ABORIYA LI BAKUR-ROJHILATÊ SÛRÎ
EMÎN ARAM
Aboriya li Bakur-Rojhilatê Sûrî dikare di bin sê sernavan de bê nirxandin. Yek, bandor û encamên mêtingeriya ekonomîk a li ser aboriya civakê. Dudu; rewşa aboriya civakê. Sisê; rêxistinbûna Aboriya Komunal Demokratîk û encamên wê. Rewşa aborî ya ku di bin sê serenavan de bê xulasekirin dikare ronîker be.
A-Li Rojava Mêtingeriya Ekonomîk
Mêtingeriya li Kurdistanê bi xisleta qirkeriyê rabûye. Mêtingeriya ekonomîk hewl daye vê siyaseta qirkeriyê temam bike. Li herçar parçeyên Kurdistanê jî bi şeklekî hemaheng mêtingeriya ekonomîk hatiye pêkanîn. Ya ji hev cuda terz û rêbazên wan bûye. Çawa ku Mêtingeriya Tirk, Îran û Iraqê bi rengekî xweserî xwe siyaseta qirkirinê meşandibe, mêtingeriya Sûrî jî li gorî xweseriya xwe ketiye nav taktîk, rêbaz û terzên qirkirinê. Înkara Kurd û Kurdistanê herî zêde di dema BAAS’ê de hatiye pêşxistin. BAAS, bizav û tevgereke faşîst û nîjadperest e. Xwe dispêre miletperestî û şovenîzma Ereban. Ji Hîtler, yanî ji faşîzma Elman bandor bûye. Dixwazin “Pan-Erebîzmê” wekî bizavekê pêş bixin. “Nîjada Serdest a Ereb” diparêzin. Hedefa wan ew e ku mafê jiyanê nedin Kurdan. Zekî El-Arsûzî û Mîşel Eflak di avaniya îdeolojîk a partiya BAAS’ê de bi rola pêşeng rabûne, “nîjada serdest a Ereb” diparêzin û dibêjin; “Ereb tekane nîjad e ku wekî mîrasa bavê me Adem ji bo ku nûnertiya nirxên serdest ên ser rûyê erdê bike ji kûrahiyên dîrokê heta roja me hatiye.” Suleyman Hiş, ê ku di sala 1964’an de bû Wezîrê Çandê yê Partiya BAAS’ê, di sala 1953’yan de wisa got: “Ey Birayê min ê Ereb! Heger tu rojekê neçar ma şerê Siyonîstan bikî berê tifinga xwe ewilî bide Kurdan.”
Di sala 1952’yan de Cemal Abdulnasir bi darbeyeke eskerî desthilatdariyê bi dest xwe dixe. Ev pêvajoya darbeyê bandorê li miletperestiya Ereb dike. Di 22’yê Sibata 1958’an de Komara Erebî ya Yekbûyî tê îlankirin. Di pêşketina vê bereya faşîst de, “Bereya Neteweyî” (wê demê li Sûrî desthilatdar bûn) û BAAS’î bi awayekî çalak cihê xwe digirin. BAAS’î, bi bandora Komara Erebî ya Yekbûyî jî êrîşî Kurdan dikin. Li ser tinekirina Kurdan siyasetê dimeşînin. Axaftina bi Kurdî, nivîsandina bi Kurdî, weşana bi Kurdî, çêkirina muzîka Kurdî, guhdarkirina muzîka Kurdî û hwd. ji kok tên qedexekirin. Xebatên siyasî tên qedexekirin û xebatên neteweyî yên Kurdan bi Siyonîzmê, bi Emperyalîzma Rojava re têkildar tên hesibandin, wisa tên şîrovekirin û hewl didin bidarizînin. Hikumeta faşîst Ereban dikişkişîne û berê wan dide Kurdan. Kurd ji qadên kar û aboriyê tên dûrxistin. Du vebijêrkan datînin pêşiya Kurdan; yek; hevkarî, xweînkarkirin û xizmeta mêtingeriyê. Dudu; heger berxwedan hebe, mirin û mehkûmbûna birçîbûnê. Sirgûn dibin, navê Muhacir lê dikin. Wekî talûkeya potansiyel her tim di lîsteya “ewlekariyê” de cihê xwe digirin.
Komara Erebî ya Yekbûyî di 28’ê Îlona 1961’an de bi darbeya Albay Abdulkerîm Nahlawî, ku ji “baskê rastê ye û karmendên xeyidî yên li Urdin, Siûdî Erebîstan û Sûrî” piştgirî didanê, hilweşiya. Di encama vê dijdarbeyê de Komara Erebî ya Sûrî tê îlankirin. Binavkirina Komarê ya tenê bi nîjada Erebî nîşan dide ku wê înkara Kurd dewam bike. Kurd bi vî rengî şîrove dikin. Jixwe piştî demeke kurt jî ev şîrove mafdar derdikevin. Hikumeta nû di sala 1962’yan de li Hesekê serjimêriyê dike, ku 150 hezar Kurd lê dijîn, bi dehhezaran Kurdî ji hemwelatîbûnê derdixînin. Li seranserî Cizîrê nêzî 120 hezar Kurd ji hemwelatîbûnê tên derxistin. Bi vê rêkê Kurd dikevin pozîsyona ecanîb (biyanî) yan jî maktûmîn (derveyî qeydê) û xakên di dest Kurdan de bi navê reformê li Ereban tên belavkirin. Li gel vê Kurd ber bi koçberiyê ve tên dehfdan û avaniya demografîk diguherin. Girseya Kurd ji ekonomiyê tê dûrxistin, dikeve bin pêkanîna sûcdarên potansiyel û her tim tên venêrînkirin. Lêpirsîn, mehkeme, zindan û qetilkirin li ser wan Kurdên ku li dijî mêtingeriya aborî radibin yan jî îhtîmal e rabin tên pêkanîn. Ji bo Kurdan rêveberiya nû ya Sûrî jî wekî berdewama ya beriya xwe dibe. Siyaseta înkar, îmha û qirkirinê bi rê û rêbazên cudatir tên domandin. Li Tirkiyeyê çawa ku “dibistanên” mêtingeriyê wekî amûrê bingehîn ê bişavtina Kurdan tên bikaranîn, mêtingeriya Sûrî jî nahêle girseya Kurd bixwîne û binîvîse û bi vê rêkê hewl dide asîmîle bike. Teyisandina vê ya li ser ekonomiyê jî ew e ku Kurdan dikin însanên bêwesf. Kurdên ku bi vî rengî ji karên dewletê tên dûrxistin bi vê rêbazê jî ji bo sirgûna ber bi qadên wekî Beyrûd, Şam, Helebê ve tên dehfdan. Dixwazin Kurdan cahil bihêlin û di asta xizmetkirinê de bi cih bikin. Di qada siyasî de jî hewl didin nehêlin hişmendiya welat û polîtîkbûna Kurdan pêş bikeve.
Di dema Hafiz Esad û Beşar Esad de jî rejîma BAAS’ê neguheriye. Ji berê cudatir di warê taktîkî de hin guhertin kirine û hewl dane desthilatdariya xwe biparêzin. Tişta esas girtine jî parastina rejîma BAAS’ê bûye. Ji bo vê yekê bi qasî pêwîst radîkal bi qasî pêwîst jî hewl dane nerm tevbigerin. Di navenda pêwîstiya vir de jî bekaya rant, desthilatdarî û dewleta bi zihniyeta BAAS’ê heye. Berjewendiyên civakê û gelan wekî rûpoşê hatine bikaranîn. Di dema Hafiz Esad de rejîma BAAS’ê ji bo Kurdan (1980-1990) taktîka lihevkirinê tercih kiriye, lê muxalefeta Sunî ya Ereb jî di qetlîamê re derbas kiriye. Piştî Osmaniyan, mêtingeriya Sûrî û Tirkan bi giranî di mijarên wekî avên Ferat, Dîcle û bajarê Hatayê de nakokî hev dibin. Ji ber van nakokiyan Hafiz Esad li dijî mêtingeriya Tirk tercîh dike ku li gel Tevgera Azadiyê peywendiyên taktîkî pêş bixîne. Bi vê yekê hewl dide dewleta Tirk tengav bike û jê tawîzan bigire. Tevgera Azadiya Kurd jî hewl daye ji nakokiyên Mêtingeriya Tirk û Sûrî sûdê bigire û peywendiya taktîkî domandiye. Bi giranî li ser esasê îmkanên Sûrî li Rojhilata Navîn bi salan siyaset kiriye û têkoşîn meşandiye. Tevgera Azadiyê di nêzîkatiya xwe de rêgezî tevgeriyaye û peywendiya taktîkî domandiye.
Beşar Esad bi rengekî berevajî nêzî vê pêvajoyê dibe. Rûyê din ê rejîma BAAS’ê dixebitîne, înkarker û zextker nêzî Kurdan, Tevgera Azadiyê û gelên din dibe û dixwaze bitepisîne. Di encama vê de mêtingeriya Tirk dikeve nava peywendiyeke nû ya taktîkî û hevpeymana Edeneyê ava dikin. Beşar Esad hewl dide pala xwe bide mêtingeriya Tirk, wisa Kurdan bitepisîne û bi vî rengî rejîma BAAS’ê biparêze.
