ŞOREŞA ROJAVA Û TEVGERA CIVAKA DEMOKRATÎK
RÛKEN EHMED
Destpêk:
Rojava beşeke ji xaka Kurdistanê ye û piştî peymana Sykes-Picot a di 1917’an de ji bo Sûriyeyê hatiye hiştin. Tevgera Azadiya Kurdistanê, PKK’ê, salên dûvdirêj xebatên cur bi cur li vê xaka Kurdistanê meşandiye û tesîreke pir mezin li civaka Rojavayê Kurdistanê kiriye. Bi taybet jî Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo di sala 1979’an de derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye, heta sala 1998’an li vê qadê xebat meşandiye, civaka Rojava li dora bîr û baweriyên azadiyê civandiye. Li ser vî esasî bi hezaran ciwanên Rojavayê Kurdistanê tevlî nav refên gerîlayên azadiyê bûne.
Ji ber ku li Rojavayê Kurdistanê bi vî rengî şoreş pêş ketiye dewleta Tirkiye tengav bûye, NATO ji xebatên Tevgera Azadiyê tirsiyaye. Li ser vî esasî li dijî Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo komployeke navneteweyî ketiye dewrê, Serokatî ji qadê derketiye û piştî wê jî hêzên komploger Rêber Apo radestî dewleta Tirkî kirine. Di nava vê komployê de rejîma Şamê jî cihê xwe girtiye û wekî peymaneke teslîmbûnê di 20’ê Cotmeha 1998’an de li gel Tirkiyeyê Peymana Edeneyê îmze kiriye. Naveroka vê peymanê bi giştî li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê bûye û piştî peymanê rejîma Sûrî li Rojavayê Kurdistanê zexteke mezin li ser civaka Kurd kiriye, li pêşiya xebatên siyasî û civakî her cure astengî daniye û bi taybet jî ev zexta xwe li dijî fikir û felsefeya Rêber Apo meşandiye. Ango, li Rojavayê Kurdistanê xebatên siyasî û civakî ketiye bin atmosfereke zehmet, rejîma Sûrî derfet nedaye ku ti rêxistinên civakî bên avakirin, pêş bikevin.
Di sala 2003’yan de jî dema ku bi êrîşa DYA’yê re hikûmeta li Bexdayê hilweşiya û Başûrê Kurdistanê girêdayî vê rewşê wekî herêmeke azad hatibû ragihandin metirsiya li gel rejîma Sûrî zêdetir bibû. Ditirsî ku heman rewşa li Bexdayê çêbûye bi serê wê de jî were. Li ser vê yekê li dijî daxwazên Kurdên li Sûrî ket nav hewldanan. Bi bahaneya ku di navbera du tîmên futbolê de, tîma Dêra Zorê û tîma Qamişlo, nakokî çêbûne di 12’ê Adara 2004’an de rejîma BAAS’ê li Qamişloyê komkujiyeke nîjadperestî kir. Vê komkujiyê di nava civaka Kurd a Sûrî de nerazîbûneke mezin çêkir û bû sebeba serhildanê. Wê demê hem rejîma Sûrî hem jî hin partiyên ku qaşo xwe Kurdî dibînin berpirsiyariya vê bûyerê avêtin ser Apociyan. Li ser vê yekê civaka Kurd bi giştî û bi taybet jî alîgirên Tevgera Azadiyê kirin hedefa xwe, bi destê rejîma Sûrî kiryarên herî qirêj anîn serê Kurdan. Wê çaxê di nava civaka Rojava de nîqaş hatin kirin, dihat gotin ku pêwîst e lixweveger, xwebirêxistinkirin û parastin pêş bikeve. Di vê navberê de ku piraniya partiyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê di nava xemsariyeke mezin de bûn, xebatên xwebirêxistinkirinê dihat meşandin û tevgereke siyasî-civakî dihat avakirin. Ango, tevgera civaka demokratîk di nava civakê de dihat rêxistinkirin.
DI NAVA ZOR Û ZEHMETIYAN DE DAMEZRANDIN Û PÊŞKETIN
Ji komkujiya 2004’an û şûn de rejîma Sûrî li dijî gelê Rojavayê Kurdisanê siyaseteke pir hişk meşandiye. Şahî, hilkeft, komcivîn, xebatên siyasî û civakî hatin qedexekirin. Ne tenê ev, êşkence û gulebaran jî hebûn. Ji Adara 2004’an û şûn de desthilatdariya BAAS’ê li dijî Kurdên li Sûrî siyaseteke nîjadperest şopand. Ji ber ku hikûmeta Sûrî di nasnameya Kurdan de ji bo xwe metirsî didît. Li ser vê yekê di sala 2004’an de 36 kes qetil kirin, zêdetirî 160 kesî birîndar kirin, zêdetirî 2 hezar kesî jî binçav kirin. Piştî vê, kiryarên wekî kuştin û binçavkirinê qet ranewestiyan, bi dehan alîgirên Tevgera Azadiyê û welatparêzên Rojavayê Kurdistanê hatin binçavkirin û êşkencekirin.
Partiya bi navê AKP’ê di Mijdara 2002’yan de li Tirkiyeyê bû desthilatdar, ji bo siyaseta derve bi dirûşma “Sifir Pirsgirêk” ket nav hewldanan. Di vê çarçoveyê de li gel rejîma Sûrî gelek gavên pratîkî avêtin. Dijminatiya di navbera xwe de veguherandin dostaniyekê û bi vî rengî rejîma Sûrî hem bi xwe li hundirê Sûrî êrîşên xwe yên li dijî alîgir û têkoşerên Tevgera Azadiyê zêde kir hem jî piştgirî da êrîşên Tirkî yên li dijî Tevgera Azadiyê. Wekî bedela vê lihevkirina qirêj Tirkiyeyê rêjeya ava Feratê ya digihêje milê Sûrî zêde kir. Kapasîteya bazirganiyê ya ku di 1998’an de 600 milyon dolar bû, di sala 2010’an de gihand 2,3 milyar dolarî.
