine.

Di şêst salên dawiyê de jî ev xeleka hevkariya Kurd bi destê malbata Berzanî û PDK’ê tê meşandin. Bi dehan caran derfetên bidestxistina azadiyê û avakirina welatekî azad bi destê Kurdan ketiye. Lê belê, ev bi destê vê malbatê ve hatine tinekirin. Her tim li cem dewletên dagirker, li ba dijminên gelê Kurd cih girtine. Bi vî rengî ji bo dijmin li dijî Tevgerên Azadiyê yên Kurdî şer kirine. Di vê çarçoveyê de li ser navê dewleta dagirker a Îranê partiyên Rojhilatê Kurdistanê tine kirin, partiyên mane jî xistin bin kontrola xwe û bi xwe ve girê dan, da ku nikaribin tiştekî bikin. Heman tişt li Başûrê Kurdistanê bi şerên navxweyî meşandin û bûn sebeb ku siyaseta dewletên dagirker û qirker werin û xwe li vî parçeyê Kurdistanê jî bi cih bikin û bi bandor bibin. Bi çekên dewleta Îran û Iraqê şerê hev kirin. Neketin ferqê ku wê ev yek têkoşîna gelê Kurd lawaz bike, bawerî û hêviya gelê Kurd bişkîne. Belkî jî di ferqê de bûn û ev yek bi zanebûn kirin. Ji ber ku ew li gor siyaseta dijmin meşiyan, siyaseta dijmin li Başûrê Kurdistanê pratîze kirin û li gorî daxwazên dijmin tevgeriyan. Gotina Şahê Îranê Riza Pehlewî heye, ku ji bo Serokkomarê Cezayîrê Bûteflîka gotiye; “Henefiya Kurdan di destê min de ye, çi demê bixwazim vedikim, çi demê bixwazim jî digirim.” Vê yekê bi taybet ji bo PDK’ê dibêje û pir zêde pêwîstiyê bi şîrovekirinê jî nahêle.

30 salan zêdetir PDK bi awayekî yekser li dijî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê jî ketiye nav şerekî. Bêguman, beriya sala 1992’yan jî PDK’ê êrîşî Tevgera Azadiyê dikir. Lê, ji sala 92’yan û şûn de bi xwe yekser li dijî destketiyên Tevgera Azadiya Kurdistanê di nava êrîşê de ye. Îro bi heman rengî li dijî Şoreşa Rojava jî êrîş dike. Kengî dewleta Tirk a dagirker tengav bibe hema yekser PDK gihiştiye alîkariya vî dagirkerê qirker û hewl daye dagirkerê Kurdistanê ji tengaviyê derxîne. Başûrê Kurdistanê bi her milî ve pêşkêşî dewleta Tirk a dagirker kiriye. Dewleta Tirk rojane êrîşî xaka Başûrê Kurdistanê dike, bomberdûman dike, niştecihên vê xakê û sivîlên tên ser vê xakê tên qetilkirin, mal û milkên gel tên îmhakirin, talankirin, daristanên Kurdistanê tên birîn, şewitandin, talankirin, feqet PDK bêdeng e. Ne tenê bêdeng e, di heman demê de ji bo ku dewleta Tirk vê yekê bi wêrektir bike alîkariyê jî didiyê. Dîroka malbata Berzanî ya xiyanetê dirêj e. Eyub Berzanî jî ji vê heman malbatê derketiye, lê bi qasî xuya ye xwe jê şuştiye. Eyup Berzanî heta dema “Aş Betal”ê jî di nav şer de maye, hemû kiryarên vê malbatê wekî endamekî ji nava malbatê şopandiye û têkildarî vê pirtûkek nivîsandiye. Di pirtûkê de agahiyên şênber û berfireh hene, behsa şahidiyên xwe dike. Di vê pirtûkê bi xwe de jî mirov rastiya îxaneta Berzanî bi awayekî eşkere dibîne.

Dîroka Kurdistanê ji ber van sedeman bi êş û azar dagirtiye. Tenê bi êş û azarê re jî sînordar nemaye, Kurdistan jî hatiye parçekirin. Bi parçebûna welat jî hebûna gelê Kurd ketiye bin xeteriyeke mezin. Siyaseta îmha û înkarê, siyaseta qirkirinê li ser tê meşandin. Ev qirkirin ne tenê qirkirina fîzîkî ye, ji vê jî girantir e; qirkirina çandî ye. Çand û zimanê Kurdî hatiye qedexekirin, bi plan û qanûnên taybet ve gelê Kurd ji xaka wê qut kirine, koçber kirine, li Kurdistanê biyanî hatine bicihkirin, bi kurtî hewldanên guhertina demografyayê hatine pêşxistin. Hêna jî ev siyaset bi serkêşiya dewleta Tirk a qirker di meriyetê de ye.

Bêguman, gelê Kurd li beramberî rewşa dagirkeriyê û parçekirina welat bêdeng nemaye û ev yek bi hêsanî qebûl nekiriye. Li dijî dagirkerên Kurdistanê çi dem bangawazî hatine kirin gelê Kurd bêyî dudilî bersiv daye van bangawaziyan. Lê belê, yên ku ev bangawazî dikirin jî bi piranî desthilatdarên Kurd bûn. Van kesan di heman demê de di bin îdareya dewletên dagirker de jî cih digirtin. Bi piranî ji bo berjewendiyên xwe bang li gel dikirin û her tim amade bûn ku gel ji însafa dewletên dagirker re bihêlin. Kengî karîbûna berjewendiyên xwe yên şexsî biparastana, êdî gel, welat, azadî, serxwebûn, ango çi nirxên bi rûmet hebin ne di xema wan de bû. Yek jî û ji vê jî girîngtir ew e ku nêrîn û siyaseteke wan a neteweyî tine bû. Bêyî rê û rêbaz serî hildidan, lê ji ber ku bêyî stratejî, bêyî rêber bûn û di rêxistinbûnê de zeîf bûn di demeke kurt de dişkestin û piştî wê gel dîsa bi êşên giran re hevrû dihiştin. Pirî caran jî serhildan bi îxanetê re hevrû dibû û wisa dişkest. Dawiya dawî yên îxanetkar jî nikarîbûn xwe ji aqûbeta hatiye serê gel xelas bikirana.

Rêber Apo, ev kirasê mirinê yê ku li gelê Kurd hatibû kirin çirand. Rewşa gelê Kurd û Kurdistanê wekî “Kurdistan Mêtingeh e” pênase kir û gavên li gorî vê avêtin. Ji bo meşandina Şerê Rizgariya Neteweyî partiya pêşeng PKK ava kir. Têkoşîna ku PKK bimeşîne jî wekî Şerê Gel ê Şoreşgerî pênase kir.

 

Pênaseya Şerê Gel Ê Şoreşgerî Û Prensîbên Wê

Şerê Gel ê Şoreşgerî ew şer e ku li dijî dagirker, mêtinger û desthilatdaran tê meşandin. Bi tevlîbûna gel pêk tê û yekser ji aliyê gel ve tê meşandin. Ev yek hebûna kadro, partiya pêşeng û saziyên gel bêmane nake, vê yekê ji holê ranake. Ji bo ku gel karibe bê rêxistinkirin, hêza gel karibe bê organîzekirin hewceyî bi sazî û dezgehên gel heye, hewceyî bi kadroyên vê yên pêşeng heye. Lê belê, ev nayê maneyeke wisa ku şoreş tenê wê bi kadroyên pêşeng, bi hejmareke kêm a şoreşgerên profesyonel pêk were. Bêyî tevlîbûna gel, bêyî rêveberiya gel şoreş bi ser nakeve. Gotina Lenîn a ku dibêje, “Şoreş, berhema gelan e” heqîqeta vê rastiyê bi awayekî sade radixe ber çavan.

Bêyî gel şoreş pêk nayê. Di vê çarçoveyê de heger em ji bo gelekî bibêjin; welatê vî gelî hatibe dagirkirin, azadiya vî gelî ji dest hatibe girtin, destketiyên vî gelî hatibin desteserkirin û welatê vî gelî hatibe talankirin û wê ev gel li dijî vê yekê têkoşînekê bimeşîne, ha ji vê têkoşînê re Şerê Gel ê Şoreşgerî tê gotin. Yanî Şerê Gel ê Şoreşgerî ew şer e ku gel ji bo ku welatê xwe ji bin destê hêzên dagirker derxîne, azadiya xwe bi dest bixe û destketiyên xwe ji talana hêzên dagirker xelas bike dimeşîne.

Navê “Şerê Gel” dema ku gelên bindest li dijî hêzên dagirker şerê azadiyê meşandin hate naskirin. Di vê çarçoveyê de li seranserî cîhanê piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn bi awayekî zêde “Şerê Rizgariya Neteweyî” hatin meşandin û gihiştin encamê. Ji Vîetnamê heta parzemîna Efrîkayê li ser vî hîmî li dijî dagirkeran şer hatin meşandin. Gelên li van welatan bi rengekî girseyî tevlî şerên xwe yên rizgariyê bûn û li ser esasê “Stratejiya Şerê Gel ê Demdirêj” şer kirin. Her çiqasî li hin welatan şer pir dijwar derbas bibe û di encam de xisarên mezin çêbibin jî di taliyê de hêzên dagirker hatine têkbirin. Yek ji van mînakan jî Vîetnam e û ji bo piraniya gelên bindest bû nimûneya şerê rizgariyê.

Van têkoşînan bandora xwe li ser Tevgera Azadiya Kurdistanê jî kir. Li ser vî bingehî Serokatiya Tevgera Azadiya Kurdistanê li ser van tecrûbeyên Şerên Rizgariya Neteweyî lêkolîn kir, ji wan sûd wergirt û li ser vî hîmî Têkoşîna Rizgariya Kurdistanê jî bi rêbazên Stratejiya Şerê Gel ê Demdirêj da destpêkirin. Rêber Apo vê rewşê di Paraznameya Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk de bi vî rengî dinirxîne: “Me şerên gel ên şoreşgerî yên wê demê lêkolabûn. Nexasim ezmûnên Vîetnam û Efrîkayê ji wan mijaran bûn ku herî zêde em li serê hûrûkûr sekinîbûn. Di dema şerê dijwar ê di navbera hêzên hegemonîk û sosyalîzma pêkhatî de tevgerên rizgariya neteweyî serketineke mezin bi dest xistibûn. Gelek mînakan teoriya rizgariya neteweyî piştrast dikirin. Lewma ji bo Kurdistana bi xwe mêtingeh bû jî bivênevê modela şerê rizgariya neteweyî ferz bû. Ji qonaxa komê heta bi amadekariyên li Rojhilata Navîn modela mohra xwe li pêvajoyê da, ev modela şerê rizgariya neteweyî bû. Di tevahî civînên perwerdeyê, belgeyên konferans û kongreyan de mijara sereke ya herî zêde hatiye guftûgokirin, lêkolîn û bûye biryar şerê gel ê şoreşgerî ye. Amadekariyên pratîk jî di vê çarçoveyê de dihatin kirin.”