Di vê pêvajoyê de rejîma BAAS’ê ti carî dest ji avaniya xwe ya navendî-dîkta bernade. Heta dem bi dem zêdetir hişk dibe, hewl dide muxalefeta ku daxwazên demokratîk ên gelekî mafdar tîne ziman bi şîdetê bitepisîne û texsîr nake ku ji bo vê yekê bi sedan însanî qetil bike. Rejîma ku hêna ji destpêkê ve ketiye nav sûc ti carî demokratîkbûnê naceribîne. Tenê avaniya navendî û antîdemokratîk esas digire. Ji ber vê yekê ye ku her tim li dijî muxalefeta hundirîn qetlîam, tepisandin û mêtingerî esas girtiye. Bi vê rêbazê hewl daye desthilatdariya xwe biparêze. Dema Hafiz Esad û Beşar Esad ji bo girseyên gel dîktatoriyê îfade dike. Em careke din diyar bikin, rejîma BAAS’ê qirker nêzî Kurdan bûye. Rejîma BAAS’ê ya bi pêşengiya Esadan ji vê armanca xwe dûr neketiye û dewam dike. Pêkanîna vê ya herî diyar û pratîkî Kembera Ereban e û polîtîkayên qetlîam, sirgûn û dana koçberkirinê yên li dijî Kurdan e. Di dema Esadan de jî Kurd ecnebî û maktûmîn in. Navê wan qedexe ye. Qedexe ye ku bi zimanê xwe binîvîsin, bixwînin, biaxivin, muzîkê çêkin. Li ser wan kesên ku li dijî vê derketine jî cezayên giran hatine birîn. Navê Kurdî yê bajar, navçe, gund, çiya, deşt, cih, heta navê Kurdî yê şexsan jî hatiye qedexekirin û guhertin. Bêmilkkirina Kurdan herî zêde di dema Esadan de pêk hatiye. 120 hezar Kurd ji hemwelatîbûnê hatine derxistin, bêyî ku ti berdêlek bê dayîn malên wan hatine desteserkirin. Bi rêka provokasyonan bi sedan Kurd bi awayekî eşkere hatine qetilkirin. Qetlîama Sînema Amûdê (di 13’ê Mijdara 1960’î de 283 xwendekar hatine şewitandin û wisa hatin qetilkirin) û Qetlîama Meleba Qamişlo (12’ê Adara 2004’an 52 Kurd hatin qetilkirin) mînakên vê yên eşkere ne.
Li Sûrî yek ji plan û projeyên herî berfireh a mêtingeriya ekonomîk “Kembera Ereban” bûye. Kembera Ereban li Sûrî tê pêkanîn, lê plansazî ji aliyê “Komara Erebî ya Yekbûyî” ku Misir serê wê dikşîne û çar hêzên mêtinger (Tirkiye, Iraq, Îran, Sûrî) ve tê çêkirin. Proje di warê îdeolojîk de bi temamî zihniyeta BAAS a nîjadperestiya Ereb îfade dike. Di vê maneyê de Projeya Kembera Ereban berhemê BAAS’ê ye.
Piştî salên 1960’î nîjadperestên Ereb li ser kemberê nîqaş dikin. Ji vê û şûn de nîjadperest û rejîma BAAS’ê li ser projeyên mêtingeriya aborî zêdetir hûr dibin û amadekariyan dikin. Kembera Ereban hedef dike ku Rojava bi temamî bê valakirin, Kurd bi komî bên asîmîlekirin, ji cotkarî, zireet û ajaldariyê yan jî aboriyê dûr bikevin. Bi milekî din jî ev “qirkirinê” îfade dike, qirkirina di her qadê de, di warê ekonomîk, sosyal, kulturel û etnîkî. Kurdan li welatê Kurdan mehkûmî birçîbûnê dikin. Kembera Ereban ji Serêkaniyê heta Dêrikê, Sêmalkayê diçe. Nêzî 280 kîlometre dirêjahî, 10-15 kîlometre kûrahiyê digire nava xwe. Di vê qadê de 332 gund hene. Dixwazin 140 hezar Kurdî ji herêmê derxînin. Li vê herêmê 7 hezar malbatên Ereb tên bicihkirin. Di sala 1969’an de bi giştî milyonek û 374 hezar donim erazî tê xespkirin. Ev erazî bi giştî ji Kurdan tên girtin. Eraziya hatiye girtin di nava girseya Ereb de tê belavkirin, ku ev jî li herêmê hatibûn bicihkirin.
Her ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê û pêkanînên Neteweya Demokratîk pêş ketin kembera Ereban zeîf bû. Her çû xisleta wê ya înkar, îmha û qirkirina ekonomîk têk çû. Mêtingeriya Tirk hewl dide Rojava dagir bike, valatiya ku ji ber rejîma zeîfbûyî ya BAAS’ê çêbûye dagire û Kembera Ereban bi kembera faşîst a Tirkan berfireh bike û rojane bike. Di vê mijarê de hewl dide bi Sûrî, Îran, Iraq, Rûsya û DYE re li hev bike û xwe mayinde bike. Ji ber vê yekê dikare bê gotin ku Kembera Ereban hêna jî ji bo Kurdan wekî pirsgirêkeke bingehîn dewam dike.
Polîtîkayên Fransî û Îngilîzan ên li ser Rojhilata Navîn bûye bingeh ku kembera Ereban çêbibe, Kurd bêstatu bimînin, bên sirgûnkirin û asîmîlekirin, di qetlîam û qirkirinan re bên derbaskirin û li welatên xwe bêyî aborî bimînin. Rojava jî tê de, Sûrî bi giştî di 16’ê Gulana 1916’an de bi hevpeymana Sykes-Picot’ê ji bo Fransayê hat hiştin. Ev hevpeyman di 14’ê Tîrmeha 1922’yan de ji aliyê NY jî hat erêkirin. Hevpeymana Sykes-Pîcot di encam de nehiştiye dewleteke Kurd ava bibe; bingehê pirsgirêkên îro ava kiriye û bûye sebeb ku Kurdistan li gorî berjewendiyên Rojavayiyan bê parçekirin. Fransiyên di 1920’î de Şam dagir kirin, di 17’ê Nîsana 1946’an de ji Sûrî vekişiyan. Di vê pêvajoyê de Fransiyan jî li Sûrî polîtîkayeke pirmilî xistin meriyetê, bi awayekî yekser ti hêz nedan hemberî xwe û hewl dan ji hemû hêzan feydeyê bigirin. Ev terzê siyasetê li beramberî welat, beşên gel ên cuda, kêmneteweyan, şexsên ku di nava eşîr, malbat û civakê de giraniyeke wan hene pêk anîn. Bi vî rengî nêzî baweriyan jî bûn. Hem şerê Kurdan kirin hem jî li hev kirin. Wekî çawa xweseriya wan parastine her wiha bêstatubûna wan jî parastine û pêk anîne. Fransiyan her tim Kurd kirine mijara bazarên xwe. Li beramberî mêtingeriya Tirk, Ereb û Farsan wekî kartekê bi kar aniye. Di encam de Fransiyan Kurd û Kurdistan di bin mêtingeriya Tirk, Sûrî, Iraq û Îranê de hiştin û di 17’ê Nîsana 1946’an de ji qadê vekişiyan. Encama polîtîkaya ku bi Îngîlîzan re hevpar hatiye meşandin, Kurdistana parçebûyî ye. Kurdistana parçebûyî jî bi rengê Rojhilata Navîn a parçebûyî û şerê sedsalên siberojê hatiye hiştin. Di encam de jî ev pêk hat û hêna jî şer û pevçûn didomin.
Di vê pêvajoyê de Kurd di warê şer û polîtîkayên xwe de pir belave û parçeyî ne. Li şûna Yekîtiya Neteweyî, bi serê xwe rêxistin, partî, eşîr, malbat, heta şexs jî siyasetê dimeşînin. Siyaseta neteweyî nayê meşandin, girêdayî vê şerê neteweyî jî nayê meşandin. Qalibên Îslama siyasî nayên derbaskirin. Di nava mêtingeran de tercîh tê kirin û refên xwe diyar dikin. Dema ku vebijêrka sêyemîn tine ye, yanî xwe hilnabijêrin, tercîha wan dibe yek ji mêtingerên heyî. Li ser sînorê “birayê Misilman” û “umetparêz” dimînin. Xwe dispêrin argumanên teng û bêmane yên mîna Fransî û Îngîlîzên “Xrîstiyan” û “Gawir” û hewl didin wisa siyasetê bikin. Ev zihniyeta siyasetê û şer ji bilî ku xizmeta mêtingeriyê bike kêrî tiştekî din nayê. Di vê demê de Kurdan ji bo mêtingeriya Fransî, Îngîlîz, Tirk, Ereb û Farisan xizmet kirine. Siyaseta Kurd a parçeyî geh li gel Fransiyan geh jî li cem Tirkan (Osmanî û Komar) cih girtine. Tişta ku nikarîbû bikira yan jî herî kêm kiriye jî meşandina siyaset û şerê xwe ye. Nebûye îrade. Ji vê re bêsiyasetî, koriya neteweyî ya siyasî bê gotin dibe guncavtir be. Di encam de ji ber ku nikarîbûye siyaseta neteweyî bike nikarîbûye şer bike, nikarîbûya pêsîra xwe ji qirkirinê, asîmîlasyonê, li welatê xwe birçî û bêyî ekonomîbûnê, sirgûnê, ecnebîbûn û maktûmînbûnê, bêstatubûnê xelas bike.
