SEDSALA 21’EMÎN WÊ BİBE SEDSALA JİNÊ
DÎCLE XABÛR
Di dîroka mirovatiyê de pir gel hene ku ji ser rûyê cîhanê hatine tinekirin, êdî navên wan ji rûpelên dîrokê hatine birin û nayên bilêvkirin. Hinek ji wan jî wekî fîzîk mane, lê belê zimanê xwe ji dest dane, bi hin mafên biçûk ên ku netew-dewletê dane wan razî bûne. Yanî bêyî ku çalakiyan bikin yan jî li ber xwe bidin û bigihêjin mafên xwe li beramberî tiştên ku netew-dewletê dane wan qayil bûne.
Lê belê, pêwîst e ti carî neyê jibîrkirin ku gelekî her tim li beramberî qirkirina fîzîkî û çandî li ber xwe daye û heta vê deqê jî dijî heye, ew jî gelê Kurd e. Gelê Kurd di dîroka xwe de li beramberî neheqiyê her tim serî rakiriye û li ber xwe daye. Bi dehan serhildanên li Kurdistanê pêk hatine nîşaneya vê ne. Jina Kurd di van serhildanan de cihê xwe her tim di asta pêşengtiyê de girtiye, di milê eskerî, siyasî û civakî de bi rolên girîng rabûne.
Yek ji xalên herî balkêş ew e ku di fêmkirina rastiya dijmin de hestekî li pêş li gel jina Kurd hebûye, lewma jî li dijî her cure qirkirinên dijmin têkoşîneke mezin meşandiye û li ber xwe daye.
Heger ku gelê Kurd îro li ser piyan mabe, heta roja îro jî li beramberî ewqas êrîşên dijwar ên qirkirina fîzîkî û çandî çand û zimanê xwe winda nekiribe û nehatibe helandin, heke di roja me de li ser rûyê dîrokê mabe ev yek bingehê xwe ji jina Kurd digire. Bi rastî jî dema ku mirov di dîrokê de li jinê dinêre tê dîtin ku dîrokeke muhteşem heye. Li hemberî dijmin ti carî serê xwe netewandiye, xwe ti carî teslîmî nav lepên dijminê xwe nekiriye. Ji ber vê yekê jî ji bo ku nekeve destê dijminê xwînxwar xwe di zinaran wer kiriye û ev mîrate îro di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de hêna jî zindî ye û berdewam e. Li ser vî bingehî jin ji bo ku nekevin destê dijminê qirker bombeyên xwe bi xwe ve teqandine, xwe di zinaran wer kirine. Wek nimûne, dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kirin, jin ji bo ku nekevin destê dijmin xwe ji çiyayên Şengalê avêtin xwarê û jiyana xwe ji dest dan. Bingehê vê yekê jî ew welatparêzî ye ku ji nava xelekên dîrokê heta roja me bi rêka jinê wekî mîrate hatiye hiştin.
Bi taybet piştî hevpeymana Lozanê li ser gelê Kurd polîtîkayeke navdewletî hatiye meşandin, Kurd hatine parçekirin û ji bo ku di warê fîzîkî û çandî de bên tinekirin hewldan hatine meşandin. Ev êrîşên înkar û îmhayê bi taybet di şexsê şefê faşîst Erdogan de her ku çûye dijwartir bûne û heta roja me hatine. Li beramberî vê berxwedana li ser esasê parastina hebûna xwe û bidestxistina azadiya xwe hatiye meşandin hiştiye ku gelê Kurd tine nebe, ji nav pelên dîrokê neyê derxistin û heta roja me jî wekî gelekî hebûna xwe biparêze. Di vê yekê de jina Kurd bi roleke pêşeng rabûye.
Li beramberî polîtîkayên înkar û îmhayê berxwedana gelê Kurd pêş ketiye, li gelek qadan gelê Kurd di qirkirinên fîzîkî re hatiye derbaskirin û bi taybet piştî berxwedana Agiriyê dijminê gelê Kurd wisa fikiriye ku êdî wan gelê Kurd li çiyayê Agirî binax kirine, bi betonê jî ser wan girtine. Yanî kengî serê xwe rake wê serê wê li dîwar bikeve û bêje ez mirime.
