TEVGERA PKK’Ê Û ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ

Abdullah OCALAN

0

TEVGERA PKK’Ê Û ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ

Abdullah OCALAN

Têgîna ‘Kurdistana Mêtingeh’ dil û mijiyê min hejandibû û paşê ji xwe çûbûm. Ev bûyera pêşî û dawî bû. Bi rastî, ev bûyer ji bo min ecêb û seyr bû, lê bûyerên piştre qewimîn îspat kirin ka çima têgînek evqasî bi tesîr dibe. Lê hê jî ji bo min zor e ku ez wê tesîra destpêkê rave bikim. Di demekê de ku fermana kuştinê ya Kurdîtî û Kurdistanê hatiye dayîn û ev bi awayekî herî dijwar bi cih tê anîn, li Enqerê ji bo vejîna têgînî biryardan hem jî bi tena serê xwe, bi qasî bibe mijara romanekê analîzeke ciddî jê re divê.

Ez hem di nava atmosfera tevgerên ciwananên şoreşger ên Kurdan de û hem jî di nava yên Tirkan de bûm. Eşkere ye ku tesîra van tevgeran li min bûye. Di salên DDKO û Dev-Gençê de sempatîzaniya van pêkhatinan wisa bûyereke kêmtesîr nîn e. Min navên rêxistinên THKP-C, THKO, TKP/ML-TİKKO bihîstibû û min şehadeta bi egîdî ya pêşengên wan dîtibû. Lîderê THKP-C’ê Mahîr Çayan pêşî bi Huseyîn Cevahîr re li Maltepeyê li ber xwe da, paşê reva wî ji girtîgehê û tevî neh hevriyên xwe li Kizildereyê şehadeta wan gelekî bandor li min kir. Ewqasî bandor li min kiribû, min ji çalakiya pêşî ya boykotkirinê ya protestokirina vê komkujiyê re pêşengî kir. Dema ku lîderê THKO’yê Denîz Gezmîş û du hevriyên wî birin bi dar ve bikin, min ew dîtin. Dîsa di heman wextî de şehadeta lîderê TIKKO’yê Îbrahîm Kaypakkaya li zindana Amedê yê ku li dijî êşkencê li ber xwe da bi tesîr bû. Min dît ka hersê lîderan çawa di berdêla giyana xwe de rastiya gel û neteweya Kurd anîn ziman. Tevî ku bi rêzeke hêmanên di dereceya duyemîn de ev lîder ji nava ciwanan derketibûn jî şehadeta wan a ji bo heqîqetê, sedema bingehîn bû ku kir ez biwêrim bi ser rastiya xwe de bimeşim.

Mirov biwêre bi ser rastiya xwe de bimeşe tiştek e, û mirov zanibe çawa bi ser de bimeşe tiştekî din e. Di dema dibistana seretayî de min ji zarokan koma nimêjê pêk anîbû û bi vê bûbûm xwediyê tecrûbeyekê. Wekî din jî tecrûbeyên min ên çêkirina komên li gundan hebûn. Lê mirov biwêre bi ser rastiya kujer de biçe û gavên vê yên pêşî biavêje, ev tiştek e ku hevtayê wê nîn e, gavavêtineke taybet e. Paşê gelekî hatiye guftûgokirin, gelekî rexne hatiye kirin û hatiye gotin “Çima rêxistina polêsan nedît, çima tedbîrên xwe negirtin?” Li naverastê rewşeke polîsiye tine bû. Gavavêtineke seyr a weke dînan hebû. Gavavêtineke wisa bû ku mirov hay ji xwe nebe, dibe ku hêz û heqîqet bibin jêdera bêhêzî û şaşiyê. Gelo çiqasî tevgereke bi aqil bû, yan jî çiqasî tevgereke berhema hisan bû? Bersivdana van pirsan zor e, ya rastî zêde hewce jî nîn e. Li Tirkiyeya salên 1970 û 1980’î bi têgîneke siyasî ya ji du gotinan pêkhatî meş û jiyan gelekî girîng e. Ne sal, roj mîna gulleyan giran derbas dibûn. Hedefa pêkhatina wê dihat payîn ji xeyalê jî bêhtir şîlo û girravî bû. Hemin min zanîbû ku pêkanîna komekê jî karekî gelekî mezin e. Ne zehmet bû ku mirov texmîn bike, lîstika me ya komê ku me dilîst wê li ber çavên polîsekî îstîxbaratê yê herî jêhatî ciddî neyê girtin û henekê xwe pê bike. Çawa ku di tecrûbeya min a pêşî ya civakî de (tecrûbeya em dikarin bibin Kurd) ku min ragihandibû, gundiyekî gotibû “Tu ji dareke hişkbûyî re dipeyivî, tu yê dareke hişkbûyî çawa hêşîn bikî?” Diyar bû bi vê gotinê, ez bi bêbaweriyê pêşwazî dikirim. Jixwe gelek komên hemsalên me bûn, xwe nedigirtin û em weke ‘çeteya xwedê ji wan stendî’ bi nav dikirin. Tew UKOCU û APOCÎ jixwe bûbûn navên me yên pêşî. Ji ber ku nav li me dihatin kirin em pê kêfxweş û serbilind dibûn. Çawa ku nav li zarokekî tê kirin. Lê me bi xwe ev nav li xwe nekiribûn. Bi tenê dema em kom bûn me karîbû em ji xwe re bibêjin Şoreşgerên Kurdistanê. Piştî komê bi pênc salan me diwêrîbû navê rastî li xwe bikin. Rêwîtiya gelekî bi heyecan û mîna ya dînan li Enqerê di Newroza sala 1973’an de li keviyên Bendava Çûbûkê dest pê kir di 27’ê Mijdara 1978’an de li gundê Fîsê yê Amedê bi navê PKK’ê bi encam bû û bi vî awayî me xwe weke kesên namûsa xwe rizgarkirî dihesiband. Ma ji vê mezintir hedef hebû? Ma ne rêxistina modern a çîna modern hatibû avakirin. (Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk, Weşanxana Şilêr, 2018, p:331-333)

PKK Û Îdeolojiya Netew-Dewletê

Di pêkhatina PKK’ê de pirsgirêka bingehîn ew e, di mijara netew-dewletê de şîlo maye. Nexasim tezên J. Stalîn di mijara pirsa neteweyî de bi tesîr bûne. J. Stalîn pirsgirêka neteweyî weke pirsgirêka dewlet avakirinê dibîne. Ev nêzîkatiya wî bandor li tevahiya sîstema sosyalîst û tevgerên rizgariya neteweyî kiriye. Lenîn jî vî mafî qebûl dike û avakirina dewletê weke mafê neteweyan ê çarenûsa xwe diyar bikin dibîne û ev sedema bingehîn e ku dike, bi tevahî partiyên kominîst û sosyalîst ji aliyê îdeolojîk ve şîlo bibin. PKK di dema derketina xwe ya holê de ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd îdeayeke xwe ya bingehîn hebû û modela wê ya çareseriyê modela dewlet avakirinê bû ku Stalîn ew pêşkêş kiribû û Lenîn jî erê kiribû. Di wê demê de ango di salên 1950’î û 1970’î de tevgerên rizgariya neteweyî gihiştibûn asta herî bilind û pirraniya wan jî bi cihêbûna dewleteke din bi encam dibûn û vê jî dikir ku modela behsa wê tê kirin bibe yekane, bibe modela ji wê çêtir tine be. Avakirina dewleteke cihê bûbû pîvaneke pîroz a amentûya sosyalîst. Ji bo mirov bibûya sosyalîst, diviyabû mirov bibe alîgirê dewlet avakirina gel û neteweyên têne mêtin û bindest. Sosyalîstbûn bi vê alîgiriyê re wekhev dihat qebûlkirin. Mirov berevajiyê vê bifikiriya, ji sosyalîstbûnê derdiket. (Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk, Weşanxana Şilêr, 2018, p:342)

Li gorî teoriya biserhevvekirî ya rizgariya neteweyî di pratîkê de girêdayî têgîna ‘Kurdistana Mêtingeh’ tiştên bihata kirin diyar bûn. Li gorî şerê rizgariya neteweyî yê demdirêj armanc dewleteke neteweyî bû. Li Efrîkayê hema bêje her roj şerên rizgariya neteweyî yên dubare dibûn bi îlankirina dewleteke serbixwe bi encam dibûn. Van mînakan di çareseriya pirsgirêka neteweyî ya Kurd de bêyî ku pêdivî bi teorî yan jî pratîkeke din hebe, riya tevgera Kurd biketiyayê raber dikir. Bêyî ku me serê xwe li ser teoriyên giştî yên rizgariyê biêşanda, qîma me dihat ku em bi tenê pratîkên rizgariyên neteweyî lêbikolin. Wekî din, îcazeta me ji hosteyên mezin Lenîn û Stalîn digirt, tevahiya qûtê teorîk û qalibên pratîk ên pêdiviya me bi wan hebû pêşkêş dikir. Lewma ya li ser milê me dima ew bû, em bi lez grûbbûna vê çarçoveya îdeolojîk temam bikin û wê bikin malê girseyê. Me jî ev kir. (Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk, Weşanxana Şilêr, 2018, p:347-348)

Em dema ji nû ve salên 1970-80’î binirxînin, em bi hêsanî dikarin bibêjin, pirsgirêka Kurd cara pêşî ye ku ji mijara rojname, kovar û komeleyê derdikeve û bi karekterê çînî xwe digihîne rêxistinkirina partiyeke pêşeng a modern û bi vê rêxistiniyê re di zikhev de xwe digihîne avahiyeke çalakiyê. Li vir a girîng ne ew e ku partî rêxistineke bi hêz be û kapasîteya wê ya çalakiyê hebe. Ji ber ku rêxistinên din ên Kurd bi van xisletan hebûn. Partiyên mîna PDK û TKSP’ê ji mêj ve hebûn. Tişta nû ew bû ku cara pêşî rêxistinî û çalakî di zikhev de pêk dihatin. Ev ji aliyê rastiya civaka Kurd û cografya Kurdistanê ve dihat wê maneyê ku ev serîrakirineke nû bû, hem jî şer û serîrakirineke bi partiya pêşeng û bi rêxistinî bû. Bi kêmanî di teoriyê de hatibû qebûlkirin ku karekterê şer demdirêj e, û ji qonaxên stratejîk pêk tê. Hem li gorî rastiya neteweyî hem jî li gorî rastiya navneteweyî ya wê demê di cih de bû, û li gorî wê jî gavên stratejîk û taktîk ên serketî dihatin avêtin. (Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk, Weşanxana Şilêr, 2018, p:349)