Piştî ku ev tifaqa dewleta Tirk û Sûrî ava bû di serî de Tevgera Azadiyê, gelê Kurd bedelekî giran da. Êdî Sûrî ji bo gelê Kurd bû wekî zindaneke servekirî û rûbirûyî kiryar û siyasetên herî xerab hatine. Di nava rewşeke wiha de ku civaka Rojavayê Kurdistanê hewcedarî rêxistineke xurt û hevgirtî bû, di sala 2006’an de yekemîn rêxistina Tevgera Civaka Demokratîk bi navê Komaleya Civaka Kurd a Li Rojavayê Kurdistanê hat damezrandin. Ev yek wekî çawa ji bo civaka Rojavayê Kurdistanê pêdiviyek bû her wiha ji bo rejîma Sûrî jî bû bersivek. Rejîma Sûrî gelekî tehde li gel dikir û bi kiryarên şovenîst nêzî gel dibû. Li gel vê, bi taybet piştî qetlîama li Qamişlo ya di 2004’an de civak ji tevgerên siyasî yên heyî bêhêvî bibû. Ji ber ku ev tevger di asta bûyer û geşedanan de xuya nedikirin, pratîkên wan tine bû. Lê, Komaleya Civaka Kurd a Li Rojavayê Kurdistanê li ser bingehê azadiya Kurdistanê û demokratîkbûna Sûriyê hat avakirin û bi pratîka xwe ve hêviyeke nû li ba civaka li Rojavayê Kurdistanê ava kir.
Bêguman, tevn û torên rejîma Sûrî li Rojavayê Kurdistanê xurt bibû, ji ber vê yekê Komaleyê xebatên xwe li Rojava û Sûrî bi awayekî veşartî, dûrî çavê dezgehên ewlekariyê yên girêdayî hikûmeta Şamê bi rê ve dibir. Tevgerê dixwest li giştî Rojavayê Kurdistanê û li hin bajarên mîna Heleb, Şam, Lazqiye, Hums heta Lubnanê xebatên xwe berfireh bike. Ji avabûna Komaleyê û şûn de, salên di navbera 2006 û 2011’an de rejîma Sûriyeyê ji bo ku dilê dewleta Tirk xweş bike û her wiha tirs û xofa xwe ya li beramberî Tevgera Azadiyê bişkîne bi dehan endam û serkirdeyên Tevgera Azadiyê binçav kirin, girtin, gelek endamên TEV-DEM’ê di zindanên rejîma Şamê de şehîd xistin, çarenûsa gelek endamên Tevgerê heta roja îro jî hêna ne diyar e. Her wiha, rejîma Sûrî girêdayî vê polîtîkaya xwe gelek têkoşerên Tevgera Azadiyê jî radestî Tirkiyeyê kirin.
DI NAVA KRÎZÊ DE VEGUHERTIN
Di 16’ê Adara 2011’an de li dijî rejîma Sûrî li seranserî Sûrî xwepêşandanên gel çêbûn û ji bo rûxandina Serokê Sûrî Beşar Esad dirûşm hatin bilindkirin. Lê belê, hêna jî ji ber dîroka rejîma BAAS’ê bi gel re metirsî hebû. Ji ber ku di salên 1980’yî de, ku wê çaxê Hafiz Esad, bavê Beşar Esad serokê Sûrî bû, li deverên wekî Helebê komkujî çêbibûn. Rejîma Sûrî bi awayekî dijwar berê xwe dabû endamên Îxwanî Mislimîn. Bi taybet jî li bajarê Hemayê li gorî hin jêderan zêdetirî 30 hezar kes hatine kuştin. Ji ber vê yekê li gel endamên Îxwanî Mislimîn, ku xwe di bin navên cuda de rêxistin kiribûn, dudiliyeke mezin hebû. Lê, gelê Kurd ji ber komkujiya di sala 2004’an de serî hildabû, dîwarê tirsê şkandibû û vê yekê jî ji bo ku gelên li Sûrî karibin li dijî rejîmê derkevin û heta hilweşînin hêviyek afirandibû. Her wiha, rêxistinên siyasî yên Sûrî, bi taybet jî Îxwanî Mislimîn ketibûn nav liv û tevgereke wisa, lê hêviya wan jî ew bû ku Kurd jî li hemberî rejîmê rabin û di hilweşandina Beşar Esad de cihê xwe bigirin. Ji ber vê yekê di ragihandin û dirûşmên xwe de her tim pesnê Kurdan didan û behsa yekbûna gelên li Sûrî dikirin.
Tevgerên siyasî yên Kurd ên li Sûrî jî, ji bilî PYD’ê, bûyer û geşedan pir ji rêzê dixwendin, digotin di nava çend mehan de wê rejîma BAAS hilweşe. Ji ber vê yekê ev partiyên siyasî ketin bin bandora alîgirên Îxwanî Mislimîn, ku wekî “Hevrêziyên Şoreşê” dihatin binavkirin û dirûşmeyên Îxwanî Mislimîn bi zanebûn berz dikirin û îro jî bi nezanî dibêjin. Bi vê yekê berê gelê Kurd û çarenûsa Rojavayê Kurdistanê ber bi nediyariyê ve, ber bi windakirinê ve dibirin.