Di van êrîşên tinekirinê de rola hêzên hegemonîk eşkere ye. Bi taybet piştî hevpeymanên ku hebûna gelê Kurd înkar dike di qirna 20’an de erk dan dewleta Tirk ku gelê Kurd îmha bike. Bawer dikirin ku gelê Kurd piştî van êrîşan wê ti carî nikaribe serê xwe rake û wê tine bibe. Maneya van êrîşên dijwar çi bû? Dixwestin ji çanda dayika xwedawend tolê rakin. Ji ber ku kok e, xwedî hebûneke herî kevnar e, di vê axê de ji bo hemû mirovatiyê pêşengtî kiriye.
Li gorî hesab û kîtabên hatine kirin, li gorî hevpeymanên hatine pêşxistin wer difikirîn ku wekî çawa gelê Ermenî di qirkirina fîzîkî re derbas kirin, wê ji bo gelê Kurd jî ev bikirana. Bi vê armancê di qirnên 19’emîn û 20’emîn de hêzên xwe ji bo qirkirina fîzîkî û çandî ya gelê Kurd seferber kirin. Rê û rêbazên cur bi cur ceribandin. Di encama van polîtîkayên înkar û îmhayê de ku sed sal in didomin, wisa kirin ku Kurd bi qedera xwe razî bibin, ji rastî û hebûna xwe dûr bikevin, heta ji nasnameya xwe şerm bikin. Di roja me de jî ev polîtîka bi rengên cur bi cur dîsa li ser kar in û bi saya têkoşîn û berxwedana gelê Kurd ev polîtîka eşkere bûne û li dijî van polîtîkayên înkar û îmhayê têkoşîna gelê Kurd didome.
Rêber Apo di sala 1949’an de li gundê Amarayê hat dinê û ji zarokatiya xwe ve ferqa xwe danî holê. Piştî lêgerînên dijwar di salên 1970 de wekî rêber derket pêş, bi mezinkirina têkoşînê ve ew Kurdên dihat gotin mirî ye, ji xewa giran şiyar kir, rakir ser piyan û xist nav têkoşîna hebûn û azadiyê.
Bi derketina Rojê re ew tarîtiya li ser gelê Kurd rabibû. Bi vê re civaka Kurd a ku ji ber hebûna xwe, Kurdîtiya xwe şerm dikir gav bi gav fikir û felsefeya Rêber Apo nas kir, piştre xwe nas kir û xwe bi dinyayê da nasandin. Ev Ronahî destpêkê li ser Bakurê Kurdistanê belav bû, dûvre belavî çar parçeyên Kurdistanê û her devereke ku Kurd lê ne bû. Yek ji parçeyên Kurdistanê ya ku feyde ji vê ronahiyê girt, ev fikir û felsefe dawerivand hinavên xwe jî Rojavayê Kurdistanê ye. Ev pirs dikare bê pirsîn, gelo çima ewqas însan, tevî jin, zarok, kal û pîrên xwe li dora vê îdeolojiyê kom bûn? Ji ber ku ev îdeolojî ket serê wan, di mejiyê wan de bi cih bû, pê bawer kirin û gotin xelasiya wan di vê îdeolojiyê de ye. Qeneh bûn ku bi rêka vê îdeolojiyê wê xwe ji zilma sedan salan rizgar bikin. Û her wiha, sir û raza vê îdeolojiyê jî ew bû ku xeleka herî lawaz dixist navenda xwe. Yanî neteweya destpêkê hatiye kolekirin, jin, xist navenda xwe û têkoşîna xwe li ser vî bingehî domand. Lewma dema ku Rêber Apo derbasî Rojavayê Kurdistanê bû beşeke ji civake li dora tevgerê kom bû û bi demê re mezin bû.