Tecrûbeya PKK’ê Ya Şerê Gel Ê Şoreşgerî Û Encamên Wê

PKK’ya salên 1970’î ya Kurdistan û Tirkiyê îdeolojîk bû. Îdeolojiya netew-dewletê ya sosyalîzma pêkhatî qebûl kiribû. Xisletên demokratîk weke potansiyel di navê de hebûn. Lê em ne xwediyê wê kapasîteyê bûn ku bi revîzyonîzma sosyalîzma pêkhatî re têbikoşiyana. Me li gorî xwe, bi tenê karîbû bi awayekî serketî li dijî îdeolojiyên milliyetgiriya paşverû û şovenîzma sosyal têbikoşin. Li zeman û mekanê nû yê Rojhilata Navîn hewcedarî bi vê tine bû û şertên wê jî tine bûn. Şertan li hundir PKK’ya şer a şoreşger, li derve jî hevgirtina bi rêxistinên din û dewletên sosyalîst ên reel re ferz dikir. PKK’ya îdeolojîk, tevî hêmanên xwe yên ne zelal ên îdeolojîk, ji bo jiyaneke azad têra xwe hêvî bi mirovan re çêdikirin. Lê bi awayekî îdeolojîk hêvîçêkirin ji bo jiyaneke azad ti carî têrê nedikir. Ji lewra PKK’ya şer qonaxeke bivênevê bû. Eger me şer li ber çavan negirtibûya me ti azadî bi dest nedixist, bihêlin jiyaneke azad, me nikarîbû em nasnameya xwe jî bi dest bixin. Li Enqereyê ya me xeyal dikir ne jiyana azad bû, ji wê gelekî dûr bû; ya me xeyal dikir, belkî der barê nasnameya xwe de me dixwest em navekî bi dest bixin. Ji bo vê bi xwe jî gelek rîsk û tehlûke hebûn. Di encamê de her çiqasî bi rîsk bûya jî me weke nav nasnameya Kurd bi dest xistibû. Gava dudiyê ya mezin ew bû ku diviyabû ya hatibû bidestxistin me dugêsinî nekiribûya. Lewma em ketin nava şerê azadiyê yê nasnameyê.

Li vir pirsa bingehîn a li pêşberî me dîsa têra xwe felsefîk e. Pirsa bingehîn a felsefîk têkiliya di navbera nasname û azadiyê de ye. Gelo bêyî azadiyê mirov dikare nasnameya xwe bijî? Gelo di çarçoveya ferdî de azadî bêyî nasnameya civakî pêkan e? Eger bersiveke erênî ji bo van herdu pirsên bingehîn neyê dayîn, hingê divê mirov têkiliya di navbera çalakî û azadiyê de manedar bike, bi gotineke din divê mirov têkiliya di navbera îrade û azadiyê de manedar bike. Şêwazê zordestî û mêtinkariya xwe disipêre nasnameya Kurd, mînak weke zordestî û mêtinkariya her çi netew-dewleteke ya Ewrûpayê nîn e. Rêbazên qirkirina çandî yên li gorî demeke dirêj hatine eyarkirin û li tevahiya qadên civakî hatine belavkirin, li ser kar in. Heta ev rêbaz li ser kar bimînin, ne hebûn ne jî nasname mewzûbehs dibin. Azadî jî bi tenê ji bo hêmanên modernîteya netew-dewleta serdest e. Li wir jî piraniya welatiyan xwediyê jiyaneke koletiyê ya modern in. Kurd jî weke hebûn û nasname parçe parçe têne qedandin û ji holê têne rakirin. Ji bo vê jî amûrên qirkirinê û asîmîlasyonê bi tevahî li ser kar in. Bi tenê zordestiya siyasî û mêtinkariya ekonomîk mewzûbehs nîn e. Hebûna dîrokî-civakî ango nasname bi xwe di pêvajoya îmha û înkarê de ye. Ji lewra azadiyeke mîna ya Ewrûpayê bi têkoşîna siyasî û ekonomîk bê bidestxistin, mewzûbehs nîn e. Li Ewrûpayê pêdivî bi şerê hebûnê jî tine ye. Ji bilî kêm îstîsnayan, nasname di bin zordestiyê de bin jî di pêvajoya îmha û înkarê de nîn in. Her çiqasî bê gotin, bêyî azadî jiyana bi nasname hêja nîn e jî dîsa girîng e ku mirov xwedî nasname û hebûn be.

Di warê diyardeya Kurd de rewş cuda ye. Hebûn û nasnameya wî bi xwe tê înkarkirin û li ser parçeyên wî yên mayî jî pêvajoyeke dijwar a îmhakirinê tê meşandin. Di rewşeke bi vî rengî de hebûn û azadî dibin du têgînên ketine zikhev. Yek bêyî ya din pêk nayê. Eger tu azadiyê dixwazî divê tu bibî xwedî hebûn; eger tu hebûnê dixwazî divê tu di warê azadbûnê de bi ser bikevî. Tevî ku di pêvajoyên îmha û înkarê de pirr zêde amûrên îdeolojîk ango amûrên derûnî û çandî li ser kar in jî lê bi awayekî bingehîn îmha û înkar li ser bingehê hêza fizîkî ango bi darê zorê têne meşandin. Artêş, polês, kontrgerîla, mîlîsên faşîst ên sivîl, cerdevan û mîlîsên ajan weke tevn û torekê li ser tevahiya çaviyên hebûnê çalak in. NATO û hêzên din ên hevgirtî li pişta wan in. Hêzên îmhakirina fizîkî yên bi kêmanî paşxaneke wan a dîrokî ya bi qasî sedsalî heye, timî hewl didin desthilatparêzên ji rêûresmê û hêzên hiyerarşîk bi kar bînin. Berî çalakiyeke li dijî van hêzên fizîkî yan têkoşîneke li dijî wan, rastiya wan li ber çavan neyê girtin, ne hebûn û nasname ne jî azadî tê bidestxistin.

Di hevkartiya Kurd a dema nêz de hin gavavêtinên piçûk ên di bin dawa bûrjûwayê de têne dîtin, milliyetgirên paşverû û sosyal şovenîstên Tirk ên hevkartiya netew-dewleta serdest dikin, bêyî ku sîstema îmha û înkarê ya li ser hebûn û nasnameya Kurd li ber çavan bigirin, dîsa bêyî ku rêbaz û amûrên qirkirinê bibînin, bi awayekî kategorîk û giştî behsa têkoşîneke azadiyê dikin. Kesên behsa wan tê kirin her çiqasî durist bin jî bi sedema ku statuya qirkirinê ya objektîv paşguh dikin, ji hêzên îmha û înkarê yên bi zanebûn tevdigerin zêdetir bi roleke neyênî radibin. Bi gotinên qelp û demagojîk ên ti hikmê wan tine ye, tînin ziman ku wê nasname û azadiyê bi dest bixin. Ji bo duaya ku nabe û pêk nayê, ji mirovan dixwazin jê re bibêjin amîn. Ji bo hebûneke li ber îmha û înkarê, mînak ji bo nexweşekî kansêrê aspirînê weke derman pêşniyar dikin û bi vê rêbazê dixwazin wî xweş bikin ango hewl didin nexweş bikujin. Tevî ku bi salan rêbazên behsa wan kirî ceribandin jî encam li pêş çavan e. Bi sextekariyeke mezin, mafê mirovan û azadiyên tine ne mîna ku hene nîşan didin û hewl didin bidin bawerkirin ku bi têkoşîna îdeolojîk û siyasî mirov ê karibin bi nasname û azadiya xwe rabin. Ji bawerkirinê wêdetir, bi propagandayê hewl didin bîrewerî û îradeya gel kor bikin.

Eşkere ye ku li dijî rêbazên sîstema îmha û înkarê, bi awayekî cuda be jî têkoşîna bi rêbaz û amûrên bandora wan bişikîne ji bo bi hev re bidestxistina hebûn, nasname û azadiyê şert e. Tevî ku amûrên îdeolojîk û siyasî hewce dikin jî di şertên heyî de nikarin diyarker bin. Kengî amûrên îmha û înkarê bi rêbaz û amûrên şoreşgerî hatin bisînorkirin amûrên behsa wan tê kirin mirov kare qala wan bike û ev amûr dikarin bi roleke manedar rabin. Jixwe gelekî kêm be jî di derketina holê ya PKK’ê de ev rewşa çalak a rêxistinê li ser gel bandora xwe kir û gel palpiştiya wê kir. Ango rastiya em behsa wê dikin ew e, bi rê û amûrên rast têkoşîn li ber çavan hatibû girtin. Her çiqasî hinek nuqteyên ne zelal û şîlo hebûn jî stratejiya şerê rizgariya neteweyî ya antî-mêtingerî di destpêkê de bi rastiyên girîng radibû û lewma jî gel destek dayê. Dîsa li ser riya vê stratejiyê hinek çalakiyên bi sînor hatin lidarxistin û ji ber heman sedeman bi awayekî dûrî aqilan rastî eleqeyê hat û palpaştiya wan hat kirin. (Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk, Weşanxana Şilêr, 2018, p:369-371)

