ŞOREŞA ÇAND Û HUNERÊ YA ROJAVA

AKADEMİYA ŞEHÎD SEFQAN

0

ŞOREŞA ÇAND Û HUNERÊ YA ROJAVA

AKADEMİYA ŞEHÎD SEFQAN

 

 

               Destpêkê, pêwîst e em çanda Kurdî nas bikin û pênase bikin. Ji ber ku rastiyeke Kurdî hebû ku ji ber siyasetên bişaftin û qirkirina çandî gihabû asteke ku nedihat nasîn. Kurd di demên nûjen de, di derdoreke çandî de dijîn ku ne ji encama guhertina çandî ya xweber de hatiye, lê belê di encama siyasetên tunekirin, xirabkirin, qedexekirin û ferzkirinê de hatiye.

Ji hemû belgeyên dîrokî û nirxên arkeolojî-çandî, em dizanin ku; mirovê Kurd xwedî nasnameyeke çandî ya resen e. Mirovê Kurd; gundî, cotkar, koçer, bi xwedîkirina ajalan re mijûl dibe, ji jiyana çiya hez dike û aliyên çanda eşîretê û çanda manewî di vê nasnameya çandî de li pêş in.

Alî û taybetmendiyên xweser ên her gelekî heye. Ev aliyên xweser wî gelî ji gelên dîtir vediqetîne. Ev cudahiyeke çandî ye. Nasnameyên çandî yên ku bi bandora erdnîgariyê çêbûne, nasnameyên civakî yên xwezayî ne. Bi vî awayî avaniya hişmendiya Kurdan, şêwazê ramana wan û zimanê wan ji yên gelên dîtir cudatir e. Lê di cîhana nûjen de çanda Kurdî pêrgî pergaleke tuneker a qirkirina cewherê çandî hatiye.

Çand, avakirina mirov e. Mirov, nasnameya xwe bi awayekî çandî ava dike. Avaniya mirov a civakî wiha ye: Mirov, dema xwedî çand be mirov e. Her kes bi qasî ku xwedî nasnameyeke xwe ya resen û xweser be, wê xwedî çand be. Dema ku Kurd pirsa “Ez kî me?” ji xwe kir, wê demê ket nav lêpirsîna “Gelo çi yên me ne?” û “Gelo em em in?” Dema ku em bi rastiya bişaftin û qirkirina çandî re rû bi rû man em serwext bûn bê çi qasî em ji xwe hatine dûrxistin. Jibîrkirina nasnameya çandî, di asta windakirina bîr û mêjûyê civakî de mijara gotinê bû. Jibîrkirin û windakirina bîr û mêjûyî bûye sebeb ku pirsên ez kî me, welatên min ku der e, malbata min a civakî li ku derê ye bê bersiv bimînin.

Li şûna jiyana zindî, bi kelecan, helbestane, tijî hêvî û bi kêferat, belavbûneke civakî ya bê vîn, bê çare û her bendewariyê ji derve dike, derket holê. Rizandineke ji aliyên hişmendî û ramanan ve pêk hat. Nasnameya çandî ya ku winda bûye dihat wateya bêzimanî-bêdengiyê.

Nasname û çanda Kurdî qedexe bûn. Ev siyasetek bû ku li tevayî Kurdistanê dihat pêkanîn. Pergala heyî, hebûna xwe li ser tunebûna çanda Kurd ava kiribû. Her kesê ku bi çanda Kurdî dijiya yan jî diparast, sûcdar dihat dîtin. Mirovê ku raboriya xwe ji bîr kiriye dihat pejirandin. Ji bo gelê Kurd, nûjentî bi jibîrkirina çanda Kurdî ve gengaz bû. Di cîhana nûjen de cihê Kurdan tune bû.