Rêber Apo di sala 1979’an de derbasî Rojavayê Kurdiistanê bû û di nava gel de xebitî. Vê xebata Rêber Apo heta Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an jî dewam kir. Di vê navberê de Rêber Apo diçû malên gel, civîn li dar dixistin, gel li Kampa Mahsûm Korkmaz kom dikir, ji Rojava bi hezaran însan diçûn Libnanê û Rêber Apo didîtin. Di van civînan de jin, ciwan, zarok, kal, pîr ji her temenî û cinsî însan amade dibûn. Dema ku vedigeriyan mala xwe jî bi moral û motîvasyoneke mezin vedigerin. Bi vî rengî dest bi kar û xebatên xwe dikirin. Ev xebata Rêber Apo ya ji çend malan dest pê kir û gihişt bi hezaran malan, her ku çû berfirehiya îdeolojiyê jî mezin kir û di dil û mejiyê gel de kûrtir kir. Gel zana kir. Gel hebûna xwe nas kir, li xwe vegeriya, ket maneya xwebûnê. Bi taybet jî rastiya dijmin baş da naskirin. Di encama van xebatan û vê ronîkirinê de bi sedan ciwanên Kurd ji Rojavayê Kurdistanê tevlî nav Têkoşîna Azadiyê bûn. Yanî xwe ji wê fikra teng a ku Kurdistanê tenê derdora xwe, tenê wekî parçeyekî dibîne xelas bûn. Diyar kir ku li ku derê dibe bila bibe wê ji bo Kurdistanê şer bike û têbikoşe. Gelê Rojavayê Kurdistanê hem di milê manewî de hem jî di milê maddî de xwe bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re kir yek. Ji ber vê yekê mirov nikare bibêje ku heger îro li Rojavayê Kurdistanê şoreş pêk hatibe ev tişt ji ber xwe ve çêbûye. Şoreş, di encama keda mezin a Rêber Apo de pêk hatiye.
Li Rojavayê Kurdistanê mijara ku gel herî zêde pê bandor bû berxwedana li zindana Amedê bû. Bi taybet jî berxwedana hevalên destpêkê yên mîna hevalên Mazlûm, Hayrî, Kemal, Hakî, Ferhat û Sakîne bû. Ji ber vê bandoriyê li Rojavayê Kurdistanê navê van hevalan li zarokan dihatin kirin. Bi taybet ji bo jinan berxwedana hevala Sara destanî bû û bandoreke bêhempa ava dikir. Hevala Sara jin bû, ruxmî hemû êşkenceyên fîzîkî û psîkolojîk jî li beramberî dijmin serî netewand û teslîm nebû. Di şexsê hevala Sara de diyardeya namûsê baştir hat fêmkirin. Ji bo namûsê di nava civakên feodal de tê gotin ku ‘jin namûs e’. Ev îdîa têk çû. Hat dîtin ku namûsa herî mezin welatê te ye, bi namûsî jî bênamûsî jî girêdayî rewşa welatê te ye. Cihekî mîna Kobanê, ku di Rojavayê Kurdistanê de wekî qada herî feodal tê nasîn, ji vê yekê gelekî bandor bû û ket nav guhertineke mezin. Li cihên mîna Kobanê nedihiştin jin ji malê derkevin, jin ewqasî biçûk dihatin dîtin. Dema ku ev îdeolojî, berxwedan nas kir, jê fêm kir wê çaxê hemû adetên civaka feodal serûbin bûn. Piştî wê ji bo nav tevgera azadiyê tevlîbûna jinê çêbû. Yek ji mînakên vê guhertinê jî hevala Dîcle Kobanê bû.
Heman guhertinê xwe li Efrîn û Cizîrê jî nîşan dida. Dema ku Akademiya li Lubnanê hat girtin Rêber Apo wê demê got; “Akademî hat girtin, lê belê wê her maleke Rojava bibe akademiyek.” Ev yek bi rastî jî wisa bû. Her maleke Rojavayê Kurdistanê bû cihê perwerdekirina ciwanên Rojavayê Kurdistanê. Rêber Apo bi xwe bi van perwerdeyan re eleqedar dibû û encamên pir baş hatin derxistin. Di encama van perwerdeyan de bi sedan jinên ciwan tevlî nav refên tevgera azadiya Kurdistanê bûn.