Şerê Gel Ê Şoreşgerî, Tesfiyekarî Û Xiyanet

Me ji pêdiviya bi şerê gel ê şoreşgerî guman nedikir. Pêvajoyeke bi vî rengî pêk nehata, mirov ne karîbû behsa nasnameyê bike, ne jî karîbû behsa azadiyê bike. Bi vê armancê, em hê ji destpêkê ve di civaka dîrokî de li ser rola zorê fikirîn. Jixwe her roj û her saet hêzên zorê yên li ber çavan heta bi nava dilê me xwe nîşan didan. Fetihkirina bi zorê, ne bi tenê weke mafekî serweriyê, lê wekî fermana Ellah jî dihat hesibandin. Çawa ku li dinyayê bi giştî wisa bû, hêzên li ser Kurdistanê serwer bûbûn jî tevî awayên wan ên ji rêûresmê îdeayên wan ên xwe disipartin modernîteyê jî bi vî rengî bûn. Kurdistan parçeyekî erdê yan jî welatek bû ku ji berê ve hatibû fetihkirin. Fermana Xwedê bi cih hatibû anîn. Dema mijar dibû hêmanên modernîteyê, tevî hin rastiyên din mafê serweriyê ti carî ne ya guftûgoyê bû. Pêdiviya bi pîşesaziyê û qanûna kara herî zêde berfirehkirina bazaran û ya erdan ferz dikir. Têgihiştina serwertiya netew-dewleta xwe disipart teoriya hêzê ya ti carî bi kesî re parve nake û ti carî cihêbûnê qebûl nake. Kes nikare bi bihosteke sînoran jî bilîze. Kevirekî piçûk bi tenê jî nadin. Mîna fermana xwedê ye, çawa dibêje ‘bibe’ dibe, ya rastî netew-dewleta bi hêzên di bin fermana xwe de û bi navenda hêzê, bi civaka homojen, bi hemwelatiyê mutleq kole û bi têgihiştina tekperest a di her warî de (‘tek welat’, ‘tek ziman’, ‘tek çand’, ‘tek al’, ‘tek sirûd’ û weke wan) serwertiya xwe ya xwedatiyê ya hezarê caran ji xwedatiyên berê bi hêztir kirî, teqez dike û nahêle ku bê guftûgokirin. Guftûgoyeke herî piçûk an tezeke dijber, ji bo ‘yekîtî û yekparetiya welat’ tehlûkeya herî mezin tê hesibandin, sûc tê qebûlkirin û bi cezayê herî giran tê cezakirin. Şert û mercên bi vî rengî xwe bi tevahî gotin û çalakiyan nîşan didin û pêk tînin. Ha di rewşeke bi vî rengî de, eger tu bibî xwedî îdeayeke herî piçûk, bi tenê tu dikarî xwe bi rêbazên zorê biparêzî. Ev nedihat guftûgokirin. Mijara dihat guftûgokirin der barê pêdiviyên wê yên stratejîk û taktîk de bû. Jixwe di dema derketina holê ya PKK’ê de amûrên xweparastina rewa bêdudilî hatibûn bikaranîn. PKK bi awayekî neçar mabû xwe weke hêzeke mîlîs bi rêxistin bike. Di rewşeke berevajî de nikarîbû rojekê li ser piyan bimaya. Bimaya jî ti cudahiya wê ji hêzên din nedima û wê tesfiye bibûya.

Me şerên gel ên şoreşgerî yên wê demê lêkolabûn. Nexasim ezmûnên Viyetnam û Efrîkayê ji wan mijaran bûn ku herî zêde em li serê hûrûkûr sekinîbûn. Di dema şerê dijwar ê di navbera hêzên hegemonîk û sosyalîzma pêkhatî de tevgerên rizgariya neteweyî serketineke mezin bi dest xistibûn. Gelek mînakan teoriya rizgariya neteweyî piştrast dikirin. Lewma ji bo Kurdistana bi xwe mêtingeh bû jî bivênevê modela şerê rizgariya neteweyî ferz bû. Ji qonaxa komê heta bi amadekariyên li Rojhilata Navîn modela mohra xwe li pêvajoyê da, ev modela şerê rizgariya neteweyî bû. Di tevahî civînên perwerdeyê, belgeyên konferans û kongreyan de mijara sereke ya herî zêde hatiye guftûgokirin, lêkolîn û bûye biryar şerê gel ê şoreşgerî ye. Amadekariyên pratîk jî di vê çarçoveyê de dihatin kirin.

Kirinên darbeya eskerî ya 12’ê Îlonê, di serî de zindana Amedê li zindanên bi mirovan hatibûn tijîkirin êşkenceyên xeternak dihatin kirin û şertên jiyanê bi xwe bi temamî kiribûn mîna kampên komkirinê, van hêmanan hemûyan tavilê destpêkirina pêngava nû ya stratejîk ferz dikir. Wekî din darvekirin di rojevê de bûn. Rojiyên mirinê dest pê kiribûn. Eger me yê tiştek bikira diviyabû me di dema wê de bikira. Dîrokê wê derengmayîna me nebexşanda. Jixwe çalakiyên bi rengê xweparastinê ti carî nesekinîn; carinan kêm û carinan zêde be jî timî dewam kirin. Ya diviyabû me bikira ew bû, çalakiyên dihatin kirin me derxista asteke jortir. Ji bo vê amadekarî têra xwe hatibûn kirin. Ji bo stratejiya şerê gel ê xwe disipêre hêza xwe, eger em zêde bisekiniyana û me wext derbas bikirana, wê ev bihata maneya oportunîzmê. Bi van sedeman, hê 12’ê Îlonê pêk nehatibû, di Tîrmeha 1980’î de me bi pêşengiya Kemal Pîr û Mahsûm Korkmaz koma pêşî ji nû ve şand welat. Paşê wê di ser Îran û Iraqê re çûyîna koman a welêt dewam bikirana. Nexasim ji ber êşkence û rojiyên mirinê li zindana Amedê, diviyabû sala krîtîk a 1982’an ji sedî sed bibûya sala pêngava nû. Me navenda pêngava pratîk bir welat, bir Lolanê. Em li bendê bûn pêngav ji wir dest pê bike. Têkiliyên hewce hatibûn danîn û hêzên pêdivî bi wan hebû ji zû ve hatibûn veguhestin. Ji lewra bendewarî mafdar û rast bû. Kesên li wir di statuya pêşengiyê de bûn, bi sedemên ku min hê jî naveroka wê ya rastî fêhm nekiriye, lê li gorî min bûn xwedî helwestekê, mirov dikare weke ketina rêya rastgiriyê bibîne. Pêvajoya amadekariyê ya li Rojhilata Navîn dubare dikirin ango bi kopîkirina wê re mijûl dibûn. Jirêderketina pêşî û ciddî ev bû. Bi vî awayî bandora vê jirêderketinê heta roja me ya îro dewam kir. Fikarên min zêde bûbûn, min dest bi rexneyên pêşî û ciddî kiribûn. Mirov dikare di gelek axaftin û talîmatan de van rexneyan bibîne. Herî dawî di Civîna Navendî ya Çileya 1984’an de bi rexneyên herî berfireh bûyer hatin dadgehkirin.

Pêngava 15’ê Tebaxê, heman salê bi derengî, ne pirr bi hosteyî û ne bi şêwazekî bersivê bide amadekariyên me, dest pê kir. Ji çalakiyê zêdetir, maneya wê ya dîrokî û aktuel girîng bû. Lewma bivênevê wê mohra xwe li rojevê bidaya. Artêşa Tirk a xwe li gorî tepisandina serîrakirinên klasîk ên Kurd bi rêkûpêk kiribû, bi stratejî û taktîkên heyî di wê hêzê de nebû ku vê pêngavê tavilê bitepisîne. Di şerê gel ê klasîk de taktîkên gerîla yên ji rêzê bivênevê ev artêş wê neçar bikirana. Bûyerên pêşî qewimîn ev yek piştrast kirin. Lê bihêlin ku taktîkên gerîla di şerê gel de bêne bikaranîn, bi awayekî ji rêzê jî nedihatin pêkanîn. Firsendeke dîrokî pêkan bû ku têk biçûya. Pêşengiya pratîk a li hundir bi israr bi berpirsiyariyên xwe ranedibû. Li hemberî ferzkirina serokatiyê bi awayekî xweber diketin nava hewaya xebatên komê. Cara pêşî Mahsûm Korkmaz îşaret bi tehlûkeyê kiribû. Piştî pêngavê, ez hûrûkûr pê re axivîbûm, min erkên berpirsiyariyê bi bîra wî xistibûn û ji nû ve şandibû welêt. Mîna girtina bêşens a Kemal Pîr, şehadeta Mahsûm ku li gorî min divê were rohnîkirin, şensê serketina pêngavê lawaz û qels dikir. Li ser vê yekê, me kesên di asta pêşengiyê de anîn cem xwe. Ez ewqasî ji wan qehirîbûm, min Kongreya 1986’an bi wan da kirin û paşê min pirraniya wan şand Ewrûpayê. Ji ber ku ez gelekî qehirîbûm ez tevlî temamiya kongreyê nebûm. Ji sala 1987’an ve heta bi 9’ê Cotmeha 1998’an roja ji Sûrî veqetiyam, min bi xwe pêngavên dijwar û li pey hev amade kirin, ez xebitîm da ku oportunîzma tê ferzkirin û JITEM û kontrgerîlayên ev baş bi kar anîn pûç bikim. Me di têkoşînê de domdarî û mezinkirina hêzê pêk anîbû. Bêguman van hewldanan bi serê xwe nikarîbû serketinê bînin; lê karîbûn oportunîzmê û pîlanên tesfiyê yên kontrgerîla pûç bikin. Wisa jî bû. Dema em gihiştin dawiya sala 1998’an pêngava me ya dîrokî ya şerê gel ê şoreşgerî nehatibû tesfiyekirin, nikarîbûn tesfiye bikin. Lê ji serketina em li benda wê bûn, em gelekî li paş mabûn. (Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk, Weşanxana Şilêr, 2018, p:372-375)

Ez dema ku vê demê dinirxînim û di îdeolojiya partiyê de şîlobûna di warê netew-dewletê de nîşan didim, ez hînê jî ji rastbûn û encamgiriya stratejiya şerê gel ê şoreşgerî bawer dikim. Şerê gel ê şoreşgerî stratejiya bi tenê ya rast a wê demê bû. Rêbazên din, ji bilî xizmetkirina ji qirkirinê re nikarîbûn bi roleke din rabin. Gavên sereke yên taktîkî jî bi giştî rast bûn. Li Rojhilata Navîn bicihbûn, pêkanîna perwerdeyê û lojîstîkê, gavavêtina welat, li baregehên demî amadekarî û bi vê armancê têkilîdanînên taktîkî rast bûn û qîm dikirin. Lê ya tinebû û nedihat kirin; niyeta pêşengiya pratîkî û bicihanîna taktîkên ji rêzê yên gerîla bûn. (Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk, Weşanxana Şilêr, 2018, p:381-382)

Bêguman ez bi tevahî kadro û pêşengan gunehbar nakim. Ji duristbûna pirraniya wan hîç guman nayê kirin. Bêguman wêrekî û fedekariya mezin a pirraniya kadro û şervanan dîrokî ye, nayê guftûgokirin û kes nikare zimanê xwe jî dirêjî wan bike. Jixwe li ser navê bidestxistinê çi hebe encama van hewldanên hêja ye. Li vir pirsgirêk ew e, li hemberî evqasî xiyanet û kêmasiyan, hêmanên behsa wan tê kirin, çima ji vê meş û rêveçûnê re negotine êdî bisekine. (Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk, Weşanxana Şilêr, 2018, p:382-383)