Şer heye, yek jî parastin heye. Şerê mafdar heye, yek jî şerê nemafdar heye. Şer di esasê xwe de wekî nemafdar, ango ji bo êrîşên hêzên dagirker tê gotin. Li dijî êrîşên hêzên dagirker ya ku tê raberkirin wekî şer nayê pênasekirin, zêdetir wekî Parastina Rewa tê pênasekirin. Ferqa xwe wisa datîne holê. Yanî dema ku Parastina Rewa tê gotin, tê vê maneyê ku bi armanca êrîşê nehatiye pêşxistin, armanceke wê ya wisa tine ye ku dest deyne ser keda civakekê, cihekî dagir bike yan jî cihekî talan bike. Armanceke wê ya wisa tine ye ku sînoran biguherîne. Armanca Parastina Rewa, parastina jiyan û hebûnê ye. Di vî warî de di navbera herduyan de ferq heye. Ji bo ku cudabûna di navbera herduyan de bê zanîn berê têgînên wekî “Şerê Mafdar” û “Şerê Nemafdar” dihatin bikaranîn. Rêbertî, li şûna “Şerê Mafdar” pênaseya “Parastina Rewa” zêdetir li cih dît.

Hevalê Abbas têkildarî “Parastina Rewa” di pirtûka “Taybetmendiyên Bîngehîn ên Partîbûna Apoyî” de van nirxandinan dike: “Parastina rewa; parastin û êrîş bû. Ti eleqeya vê bi stratejiyê re tine ye. Wekî şeklekî hebûnê, şeklekî seknê, esas zêdetir wekî sekneke îdeolojîk-siyasî, xeteke wisa însan dikare pênase bike. Hêzên yekdestdar, desthilatdarparêz, dewletdar nêzîkatiyên talanê, îşgalê, mêtinê, desteserkirinê pêş dixînin û li ser vî bingehî şer wekî êrîşekê pêş dixînin. Esas parastina rewa wekî şeklekî berxwedanê lazim e mîna helwesta parastina hebûn û azadiya xwe bê pênasekirin. Lê dema ku aliyê din bi şer êrîş dike, wê çaxê ji bo têkbirina vê yekê şer pêwîst dike. Rehendê eskerî derdikeve pêş. Şîdeta çekdarî pêwîst dike. Heger ku em ji vê re bêjin şer, şerek lazim e. Lê ji bo ku ji ya din bê cudakirin jî şerê parastina rewa hat gotin. Şerê me bi giştî şerê parastina rewa ye. Têkoşîna çînî jî di çarçoveya parastina rewa de hatiye bidestgirtin.”

Ango, Parastina Rewa xwedî çarçoveyeke berfireh e, bi vî rengî bê bidestgirtin wê rasttir be. Şerê Gel ê Şoreşgerî jî, Tevgerên Rizgariya Neteweyî jî di çarçoveya Parastina Rewa de nirxandin wê rasttir be.

Dema ku Tevgera Azadiya Kurdistanê dest bi têkoşînê kir wekî stratejiya bingehîn “Stratejiya Şerê Gel ê Demdirêj” ji xwe re esas girt û qebûl kir. Çima wekî stratejî “Stratejiya Şerê Gel ê Demdirêj” pejirand? Sedema vê ya sereke dewleta Tirk a dagirker-qirker bi xwe bû. Dewleta Tirk ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi ti awayî ne vekirîbû. Hebûna gelê Kurd qebûl nedikir, li dijî gelê Kurd siyaseta înkar û îmhayê, yanî siyaseta qirkirinê dimeşand. Dixwest gelê Kurd di warê çandî û civakî de bi temamî ji holê rake. Dema ku Rêber Apo dest bi têkoşînê kir vê siyaseta qirkirinê ya li ser gelê Kurd 70 sal li pey xwe hiştibûn. Bi ti awayî xwe nêzî çareserkirina pirsgirêkê nedikir, ji diyalog û hevdîtinan re girtî bû û di siyaseta qirkirinê de israr dikir. Xulase, ji derveyî şerê çekdarî ti rê û rêbazeke din nemabû. Hilbijartina “Stratejiya Şerê Gel ê Demdirêj” ji tercîhekê zêdetir mecbûriyetek bû.

Ev yek ji bo parastina gelê Kurd hat pêşxistin. Parastin, însan û civak jî tê de, mafê her zindiyî ye. Vî mafê xwe ji bo ku karibe bijî û xwe bide domandin bi kar tîne. Mafê parastinê, mafekî xwezayî ye. Ev maf nayê taloqkirin, nikare were dewrkirin, nikare bê astengkirin, nikare tine bê hesibandin. Mafekî rewa ye. Dema ku li ser kesekî yan jî civakekê êrîş pêk hat, bi her rê û rêbazî xweparastin mafê wî/ê kesî/ê û wê civakê ye. Vê yekê di nava hiqûqa navneteweyî de jî cihê xwe bi vî rengî girtiye. Ango, her çiqasî ev pênase di dema Paradîgmaya Neteweya Demokratîk de zêdetir ketibe lîteratura me jî têkoşîna me ji roja destpêkê heta îro xwediyê heman nêzîkatiyê ye. Yanî, ev 50 sal in em li ser heman ferasetê têkoşînê dimeşînin. Û eger 50 salên din jî bidome em ê dîsa jî bi heman ferasetê têkoşînê bimeşînin. Ev, teqez bi vî rengî ye. Rêber Apo di paraznameya 5’emîn de têkildarî vê rewşê wisa dibêje; “Me ji pêdiviya bi şerê gel ê şoreşgerî guman nedikir. Pêvajoyeke bi vî rengî pêk nehata, mirov ne karîbû behsa nasnameyê bike, ne jî karîbû behsa azadiyê bike. Bi vê armancê, em hê ji destpêkê ve di civaka dîrokî de li ser rola zorê fikirîn. Jixwe her roj û her saet hêzên zorê yên li ber çavan heta bi nava dilê me xwe nîşan didan.”

Îro jî rewşa “Şerê Gel ê Şoreşgerî” derbasdar e. Pêşxistina Paradîgmaya Neteweya Demokratîk meşandina Şerê Gel ê Şoreşgerî red nake, berevajî vî şerî xurttir dike. Di vê mijarê de jî Rêber Apo di heman paraznameyê de van îfadeyan bi kar tîne:

“Şerê taybet ê tesfiyekar ê hêzên hegemonîk ên Tirk li dijî KCK’ê di dema li pêş me de wê ji aliyê stratejîk, polîtîk û civakî ve, ji sedî sed rê li ber bûyerên mezin ên gelekî girîng veke. Eger biryara aştiya stratejîk neyê dayîn, di rewşa berbiçav a Kurdistanê de bi îhtîmaleke mezin şerê gel ê şoreşgerî wê bi perspektîfa modernîteya demokratîk pêk bê û her biçe wê li cografya cîran belav bibe, bi şerê xweparastinê di zikhev de wê şaxên rêveberiyên xweseriya demokratîk ekonomî, civakî, çandî, huqûqî û dîplomatîk bêne bipêşxistin.”

Dagirkeriya dewleta Tirk naşibe ti dagirkeriyên din. Helbet milên hevpar ên dagirkeriyan hene. Lê belê, dagirkeriya dewleta Tirk bi gelek xisletên xwe ve ji dagirkeriyên din ên cîhanê cudatir e. Ev dagirkerî di wê astê de ye ku zehmet e bi dagirkeriyên din ên cîhanê re karibe bê qiyaskirin. Di dîrokê de dagirkeriyên Îngilîz, Fransiz, Emerîkî, beriya wê dagirkeriyên Spanya, Portekîz dagirkeriyên navdar in. Yek ji van dagirkeran jî nikare avê li destê dewleta Tirk bike. Van welatan dema ku welatek dagir kirin ziman û çanda wê civakê qedexe nekirine, ji bo tinekirina civakê neketine nav guhertina demografyayê, civaka li ser wê xakê tine nehesibandine, ji wî gelê bindest re negotine, ‘hûn Îngîliz, Fransiz, Portekizî ne’. Heta berevajî vê, dema ku ji gelê bindest însanan xwestine xwedî li nasnameya dagirkeran derkevin, xwe bi wê îfade bikin, yên dagirker ev yek qebûl nekirine. Heger nasnameya xwe dabinê jî ew li ser xwe nehesibandine û ev yek jî vekirî gotine. Lê dewleta Tirk a qirker gotiye Kurd tine ye, çand û zimanê Kurdî qedexe kiriye, ji bo tinekirina Kurdan bi demografyayê lîstiye. Ji Kurdan re gotiye hûn Tirk in, ruxmî ku Kurdan ev qebûl nekiriye jî Kurd wekî Tirk hesibandine. Dewleta Tirk a qirker hêna jî bi navên cur bi cur di vê siyaseta qirker de israr dike. Ji ber vê yekê statuya Kurdistanê jî ji aliyê Tevgera Azadiyê ve wekî mêtingeheke jirêzê nehatiye nirxandin û Kurdistan wekî mêtingeheke navdewletî nirxandiye. Ji ber vê yekê diviyabû ku Şerê Gel ê Şoreşgerî bi rengekî herî xurt biketa meriyetê. Bi rêka vê jî hebûn û azadiya gelê Kurd bihata mîsogerkirin.

Di Şoreşê De Hêza Gel A Rêxistinî

Beriya paradîgmaya nû, şoreş wekî serûbinbûyîna desthilatdariyê dihat pênasekirin. Lewma dihat nirxandin ku ji bo ku şoreş pêk were divê bi darê zorê guhertin çêbibe. Guhertinên ku bi demê re hêdî hêdî pêk tên wekî tekamul (ewrîm), guhertinên bi lez yên ku bi destwerdanê pêk tên jî wekî şoreş dihatin nirxandin. Ji bo guhertina di nava civakê de gotina şoreşê dihat bikaranîn. Yanî, şoreş ji bo îfadekirina guhertina di nava xwezayê de zehf nayê bikaranîn, ji vê zêdetir ji bo pênaseya guhertinên di nava civakê de tê bikaranîn. Dema ku pirsgirêkên civakê zêde dibin, êdî desthilatdariya heyî nikare pirsgirêkan çareser bike, li beramberî vê yekê nerazîbûna civakê zêde dibe, li dijî desthilatdarî yan jî dagirkeriyê helwestê nîşan dide, têkoşînê dimeşîne, girêdayî vê raperînê pêş dixe û desthilatdariya heyî dirûxîne û rêveberiyek an jî desthilatdariyeke nû tîne ser erkê. Ji vê guhertinê re şoreş dihat gotin. Ev pênaseya şoreşê hêna jî wekî feraset û nêrîneke esasî cihê xwe diparêze.

Tê pirsîn kengî dema şoreşê ye? Dema şoreşê wekî dema kaotîk tê pênasekirin. Tê gotin; şertên şênber û analîzên şênber rewşa şoreşê didin diyarkirin, ango şoreş di van şertan de pêk tê. Şertên şênber û analîzên şênber çi ne? Şertên şênber ew in ku desthilatdar êdî nema dikarin desthilatdariya xwe bimeşînin, nikarin civakê îdare bikin, nikarin civakê bi rê ve bibin; kesên ku di bin vê desthilatdariyê de dijîn êdî nema dikarin wekî berê xwe li desthilatdariyê ragirin, wekî berê nema li ser wan desthilatdarî dikare bê meşandin, nikarin bên rêvebirin û îdarekirin. Dema rewş wisa bû û analîza wê jî bi vî rengî hat kirin, ha wê demê ji bo pêkanîna şoreşê şertên şênber ava bûne. Di vê demê de jî yên nerazî tevî pêşengên xwe dikevin nava liv û tevgerê, desthilatdariyê diguherin û wisa şoreşê pêk tînin.