Di dîroka Rojavayê Kurdistanê de bi hatina Tevgera Azadiya Kurdistanê re cara yekemîn gel wisa tê rêxistinkirin. Ew civakbûna ku bi demê re hatibû belavkirin, hatibû lawazkirin careke din bi hatina Tevgera Azadiya Kurdistanê re zindî bû. Beriya ku Tevgera Azadiya Kurdistanê derkeve herêmên Cizîr, Kobanê û Efrînê, yanî hersê herêmên Rojavayê Kurdistanê ji hev qut bibûn, peywendiyeke rêk û pêk di navbera van herêman de tine bû. Rojavayê Kurdistanê yek parçe bû, lê belê ev yek parçe jî di nava xwe de bibû sê parçe. Ji ber ku êrîşên parçekirinê û nêzîkatiyên feodal bi bandor bûn û lewre gel pir zêde bi rastiya xwe nizanîbû nakokî ketibûn navbera herêman. Herêman ji hev hez nedikirin, bi çavekî biçûk li hev dinêrin, henekên xwe bi hev dikirin. Wek mînak, kesên ku li herêma Cizîrê diman pir zêde erdnîgariya Efrînê nizanîbûn û her wiha civaka Efrînê jî pir zêde nas nedikirin. Yanî di nava parçeyekî Kurdistana hatî parçekirin bi xwe de jî gel parçe parçe bibû. Ev hemû jî di encama polîtîkayên dijmin de pêş ketibûn û heta astekê jî hatibûn.
Tevgera Azadiya Kurdistanê hat Rojavayê Kurdistanê, hemû mijarên ku zirar dida gel tespît kir û bi têkoşîneke mezin ve sererast kir. Ew biyanîbûna ketibû nav gelê Kurd ji holê rakir, civakbûna Kurdan careke din zindî kir, geş kir û ruhekî ku hevdu his bikin, bi hev bihesin ava kir. Ruhekî wisa ava kir ku kesên li Kobanê rûdinên bi rûdanên li Efrîn û Cizîrê dihesin û his dikin. Bi vî rengî gel karîbû xwe û derdora xwe baş nas bike, zihniyeta netew-dewletê ya ku civak parçe dikir fêm bike û li dijî wê têkoşînê bimeşîne. Her ku civakê Tevgera Azadiyê nas kir zêdetir xwe nêz kir, bi sedan ciwanên xwe tevlî nav partiyê kir û ji bo têkoşîna Azadiya Kurdistanê derbasî çiyayên azad kir.
Xebatên gel ên li Rojavayê Kurdistanê bi awayekî veşartî û dizî dihatin birêvebirin. Ji ber ku dewleta Sûrî, rejîma BAAS’ê nedihişt Tevgera Azadiyê xebatên gel bi rê ve bibe û zext dikir. Xebatên gel ên Tevgera Azadiyê bi taybet bi salên 1990’î re geş bû, berfireh bû. Bi van xebatan re di nava hemû beşên civakê de rêxistin hatin avakirin; rêxistinên xwendevanan, jinan, zarokan û ciwanan. Heta yekîtî jî hatin avakirin. Di van rêxistinkirinan de xala herî sereke perwerdekirina gel bû. Rêber Apo bi vê perwerdeyê gel ronî dikir, gel rastî û dîroka xwe nas dikir, dizanîbû ji ku derê hatiye û pêwîst e çi bike. Bi saya van perwerdeyan gel zêdetir xwedî li Tevgera Azadiya Kurdistanê derket. Wisa lê hat ku gel bi destê xwe zarokên xwe wekî diyarî dida Tevgera Azadiyê. Nuqteyeke pir girîng bû; dê û bav zarokên xwe wekî diyarî didan nav refên têkoşînê. Sedema vê jî ew bû ku gel bi vê îdeolojiyê bawer kir, dema gihişt vê baweriyê ku rizgarî di vî fikrî de ye hat wê astê ku tişta li ber dilê wan herî giranbiha, zarokên xwe, li ser vê rêyê bexşandin.
Lûtkeya vê bawerî û dilsoziyê di dema Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an de pir diyar bû. Hêzên hegemonîk, hemû dinya bibû yek û bi ser Rêber Apo de dihat. Li ser vê yekê ji gelê Rojavayê Kurdistanê însan ref bi ref herikîn nav çeperên gerîlayên Azadiya Kurdistanê. Zêdetirî van tevlîbûnan jî ji jinên ciwan pêk dihat.