Ez ê rola hêman û tesîrên derve bi xalên sereke diyar bikim, lê hêman û tesîrên hundir diyarker in. Eger di çarçoveya siyaseta demokratîk de çareserî çênebe, ez hê bawer dikim ku divê ji bo bidestxistina azadî û nasnameyê stratejiya şerê gel ê şoreşgerî neçar weke amûrê sereke yê têkoşînê bê ceribandin. Ez bawer dikim ku çareseriya demokratîk wê bi siyasetê bibe. Şertê vê yê bi tenê ew e, hukûmetên Tirkî, Sûrî û Îranê (hêzên diyarker ên desthilatdariyê) ji aliyê siyasî ve îradeya siyasî nîşan bidin. Naxwe ya bikeve rojevê û dewrê, şerê gel ê şoreşgerî ye ku şêweyekî berê yê çalakiya gel a şoreşgerî ye, lê hê jî hukmê xwe yê nûbûnê diparêze. Di demên rabihurî de bi taktîkên herî ji rêzê hat ceribandin û serketina xwe piştrast kir, lewma şerê gel ê şoreşgerî ku piştî evqasî tecrûbe û ezmûnan nabe ku encamgîr nebe. Qirkirinê jî bixin dewrê dîsa jî encam naguhere. Piştî evqasî teşhîr û tecrîdê, nabe ku rêbazên qirkirina çandî yên heyî dewam bikin. Hêzên di van rêbazan de ji ya xwe neyên xwarê wê hebin, lê wisa be jî encam ê bêhtir bi awayekî neyênî li dijî wan vegere û jê ne wêdetir. Li vir pirsgirêka bingehîn ew e, divê şerê gel ê ku berê bi ser nexistin, pêdiviyên wê bi awayekî rast û temam pêk bînin. (Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk, Weşanxana Şilêr, 2018, p:383)

 

Şerê Gel Ê Şoreşgerî Û Îttîfaq

Her şoreş hevgirtin û îttîfaqek e. Di şoreşan de ne bi tenê hêz safî têne beramberî hev, lê du dinya têne beramberî hevdu. Di îdeolojiya şoreşan de pêşketina civaka gerdûnî xulase hatiye destnîşankirin. Di îdeolojiya dijşoreşê de jî heman pîvan heye; bi xulaseya ezmûna gerdûnî ya hêzên dijber tevdigerin. Di rastiya polîtîk de hevgirtin û îttîfaq bêhtir berbiçav in. Aktualîteya polîtîkayê îttîfaqan bêhtir berbiçav dike. Îdeolojiya PKK’ê bi ezmûna sosyalîzma pêkhatî çêbûye. Sosyalîzma pêkhatî jî rastiyeke welê ye ku karekterê xwe yê enternasyonal bi awayekî berbiçav raber kiriye. Peyva enternasyonlîzmê bi xwe jî di nava xwe de maneya hevgirtin û piştgiriya navneteweyî dihewîne. PKK’ê ji aliyê polîtîk ve di şertên sosyalîzma pêkhatî de hewl daye hebûna xwe pêk bîne. Di şertên neteweyî û navneteweyî de tercîhkirina bloka sosyalîzma pêkhatî, mîna ku ji berê ve ji roja derketina wê ve hatibe destnîşankirin. Pirsgirêk ji têgihiştina hevgirtina wê ya teorîk nîn e, hevgirtin ê di pratîkê de çawa bi gewde bibe, pirsgirêk ev e. Hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd di nava şert û mercên sosyalîzma Tirkiyê de tercîheke rast bû. Di derketina holê ya PKK’ê de mirov nikare rola Tevgera Sosyalîst a Tirkiyê ji nedîtî ve bê. Eger Tevgera Sosyalîst a Tirkiyê curretî şer nekiribûya, mirov nikare îdea bike ku wê PKK’ê bi tena serê xwe curretî şerê şoreşgerî bikira, ev îdea bi tenê qîmeteke xwe ya ferazî heye. Ev tê wê maneyê ku pêşengên şoreşgerî yên gel ên çarenûsa wan li bin banê heman dewletê hatiye hûnandin li gorî xwezaya wan a civakî ye ku beriya her tiştî di nava xwe de hev bigirin û di çarçoveya vê hevgirtinê de tevbigerin. Ji aliyê teorîk ve, piştgiriya Tirk, Kurd, komên çandî û çînên din bivênevê ye. Lê mijara tê guftûgokirin ne ev e, di pratîkbûnê de asta ji hev qutbûnê tê guftûgokirin. (Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk, Weşanxana Şilêr, 2018, p:384)

PKK partiyek e ku di nava sîstema sosyalîzma pêkhatî de bûye xwedî hebûn. Bi qasî aliyê îdeolojîk, ji aliyê polîtîk ve jî ev sîstem ji xwe re kiriye bingeh. Her çiqasî ji serî ve li dijî berbiçûna rastgiriya revîzyonîst a xwe berdaye binyeya wê bûbe xwedî helwest jî zanîbû bi rêz û hurmet nêzî sîstema sosyalîst bibe. Di serî de Yekîtiya Sovyetê bi awayekî rexnegîr û dostane nêzî welatên sosyalîst bû. Li hemberî tevgerên sosyalîst ên welatên din jî bi helwesta xwe ya bi pîvan rabû. Hewl da pirsgirêka Kurd ji meseleyeke hegemonya dinya kapîtalîst derxe û bike parçeyekî sîstema dinya sosyalîst. Ev helwesta xwe ya îdeolojîk piştî salên 1980’î bi derketina derveyî welat li qada navneteweyî belav kir. Di wê demê de bi nûnerê sîstema sosyalîst Yekîtiya Sovyetê re têkilî danîn. Bi partiyên sosyalîst ên Ewrûpayê re jî têkiliyên bi heman rengî danîn. Lê ji ber revîzyonîzma ku li gelemperiya dinyayê mohra xwe li sîstemê dabû, têkilî negihiştin wê asta ku hêvî ji wan dihatin kirin, ji ber ku ji armancên taktîk û sûdwergirtinê wêdetir neçûn. Ji me nehat ku em ji helwestên sûdwergirtinê yên netew-dewletparêziya sosyalîzma pêkhatî bibihurin. Sîstema sosyalîst, polîtîkayên îstîsmarker û berjewendîperest ên netew-dewleta kapîtalîst ji xwe re kirin bingeh. Ev têgihiştina ku ji destpêkê ve li ser sîstemê serdest bû, hem destketiyên sosyalîzmê tesfiye kirin, hem jî pêşketina alternatîf a têkiliyên enternasyonalîst asteng kir. Ev têkilî kirin destikê berjewendiyên hegemonîk. (Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk, Weşanxana Şilêr, 2018, p:389-390)

PKK weke hêzeke polîtîk, li Rojhilata Navîn, Ewrûpa û li qadên din xwedî hevgirtinên girîng e. PKK’ê piştî salên 1980’î herêma herî germ û dijwar a Rojhilata Navîn ji xwe re weke baregeh hilbijart û ev bi xisletên wê yên şoreşger re têkildar in. Ji bo ji têkoşîna şoreşgerî qut nebe rola vê qadê xwedî girîngiyeke stratejîk e. Rola ji bo Ewrûpayê timî di asta taktîk de hat hiştin. Ev helwesteke rast bû û di heman demê de cewherê hevgirtina tevgerên rizgariya neteweyî yên dînamekeke girîng a serdemê bûn, pêk dianî. Di çarçoveya Sûrî, Libnan, Filistîn û Îsraîlê de pêşxistina têkiliyên rizgarîxwaziyê yên neteweyî tê wê maneyê ku têkilî bi rastiya herî germ, zindî û berfireh a dinyayê re tê danîn. Li derdora bîst salan di çarçoveya van têkiliyan bi xwe de bûyerên pêk hatin, ne bi tenê nasnameya Kurd û tevgera azadiyê li nava herêmê da naskirin; li nava dinyayê jî da naskirin û ew gihand statuyeke stratejîk. Jixwe têkiliyên behsa wan tê kirin îro jî cewherê xwe diparêzin. (Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk, Weşanxana Şilêr, 2018, p:390-391)

PKK’ê tevî tesfiyeyên berfireh ên hem li derve û hem jî li hundir zanî li gorî şert û mercan tevbigere, veguherînên hewce bi hosteyî pêk bîne, û li ser bingehê serketina polîtîk û helwesteke bêhtir bi pîvan bi modernîteya demokratîk a alternatîf li hemberî modernîteya kapîtalîst raweste. Di veguherîna demokratîk û şoreşgerî ya Rojhilata Navîn de rola xwe ya li pêş a aktoriyê dewam kiriye. (Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk, Weşanxana Şilêr, 2018, p:393)

Tecrûbeya Şerê Gel Ê Şoreşgerî Û Neteweya Demokratîk

Tecrûbeya şerê gel ê şoreşgerî ku PKK’ê jê re pêşengî kir, yek ji encamên wê yên girîng ew e, rê li ber rastiya neteweya demokratîk vekir. Ya esas, rastiya neteweya demokratîk di avakirina îdeolojiya PKK’ê de bi awayekî zelal nehatiye diyarkirin û programkirin. Di îdeolojiya wê de têgîna netewe ya serdest versiyona netew-dewleta sosyalîzma pêkhatî ye. Ya ji vê jî girîngtir ew e, dema netewe tê gotin têgihiştineke tek û mutleq mewzûbehs e; ew jî netew-dewletparêziya Hegelîst e. Ji bilî vê têgînê û rastiya wê, behsa rastiyeke din a netewe nayê kirin. Bêguman di vê de şîroveya Hegelîst a têgihiştina sosyalîzma zanistî ya Marksîst weke bingeh tê qebûlkirin. (Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk, Weşanxana Şilêr, 2018, p:393)

Di tecrûbeya şerê gel ê şoreşgerî de PKK bi nêzîkatiyên xwe yên sosyalîzma pêkhatî herî zêde di warê netew-dewletparêziyê de tengav bû. Rastiya kontrgerîla ya netew-dewleta li dijî wê şer dikir, di mijara armanc û maneya şerê şoreşgerî de rê li ber dudiliyan vekir. Ya ji vê jî xirabtir, rêbazên herdu aliyan her ku çû şibiyan hevdu. Sosyalîzma îdealîst a PKK’ê li hemberî rastiya netew-dewletê her ku çû tengav bû. Sedema bingehîn a pêxîrtengiya ji sala 1995’an ve her ku çû derket holê, ev rastî bi xwe bû. Gelo netew-dewlet çiqasî diyardeyeke sosyalîst e, çiqasî mumkîn e ku bê pêkanîn? Li gorî bersivdana van herdu pirsên sereke yan pêxîrtengî wê rê li ber tesfiyeyê vekirana yan jî wê bi analîzeke neteweyî ya cuda bi encam bibûya. Di vê nuqteyê de têgîna kilît a ji bo xwe rizgarkirina ji pêxîrtengiya îdeolojîk têgîna neteweya demokratîk e. (Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk, Weşanxana Şilêr, 2018, p:394)

