BI ŞOREŞA ROJAVA RE DERIYÊ ŞOREŞA CÎHANÊ HAT VEKIRIN

0

BI ŞOREŞA ROJAVA RE DERIYÊ ŞOREŞA CÎHANÊ HAT VEKIRIN

HEVALA DÎROK

“Ev şoreş firina herî bi agirê geş a şoreşa cîhanê ye. Firineke wisa ye ku bi awayekî herî zindî dişewite. Şoreşa li Kurdistanê ji nav hemû şoreşên hêyî ya herî enternasyonalîst e. Ji bo ve yekê bi sebir xwe bixe navê, wekî ev şoreş şoreşa te be.”

Ji diyaloga Rêbertî bi şehîd Ronahî Alman re

 

Em dikarin ji gelek aliyan li şoreşa Rojava binêrin ji ber ku aliyên wê yên girîng pir in. Yek ji wan bê guman aliyê wê yê enternasyonalîst e. Ji ber ku bi şoreşa Rojava re êdî paradîgma me û hebûna me wekî rexistin zêdetir li seranserî cîhanê hat naskirin. Bi rastî şoreşa Rojava ji bo me û ji bo paradîgma Rêbertî ji bo bibe çareseriya pirsgirekên hêyî firsendeke mezin ava kir. Gelo me ev firsend çiqasî nirxand û rola enternasyonalîzmê di Rojava de çi ye? Em dixwazin vê yekê bi vê nivîsê zêdetir bidine fêmkirin û em hêvî dikin ku bi kûrtir fêmkirina nêzîkatiya me ya enternasyonalîst, mîrasa wê û erk û bepirsyartî ku dikeve ser milê me were fêmkirin ji bo em di pratîka xwe de li ser vî esasî tevbigerin. Di nav de em hem li ser têgîna enternasyonalîzm, dîroka enternasyonalîzm û enternasyonalîzm di nava tevgera azadî de bisekinin.

 

Enternasyonalîzm wekî têgîn ji kevneşopiyeke sosyalîst tê. ‘Enter’ ji zimanê Latînî tê û maneya wê ‘di navberê de’, ‘nasyon’ tê maneya netewê û ‘îzm’ jî îdeolojiyekê nîşan dide. Ango em dikarin bêjin wekî îdeolojiya di navbera netewan de yan di navbera gelan de ye. Bêhtir em dikarin wekî fikrê xwîşk û biratiya gelan û piştgiriya di navbera gelan de pênase bikin. Bê guman fikrê enternasyonalîzm mirov ji sosyalîzm qut nikare bigre dest. Eger em baş binêrin wekî têgîn jî di dema derketina hareketên sosyalîst de derdikeve. Zaten pênaseya Marks û Engels di sala 1848’an de di manîfestoya komunîst de dibêje hemû karkerên cîhanê gerek bibin yek û ev fikir vê yekê îfade dike. Diyar e ku em tenê wekî mirovatî bi hev re dikarin pirsgirekên kapîtalîzmê çareser bikin. Yek welat ku bibe sosyalîst yan tenê cihekî ku ji kapîtalîzmê rizgar bibe demdirêjî nikare xwe li ser lingan bigre.

 

Em behsa sala 1864 dikin. Rexistina ‘enternasyonala yekemîn’ li bajarê Londra tê avakirin. Di gelek welatên de bi pêşketina endustriyalîzmê jiyana karkeran hîn bêhtir zehmet dibe û naxwazin vê yekê ji bo xwe qebûl bikin. Fikrê sosyalîzmê ku di wan salan de roj bi roj zêdetir belav dibe û hêviyeke mezin di nav karkeran de çêdike, di heman demê de wisa tê fêmkirin ku ji bo vê yekê rexistinbûnekî ku sînora dewletan derbas bike pewîst e. Lê, di hêla rê û rêbaza gihiştina vê armancê de fikrên pir dijber hene. Li milekî bi taybetî ji bo Komunîstan fikrê dewletê pir li pêş bû û zaten li ser esasê vê nakokiyê ew û Anarşîstan li hev nakin û di dawiyê de piştî tenê heşt salan enternasyonala yekemîn ji hev belav bû, lê pêşketina wê bi xwe hewldaneke girîng bû. Ji vê demê û şûn de êdî gelek rexistinên Anarşîst xwe di bin navê ‘enternasyonala dij otorîtê’ de bi rêxistin dikin. Di sala 1889’an de careke din gelek insanên komunîst û sosyalîst tên gel hev û enternasyonala duyemîn îlan dikin. Enternasyonala duyemîn jî heta Şerê Cîhanê yê Yekemîn didome, lê ji ber ku hemû partiyên sosyal demokrat ku di nava enternasyonala duyemîn de cihê xwe digirin, di wextê şer de piştgirî didin hikumeta xwe û bi vê yekê karkerên wan welatan di nav şer de tînin hemberî hevdû û lewma jî ti wateya wê rêxistinê nahêlin û di 1916’an de belav dibe.