Ev tespîtên îzafî di dema Şoreşa Sovyetan de hatibûn kirin. Karker û gel daketibûn qadan, raperîn çêbibû, desthilatdariya heyî hatibû hilweşandin û Şoreşa Sovyetan hatibû biserxistin. Şoreşa Sovyetan desthilatdariya heyî ji desthilatdariyê dûr xistibû, îdareyeke nû ava kiribû û ev yek jî bi tevlîbûna gel û bi rêbaza raperînê pêk anîbû. Di esas de ev yek destdanîna ser desthilatdariyê bû. Dema ku mirov li rastiya Şoreşa Sovyetê dinêre tê dîtin ku desthilatdarî hatiye rûxandin, desthilatdariyeke din hatiye avakirin, lê belê civak li gorî paradîgmaya şoreşê nehatiye guhertin. Ji ber vê yekê sîstema Sovyetê piştî 70 salan hilweşiya û civaka wê jî berê xwe da modernîteya kapîtalîst. Wisa diyar bû ku nirxên Şoreşa Sovyetê di nava civakê de kok bernedane, ji aliyê civakê ve nehatine dawerivandin û ji ber vê yekê jî civak nehatiye guhertin. Bi kurtî, sîstema Sovyetê her çiqasî bi tevlîbûn û raperîna gel hatibe avakirin jî, di encam de bi destê dewleta Sovyetan pergala kapîtalîzmê û çîneke burokratîk hat pêşxistin. Di domahiya dîrokê de jî ev şoreş ji rastiya xwe ya destpêkê ya îdeolojîk dûr ket. Li ser navê karkeran derket, bi destê dewletê veguherî netew-dewletekê û kapîtalîzma dewletê pêş xist. Her çiqasî ev yek wisa jî be cara yekê bû ku civaka kedkar û bindest dibû xwedî îrade, şoreş pêk dianî, dewlet bi dest xistibû û dewlet dida meşandin. Ev yek gelekî girîng bû. Vê, hêz dida kedkaran, gelên bindest, gelên mêtingeh ku karibin serê xwe hildin û civak û welatê xwe rizgar bikin. Hêzên rizgariya neteweyî û azadîxwaz hêz û vîna xwe ya ji bo ku welatê xwe ji bin destê dagirkeran derxînin ji vir digirtin. Li ser vî bingehî li zehf welatan gelan li dijî hêzên dagirker têkoşîn meşandin, şer kirin, welatê xwe rizgar kirin û dagirker ji xaka xwe qewitandin.

Wekî me li jorê jî diyar kir; şoreş tenê bi saziyên profesyonel, bi hin kesên bijarte re pêk nayên. Şoreş, bi tevlîbûn û xwedîderketina gel bi ser dikevin. Ger ku gel tevlî nebe ew şoreş bi ser nakeve. Di şoreşê de hêza herî esasî rêxistinbûna gel e. Dema ku gel li ser îdeolojiyeke rast û li gorî pêşengiyeke demê têkoşînê bimeşîne ti hêz nikare li beramberî vî gelî bisekine. Ev yek di dîroka têkoşîna azadiya gelan de bi dehan caran hatiye îspatkirin. Şoreşên ku pêk hatine, Şerên Rizgariya Neteweyî bi giştî bi vî rengî bi ser ketine. Xwe bi rê xistin, saziyên xwe yên têkoşînê ava kirin, tevlî şerê azadiyê bûn, ji fedakariyê nereviyan, her cure çalakî li dar xistin, herî dawî bi hemû hêza xwe ve raperîn rêxistin kirin û şoreş kirin. Tişta ku hêza gel derdixe holê û şoreşê pêk tîne ev in. Wekî Lenîn dibêje, “Şoreş, berhemê gelan e.” Ji bo ku şoreş pêk were jî divê gel ji desthilatdariya heyî nerazî be, êdî hebûn û desthilatdariya wê qebûl neke, ji bo hilweşandina desthilatdariyê tevlî raperînê bibe û barê şoreşê hilgire ser milên xwe.

 

Di Cîhanê De Mînakên Şerê Gel

Di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de bi pêşengiya Partiya Komunîst li Rûsyayê şoreşeke dîrokî pêş ket. Piştî vê, Şoreşa Sovyetê peyman û planên hêzên navneteweyî ya li ser esasê parçekirina cîhanê ji bo hemû dinyayê eşkere kir. Vê şoreşê biryardariyeke mezin da gelên bindest da ku karibin şerê xwe yê azadiyê bimeşînin. Şoreşa Sovyetê bi raperîna karkeran pêk hat û desthilatdarî guhert. Nîqaşên di wê demê de wisa bûn ku şoreş wê bi pêşengiya karkeran û bi rêbaza raperînê pêk bihata. Cihê ku şoreş lê pêk were jî ew welat e ku tê de kapîtalîzm pêş ketiye. Hêza şoreşê rêxistinbûna karkeran bû. Paradîgmaya demê li ser hêz, rêxistinbûn û pêşengiya karkeran hatibû avakirin. Lê, ev şert û merc ji bo hemû deverên cîhanê ne wisa bûn. Ji vê jî wêdetir, pirsgirêka esasî ya gelan ew bû ku welatên wan hatine dagirkirin û bi şeklê mêtingehê dijîn. Li welatên wisa hebûn û rêxistinbûna karkeran li milekî, civak di bin lepê qirkirinê de bûn û vê yekê jî ji bo têkoşînê rêyeke cuda derdixist pêş: Şerê Gel ê Demdirêj.

Feraseta Şerê Gel ê Demdirêj wisa bû: Hêzên dagirker xwedî dîrokeke desthilatdariyê ne. Tecrûbeya wan a bi hezaran salan a rêxistinbûnê heye. Bi rêxistinkirinê, îdarekirinê, rêvebirinê baş dizanin. Ji bo şerkirinê derfetên wan zêde ne. Artêşên wan hene û amade ne. Lê belê, gelên bindest ne rêxistinkirî ne, di warê rêvebirin, îdarekirinê de tecrûbeya wan tine ye. Artêşeke wan a amade tine ye. Ji bo şerekî rêxistinkirî ne amade ne. Ji ber vê bêtewazûniyê di navbera herdu hêzan de mirov nikare muqayese jî bike. Lewma jî ew ferq û cudabûna ku nikare bê muqayesekirin encax bi Şerekî Gel ê Demdirêj dikare ji holê bê rakirin. Bi têkoşîneke demdirêj wê gel bê hişyarkirin, bibe xwedî zanebûna rêxistinkirinê û şerkirinê, wê yekîtiya xwe ava bike, derfetên xwe yên têkoşînê zêde bike û di vê dema dirêj de wê dewleta dagirker jî her biçe lawaz bibe, wekî berê wê nikaribe gel bi rê ve bibe û gel jî wê wekî berê jê re serî netewîne, bi rêka raperînê dagirkeriyê têk bibe û şoreşê bi ser bixe. Bi vî rengî wê dagirkerî ji welat bê qewitandin, desthilatdarî bê hilweşandin. Li gel vê, Şerê Gel ê Demdirêj xwedî sê merheleyên stratejîk e. Merheleyên wê jî wisa ne; Parastina Stratejîk, Hevsengiya Stratejîk, Êrîşa Stratejîk ango Raperîn.

 

-Têkoşîna Rizgariyê Ya Çînê

Nimûneya vê ya destpêkê li Çînê çêbû. Çîn di warê erdnîgariyê de welatekî mezin e û di warê serjimêriyê de jî xwedî hejmareke zêde ye. Xwedî dîrokeke kevnar e. Di nava vê dîroka wê de împaratoriyên gelekî mezin hatibûn avakirin. Di pêşxistina şaristaniyê de jî xwedî roleke girîng û sereke bû. Bi felsefeya Konfuçyus û Bûda li ser Rojhilatê Asyayê xwedî bandoreke mezin bû. Xwedî felsefe û teoriya şer bû. Di milê teorî û felsefeya şer de, di milê zanist û civaknasiyê de, di milê ol û baweriyê de, di milê rêxistinkirin û rêvebirinê de xwedî ajandayeke stûr bû. Feqet piştî ku li Ewropayê kapîtalîzm pêş ket û di nava Çînê de jî şerê navxweyî yê desthilatdariyê zêde bû, êdî civak, rêveberî û dewleta wê nema dikarîbû hebûna xwe biparêze. Jê û şûn de ket bin destê hêzên hegemonîk ên wekî Îngilîstanê. Di sedsala 19’emîn de, bi taybet jî piştî Şerê Afyonê bi temamî ket bin desthilatdariya Îngilîzan.

Di sedsala 20’emîn de jî ew desthilatdariya li ser Çînê dewam kir. Wê çaxê bi pêşengiya Sun Yat Sen têkoşîneke neteweyî hat meşandin, hin encam jî hatin girtin, desthilatdariya Îngîlîz kêmekî jî be hat lawazkirin. Lê belê desthilatdariya Çan Kay Şek, ku Îngîlîzan alîkarî didanê, yanî mangaya Îngîlîzan bû, hebûna xwe domand. Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de beşek ji xaka Çînê ji aliyê Japonyayê jî hat dagirkirin û bi navê Mançûrya dewletek jî hat avakirin. Li dijî dagirkeriya Japonyayê û li dijî desthilatdariya Çan Kay Şek, ku bi alîkariya hêzên derve li ser lingan bû, gelê Çînê têkoşîneke çekdarî da destpêkirin. Pêşengê vê têkoşîna çekdarî jî Partiya Komunîst a Çînê bû. Mao Zedûng jî endamekî vê partiyê ye û piştî demekê pêşengiya partî û têkoşînê digire ser milê xwe. Ji bo ku xwe bigihîne qada çiyayî û li wir têkoşîna xwe dewam bike ji milekî welat heta milê din 12 hezar kîlometreyî dimeşe. “Meşa Dirêj” a navdar ev meş e. Piştî vê şerekî demdirêj dide destpêkirin. Navê vî şerî jî dibe “Şerê Gel ê Demdirêj”. Li dijî dagirkeriya Japonyayê û hikûmeta karton a Çan Kay Şek, li herêmên nû bicihbûyî 25 salan şer dimeşîne. Di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de Japonya û bloka wê têk diçe. Gel ji vê jî sûdê digire û eskerên Japon yên mayî jî ji ser xaka xwe diqewitîne. Piştî vê, bi têkbirina desthilatdariya Çan Kay Şek şoreşeke mezin a gel bi ser dixin. Ev serketin, yekem serketina “Şerê Gel ê Demdirêj” bû. Teoriya Şerê Gel ê Demdirêj bi vê ceribandinê rista xwe îspat dike.

Partiya Komunîst a Çînê di nava gel de xebateke demdirêj meşand. Hêzên heyî yên rêxistinkirî têr nedît. Xwest ku hêza herî zêde rêxistin bike û ji bo vê jî xebateke demdirêj meşand. Wisa bibû ku hejmara Artêşa Rizgariya Çînê ya ku bi pêşengiya Partiya Komunîst a Çînê şer dikir gihiştibû 2 mîlyon kesî. Lê dîsa jî ev hejmar ji bo raperînê kêm dihat dîtin. Rêxistinkirina gel di asta herî jor de dixwestin û ji bo vê jî têkoşîn dikirin. Heta ku rêxistinkirina xwe têr nedîtin jî raperîn pêk neanîn. Lê dema ku rabûn raperînê jî wê çaxê jî bêyî dudilî meşiyan û gihiştin encamê. Hostayên şer digotin: “Raperîn wekî kirasekî ji agir e, bêyî amadekariyên têrker serî lê nedin, lê dema ku we serî lê da jî bêyî teredut heta dawiyê bimeşînin.” Karakterê raperînê wisa ye. Artêşa Rizgariya Çînê jî li ser vê destûrê hereket kiribû û serketî bibû.