Di encama xebatên Rêber Apo de li Rojavayê Kurdistanê bingehekî şoreşê hat danîn û tenê li benda çirûskekê bû. Ev çirûsk di sala 2011’an de bi serîrakirina gel a li Tûnisê dest pê kir û li welatên din ên li Rojhilata Navîn belav bû. Gelan ji bo azadiya xwe serî rakirin û xwestin xwe ji hikumdariya bi salan xelas bikin. Lê belê, di giştî de gel negihiştin wê encama ku dixwestin. Sedem ew bû ku gel ne rêxistinkirî bûn. Ji ber vê yekê jî yên hatin ser hikum xwedî heman zihniyetê bûn. Gel dîsa perîşan bû, koçber bû. Ev pêla serhildanan di heman demê de gihişt Sûrî jî. Serhildanê li Derayê dest pê kir û belavî hemû bajarên Sûrî bû. Van serhildanan di nava bajarên Kurdan jî bandora xwe nîşan da û Kurdan ev yek ji bo xwe wekî firsendeke dîrokî nirxandin, ji bo ku azadiya xwe bi dest bixin rabûn ser piyan.
Mîna ku Rêber Apo dibêje, di pêvajoyên wisa de kîjan gel rêxistinkirî bin ew dikarin bi ser bikevin. Li Rojavayê Kurdistanê mîna vê firsendê di sala 2004’an de jî çêbibû, lê belê wê çaxê rewşa heyî pir cuda bû. Wê çaxê jî gel rabibû ser piyan, feqet pêşengiyeke xurt a ku karibe rê nîşanî gel bide tine bû. Wê çaxê di nava PKK’ê de hewldanên tasfiyekariyê hebûn û wan kesayetên tasfiyekar xwestin di şexsê Rojavayê Kurdistanê de derbê li xebatên Rêber Apo bidin. Lê, ev hedefa wan bi ser neket. Wê çaxê gel ji aliyê Rêber Apo ve hatibû perwerdekirin û xwedî hişmendiyekê bû. Lewre dikare bê gotin ku her şoreşek li ser bingehekî dîrokî pêk tê, yanî her şoreşek xwedî mîraseke dîrokî ye.
Şoreşa Rojava jî xwedî mîrateyekê ye, wisa jiberxweve çênebû. Di warê îdeolojîk de xwedî bingehekî xurt e. Rêber Apo bi xwe yekser li vê qadê 20 salan ked daye, xebat meşandiye. Di heman demê de keda bi hezaran hevalan heye. Dîsa, keda gel heye, ku bi ruhê welatparêziyê li dijî hemû zilm û zora bi ser de hat jî li ber xwe da û ev berxwedan gihand asta şoreşê. Gel xwe bi rêxistin kir, xweseriya xwe ava kir, artêşa xwe ava kir, YPG û YPJ rêxistin kir, pergala xwe ya xwerêveberiyê ava kir, yanî li ser esasê perspektîfên Rêber Apo, bi armanca avakirina neteweya demokratîk gel xwe bi xwe bi rê ve bir û gel bi xwe bû xwedî îrade.
Yek ji xalên sereke û navendî ya di fikir û felsefeya Rêber Apo de ew e ku cins, çîn û neteweya herî destpêkê hatiye kolekirin, yanî jinê datîne destpêkê, ji vir dest pê dike û îdeolojiyê li ser vî bingehî dide rûniştandin. Ferqa tevgera me ji tevgerên din ên cîhanê ev e. Rêber Apo mijara jinê wekî mijareke stratejîk girt dest û têkoşîn li ser vî esasî meşand. Tevgerên din ev mijar bi awayakî stratejîk negirtin dest, taktîkî nêz bûn û piştî ku şoreş gihişt serî jî rewşa jinê dîsa wekî berê ma, nêzîkatiya li beramberî jinê jî wekî berê ma. Ji ber vê yekê ew tevger û partiyên bi vî rengî nêzî jinê bûn di dawiya dawî de dîsa ketin hembêza modernîteya kapîtalîst û ji hedef û armancên xwe yên destpêkê dûr ketin. Sir û raza sêhrî ya serketina îdeolojiya Rêber Apo di vir de ye.