 

Dema ku di sala 1917’an de li Rûsyayê Şoreşa Cotmehê pêk tê, bandoreke mezin çêdike. Tenê du sal şûnde li peytaxta Rûsya, li Moskova, bi hedefa ku li welatên din ên cîhanê şoreşê bi rê xîne enternasyonala sêyemîn ango Komîntern (enternasyonala Komunîst) tê lidarxistin. Lê, di dema Stalîn de rola enternasyonala sêyemîn êdî kêm dibe û zêdetir wekî amûrekî piştgiriya Yekîtiya Sovyetê û bi taybetî Rûsya tê bikaranîn.

 

Dema ku em li dîroka Tevgera Azadiyê binêrin em dikarin vê yekê pir zelal bibînin: Rexistina PKK’ê û fikrê Rêbertî ji destpêke ve di nava xwe de enternasyonalîzmê dihewîne. Dema ku Rêbertî di sala 1972’yan de ji hepsa Mamakê derdikeve ewilî diçe mala hevalê Hakî Karer û hevalê Kemal Pîr û rêxistinbûna destpêkê bi van hevalan re pêş dixîne. Herdu heval jî ne Kurd in, lê herdu jî sosyalîst in, herdu jî şoreşger in. Ne Rêbertî û ne jî van hevalan bi awayekî teng li şoreşê mêze kirin, negotin gerek tenê Kurd di doza azadiya Kurdistanê de cihê xwe bigirin. Eger em bi hinek têkoşînên rizgariya neteweyî yên wê demê re hevrû bikin, bi piranî ji yek neteweyê, bi taybet jî ji neteweya bindest pêk hatin. Bi taybetî di gavên destpêkê de. Ev, di têkoşîna Tevgera Azadiyê de nuqteyeke gelekî girîng e. Ji salên destpêke ve gelek hevalên ku bi xwe ne Kurd in tevlî rexistinê dibin. Zaten di gelek herêmên Kurdistanê de gel di nav hev de bi aramî dijîn, lê hemû jî di bin dargirkeriya dewleta faşîst a Tirk de gelek êşan dikşînin. Di paradîgmaya me ya kevn de dema ku behsa armancê tê kirin ti carî di çarçoveya teng a netewperestî de nehatiye bidestgirtin. Rêbertî, dema ku armanca şoreşê pênase kir her tim Kurdistaneke azad û sosyalîst diyar kir. Kurdistaneke wisa ye ku di nav de gelên cur bi cur pêkve dijîn.

 

Rêbertî li gel şehîd Rojbîn Ereb diaxive û jê re dibêje: “Temam, PKK’yîbûn ne tiştekî xerab e. Lê belê, divê neyê kaşkirin. Erebekî/e baş divê çawa be, ev pirs jî divê were pirsîn. Lê, ya herî girîng ew e ku divê pirsa çawa bibim mirovekî/e baş, were pirsîn. Ez ji bo xwe tu carî napirsim gelo Kurdekî baş çawa dibe, bi ya min APO tenê mirovekî baş e. […] Ez neketim doza Kurdîtiyê. Ji ber ku Kurd bûm. Ji bo bibim mirovekî baş ketim vê dozê.” Careke din jî Rêbertî ji sê enternasyonalîstên Ermen re dibêje: “Grûbeke biçûk a Aşûrî hat cem me. Ew jî êdî mezintir bûn. Hevalên Tirk jî li vir in. We herhal ew dîtin. Bi vî rengî xweştir e, ne wilo? Tevgereke wisa ye ku hemû gelan tîne ba hev. Ereb jî li vir in. Tevgereke enternasyonalîst û bi vî rengî pir bi nirx e. Tiştekî pir xweşik e.”

 

Tê zanîn, di duyemîn nîvê sedsala 20’emîn de li her derê cîhanê gelek rexistinên şoreşgerî ji bo azadiya gelê xwe û li hemberî sîstema dagirker û kapîtalîst şer kirin. Ji wan gelekan jî bi ruhê enternasyonalîzmê têkoşîn meşandin. Di heman demê de jî di çarçoveya têkoşîna wan de piştgiriya navneteweyî ango enternasyonalîst gelekî bandor kir. Yek ji mînakên berçav jî Vîetnam e. Ji bo piştgiriya gelê Vîetnamê li hemberî dagirkeriya DYE bi mîlyonan însan li gelek welatan daketin qadan. Her wiha ji bo piştevaniya têkoşîna Sandînîstan a li Nîkaragûayê gelek çalakî çebûn. Em dikarin li mînaka başûrê Afrîkayê jî mêze bikin. Yek ji sedema serketina têkoşîna wan jî kampanyayên navneteweyî ye ku li dijî sîstema Apartheîd ya Başûrê Afrîkayê pêş ket.