Dîsa jî di qonaxa îdeolojîk de ji me nedihat ku em van xetên tenik û tayên zirav ji hev derxin. Pêngava 1984’an şaxên xwe yên neteweyî berdan û rê li ber şertên şerê neteweyî yê şoreşgerî vekir û bivênevê vê yekê em ji nêz ve bi têgînên desthilatdarî û netew-dewletê re rû bi rû kirin. Me şer bi hêzên gel dimeşand. Çi feodal û çi jî bûrjûwa di navbera me û tebeqeya jor de sînorek hebû. Gavavêtin û çûyîna me ber bi aliyê neteweyî ve têgîna şerê gel bêhukim nedikir. Li şûna netewetiya bûrjûwayê hêdî hêdî têgîneke mîna netewetiya gel pêk dihat. Dema ku em di vê çarçoveyê de li tevahiya Kurdistanê binêrin em dikarin van tespîtan bikin: (Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk, Weşanxana Şilêr, 2018, p:395)

a-… Li Rojhilata Navîn a piştî salên 1990’î diyardeya di çarçoveya Şerê Kendavê de hatiye destpêkirin weke yek ji versiyonên girîng ên ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ bê nirxandin, mirov ê bibîne piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn ji Împaratoriya Osmanî ya têkçûyî weke Proto-Îsraîlekê netew-dewleteke Tirk, piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn Dewleta Îsraîlê ya rastî û ji versiyona ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ jî weke amûrê bingehîn ê ewlekariya Dewleta Îsraîlê netew-dewleta Kurd a Proto-Îsraîlê tê avakirin. Ango piştî salên 1990’î di serî de hêzên hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst ên li dijberî PKK’ê Emerîka, hêzên Yekîtiya Ewrûpayê, Japonya û wekî din, xwestin netew-dewletoka Kurd a ku netew-dewletên Tirk û Îsraîlê jî wê destek dikin, weke alternatîfekê deynin. Şerên NATO’yê yên bi desteka Gladîo yên piştî salên 1990’î li dijî PKK’ê, vê rastiyê pirr eşkere piştrast dikin. Ji ber ku şerê gel ê şoreşgerî yê PKK’ê bi roleke alternatîf radibe û li nava Kurdistanê rê li ber netewetiya gel vedike, dixwazin bi netew-dewletê pêşiyê lê bigirin, dixwazin alternatîfa PKK’ê pûç û tesfiye bikin. Tevî kêmasî û şaşiyan hemûyan jî tecrûbeya şerê gel ê şoreşgerî yê piştî salên 1990’î dest pê kir, polîtîkayên li ser Kurdistanê yên piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn ên hêzên hegemonîk ên Rojavayî û polîtîkayên hêzên herêmî yên netew-dewletên Îsraîl û Tirkiyê pûç kirine. Ev hem weke têgîn û hem jî weke diyarde bi vî awayî bû. Çiqasî ji têgîna neteweya demokratîk şax diçûn, rastiya behsa wê tê kirin bêhtir derdiket holê. Bi Şerê Kendavê yê Duyemîn re (2003-2010), ji derketina holê wêdetir, ev rastî bi temamî weke diyardeyekê berbiçav bû. Di vê pêvajoyê de xusûsa bingehîn a îspat bû ew e, PKK wê nikaribe netew-dewleta Kurd ava bike, wê nikaribe damezrîne, ji aliyê îdeolojîk û polîtîk ve rewşa wê derfet û îmkan nade, lê netewetiya gel a weke potansiyel di avabûna wê ya îdeolojîk de heye wê weke neteweya demokratîk a alternatîf pêk bê, û kes nikare wê ji vê bike. (Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk, Weşanxana Şilêr, 2018, p:396-397)

b-Neteweya demokratîk ne bi tenê têgîn e, weke rastî jî berbiçav dibe. PKK’ê di dema qonaxa koma îdeolojîk de têkoşîna li dijî milletperestiya neteweya bindest û serdest meşandî, di çarçoveya tecrûbeya şerê gel ê şoreşgerî de dîsa li dijî herdu netew-dewletparêziyan weke têkoşîna neteweya demokratîk dewam dike. Netew-dewletên serdest bi tenê bi hêzên zorê yên eşkere yên li ber çavan û hevkarên xwe yên bi peran hewl didin li ser piyan bimînin, lê tevî milletperestiyên li dora wê hemûyan, tevî destekdarên wê yên hundir û derve hemûyan, tevgera neteweya demokratîk wê dorê li netew-dewletparêziya Kurd bigire û wê tecrîd bike. Di Şoreşa Kurdistanê de cara pêşî ye ku alternatîfa netew-dewletê û alternatîfa neteweya demokratîk hewl didin bi hev re rol bigirin.

Di Şoreşên Fransî û Rûsî de û di gelek şoreşên din ên modern de ev herdu alternatîf di zikhev de pêk hatine. Di Şoreşa Kurdistanê de jî ev herdu alternatîf ji hev cuda dibin, di navbera wan de xeta îdeolojîk, polîtîk û çalakiyê zelal dibe û ev bûyereke dîrokî ye. Heta niha di tevahiya şoreşên modern de yan bi temamî serdestiya tebeqeya jor an jî berevajiyê wê serdestiya tebeqeya jêr xwedî hukim bû. Dema bi hev re bûn, yan jî wexta ji hev cihê bûn, sînorên zelal di navbera xwe de danedianîn. Têkoşîna yek a din tesfiye bike kiribûn rêbaza sereke ya têkoşînê. Ji bilî bihêzkirina modernîteya kapîtalîst, ev rewş bi kêra tiştekî din nedihat. Hem di navbera herdu çînan de hem jî di navbera herdu neteweyan de têgihiştineke şaş a têkoşînê hebû. Her çiqasî di tecrûbeya şerê gel ê şoreşgerî yê Kurdistanê de ev rewşa şîlo ji serî ve bişibe mînakên beriya xwe jî têkoşîna zêde û dijwar di encamê de cudabûn bi lez û zelal kir. Di vê pêvajoyê de PKK ne bi tenê ji netew-dewletparêziya sosyalîzma pêkhatî bihurî, bi awayekî îdeolojîk ji netew-dewletparêziya bûrjûwaziyê ya ji nava sosyalîzmê derketî jî bihurî ango pirsgirêka netewe ji pirsgirêka avakirina netew-dewletê derxist û li şûna wê modeleke di kategoriya neteweya demokratîk de ava kir ango gel bi xwe, xwe weke neteweyeke azad û wekhev pêk tîne. Kategoriya neteweya demokratîk hem ji aliyê çînî ve hem jî ji aliyê çareseriya pirsgirêka neteweyî ve kir modeleke alternatîf. Neteweya demokratîk kir hêmana herî girîng a modernîteya demokratîk (Hêmanên din ev in: Îndustriya ekolojîk û ekonomiya kominal a ku karê li derve dihêle). Ji netew-dewletparêziya Hegelî ku ji sedûpêncî salî zêdetir li serê sosyalîzma zanistî bû bela bihurî û li sosyalîzma herî nêzî zanistê rê vekir. Bi vî awayî di avakirina sosyalîzma felsefî, zanistî, exlaqî û estetîk de alîkariya herî girîng kir.

c-Tevî vê alîkariya dîrokî ya di qada teorîk de, di qada pratîkî de, di rewşa berbiçav a rastiya civakî ya Kurd de pêkhatina neteweya demokratîk û modernîteya demokratîk bi lez bûn. Sînorên di navbera Kurdên çar parçeyan de bi pêkhatina neteweya demokratîk bêkêr bûn. Sînor ji bo netew-dewletan her tişt in, lê ji bo neteweya demokratîk ketin rewşa ne tiştekî. Neteweya demokratîk di zêhnê gel de weke şoreşa herî girîng a bîreweriyê hat hûnandin, xweseriya demokratîk jî weke şoreşa herî girîng a bi gewdebûnê li her parçeyî hat avakirin. Çerxên mekanîzmayên qirkirina çandî ya netew-dewletên Tirkî, Îran, Iraq û Sûrî bi giranî vala digerin û her beşê gelê Kurd ê li van parçeyan, bûn parçeyekî avaker û afirîner ê neteweya demokratîk. Şerê gel ê şoreşgerî ne bi tenê qirkirina çandî ya hegemonya dused salên dawî ya modernîteya kapîtalîst û komploya netew-dewletparêziya ajan derxist holê, jê hat ku weke alternatîf li her parçeyî neteweya demokratîk di zêhnê her mirovê Kurd ê durist de û di bedena her civaka Kurd de pêk bîne û ev serketineke mezin e. Li ser vî bingehî, di serî de gelên cîran ango gelên Tirk, Ereb û Fars, çandên hindikayiyên din û gelên tesfiye bi serê wan de hatine (Ermenî, Grek, Suryanî û yên wekî wan) ji bo weke koma neteweyên demokratîk di nava xwe de bi dostanî piştgiriya hev bikin û bi rola pêşengiyê ya di avakirina modernîteya demokratîk de rabin û vê serketina dîrokî li nava herêmê û dinyayê bi pêş bixin, derî bi temamî vekirine. (Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk, Weşanxana Şilêr, 2018, p:397-399)

