Têkoşîna 45 salan a PKK’ê pîroz be
KCDK-E: Têkoşîna 45 salan a PKK’ê pîroz be
KCDK-E’ê bi wesîleya salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê peyamek weşand û berxwedan û têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê pîroz kir.
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropa (KCDK-E) bi wesîleya salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê peyameke pîrozbahiyê weşand.
Di peyamê de wiha hate gotin: “Em 45’emîn salvegera damezrandina PKK ku tevgera mirovahiyê ye û di têkoşîna azadiya gelê Kurd de xala werçerxê ye pîroz dikin.
PKK ku beriya 45 salan damezrandina xwe ragihand, bû pêşengê vejandina gelê Kurd ku di qirkirinê de bû û hêviya azadiyê ya bi mîlyonan gelê Kurd.
Di pêvajoyeke ku li Tirkiye, Kurdistan û cîhanê hêviyên azadiya mirovahiyê dihat tunekirin, li dijî paşverûtiya Rojhilata Navîn bû pêşengê pêngaveke şoreşgerî ya ronakbîr. Ji bo Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê bi taybet ji bo Kurdistanê li dijî modernîteya kapîtalîst bû navenda têkoşîneke nû ya çareseriyê.
Di vê têkoşîna 45 salan de ku bi pêşengiya Rêber Apo û bi analîzên kur ên civakê hat domandin, bi hezaran şehîd çêbûn. Ji bo vê têkoşîna mezin bedelên mezin hatin dayîn, bi hezaran mirov di zîndanan de, her wiha bi hezaran jin û ciwan bi fedayî di nava refên gerîla de şer kirin û şehîd bûn.
PKK ku ji destpêkê ve bû tevgereke mirovî û enternasyonalîst, li dijî hemû polîtîkayên qirker, nîjadperestî û şerê qirêj bi nêzîkatiya rêgeza civaka exlaqî di xeta xwe de israr kir û hurmeta bi mîlyonan qezenç kir. Dirûşmeya “PKK gel e, gel li vir e” ji ber vê yekê di nava civakê de bersîv dît.
Gelê Kurd ku ji nû ve rabû ser xwe, îro gihiştiye zanebûna azadiyê û bê dudilî ji bo azadiya xwe têdikoşe. Ji ber ku êdî dizane ti rêyeke din a ji nû ve rabûn û hebûnê nîne.
Bi saya Rêber Apo ku paradîgmaya neteweya demokratîk weke hêza çareseriyê dibîne û ji bo mirovahiyê pêş dixe, paradîgmaya azadîxwaziya jinê bûye hêviya gelên cîhanê. Ji ber vê yekê li Îranê ku paşverûtiya Rojhilata Navîn herî xurt lê berdewam dike, têkoşîneke ku her diçe mezin dibe û serhildaneke nû ya jinan e ku bandor li cîhanê dike.
Em weke KCDK-E têkoşîna 45 salan a PKK’ê ku pêşengê Têkoşîna Azadiyê ya Kurd e, pîroz dikin. Em berxwedan û têkoşîna Rêber Apo û PKK ku milyonan weke îradeya xwe qebûl dikin, pîroz dikin.
Divê em xwedî li Şoreşa Jinê ya Rojava ku îro ramanên Rêber Apo lê zindî bûye, derbikevin, têkoşînê bi biryardarî mezin bikin û bi biryardarî xwedî li pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” derbikevin û mezin bikin. “