B-Rewşa Ekonomîk a Civakê
Cografyaya Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûrî di warê ekonomî de xwedî potansiyelek dewlemend e. Di navbera du çemên wekî Ferat û Dîcle de cih digire. Yanî li nîvê Mezopotamya cih digire. Her wiha, ji Bakurê Kurdistanê gelek çem diherikin herêmê. Ji ber pirsgirêkên ekolojîk her diçe baran kêm dibin û hişkayî (ziwayî) pêş dikeve. Ev qad qederekê tavê digire û ji ber ku rêjeya wê ya nemê kêm e mirov dikare bibêje xwedî avhewayeke ziwa ye. Zivistanên wê ne hişk in û bayê wê jî pir ne dijwar e. Her çiqasî li hin deveran şoraxbûn (bêweçbûn) pêş ketibe jî xaka wê berdar e. Li Sûrî beşeke mezin a berhemên çandinî yên wekî genim, ceh, nîsk, nok, pembo, garis, sewze li Bakur-Rojhilatê Sûrî digihêjin. Di warê ajaldariyê de jî ev qad dikare giştî Sûrî xwedî bike. Di berhemdariya fêkiyan de bi qasî dexl û zad nebe jî pêdiviyeke girîng pêşwazî dike. Her wiha, petrol û enerjiya ji petrolê ya Sûrî bi temamî ji vê qadê tê pêşwazîkirin. Beşeke mezin a enerjiya elektrîkê ji bendavên Tişrîn û Tebqayê yên ku li ser Feratê hatine avakirin tê bidestxistin. Avaniya wê ya civakî bi tecrubeya hezaran salan di qadên wekî cotkarî, ajaldarî, zîreet û qadên din de xebata ekonomîk dimeşîne. Bakur-Rojhilatê Sûrî ya ku parçeyekî girîng ê Mezopotamyayê ye, xwedî Çanda Aboriya Xwezayî ye. Zeneetên ku bi pêşengiya gelên Asûrî û Ermenî pêş ketine hêna jî hene. Berhemdariya sanayî û teknolojiyê ne di wê astê de ye ku karibe pêdiviyên civakê pêşwazî bike. Feqet di asta sanayiya biçûk de; atolyeyên montajê, berhemdariyê, şirîke pêşketî ne. Qadên xebatê yên wekî tamîrxane, qutkirina hesinan, firotina parçeyan û hwd. dixebitin. Her wiha li qadê di asteke biçûk de be jî fabrîqe û îmalatxane hene. Asta heyî ya sanayiyê nikare bersivê bide pêdiviyên sanayiyê yên hemû civakê. Encax di warê binesaziyê de xwedî potansiyelekê ye. Li ser vê binesaziyê, li hemû qadên sanayiyê bi rêka projeyên xweser û koperatîfan gelek pêdiviyên civakê dikarin bên bersivandin.
Mêtingeriya ekonomîk derba herî mezin li aboriya xwezayî û çanda komunal a ku bi dehhezaran sal in çêdibe, xistiye. Zihniyet û îdeolojiya kara herî zêde bûye sebeb ku di nava civakê de nirxên manewî dejenere bibin. Alîkarî, piştevanî, bêyî bendewarî ji xwe dayîn, çanda diyariyê, xwedîderketina li tişta bi edalet, bi exlaq û hwd., di mijarên wekî van de nirxên manewî hatine zeîfkirin. Milkiyetparêziya taybet, civak û malbat zêdetir parçe kiriye. Di vî warî de çanda maddiyatparêz zêdetir pêş ketiye.
Ruxmî vê jî li Bakur-Rojhilatê Sûrî çanda aboriya xwezayî hêna jî hebûna xwe didomîne. Tevgera azadiyê bandoreke girîng li ser Rojava û qadê kiriye. Di warê îdeolojîk, polîtîk û neteweyî de bandorê li gel dike. Asteke cidî ya hişmendiyê derxistiye holê. Gelê Rojava bi xwe ji bo jiyana komunal a Rêber Apo û Apociyan şahidî kiriye. Lewma jî bingehê civakî yê Rojava ji Şoreşa Gel a Demokratîk re vekirî bûye. Di roja me de mirov dikare bibêje ku li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûrî potansiyela parastina Şoreşa Gel a Demokratîk xurt e. Civak û milîtanê pêşeng gihiştine hev û vê yekê avakirina Neteweya Demokratîk û Ekonomiya Komunal Demokratîk ji her demê zêdetir mimkun kiriye.
C-Lêgerîna Ji Bo Rêxistinkirina Aboriya Komunal Demokratîk
Her çiqasî bi Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an re statuya mirin û tinekirinê ya layiqî Kurd û Kurdistanê hatiye dîtin hatibe belavkirin jî talûke bi temamî ranebûye. Mêtingeriya ekonomîk û talûkeya qirkirinê hêna jî dewam dike. Rakirina vê talûkeyê di asteke girîng de girêdayî avakirina pergala Neteweya Demokratîk û Aboriya Komunal Demokratîk e. Tevgera Azadiyê xwestiye li Bakur-Rojhilatê Sûrî Aboriya Komunal Demokratîk di asta pergalî de ava bike. Ji bo vê yekê şehîdên mezin û kedên mezin hatine dayîn. Wekî îfadeya têkoşîna li qadê hewldanên avakirina hem Neteweya Demokratîk hem jî Aboriya Komunal Demokratîk dewam dikin. Feqet heta niha asteke wisa ya serketinê nehatiye bidestxistin ku em karibin bibêjin “ev jî modela me ya aboriyê ye.” Heta mirov dikare bibêje, “ekonomiya lîberal di asteke mezin de hebûna xwe didomîne.”
Gelê me û kadroyên ku xebata Rêveberiya Xweser, avakirinê dimeşînin dizanin ku Aboriya Komunal Demokratîk bi hemû rêgezên wê ve di asta pergalî de nehatiye înşakirin. Ev rewşa ketina ferqê û zanebûna bi vê pêwîst dike ku mirov zêdetir hewl bide û bi fedakarî tevlî bibe. Pêwîst dike ku mirov zêdetir zana, bi bername, rêxistî û girêdayî rêgezan tevbigere. Pêwîst dike ku ya nehatiye înşakirin bê înşakirin û herî girîng jî baweriyê, qenehbûnê û guhertina zihniyetê hewce dike.
Pêkanîna şoreşê zor e, lê avakirina pergala şoreşî, yanî şoreşê zortir e. Em li Bakur-Rojhilatê Sûrî di vê pêvajoyê de dijîn. Ji vê re “pêvajoya navberê” jî dikare bê gotin. Rastiyek e, em di înşayê de zehmetiyan dikşînin. Înşa û şerê parastinê di zik hev de tên meşandin. Ev yek jî li gorî xwe pirsgirêk û zehmetiyan tîne. Pêvajo “aboriya şer” mecbûrî dike.
Dema ku mirov karibe li beramberî desthilatdarî, dewlet û sermayeya yekdestdar nekeve nava çepandinê, li ser îstîqameta îdeolojîk û polîtîk bimîne, mirov bizane li dijî modernîteya kapîtalîst û ekonomiya lîberal têbikoşe mîsoger wê şoreş bigihêje serketinê. Ev jî di her qadê de têkoşîneke bênavber mecbûrî dike. Têkoşîna li dijî dijmin li ser du xalan tê meşandin. Yek, têkoşîna navxweyî ye. Ev, qad û terzekî wisa yê têkoşînê ye ku Tevgera Azadiyê bêyî navber û bêyî sist bike meşandiye, dimeşîne. Di vê mijarê de avantaj û tecrûbeyên pir girîng derketine holê. Vê yekê bi xwe re îmkan û avantajên girîng anîne. Ya girîng ew e ku mirov têkoşîna navxweyî teng neke, sînordar neke û li dijî desthilatdarî, dewlet, rant û zihniyeta jiyana luks têkoşînê bimeşîne. Ya duyemîn jî têkoşîna li dijî derve ye. Ji bereyê ve, yekser modernîteya kapîtalîst û mêtingeriya ekonomîk dike hedef û li dijî wê wekî têkoşîna îdeolojîk, polîtîk, eskerî, çandî, civakî û aborî tê meşandin. Dîroka tevgera azadiyê û perspektîfa Çareseriya Neteweya Demokratîk ji bo vê yekê qederekê pêşiya mirov ronî dike.
Li dijî hundir û derve, bi kurt û kêmasî jî be têkoşînek tê meşandin. Ji bo ku têkoşîn bilindtir bibe îmkan hene. Eşkere ye, bi vê rêkê jî wê serketinên girîng bên qezenckirin. Ji bo hin pêşketin û encaman jî pêdivî bi wextê heye.
Rêveberên xebata avakirinê û civaka Rojava di destpêka pêvajoyê de li avakirina Aboriya Komunal biyanî bûn. Biyanîbûn wekî berê nebe jî hêna jî pirsgirêkeke girîng e û divê bê derbaskirin. Di nîvê sala 2005’an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkildarî Aboriya Komunal Demokratîk gelek nirxandin pêş xistin. Bi israr diyar dikir ku pêwîst e aboriya civakî bê rêxistinkirin. Piştî vê pêvajoyê mijara ekonomiyê zêdetir bû rojev û hat nîqaşkirin. Encax di mijara rêxistinbûna pratîkî de û encamgirtinê de tevgerek çênebû. Piştre Rehendê Ekonomiya Komunal Demokratîk, yanî Komîteya Aborî hat rêxistinkirin. Komîteyê di vê merheleyê de bi erk û berpirsiyariyên xwe pir zêde nizanîbû. Wê çi bike, ji ku derê dest pê bike, têkildarî vê nîqaş meşand. Di encama lêhûrbûn û nîqaşan de derket holê ku pêwîst e xwe perwerde bike. Bi perwerdeya xwe dest bi xebatê kirin û ev ya rast bû.