Li Dijî Şerê Gel Ê Şoreşgerî Şerên NATO Yên Gladîoyê

Hêza esasî û rastî ya li Kurdistanê li dijî Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an şer kir artêşa veşartî ya NATO’yê hêzên Gladîo’yê ye ku ev yek her çûye derketiye holê û eşkere bûye. Bûyera herî girîng a ku îspat kir sîstema ewlekariyê ya Tirk di têkoşîna li dijî PKK’ê de kêm maye Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an e. Ya rastî, kêmasiya sîstema ewlekariyê bi derketina me ya ji Enqereyê dest pê kir bi cihgirtina me ya li Rojhilata Navîn misoger bû. Pêkanîna Pêngavê ev misogerî derxist holê. Piştre di sala 1985’an de Gladîo’ya NATO’yê ya navend Elmanya xistin nava tevgerê. Divê mirov ji bîr neke ku cara pêşî dewleta Elman di sala 1985’an de PKK weke ‘terorîst’ îlan kir û ev jî bi sedema ku navenda artêşa Gladîo’yê bû. Dema Gladîo’ya NATO hat avakirin, ji beşa li Ewrûpayê Elmanya weke navend berpirsiyar destnîşan kirin. Di destpêkê de haya me ji van rastiyan tine bû. Heta di serî de Elmanya, me Yekîtiya Ewrûpayê û welatên din ên Ewrûpayê weke dostên têkoşîna şoreşgerî dihesibandin. Dereng be jî me fêhm kir ku li dijî gelan şerekî bi dizî û nehênî te meşandin. Gelên Ewrûpayê jî di nava vê de ne. Nexasim gelên Îtalî, Yewnan û Balkanan ji van gelan ên sereke ne. Dema NATO hat avakirin, ev artêş jî bi armanca pêşîgirtina li kominîzmê hat damezrandin. Haya kêm kesan ji vê rastiyê hebû. Ev artêşa bi dizî hat damezrandin bêhtir li Îtalya, Yewnanistan, Tirkiye û Elmanyayê li dijî şoreşgeran xistin nava tevgerê. Piştî ku Rûsya Sovyetê êdî weke tehlûke nehat dîtin û Yekîtiya Sovyetê ji hev belav bû, ji bilî Tirkiyê li welatên din ên endamên NATO’yê girîngiya wê nema. Li Tirkiyê rewş berevajî bû girîngiya wê bêhtir bû. Di vê de Şoreşa Îranê (1979) û dagirkirina Afganistanê ji aliyê Yekîtiya Sovyetê ve (1980) bi roleke girîng rabûn. Her weha bi sedema ku Gladîo’ya Tirkiyê li Rojhilata Navîn bi rola jenderme radibû, destekeke bê sînor danê. Daxwaza parastina Îsraîlê jî di vê de faktoreke girîng bû. Dîsa parastina çavkaniyên petrolê û desthilatdariyên hevkar ji wan faktorên girîng in ku bûn sedem Gladîo timî di dewrê de bê hiştin. (Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk, Weşanxana Şilêr, 2018, p:399-400)

NATO’yê li gorî xala pêncan a qanûna damezrandinê (“Eger êriş biçe ser endamekî weke çûbû ser tevahiya endaman”) di sala 1985’an de biryara destwerdanê da. Ji ber vê biryarê, dewleta Elmanyayê di heman salê de PKK weke ‘terorîst’ îlan kir. Ji sala 1985’an ve jî bi awayê xuya dikir qaşo me bi hêzên dewleta Tirk re şer dikir. Bi zanebûn ev dîmen çêdikirin û dixwestin bi vî awayî bê dîtin. Ya rastî, me şer bi Gladîo’ya NATO’yê re dikir. Bêguman şaxê Gladîo yê Tirkiyê di vê de bi roleke mezin radibû. Lê ne bi tenê şaxek bû. Erê ji aliyê hejmarê ve mezin bû, lê ji bo encamgirtinê qîm nedikir. Hêzên dewleta Tirk bi tena serê xwe ne bi salan, salekê jî zehmet bû ku şerekî evqasî berfireh bimeşînin. Eger bimeşanda jî dihat wê maneyê ku wê weke dewlet îflas bikira. Ango her çiqasî ne eşkere bûya û bi giranî mekanîzma bi dizî bixebitiya jî şer şerekî NATO’yê bû. (Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk, Weşanxana Şilêr, 2018, p:400)

Têkilî bi PDK’ê re krîtîk in. Helwesta PDK’ê li hemberî Doktor Şivan (Sait Kirmizitoprak, Serokê PDK’a Tirkiyê), ango di encamê de Doktor Şivan û du alîkarên wî yên girîng hatin kuştin û endamên din ên komê ji hev hatin belavkirin. Lewma dibe ku helwesteke bi heman rengî li beramberî PKK’ê jî pêk bianiyana. Nûnerên PDK’ê ne alîgir bûn ku gerîla bibin xwedî pêngav. Gelek astengî çêkirin ji bo gerîla gavê neavêje. Nexasim di dema qonaxa derbasbûna welêt de li ser sînor gelek hevalên me şehîd kirin. Paşê şer û kuştin dewamî bûn. Di sala 1985’an de min û Mesût Berzanî li Şamê hevdu dît û bi awayekî eşkere ji min xwest ku em ji Pêngava 15’ê Tebaxê gavê paşve biavêjin. Li ser vê, guman û fikarên min çêbûn ku ev xwesteka wî ne bi tenê ferzkirineke hêzên ewlekariya hundir a Tirkiyê ye, ev hewldanek e ku têkiliya xwe bi Îsraîlê û Gladîo’ya NATO’yê re heye. Divê mirov şer û têkiliyên bi PDK’ê re bi tenê weke bûyerên hêzên ewlekariya hundir ên Tirk rê dide ber wan nebîne, mirov di çarçoveya polîtîkayên Îsraîl û Gladîo’ya NATO’yê de li wan binêre gelekî girîng e. Ev mijarek e ku divê mirov bi berfirehî û hûrûkûr lêbikole. (Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk, Weşanxana Şilêr, 2018, p:406)

Dema sêyemîn û dema herî girîng a şerên Gladîo ji sala 1985’an ve heta bi sala 1993’yan mirina Turgut Ozal dewam dike. Li gorî xala pêncan a qanûna damezrandina NATO’yê hukmê “Eger êriş biçe ser endamekî weke çûbû ser tevahiya endaman” heye û ev hukim ji sala 1985’an ve bi cih hat anîn. Pêkanîn di çarçoveya Gladîo de hatine kirin. Ji ber ku navenda pêkanînê Elmanya bû, pêşî dewleta Elmanyayê biryar da ku PKK’ê weke ‘terorîst’ îlan bike. Elmanyayê, bi navenda Gladîo ya NATO’yê, şaxên wê yên Tirkiyê û hêzên ewlekariyê yên hundir ên Tirk re PDK jî birin cem xwe û di çarçoveya plansaziyekê de êrişên xwe zêde kirin. Hevdîtinên bi min re û nexasim jî yên bi riya PDK û Berzaniyan bi armanca ku em bi awayekî xweber dev ji pêngavê berdin, hatin meşandin. Ev xwestek an jî pêşniyar, aktualîzekirina biryarên hegemonya kapîtalîst di sala 1920’an de li Konferansa Qahîreyê der barê pirsgirêka Kurdan de dayî îfade dikin. Çawa ku tê zanîn, li gorî vê biryarê; divê Rojhilata Navîn di bin destê hegemonyayê de bê ragirtin, meseleya Kurd jî bi awayekî çareser nebe bê hiştin û bi vê rewşê divê pirsgirêk her dewam bike. Ji bo li Kurdistanê ev pêşbînî bi cih bê, rol didin Berzaniyan û PDK’ê. Ji ber ku di çarçoveya vê pêşbîniyê de pêkanîna hebûna Îsraîlê û mayîndebûna wê jî armanc e, bi tevahî pêkhateyên li Kurdistanê di çarçoveya Proto-Îsraîlê de nebin jî mudaxeleyî wan dikin û wan bê tesîr dikin. Ango di vê çarçoveyê de ji sala 1985’an ve piştî tecrûbeya şerê gel ê şoreşgerî êrişên hêzên Îsraîl, Tirkiye û PDK’ê tevî NATO û Gladîo tînin ser PKK’ê têne fêhmkirin. Li pişt van êrişan biryareke dîrokî û berjewendiyên heyatî yên rojane hene.

Her çiqasî bi navgîniya Mesût Berzanî ji me re peyam şandibûn jî dîtin ku em dev ji pêngavê bernadin û kengî ev fêhm kirin, di sala 1986’an de rêxistinên JITEM û Hîzbullahê xistin dewreyê. JITEM a ku bi her cure erkê hatibû gurçûpêçkirin bi rola demê ya ‘Teşkîlat-î Maxsûsa’yê radibû. Çawa ku tê zanîn, Teşkîlat-î Maxsûsa di sala 1914’an de hat damezrandin û yek ji rêxistiniyên pêşî yê faşîst e ku ji bo avakirina netew-dewleteke Tirk a nijadeperest û homojen berê pêşî di qirkirina Ermeniyan de bi roleke girîng rabûye, di serî de tevkujî bi pêkanîna her cure rê û rêbazê hatiye erkdarkirin û bi van erkan hatiye gurçûpêçkirin. Şaxekî wê yê Îslamî-dîndar ku di navê de Seîd-î Nûrsî û Mehmed Akîf jî hebûn tevî vê rêxistiniyê xistin nava tevgerê. Ev modela qirkirinê di sala 1986’an de weke JITEM û Hîzbûllahê ji nû ve hatin aktualîzekirin û herdu rêxistin di heman çarçoveyê de bi erk û rayeyan hatin gurçûpêçkirin. Di navbera hêzên DYE, NATO, Gladîo, hêzên ewlekariya hundir a Tirk û PDK’ê de koordînasyonek hat pêkanîn. (Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk, Weşanxana Şilêr, 2018, p:406-407)

Zirar û ziyana me ya di şer de mîna qelemkirin û kesixandina daran bû ango bandora wê neyênî li me nedibû. Berevajî dara azadî û serxwebûnê ji her demê bêhtir geş û mezin dibû. Ji şerê îdeolojîk û polîtîk ê pêl bi pêl hat meşandin gavek jî paş ve nehat avêtin. Lê dîsa jî me kir û nekir, me nikarîbû em xwe bigihînin wê asta serketinê û rewşa tewazunê. Çiqasî hewl bida bila bida şerê Gladîo’ya derve di vê de ne diyarker bû; ya diyarker ew bû, serokatiya taktîk, fermandariya gerîla tam cihê xwe nedigirt. Her çiqasî di vê de bandoreke girîng a tesfiyekar û sîxurên di nava têkoşînê de hebû jî pirsgirêka bingehîn ji fermandariyê bû. Şer hem ji aliyê çînî ve hem jî ji aliyê kesayetê ve herî zêde di vê qadê de bandora xwe nîşan dida. Her çiqasî hewldana reşkujiyê ya di 6’ê Gulanê de bi ser neketibe jî Zeynep Kinaci ya bi nasnav Zîlan li naveroka bi tehlûke ya vê hewldanê baş varqilîbû di 30’ê Hezîranê de li Dersîmê çalakiya fedaî pêk anî û bi vê çalakiyê pêşî li taktîka sala 1996’an û riya serketinê vekir. Ji ber ku taktîka hundir xetimîbû û ji der ve îmha dihat ferzkirin.