Li Rojavayê Kurdistanê ya herî zêde derket pêş û civak jî kişand nav tevgerê tevlîbûna jinê bû. Tevlîbûna jinê ya ji bo nav tevgera azadiyê bû bingeh ku di nava civakê de guhertineke kokî, hîmî pêk were. Ev rewş çawa çêbû? Berê baweriya malbatan bi keçên wan nedihat, tenê nedişandin cihekî, yan jî nedihiştin li gel yekî ku nas nekin derkeve derve. Her wiha nedihiştin keçek bi tena serê xwe derkeve û mal bi mal bigere. Dîsa, dema ku xortekî ji derve, biyanî bihata û li malê zilamek tine bûya, li ber derî paşve dişand. Yek ev mînak heye, yek jî encama perwerdeya Rêber Apo heye bê çiqasî di civakê de guhertin çêkiriye. Ji ber vê yekê dikare bê gotin ku civaka Rojava ti carî ewqasî rêxistinkirî nebûye. Di encama hewldan, ked û têkoşîna Rêber Apo de ji xwendekarên zanîngehê, ji xwendekarên amadehî û gelek beşên din ên civakê gelek kes tevlî nav refên şoreşa Azadiya Kurdistanê bûn.
Ji ber vê yekê, heger îro li Rojavayê Kurdistanê şoreş li ser piyan be bingeha wê li ser vê kedê û zihniyetê ye. Dîsa dema ku li Rojava hem navxweyî hem jî derve êrîşên tên pêşxistin, dorpêça heyî li ber çav tê girtin baştir tê fêmkirin çima şoreş heta niha têk neçûye. Sedema vê ya esasî ew e ku şoreşê ji bo xwe xeta sêyemîn kiriye bingeh, li ser vê xetê dimeşe û wê li ser vê xetê bimeşe. Heger şoreşê wekî şoreşên din, yan jî tevgerên din bigota ew hêza me nîn e, em mecbûr in pişta xwe bi hinekan girê bidin, wê heman aqûbet bidîta. Di dîrokê de jî ji bo vê ferasetê ji bilî binketinê rêyeke din tine ye. Bingehê îdeolojiya şoreşa me li ser esasê baweriya bi hêz û îradeya cewherî ye. Di vê rewşê de hêz gel e, ji bilî gelê xwe tu pişta xwe nadî ti hêzeke din. Ji ber vê yekê Tevgera Azadiya Kurdistanê rêxistinkirina gel esas girt û li hemberî zihniyet û siyaseta faşîst û qirker bi vî rengî dest bi têkoşînê kir û têkoşîna xwe li ser vî hîmî domand.
Şoreşa Rojava deh sal li pey xwe hiştin û niha 11 salî ye. Şoreşa Rojava wekî şoreşa jinê tê birêvebirin. Wekî bingehê fikrî, îdeolojîk jixwe wekî me li jorê jî diyar kir xwe bi pêşengiya jinê îfade kir û li ser esasê azadîxwaziya jinê têkoşîn meşand. Her wiha, di pêvajoya şoreşê de jî jinê xwe li her qada jiyanê, ji qada leşgerî heta qada civakî, bi rêxistin kir û di vî warî de jî hewl da rola xwe ya pêşengiyê bi cih bîne. Li hemberî sîstem û zihniyeta baviksalarî têkoşîn meşand, bi têkoşîna xwe ve qadên ku li ser jinê hatine girtin û qedexekirin vekir, di qada rêveberiyê de bi pergala hevserokatiyê ve cihê jinê yê hatibû dizîn, dabûn şêlûkirin û li jinê hatibû qedexekirin careke din li ser esasê pîvanên civaka demokratîk û azadîxwaziya jinê lê vegerand. Jinê jî êdî got ez heme, xwedî îrade me, xwedî nasname me. Got ti kes nikare bi zorê, bi dek û dolaban vê pergala ku bi keda Rêber Apo û bi hezaran şehîdan hatiye avakirin desteser bike. Ji bo vê yekê li dijî çeteyên bi zihniyeta zilamserwer şer kir. Li dijî dijminê jinê şer kir. Li