Sermayedartiya nûjen dixwest ku nirxên gund, hilberîn, parvekirin û welatparêziyê tune bike. Her wiha, da ku pergala mêtîngeriyê li Rojhilata Navîn ava bike, Kurdistan kir çar parçe û xwest ku her kesî bi xwe ve girê bide. Pergala mêtîngeriyê ya ku bi dewletên Tirkiye û Îran ve li ser Kurdistanê ava kiribû, bi dagirkeriya Îngilîzan a Iraqê û Fransiyan a Sûriyeyê hat domandin. Şûnwar, petrol, daristan û her tiştên wê hatin talankirin.

Cîhaneke çandî ya oryantalîst bi zorê li şûna çanda rastîn a Rojhilata Navîn hat avakirin û hemû nirxên arîşî û çandî yan hatin tunekirin an jî dewletên serwerger mîna ku yên wan bin dan xuyakirin. Rojava bi çavekî biçûk û paşketî li Rojhilat dinêrî; zarok xwe ji dayika xwe bêrî kir; nûjentiya Ewrûpa ya îrojê, xiyanet li raboriya xwe kir.

Piştî şerê yekemîn ê parvekirina cîhanê, bi mebesteke veşartî ya tolhildana dîrokî, Rojhilata Navîn bindest ket, pergaleke mêtîngeriya çandî-aborî lê hat avakirin û biryara înkarê der heqê gelê Kurd de hat girtin. Serwerê her parçeyekî welat, li parçeyên din temaşe kir û ket nav hevkariyê û siyasetên qirêj ên qirkirina çandî dewam kir. Geşedanên li her parçeyekî bi kûranî bandor li parçeyên dîtir jî dikir. Serhildanên 1920’an, geşedanên ku salên 1946 û 1960’î qewimîn, salên 1980, Komploya Navneteweyî ku li hemberî Rêber Apo pêk hat û geşedanên paşê hatin jiyandin, nîşaneyên wê yekê ne ku serwer li dijî gelê Kurd di nava dijbertiyeke hevpar de ne.

Dijminê Kurd nêzîkatiyên yek ziman, yek çand û yek nasnameyê ferz kirin û li beramberî hewldanên dijber ên Kurdan jî, ku dixwestin ziman, çand û nasnameya xwe zindî bihêlin, her bi komkujiyan bersiv dane. Ev siyasetên han heta roja îro jî dewam dikin. Siyasetên Tirkkirinê, Erebkirinê, Fariskirinê, dana koçkirinê, afirandina nakokiyên hundirîn, qedexekirina ziman û muzîk û hemû xebatên çandî xistin meriyetê, deverên xwedî taybetmendiyên dîrokî-aborî wekî baregehên leşkerî bi kar anîn û têketina wê qedexe kirin û gelê li wir bê çek hiştin. Van polîtîkayan bênavber dewam kirin. Tevayî rêyên êrîşan ceribandin; mîna tunekirina çandinî û xwedîkirina sewalan, mişextkirin, tirsandin, reşkujî, teqîn û hwd.

Wekî hemû dewletên serwer Sûriye jî her siyasetên qirkirina çandî û bişavtinê pêk aniye. Di serdema dagirkeriya Fransayê de, ku 26 salan dirêj kir, di sala 1928’an de dema ku Kurdan mafê xweseriya çandî xwestin (ev maf ji bo bawerî û neteweyên dîtir hatibû dayîn) ev maf nehat qebûlkirin. Ev siyasetên han di bin bandora nakokiyên Fransa-Îngilîstan û têkiliyên Tirkiye-Fransa de heta şerê parvekirina cîhanê yê duyemîn jî ku Fransa ji Sûriyeyê vekişiyabû, nehate guhertin.

Kesên ku xwestin çand û hunera Kurdî zindî bikin jî her di bin zext û zoriyê de man. Jiyana Cegerxwîn, Yûsif Berazî (Bêbuhar) û Mihemed Şêxo, ji bo ku em van zextan bêhtir fêm bikin mînakên herî baş in. Li gel girtin û binçavkirinê, penabertî jî li ser hunermendên Kurd dihat ferzkirin. Bi taybetî jî kesên ku dixwestin muzîk û helbesta Kurdî bidin jiyandin dikirin hedef û nedihiştin ku ew li wê derê bijîn. Bi zorê ew dersînor dikirin. Mebesta wan nêzîkatiyan ew bû ku hunermendan ji gel û axa wan qut bikin û wan penaber bikin.