 

Di salên 1970-80’yan de şoreşgerên Filistînî li başûrê Lubnanê bi hejmareke mezin kampên xwe vekirin. Di nav van kampan de ji bo gelek rexistin û şoreşgerên cîhanê derfet dan ku perwerdeya çekdarî bibînin û xwe wekî rexistin pêş bixin. Ev, mînakeke pir girîng a enternasyonalîzmê ye. Rexistinên şoreşger ên mîna RAF (Alman), şoreşgerên mîna Denîz Gezmîş wan hatin vir û perwerde dîtin. Dema ku Tevgera Azadiya Kurdistanê jî li vir perwerde didît, di sala 1982’yan de, li dijî rexistinên Filistînî êrîşa Îsraîlê çêbû. Li dijî vê êrîşê endamên Tevgera Azadiyê jî di êniyên herî pêş de cihê xwe girtin. Di vê êrîşa Îsraîlê de 12 heval bi ruhê enternasyonalîst di parastina gelê Filîstîn de cihê xwe digirin û şehîd dibin. 15 kadroyên Tevgera Azadiyê dîl ketin destê Îsraîlê û gelek kadro jî di nava dorpêçê de man.

 

Di dîrokê de ya ku ev kiriye, yanî ji bo şoreşgeran derfet vekiriye ne tenê Filistînî ne. Piştî ku Cezayîrê xwe ji dagirkeriya Fransayê rizgar kir, di salên 1960’î de gelek rêxistinên şoreşger li Cezayîrê kom bûn, perwerde dîtin, xwe rêxistin kirin, hem jî li cem rêxistinên din peywendî danîn û peywendiyên heyî jî pêş xistin. Li ser esasê berfirehkirina peywendiyan rêxistinên şoreşger xwestin ku bi armanca piştevaniya gelên têkoşer ên li Efrîka û Asyayê di sala 1965’an de li Cezayîrê konferanseke mezin li dar bixin. Piştre ev yek ji ber rewşa ewlekariyê li Cezayîrê çênabe, li ser qadê destwerdanên derve çêdibin. Li ser vê yekê konferans bi navê Trîkontinental (Konferansa Sê Parzemînan, ango Asya, Efrîka û Latîn Emerîka) ji 82 welatan bi tevlîbûna nêzî 500 delegeyî di sala 1966’an de li Kubayê tê lidarxistin. Kuba jî beriya heft salan bi pêşengiya Che Guevara û Fîdel Kastro ve hatiye rizgarkirin. Che, di vê demê de tevlî konferansê nabe, ji ber ku li Bolîvyayê têkoşîna şoreşgerî dimeşîne. Che Guevara bi xwe doktorekî ji welatê Arjantînê ye. Ji bo ku gelê Kubayê ji zilmê rizgar bikin tevî hinek şoreşgerên Kubayî di sala 1953’yan de bi keştiyekê ji Meksîka derbasî Kubayê bûn. Şoreşa wan a li Kubayê di sala 1959’an de bi ser ket. Piştî şoreş bi ser ket, Che wekî şoreşgerekî qîma xwe bi wezîrtî yan jî mezextina derfetên şoreşê neanî. Pêwîstî dît ku alîkariyê bide gelên bindest ên cîhanê. Ji ber vê yekê derbasî Bolîvya bû û li wir şehîd bû. Ji ber vê karakter û pratîka xwe ya têkoşer Che Guevara di cîhanê de wekî sembola enternasyonalîzmê hat naskirin.

 

Di dawiya sala 1980’yan de dîwarê Berlînê tê hilweşandin, Yekîtiya Sovyetê ji hev belav dibe û ev di cîhanê giştî de dibin bingehê gelek guhertinan. Ev yek bû sedem ku têkoşîna gelek rêxistinên şoreşger jî bi dawî bibe. Ji ber vê yekê sîstema modernîteya kapîtalîst zafera xwe îlan kir, bi navê qaşo “Careke din sosyalîzm çênabe” ev pêvajo jî wekî “serdema bidawîbûna îdeolojiyan” bi nav kir. Bi rastî jî vê yekê bi awayekî neyênî bandor li tevgerên têkoşer kiribû. Lê, bi saya mêzekirina berfireh û tehlîlên baş ên Rêbertiyê ji bo ku nêrînên nû jî pêş bikevin derfet çêbûn. Pir eşkere bû ku pirsgirêk ne di sosyalîzmê de bû, pirsgirêk di pratîka wê de bû, di hin tez û teoriyan de bû ku bingehê Sosyalîzma Pêkhatî pêk dianîn. Ji ber vê yekê Rêbertiyê di sala 1995’an de pirtûka bi navê “Di Sosyalîzmê De Israr, Di Mirovbûnê De Israr E” derxist. Li gel ku Sosyalîzma Pêkhatî belav dibû jî di heman salan de, di salên 1990’î de li Botanê serhildanên gel çêdibûn, Tevgera Azadiya Kurdistanê mezin dibû, gelek keç û xortên Kurdistanê tevlî nav refên gerîlayên azadiya Kurdistanê dibûn. Di heman salan de ji welatên derveyî Kurdistanê jî ber bi Rojhilata Navîn, sehaya Rêbertî ve enternasyonalîst tên û tevlî nav refên gerîla dibin. Yek ji van mînakan jî hevala Ronahî Alman e, ku di sala 1998’an de li Botanê ji aliyê dewleta Tirk ve tê şehîdkirin.