Yên ku xebata avakirina Rêveberiya Xweser meşandin, beriya Doktrîna Aboriya Komunal Demokratîk fêrî agahiya aboriya li ser esasê sosyalîzma pêkhatî bibûn. Bi salan di nav çavkaniyên Marksîst de bi navê Aboriya Sosyalîst li ser ekonomiya lîberal a kapîtalîst xwendibûn, fêr bibûn û bibûn xwediyê agahiya teorîk. Agahiya aboriya kapîtalîst a lîberal a tenê di asta agahiya teorîk de çepandinek bû. Ketibin ferqê yan neketibin ferqê ev tiştekî cuda ye, lê aboriya kapîtalîst a lîberal bandoreke girîng kiribû.
Di encam de rêveberên xebata avakirinê yên ku têkildarî Aboriya Komunal Demokratîk bi têrkerî nehatibûn perwerdekirin û xwe perwerde nekiribûn, bi zanebûna xwe ya berê li Rojava ketin nava xebatên pratîkî û xebatên avakirinê. Bi awayekî xwezayî hewl dan tiştên dizanin pêk bînin. Wekî me li jorê diyar kir, pratîka pêkhatî bi giranî ji derveyî aboriya lîberal a kapîtalîst pê ve ne tiştekî din bû.
Di nava pratîka giştî ya jiyanê de dewlet, burokrasî, desthilatdarî û “aborî” hatibû fêmkirin. Encax li milê din civaka xwezayî, tecrûbe û xebata aboriyê ya ji çanda diyariyê mane jî hebûn. Her wiha, tecrûbe, ezmûn û agahiya têkoşînê ya ku di qada ked, karker û sendîkal de tên meşandin jî, ku mirov dikare li ser navê sosyalîzma pêkhatî bihesibîne, çêbibû. Doktrîna Aboriya Komunal Demokratîk a Rêber Apo jî hebû, ku van tiştên beriya vê rexne dike û red dike. Li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûrî ev agahiyên têkel hemû li ser navê Aboriya Komunal Demokratîk ji aliyê saziyên cuda ve hatin pratîzekirin. Rêxistina aboriyê ya ku di nav lêgerîna aboriya komunal de ye, li ser navê avakirinê rêxistinên cuda cuda ava kirin. Her çiqasî di hin mijaran de serketin hebin jî di giştî de gelek kêmasî û nebesî hene. Yanî serketin û serneketin di nav hev de dimeşin.
Yek ji sedemên esasî yên nebesiyan jî ew e ku di destpêka xebatan de rêxistineke Aboriya Komunal a hatî perwerdekirin û dizane çi bike tine bû. Beriya rêxistina ekonomiyê xebata maliyê hebû. Di vê pêvajoyê de mijûlahiya maliyê jî ew bû ku budçeya şer ava bike. Bi rengê kara azamî bazirganî û xebatên din dihatin meşandin. Xebata kara azamî di nava şert û zirûfên şer de wekî neçarî dihat dîtin û wisa dihatin meşandin. Komîteya aboriyê ev nêzîkatî û xebata kara herî zêde rexne kiribû. Feqet li şûna wê avakirina Aboriya Civakî pêk nehatibû. Her çiqasî hewldan hebin jî encam nehatiye girtin. Tê gotin tu di hin karan de çawa dest pê bikî wisa diçe. Bi temamî ne wisa jî be li Rojava xebatên aboriyê wisa bûye. Demek dirêj wekî destpêka xwe dewam kiriye. Hatiye xwestin ku bi aqlê maliyê yê bi zihniyeta kara herî zêde xebata ekonomiyê bê meşandin. Maliye û aborî, ji ber xwezaya wan, karên nêzî hev in. Feqet bi temamî jî ne eynî ne. Avakirina budçeya saziyê û rêxistinkirina aboriya civakî hevdu temam dikin, feqet xebatên cuda ne. Aboriya civakî carina wekî kara herî zêde û feyde tê fêmkirin. Bandora vê nêzîkatiyê hêna jî pir zêde ye. Komîteya Aboriyê ya Rojava di 2014’an de hat avakirin. Di rewşên wisa de tişta bê kirin ew e ku tu yê valatiyê dagirî. Di vê pêvajoyê de dagirtina valatiyê bi avakirina komîteyên ekonomî û maliyeyê çêbûye. Komîteya maliyeyê tê avakirin. Encax komîteya ekonomiyê nayê avakirin û xebatên ekonomiyê wisa tên hiştin, yanî ji bo gel û bazirganan tê hiştin. Yanî xebata aboriya saziyê ji bo maliyeyê tê hiştin. Piştî şoreşê bi du salan komîteya aboriyê tê avakirin. Di Komîteya Aboriyê de terzê kara herî zêde û zihniyeta vê derdikeve pêş. Aqlê civakî, komunal li piştê dimîne. Tê xwestin bi vê zihniyetê xebata Aboriya Komunal Demokratîk bê meşandin. Ev nêzîkatî, terz û rêbaz ti carî bi aboriya civakî nade qezenckirin. Di rabirdûyê de mişkule bû, îro jî mişkule ye, wisa dewam bike wê di siberojê de jî pirsgirêk be. Her wiha, Komîteya Aboriyê di bin navê aboriya civakî de tenê bi koperatîfan tê sînordarkirin. Ji ber pirsgirêk, ezmûn û bêtecrûbetiya ku me li jor jî îfade kir, koperatîf jî di vê pêvajoyê de wekî tên xwestin nayên rêxistinkirin. Ji zihniyet, pêkanîn, nêzîkatî, rêxistinbûn, terz û rêbazê giştî tê fêmkirin ku îro jî pirsgirêka tecrûbe, ezmûn, agahî û danehevê heye.
Mijareke din a ku dibe sedema neserketinê jî perwerde ye. Di nava Tevgera Azadiyê de armanca perwerdeyê pêkanîn e. Fêrbûna te bi qasî ku tu dikarî pêk bînî rast e. Ya mayî jî bi milekî dibe demagojî. Perwerdeya giştî helbet pir tiştan fêr dike. Lê ji bo pêkanîn û pratîzekirina rehendan (boyûtan), perwerdeya xweser pêwîst e û şert e. Komîteya Aboriyê di vê mijarê de pir li piştê maye, li pey pêvajoyê maye. Pir nîqaş kiriye, encax nikarîbûye rêbaza perwerdehiyê ya ku karibe pirsgirêkê çareser bike pêş bixîne. Ji ber sedemên cuda û bêmane ev yek derbas kiriye û çûye. Careke din bê diyarkirin wê sûdmend be; heta ku pirsgirêka perwerdeyê ya hêza pêşeng neyê çareserkirin û mirov di avakirina Aboriya Komunal de li benda serketinê be, ev ê bibe mîna di serê keçel de çandina sîrê, yanî bibe wekî kolandina avê. Xulase, pêşeng û xebatkarên Aboriya Civakî nehatine perwerdekirin. Îro jî heman pirsgirêk di asteke cuda de dewam dike.
Heger mirov ji bo mijarê kurtebir bibêje; li beramberî Aboriya Komunal bêbaweriyeke veşartî yan jî eşkere heye. Ev bêbawerî dibe sebeb ku xebatkarên aboriyê di nava çarçoveya kara azamî û ekonomiya lîberal de bimînin. Ji ber vê yekê aboriya civakî di terzekî demokratîk de pêş nakeve. Navendî dimîne û dibe sebeb ku antîdemokratîk bibe. Ev bêbawerî û zihniyet avaniya aboriya civakî ber bi xebatên bazirganî û sanayiyê yên ku bi kara azamî barkirî ve dikşîne. Zihniyeta ku dibêje, “bêyî kar bazirganî, sanayî û aborî nabe”, heta ku ev bawerî û feraset hebe avakirina aboriya civakî nabe. Di vê babetê de li beramberî Aboriya Komunal bêbawerî heye. Pirsgirêka esasî ev e. Aboriya Komunal Demokratîk kara azamî red dike. Ekolojîk e, demokratîk e, azadiya jinê dixwaze, alîgirê bazara civakî û civakê ye.
Rêxistinbûna avakirina Neteweya Demokratîk, wekî Rêxistinbûna Civakê û Rêxistinbûna Îdarî dibe du qadên bingehîn. Heta ku yek nebe wê ya din jî nebe. Rêxistinbûna tîkane zêdetir avaniya îdarî îfade dike. Rêxistinbûna ufqî (berwarî) jî avaniya civakê ye. Herdu qadên rêxistinbûnê jî avakirina Neteweya Demokratîk temam dikin û wê pêk tînin.
Aboriya Komunal Demokratîk wekî qada îdarî û civakê li ser esasê du nuqteyên esasî xwe rêxistin dike. Herdu qadên rêxistinbûnê li ser esasê hevdu temam bikin pergala avakirina aboriya civakî îfade dikin. Ya ku hatiye xwestin li Bakur-Rojhilatê Sûrî bê pêkanîn jî ev bûye. Encax hevsengî, yanî teraza di navbera du rêxistinbûnên bingehîn de wekî hevdu temam bikin pêk nehatiye. Bi giranî ya hatiye pêkanîn, hatiye avakirin rêxistinbûna navendî, yanî rêxistinbûna îdarî bûye. Lewma jî avaniya îdarî ya aboriya ku di bin kontrola rêxistinbûna navendî de hatiye rêxistinkirin antîdemokratîk xebitiye û ketiye ser rêya îqtîdarê. Her çûye ev yek jî bûye sedemek ku pergala giştî, Şoreşa Bakur-Rojhilatê Sûrî ji hedefên xwe dûr bikeve. Rêxistinbûna komun, meclîs, akademî û koperatîfê bi rengekî ku hevdu temam bikin û wisa rêxistinbûna aboriyê saz bibe pêk nehatiye. Lewma jî hemû qadên rêxistinbûnê yên aboriyê hatine derengxistin, komun nehatiye xebitandin, meclîsan qaşo (bêhemdî) hebûna xwe domandine.