Pêwîst e em hunerê ji çandê, ango ji şêweyê jiyanê cuda negirin dest. Şêweyên jiyana Kurdan, çandeke civakî ye ku aliyên arîşî tê de li pêş in. Pêşketina muzîk û helbestê jî vê yekê dide diyarkirin. Qadên hunerê yên girêdayî navgîn û amûrên maddî pir bi pêş neketine. Bi awayekî giştî, muzîk û helbest bi rista mayîndekirina çandê rabûne.

Bi siyasetên kemera Erebî, erdên Kurdan ji wan stendin û dan hin kesên ji neteweya Ereb. Li axa Kurdan çandina darekê jî qedexe kirin. Xwestin ku hezkirina welat û axê ji holê rakin. Derketina ji welat bûbû mîna modayekê. Wekî çawa di komkujiyên sînema Amûdê, zîndana Hesekê, Newroza Qamişlo de hat xuyakirin, siyasetên tirsandin, kuştin û tunekirinê her di rojevê de bûn. Di hundirê vî parçeyê Kurdistanê de, li sê parçeyên cuda, siyasetên cuda dihatin pêkanîn. Li Efrînê rêbazên tunekirinê yên nerm dihatin bikaranîn. Projeyên mezin ên xirabkirinê li ser ziman û sincên civakî dihatin meşandin û hewldanên kişandina jiyana bajêrê Helebê û bişavtinê her dihatin kirin. Kobanê her di bin gefan de bû. Gundên Serêkaniyê hatin valakirin. Koçerên herêma Dêrikê piştî salên 1970, neçarî koçkirina Şamê hatin kirin û li şûna nasnameya Kurd, şêwazê jiyan û zimanê Erebî hat ferzkirin û hatin bişavtin.

Piştî sala 1979’an, ku Serokatî derbasî Kobanê û paşê Sûriyê bû, çarenûsa Kurdên li Rojava û bajêrên dîtir ên Sûriyeyê guherî. Xebatên yekemîn ên li Rojava xebatên gel bûn ku têkildarî çand û hunerê dihatin meşandin. Xebatên çand û hunerê ji wê rojê ve bûn xebatên zindîkirina çandê û bidestxistina nasname û ruhekî nû. Çanda welatparêzî bi lez mezin bû. Pir kom hatin damezrandin, wekî komên Agirî, Tolhildan, Cûdî, Botan û Engîzek. Xebatên hunerî hatin meşandin û bi taybetî muzîk, govend û şano. Ji van koman bi sedan hunermend tevlî têkoşîna şoreşê bûn û têkoşîna gerîla mezin kirin. Ev xebatên ku ji ber qedexeyan pir bi pêş neketibûn, bi pîrozbahiyên Newrozê re mezintir bûn û bi pêş ketin. Ji ber ku qedexe her dem dewam dikirin, ev xebat bi piranî di asteke amator de man.

Çanda Kurdî û bi taybetî jî muzîk û govend, wekî çawa li parçeyên din bi temamî nehatin rakirin, li Rojava jî nikarîbûn ji holê rakin. Li Efrînê di qada muzîkê de, kesên hêja yên mîna Cemîl Horo, Reşîdê Mam Çuçanê, Elî Tico, Hasanazî û Bavê Selah, her muzîka Kurdî gotine. Destanên Mem û Zîn û Dewrêşê Evdî bi versiyonên 3-4 saetan qeyd kirine. Li Kobanê jî Baqî Xido û Hafizê kor di warê muzîk û dengbêjiyê de xizmetên mezin ji çanda Kurdî re kirine. Ji aliyê cil û bergan jî, Kobanê çanda Kurdan da jiyankirin û bi avaniya xwe ya xurt a eşîretê her dem taybetmendiyên çanda berxwedêr di nav xwe de hewand.