dijî dijminê civakê şer kir. Li dijî dijminê mirovatiyê şer kir. Ev dijminê wisa hemû tortên zihniyeta zilamserwer bi awayekî eşkere bi xwe re hilgirtibû têk bir. Bi ruhê fedaî yê Arînan, Avesteyan, Biharan bi ser vî dijminê xwînmij de çû. Bi vê sekna canbexşane raber kir ku xeta Bêrîtan û Zîlanan tê domandin, zindî ye û hikmê xwe îcra dike. Vê yekê jî bingehê xwe ji îdeolojiya Rêber Apo girt, bi ked û hewldanên Rêber Apo pêk hat. Rêber Apo ev şer û têkoşîn di asta şaristaniyan de girt dest. Wekî têkoşîna Modernîteya Demokratîk û Modernîteya Kapîtalîst. Şerekî di vê astê de mezin hat meşandin. Ji ber vê yekê Şoreşa Rojava bi hêza leşkerî ya YPJ’ê ve deng veda, zêdetir hat naskirin û ji bo hemû jinên cîhanê bû îlham. Zihniyeta ku qadan li jinê digire, li ser jinê qedexe dike, dibêje jin nikare şer bike têk çû. Şoreşa Rojava di pêşengiya jinê de ev zihniyet ji binî ve hilweşand. Bi taybet jî şerê li dijî çeteyên zilamserwer ên xwînxwar û têkbirina wan ev rewş bi awayekî eşkere raxist ber çavan.
Yek jî di aliyê înşakirina civakê de pêwîst e mirov li mijarê mêze bike. Di nava şoreşa Rojava de yek ji xalên girîng jî pergala hevserokatiyê ye. Pergala hevserokatiyê li dijî qalibên zihniyeta baviksalarî bûye bersiveke dîrokî. Li gorî van qalibên zihniyeta baviksalarî zilam her tişt bû, zilam di her qada jiyanê de cihê xwe digirt, cihê jinê jî tenê nav çar dîwarên malê û çend karên diyar ên mîna mamostetî, hemşîretiyê bû. Bi Şoreşa Rojava re ev sîstema ku bi vî rengî li ser esasê cinsiyetparêziyê hatiye avakirin hat xerakirin û bi pêşengiya jinê ji bo civakeke demokratîk, azad û wekhev pergala hevserokatiyê hat rûniştandin. Wisa jî ew zihniyeta ku dibêje asta zilam ji ya jinê bilindtir e têk bir. Di çareserkirina hemû pirsgirêkên civakî de hevserok bi hev re biryar didin, hêza çareseriyê datînin holê û pirsgirêkên gel bi hev re çareser dikin. Her wiha, jinê wekî bingehê pergala Konfederalîzma Demokratîk di avakirina komun û meclîsan de jî rol lîst, bi rêka van saziyan gihişt wê astê ku pirsgirêkên jinan li komînê, li taxê yan jî gund, nîqaş bike, binirxîne û çareser bike. Li gel vê, ji bo jinên ku di mal de li beramberî nêzîkatî û helwestên zihniyeta zilamserwer zehmetiyan dikşînin jî malên jinan hatine avakirin. Li van malan jî li ser pirsgirêkan û çareseriyên wan nîqaş tên meşandin. Dîsa jinê wekî pergala xwe ya xweser di her qadê de komîteyên xwe ava kirine. Ji komîteya tenduristiyê heta parastinê, ji komîteyên maliye, aborî heta komîteya rêxistinkirina zarokan jinan di nava pergala xwe ya xweser de xwe rêxistin kirine. Ji bo guhertin û veguhertina zihniyeta zilamê serdest jinan dest bi xebatên perwerdekirina zilaman kirine. Ev yek bi xwe serketineke bêhemta ye. Di Şoreşa Rojava de bi pêşengtiya jinê ji bo ku malbat a dendika şaristaniya dewletdar, şaristaniya cinsiyetparêz e bê guhertin, demokratîk bibe mîna vê xebatên cur bi cur tên meşandin.