Komaleya Civaka Kurd a Li Rojavayê Kurdistanê ev rewş ferq kir, dît ku bi vî rengî civaka Kurdî bi hişmendiya hevrêziyên Îxwanî Mislimîn û bi siyaseta tevlîhev a partiyên Kurd ber bi jihevdeketinê ve diçe û dikeve bin xizmeta Îslama Siyasî. Dît ku partiyên siyasî yên Kurd, ku piştre wekî ENKS hat naskirin, nikare rewşê ji hev derxîne û ketiye bin tesîra hevrêziyan, nexwest civaka Kurdî û civaka Sûrî bikeve bin xizmet û ajandayên hêzên herêmî û hêzên kûrewî û bi taybet jî bikeve bin xizmeta dewleta Tirk, ku ji destpêka krîza Sûriyeyê ve du armancên wê hebûn; yek, bi hilweşandina rejîma Esad re wê Îxwanî Mislimîn bianiya ser desthilatdariyê û dudu, wê Kurd ji her cure mafî bêpar bihişta. Ji bo vê yekê, Komaleya Civaka Kurd a Li Rojavayê Kurdistanê di 3’yê Tîrmeha 2011’an de li bajarê Girkê Legê bi tevlîbûna bi dehan kesayet, serokên êlan, însanên ji pêkhateyên cuda, jin, ciwan, rewşenbîr û welatparêzên Rojavayê Kurdistanê kongreya xwe li dar xist. Di vê kongreyê de ji ber ku navê Komaleya Civaka Kurd a Li Rojava wekî Tevgera Civaka Demokratîk-TEVDEM’ê guheriye wekî kongreya yekemîn a Tevgera Civaka Demokratîk, TEVDEM’ê, jî tê zanîn.
XWEBIRÊXISTINKIRINA TEVDEM’Ê
Di nava civaka Rojavayê Kurdistanê de TEVDEM weke modeleke nû ya xebatê bû. Civaka Rojavayê Kurdistanê tevgerên siyasî û partiyên siyasî nas dikirin. Her yek ji wan xwediyê karakterekî diyar bû û xwe di çarçoveyeke dogmatîk de bi rêxistin kiribûn. Ji ber ku TEVDEM’ê bi armanca guhertina civakê û lidarxistina şoreşê ji xwe re civak esas girtibû, di bingeh de ji van tevger û partiyên siyasî cuda dibû.
Ji sala 2011’an û şûn de rejîma BAAS’ê li paytexta xwe Şamê, li hin bajarên mîna Hema, Hums, Helebê zehmetî kişandin û tengav bû. Ji ber vê yekê xwe ji deverên Rojavayê Kurdistanê vekişand. Li ser vê yekê alîgirên Tevgera Civaka Demokratîk û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) leşker û saziyên emnî yên rejîma BAAS’ê yên li Rojavayê Kurdistanê mane qewitandin. Bi vî rengî TEVDEM’ê xebata xwe ya civakî li gel xebata siyasî û xweparastinê da destpêkirin.
Piştî ku rejîma BAAS’ê ji herêmên Rojavayê Kurdistanê hat qewitandin wekî cihê şanazî û serbilindahiyê yekemîn saziya hat vekirin Saziya Zimanê Kurdî bû. Bi gotineke din, şoreşê bi şoreşa çandî dest pê kir. Li gel vê yekê, TEVDEM’ê di nava pêkhateyên herêmê de jî liv û tevgereke pir mezin kir. Ji bo ku nûnertiya hemû pêkhateyan di nava meclîs û saziyan de hebin, ji olan bigirin heta mezheb û êlan, heta rûspiyên Kurd, Ereb û Xrîstiyanan, li cem gelek rengan peywendî hatin danîn. Ji bo ku civaka Rojavayê Kurdistanê bi tevahî beşdarî xebatan bibe danûstendinên berfireh çêbûn. Ji bo ku bedeneke siyasî çêbibe û nûnertiya deverê bike li gel rêxistin û partiyên siyasî têkilî hatin danîn. Ji ber vê yekê, TEVDEM’ê xwe ne tenê wekî tevgereke civakî, her wiha xwe wekî tevgereke siyasî û parastina civakî jî bi rêxistin kiriye. TEVDEM’ê piştî van xebatan xwe li Rojavayê Kurdistanê wekî sîwaneke siyasî û rêveberiyê daye pêş û xwe di ber vê yekê de erkdar dîtiye.
TEVDEM’ê, di 16.12.2011’an de Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê ava kir. Li vir paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, projeya çareseriya pirsgirêka Kurd, projeya neteweya demokratîk pêşkêş kir. Lewma jî projeya ku wê hemû pêkhate çawa karibin bi hevbeşî bijîn, welatekî hevbeş çawa bê avakirin, civakeke xweser çawa bê avakirin û çawa karibe bi rengekî dûrî zihniyeta dewletê xwe bi xwe bi rê ve bibe pêşkêş kiriye. Bi vî şeklî TEVDEM’ê di gelek waran de xwe da pêş, ji destpêka damezrandina xwe ve civak bi rêxistin kir, armanc kir ku di nava civakê de çand û nirxên demokratîk berbelav bibe û çanda xweparastinê bi cih bibe. TEVDEM’ê dixwest li Sûrî giştî xwe bigihîne pergaleke siyasî ya adilane û di vir de jî bi roleke çalak û bi bandor rabe.
Di nava TEVDEM’ê de pênc partiyên sereke hebûn:
- Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD),
- Partiya Yekîtiya Lîberal a Kurdistanê,
- Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanê,
- Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê
- Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (Partî).
Li gorî Tevgera Civaka Demokratîk, sîstemên desthilatdar hêna jî li dijî gelê Kurd û gelên din siyaseta qirkirinê dişopînin, bi vê yekê armanc dikin ku hebûna Kurdan ji holê rakin, vîna gelên din ên ku bi Kurdan re dijîn têk bibin. Ji ber vê yekê TEVDEM’ê li ser esasê fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelê Kurd û azadiya giştî pêkhateyên din gelek erk û berpirsiyartî li xwe girtine.