Min di vê demê de pirr eşkere dît ku şerên gelan di heman demê de şerên yeman ên çînî ne. Min di analîzên kirî de cihekî berfireh da vê rastiyê. Mîna di serê sala 1990’î de, dîsa di dawiya wê de derfetên serketina stratejîk bi zêdeyî hebûn. Hewldanên ji bo diyalogê yên bi însiyatîfa Turgut Ozal dest pê kiribûn di sala 1997’an de bi Serokwezîr Erbakan û bi şaxekî ji nava artêşê re dewam kirin. Em dîsa gelekî nêzî çareseriya siyasî û aştiyane bûbûn. Ez yeqîn dikim ku dîsa heman Gladîo’yê dest avêt meseleyê û bi hêzên hundir û derve yên li pişta wê ket nava tevgerê û lewma şensê çareseriya siyasî û aştiyane ya ji van diyalogan dihat payîn nehat nirxandin û firsend nehat dayîn. Hem di asta Serokwezîrtiyê de hem jî di asta Serokatiya Fermandariya Giştî de ji bo çareseriyeke siyasî û aştiyane niyet hebû, lê tevî vê, firsend nehat dayîn, û ev jî gelekî baş û eşkere nîşan dide ku NATO, Gladîo û şaxên wê yên hundir li ser rejîma Tirkiyê çiqasî bi bandor in. Em behsa sîstemekê dikin ku mîna kabûsê ketiye ser Komarê û lê piçikî ye.

Di Îlona 1998’an de hêzên em behsa wan dikin gef li Sûrî xwarin ku bi ya wê nekin wê pê re şer bikin. Bi vê xwestin, dawiyê li statuya stratejîk a baregeha me ya li Rojhilata Navîn bînin. Di gihiştina vê nuqteyê de rewşa stratejîk a qadê û rewşa min a stratejîk xwedî rolên sereke ne. Lê bi ya min, sedema bingehîn ew e, çareseriya siyasî û aştiyane careke din bi awayekî ciddî ketiye dewreyê. Gelekî berê jî karîbûn ji aliyê eskerî ve bi ser Sûrî de biçin; di vê mijarê de astengeke ciddî li pêşiya wan tine bû. Ji bo vê destwerdanê hilbijartina vê demê û salê têkiliya xwe bi îhtîmala çareseriya siyasî û aştiyane re heye. Bi kurtî, dixwazin biryara 1920’an hê jî li ser hukim bihêlin. Ji bo Rojhilata Navîn û Tirkiya ji bo wan gelekî girîng di kontrola xwe de bigirin, bêçareserîhiştina pirsgirêka Kurd ji bo wan bi roleke heyatî radibe. Eger mirov nêzîkatiyên gelek hêzên derve û hundir ji bo Kurdan û PKK’ê di çarçoveya van parametreyan de binirxîne, mirov ê karibe baştir pêşiya xwe bibîne. Sala 1998’an diviyabû ji bo min bi rastî bibûya qonaxeke nû. Min di analîzên xwe de jî gelekî behsa vê rewşa her xwe dugêsinî dikir kiribû; ya rastî, şerê gerîla li sêbereya Gladîo-JITEM-Hîzbûllahê aliqîbû û ji bo em li dora singê xwe nezîviriyana, diviyabû em ji nava pencê vê sêbereyê derketana, naxwe me nikarîbû şer derxista asteke jortir. Di vê mijarê de kêmasiyên hundir hê jî diyarker bûn. Eger çareseriya siyasî û aştiyane nebûya, bi tenê riyek dima, ew jî şerê gel ê şoreşgerî bû ku diviyabû me derxista asteke jortir, naxwe ne rast bû ku em li riyeke din bifikiriyana. (Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk, Weşanxana Şilêr, 2018, p:415-417)

KCK Û Çareseriya Neteweya Demokratîk

Dema ku PKK di serê salên 1970’î de ket ser rê, erka li pêşiya wê ew bû, hebûna Kurd ji rewşa hebûneke ku li ser hebûn û tinebûna wê guftûgo tê kirin, derxe û pirsgirêka Kurd bi têgihiştina dewleteke sosyalîst a reel çareser bike. Êdî guftûgo li ser hebûna Kurd nayê kirin, lê bi awayekî di netew-dewletparêziyê de bist bû û ma. Di pêvajoya xwerexnekirinê de derket holê ku netew-dewletparêzî antî-sosyalîst e, û antîdemokratîkbûn bi xwe ye. PKK’ê bi awayekî pirr zelal dît ku bêyî civaka demokratîk sosyalîzm nayê avakirin, û lewma çareseriya pirsgirêka Kurd bi avakirina neteweya demokratîk dibîne. Niha aliyê ku pirs çûye ser ew e, divê xwe bi siyaseta qanûnî ya demokratîk an jî bi şerê gel ê şoreşgerî yê topyekûn bigihîne vê armancê. (Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk, Weşanxana Şilêr, 2018, p:516-517)

Em dikarin bibêjin, ezmûna şerê dused salên dawî li dijî rastiya Kurd û Tevgera Azadiyê bi awayekî bêhtir giranbûyî veguheriye qirkirineke çandê. Hebûna Kurd û xwesteka ji bo jiyaneke azad, di bin pêngavên qirkirinê yên bêrehm de hewl dane xwe bidin dewamkirin. Tevgera tesfiyekirina otorîteyên şêxtî, serekeşîrtî û begtiyên Kurdistanê yên di dema modernbûna Împaratoriya Osmanî de dest pê kirin, her ku çû veguherîn tesfiyekirina rastiya çanda Kurd. Di dema pêşî ya Komarê de Faşîzma Tirk a Spî polîtîkaya behsa wê tê kirin hûrûkûrtir kir, li tevahiya civakê belav kir û di nava netew-dewletê de Kurd helandin, anîn ber tinebûnê. Berxwedanên li dijî vê yekê, bi sedema bingehê civakî yê li ser radibûn û karekterên serokatiyên wan, tesfiye bêhtir xurt dikirin û jê zêdetir ti encamên xwe tine bûn. Di dema gihiştin û stewînê de destûra hebûna tebeqeyên hevkar hat dayîn bi şertê rastiya Kurd înkar bikin û vê yekê jî kir ku qirkirina çandî bêhtir hûrûkûr bibe. Ji salên 1980’î ve di dema hilweşîn û serberjêrçûnê de, DYE’yê li ser bingehê berjewendiyên xwe destek dayê û bi vî awayî serî li rêbazên şerê taybet ên nedîtî da, û ne bi tenê weke Tevgera Azadiyê, weke hebûnê bi xwe jî xwest Kurdîtiyê biqedîne. Çawa ku me di qedexekirina ziman de jî dît weke hebûneke ontolojîk dixwaze ji holê rake. Li dijî vê tevgera qirkirinê ya mislê wê nehatiye dîtin, Tevgera Azadiyê ya bi pêşengiya PKK’ê hat bipêşxistin, tevî gelek şaşî û kêmûkurtiyên xwe, ne bi tenê hebûna çanda Kurd piştrast kir, weke hebûneke azad dibe gihand qonaxeke gelekî girîng. Pêşketinên bi vî rengî parçeyên din ên Kurdistanê jî kirine bin bandora xwe; li Başûrê Kurdistanê rê li ber pêkhatineke siyasî ya aliyê wê yê netew-dewlet xurtir vekiriye, li Kurdistana Rojhilat û Rojava jî bi awayekî xurt rê li ber hişyarbûna gel vekiriye, bi tevlîbûna wan a nav Tevgera Azadiyê û pêşdebirina wan a xweseriya xwe ya demokratîk bi encam bûye.

Şerê taybet ê tesfiyekar ê hêzên hegemonîk ên Tirk li dijî KCK’ê di dema li pêş me de wê ji aliyê stratejîk, polîtîk û civakî ve, ji sedî sed rê li ber bûyerên mezin ên gelekî girîng veke. Eger biryara aştiya stratejîk neyê dayîn, di rewşa berbiçav a Kurdistanê de bi îhtîmaleke mezin şerê gel ê şoreşgerî wê bi perspektîfa modernîteya demokratîk pêk bê û her biçe wê li cografya cîran belav bibe, bi şerê xweparastinê di zikhev de wê şaxên rêveberiyên xweseriya demokratîk ekonomî, civakî, çandî, huqûqî û dîplomatîk bêne bipêşxistin. (Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk, Weşanxana Şilêr, 2018, p:212-213)

Ez têkoşîna me wekî sê merheleyan dabeş dikim. Her yek ji van nêzî deh salan dewam dike. Pêvajoya yekemîn, ji 73’yan dest pê dike- di 1973’yan de biryara koma xweser hebû- heta 84’an tê. Ew pêvajo ye. Ji bo pêvajoya 84-93’yan heta pêvajoya Ozal dibêjim pêvajoya duyemîn; ji bo pêvajoya ku ji 93’yan dewam dike û heta 2002-2003’yan dewam dike jî dibêjim pêvajoya sêyemîn. Min ê ev pêvajo esas di wê demê de bi dawî bikira. Encax ji ber sedemên cur bi cur heta îro hat…

Ez dixwazim her kes pê bizane. Pêvajoya sêyemîn qediyaye. Çil sal in dibêjim lê hevalan fêm nekirin. Qe nebe bila êdî fêm bikin. Lîstok mezin e. Komplo mezin e. Hemû Kurdan dike hedefa xwe. …Pêvajoya nû ji bo Kurdan pêvajoya parastina hebûna xwe û qezenckirina azadiya xwe ye. Ez ji KCK’ê re, ez ji PKK’ê re dibêjim, hûn ê bi xwe biryarên xwe bigirin, hûn ê çi bikin hûn bi xwe dizanin. Her kêlî dikarin bi ser vir de bigirin, dikarin min bikujin. Di nava 24 saetan de jî dikarim bêm kuştin. Gelo PKK wê karibe KCK’ê bide şerkirin, pêş bixîne, ez bi vê nizanim. Ev, karê wan e, ew dizanin, biryara wan e. Ji vê pêvajoya sêyemîn û şûn de ez ê têkil nebim. Ez li vir nikarim talîmat bidim ti kesî, şert û mercekî wisa tine ye, ev ne exlaqî ye jî. Encax dema ku dewlet were û ji min re bibêje, “em projeya te ya çareseriya demokratîk û aştiyê qebûl dikin” wê muzakere dest pê bike. Ji bo nameyên çareseriya demokratîk û aştiyê hêna bersiv tine ye, ev bi serê xwe jî manebarkirî ye. Heger bersiva nameyên min bigihêje min ez ê agahiyê bidim.” (Notên Hevdîtinê-31’ê Adara 2010’an)