Li gel vê, hemû gelên li ser xaka Rojavayê Kurdistanê dijîn xwe di bin sîwana Konfederalîzma Demokratîk de bi rêxistin kirin, saziyên xwe çêkirin, hêza xwe ya parastinê ava kirin. Li ser xaka Rojavayê Kurdistanê ti gelekî bê rêxistin nema. Bi rêberiya fikra neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk civakan xwe nas kirin, doza azadiya xwe kirin, ji bo vê yekê têkoşîn meşandin, xwe bi rêxistin kirin, di rêveberiya pergala Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûrî de cih girtin. Yek ji bingehên esasî ya ku şoreşê li ser piyan digire jî ew e ku hemû rengên civakê yên li ser xaka Bakur-Rojhilatê Sûrî dijîn xwe li gorî pergala neteweya demokratîk bi rêxistin kirine, di nava vê pergala demokratîk de her reng xwe îfade dike, li gorî çand û zimanê xwe rêxistina xwe ava dike, dibe xwedî îrade û xwe bi xwe bi rê ve dibe.
Heger îro bi ser Bakur-Rojhilatê Sûrî de ewqas êrîş pêş dikevin, tê dorpêçkirin û li beramberî êrîşan bêdengî heye, yanî hevkariya di van êrîşan de bi awayekî eşkere tê nîşandan sedemê wê ev e. Pergala li Bakur-Rojhilatê Sûrî li ser bingehê civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê dixwaze tê hûnandin. Yanî li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst e. Pergala li Bakur-Rojhilatê Sûrî hewl dide li ser xeta modernîteya demokratîk xwe ava bike û ev jî berjewendiyên hêzên yekdestdar hemûyî têk dibe. Ev model cara yekemîn bi vî rengî li Rojavayê Kurdistanê dikeve meriyetê û her diçe serketina xwe jî ispat dike.
Di rewşa heyî de dijminên gelê Kurd ji bo hilweşandina vê pergalê ketine nava her cure hewldanan. Hemû rê û rêbazî bi kar tînin. Wekî çawa Rêber Apo jin xist bingeha fikrên xwe û li ser vî bingehî pergal pêş xist, dijmin jî di hedefa xwe ya yekemîn de jin bi cih kirine, êrîşên pir dijwar pêş dixin. Dijmin dema ku jinê dike hedef jî ferq û cudatiyeke mîna milîtan e, welatparêz e, herêmî ye, sempatîzan e naxe navberê. Hemûyan jî dike hedef û bi vî rengî êrîş dike. Êrîş wekî çawa bi rêka fîzîkî pêk tên, her wiha bi rêka şerê taybet jî di dewrê de ne. Ji bo dijmin her jina ku tehma azadiyê kiriye, azadî nas kiriye hedef e. Lewma jî di vê pêvajoyê de êrîş herî zêde bi rêka şerê taybet tên pêşxistin. Bi vê rêkê dixwazin di şexsê jinê de civakê xera bikin. Dixwazin çand û exlaqê civakê ji hev bixînin û civakê ji civakbûnê derxînin.
Li beramberî van êrîşan hemûyî, çi di warê fîzîkî de dibe çi jî bi rêkên cuda yên şerê taybet dibe, di serî de jina Kurd, jin xwe li ser esasê Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî bi rêxistin dikin. Jin bi awayekî rêxistî salên şoreşê pêşwazî dikin. Şîara “Jin Jiyan Azadî” ya ku êdî li cîhanê bûye sembola azadiya jinê, wê bibe sîwaneke wisa ku di sedsala 21’emîn de hemû jin di bin banê wê de kom bibin. Bi avakirina Konfederalîzma Demokratîk a Rojhilata Navîn a bi pêşengiya jinê ve wê sîstema modernîteya kapîtalîst li Rojhilata Navîn têk biçe û wekî Rêber Apo jî gotiye, wê sedsala 21’an bibe sedsala jinê. Li ser vî bingehî di serî de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, erk û berpirsiyariyên me yên kêm mane, me bi cih neanîne hene. Ji bo pêkanîna erk û berpirsiyariyên xwe derfetên me hene, dîrokê firsend daye me, tenê ya dimîne ew e ku em wekî jin karibin dil û mejiyê xwe bi ronahiya felsefeya Rêber Apo bihûnin, rêxistinbûna xwe xurttir bikin, bi awayekî xurttir xwedî li erk û berpirsiyariyên xwe derkevin û em qirna 21’emîn bikin qirna jina azad.