ARMANCÊN MEZIN TEVGEREKE XURT HEWCE DIKE
Li Rojavayê Kurdistanê avabûna Tevgera Civaka Demokratîk ne tiştekî ji rêzê bû. Di demeke wisa de hat avakirin ku civaka Rojavayê Kurdistanê hewcedarî rêxistinbûn û tevgereke cidî bû. Ji ber ku lazim bû berpirsiyariya serdemê hilgire ser milên xwe. Çunkî wê çaxê Rojavayê Kurdistanê di aliyê siyasî û civakî de ketibû nava tevlîheviyeke pir mezin. Li milekî partiyên siyasî yên heyî nikarin bi têrkerî pêvajoya siyasî bixwînin û çareseriyan ava bikin, li milê din jî têkildarî siberoja Rojavayê Kurdistanê û Sûrî gumanên civakê hebûn. Di nava aliyên siyasî û rêxistinên heyî de, ku di nava krîzê de bûn, civak bi rengekî dawiya wê nediyar dihat û diçû. Ango, civaka Rojavayê Kurdistanê xwe di nava vê rewşê de bêyî rêveber û bêyî pêşeng didît. Ji ber vê yekê TEVDEM li hemberî vê tevlîheviya siyasî û civakî bû bersiveke xurt, ji bo Kurdan û hemû pêkhateyên herêmê projeyên çareseriyê pêşkêş kir. Her wiha, maskeya muxalefeta ku xwe li ser esasê îdeolojiya Îxwanî Mislimîn ava kiribû û şaxên xwe berdida Rojavayê Kurdistanê jî daxist jêrê.
TEVDEM’ê bi rêka tevger û xebatên xwe ve armancên xwe ji civakê re zelal kiriye, jixwe armancên Tevgera Civaka Demokratîk di rêziknameya wê de jî hatiye eşkerekirin. TEVDEM’ê li gorî rêziknameya xwe hewl daye civakê di aliyê siyasî, aborî, çandî de bi rêxistin bike û pêş bixîne. Avakirina civakeke demokratîk, exlaqî û siyasî daniye pêşiya xwe. Xwestiye maf û azadiyan biparêze û hemû koçber li welatê xwe vegerin. TEVDEM’ê, bi rengekî tersî tevgerên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê, li dijî nîjadperestiya li ser bingehê etnîkî û baweriyan têkoşîn meşandiye. Bi vî şeklî TEVDEM’ê dikarîbû pêkhateyên cuda cuda jî di nava xwe de vehewîne û derfetê xebata hevbeş bide avakirin. TEVDEM’ê jin û ciwan wekî pêşengên pergala civakî pênase kiriye, mîsogeriya mafên wan ji erka xwe dîtiye, hewl daye derfetên pîşesazî û perwerdekirinê hêsan bike. TEVDEM’ê azadiya jinê û beşdarbûna wê ya di hemû qadan de (siyasî, aborî, çandî û hwd.) wekî pîvana azadiya civakê dîtiye û li ser vî bingehî avakirin û rûniştandina pergala hevserokatiyê wekî armanc daye ber xwe.
Ji bo vê pergala Tevgera Civaka Demokratîk dikare bê gotin ku di cihanê de pergaleke yekta ye, hemtayê wê tine ye. TEVDEM’ê, di çarçoveya neteweya demokratîk de, li ser esasê welatê hevpar û prensîbên azadî û dadmendiya civakî projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pêşkêş kiriye. Di serî de pirsgirêka Kurd, ji bo çareseriya pirsgirêkên hemû herêmên Sûrî li ser vî hîmî xebat meşandine. Ji bo ku çanda demokratîk bi bernameyên perwerdeyê di Akademiyên Civaka Demokratîk de were pêşxistin, civak di çarçoveya Saziyên Civaka Sivîl de were zanekirin û di xizmeta berjewendiyên giştî civakê de kar bike, rêxistinên civaka sivîl di berhemdayîn û xizmetguzariyên civakî de werin çalakkirin, li ser asta Sûrî têkiliya xwişk-biratî, hevkarî û yekîtiya di navbera rêxistinên civaka sivîl de bê xurtkirin, piştevaniya gelên ku dixwazin çarenûsa xwe diyar bikin bê kirin, bi piştevaniya neteweyî ji bo ku koçber bi awayekî ewle li warên xwe vegerin, edaleta civakî bê sazkirin, ku bi avakirina yekîtiya neteweyî dikare pêk were, TEVDEM’ê xebat meşandine û bi vî rengî hedefên xwe diyar kirine. Her wiha, Tevgera Civaka Demokratîk di avakirina civakeke demokratîk, siyasî û exlaqî de rewşa tevgerên siyasî yên Kurd jî piştguh nekiriye, her dem hewl daye bi awayekî yekrêzî û hevbeş li gel van tevgeran kar û xebatê bide meşandin. Bi taybet piştî ku TEVDEM’ê kongreya xwe ya Yekemîn li dar xist, ji bo çareserkirina aloziya di nava Sûrî de rû dide ket nav hewldanan. Ji ber ku wê demê grûbên çekdar ên Îslamî û rejîma Sûrî di nava zihniyet û kiryarên qirker û şerên mezhebî de xwe li hev radikişandin. Her wiha TEVDEM li dijî jihevbelavbûna mala Kurdî jî têkoşiyaye, ku partiyên wê yên siyasî ketibûn nava nakokiyan.
TEVDEM’ê, ji bo ku helwestên partiyên Kurd jî bibin yek li Rojavayê Kurdistanê xebat meşandine, însiyatîfeke zêde bi kar aniye. Lê belê, di nava van hewldanên xwe de her tim li zihniyeta teng a partiyên Kurd rast hatiye. Dîsa, ji ber zextên dewleta Tirk û bandora Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li ser hin partiyên siyasî, ev hewldanên yekîtiyê yên TEVDEM’ê bê encam mane. TEVDEM’ê di Sibata 2014’an de projeya Çareseriya Demokratîk pêşniyar kiriye. Di vê pêşniyarê de hemû aliyên siyasî, çandî, dîplomatîk û xweparastinê li ber çav girtiye. Wekî alternatîfa sîstema serdestî û nîjadperestiyê, pergala demokratîk û ne navendî pêşniyar kiriye. Di nava vê pêşniyarê de mafê hemû pêkhate û mezheban mîsoger dike û ji bo ku li Sûrî çareseriya demokratîk pêk were rêgezên bingehîn pêşniyar dike.