Artêşa Rizgariya Çînê, ruxmî ku gihiştibû hejmareke mezin jî dîsa jî baregehên xwe li çiyayan ava kiribûn. Şerê dida meşandin jî şerê gerîla bû, ango di şerê xwe de taktîkên gerîla bi kar tanî. Parastina xwe li deverên ku dijmin wê nikaribe bi rehetî xwe bigihînê ava kiribû. Lê, xebata xwe ya esasî jî di nava gel de dida meşandin. Stratejiya xwe ya esasî li ser vê îstiqametê danîbû. Baweriya wan ew bû ku şoreş encax dikare bi hêza gel pêk were û bi ser bikeve. Yanî bêyî hêza gel şoreş bi ser nediket. Feqet ev nêzîkatiya şoreşgerên Çînê nedibû sedem ku saziya profesyonel a şer jî ava nekin. Artêş ava kiribûn, li ba vê di nava gel de jî xebateke veşartî didan meşandin. Rêxistineke pir xurt a milîsan ava kiribûn. Bi rêka milîsan der heqê hêzên dijmin de dibûn xwedî agahiyên berfireh û li gorî wê jî dikarîbûn hêzên xwe bixistana nav liv û tevgerê. Yanî, wê li hemberî dijmin çawa tevbigerin, agahiya vê ji milîs û xebatkarên xwe yên ji nav gel digirtin.

Me li jor gotibû, Şerê Gel ê Demdirêj li ser sê stratejiyan dimeşe; Parastina Stratejîk, Hevsengiya Stratejîk, Êrîşa Stratejîk. Di dema parastina stratejîk de çalakiyên biçûk, lê çalakiyên bi îstiqrar li dar dixistin, derb li dijmin didan û dijmin lawaz dikirin, dijmin bêtevger dikirin û hêza xwe xurt dikirin. Li Çînê gotineke pêşiyan heye, dibêje; “Ya ku kevir kun dike ne hêza avê ye, dilopên li ser hev û bêdawî ne.” Ev, wekî rêbazekî esasî yê têkoşînê hatibû bidestgirtin. Dema ku hêza dijmin lawaz bû, qabîliyeta dijmin a tevgerînê kêm bû, wê çaxê hin dever ji destê dijmin derxistin. Artêşa Rizgariya Çînê li hin deveran, carina jî dem bi dem (wekî çiya-çolter, yan jî şev-roj) kontrola qadê bi dest xist. Di vê demê de bi hêzên mezin çalakiyên mezintir li dar xistin. Di encama van xebatan de gihiştin wê astê ku tevî çiya, çolter û bajaran piraniya welat bikeve bin destê hêzên rizgarîxwaz. Di beşa êrîşa stratejîk de jî raperîn rêxistin kirin. Bang li gel kirin û gel rabû serhildanê. Bi vî rengî, bi têkoşîneke demdirêj desthilatdarî şkandin û şoreş bi ser xistin.

Di Şoreşa Çînê de rola gel sereke bû. Tevlîbûna gel, şoreş bi ser xist. Dema şerê gerîla dihat meşandin jî gel di nava amadekariyên şoreşê de bû. Xebatên milîstî, îstixbarî, lojîstîk û hwd. dimeşand. Dema ku çalakiyên mezin dihatin rêxistinkirin, wê çaxê yekîneyên veşartî jî tevlî van çalakiyan dibûn. Şoreş, bi awayekî giştî dihat meşandin. Pêşengên şoreşa Çînê heta ku tevlîbûna gel negihandin asta herî jorê gel ranekirin raperînê. Tevî ku hejmara Artêşa Rizgariya Çînê gihiştibû milyonan jî, Mao ev yek ji bo şoreşê têrker nedît. Pêwîstî bi tevlîbûneke zêdetir didît û şoreş bi vî rengî bi ser xistin.

 

-Têkoşîna Rizgariyê Ya Vîetnamê

Şoreşgerên Vietnamê jî bi heman rêbazî li Vîetnamê şerê azadî û serxwebûnê meşandin. Di nava tecrûbeyên Şerê Gel ê Demdirêj de ya ku herî zêde tê zanîn û naskirin, Şerê Rizgariya Vîetnamê ye. Şerê Vîetnamê, bi taybet jî şerê li dijî DYE (Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê), bandoreke mezin li hemû gelên cîhanê kir. Li beramberî têkoşîna rizgariya Vîetnamê sempatiyeke mezin çêbû. Di serî de Sovyet û Çîn, gelek hêzan piştgiriyeke mezin dan şoreşgerên Vîetnamê. Gelê Vîetnamê jî bi welatparêziyeke pir xurt û bi şerekî bêhempa têkoşîna xwe ya azadiyê bi encam kir û hêzên dagirker ji welatên xwe qewitand. Têkoşîna Rizgariya Vîetnamê ji bo gelên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin bû mînakeke sereke.

Şoreşa Rizgariya Vîetnamê bi serokatiya Ho Shi Minh pêş ket. Ho Shi Minh bi xwe endamê Partiya Komunîst a Fransa ye û her wiha endamê Komunternê (Enternasyonala Komunîst) ye. Komunternê biryar girtibû ku her endamê/a wan li welatê xwe têkoşîna sosyalîst pêş bixîne û şoreşê bi ser bixîne. Ho Shi Minh ji bo pêkanîna vê erka ku Komunternê daye endamên xwe pêk bîne derbasî welatê xwe dibe. Ewilî xwe li sînorê Vîetnam û Çînê bi cih dike. Partiya Komunîst a Çînê jî wê demê bi pêşengiya Mao têkoşîneke berfireh dimeşîne. Ev yek jî ji bo Ho Shi Minh dibe derfet. Li Çînê baregeha xwe ava dike û bi rêbazên veşartî xebata rêxistinkirinê dide meşandin. Beriya ku Şerê Cîhanê yê Duyemîn dest pê bike rêxistinbûna xwe digihîne astekê.

Dema ku Şerê Cîhanê yê Duyemîn dest pê dike welatê wan ji derveyî Fransayê vê carê jî ji aliyê Japonyayê ve tê dagirkirin. Gelê Vîetnamê di nava Şerê Cîhanê yê Duyemîn de di serî de li dijî hêzên Japonî ji bo rizgariya xwe şerekî berfireh dide meşandin. Di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de bloka ku Japonya tê de têk diçe û Japonya teslîm dibe. Piştî vê, vê carê jî Şerê Vîetnamiyan a li dijî Fransayê derdikeve pêş. Ji sala 1945’an heta sala 1954’an şerekî demdirêj dimeşînin û hêzên dagirker ên Fransayê têk dibin û ji ser xaka xwe diqewitînin. Li ser vê yekê, bi hewldanên Fransa, DYE û hêzên din ên hegemonîk, welatê Vîetnamê wekî du parçeyan tê parçekirin. Parçeyê Bakur ê Vîetnamê di bin kontrola hêzên rizgarîxwaz de dimîne. Lê parçeyê Başûr ê Vîetnamê di bin destê hikûmeta kûkla (peyk) de dimîne. Hêzên şoreşger ji bo rizgariya vî parçeyê Vîetnamê jî têkoşînê dimeşînin. Di vê têkoşînê de li pişta hikumeta kûkla jî di serî de DYE, hêzên hegemonîk hene. DYE, ewilî wekî hêzên şêwirmend hin kesên pispor dişîne Başûrê Vîetnamê û piştre jî her ku diçe li vî parçeyî hêza xwe zêde dike û di dawiyê de êdî bi xwe şer dimeşîne. Gelê Vîetnamê ji bo ku karibe parçeyê Başûr jî rizgar bike û welatê xwe bike yek, ji hêzên navneteweyî yên sosyalîst-demokrat-azadîxwaz piştgiriyê digire û têkoşîneke efsanewî dimeşîne. Di dawiyê de DYE têk dibin û wê mecbûr dikin ku ji xaka Vîetnamê derkeve. Şerê li dijî DYE, 15 salan didome û di vê demê de derbên giran li artêşa DYE didin. Ev derblêdan digihêjin asteke wisa ku nexweşiyên derûnî bi artêşa DYE re çêdibin. Ji bo vê nexweşiyê “Sendroma Vîetnamê” hat gotin. Demeke dirêj bandora vê nexweşiya derûnî li ser eskerên artêşa Emerîka ma. Mirov dikare bibêje ev sendrom heta Şerê Kendavê jî pir li pêş bû û xwestin bi vî şerê 1990’î pêşketî vê sendromê derbas bikin. Encama şerê Vîetnamê ji bo Emerîkayê ewqasî giran bû. Bêguman, encama şer ji bo gelê Vîetnamê girantir bû.

Vîetnamî têkoşîna xwe bi dizîbûneke kûr dimeşînin. Li welatê Vîetnamê çiyayên pir zêde yên ku gerîla karibe xwe tê de biparêze û baregehên xwe ava bike tine ye. Welatê Vîetnamê zêdetir daristan e û av e. Hidûdê wê bi piranî ji aliyê behrê ve hatiye dorpêçkirin. Lê belê, têkoşerên Vîetnamê jî bi erdnîgariya welatê xwe dizanin û bi vê zanebûnê şerê xwe rêxistin dikin. Daristanên welatê xwe pir baş bi kar tînin. Wê dezavantaja ji ber çiyayan derketiye holê bi vî rengî vediguherînin avantajê. Ew lawaziya heyî bi rêxistinkirina gel ji holê radikin. Rêxistinên xurt ên îstixbaratê ava dikin û pir zû hayê wan ji liv û tevgera Emerîkiyan çêdibe. Bi vî rengî dikarin çalakiyên mezin rêxistin bikin û van çalakiyên xwe jî bi ser bixin.

Artêşa Fransa jî û artêşa Emerîka jî artêşên pir xurt bûn, di warê hejmarê de zêde bûn û di warê teknîkê de li pêş bûn. Teknolojiya herî pêşketî û çekên herî nûjen di destê wan de hebûn. Bi keştiyên xwe yên şer Vîetnam dorpêç kiribûn. Hejmareke pir zêde balafirên wan ên şer hebûn. Hemû balafirgehên balafiran di destê DYE de bûn. Ev jî têra wan nedikir. Li gel vê, li peravên Vîetnamê keştiyên ji bo balafiran jî bi cih kiribûn. Li beramberî vê di destê gelê Vîetnamê de jî çekên ferdî, doçka, hewan û roketavêj hebûn. Yanî di navbera artêşa gerîla ya Vîetnamê û artêşa DYE de bi qasî ku nikare bê muqayesekirin bêtewazûniyek hebû. Mûqayeseya dihat kirin wisa bû: Şerê Fîlê û Moriyan. Vîetnamî bi xwe jî vê pênaseyê dikin, yanî şerê xwe yê li dijî Emerîkayê wekî şerê moriyan ê li dijî fîlê dinirxînin û dibêjin; “Moriyan hûrik hûrik, di nava demeke dirêj de parçe bi parçe ji fîlê jêkirin û fîl xistin xwarê.”