Endamên komun, meclîsên bajarok, navçe, bajar û kantonan, yanî yên hatine hilbijartin nehatine fonksiyonelkirin. Avaniya meclîsê jî tercîh kiriye ku îdarî û navendî bimîne û bi vî rengî xebatan bimeşîne. Her ku keys dît jî hewl daye bibe îqtîdar. Di komun û meclîsan de rêgezên esasî esas bên girtin, bi vî rengî aborî bê rêxistinkirin ji bo ku avaniya giştî jî bibe xwedî pergal wê bi roleke girîng rabe. Lê belê, ya ku herî zêde tê derengxistin, heta nayê pêkanîn jî di nava komun û meclîsan de rêxistinkirina aboriyê ye. Terzê herî baş ê rêxistinbûna pergalê ew e ku avakirin bi awayekî yekpare bê bidestgirtin. Aborî li vir dibe yek ji boyûtên temamker. Ruxmî vê jî aborî di asta pergalî de jî nehatiye rêxistinkirin. Kêm û kurtiyên wê hebin jî di sala dawî de hewldan hene ku li komunan komîteyên aboriyê bên rêxistinkirin. Feqet ev kar jî bi rengê aborî û koperatîfa komunê veneguheriye xebateke fîîlî. Di vê mijarê de hêna jî pirsgirêk hene. Dema ku yên karên înşayê dimeşînin hatine bicihkirin, plansazî û vesazî li gorî kar û rola civakî û îdarî nehatiye kirin, ev nehatiye esasgirtin. Kesên ku lazim e di pozîsyona pêşeng de bin di nava rêveberiyan de û di avaniya îdarî de hatine bicihkirin. Halbûkî ji bo karên îdarî agahiya pîşeyî pêwîst e, heta carina pisporî hewce ye. Ferd kirine berpirsên van karan û ji rêxistinbûna civakî dûr xistine. Tenê bi avaniya îdarî hatine sînordarkirin û mîna ku di vê qadê de hatine hepskirin. Lewma jî pêşengên esasî yên ku karên înşayê dimeşînin bêfonksiyon hatine hiştin û mîna ku hatine tasfiyekirin. Endamên komun û meclîsê yên hatine hilbijartin jî di ber karên îdarî, navendî û burokratîk de hatine erkdarkirin û di vê qada teng de hatine hepskirin. Di encam de pêşeng, kesên hatine hilbijartin, sazî û xebatkarên wan li gorî esasên komun, meclîs, akademî û koperatîfan nehatine bicihkirin. Vesazî û xebat jî li gorî vê nehatine plankirin.
Di Aboriya Civakî de cihê sanayiyê girîng e. Girîng e ku mirov ya heyî rêxistin bike, nû bike, pêş bixîne û ya tine jî ava bike. Xebatên sanayiyê dikarin di bin du serenavan de bên nirxandin. Yek; sanayiya bi destê civakê tê avakirin. Li Bakur-Rojhilatê Sûrî sanayiya giran tenê ji çend fabrîqeyan pêk tê. Bi giranî sanayiya biçûk e, cihên wekî febrîqe, şirîke, îmalatxane, tamîrxane û cihên cuda yên hilberînê ne. Em li vir yekser diyar bikin, ev kom wekî yekîtiyên pîşeyî di bin banê TEV-DEM’ê de hatine rêxistinkirin. Yekîtiyên heyî yên pîşeyî di piştevaniya komunal, hevpar, kolektîf de lawaz dimînin. Di nava piştevaniyekê de naxebitin, wisa hilnaberînin. Di hemû xebatan de tenê bi qadên xwe re sînordar dimînin. Ji ber ku danehevên wan ên sermayeyê, agahiyên wan ên pîşeyî û asta wan a hilberînê tenê bi wan re sînordar dimîne asta tê xwestin a berdariyê jî dernakeve holê. Lêhûrbûn, plansazî, proje û xebatên pratîkî yên bi naveroka piştevanî û yekîtiya hêzê pir sînordar û kêm in. Piştevanî, yekîtiya hêzê û kolektîvîte di asta şîrîkatiya kar a xwezayî de dimîne.
Di vê mijarê de Rêveberiya Xweser piştevaniyeke pir sînordar a qanûnî û fîîlî dide. Heta di burokrasiyê de û di mijarên cuda de hin astengî û pirsgirêk jî derdikevin. Sazî û kesên ku di nava xebat û berhemdariya sanayiyê de dixebitin, nikarin bi maliyeteke kêm hilberînin û nikarin bi fiyetekî guncav mal, malzeme û amûran temîn bikin. Ev rewş di kar û berhemdariyê de wekî ku “dixwazin kara herî zêde bi dest bixin” li gel diteyise. Ji gumrikan îxracat û îthalata bêpirsgirêk, temînkirina enerjiya ku ji bo meşandina şirîkan mecbûrî ye, dibin pirsgirêkên cidî. Bi rêka pergala navendî rewşên wekî kredî, deyn, hîbe, piştgirî çênabe. Di encam de ev tablo derdikeve holê: Berhemdarî, qada kar û girseya sanayiyê ya ku takekesî, bi piştevaniya navmalbatî sînordar, parçeyî dimîne û di agirê xwe de dişewite. Sermaye, pîşe, danehev, tecrûbe-ezmûn û îmkanên din ên girseya sanayiyê hene, lê rêxistina wan tine ye. Ji ber vê yekê jî pir parçeyî û belave ne. Girêdayî vê yekê, pirsgirêka bêkarî û îstîhdamê jî derdikeve holê.
Ev encam ne tenê ji ber şer wisa ye. Civaka di nava şert û zirûfên şer de pêwîstiyê zêdetir bi fedakarî, piştevanî, rêxistinbûn, hişmendî û plansaziyê dibîne. Parastina welat vê yekê pêwîst dike. Ya ku nayê fêmkirin, ya ku nayê pratîkkirin ev e.
Dudu; xebatên sanayiyê yên girêdayî Rêveberiya Xweser e. Li Bakur-Rojhilatê Sûrî gelek kargeh, febrîqe, şirîkeyên ji rejîmê mane hene. Piraniya van di dema şer de derbe xwarine, hatine yexmekirin û bi demê re kevn bûne, jeng girtine û ji xebatê ketine. Ji van hin deverên girîng, hin febrîqe, şirîke, atolye û cihên cuda yên berhemdariyê hatin tamîrkirin û hatin xebitandin. Di rewşa heyî de ev qadên berhemdariyê bi kêm û kurtiyan jî be berheman didin. Berheman didin, hewl didin pêdiviyên gel li wê herêmê, li ser esasê çavkaniyên wir pêşwazî bikin. Hewl didin bi erzanî, bêyî ku maliyeta wê giran bikin hilberînin û bêyî ku bikevin pey hesabên kara azamî bidin bazarê. Pirsgirêka li vir ew e ku hin kes di pozîsyona “patron” de ne. Îdîa ew e ku bi peywendiya karker-patron wê xebata Aboriya Komunal Demokratîk bê meşandin. Di rewşên wisa de ji bo ku peywendiya karker-patron çênebe, mirov ji vê peywendiyê xelas bibe divê xebatkar bibin şirîkên destketiya maddî û manewî. Mirov kargehê bi rêbaza demokratîk bixebitîne û bi rê ve bibe. Ya ku rêxistina aborî û rêveberiya înşayê ya Bakur-Rojhilatê Sûrî nikare bike ev e. Dema ku rêveberiya demokratîk bê xebitandin, rêveberî hebe, însanên dixebitin bibin şirîkên dahatan (karê), wê komîteya aboriyê û di şexsê wê de rêveberiya Xweser ji pozîsyona peywendiya karker-patron derxîne. Bi vê rêbazê wê her kesên ku li febrîqeyê, kargehê, şirîkê dixebitin bibin xwedî kar. Wê xwe wekî xwediyê kar bibîne û wisa nêzî nirxên maddî û manewî bibe. Li vir wê ti kes bêmoral nexebite, wê ti kes zirarê neke, wê bibe komeke wisa ya kedkaran ku zêdetir bi hişmendî û berpirsiyariya welat û hilberînê dixebitin. Ev rêbaza xebatê çiqasî bê rûniştandin wê aboriya komunal û girêdayî wê pergala Xweseriyê jî ewqasî pêş bikeve. Di vê babetê de hin gav hatin avêtin, tên avêtin. Ev girîng e. Lê rastiyeke wisa jî heye ku em hêna di destpêka vî karî de ne.
Dubare jî be diyarkirina vê yekê wê sûdmend be; nuqteya ku nebesî tê de heye, rêxistinbûna civakê ye. Însanên xwedî pîşe dikarin li qadên kar li hev bên civandin û bi vî rengî pêşiya karên mezintir bên vekirin. Her xebatkar; esnaf, yên xwedî pîşe, muteşebîs, pispor, endazyarên zireetê, veterîner (baytar) û têkildarî aboriyê hemû kesên xwedî pîşe dikarin ji vê rewşa parçeyî bên xelaskirin, bi rêxistinbûna koperatîfê ve veguherin rêxistinên kedê. Pîşesaz dikarin bên rêxistinkirin, di her mijarê de yekîtiya hêzê ava bikin, piştevaniya hev bikin û ji bo gelek pêdiviyên civakê bibin bersiv, berheman biafirînin. Di projeyên mezin de, ku hêza wan têrê nekir yan jî pêwîstiya wan çêbû, Rêveberiya Xweser dikare piştgiriyê bide û bi vî rengî karên mezin dikarin bi ser bikevin. Heman rêbaz di qada cotkariyê de, di bazirganiyê de û di her qada aboriyê de dikare pêk were. Komên hilberîner di qadên kar de, ku pê dizanin û tê de pispor in, dikarin bên birêxistinkirin û hedefên mezin dikarin pêk werin. Komun û meclîs, komîteyên rêxistinbûnê yên avaniya Xweseriyê dikarîbûn di vê plansaziyê de pêşengî bikirana û qada civakî ya aboriyê pêş bixistana. Di rewşa heyî de di vê qadê de bi zêdehî lawazî hene.