 

Rêbertiyê, ji ber nêzîkatiya enternasyonalîstî nirxekî mezin daye van hevalan, hewl daye ji bo wan hemû derfetên pêwîst veke. Dema ku li gel van hevalan diyalogan dike jî hewl dide gelek perspektîf û fikrên nû bide wan. Dixwaze ku karibin bi hêzeke mezin û baweriyeke xurt hem li Kurdistanê hem jî hîn zêdetir li welatê xwe kar bikin, têkoşînê xurt bikin. Rêbertî di diyalogekê de ji hevalekî Alman re wisa dibêje: “Ez vê yekê pir zelal bibêjim; li cem me mîna li Almanyayê dibe xwe biyanî dîtin, xwe biyanî hiskirin tine ye. Em li vir ne tenê behsa meseleyeke Kurdan dikin. Em behsa meseleyeke mirovahiyê dikin. Ev, meseleyeke mirovahiyê ye. Em ê hevaltiya herî zindî biafirînin. Hûn ê ji me bêhtir feydeyê ji vê têkoşînê bibînin.”

 

Li dijî Rêber Apo Komploya Navneteweyî di sala 1998’an de dest pê dike, Rêber Apo ji Sûrî tê derxistin û di 15’ê Sibata 1999’an de li Kenyayê tê girtin û teslîmî dewleta Tirk tê kirin. Ev pêvajo di Kronolojiya PKK’ê de wisa tê diyarkirin: “Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di encama lihevkirina CIA- û bi ‘erê’kirina Rêveberiya TC’yê li balafirgeha Naîrobiyê teslîmî kontrgerîlayê Tirk tê kirin. Li vir lihevkirina herî esasî ew e ku dema ku DYE ji bo rûxandina Rêveberiya Sedam Huseyîn MÎT êrîş kir dewleta Tirk jî piştgirî bide. Rêber Apo bi balafireke ku ji hêla dewleta Tirk ve hatibû kirêkirin ji Kenyayê girtin û di ser Misrê re birin Stenbolê. Bûyer ji aliyê Serokwezîrê Dewleta Tirk Bulent Ecevît ve roja 16’ê Sibatê di saet 9’an de bi civîna çapemeniyê ji raya giştî re hate ragihandin. Gelê Kurd dema ku bûyer bihîst li çar parçeyên Kurdistanê û li çar aliyên dinyayê rabû ser piyan…”

 

Piştî komployê yekser tasfiyekariya navxweyî serî hildide û dixwaze li ser Tevgera Azadiyê bi bandor be. Hem pêvajoya Komploya Navneteweyî û hem jî pêvajoya tasfiyekariyê di aliyê milê enternasyonalîst ê tevgerê de bi xwe re gelek zehmetî anîn. Ruxmî ku di salên 90’î de ji bo Tevgera Azadiyê piştevaniya enteryasyonalîst pir zêde ye jî têrê nake ku karibe pêşiyê li Komploya Navneteweyî bigire. Di heman demê de tasfiyekariya di heman pêvajoyê de xwe darîçav kir jî rêxistin gelekî bi xwe re mijûl kir.

 

Di heman demê de, Rêber Apo piştî dahûrandinên berfireh ên têkildarî modernîteya kapîtalîst û bi giştî şaristaniya dewletdar pêwîst dibîne ku paradîgmaya Tevgera Azadiyê biguhere. Di warê fêmkirina paradîgmaya nû de û her wiha di warê belavkirina wê de lawazî çêdibin û pratîka vê bi derengî tê pêşxistin. Lewma jî di vê pêvajoyê de gelek enternasyonalîstan ji guhertina paradîgmayê baş fêm nekirin. Di wergerandina paraznameyên Rêbertî de lawazî çêbûn, bi zimanên din ên cîhanê nehatibûn wergerandin. Ev hemû jî dibin sebeb ku piştgiriya enternasyonalîstan a ji bo Tevgera Azadiyê li gorî salên 90’î kêmtir bibe. Her wiha, di heman demê de rewşa tevgerên şoreşgerî yên cîhanê jî pir zêde ne baş e, wekî hejmar kêmtir bûne. Modernîteya kapîtalîst bi awayekî zêde bi îdeolojiya lîberalîzmê êrîş kir û fikrên ezeztiyê li ser gelek çepgiran bi bandor kir. Yanî hêzên çepgir û li dijî sîstemê li gorî salên 1960-70’yî lawaz dibin. Carina ji bo hin çalakiyan yan jî civînên mezin li hev kom dibin, lê belê ev yek bi xwe jî bi rengekî domdar pêk nayê.

 

Bi Şoreşa Rojava re êdî ji bo xebatên enternasyonalîzmê rûpeleke nû vedibû. Şoreşa Rojava ne tenê di çarçoveya Kurdistanê de, bi awayekî pirmilî û berfireh firsendan pêşkêş dike. Di sala 2014’an de dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kirin û bi taybet dema ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê berxwedana Kobanê pêk dihat, çavê hemû dinyayê li ser Rojavayê Kurdistanê û bi giştî Kurdistanê bû. Vê yekê rê vekir piştgirî û piştevaniyeke mezin çêbibe. Ne tenê ev, di heman demê de gelek hevalên enternasyonalîst ji çar aliyên cîhanê bi rê ketin, berê xwe dan Kurdistanê û tevlî nav refên YPG-YPJ’ê bûn. Ji van hevalan gelekan bi qehremanî li ber xwe dan û şehîd bûn.