Teknîka Emerîka pir xurt bû. Ne mimkun bû ku karibin di milê teknîkê de ji vê re bibin bersiv. Lê bi xebatên xwe yên rêxistinî û xebatên xwe yên veşartî dikarîbûn teknîka herî pêşketî jî vala derxînin. Vîetkong (ji gerîlayên Vîetnamê re tê gotin), bi saya rêxistinbûna xwe ya gel ji liv û tevgera Emerîkiyan agahdar dibûn, li gorî vê tedbîrên pêwîst digirtin û di heman demê de teknîka wan a herî pêşketî jî vala derdixistin. Ne tenê vala derdixistin, di heman demê de ew teknîk tine jî dikirin. Bi dehan keştiyên şer ên Emerîkayê di behrê de teqandin û noqî avê kirin. Bi sedan balafirên Emerîka li balafirgehê, li ser erdê tine kirin. Van çalakiyên Vîetkongan dikarîbû êrîşên DYE bi temamî ji holê rakira? Na.

Li dijî xaka Vîetnamê, li dijî Vîetkongan, li dijî gelê Vîetnamê pir zêde êrîş çêdibûn. Bombeyên fosforê, bombeyên napalmê, her cure bombe bi kar anîn. Bombeyên 20 hezar lîbreyî (nêzîkî 10 tonî ye) ku balafireke barhilgir encax dikarîbû rakira, bi kar tanîn. Dema ku hesabê van bombeyên ku DYE bi ser Vîetnamê de barandine hat kirin encameke wisa derket holê: Li giştî xaka Vîetnamê li ser her metrekareyekê (metreyek çargoşe) 350 kîlo bombe hatiye barandin. Di Şerê Cîhanê yê Duyemîn bi xwe de jî li eniya şer a herî giran jî di vê astê de bombe nehatiye avêtin. Feqet van bomberdûmanên giran ên DYE jî nikarîbû rewşa şerê li Vîetnamê bida guhertin.

Me li jorê diyar kir, Vîetnam di warê çiyayan de feqîr e, lê belê daristanên wê yên fireh hene. Gerîla jî ev daristan wekî baregeh bi kar tanîn. Bi vî rengî xwe diparastin. Artêşa Emerîka nikarîbû di nava daristanan de şerê Vîetkongan bike. Ji ber vê yekê hem daristanên Vîetnamê şewitandin hem jî daristan bi dermanên kîmyewî hişk dikirin. Ev yek jî ji bo ku gerîla nikaribe xwe di nav daristanan veşêre, xwe biparêze, wekî baregeh û dibistanê bi kar bîne dikir. Feqet ev jî li pêşiya gerîlayên Vîetnamê nebû asteng. Gerîlayên Vîetkongê serî lê rêbazên cuda cuda dan û bi vî rengî xwe ji çavdêrî û êrîşên artêşa DYE diparastin. Yek ji van rêbazên girîng û herî bi bandor jî ew bû ku di binê erdê de tunel û baregeh çêkirin. Bi hezaran kîlometre tunel kolandin, baregehên xwe di bin erdê de çêkirin, di navbera parçeyên Bakur û Başûr de bi dehan tunel kolandin, bi rêka van tunelan alîkariya lojîstîk, çek, cebilxane, endaman dikirin û ew digihandin qada şer. Gelek li dijî dagirkeriyê ji bo rizgariya xwe cara yekem e ku di vê astê de tunelan dikole û bi kar tîne. Dewletan di şerên cîhanê de tunel çêkirin, lê ev jî ne di wê astê de bûn. Artêşa DYE li dijî van tunelan gazên jehrî jî bi kar anîn, xwestin bi taqemeniyan hilweşînin jî, gelek rê û rêbaz ceribandin. Lê, artêşa Emerîka bi ser neket. Van tunelan di meşandina şerê rizgariya Vîetnamê de roleke girîng û sereke lîstin.

Gerîlayên Vîetkongê di nava gel de pir rêxistinkirî bûn. Jixwe welatparêziya gelê Vîetnamê jî ew derfet dida gerîlayan. Her wiha partî û artêşa rizgariya Vîetnamê jî bi gelê xwe pir girêdayî bû. Li beramberî gelê xwe bi rêzdarî û hurmet tevdigeriya. Destpêkê ji bo rêxistinkirina gel zehmetî kişandibin jî, piştî ku bawerî ava kirin gelê Vîetnamê her tim bi gerîlayên xwe re tevgeriya. Gerîlayan jî dixwestin gel tevlî şer bikin, şerê rizgariyê bikin şerê gel da ku karibin şerê xwe bi ser bixînin. Bêguman, pêşengtiya Partiya Komunîst û rêxistinkirina hêza profesyonel a şer û artêş red nekirine. Şerê li Vîetnamê bi pêşengiya saziyan û tevlîbûna gel meşandin. Ji ber vê yekê karîbûn şerê hêzên mezin ên dagirker bikin û bi ser bikevin. Gel û gerîla mîna yek bedenê bibûn, yekpare bibûn. Vê yekê jî qeweteke mezin ava dikir.

Çavkanî û hêza Vîetkongan, gel bi xwe bû. Di nav gel de veşartî kar dikirin û îstixbarata xwe ji gel digirtin. Bi vî rengî hem xwe diparastin hem jî derbên giran li dagirkeran dixistin. Ji bo asta girêdan û rêxistinbûna gel û gerîlayan ger ku mirov mînakekê bide her hal mînaka Dîen Bîen Phû nimûmeya herî berbiçav e. Ev bajar ji aliyê Fransiyan ve hatibû dagirkirin û baregeha herî mezin a Fransiyan li vir bû. Biryargeha şer a Fransa li vir hatibû bicihkirin, 16 hezar eskerên Fransayê û li gorî van çek, cebilxane û teknîk lê hatibû bicihkirin. Li gorî vê yekê jî hêza Fransayê li vê baregehê qadeke mezin kontrol dikir. Ji bo ku hêzeke ewqasî mezin û qadeke ewqasî fireh bê dorpêçkirin hewceyî bi hêzeke mezintir, qet nebe hewceyî bi hêzeke bi qasî wê heye. Îcar di şerê gerîla de jî komkirina hêzeke wisa mezin bi xwe re hem zehmetiyan hem jî xeteriyan tîne. Divê ku bêyî agahî belav bibe, bêyî ku dijmin agahiyê bigire li herêmên cuda hêz werin bicihkirin, xwe nêzî vê biryargeha şer bikin, li wir bên bicihkirin, lojîstîka wê bê temînkirin, amadekariyên şer bê kirin. Yanî ev hemû dema hat kirin û agahî negihişt dijmin, ev bi serê xwe serketineke mezin e. Vîetnamî vê dikin. Bêyî ku agahiya Fransayê jê çêbibe hêza xwe kom dikin, dibêjin ku nêzî 40 hezar gerîlayî tevlî serdegirtinê bûne. Gel jî tevlî serdegirtinê dikin û serdegirtinê pêk tînin, derba kuştinê li hêzên dagirker ên Fransayê dixin. Heger tevlîbûn, fedakarî, dilsoziya gel nebûya biserxistina çalakiyeke wisa ne hêsan bû. Di vir de rola gel roleke sereke ye.

Teoriya “behr û masî” jî bingeha xwe ji têkoşîna Vîetnam û Çînê digire. Di vir de behr gel e, masî jî gerîla ye. Teoriya şerê li dijî tevgerên rizgariyê digot, “behrê ziwa bike û masî bigire.” Yanî peywendiyên serkeftî yên gerîla û gel xera bike, bingehê teoriyê ev e. DYE hewl da têkiliyên gel û gerîla qut bike. Bi vê armancê bi navê “gundên stratejîk” gund ava kirin. Çend gund li cihekî kom dikirin, dora van gundan bi têlên bidirî digirtin, bi eskeran diparastin û ji van re digotin gundên stratejîk. Dixwestin gerîla û gel negihêjin hevdu. Lê, peywendiyên gel û gerîla ewqasî xurt bûn ku ruxmî wan gundên dorpêçkirî jî têkiliyên gel û gerîla dewam dikir.

Xulase, DYE piştî şerekî dijwar ê 15 salan bi xisareke mezin li beramberî gerîla û gelê Vîetnamê têk çû. Artêşa Emerîkayê bi salan nikarîbû xwe ji bandora vî şerî xelas bikira. Sendroma Vîetnamê bibû nexweşiya artêşa Emerîka. Eskerên Emerîkî yên ketibûn nav vî şerî piştî şer ji bo tedawiya derûnî çûn doktoran. Bandoriya vê binkeftinê demeke dirêj tesîr li ser artêşa Emerîka kir.

-Têkoşîna Rizgariyê Ya Cezayîr Û Lîbyayê

Di çarçoveya şerê gel ê li dijî dagirkeriyê de mirov dikare Lîbya û Cezayîrê jî binirxîne. Rewşa her welatî û rewşa her gelî ji hev cudatir e. Erdnîgariya her welatî ji hev cudatir e. Karaktera her civakê jî li gorî wê erdnîgariyê û dîrokê ava dibe. Ji ber vê yekê, ji ber ku welat û gel ji hev cuda ne, şerê wan jî xwedî hin xisletên cuda ne. Ev yek bi xwe re di taktîkên rojane de jî cudabûnê tîne. Lê belê, cewherê têkoşînan nêzî hev in, armanc serxwebûn û rizgarî ye. Wek mînak, Vîetnam welatekî daristan e, ji ber vê yekê şerê xwe li gorî şerê di nava daristanan de rêxistin kiriye. Xaka welatê Lîbya û Cezayîrê zêdetir çol (sahra) e. Şerê li van welatan jî li gorî vê rewşê hatine pêşxistin.

Cezayîr û Lîbyayê jî li dijî artêşên Fransa û Îtalyayê şerê rizgariya neteweyî meşandin û dagirkeriya li ser welatên xwe têk birin. Li Çîn û Vîetnamê şerê rizgariya neteweyî bi pêşengiya partiya komunîst dihat meşandin, vê nêzîkatiya îdeolojîk rengê xwe da şoreşa Çîn û Vîetnamê. Li Cezayîr û Lîbyayê jî têkiliyên civakê rengê pêşengiya şerê rizgariya neteweyî dabûn diyarkirin. Nuqteya hevpar a van têkoşînan ew e ku şerê xwe yê rizgariyê bi tevlîbûna gel dan meşandin û bi ser ketin. Piştî salên 1960’î jî van welatan bandora xwe li welatên din, bandora xwe li şerê wan ê rizgariyê kir. Ji ber vê yekê Rêber Apo diyar dike ku wexta dest bi têkoşîna azadiya Kurdistanê kiriye li tecrûbeyên Vîetnamê û welatên Efrîkayê mêze kiriye, lêkolîn kiriye. Di nava van welatên Efrîkayê de wekî sereke welatên Cezayîr û Lîbyayê jî hebûn.

-Têkoşîna Rizgariyê Ya Efxanistan, Libnan Û Filistînê

Li gorî van welatên me behsê kir, welatên Efxanistan, Filistîn û Libnan di warê cografîk de zêdetir nêzî welatê me ne. Di dema têkoşîna germ a Libnan û Filistînê de peywendiya partiya me bi van rêxistin û welatan re çêbûye, em jî wekî tevger beşdarî nav têkoşîna wan bûne û me di vê têkoşînê de şehîd jî dane. Me bandor li hev kiriye. Hersê mînak hêna jî zindî ne û têkoşîna xwe didomînin.