Dema em behsa dîroka Rojavayê Kurdistanê bikin, pêwîst e em behsa xebatên wêjeyê jî bikin. Ji ber ku em nikarin çand û hunereke bê wêje bifikirin. Girîng e ku em ronakbîr û nivîskarên mîna Celadet Bedirxan, Kamîran Bedirxan, Osman Sebrî, Nûredîn Zaza, Cegerxwîn û Qedrî Can, nas bikin. Xebatên weşan û çapemeniyê ku di 1932’yan de bi Hewarê dest pê kir û bi kovara Ronahî dewam kir, di zimanê Kurdî de ta salên 1945’an jî xwedî ristek sereke û behremendiyeke mezin bûn. Jixwe di roja me ya îro de, dîroka roja destpêka weşana kovara Hewarê, 15’yê Gulanê, wekî cejna zimanê Kurdî tê pîrozkirin.

Bi derketina Rêber Apo û PKK’ê ya ber bi başûrrojavayê welat ve, ji aliyê çandî ve vejînek çêbû. Xebatên çand û hunerê gihiştin asteke baş a rêxistinbûnê û heta dawiya salên 1990’î jî di mercên pir zor de dewam kirin. Kevneşopiya koman a li vê derê hem bi stranên xwe yên ku behsa têkoşînê dikin, hem jî bi hunermendên ji Rojava, binesaziya koma Berxwedan jî xurt kir.

Xebatên Newrozê, li Rojava bi salan xebatên sereke yên çandê bûn. Koman, provayên xwe bi dizî û dûrî çavan dikirin. Di saetên şevê de bi awayekî “bêdeng” xebatên xwe yên muzîkê dimeşandin. Bi vî awayî kevineşopiyeke berxwedanê jî di xebatên çandê de çêbûn. Wekî din, xebata fîlmekî jî li Rojava çêbûbû. Fîlmê bi navê “Soro” pir bal kişandibû.

Dema em behsa xebatên hunerê yên li Rojava dikin, mirovekî ku pêwîst e em behs bikin jî Erdoxan Qehreman ê ji Dersîmê ye. Di sala 2004’an de, piştî komkujiyên li Qamişlo û Efrînê, di roja cîhanî ya şanoyê de, 27’ê Adarê, agir berda laşê xwe û jiyana xwe bidawî kir. Bi vê çalakiyê, hem êrîşên li ser Serokatî û gel protesto kirin, hem jî hemû hunermend û ronakbîr vexwendin ser erkên wan.

Piştî Komploya Navneteweyî, bi taybetî jî piştî mirina Hafiz El-Esed, helwesteke tundtir û hişktir a qedexekirinê ji aliyê dewletê ve hat xuyakirin. Siyasetên sereke tirsandin, vemirandin û radest girtibûn. Li beramberî vê yekê, bi şoreşa Rojava re, şiyarbûneke mezin û vejîneke civakî pêk hat. Têkoşîna çil salan, dorpêça li ser Kurdan di axa Sûriyeyê de şikand. Pêla azadiyê ya ku ji Kobanê dest pê kir, li tevayî xaknîgariya Kurdan belav bû. Li gel pêşveçûnên siyasî-leşkerî, şoreşeke civakî çêbû. Kesên ku bi salan karê çand û hunerê meşandibûn, ji roja destpêkê ve bûn hêzeke mezin a şoreşê. Gelek hunermend di vê pêvajoyê de tevlî nav YPG’ê bûn û di bereyên şer ên pêş de jiyana xwe ji dest dan. Ş. Merwan, Ş. Osman û endamê rêveberiya TEV-ÇAND’ê Ş.Welat hin ji van hunermendên hêja ne. Viyan Peyman ku di 6’ê Nîsana 2015’an de di şerekî li Serêkaniyê de gihişt şehadetê. Û herî dawî fermandarê mezin Şehîd Rûbar Qamişlo, ku di fîlmê Bêrîtan de jî lîstibû, ji şehîdên me yên hêja yên şoreşê ne.