Rast e, dema ku mirov li şerê antî-faşîst ê li Îspanyayê dinêre, hejmara enternasyonalîstên hatine Rojava li gorî hejmara şoreşger û enternasyonalîstên di sala 1936-39’an de çûne Îspanyayê kêm e. Wê çaxê derdora 50 hezar însanî tevlî tûgayên enternasyonalîst bûn, ji van nêzî deh hezarî şehîd bûn. Lê belê, şert û mercên wê demê û vê demê ne eynî ne, ji hev gelekî cudatir bûne. Ev şert bi milekî girêdayî rêxistin û rêxistinbûna hêzên çepgir e. Di dema sala 1936’an de enternasyonala sêyemîn gelekî mezin û xurt bû. Gelek însan rêxistin kirin û şandin Îspanya/Katalonyayê. Di heman demê de hêzên anarşîst ên wekî sendîkayên mîna CNT’ê jî piştgirî dan, û ne kêm bûn. Yek jî ev şer li nîvê Ewropayê çêdibû, xwe gihandina wê siviktir bû. Ne tenê ev, di heman demê de li Ewropayê tirseke pir mezin hebû ku heger Franko, dîktatorê faşîst ê Îspanyayê bi ser bikeve wê faşîzm li giştî Ewropayê û cîhanê belav bibe. Di roja me ya îro de mînaka Ûkraynayê heye. Ji ber ku li Ewropa ye ewqas însan diçin wir û lê şer dikin. Di aliyê erdnîgarî de Kurdistan li gorî van deveran dûrtir dikeve. Ne tenê ev e, bi mêzekirineke oryantalîst, wisa tê fêmkirin ku li Kurdistanê her tim şer heye. Her wiha, di giştî de jî li ser Kurdistanê bi her aliyî ve tecrîdeke pir hişk heye. Ruxmî vê jî heta roja me ya îro ji welatên cur bi cur, ji Katalonya/Îspanyayê însan tên Kurdistanê û tevlî nav têkoşîna li dijî faşîzmê dibin. Ev yek jî mînakeke bi heybet a enternasyonalîst e.

 

Li gel van hemûyan, ji bo Şoreşa Rojava di warê rehendê enternasyonalîst de rewşeke din jî heye û girîng e. Gelek enternasyonalîst hatin û tevlî berxwedanê bûn. Armanca sereke ew bû ku li dijî faşîzmê şer bikin û faşîzmê têk bibin. Lê belê, bi taybet jî di van salên dawî de ji nav enternasyonalîstên ku tên Rojava, însan tevlî xebatên civakî yên li Rojava dibin û beşek ji wan jî tevlî nav xebatên hêzên parastinê dibin. Li gel vê, ji aliyê enternasyonalîstan ve daxwazeke pir mezin heye ku Şoreşa Rojava nas bikin, fikrên di bingeha vê şoreşê de nas bikin û dawerivînin hinavên xwe. Yanî wekî çawa li hemberî faşîzmê xwedîderketina li nirxan mirovahiyê çêdibe, her wiha xwedîderketineke li paradîgmayê jî heye. Ango, têkildarî xebatên enternasyonalîst û enternasyonalîzmê rewşeke wisa girîng jî çêbûye.

 

Paradîgmaya nû ya civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê dixwaze qadeke pir berfireh digire nava xwe û lewma jî dikare bê gotin ku vê yekê pêwîstiya pêşxistina xebatên enternasyonalîst û her wiha girîngiya vê xebatê zêdetir kiriye û erk û berpirsiyartiyên wê girantir kiriye. Di çarçoveya paradîgmaya kevn de, gelê Kurd û Kurdistanê rizgariya xwe ya neteweyî dixwest, li ser vî bingehî gelek enternasyonalîstan ji ber mêtingerî û dagirkeriya li ser Kurdistanê piştgirî didan têkoşîna rizgariya neteweyî ya Tevgera Azadiya Kurdistanê. Di salên 1990’î de hevalên enternasyonalîst hatin cem Rêbertiyê, dibe ku nêzîkatiya wan ji vê tespîta me ya li jor cudatir be, daxwaza wan zêdetir ew bû ku rêxistinê fêm bikin, li gorî vê yekê têkoşînekê bimeşînin. Lê, di vê demê de xebatên enternasyonalîzmê bi gelemperî bi piştgirîdayînê sînordar ma. Yanî bi yek milî sînordar ma, yekalî ma. Ev rewş di roja me de hatiye guhertin. Bêguman, piştgirîdayîn jî girîng e. Îro ewqas însan tên, ewqas însan û rêxistin ji derve peyaman didin, çalakiyan li dar dixin, ev hemû jî bi daxwaza piştgiriyê ne û helbet girîng in, bi qîmet in. Feqet rewşeke cudatir jî derketiye holê. Ji bo ku ev bê dîtin bi taybet tê destnîşankirin. Însan tên nava şoreşê û dixwazin ji vê şoreşê fêr bibin, fikir û tecrûbeyên wê bigirin û di vê çarçoveyê de tevbigerin. Yanî, ne tenê fêrî paradîgmayê dibin, ne tenê dikevin nava pratîka heyî, erê ev hene, lê li gel van dixwazin vî fikrî dawerivînin hinavên xwe, jê îlhamê bigirin û di vê çarçoveyê de li welatê xwe jî rêxistinbûna vê paradîgmayê pêş bixin.