Efxanistan mînakeke balkêş e. Balkêşbûna xwe ji rêxistina Talîban, li gel vê jî ji tevgera El Qaîde û şerê wan digire. Bi alîkariya dewleta Sovyetê- dibe ku Rûsya rasttir be- di sala 1978’an de kesê bi navê Babrak Karmal darbeyê dike û kontrola dewletê dixe destê xwe. Dewleta Rûsyayê jî ji bo ku vê desthilatdariyê biparêze hêzeke mezin derbasî ser xaka Efxanistanê dike. Bi vê darbeyê re û bi destwerdana Rûsyayê re (di vê navberê de Şoreşa Îslamî ya Îranê jî pêş dikeve) li herêmê hevsengiya di navbera Rûsya û Emerîka de diguhere û Rûsya xwe firehtir dike. Di serî de Emerîka, hêzên hegemonîk ji bo ku hevsengiyên xera bûne careke din di lehê xwe de biguherin dikevin nav liv û tevgerê. Di encama vê de ji bo ku li dijî Rûsya û desthilatdariya Babrak Karmal şer bikin piştgiriyê didin El Qaîdeyê û eşîrên li Efxanistanê. Tevgera Talîban di vê demê de bi îdeolojiya Îslamî ava dibe. Talîban û El Qaîde piştî şerê 10 salan ê li dijî hêzên Rûsî bi ser dikevin û artêşa Rûsan li Efxanistanê tê şkandin.

Di şerê li dijî artêşa Rûsan de Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Talîban bi çek û rêxistin kir. Di milê maddî de hêzên hegemon pir alîkarî dan vê rêxistinê. Lê, kesên ku li ser rûyê erdê şer dikirin bi piraniya xwe gelên Efxanistanê bûn. Hejmareke biçûk jî be hin kesên ku li dijî Sovyetê hatibûn rêxistinkirin jî tevlî vî şerî bûn, lê yên ku ev şer bi ser xistin Talîban û El Qaîde bûn. Talîbanê wê demê jî peywendiyên xwe yên gel xurt kir. Hesasbûna gel a li beramberî baweriya Îslamê di propagandaya xwe de li dijî komunîzmê bi kar anî, gel li beramberî Sovyetê sor kir û bi vî rengî rêxistin ava kir. Her wiha, têkiliyên xwînî, yanî peywendiyên eşîrî jî baş bi kar anî. Ev şer piranî li ser pişta Peştûnan hat meşandin. Jixwe piraniya civaka Efxanistanê jî ji Peştûnan pêk tê. Xulase, Talîbanê xwe di nava gel de bi rêxistin kir, xebatên xwe bi awayekî veşartî meşand, gel qezenc kir, xwe di nava gel de veşart û gel jî tevlî nav şer kir. Ola Îslamê jî di vê rêxistinkirinê û şer de roleke girîng lîst. Hêzên Rûs ne Misilman bûn, gelê Efxanistanê jî Misilman bû. Dagirkeriya Rûsan wekî êrîşeke olî hat nîşandan û civak li ser vê yekê bi rehetî hat rêxistinkirin. Talîbanê, kadro û eskerên xwe bi nakokiyên olî motîve kir. Çiyayên xwe jî baş bi kar anîn. Li Çiyayên Tora-Bora baregehên xwe danîn, xwe li vir parastin û şer îdare kirin. Ruxmî ku îdeolojiya Talîban û El Qaîdeyê gelekî paşverû jî bû, dîsa jî artêşa Rûsan a ewqasî mezin têk bir.

Talîbanê, piştî ku di sala 1989’an de Rûs ji welatê xwe derxistin, heta 11’ê Îlona 2001’ê jî li Efxanistanê desthilatdar bû. Di vê dîrokê de li ser du bircên aîdî Navenda Bazirganiya Dinyayê ya li Emerîkayê êrîşên bi balafiran çêbûn. Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê jî El Qaîde û cihê ku El Qaîdeyê xwe lê bi rêxistin kiriye, Efxanistan, wekî berpirsiyarê vê êrîşê dît. Piştî êrîşê bi 40 rojan Emerîkayê jî li ser xaka Efxanistanê êrîşeke berfireh pêş xist û Efxanistan dagir kir. Di bin berpirsiyariya Hemîd Karzaî de hikûmeteke kûkla (peyk) ava kir. Ji hêzên Tacîk, Ozbek, civakên Şîa, eşîrên di dola Pencîr de dijîn, ji hin kesên nerazî û muxalîf artêşek jî dan avakirin. Dewleta Tirk jî tê de hêzeke navneteweyî ket nav xaka Efxanistanê û li dijî Talîbanê şer dan meşandin. Emerîkayê van koman ji dema ku Rûsyayê Efxanistan dagir kir û şûn de nas dikir. Emerîkayê ev kom li beramberî hêzên Rûs rêxistin kiribûn û li dijî wan dabûn şerkirin. Ji ber vê yekê Emerîkayê di rêxistinkirina muxalîfên li Efxanistanê de zehmetî nekişand.

Bi kurtasî, piştî şerê 20 salan Emerîka mecbûr ma ku ji bo çareseriya pirsgirêkê bi Talîbanê re rûnê. Ev yek ji bo Talîbanê serketineke mezin bû. Wan bi xwe jî destpêkirina hevdîtinê wekî serketinekê nirxandin. Ya rast jî ew bû. Emerîka û hêzên di çarçoveya koalîsyonê de li dijî Talîbanê şer dimeşandin hemûyan hêzên xwe vekişandin. Heta piraniya wan beriya ku Emerîka dest bi hevdîtinan bike hêzên xwe kişandibûn. Hikûmeta ku ji aliyê Emerîkayê ve hatibû avakirin û Emerîkayê ew kiribû desthilatdar, artêşa ku Emerîkayê ji bo vê hikumetê kom kiribû di nava 10 rojan de ji hev belav bû. Gelo çi hêza Talîbanê hebû ku hêzeke wisa mezin, xwedî teknîkeke wisa pêşketî, hêzeke navneteweyî ya ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wekî rewa dihat dîtin û artêşeke hikumeta Efxanistanê ya ji 300 hezar kesî pêk hatî têk bir? Hevalê Cemal vê pirsê wiha dinirxîne:

“Dema ku Efxanîstan hat dagirkirin Talîban şer nekir, ji bajaran xwe şûn ve kişand. Li beramberî vê rewşê pir kes fikirîn ku, Talîban tasfiye bûye. Ji ber ku Talîban li çend cîhan şer kiribe jî, piraniya bajaran bêyî ku şer bike berda, berxwedaniyek cidî nîşan neda. Ji wê demê heya niha ev 18 sal in li Efxanîstanê şer dimeşe. DYE û NATO Talîban wekî dijminê sereke îlan kirin. Eskerê Tirk jî di nav de gelek welatên di NATO’yê de esker şandin Efxanîstanê. A niha jî ew eskerana li Efxanîstanê ne. Kesî ew şera qezenc nekir. Ji ber vê yeke DYE bi Talîban re, ji bo pirsgirêk bê çareserkirin li Qatarê hevdîtinan dike. Di daxuyaniyên hatî dayîn de, li ser kaxizê li hev kirine, ger ku serokê DYE jî erê bike, wê peymana lihevkirinê têkeve meriyetê. Ger ku Trump jî erê bike, wê lihevhatin çêbibe. Talîban lihevhatinê, lihevkirinê ji bo xwe wekî serkeftinekê dibîne.”

“Me li jorê gotibû, dema ku Emerîkayê cara yekê êrîş kir, Talîban xwe şûn ve kişand û alîgirê Emerîka bûn desthilatdar. Lê belê, piştre Talîban hêdî hêdî gund, nahiye û bajar bi dest xistin. Di rewşa niha de roj ji %40, şev jî ji %60’ê Efxanîstanê di destê Talîbanê de ye. Ev şîrove nîn e, agahiyên ekît in. Li hin cîhan bi şev desthilatdariyê bi dest dixe, lê bi rojê xwe şûn ve dikişîne. Li hin cîhan jî bi şev û roj bi temamî hakîm e. Dema ku bi serkêşiya Hamîd Karzaî hin komên din bûn desthilatdar, Emerîka ji bo ku ew karibin artêş û hikûmetê ava bikin alîkar bû. Lê tevî hemû alîkariyan jî li beramberî çalakiyên Talîbanê nikarîbûn bisekinin. Yanî hem hevdîtinan dikin, hem jî şer dimeşînin. Emerîka rojane herî kêm 15 caran êrîşên hewayî pêk tîne. Ew a niha jî wisa ye.”

“Tevî ku Emerîka û NATO bi hemû hêza xwe li dijî Talîbanê şer dikin, ji hevkarên herêmî hikûmet û artêş hatiye avakirin û şer dikin, çawa dibe ku Talîban ewqas bajar bi dest dixe, herêmeke ewqasî berfireh di bin destê xwe de digire? Niha bi Emerîkayê re li ser masê rûniştine û ji bo bigihêjin çareseriyê dixebitin. Rêveberiyên Talîbanê hevdîtinên ku bi hin kesan re kirine û peymana lihevkirinê ji bo xwe wekî serkeftinekê dît. Ji ber ku Emerîka û NATO hêza xwe ji wir bikişîne, ti şensê hêzên din li beramberî Talîban namîne. Belkî dikarin hindek cih bidin wan, lê hêza esasî wê Talîban be. Li pişt Talîban hêzeke gel a mezin heye. Ji %90 gelê Peştûn bi Talîban re ye û ji xwe nîvê Efxanîstanê jî Peştûn in. Ji gelên din jî yên ku xwedî li Talîbanê derdikevin hene. Yanî Talîban piraniya gelê Efxanistanê rêxistin kiriye.”

“Rêveberên Talîbanê dibêjin ku; ‘dema Emerîka hat, gelê me wisa hesiband ku wê rehetiyê, aştî û aramiyê bi xwe re bîne. Ji ber vê sedemê bi hatina Emerîkiyan keyfxweş bûn. Lê dema ku me dest bi şer kir Emerîka li beramberî me êrîşên hewayî pêk anîn. Dema ku em di mizgeftê de bûn êrîş kirin, gelê me windahî dan. Me jî got, ‘Emerîka li dijî gelê me ye’. Dema ku gelê me di şahiyekê/dawetekê de bûn êrîş kirin, dîsa însanê me jiyana xwe ji dest dan. Me dîsa propaganda kir û got, ‘ew êrîşana li dijî me hemûyan e’. Her ku êrîş çêbûn, me wendahî dan, lê yên ku wendakirî ne em bûn. Berevajî, em hîn zêde xurt bûn. Di êrîşê de yên ku jiyana xwe ji dest dan me şehîd îlan kirin û me gelê xwe hîn zêde qezenc kir. Dema ku me wendahî nedidan jî, ji xwe yê qezenc dikir em bûn. Di êrîşan de me qet wenda nekir, bi her awayî me qezenc kir.’ Ev axaftin aîdî berpisiyarê Talîbanê bi xwe ye.