Rêgezên hatine pêşniyarkirin bi vî rengî ne:
Rêgezên Civakî: Ji bo rewşa desthilatdarî, civak û jinê, lazim e em têkiliyên civakbûnê yên li ser kokê û destpêkê esas bigirin; lazim e rewş, cih û rola jinê ya di nava civakê de bê sererastkirin, bi rêya pêşxistina saziyan ve karibe di hemû qadên jiyanê de tevlî aktîvîteyan bibe. Bi vî rengî wê karibe ji hemû aliyan ve xwe bigihîne şayanê xwe û bi hevbeşê din re di nava civakê de karibe çanda jiyana wekhev pêk bîne.
Civaka Sûrî, ku xerakirina berfireh gihiştiye hemû aliyên wê, ji yekeya civakbûnê ya herî biçûk, malbatê, dest pê dike ta giştî civakê diçe. Li vê derê, hem ji bo rewşa civakê ya giştî hem jî ji bo rewşa civakê ya taybet, ji bo hemû pêkhateyên Sûrî, li gel hemû taybetmendiyên wê yên çandî û nasnameyî divê em rêzê raber bikin. Bi vî rengî civaka Sûrî wê karibe heta astekê azadî û serxwebûna pêkhateyên xwe mîsoger bike.
Rêgezên Siyasî: Dema ku li gorî rewşa Sûrî çareserî tê danîn, lazim e rewşa pirçandî û pirrengiyê li ber çav bê girtin. Her wiha, lazim e rastiya hebûna Sûrî û dewleta Sûrî li ber çavan were girtin. Pêwîst e serxwebûn û azadî ji bo hemû pêkhate, nasname û avaniyan bi pergaleke ne navendî ya demokratîk bê mîsogerkirin.
Rêgezên Zagonî: Zagona demokratîk ji bo xwe pirrengiyê dike bingeh. Ji vê jî girîngtir zagona demokratîk kêm caran berê xwe dide rêzkirina zagonan. Binyada zagona demokratîk bi rengekî sade tê avakirin. Netew-dewlet rengekî zordar ê dewletê ye ku kiryarên xwe herî zêde bi rêka zagonan pêk tîne. Destê xwe ji tiştên herî biçûk heta tiştên herî mezin dixe nava hemû tiştî. Binpêkirina kevneşopî û fikrên civakî bi taybet ji xwe re dike armanc. Lê, daxwaza civakên kevnar bi piranî ew e ku pirsgirêkên xwe bi kiryarên xwe yên ramyarî û kevneşopî çareser bikin.
Rêgezên Xweparastinê: Xweparastin, parastineke rewa ye. Xwe dispêre aktîfbûna hêzên civakê yên xweser ên xwedî vîneke xweser û li benda pejirandina dewletê yan piştgiriya dewletê yan jî rênîşenderiya dewletê namîne. Lewma jî saziyên parastinê yên cuda heta asteke mezin serbixwe ne û xebata destûra demokratîk li welat bi rêxistin dikin.
Rêgezên Aborî: Ji nav cureyên dagirkeriyê dagirkeriya aborî cureya herî xeter e. Ji bo ku civakekê pê bişkîne û ji hev bela bike wekî rêbazekî dijminatiyê tê bikaranîn. Ji ber vê yekê êsîrbûna di aliyê aborî de ji bo înkara nasnameyê û tinekirina azadiyê bûye saziya herî dijwar.
Di nava rêveberiyên xweseriya demokratîk de pergala aborî ne tenê li ser van kiryarên hovane disekine, her wiha ji bo ku civak ji nû ve aboriya xwe bi dest bixe xebatan dimeşîne.
Rêgezên Dîplomasî: Dîplomasî ji bo netew-dewletan wekî organekî şer dixebite. Yanî wekî saziyeke ji bo amadekirina şer dixebite, ne ji bo aştiyê. Lê, li gorî zanista Neteweya Demokratîk dîplomasî ji bo ku di navbera civakan de aştî pêk were, piştgirî pêş bikeve, danûstendinên afirîner çêbibin û pirsgirêkên zehmet bên çareserkirin dixebite.
Rêgezên Çandî: Li dijî “tekbûn” û înkarê, şoreş şoreşeke pirçandî û demokratîk e. Ev şoreş wê pirsgirêka ku zimanên resen wekî zimanên fermî îlan dike çareser bike. Gel wê fêrî zimanê xwe bibe û her wiha zimanê xwe fêr bike. Li ser vî bingehî wê pêwîstî bi vekirina akademiyên ziman û çandê û navendên çandê çêbibe.
Li ser bingehê pêşniyar an jî projeya TEVDEM’ê ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûrî bi giştî, xebatên xweseriya demokratîk bi piranî hatine meşandin. Bêguman, li gorî geşedanan, li gorî pêdiviyên pêvajoyan TEVDEM’ê jî berê xwe daye guhertin û veguhertinan.
VEGUHERTINÊN DI NAVA TEVDEMÊ DE
Komalên Civaka Kurd a Li Rojavayê Kurdistanê wekî Tevgera Civaka Demokratîk veguherî û bi vî rengî TEVDEM hat damezrandin. Di Kongreya Yekemîn a TEVDEM’ê de desteya rêveber bi karûbarên tevgerê re radibû û hîna bi awayekî fermî pergala hevserokatiyê tine bû. Her çiqasî di warê pratîkî de hebe jî ji ber leza geşedanên li Rojavayê Kurdistanê guhertinên pêwîst wekî dihat xwestin di nava TEVDEM’ê de çênedibûn. Wê çaxê grûbên çekdar zehf êrîşî herêmê dikirin û bi taybet jî grûba bi navê DAÎŞ’ê.