Rêveberiya Xweser, bi qasî ku budçeya wê têrê dike, navendî dimîne, bêyî ku avaniya meclîsê jî bixebitîne febrîqe, şirîke, çiftlikên cotkariyê û hwd. ava dike. Ev terzê rêxistinbûnê û xebitîna ekonomîk, ne civakî ye. Xebateke wisa ye ku li ser esasê rêbaz, terz û peywendiya patron-karker hatiye rûniştandin. Ev xebat ne demokratîk û komunal e. Li ser esasê zihniyeta kara azamî ye. Di vê maneyê de ne ekonomiye jî. Ji bo ku karibe bibe ekonomî lazim e terz, rêbaz, armanc û hedefa wê jî biguhere. Her ferdekî/e li wê kargehê dixebite wekî xwediyê/a wir berheman dide û li ser navê raya giştî lê xwedî derdikeve. Li ser esasê feyde û pîvana raya giştî dibin şirîkê/a dahata wê. Her xebatkareke/î li qada raya giştî dixebite dibe şirîkê/a kargeha xwe. Li cihê ku peywendiya patron-karker-kedkar, terz û rêbaza wê û kara azamî heye mirov nikare behsa raya giştî bike. Li wir mirov dikare bi navê raya giştî behsa mêtingeriya dewletê bike. Qet ferq nake bê asta wê, çawaniya wê, navê wê, sifatê wê û rêveberê/a wê kî ye. Ya ku li wir çêbûye û dixebite dewlet e, îqtîdar e û yekdestdarî ye. Di vê mijarê de qederekê nakokî û pevçûn hene. Doktrîna Ekonomiya Komunal Demokratîk wekî perspektîf tê bidestgirtin û lêgerînên ji bo çareseriyê jî tên pêşxistin.
Di Ekonomiya Komunal Demokratîk de cihê koperatîfê girîng e. Koperatîf yekser xebata gel e. Lêkolîn, proje û plansazî bi esasgirtina rêgezên ekonomiya komunal çêdibe, pêkanîna wê ya pratîkî jî bi rêbaza koperatîfan çêdibe. Ya ku lê hûr dibe, nîqaş dike, biryarê digire, pêk tîne û bi rê ve dibe jî gel bi xwe ye. Di vê maneyê de heta dawiyê demokratîk e. Koperatîf ne tenê rêxistinbûnên aboriyê ne. Di asta civak û koman de, hemû qadên jiyanê yên piştevaniyê yên wekî civakî, çandî, perwerde û hwd., ku rêxistinbûn û xebata ekonomiyê dibe wesîleya wan, digire nava xwe. Di nava qada koma xwe de dikare xebatên civakî, çandî, perwerde û xebatên din jî rêxistin bike. Hêza pêşeng di pêşketina koperatîfan de di mijarên wekî îdeolojîk-polîtîk, jiyan, rêxistinbûn, perwerdeyê de rolê dilîze. Bi tena serê xwe nabe organê biryarê. Dihêle ku komun, meclîs, akademî û koperatîf hevdu temam bikin û bi vî rengî pergalê ava dike.
Beriya Şoreşê, rêxistin û xebatkarên Ekonomiyê têkildarî koperatîfên demokratîk ne xwedî ezmûn û tecrûbeyê bûn. Di rabirdûyê de neketibûn nava xebata koperatîfê. Agahî û daneheva teorîk di asta giştî de hebû. Xebatên koperatîfbûnê û tevgerên komunal ên li dinyayê hatibûn xwendin. Feqet bi van agahiyan ve di pratîkê de rêxistinkirina koperatîfan zor bû. Her wiha, ew firsend jî çênebibû ku karibin li derve li mînakên koperatîfê binêrin, lêkolîn bikin. Ji ber vê yekê nikarîbûn ji tecrûbeyên dinyayê jî bi têrkerî feyde bigirtana. Rêxistina aboriyê bi neçarî hewl da tişta dizane pêk bîne. Tiştên ku dizanin jî ji bo vê qad û xebata dêwasa ne têrker bûn.
Em dikarin li encamên pratîkî yên heta niha derketine holê binêrin û wisa bibêjin: Di pratîka Rojava de ji bo koperatîfan hin gav hatine avêtin. Encax ji bo pêdiviya civakî nebûye bersiv. Yanî modela aboriyê ya ku karibe xweseriya Bakur-Rojhilatê Sûrî temsîl bike pêk nehatiye.
Em hinekî din girêdayî rabirdûyê lê bikolin; bi navê koperatîfê bi sedhezaran donim erazî bi kirêyeke pir kêm li gelê feqîr û malbatên şehîdan dihat belavkirin û ji vê re jî koperatîf dihat gotin. Li gorî siyaseta aboriya civakî, mirov ji bo xebitînê xakê bide gel ne şaş e. Tabî heger kara azamî tê de tine be û li gorî usûlê aboriya komunal be, divê xak li gel bê belavkirin. Di vê çarçoveyê de pêdiviyên wekî av, xak, enerjî, kredî û hwd. dikarin bên pêşwazîkirin. Encax avakirina koperatîfê, xebitandina koperatîfê xebateke din e. Bêyî ku amadekariyeke binesaziyê hebe, lêkolîn hebe, proje hebe, bi agahiyên seranser, bêyî ezmûn û tecrûbe xebatên wisa tên meşandin. Di hin qadên kar de bêyî ku plansazî çêbibin, parên (hîsse) biçûk wekî sermaye li hev tên komkirin û tên razandin. Însan mîna ku pereyan li borsayê dirazînin, li van plan û projeyan dirazînin. Bi vê sermayeyê hewl didin koperatîfan ava bikin. Di vê rewşê de, heger li gel koperatîfekê tecrûbe, agahî, ezmûn tine be wê serketî nebe, ev yek eşkere ye. Di encam de xebatên wisa ji derveyî bidestxistina ezmûn û tecrûbeyê serketî nebûne û li gel vê jî neserketîbûn wekî para terzê koperatîfê hatiye dîtin. Halbûkî xebatên hatine meşandin ne li gorî esasên koperatîfê ne. Em wekî mînak bibêjin; par hatine komkirin, razandina wê çêbûye, girse li hev hatiye komkirin, lê meclîs (lijneya giştî) û saziya girêdayî wê nehatiye çêkirin. Yanî lijneya giştî, rêveberî, dîsîplîn, kontrol nehatiye avakirin, li cihên hatine avakirin jî nehatine xebitandin. Bi terzekî antîdemokratîk xebitîne, navendî mane û xwestine bi vî rengî encamê bigirin. Rêzikname û esasên xebatê nehatine amadekirin, ji ber vê yekê jî nehatine pêkanîn. Yanî xebateke ketober (çawalêhato) çêbûye. Xebat û rayeyên komê, gel mîna ku li cem pêşeng kom bûne. Pêşengên koperatîfê çi gotine wekî biryar hatine fêmkirin û hatine pêkanîn. Halbûkî ked, sermaye, avaniya rêxistinî aîdî gel bûya wê encam cuda bûya. Dema ku wisa nebûye asta xwedîderketina li koperatîfan jî lawaz maye. Ev xebat hemû bi niyeteke baş hatine meşandin û xwestine bersivekê bidin dîrokê. Feqet encama derketî qet wekî niyetê rû nedaye.
Di rewşa heyî de koperatîf bi giranî li ser esasê kedê tên avakirin, hewl tê dayîn bê avakirin. Nebes jî be tecrûbe û ezmûnek çêbûye. Dikare bê gotin şaşiyên berê wekî berê ne zêde ne. Me li jor jî diyar kiribû; di koperatîfê de ked û sermaye aîdî endaman dibe. Rêxistinkirin, berhemdarî, firotin, bazarî û xebatên din ji aliyê endaman ve tên kirin. Ev rewş dikare li gorî kar û erkê biguhere. Di seranserî koperatîfê de ya ku lazim e esas bê girtin serweriya endam e. Ji ber xebatên têkçûyî yên di rabirdûyê de hatibûn ceribandin, li beramberî koperatîfan eleqeya gel kêm bûye. Ji ber ku feqîr e û bi budçeyeke sînordar debara xwe dike heta ku garantiyê negire naxwaze bikeve nav xebatên mîna koperatîfê. Naxwaze çend qirûşên xwe yên heyî jî bixe rîskê. Heta ji ber ku hin însan bi dahateke rojane debara xwe dikin ji derveyî keda xwe ti tiştekî ku karibe di koperatîfê de razîne tine ye. Ji ber vê yekê jî bêyî ku tevkariyeke maddî bike, tenê li ser esasê kedê dixwaze bikeve nav koperatîfan. Heta li beramberî kedê mûçe tê xwestin. Ev jî têrê nake. Girseyeke pir feqîr heye, ku dixwaze beramberî keda xwe rojane mûçeyan bigire. Wek nimûne; karkerên rojane yên ku bi keda xwe ya rojane debara xwe dikin wisa ne. Komîteyên ku xebata koperatîfê dimeşînin ji ber ku hewl didin beşa herî feqîr a civakê rêxistin bikin neçar dimînin ji vê pirsgirêkê re çareyê bibînin û wisa rêxistin bikin. Di nava gelek koperatîfan de, sermaye, mekan û hemû lêçûnên din ên maddî aîdî Rêveberiya Xweser e. Bi şertê ku kolektîf bixebitin, li ser rêjeya wê ya karê ev kom dikarin li ser projeya koperatîfê li hev bikin. Di nava hin koperatîfan de endam bi keda xwe û bi qismî jî be bi sermayeya xwe tevlî dibin. Qezenca bê, li gorî potansiyela dahatê di koperatîfan de bi rêbaza kredî û deyndarkirinê dikarin bên xebitandin. Di vê rewşê de nêzîkatiya ku di rêxistinbûna koperatîfê de esas tê girtin ew e ku li gel endaman aîdiyeta kar û xwedîderketin bi pêş bikeve. Ji bo vê yekê jî bi qasî mimkun e tê xwestin ku tevkariya maddî bikin, di rêveberiyê de cih bigirin, bi rêbaza demokratîk xwe bi xwe bi rê ve bibin, di nava hemû xebatên koperatîfê de cih bigirin. Yanî wê bizanin ku xebatkar, îdarekar, rêveber, hilberîner, tucar pêwîst e ew bi xwe bin û vê bibînin. Dîsa wê bi hewldan û hunera xwe ve bazirgan, komîsyonker û sîmsar ji navberê derxînin.