Di vê mînakê de jî tê dîtin ku, Talîban her di nav gel de ye, gel rêxistin dike û xwe bi gel diparêze. Digihêje wê astê ku, Emerîka û NATO nikare li wan bide. Ji ber ku li ku derê bide, li wir gel heye. Li bajaran Talîban jî, gel jî heye, ji ber vê sedemê nikare lê bide. Talîban xwe bi rêzabekê bi tenê rêxistin nake, bi 6-7 rêbazên cuda rêxistin dike. Mînak; wekî şervan, fedaî, polîs, asayîş, çalakvan û hwd. rêxistiniyên cuda cuda ava dike. Ew giştî di nav gel de ne, cilên medenî li xwe dikin. Li çiyan şikeftên ku karibe 500 kesî bihewîne çêkirine. Di van şikeftan de xebatên perwerdê û xebatên din dimeşînin. Li çiyayan xwe di şikeftan de diparêzin, lê li gund û bajaran jî di nav gel de dimînin û xwe wisa diparêzin. Talîban bi van rê û rêbazan li beramberî hêza NATO’yê serkeftin bi dest xist. Mînaka Talîban rastî jî balkêş e. Em li vir dibînin ku Talîban xwe di nav gel de bi cih kiriye û gel wekî şemsiyekê wan diparêze. Talîban ji bo ku karibe xwe biparêze pişta xwe hem dide çiyayan û hem jî dide gel.”

“Talîban mînakeke zindî, şenber û li ber çavan e. Di êrîşên hewayî de hêzên Talîban û gel her çiqasî wendahî dabin jî, di dawî de encamê wê li dijî dijminê Talîbanê bûye. Ewilî hêvî û bendewariya gelê Efxan ji hatina Emerîka û hêzên derveyî hebû û bi hatina wan keyfxweş dibûn, niha bi temamî dijberî wan bûne û dixwazin êdî êrîşên hewayî li ser wan pêk neynin, wan nekujin û demekê zûtir ji welatê wan derkevin. Talîban jî bi temamî mafdar dibînin û xwedî lê derdikevin. Ji ber vê sedemê rêveberiya Talîbanê dibêje ku; ‘Ji ber êrîşan em qet lawaz nebûn, dema windahiyên me çêbûn, me propagandaya vê kir, ger ku windahiyên me çênebûn, wê demê zatî em bi ser ketine’. Yanî hevkêşeyeke wisa ava kirine ku, ew hêzên kûrewî tevî ku teknolojiya dinyayê ya herî pêşketî di destê wan de ye jî, bi Talîban nikarin.”

Mînakeke din a berbiçav jî Libnan, Hizbullah û Filistîn e. Libnan welatekî biçûk e. Heta ku Îsraîlê di sala 1982’yan de êrîş kir Libnan navendeke tevgerên şoreşgerî bû. Partiya me jî di nav de, ji her deverên dinyayê bi dehan tevgerên şoreşger li wir bûn. Tevgerên Filistînî jî di nav wan de bûn, ew mezintir bûn û wekî xwediyê malê bûn. Wê demê Hizbullah wekî rêxistinekê ava nebibû. Piştî ku Şoreşa Îslamî ya Îranê çêbû, Îsraîlê êrîş kir, tevgerên Filistînî têk çûn û ji Libnanê derketin, rewşa gel a li Libnanê mîna ku ji bo avabûna Hizbullahê bû bingeh. Piştî êrîşa Îsraîlê ya di sala 1982’yan û şûn de Hizbullahê rêxistinbûna xwe ava kir. Bi çalakiyên fedaî yên li dijî baregehên Emerîka û Fransayê jî xwe îlan kirin. Wan çalakiyan bingeha hebûna van hêzan hejand û hişt ku ev hêz qewetên xwe ji Libnanê vekişînin. Vê yekê jî di serî de di nava gelê Libnanê de, li herêmê bandora Hizbullahê zêde kir.

Hizbullah, li Libnanê di nava civaka Şîa de her ku diçe bi bandor dibe. Di nava gel de rêxistina xwe xurt dike. Îsraîl weke dewleteke êrîşkar êrîşî xaka Libnanê dike û wekî tekane rêxistina ku li dijî vê şer dike jî li holê tenê Hizbullah dimîne. Civaka Libnanê jî bi piranî Misilman e û li dijî Îsraîlê ne. Ji ber vê yekê têkoşîna Hizbullahê ya li dijî Îsraîlê di nava gelê Libnanê de sempatiyekê ava dike. Ji bilî vê, Hizbullah ji tenduristiyê bigirin heta perwerdeyê bi pirsgirêkên civakê re jî mijûl dibe. Ev yek jî sempatiya li beramberî Hizbullahê zêde dike. Digihêje wê astê ku hikumet nikaribin bêyî Hizbullahê bên avakirin. Her çiqasî hikumet bi awayekî yekser di bin destê Hizbullahê de nebin jî, yê ku hikumetê ji der ve îdare dike di esas de Hizbullah e. Vê yekê jî bi hêz û rêxistinbûna xwe ve dike. Di nava welat de girêdayî xwe û bi hejmareke mezin artêşek jî ava kiriye. Ew artêş girêdayî artêşa welat nîn e, lê meşrûiyeta wê jî heye û vê yekê jî ji gel digire.

Hizbullah ruxmî ku xwedî artêşeke ewqasî mezin e jî bi piranî bi awayekî veşartî tevdigere. Bi taybet jî ev artêş veşartî ye. Tê gotin ku 60-70 hezar eskerên Hizbullahê hene. Lê nayê zanîn ewqas esker li ku derê bi cih kirine. Piraniya van eskeran rojane di nava karên xwe de ne, xebatên hilberînê dikin; karker in, gundî ne, mamoste ne, bijîşk in, şagirtên dibistanê ne û hwd. Yanî pêkhateyên civakê kî bin, artêşa Hizbullahê jî ji wan pêk tê. Bes, di nava artêşê de pir zêde jin tine ye. Li gorî texmînan ji sedî bîstê artêşa Hizbullahê aktîf e, ji sedî heştê jî veşartî ye. Ev hejmara mezin jî wekî rêxistina milîsan ava kirine, çi demê pêdivî pê hebe ew karker, gundî, bijîşk, mamoste bi giştî bi fermanekê dibin esker. Eskerên Hizbullahê xuya nakin. Carina tevlî merasîman dibin, ew jî rûgirtî, ewqas. Berpirsiyarekî Hizbullahê wisa dibêje: “Libnan, navenda Hizbullahê ye. Hêzên leşkerî yên Hizbullahê hem li Libnanê ne hem jî ne li Libnanê ne.” Yanî dibêje esker hene, lê belê li ku ne, artêşeke çawa ye, ev ji aliyê kesî ve nayê zanîn. Bi kurtî, hêza Hizbullahê ew e ku xwe di nava gel de bi rêxistin kiriye, gel tevlî şer dike, artêşa xwe bi siriyeteke mezin diparêze. Bêguman, karên din ên rêxistinî jî vê hêzê xurttir dike. Ger ku îro tê gotin yê ku li Sûrî li cem rejîmê şer dike û rejîma Sûrî li ser piyan digire Hizbullah e, ev yek bi vê ve girêdayî ye. Yek jî Hizbullah ji bo şer û parastinê şkeftan jî bi kar tîne. Hevalê Cemal têkildarî Hizbullahê û rêxistinbûna wê wisa dibêje:

“Hizbullah li herêmeke ku dikeve navbera bajarê Sur û Nebatiyê ji bo ku şer bike du gir amade kiribûn. Di sala 2006’an de Îsraîlê xwest ku dîsa têkeve Libnanê. Hizbullah di van herdu giran de li ber xwe da. Îsraîlê bi hêzên hewayî lê da, Hizbullahê gir bernedan, Îsraîlê xwest ku di bejahî de bikevê, Hizbullahê ji wan şikeftên ku di girikan de vekirine, suîqest dikir, Îsraîl dîsa nikarîbû pêşde biçûya. Wê pêvajoyê nêzîkî mehekê dewam kir. Di dawiyê de Îsraîlê gef xwar û got, ger ku ew herdu gir neyên berdan wê bajaran bombardûman bike. Hizbullahê dîsa jî ew gir bernedan. Îsraîlê bajarê Sur û Seyda bombardûman kir, lê ti encam bi dest nexist û xwe şûnve kişand. Îsraîlê di dîroka xwe de cara yekê artêşa xwe xist bin lêpirsînê û serfermandarê xwe ji erkê girt. Artêşa Îsaîlê bi hemû hêza xwe êrîş kir, lê nikaribû wan herdu giran ji destê Hizbullahê bistîne.”

“Ji vê bûyerê, ji sala 2006’an û vir ve Îsraîl cesaret nake ku têkeve Libnanê. Hizbullahê bi vê berxwedaniya xwe ve xwe îspat kir. Gelê Libnanê gihişt wê qeneetê ku, encax Hizbullah dikare wan biparize û lewra baweriya wan a bi Hizbullahê xurttir bû. Piştî şerê 2006’an û şûn de hilbijartin çêbûn û Hizbullah bû hêza desthilatê, kesekî ji Hizbullahê bû serokwezîrê Libnanê. Niha koalîsyon heye, serokwezîr ne ji Hizbullahê ye, lê dîsa jî yê di hikûmetê de bi bandor Hizbullah e û Başûrê Libnanê jî di bin serweriya wan de ye.”

Dema ku mirov li rêxistinbûna Hizbullahê dinêre tê dîtin ku xwe li ser çend lingan rêxistin kiriye. Ew çend lingên ku Hizbullahê xurt dikin jî bi vî rengî dikarin bên jimartin: Yek, îstixbarata xwe bi awayekî xurt rêxistin kiriye. Dudu, ji bo şerê dijîtal-elektronîkî binkeyek ava kiriye. Sisê, xwe di teknîka çêkirina roketê de pêş xistiye. Çar, sîstema tunelan daye rûniştandin û van tunelan bi kar tîne. Û pênc; li sirriyet, veşartîbûn û kamûflajê baldar e. Hizbullahê girîngiyeke zêde daye sirriyet û veşartîbûnê. Îstixbarat û li beramberî îstixbaratê jî veşartîbûn hêzeke esas e. Rewş wisa ye ku Hizbullah di nava dewletekê de wekî dewletekê ye, desthilatdar e, artêşa wê heye, lê têkildarî wan ti kes ne xwedî agahiyeke berfireh e. Kesên li vî welatî dijîn bi xwe jî ne xwedî agahiyeke berfireh in. Di milê rêxistinê û têkoşînê de prensîba xwe ya esasî wisa ye; “Xwe veşêre, îstixbarata dij-îstixbaratê xurt bike û dijmin bixe bin kontrola xwe.” Yanî, bi kurtasî bi temamî veşartî ye û hêza xwe ya esasî jî ji vir digire.

Tevgerên Filistînî jî demek dirêj li Libnanê man, têkoşîna xwe ya li dijî Îsraîlê li vir rêxistin kirin û meşandin. Libnan mîna ku ketibû bin destê tevgerên Filistînî û tevgera Artêşa Rizgariya Filistînê. Bandor û hêza Filistîniyan ji ya artêşa Libnanê xurttir bû. Libnan bi saya têkoşîna Filistîniyan a li dijî Îsraîlê bibû navendeke têkoşîna şoreşgerî. Hema hema ji her deverên dinyayê tevgerên rizgariya neteweyî, sosyalîst û tevgerên bi rengên cuda li vê derê kom dibûn û perwerde didîtin. Ji bo tevgerên şoreşgerî roleke wisa erênî ya têkoşîna Filistîniyan jî çêbû. Heta sala 1982’yan, ku vê salê Libnan ji aliyê Îsraîlê ve hate dagirkirin, tevgerên Filistînî li vî welatî bi bandor bûn.