Tevgera Civaka Demokratîk, Kongreya xwe ya Duyemîn di 2015’an de li dar xist. Bi vê kongreyê re guhertinên mezin jî di nava xwe de çêkirin. Yek ji van guhertinan jî avakirin û rûniştandina sîstema hevserokatiyê bû. Jixwe di dema kongreya duyemîn de jî yek jê jin yek jî mêr 2 kesan hevserokatiya TEVDEM’ê kirine. TEVDEM’ê roleke sereke daye jinê û hewl daye jin di nava hemû sazî û rêxistinên nû yên TEVDEM’ê de cihê xwe bigirin. Her wiha, Tevgera Civaka Demokratîk girîngiyeke mezin daye avakirina komun û meclîsan. TEVDEM’ê hewl daye li tevahiya gundewar û bajarên Rojavayê Kurdistanê komun û meclîsan bi rê xîne û gel bi awayekî çalak beşdarî van rêxistinan bike. Her wiha, bingehê Xweseriya Demokratîk, ku li ser esasê felsefeya neteweya demokratîk e, ji hêla TEVDEM’ê ve hatiye danîn. Ango, TEVDEM’ê heta kongreya xwe ya sêyemîn, ku di 2018’an de hat lidarxistin, li Rojavayê Kurdistanê wekî sîwaneke siyasî-civakî xebat daye meşandin.
Ji 2011’an û şûn de, ango bi destpêkirina krîza navxweyî ya Sûrî re TEVDEM’ê di nava civaka Rojavayê Kurdistanê de gelek xebat dane meşandin. Ji bo ku karibe li Rojavayê Kurdistanê rêxistinkirineke demokratîk bi cih bike li dijî her cure cudaxwazî, tekperestî, newekhevî û zihniyeta serdestiyê têkoşiyaye. Ji bo ku aliyên siyasî karibin li hev bikin û bi hev re xebatan bikin di aliyê siyasî de kedeke pir mezin daye. Gihişt wê astê ku di damezrandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk de û di Pêşxistina Rêveberiya Wê de bi roleke sereke rabû. Bi beşdarbûna partiyên siyasî û bi hilbijartinên demokratîk ve Xweseriya Demokratîk daye rûniştandin.
TEVDEM’ê bi zanebûn û tecrûbeyên xwe ve dizanî ku tu pergalên siyasî bêyî çavdêriyeke civakî wê nikaribe rêya demokratîk biparêze. Lewma rêxistinbûna tevgereke sivîl hewce dîtiye. TEVDEM’ê ji destpêka damezrandina xwe ve xwe di ber civakê de berpirsiyar dîtiye, xwe çareserkerê kêşe û aloziyên civakê dîtiye. Her wiha, TEVDEM bûye avaker û parêzvanê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê. Parastin û pêşxistina destketiyên gel wekî erka xwe dîtiye. Li ser vî hîmî, TEVDEM’ê li dijî terorê û zordestiyê zemînekî gelêrî û hevpar ava kiriye.
Lê, piştî ku li Bakur-Rojhilatê Sûrî rêveberiyên xweser û rêveberiyên sivîl hatin ragihandin û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk hate avakirin, di TEVDEM’ê de hewcedarî bi guhertinên nû çêbûne. Ji ber vê yekê jî di rêxistinbûna TEVDEM’ê de gelek guhertinên cuda hatine kirin.
Ji bo xebatên TEVDEM’ê, Kongreya 3’yemîn a ku di Tebaxa 2018’an de hatibû lidarxistin bibû qonaxeke nû. Di Kongreyê de hat destnîşankirin ku hewce ye TEVDEM di binesaziya rêxistinbûn û siyaseta xwe de guhertinê çêbike, rengekî sîwana saziyên civaka sivîl bigire, bi vî rengî di parastin û pêşxistina Xweseriya Demokratîk de rolê bilîze, hişmendiya civakê pêş bixîne, civakeke rexnegir û çavdêr ava bike. Li gel vê yekê, di vê pêvajoyê de Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûrî di demên pir nazik û girîng re derbas dibûn. Di vê pêvajoyê de roleke nû, guhertineke nû ji TEVDEM’ê dihat xwestin. TEVDEM’ê wê nûnertiya qada sêyemîn bikira. TEVDEM’ê, ji ber ku bi giyanê şoreşa civakbûyînê xebata xwe dida meşandin û ji bo ku karibe pirsgirêkan bi awayekî bingehîn çareser bike xwe dispart felsefeya guhertina giştî. Ji ber ku TEVDEM, nûnertiya civakê dike û xwe di ber civakê de berpirsiyar dibîne.
Bi kurtasî, ji bo ku li Bakur-Rojhilatê Sûrî projeya neteweya demokratîk bê mayindekirin, parastin û avakirin Kongreya Sêyemîn a TEVDEM’ê pêngaveke nû ya têkoşînê bû. Ev jî bi rengê rêxistinkirina qada sêyemîn bû, ango bi rêxistinkirina civaka sivîl pêk dihat.
Li gorî guhertinê, TEVDEM’ê yekîtî, sendîka û ode ava kirin, bi vî rengî wê civaka sivîl bi şeklekî sîstematîk rêxistinbûyîna civaka sivîl xurt bikira. Di heman demê de rêxistin û saziyên ku di nava Tevgera Civaka Demokratîk de hatine birêxistinkirin wê di nava xwe de civak jî bi rêxistin bikira. Wisa jî rêxistinên civaka sivîl, ango çarçoveya qada sêyemîn wê xwe ava bikira û xurt biba. Ji ber ku civak xwe di van saziyan de bi rêxistin dike û dikare di nava van saziyan de parastina dozên xwe yên siyasî jî bike. Wek mînak, dikare di nava van saziyan de li dijî hişmendiya baviksalarî têbikoşin û her wiha parastina dozên neteweyî yên gelan jî bikin.