 

Ev yek baş hatiye fêmkirin, yan jî divê bê fêmkirin, di roja me ya îro de israra di rê û rêbazên klasîk ên têkoşînê de, israra di avakirina dewletê de yan jî destdanîna ser dewletê yan jî desthilatdariyê ne xwedî siberojekê ye. Ev yek, wekî mînakên wê yên dîrokî jî ispat kirine ku nikare bibe azadiya gelan. Li gel vê, modernîteya kapîtalîst jî xwe zehf berfireh û kûr kiriye, di hemû hucreyên însanan de hatiye bicihkirin. Bi taybet li metropolan û li welatên li bakurê cîhanê, ku wekî navenda kapîtalîzmê tên zanîn, nêrîneke li pêş heye û tê gotin ku li van deveran şoreş çênabe. Ev rewş jî girêdayî rewşa karkeran e, girêdayî rewşa proleterya ye. Di rewşa niha de gelek rêxistin hene ku hewl didin mîna gotinên Marks û Engels tevbigerin û pêwîstiyê tenê di rêxistinkirina karkeran de dibînin. Lê rewşa karkeran a di nava modernîteya kapîtalîst de rewşeke pir cuda ye û hêja ye di gelek milan de were lêkolînkirin. Bêguman karker ne azad in, bindest in. Pênaseya Lenîn a ji bo proleterya xuya dibe ku behsa arîstokratîkbûna proleterya dike. Maneya vê ew e ku proleterya di navendên kapîtalîzmê de di bin bandora kapîtalîzmê de maye, ji rastiya xwe dûr ketiye, rewşa wê li gorî karkerên li welatên başûrê cîhanê hinekî din baştir bûye û têkoşîna wê tenê li ser esasê meaşekî hinekî zêdetir e.

Helbet di roja me ya îro de ne ku pêwîstî bi têkoşîn û rizgarkirina ji kapîtalîzmê tine ye, lê belê diyar e ku bi rê û rêbazên berê yên klasîk rizgariya ji kapîtalîzmê ne mimkun e. Jixwe piştî hilweşîna sosyalîzma pêkhatî jî gelek rêxistin û tevger derketin, fêm kirin ku bi rê û rêbazên klasîk ên rizgariya neteweyî rizgarî pêk nayê, lewma jî di aliyê terz û taktîk de bi rengekî cudatir tevgeriyan. Yek ji mînakên vê yên baş jî Tevgera Zapatîsta ye, ku li Başûrê Meksîka pêş ket. Di vê tevgerê de jî girîngiya ji bo mijarên wekî demokrasî û jinê li pêş e. Xwe bi rengê meclîsan rêxistin dikin û her wiha hêza wan a parastinê jî heye. Ev xala xwerêveberî û xweparastinê ne tenê xweserî vê tevgerê ye. Di gelek deverên cîhanê de dema ku gel radibin ewilî girîng dibînin ku li ser mijarên xwerêveberî û xweparastinê bigihêjin encamekê. Fikrên Rêbertiyê jî li ser esasê konfederalîzma demokratîk e û xwe dispêre pêwîstiyên esasî yên gelan. Ji ber vê yekê dema ku însan tên û nû bi nû vê paradîgmayê nas dikin, ji ber ku fikrên jiyanî ne, zû tê digihêjin û ev fikir li gel van însanan hêviyeke pir mezin diafirîne. Ev fikir ne ji bo gelên bindest ên cîhanê bi tenê, her wiha ji bo deverên ku wekî navendên kapîtalîzmê tên binavkirin jî xwedî hêza çareseriyê ye. Jixwe yek ji nivîskarên navdar Murray Bookchin di nivîsên xwe de li ser vê babetê disekine, li ser rêxistinbûna li DYE hewl dide vê fikrê bide fêmkirin, diyar dike ku di navendên kapîtalîzmê de encax bi tevlîbûna gel û bi rengekî federal dikare di nav polîtîkayên rojane de guhertineke mezin çêbibe.