Em di pêvajoyekê de ne ku em ketina çandî ya ev sed sal in ji aliyê rejîmên kedxwar ên Rojhilata Navîn ve dimeşe, bidawî dikin û çandeke nû ku xwe dispêre civak û ferdên azad û demokrat, ava dikin. Her çi qasî civakeke bê perwerde û amator jî be, dîsa jî bi şoreşê re rê li ber xebatên hêja vebûye. Her çi qasî rastiya şer hebe jî, lê dîsa jî em şanaziya çêkirina hunerê di devereke azad û demokrat de jiyan dikin. Ji bo ku hînbûnên maddî werin derbaskirin, manewiyat ji nû ve were avakirin û xebatên çand û hunerê bi ruhê şoreşê bigihîjin rêxistinbûneke civakî ya mezin, ji sala 2011’an û pê ve, bi hewldaneke bêdawî xebatên sazîkirinê didomin. Mijarên sereke yên li pêş me ne ew in ku; bêyî em ji ruhê amator qut bibin em xebatan bikişînin zemîneke profesyonal û fêrker û kadroyên hunerê ava bikin.

Piştî sala 2011’an, bi germahiya şoreşê ve, xebatên muzîkê ji nû ve hatin bidestgirtin û hilbirîneke xurt dest pê bû.

Xebatên şanoyê, yên ku ji ber siyasetên dijmin biçûk dihat dîtin û bi qedexeyan qels ketibû, ji nû ve dest pê bû. Bi alîkarî û behremendiyên mamosteyên ku ji parçeyên din ên welat hatin jî, di warê govendê de pêşketinên girîng çêbûn. Niha jî di qada sînema de, rêxistineke kokdar çêdibe. Pir fîlmên kurt û dirêj jî hatin çêkirin.

Rojava, hem di demên nêz de, hem jî di dîrokê de, erdnîgariyeke xweser e ku li ser pir dewlemendiyan hatiye avakirin. Her çi qasî sînor di navbera deşt û çiya de hatibin danîn û derbeyeke mezin li şêweyê jiyanê ketibe jî, her çi qasî berhem û şûnwarên wê bi rêya trênê hatibin dizîn û çûbin Ewrupa jî, lê dîsa bi çandeke zengîn a Hûrî û Mîtaniyan, a Orkêş û Til Xelefê, hatiye hûnandin û bi heyvana şoreşê ya bi rêbertiya PKK’ê hatiye meyandin.

Îroj, ku li Rojava çandeke şoreşgerî tê avakirin, hunermend û kedkarên çandê roj û şev di nav xebatê de ne. Nêzî pêncî saziyên çandê li vê deverê hatine birêxistin û li gorî pêdiviyan li piranî bajêr û herêman dest bi xebatan bûye. Di salên dawî de gelek saziyên nû jî vebûn. Akademiya çand-perwerdeyê ya Ş.Welat, Hunergeh û Komîna Fîlm a Rojava, Pargîn hin ji van saziyan in. Li bajarên Qamişlo, , Til Temir, Dirbêsiyê, Amûdê, Hesekê, Tirbespiyê, Girkêlegê, Koçeran, Dêrikê, Kobanê, Şehba û gelek deveran navendên çand û hunerê hene û bi awayekî sereke xebatên muzîk, şano, govend û resimê tên meşandin. Piştre xebatên bi dehan klîban, festîvalên govend û yên şanoyê jî li dar ketin. Wekî din, Akademiya Hunerê ya Ş.Yekta Herekol jî  2 salan perwerdeyê hunerî meşandiye.

Li Rojava, avakirina çanda jiyaneke azad, bi lezeke mezin didome …

Leave A Reply

Your email address will not be published.