Bêguman, ji bo ku TEVDEM’ê karîbûya di çarçoveya qada sêyemîn de yan jî di qada civaka sivîl de xebat bimeşanda pêwîstî bi guhertina sazûmaniyên wê hebû. Ji ber vê yekê TEVDEM’ê sazûmaniya xwe ya nivîsgehê û komîteyên girêdayî xwe guhertin. Dest pê kir gelek beş û komîteyên nû yên ku dikarin di qada civaka sivîl de xebatan bimeşînin ava kir. Hingî jî wekî gava yekemîn li Bakur-Rojhilatê Sûrî nivîsgehên xwe yên rêxistinî vekirin. Dîsa, ji bo parastina mafê hejar û welatiyan jî nivîsgehên qanûnî-mafî hatin avakirin. Van nivîsgehan guhdarî giliyên welatiyan dikirin, wekî navbeynkar di navbera welatî û saziyan de xebat dimeşandin û hewl didan mafan biparêzin. Yek ji karên sereke yê TEVDEM’ê jî ew bû ku piştgiriyê bide yekîtiyan. Di navbera yekîtiyan û saziyên Rêveberiya Xweser de navbeynkarî dikirin, piştgirî didan hemû yekîtiyên sivîl û bi wan re alîkar dibûn.
Ji bo ku civakeke saxlem û pêşketî bê avakirin bêguman perwerde xaleke sereke ye. Ji ber ku civaka bêyî perwerde her tim li paş dimîne û xwe nas nake. Lewra TEVDEM’ê nivîsgehên perwerdeyê jî ava kirin. Bi rêka van nivîsgehan hewl da di nava civakê de derfetan û pisporiyên fikrî û rêxistinî werin avakirin.
Ji bo ku li cem tevahî rêxistin û tevgerên li Bakur-Rojhilatê Sûrî û dewletên li herêmê peywendî bên danîn, Nivîsgehên Têkiliyan jî hatin aktîfkirin.
Wekî tê zanîn Şoreşa Rojavayê Kurdistanê di serî de şoreşa jina têkoşer e, yan jî şoreşa jinê ye. TEVDEM’ê, ji bo ku jin karibin xurt bibin û di avakirina civakê de bi rola xwe rabin Nivîsgehên Jinan jî vekir. Ji bo avakirina civakeke demokratîk bi taybet li ser rêxistinbûna wê sekiniye.
Ciwan, di nava TEVDEM’ê de xwedî cihekî girîng hatine dîtin û li ser vî bingehî Nivîsgehên Ciwanan jî hatine vekirin. Ji ber ku ciwan di avakirina civaka demokratîk de bi rola sereke radibin, di avakirina siberojê de esas in.
Bi berdewamkirina xebatê re di asta Bakur-Rojhilatê Sûrî de di bin sîwana TEVDEM’ê de zêdetirî 27 yekîtiyan, rêxistinan, sazî û komaleyan xwe rêxistin kirine û xebatên xwe dane meşandin. Ev guhertinên hatine kirin hemû jî encamên Kongreya Sêyemîn bûn. Ji ber ku di kongreya sêyemîn de, ku di 28’ê Tebaxa 2018’an de hatibû lidarxistin, TEVDEM’ê diyar kiribû ku ew ê di nava xwe de gelek guhertinan pêk bîne, ji aliyê rêxistinî ve wê guh bide saziyên civaka sivîl û rêveberiya karûbarên civakê bike. Dîsa, destnîşan kiribû ku wê meclîs û komunan radestî Rêveberiya Xweser a Demokratîk bike. TEVDEM’ê ragihandiye ku ew ê bi rêya saziyên civaka sivîl dest bi rêxistin û dîsîplînekirina qad û çînên civakê bike.
Weke gaveke di vî warî de jî TEVDEM wê hemû meclîs û komunan radestî desteyên peywendîdar ên Rêveberiya Xweser bike û wê karên xwe li navçeyên ku ji destê DAÎŞ’ê nû hatine rizgarkirin berfireh bike.
Hêzên Parastina Civakê (HPC), ku bi beşdariya xelkên ji tax û bajaran hatiye damezrandin û ji bo parastina ewlekariya herêmên xwe li kêleka Asayîşê çek rakirine, wê girêdayî TEVDEM’ê bimînin û karê xwe bi vî rengî bidomînin.
Li gorî mekanîzmaya nû, TEVDEM wê li gel parêzer, dermansaz, pîşesaz, rojnamevan, jin û hemû qad û çînên civakê peywendiyê deyne. Armanca TEVDEM’ê ya ji van têkiliyan ew e ku rêxistinî û yekîtiya van saziyan pêş bixîne.
TEVDEM’ê ji bo ku karibe vê bername û ajandaya xwe pêk bîne meclîseke ji 64 endaman pêk tê ava kiriye.
TEV-DEM TEVAHIYA SÛRIYÊ DIGRE DEST
Ji Kongreya Sêyemîn a TEVDEM’ê û şûn de di nava Tevgera Civaka Demokratîk de gelek guhertinên mezin çêbûne. Di vê pêvajoyê de di asta Bakur-Rojhilatê Sûrî de xebat meşandine. Di vê pêvajoyê de li Rojavayê Kurdistanê û Sûrî gelek geşedan û pêşketinên nû çêbûne. Yek ji mînakên van pêşketinan jî di nava giştî pêkhateyên Bakur-Rojhilatê Sûrî de, her wiha di nava gelên Sûrî û bi giştî Rojhilata Navîn de belavbûna projeya çareseriya demokratîk û neteweya demokratîk e, ku mîmarê wê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ji ber ku xebat berfireh bû û diviyabû gelên Ereb, Suryan, Ermen û giştî pêkhate tevlî nav xebatan bibin, her wiha ji bo ku xebat ne tenê di asta Rojavayê Kurdistanê de, di asta giştî Sûrî de bê meşandin, hewcedarî bi guhertinên nû, rêbazên nû û sazûmaniyeke nû hebû.
TEVDEM’ê, Kongreya xwe ya Çaremîn di 5’ê Sibata 2022’yan de bi dirûşma “Çanda Demokratîk Bi Saziyên Demokratîk Pêş Dikeve” û bi beşdariya 400 delegeyan li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li Rimêlanê li dar xist. Di nava beşdaran de şexsiyetên ji tevahî rêxistinên siyasî, civakî, çandî, sendîka, rûspiyên eşîrên Kurd, Ereb û Suryanan amade bûn.