Serketina sereke ya modernîteya kapîtalîst çi bû? Ji bo vê pirsê dikare were gotin di nava gelan de hêviya ji bo jiyaneke azad û wekhev kêm kir, daxist asteke herî jêr. Di roja me de gelek însanên wisa hene ku di kapîtalîzmê û sîstema heyî de pirsgirêkan dibînin, dixwazin jê xelas bibin, lê belê bawer nakin ku di navendên kapîtalîzmê de yên wekî DYE û Ewropayê şoreş gengaz in. Bi awayekî xwezayî, mirovekî/e bêhêvî jî nikare hêviyan ava bike. Heger mirov bi mimkunbûna şoreşê bawer nake nikare şoreşê pêk bîne. Di vê babetê de cihê Şoreşa Rojava pir girîng e. Ji bo hemû dinyayê tiştên pir girîng gotin, gelek tiştên wekî qeder dihatin bidestgirtin hişt ku dîsa di ber çav re bên derbaskirin. Di demeke wisa de, ku kapîtalîzmê bi israr digot “dema îdeolojiyan derbas bû, îdeolojî bi dawî bûn”, ji ber vê yekê gelek kesan bendewariya xwe ya şoreşan ji dest dabûn, Şoreşa Rojava pêk hat. Piştî demeke ewqas dirêj careke din li gel însanan hêvî ava kir. Hêvî çêkir. Şoreşa Rojava ji însanan re got ku mirov dikare azad bijî, ji bo jiyana azad alternatîf hene, ji bo jiyana azad rê û rêbazên cuda hene û şoreş gengaz e. Tenê ev yek negot. Tenê bi dîmenekî, bi maneyekê, bi gotinekê jî sînordar nema. Di heman demê de bi pratîkî jî nîşan da û nîşan dide. Rojavayê Kurdistanê niha bi rola navendên Şoreşên Cîhanê radibe. Di roja me de ji welatên cur bi cur însan tên Rojavayê Kurdistanê, dixwazin şoreşê bibînin, nas bikin, jê fêr bibin, tecrûbeyan bigirin. Li gel van tiştekî din jî heye. Ev xal dibe ku ji bo şoreşên din ne ewqasî hêsan be. Di nava Şoreşa Rojava de her kes dikare erk û berpirsiyariyê rake, tê de kar bike û Şoreşê ava bike. Ev yek xaleke girîng e û ji bo hemû cîhanê firsendeke dîrokî ye. Hemtayê vê yekê di cîhanê de belkî pir kêm be, belkî  jî tine be.

Nuqteyeke din a ku lazim e ji dersên dîrokê bên derxistin jî ew e: Şoreş tenê di cihekî de pêk nayê, tenê bi cihekî nayê sînordarkirin. Di vê mijarê de bi taybet ji tecrûbeya Yekîtiya Sovyetan dikarin ders bên derxistin û tijî dersên bi vî rengî ye. Nêzîkatiya ku dibêje “sosyalîzm li yek welatî dibe” herî zêde di dema Stalîn de pêş ket û vê yekê dem bi dem rola esasî ya enternasyonalîzmê teng kir. Tişta ku ji vir bê fêmkirin ew e ku parastina esasî ya şoreşê û rêbaza esasî ya lawazkirina êrîşên li ser herêmên rizgarkirî yên şoreşê bi pêşxistina şoreşan dibe. Şoreş karibe çiqasî li cîhanê belav bibe û xwe rêxistin bike, hem parastina şoreşê jî mimkun dibe hem jî asta dijwariya êrîşên li ser şoreşê kêmtir dibe. Şoreş di nuqteyekê de, di nava hin sînorên diyar de hiştin, tê wê maneyê ku ji bo dijminên şoreşê hedef tê biçûkkirin. Gelên cîhanê çiqasî li welatên xwe şoreşê pêş bixin, xwe rêxistin bikin di vê astê de wê bala dijmin jî belav bibe û nêzîkatiyên dijmin jî li gorî vê biguhere. Dibe ku armanca dijmin neguhere, lê herî kêm wê neçar bimîne ku terz û taktîkên xwe dubare dubare di ber çav re derbas bike. Di rewşa heyî de rastiyeke wisa heye ku rewşên şoreşê kêm in. Şoreşên heyî jî di bin êrîşên pir dijwar de ne. Ji ber vê yekê bi awayekî xwezayî û girêdayî şert û mercan nêzîkatiyeke bi rengê “parastina destketiyên şoreşê” derdikeve holê. “Parastina destketiyên şoreşê” bi giştî ne şaş e, lê belê kêm e, nebes e. Dema ku dersên dîrokê tên derxistin û fikrandineke demdirêjî çêdibe tê dîtin ku heger însanên tên nava şoreşê karibin bi rengekî rast û têrker tecrûbeya şoreşê bigirin û ev hêz karibe baş bê kanalîzekirin ev rewş wê di siberojê de karibe bi roleke mezin rabe.