Îsraîlê welatê Filistîniyan dagir kiriye û ev pirsgirêk bi şeklekî neyê çareserkirin hatiye hiştin. Filistînî ji xaka Filistînê dan koçberkirin, berê wan dan Misir, Urdin, Sûrî, Libnan û welatên din ên cîran. Libnan, di nava van dewletan de dibe ku ya herî biçûk be, lê belkî jî hejmara herî zêde ya Filistîniyan hatibe vê derê. Ji ber vê yekê xwedî bandoreke zêde bûn. Filistîniyan têkoşîna xwe li Libnanê rêxistin kirin, artêş ava kirin, bûn navend. Her çiqasî tevgerên Filistînî bi hêzên profesyonel têkoşîn meşandibe jî, di esas de tevgereke gelêrî bû. Têkoşîna xwe bi rengekî veşartî rêxistin dikir û dimeşand. Bi demê re Libnan wekî baregehekê bi kar anîn, hêza xwe jî wekî artêşekê û li ser erdê, bi şeklekî vekirî rêxistin kirin. Piştî ku Îsraîlê di sala 1982’yan de Libnan dagir kir û şûn de tevgerên Filistînî ji Libnanê derketin û êdî ew taybetmendiyên xwe yên wisa ji dest dan, ketin pêvajoyeke cudatir. Piştî vê êdî li ser xaka xwe bi întîfadaya gel ketin rojeva dinyayê. Piştî ku tevgerên di bin sîwana Artêşa Rizgariya Filistînê de têk çûn, vê carê hin tevgerên din derketin holê. Tevgerên ku nû ava bûn, xwe li xaka xwe û bi rêbazekî cudatir rêxistin kirin û ji bo pêvajoyê pêşengtî kirin. Hamas yek ji van e û ya sereke ye. Hamas piştî ku ava bû pêşengtiya pêvajoyê girt ser xwe û meşand. Întîfadayên (serhildan) li herêma Xazze û Şerîaya Rojava bi vî rengî dest pê kir.

Hamas, ji têkoşînên beriya xwe dersên baş derdixîne. Têkiliyên xwe yên gel xurt dike. Di têkoşîna xwe de tevlîkirina gel esas digire. Her çiqasî di nava gel de hin rêxistinbûnên xwe eşkere dike jî, beşên xwe yên veşartî jî rêxistin dike. Giraniyê dide çalakiyên gel ên rewa û eşkere. Meş û mîtîngan li dar dixe. Li hemberî artêşa Îsraîlê çalakiyên meşrû li dar dixe û bi vî rengî nahêle ku rexne li ser werin û hewl dide bi vî rengî têkoşînê bilind bike. Jixwe gelê Filistînê di nava gelên cîhanê de dihat naskirin û mafdariya xwe ya têkoşînê jî dabû qebûlkirin. Çalakiyên berê yên wekî revandina balafiran, li hemberî sefîran lidarxistina çalakiyan û hwd. li cîhanê hin bertek ava kiribûn, herî kêm wisa dihat nirxandin. Hamasê çalakiyên bi vî rengî terikandin. Çalakiyên protestoyî yên pasîf ên wekî meşê li dar xistin û xwestin alîgiriya gelên cîhanê qezenc bikin. Întîfadayê ew derfet ji bo Hamasê ava kir. Dema ku artêşa Îsraîlê êrîş kir û kesek kuşt întîfada mezintir bû, piştgirî û xwedîderketina gelên cîhanê jî zêdetir bû û li ser vê yekê Îsraîl hîn zêdetir hat rexnekirin.

Întîfadayê meşrûiyeta têkoşîna Filistînê hema hema bi her kesî da qebûlkirin. Di bin banê Neteweyên Yekbûyî de nûnertî qezenc kir. Dengê xwe zêdetir gihand cîhanê û dewleta Îsraîlê zêdetir xist nav nîqaşan. Îsraîl li beramberî çalakiyên gel ên protestoyî li gorî dema ya çekdarî zêdetir tengav bû. Her ku tengav bû jî bertekên xwe hişktir kir. Vê yekê jî gelê Filistînê zêdetir rêxistin kir û Îsraîl jî teşhîr kir. Tevgera Hamasê her çû mezin bû. Îsraîlê jî êrîşên xwe hişktir kirin. Serokên Hamasê kirin hedef. Bi rengê sûîqestan yek bi yek îmha kirin. Mîna ku stratejiya xwe ya li dijî têkoşîna Filistînê veguherand sûîqestan. Ev jî bû sedem ku li milekî şerê çekdarî bê pêşxistin û mezinkirin, li milê din jî hêzên xwe bikşîne binê erdê. Yanî sirriyeta xebatên xwe xurttir bike. Pergala tunelan pêş xistin. Artêşa xwe veşartin. Rewşa artêşê di wê astê de ye ku ti kes bi eskerên Filistînê nizanin, malbata esker bi xwe jî pê nizane. Ev yek wekî rêbazekî parastinê pêş xistin. Di rewşa niha de eynî mîna Hizbullahê, ti kes nizane hejmara artêşa Filistînê çiqas e. Endamên artêşê rojane di nava karên xwe de ne; karker in, gundî ne, mamoste ne, bijîşk in, dayik in û hwd. Çi dem pêwîstî pê bê dîtin, bangawazî bê kirin, ew karker, gundî, dayik, bijîşk, mamoste amûrên xwe yên karê dikin datînin û di nava refên berxwedanê de cihê xwe digirin. Ruxmî ku têkoşîna wan li ser du parçeyên biçûk ên erdê ne (Xezze û Şerîaya Rojava, ku eraziya herduyan bi hev re jî ji ya Hesekê biçûktir e) û herdu parçe jî ji hev qut in, Îsraîl nikare tiştekî bike. Carina êrîş dike, bajarên Filistînê bomberdûman dike, bajaran hildiweşîne, bi hezaran însanî dikuje, lê dîsa jî nikare encamê bigire.

Filistîniyan di sala 1988’an de dest bi întîfadayê kirin û wekî rêbaza yekemîn meşên girseyî li dar xistin. Însanên ji her temenî û her cinsî di nava van întîfadayan de cihê xwe girtin û li dijî Îsraîlê meşên protestoyî li dar xistin. Di van meşan de herî zêde kevir diavêtin eskerên Îsraîlê. Bi lastîkên çeqelîk kevir diavêtin, bi kevirkanî kevir diavêtin. Carina kêr carina jî molotof bi kar anîn. Çekên bi barûd jî heta ku serokên wan nehatin kuştin bi kar neanîn. Bi giranî bi amûrên ku dikarin di her malê de bên peydakirin şer kirin. Bi demê re saziyên xwe yên îdarî, leşkerî, aborî, tenduristî, perwerde, ewlekariya hundirîn, îstixbarat, hêza parastina cewherî û hwd. rêxistin kirin.

Di rewşa niha de her çiqasî hin dewlet rexneyan lê bikin û wekî saziyeke terorîst bi nav bikin jî Hamas li Xazzeyê hêzeke fermî ye. Parlemenên wê hene, hikumeta wê heye, wezîrên wê hene. Artêşeke wê ya veşartî heye. Dema ku şehîdên wê çêdibin hin eskerên wê bi şeklekî rûyê xwe bigirin tevlî merasîma şehîdan dibin. Gelê Filistînê tenê wê demê eskeran dibînin, ew jî bi rûpoşî. Lewma jî ti kes nizane kî esker e kî ne esker e. Yanî ewqasî girîngiyê didin sirriyetê. Dîsa hêzên wê yên ewlekariya hundirîn û polîs jî hene. Hêza parastina cewherî jî rêxistin kiriye. Ew jî wekî artêşeke veşartî ne, ango artêş ji van kesên endamên hêzên parastina cewherî pêk tê.

Îsraîl xwedî artêşeke profesyonel e. Saziya îstixbarata Îsraîlê, MOSSAD, di nav saziyên îstixbaratê de ya herî navdar e û xurt e. Dikare ji nav gelê Filistînê û rêxistina Hamasê jî îstixbaratê bigire, sîxurên wan hene. Xwedî teknîkeke pir pêşketî ye jî. Dewleta ku cara yekemîn seyare bi balafirên sûîqestê kiriye hedef Îsraîl e. Bi vê rêbazê gelek fermandar û berpirsiyarên Hamasê kirin hedef û kuştin. Ji ber vê yekê Filistînî-Hamas mecbûr man ku xwe bi rengekî veşartî rêxistin bikin, ku karibe xwe li hemberî êrîşên Îsraîlê biparêze. Ji bo ku Îsraîl nikaribe wan bibîne û li wan bide rêbaza herî rast ew bû ku xwe di nava gel de veşêrin û gel rêxistin bikin. Nexwe îstixbarata Îsraîlê xurt e, dema ku agahiyê bigire jî dikare derbê lê bide. Hamasê niha artêşek ava kiriye, pergala binerd pêş xistiye û biryargeha xwe jî di binê erdê de bi cih kiriye. Fermandarên wê kî ne, kes nizane. Heta eskerên wê kî ne, kes nizane. Ev veşartîbûn hêz û teknîka Îsraîlê vala derdixîne. Hêza Hamas û Filistîniyan di veşartîbûnê de ye. Kamûflajê baş bi kar tînin. Li beramberî hêzeke wisa û li welatekî dagirkirî şerê gel ê şoreşgerî bi vê rêbazê dimeşe.

-Berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê

Wekî ku tê zanîn Şêx Maqsûd û Eşrefiye du taxên Helebê ne û Kurd lê dijîn. Her çiqasî ev berxwedan li ser navê Şex Meqsûdê bê nirxandin jî, li van taxan li beramberî çeteyên Cephet-El Nusra şerekî gel hat meşandin û êrîşên çeteyan hatin şikandin. “Li Şêx Meqsûdê 250 heval û bi tevlêbûyîna 6-7 hezar însanên ji gel berxwedaniyeke mezin hat pêşxistin. Gel û şervanan bi hev re bi mehan şer kirin. Tevî ku ji her alî ve hatibûn dorpêçkirin, ji her alî ve êriş dihatin ser wan jî, gel û şervanan alîkarî dan hev, xwedî li hev derketin û berxwedana wan gihişt serkeftinê. Mînak, dayikek çavderiyê dike, agahiyê dide şervanan, karê îstixbaratê dimeşîne; hinek xwarinê çêdikin, hinek ji şervanan re cebilxaneyê dibin û her yek bi kirina karekî berxwedana gel a topyekûn pêş dixin. Ji ber vê sedemê di mijara şerê gel ê şoreşgerî de gelê Şêx Meqsûdê mînak e. Tenê li Şêx Meqsûdê şerê gel ê şoreşgerî rast hat meşandin. Ji derveyî wê ne li Rojava û ne jî li Bakur mînakeke din a bi vî rengî nîn e.”(Hevalê Cemal)

Di mijara Şerê Gel ê Şoreşgerî de li Kurdistanê cihê ku mirov karibe wekî mînakeke berbiçav deyne ber xwe Berxwedana Şêx Meqsûdê ye. Dema ku rêxistin bi rengekî rast hatibe tanzîmkirin, peywendiyên gel û şervanan xurt be, her kesek li gorî derfetên xwe û zanebûna xwe tevlî şer bibe, bi serketinê bawer bike û xaka ku li ser dijî neterikîne, bi hêza xwe bawer be û şer bike, heger hatibe dorpêçkirin jî, derfetên ku alîkarî bigihêjê jî tine bin, dîsa jî dikare dijminê xwe têk bibe, di şerê xwe de bi ser bikeve. Şêx Meqsûd ispata vê yekê ye.

Leave A Reply

Your email address will not be published.