Pirsgirêka KCK’ê ya legalbûnê bi netew-dewletên serwer re heye. Tevî ku pêşî cih dide xebatên legal jî netew-dewlet vê qebûl neke wê ev yek li Kurdistanê rê li ber rêveberî û otorîteyeke duserî veke. Eşkere ye, kengî li ser van erdan û di nava van civakan de rêveberiya dewletê û rêveberiya KCK’ê bêne meşandin wê ev yek bibe sedema şer û tengezariyê. Eger daxwazên der barê legalbûn û qanûnîbûnê de ji dewletên pêwendîdar re têne pêşniyarkirin bersiva xwe nebînin û berevajî bi şîddet, girtin û şopandinê bersiv bê dayîn, KCK jî wê texsîr neke rêveberî û otorîteya xwe bi awayekî yekalî pêk bîne. KCK di sala 2005’an de hat îlankirin. Ji wê rojê ve bi netew-dewletên pêwendîdar re yekser û neyekser diyalog çêbûn û heta niha ji wan encameke çareseriyê ya qanûnî bi dest nehatiye xistin. Eger diyalogên behsa wan tê kirin encamên erênî nedin, di dema pêş de KCK wê weke otorîte û hêza rêveberiyê li Kurdistanê bi civaka Kurd û hindikiyayên li heman cografyayê re bivênevê bi awayekî yekalî xwe pêk bîne.

Kengî KCK xwe bi awayekî yekalî di nava hemû alî û şaxên neteweya demokratîk de pêk bîne, ev yek wê demeke nû bide destpêkirin. Ev dem wê ji dema PKK’ê xwe ava dikir û şerê gel ê şoreşgerî pêşde dibir cuda be. Di vê demê de wê bi tenê partî û rêveberiya şer tine bin. Tevî ku wê dîsa xebatên PKK û HPG’ê û şerên parastinê hebin, lê di vê demê de erka bingehîn wê ji hemû alî û şaxan ve avakirin û rêvebirina neteweya demokratîk be. Eşkere ye ku vê demê di nava şert û mercên nû de wê di navbera sazî û hêzên netew-dewletê û hêz û saziyên KCK’ê de raqebet, xwelihevrakişandin û şerekî mezin pêk bê. Li bajaran, li dewrûbera bajaran û gundan dibe ku otorîte û rêveberiyên cuda pêk bên. (Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk, Weşanxana Şilêr, 2018, p:563-564)

Ozal, Ecevît, Erbakan ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê ji pêvajoyan tasfiye bûn. Peywendiyên van kesan bi min re hebûn. Wekî ku hûn niha dibînin ez li ser piya me. Lê ev nayê wê maneyê ku pirsgirêka min a tenduristiyê tine ye. Hekîmên pispor hatin, tabî tiştên wisa dîsa dikarin bibin. Lê, tişta esas ewlekariya min a li vir e. Gladîo jî dikare berê xwe bide min. Ez li Îmraliyê namirim, têm kuştin. Dewlet li vir çiqasî pûtepêdayî nêzî min dibe bila bibe, ev bi jiyandina min a li vir ve îdamkirina min e. Ev, kuştin e esas. Wekîlekî MHP’î jî eynê wisa gotibû. Ev, di maneya siyasî de pirsgirêkeke tenduristiyê ye. Piştî deh salên derbasbûyî êdî ev dibe kuştinek. Em bêjin ji nişkê ve bêhna min çikiya, ha ev kuştin e. Tabî pirsgirêkên rêkên jorê yên tenefûsê jî hene. Girêdayî kalbûnê pirsgirêkên xwezayî hene. Statuya min, rewşa min a li vir rehîne ye. Rehîneyek an tê berdan an tê kuştin an tê girtin. Ma rehînetiya 15 salan dibe? Ev, ji bo dewletê jî pirsgirêkek e. …DYE bi armanca provokasyonê ez teslîm kirim. Ecevît jî got, ‘min fêm nekir çima teslîm kirine.’ Mirina min a li vir tê maneya şerê Tirk-Kurd ê sedsalan. Ez hewl didim vê asteng bikin.” (Notên Hevdîtinê-21’ê Tîrmeha 2013’an)

Tişta ku bi esasî zoriyê dide min ew e ku Tevgera Azadiya Kurd bi têrkerî fêm nekiriye. Her çiqasî bêjin ku wan fêm kiriye, tê gihiştine jî wisa bi rastî rewşeke wan a fêmkirinê, têgihiştinê tine ye. Asta wan a fêmkirin, têgihiştinê; di asteke seresere, teng, sînordar de ye. Nikarin pêwîstiyên asta ku fêm dikin, tê digihêjin jî bi cih bînin. Vê jî nikarin bixin meriyetê. Di nava rastiyeke wisa de ne. Heger bi rastî jî bi şeklê min dixwest û di asta min dixwest de bûna ma ewqas zemanî wê di nava rewşeke wisa de bûna? Têkoşîna Azadiya Kurdistanê niha wê di asteke pir cuda de û di merheleyeke pir cuda de bûna. Ev jî nîşan dide ku heqîqeta min fêm nekirine. Her çiqasî di asta gotinê de, di vê mijarê de hin tiştan îfade bikin jî pêwîstiyên wê yên pratîkî di maneya rastîn de nikarin bi cih bînin. Dema ku wisa dibe jî ev dibe sebeb ku ez zêdetir zoriyê bikşînim. Hebûna min, bûye hebûna gelê Kurd. Pêwîst e bizanin ev tê çi maneyê û li gorî wê tevbigerin. …Heger hebûna min bibe hebûna Tevgera me, hebûna Gelê me, li vir her nêzîkatiya li hemberî min, helwest û tewrekî herî biçûk; tewr û helwesta li dijî tevgera me, li dijî gelê me ye. Ya ku dizane ev wisa ye dewlet bi xwe ye. Nêzîkatiya xwe ya li beramberî min li gorî vê pêş dixîne. Dewlet; her çi dike, wê çi bike, bi vê zanebûnê her tiştî dike. Li Îmraliyê çi dibe, çi tê kirin û wê ji vê û şûn de jî çi bê kirin, dewlet bi vê ferasetê, bi vê hişmendiyê nêz dibe û dike. Li vir ti tişt ji ber xwe ve û bi tesadufî çênabe. Her çi dibe, her çi tê kirin û her çi bê kirin, ev hemû li ser bingehê konseptên ku dewletê diyar kiriye pêk tên û wê pêk bên. Pêwîst e ev yek bi ti şeklî û kêliyekê jî neyê jibîrkirin. Ji ber vê yekê pêwîst e her kes vê heqîqetê gelekî rast, kûr, tekûz fêm bike, tê bigihêje û pêwîst e bi vê hişmendiyê di bin her şert û mercî de helwest, tewr bigire û wisa tevbigere. Ez van belesebeb nabêjim.

Mirina min a li vir, dibe mirina gelê Kurd. Dewleta ku biryara kuştina min daye, wê çaxê biryara qirkirina Kurdan jî daye. Ev tê wê maneyê ku wê vê eşkere, yekser bike. …Ji ber vê yekê jî pêwîst e Tevgera Azadiya Kurd û gelê Kurd bi rastî rewşa min a li vir bizanin. Bizanin ku her tiştên ku li dijî min tên kirin û wê bên kirin yekser wê li dijî hebûna wan, li dijî wan bên kirin. Bêguman, tenê zanebûn têrê nake. Pêwîst e wekî gel û tevger li dijî vê yekê mirov heta dawiyê, di hemû rehendan de amade be. Tevgera Azadiya Kurd ji bo ku karibe hebûn û azadiya gelê Kurd pêk bîne û şer bike, ji bo ku karibe rewşa hebûn û azadiyê garantî bike jî, divê sekna xwe ya azadî û hebûnê têknaçe bike û xwe bîne rewşeke wisa ku karibe zafera wê pêk bîne. (Notên Hevdîtinê)

Çareseriya KCK’ê roja me ya îro li serê duriyan e. Yan pirsgirêk wê bi riya siyaseta demokratîk û aştiyane bi rêbaza destûra demokratîk bêne çareserkirin ango di vê rewşê de netew-dewletên pêwendîdar wê ne bi tenê dest ji polîtîkayên îmha û înkarê bikişînin wê bi awayekî realîst danasîna pirsgirêkê qebûl bikin û çareseriya wê jî di destûra demokratîk a gerdûnî de bibînin, hem naverok û hem jî rêbaza destûra demokratîk wê bi muxateban re parve bikin. Ji bo vî şêweyê çareseriyê ku welatan hem weke dewlet û hem jî weke netewe yekpare dike, divê veguherînên radîkal bibin. Yan jî ev riya dil dixwaze pêşî pêk bê were astengkirin, hingê riyek dimîne; KCK wê bi awayekî yekalî û şêwazekî şoreşgerî otorîteya xwe ya demokratîk ava bike û biparêze. Gelek hêman hene ku ji bo di vê riyê de bi awayekî serketî bimeşe. Bi rêbertiya îdeolojîk û polîtîk a PKK’ê ya xwedî tecrûbeya ji sîh salan zêdetir, bi desteka xurt a bi şerê gel ê şoreşgerî hatiye ceribandin, bi hêza xwe ya eskerî ya pê dikare xweparastinê li her qadê bike, bi tevna xwe ya berfireh a têkiliyan li derve û hundir, mumkîn dibe ku KCK neteweya demokratîk ava bike, bi rê ve bibe û biparêze. Ev rê wê careke din weke berê nexitime. Ji ber ku ne netew-dewlet, lê neteweya demokratîk armanca wê ye, her tim wê alîgirê aştî û çareseriyê be, wê bi hêzên netew-dewletê re deriyên wê li diyalog û muzakereyan vekirî be û di vê de jî bi ser nekeve wê li riya xwe ya rast, bi hêzên xwe, zanibe neteweya demokratîk bi awayekî serketî ava bike, bi rê ve bibe û biparêze. (Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk, Weşanxana Şilêr, 2018, p:547-548)

Leave A Reply

Your email address will not be published.