 

Şoreşa Rojava, ji bo tecrubegirtinê û fêmkirina rastiya şoreşê pir girîng e. Bûyereke şênber e, diyardeyeke şênber e û didome. Gelek însan hene, şoreşê wekî tiştekî xeyalî dibînin, dema ku bi pirsgirêkên şoreşê re rû bi rû dibin jî zehmetiyan dikşînin, nikarin maneyê bidinê. Şoreş, ti carî ne pêvajoyên rehet in. Şoreş, ji ber ku hem guhertin hem jî veguhertinê didin ber xwe pêvajoyên gelekî zehmet in û hewldanên mezin pêwîst dikin. Dema ku şoreş bi vî çavî bên nirxandin mirov dikare bi awayekî baştir maneyê bidiyê. Li gel vê, divê em karibin Şoreşa Rojava di warê cîh de jî li ser esasê enternasyonalîzmê baş fêm bikin. Di rewşa niha de li giştî cihanê deverên ku şoreşgerên cîhanê karibin li hev kom bibin kêm in. Ji van deverên kêm yek jî, ku derfeta kombûyînê dide şoreşgerên cîhanê, Rojavayê Kurdistanê ye. Di dema xwe de kampên şoreşgerên Filistînî bi çi rolê rabibûn, di vê demê de Şoreşa Rojava jî atmosfer û zemînekî wisa ava kiriye ku dikare bi roleke ji vê jî mezintir rabe.

Dîsa ji bo hemû mirovatiyê perspektîfeke pir zelal derketiye holê: Konfederalîzma Demokratîk a Gelên Cîhanê û Konfederalîzma Demokratîk a Jinên Cîhanê. Li ser esasê vê perspektîfê girîng e ku li hemû cîhanê rêxistinbûn pêş bikevin. Wek mînak; beriya çend salan li Almanyayê Însiyatîfa Konfederalîzma Demokratîk hatiye îlankirin û li ser vî hîmî xebat tên meşandin. Her wiha, di sala 2022’yan de li Katalonyayê konferansa yekemîn a enternasyonalîst a Katalonyayê hat lidarxistin. Rojeva wê jî wisa bû; “Li Katalonyayê Konfederalîzma Demokratîk Çawa  Dikare Bê Avakirin?” di sala 2022’yan de li Rojava jî konferansa yekemîn a enternasyonalîst hat lidarxistin. Tê de ji gelek welatên cuda hejmareke zêde enternasyonalîst amade bûn. Ji vir jî diyar dibe ku her diçe meraqa gelan a li beramberî mijara Konfederalîzma Demokratîk û çareseriya ku Rêbertiyê bi paraznameyên xwe ve pêşkêşî mirovahiyê kiriye zêdetir dibe. Wekî xebata enternasyonalîst pêwîst dike ku em karibin tovên Şoreşa Rojava li hemû welatên cîhanê biçînin û bi vê rêkê hêviyên di nava gelên bidest de jî careke din şîn bikin. Ji xebatên me jî diyar e, ruxmî ku ji welatên Asya, Afrîka û Latîn Emerîkayê ewqas însan tevlî dibin jî em hêna negihiştine wê astê ku karibin konferansa sê parzemînan li dar bixin.

 

Di çarçoveya xebatên enternasyonalîst de tê dîtin ku tenê meraqkirin têrê nake. Tenê xwendina pirtûkan jî têrê nake. Gelekî girîng e ku şoreşa Rojava, destketî û kêmasiyên çêbûne li gel şoreşgerên cîhanê bên parvekirin. Şoreşa Rojava, qada Bakur-Rojhilatê Sûrî karibe ji bo hemû cîhanê bi rola mektebekê rabe. Jixwe di rewşa heyî de jî Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûrî ji bo şoreşgeriyeke rasteqînî bi rola dibistanekê radibe. Bi taybet jî dema ku li ser vî esasî mijûlbûn û kontekstualîzekirin hebe. Ev jî roleke esasî ye ku dikeve ser milê şoreşgerên Şoreşa Rojava.

Çiqasî tê zanîn, yan jî em çiqasî di ferqê de ne tam ne diyar e, lê ji bo pêşketina şoreşên cîhanî û piştevaniya şoreşên cîhanê em xwedî erk û berpirsiyariyeke mezin in. Li Rojavayê Kurdistanê gelek rêxistin û tevgerên wisa hene, dikarin vê yekê bikin û xwedî tecrûbeya 50 salan e. PKK’ê di daxuyaniya xwe de, ku wekî danezana sala 50’yemîn hat weşandin wisa got; “ Em bang li hemû hêzên sosyalîst, şoreşger û demokratîk, rêxistinên jin û ciwanan, tevgerên ekolojîst, derdorên karker û kedkar, hemû rêxistin û partiyên antîkapîtalîst û antîemperyalîst, derdorên demokratîk ên antîfaşîst ên dinyayê dikin, li dijî pergala desthilat û dewletê û nîzama modernîteya kapîtalîst ku wextê xwe tijî kiriye û her tim nexweşiyê çêdike, em têkoşîna azadî, demokrasî, xwişk û biratiyê bi hev re bimeşînin, Konfederalîzma Demokratîk a Cîhanê biafirînin, ku di navê de herkes bi azadane û demokratîk dijî!”

Li ser vî esasî, pir girîng e û erk û berpirsiyariya me ye ku em xwedî li mîrasa xwe ya enternasyonalîst derkevin, em bi ruhê enternasyonalîzmê ji bo ku li cîhanê fikrê sosyalîzmê yê bi pêşengiya Tevgera Azadiyê pêş bikeve xwedî israr bin. Ji ber ku di cîhanê de pêşketina sosyalîzmê encax bi ruhê enternasyonalîzmê gengaz e.

Leave A Reply

Your email address will not be published.