Yek ji xalên girîng jî ew e ku Rêveberiya Xweser ji xwe re rêgezên Aboriya Komunal esas bigire û nîşan bide ku ew li gel endam û xebatkarên koperatîfê ye û koperatîfê jî di vê mijarê de qeneh bike. Di encam de rêbaza ku di rêxistinbûnên koperatîfên heyî de tê bikaranîn ew e ku rêxistinbûnên civakê û komên xweser di warê îdeolojîk û polîtîk de karibin bigihêjin Rêveberiya Xweser. Yanî mirov karibe bi rêbazên demokratîk û komunal ji bo pirsgirêkê çareseriyê bibîne û rêxistinbûna wê ava bike.
Dema ku xebat tên meşandin bêguman hin pirsgirêk derdikevin, wê derkevin. Encax ji ber ku di asta rêgezên bingehîn de şaşiyeke cidî çênebûye xebata koperatîfê jî bi awayekî çêkertir didome. Ya herî girîng jî ew e ku li pêşiya me pêvajoyeke ku ji bo pêşketinê vekirî heye. Di vê salê de (2023) û di salên pêş de wê projeyên têkildarî cotkarî, ajaldarî, enerjî, sanayî û qadên din ên aboriya civakî hebin, ku hemû Bakur-Rojhilatê Sûrî digirin nava xwe. Ev proje wê bi giranî bi rêxistinbûnên koperatîfê bikevin meriyetê. Di vê mijarê de jî amadekariyên cur bi cur hene.
Wekî çawa di giştî de wisa ye, di aborî û koperatîfan de jî xebata perwerde û akademiyê stratejîk e. Xebata Aboriya Komunal perwerdeya xweser a têkildarî qadê mecbûrî dike. Pir zehmet e ku mirov karibe bi agahiyên heyî aboriyê fêm bike û pratîze bike. Hêz û derdora ku berpirsiyariya avakirina qada aborî li xwe girtiye ji ber ku di nava mijûlahiyê de nikarîbû xwe perwerde bike nikarîbû heq ji meseleyê jî derketa. Her wiha, welatparêzên ku dilsoz in, dildar in û dixwazin tevkariyê bikin jî nehatine perwerdekirin. Ev însan ji bandora maddiyatê nehatine xelaskirin û girêdayî nirxên manewî yên şoreşê nehatine kirin. Di vê maneyê de ji bo ku karibin bibin welatiyên azad û welatparêzên berpirsiyar ya hewce nehatiye pêkanîn.
Akademiyên heyî û asta perwerdeyê têrê nekiriye ku karibe potansiyela heyî perwerde bike. Di vê maneyê de pêdiviya perwerdeyê jî nehatiye derbaskirin. Yên hatine hilbijartin, rêveber, xebatkarên di avanî û saziyên îdarî de, welatparêzên xebatan dimeşînin ji ber ku nehatine perwerdekirin bi awayekî objektîf li pêşiya avabûna pergala Ekonomiya Komunal wekî asteng mane. Lewma jî di perwerdekirinê de nebesî hene. Welatparêzên ku di saziyên aboriyê de dixebitin xwedî pozîsyoneke girîng in. Xwedî pozîsyoneke wisa ne ku îro bêbandor in, lê ji bo siberojê wê rêveberên çalak bin. Herî kêm pêwîst e mirov wisa bibîne û wisa binirxîne. Em yekser bibêjin, ne wekî berê ye, lê gelek însanên me yên dixebitin bê perwerde ne, bê tecrûbe ne û ne di ferqa berpirsiyariya cihê xwe de ne. Hejmara kesên ku difikirin ji ber mûçeya xwe li wir cih digirin û wisa bêberpirsiyarî nêz dibin ne kêm in. Ev derdor xwe wekî memûrên ku bi mûçeyan di nava “dewletê” de dixebitin dibîne. Di warê avakirina demokratîk a pergalê de ev nêzîkatî gelek pirsgirêkan diafirîne. Bi heman rengî, dema ku Neteweya Demokratîk û Pergala Aboriya Komunal Demokratîk wekî “dewlet” û “îqtîdar” bê şîrovekirin, bibe sedema şîroveyeke wisa, ev ê ji bo xwezayê, civakê, kedê, exlaq, polîtîka, dîrok, heqîqet û Tevgera Azadiyê bibe neheqiya herî mezin.
Eşkere ye, di nava xebatên aboriyê de jin tine be, wê ew xebat nebe xebateke civakî, ekolojîk, komunal, demokratîk û azadiya jinê dixwaze. Jin di aboriya civakî de pêşeng e. Li ser vî esasî berpirsiyariyê digire. Jin di Şaristaniya Demokratîk de sûbjeya civakî ye. Wekî xwezayê ye. Pênaseya Kurdan a ji bo xweza û xweda û ji bo pênaseya jinê di nuqteya jiyana xwezayî de digihêjin hev, eynî dibin. Jin tîne dinyayê, mezin dike, bi kedê dide nasandin, perwerde dike, bi exlaq dike, çandê bar dike, civakî dike, rêzdar dike, ziman û aqil dide. Jin-dayika ku civakê bi ked û aboriyê didomîne li ser vî bingehî dibe nûnera Şaristaniya Demokratîk. Di nav Kurdan de jin; ruxmî hemû şêwazên desthilatdariyê jî nûnertiya binesaziya çandî ya Neteweya Demokratîk dike. Civaka xwezayî û aboriyê bi jiyan û çandê dide jiyandin, xwedî pozîsyoneke wisa ye.
Li Bakur-Rojhilatê Sûrî di rêxistinkirina qada aborî de tecrûbe, ezmûn û rêxistinbûna jinê jî çêbûye û girêdayî van li pirsgirêkan jî rast hatiye. Di merheleya heyî de di mijarên cuda de pêşketinek çêbûye. Di qadên xebata aboriyê de nûnertiya jinê tevî kêm û kurtasiyan jî pêk tê. Di vê mijarê de hestyarbûneke mezin çêbûye. Her diçe bi sazî dibe. Her diçe jin zêdetir eleqedar dibin ku tevkariyê bi xebatan bikin û berpirsiyariyê bigirin. Di aboriyê de asta çawanî û nûnertiya jinê jî pêş dikeve. Biçûk jî be hin projeyên xweser jî tên pêşxistin. Tiştên ku em diyar dikin bi maneya amadekariya ji bo siberojê ne, wekî binesaziyê ne. Feqet rewşên neyênî yên ku me ji bo aboriya giştî diyar kirin hene û di qada civakî de lêkolîn, proje û plansaziyên ku bikaribin li ser eksenê jinê ji bo rêxistinbûna xweser bibin binesazî çênebûne.
Pirsgirêkên aboriyê yên jinê bi rêxistinbûna xweser bi qismî dikarin bên çareserkirin. Di nava giştî de jî wê çareseriyên qismî pêş bikevin. Encax çareseriya kokdar; bi rêxistinbûna aboriya civakî ya giştî û xweser dikare pêkan be. Li vir, asta hevtemamker a pergalî ya herdu rêxistinbûnan wê pirsgirêkê çareser bike. Di rewşa heyî de jin di nava rêxistinbûna giştî de hewl dide di mijara aboriyê de xwe ava bike. Ev girîng e, lê teng û seresere dimîne. Hewldana ku dixwaze di nava aboriya giştî de hejmara jinên xebatkar zêde bike, hevserokatiyê pêş bixe, di nava xebatên pratîkî de cih bigire girîng e. Feqet berpirsiyariya dîrokî ya jinê heye. Pêwîst e di aboriya komunal de pêşeng be. Her wiha, di nava giştî civakê de ji bo ku jin rolê bigire hestyariyek jî çêbûye. Ev jî pêşketinek e. Di giştî aboriyê de jin cihê xwe digirin. Di hin qadên kar de jin zêdetir çalak e û bi pozîsyona pêşeng radibe. Nebes jî be projeyên xweser tên pêşxistin. Xebatên aborî û koperatîfên wisa hene ku tenê jin tê de cih digirin, pêşengiya wê dikin, berpirsiyariya wê ya pratîkî radikin. Rêbaza koperatîfê ya ku me li jor behsê kir di projeyên xweser de zêdetir tên pêkanîn. Sedema wê jî ew e ku jin di warê tevkariya maddî de zêdetir bi pirsgirêkan re hevrû dibe. Di xebatên aboriya Rojava de pêşiya jinê vekiriye; îmkan heye ku xwe di zanebûn, danehev, tecrûbe, ezmûn û hwd. de pêş bixîne û ji bo pirsgirêkê bibe bersiv.