Tevgera Civaka Demokratîk di vê kongreya xwe de jî destnîşan kir ku ew ê di xeta polîtîk a sêyemîn de û di qada sêyemîn de, ango di nava rêxistinên civaka sivîl de xebatan bimeşîne. Her wiha di kongreyê de li ser berfirehkirina meclîsa giştî jî hatiye sekinandin, hejmara endamên meclîsê yên ku di Kongreya Sêyemîn de 64 bûn, di Kongreya Çaremîn de wekî 80 hatine diyarkirin. Di kongreyê de hat diyarkirin ku TEVDEM wê ji bo avakirina Sûriyeyeke ne navendî û bi mînaka xweseriya demokratîk, ku maf û azadiyên tevahî pêkhateyan tê de mîsoger dibe, têbikoşe. Di kongreyê de li gel van gelek biryarên rêxistinî jî hatin girtin.
Di Kongreya 4’emîn a TEVDEM’ê de hatiye destnîşankirin ku pêwîst e Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê di vê qonaxa hesas de bê lidarxistin, ji bo ku hemû herêmên dagirkirî bên rizgarkirin û hemû koçber bi rengekî ewle vegerin warên xwe jî têkoşîn bê meşandin. Ji bo ku Rêber Apo karibe bigihêje şert û mercên azadiya fîzîkî û ji bo ku navê PKK’ê ji lîsteya terorê bê derxistin, TEVDEM wê bi hemû derfetên xwe ve têbikoşe û di vê mijarê de jî piştgiriyê bide hemû însiyatîfên navneteweyî.
TEVDEM’ê di Kongreya xwe ya Çaremîn de biryar girt ku ji bo ku karibe avaniya rêxistinên civaka sivîl xurt bike li cem sazî û dezgehên civaka sivîl peywendiyên dîplomatîk deyne û di bin navê rêxistinên civaka sivîl de her sê mehan carekê kovarekê derxîne û biweşîne. Hatiye diyarkirin lazim e xebat li ser esasê parastina nirxan, fikrên civakî, karên dilsozî û xêrî bên meşandin, mafên civakê bên parastin, rêveberiya civakê li ser bingehên xurt ên pergala demokratîk bê avakirin.
Tevgera Civaka Demokratîk di Kongreya xwe de pêdiviya bi guhertina binesaziyê jî îfade kiriye û diyar kiriye ku TEVDEM sîwana sazî, rêxistin û yekîtiya civaka sivîl a li Bakur-Rojhilatê Sûrî bû, êdî pêwîst e wekî sîwana tevahî saziyên sivîl li giştî Sûrî bixebite.
Qada sêyemîn yek ji stûnên bingehîn ên pergalên demokratîk e û bêguman ji bo parastina demokratîkbûna vê pergalê jî hewcedarî bi çavdêrî û beşdarbûna civakê heye, pêwîst e civak karibe bi pêşniyar, biryar, sererastkirin û rexneyên xwe ve pergalê pêşde bibe. Ji ber vê yekê, TEVDEM’ê wekî çawa di destpêka avabûna xwe de avakirina civakeke demokratîk kiribû hedef, her wiha di kongreya xwe ya çaremîn de jî hemû xebata xwe ya ji avabûna Tevgera Civaka Demokratîk heta lidarketina Kongreya xwe ya Çaremîn di ber çav re derbas kiriye û bi vî rengî derbasî qonaxeke nû, pêvajoyeke nû ya xebatê bûye. TEVDEM’ê êdî ne tenê Rojavayê Kurdistanê, lê bi giştî Sûrî kiriye armanca xebatên xwe. Her wiha, yek ji armancên guhertinê yên TEVDEM’ê jî ew e ku karibe di xebatên qada sêyemîn de li Rojhilata Navîn bi giştî jî bibe bersiv.
WEKÎ ENCAM
Piştî ku “Bihara Ereban” dest pê kir, di Adara 2011’an de vê rewşê bandora xwe li nava sînorên Sûriyeyê jî kir. Girêdayî vê rewşê, li herêm û bajarên Kurdî jî li dijî rejîma Beşar Esad xwepêşandanan dest pê kir. Wê çaxê di nava partiyên siyasî yên Kurd de di aliyê xwendina pêvajoyê û hedefê de tevlîhevî û nezelalî hebûn. Partiyên ku xwe wekî partiyên Meclîsa Kurdî didîtin, bi piştgiriya PDK’ê ya li Başûr hatibûn avakirin û xwe wekî beşeke ji muxalefeta bi ser Îxwanî Mislimîn de didîtin. Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), li hemberî van û di heman demê de xebateke rêxistinkirî dimeşand. Ji van partiyan dixwest ku di bin sîwana xeta sêyemîn de gavan biavêjin. Ruxmî hemû hewldanên PYD’ê jî xebatên avakirina yekîtiya helwestên partiyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê ji ber ajandayên dewleta Tirk û PDK’ê neçûne serî. Ji ber vê yekê, ji bo ku Rojavayê Kurdistanê bibe xwedî pergalekê û bê rêxistinkirin di Mijdara 2013’an de hin partiyên siyasî yên mîna Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Partiya Yekîtiya Lîberal a Kurdistanê, Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanê, Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê Li Sûrî (Partî) di bin sîwana Tevgera Civaka Demokratîk de li hev kom bûn û ji bo herêmê îlana “Rêveberiya Demkî” kirin. Bi vî rengî TEVDEM ji bo Rojavayê Kurdistanê bû sîwaneke siyasî-civakî.
TEVDEM bi giştî tevgereke civakî ye û ji bo ku civakeke exlaqî-polîtîk, civakeke demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê dixwaze ava bike têdikoşe. Tevgera Civaka Demokratîk xwe dispêre wekheviya civakî, jiyana hevbeş, rêzgirtina ji bo pirrengiya çandî-etnîkî û parastina mafên hemû beşên civakê. Li beramberî hemû baweriyan rêzdar e û xwe ji jêr ber bi jor ve, bi rengekî dûrî têgeha dewletbûnê rêxistin dike.