Di vê mijarê de xebatên perwerdeya taybet û xweser dikarin bên pêşxistin. Di perwerdeyan de mirov dikare giraniyê bide ser jina pêşeng. Hêza jina herêmî ya ku wê pêşengiyê bike dikare zêdetir bê pêşxistin. Di vê mijarê de potansiyel heye. Bi lêkolînan dikare hawizekî daneyan bê avakirin. Girêdayî van daneyan projeyên mayinde û demdirêj bên pêşxistin dikare encamgir be. Ji bo vê yekê lazim e xebatên lêkolîn û pêşxistinê bi sazî bibin. Bi vî rengî mirov dikare li Bakur-Rojhilatê Sûrî pirsgirêkên aboriyê yên jinê tespît bike û projeyên çareseriyê pêş bixîne. Heta mirov dikare îmkan û derfetên Bakur-Rojhilatê Sûrî binirxîne û ji bo rêxistinbûna jinên Kurdistanî yên ku li çar parçe Kurdistan û li deverên cuda yên dinyayê belav bûne piştgiriyê bide û pêşengiyê bike.
Li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûrî yek ji astengên herî girîng a li pêşiya Pergala Aboriya Komunal Demokratîk jî beşa tucaran e. Hem asteng e hem jî beşeke wisa ya civakî ye ku li benda rêxistinbûnê ye. Tucar; ji ber pîşe, kar, feraset û karaktera xwe li pey Kara Azamî ye. Di her şert û mercî de dixwaze zêdetir qezenc bike. Bi qasî ku exlaqî, wijdanî, civakî û neteweyî bibin ewqasî jî sûdmend dibin. Tucar û ticaret bi vesaziyên qanûnî dikarin ji pozîsyona kara azamî bên derxistin. Berevajî vê bibe, wê tenê bi zihniyeta kara herî zêde tevbigere û di her dem û şertî de bi pozîsyoneke dijber derkevin holê. Wê di hevkariyê de israr bikin û zêdetir dijber bibin.
Beşeke ji tucaran, bi awayekî sûbjektîf dijber in. Yanî tercîha xwe bi zanebûn dikin, dijberiya îdeolojîk, polîtîk, ekonomîk, pergalî dikin û dikevin nav xebatên dijminane. Li gel dewleta Sûrî, Tirkî, Îran, Iraqê û hêzên din ên navneteweyî dixebitin, hevkariyê dikin, di nava vê rêxistinbûnê de li ber Neteweya Demokratîk û Pergala Aboriya Komunal dibin asteng. Ev beşa tucaran ku bi mêtingeriya ekonomîk re hevkariyê dike, di nava civakê de beşeke wisa ye ku herî zêde ketiye pey kara azamî, çavbirçî ye, sînor û pîvanekî exlaqî nas nake. Serkêşên jirêderketinê ne. Li gel mêtingeriya ekonomîk hevkariyê dikin û hewl didin aborî û bazirganiya Rêveberiya Xweser bi xwe ve girê bidin. “Ji bo ji sedî dehekî (10) bi ewle pê razî ye li her derê bixebite; ji sedî 20’ê mîsoger madê wî vedike; ji sedî 50 derfehatî (kustex) dike, ji sedî 100 hemû yasayên însanî dide binpêkirin; bi kara ji sedî 300’î, îhtîmala daliqandina xwediyê wî jî tê de hebe, ti cinayet tine ye neke, ti talûke tine ye nekeve navê.” (I.J. Dunning)
Tiştên ku li jorê hatin diyarkirin rewşeke taybet îfade dikin. Tabî ji bo vê yekê tedbîrên pêwîst tên girtin. Feqet dema ku mirov bi awayekî giştî nêzî meselê dibe tedbîra herî girîng û mayinde ew e ku qad bê birêxistinkirin. Bazirganî û bazirganê ku di çarçoveya Xweseriya Demokratîk de nehatibe rêxistinkirin nikare bê kontrolkirin û nakeve bin xizmeta pergalê. Di her dem û şertî de wê bibe talûke. Di rewşa heyî de li Bakur-Rojhilatê Sûrî ticaret û tucar bêrêxistinî ne. Lewma jî bê kontrol in. Halbûkî beşa tucaran û qada bazirganiyê avaniyeke girîng a civakî ye û divê were rêxistinkirin. Bazirgan ne ji derveyî çarçoveya rêxistinbûna Neteweya Demokratîk e. Di nava potansiyela rêxistinbûna ekonomîk de cihê xwe digirin. Her çiqasî li ser vê qadê lêhûrbûnên rêxistina aboriyê ya Rêveberiya Xweser hebe jî ne xwedî projeyên berfireh û pêkan e. Pêwîst e ji bo pirsgirêkê çareseriyeke komple, di warê pergalî de bê peydakirin. Ev lêgerîn û hewldan pir sînordar e.
Nêzî heft sal in Yekîtiya Bazirganî û Sanayiyê hatiye avakirin. Xebata esasî ya yekîtiyê ew e ku di nava Wezaretê de xebatên bazirganî û sanayiyê bi kareke zêdetir û bi leztir bide meşandin. Yanî di burokrasiyê de xebatan hêsan dike. Xebateke bidestxistina kara azamî ye. Halbûkî di nava aboriya civakî de karê yekîtiyê ew e ku di vê qadê de piştevaniyê û yekîtiya hêzê pêş bixîne û projeyên mezin bixe meriyetê. Biserxistina wan karan e ku kesek nikare bi tena serê xwe bike. Di nava piştevaniyê de ev potansiyela bêbandormayî bikeve meriyetê wê di gelek mijaran de serketin çêbibin. Bi milekî jî ev derdorên kar wê bi koperatîf, piştevanî û yekîtiya hêzê ve ji bo aboriya komunal, bazara civakî bên qezenckirin. Meşandina nîqaşan, lêhûrbûn, pêşxistina projeyan, berpirsiyariya beramber nehatiye pêşxistin. Rêxistina Aborî û TEV-DEM di vê mijarê de pêwîst e bi rola pêşengiyê rabin, lê belê tê de rola xwe nelîstine. Di encam de hewce dike ku qada bazirganiyê û beşa bazirganan hem di warê ekonomîk de hem jî di warê polîtîk de bên birêxistinkirin. Berevajî vê, her biçe wê zêdetir serêş çêbibe û zêdetir pirsgirêkan biafirîne. Wê bi awayekî objektîf îmkan bê dayîn ku ev beş li ser serê civakê mijokdariyê bike. Ji bo mêtingeriya ekonomîk wê zemîn bê vekirin.
Encam
Avakirina pergalê rêxistinbûna komple îfade dike. Rêxistinbûna aboriyê jî li ser vî esasî û di vê çarçoveyê de pêwîst e bi komîteyên din re peywendîdar be. Aboriya Komunal Demokratîk di asta pergalî de rêxistin dike û di avakirina neteweya demokratîk de bi roleke temamker radibe. Her komîte di astên cuda de bi aboriyê re peywendîdar dibe. Di astên cuda de û bi terzê dizanin hewl didin aboriyên xwe yên pêwîstiyê pê dibînin rêxistin bikin. Bi vî şeklî carina li derveyî rêgezên Aboriya Komunal Demokratîk dimînin. Ji ber vê yekê Komîteya Aboriyê ewilî pêwîst e di mijara sererastkirina feraset, terz û rêbazê de hestyar be. Divê bi rê û rêbazên cuda karibe piştgiriyê bide komîteyan û wan girêdayî rêgezan bihêle. Heta pêwîst e karibe di vê mijarê de pêşengiyê bike. Heger karibe peywendiyên xwe yên bi TEV-DEM, Şaredarî, Maliye, Ekolojî û komîteyên wekî van re xurttir bike wê encamgiriya wê jî zêdetir bibe. Jixwe ew û komîteya aboriyê ya jinê bi hev re dixebitin. Ji bo xebatên ekonomîk ên ku divê bi hev re bên meşandin karibe lêkolîn, proje û plansaziyan amade bike wê karibe encamên girîngtir bi dest bixe. Di mijarên wekî sanayî, bazirganî, zîreet, cotkarî, avahîsazî, veguhestin, ajaldarî û hwd. de wê piştevaniyeke kolektîf derkeve holê. Xulase, Komîteya Aboriyê bi peywendiyên di navbera saziyan de armanc dike ku Pergala Aboriya Komunal bê avakirin û di înşaya Rêveberiya Xweser de rolê bigire.
Rêxistinbûna komun, meclîs, akademî û koperatîfê esas bê girtin avakirina aboriya civakî di asteke mezin de dikare pêk were. Bi qasî ku rêgezên Ekonomiya Komunal Demokratîk (wekî ekolojîkbûn, azadîxwaziya jinê, alîgiriya bazara civakî, dijberiya kara azamî û endustriyalîzmê) jiyanî bibin wê aboriya têra xwe dike pêş bikeve û înşa pêk were. Bi qasî ku bi avaniya giştî re hevdu temam dike wê civak karibe xwe bi xwe bi rê ve bibe. Pergala Konfederal a ku di Bakur-Rojhilatê Sûrî de bê avakirin wê bandorê li hemû Rojhilata Navîn bike û azadiya gelan bîne.