ROLA DÎROKÎ YA PÊŞENGİYÊ YA CİWANÊN KU Dİ ŞOREŞA ROJAVA DE MOHRA XWE Lİ SERKEFTİNÊ DANE
TEVGERA CİWANÊN ROJAVA
ROLA DÎROKÎ YA PÊŞENGİYÊ YA CİWANÊN KU Dİ ŞOREŞA ROJAVA DE MOHRA XWE Lİ SERKEFTİNÊ DANE
TEVGERA CİWANÊN ROJAVA
Tê zanîn ku ciwan di têkoşîna Şoreşa Rojava de bi roleke dîrokî rabûne. Gava ku ji aliyê pêşketinên civakî ve ji hemû aliyan ve qonaxeke dîrokê dest pê dike, eger gotin di cihê xwe de be tişta hewce dike were kirin ew e ku mirov fitîlê pêxe. Ji bo ku ev di nava ciwanan de were birêxistinkirin jî hewce bû pêşî li pêşketinên ku îro em nikaribin bifikirin vebûya. Divê em bizanin ku pêşketinên civakî yên mezin, eger di qonaxeke her tişt amade de guleya destpêkê were avêtin, dê teqandineke mezintir çêbibe. Pêwîst e hemû beşên civakî gava ku di qonaxên bi vî şiklî yên şoreşê de bi rola xwe radibin, hewldana xwe ya xweser raber bikin, rengê xwe yê xweser tevlî vê pêvajoya şoreşê bikin.
Tecrûbe û ezmûnên pencî salî yên têkoşîna demokratîk, ji bo ku bi rola xwe rabe mîrateyeke mezin ji ciwanan re hiştiye û û derfet amade kiriye. Bi eslê xwe tevgera Apocî , tevgereke ciwanan e. Ev di her tiştî de wisa ye. Ciwanan ew ava kiribûn, ciwanan ew meşandibûn. Ji aliyê ruh ve, ji aliyê armanc û hedefan ve, ji aliyê pîvanên jiyanê ve, ji aliyê hêz û dînamîzma çalakiyê ve bi taybetmendiyên ciwantiyê xwe xemilandiye; tevgereke wisa ye ku bi temamî taybetmendiyên ciwantiyê ji xwe re kiriye terz û rêgez. Nêzîkbûna wan a îdeolojîk, pîvanên wan ên jiyanê û pîvanên paqij, saf, kolektîf û evîndarê azadiyê bi temamî bi pîvanên ciwantiyê dagirtî ye. Ev nîşan dide ku teza dibêje ‘tevgera Apocî timî tevgereke ciwan e, timî tevgereke ciwantî ye’ rast e. Di encamê de ciwan li derûdora tevgera Apocî kom bûne, ji bo xetimîna heyî ya li beramberî bûna hêzeke navpergalî rêya çareseriyê peyda kirine. Tevgera Apocî ji bo ku rola dikeve li ser milê xwe bi layiqî bi cih bîne, zaniye çavkaniya îlhamê ya herî mezin çi ye.
Ciwanên Rojava jî bi ruhê ji tevgera Apocî wergirtine, bi hemû dînamîzma ruhê ciwantiyê re kiriye yek û li Rojava li her derê cihê xwe girtiye, ji xebatan re pêşengî kiriye, pêşiya pêşketinên şoreşgerî vekiriye. Dîsa tevgera ciwanan ji bo gelên Rojhilata Navîn di têkoşîna wan a demokrasî û azadiyê de bûye pêşeng. Ciwanan bi rastî jî di asteke dîrokî de, ku her ku diçe xwe bi rêxistin dikirin, dibûn xwediyê zanebûn, di nava têkoşînê de xwe mezin dikirin, bi helwest, daxwaz û biryardariyeke ku her kesî matmayî bihêlin têkoşîn û rêxistinbûna xwe bi pêş dixistin.
Tevgera ciwanên Apocî beşeke pêşengiya têkoşîna demokrasî û azadiyê ye. Ji biryardariya wê ya têkoşîn û lidarxistina şoreşê tê fêmkirin ku vê tevgerê di pêvajoya şoreşa Rojava de pêngaveke mezin avêtiye, hewl daye pêşengiya ciwanan di têkoşîna demokrasî û azadiyê de baş bi cih bike û tevger bi pêngavên mezin bi pêşde biçe, hemleyekê bike.
Di nav civakê de her tim tê nîşkirin; ciwan kî ne, rola wan çi ye, di polîtîka û şoreşê de bi roleke çawa radibin? Modernîteya kapîtalîst yan jî ya netew-dewletên ku qereqol-baregehên wan ên îhtiyadî (yedek) ne, erk û wezîfeya destpêkê ya ji bo ku desthilatdariya xwe bi şiklekî saxlem û bi ewlehî bimeşînin, hewce dike di demeke zûtirîn de ciwanan bi pergalên xwe ve girêbidin, bikin yek. Her pergala xwediyê hişmendiya desthilatdariyê hewl dide ciwanan li gorî daxwazên xwe bixe şiklekî, li gorî xwe ferasetê bide qezenckirin. Hewl didin di asta herî bilind de ciwanan bi dînamîzma wan, bi enerjiya wan a têr û tije, ji bo ewlehî û domdariya pergala xwe, ji bo qezenca xwe ya madî wekî karkerên erzan kar dikin, wekî amûrekî herî girîng ku civakê di bin kontrolê de bigirin, wekî hêzeke timî hewce dike were perwerdekirin, were eciqandin, were kedîkirin bi kar bînin. Dem bi dem ji aliyê çandî, sosyolojik û psîkolojîk ve ji bo ku wan li pergalên xwe yên peritî entegre bikin, dixwazin bi polîtîkayên piralî ciwanan beralî bikin.
Pênaseyên herî dawî tê pêşxistîn jî ji bo vê yekê delîlên herî baş in. Bi taybetî dema ku em ji beriya li Kurdistanê şoreş dest pê bike bi mêyzandineke lêkolîner li raboriyê dinêrin, wan deman her kesî bi çavekî cûda li ciwanan mêyze dikir: ciwan bê disîplîn in, hêza wan têra polîtîkayê nake, bê rêbaz in, ecemî, cahil û serserî ne, beredayî ne. Ev nêzîkbûn û feraset nîşan didin ku bi hewldanên heyî ciwanên hêza herî dînamîk, zindî û enerjîk a civakê dixwazin bixin kîjan qaliban. Heta li hin cihan tê gotin ciwan ji bo desthilatiyê şer dikin, agirê şer in û li hemû welatan jî ji bo ku desthilatiyên heyî xwe biparêzin wekî mertal ciwanan bi kar tînin. Bi taybetî rejîma BAAS’ê ya li Sûriyeyê ji bo ku karibe desthilatdariya xwe bidomîne li dijî civakê ciwan bi kar anîne. Dewletê tenê wekî çavkaniya leşkerxaneyê ciwan bi kar dianîn. Saziyên bi navê ‘Zarokên BAAS’ê’ dihatin çêkirin. Lê encamên ku di pêvajoya şoreşê de li Rojavayê Kurdistanê derketine holê, nêrînên der barê ciwanan de guhertin. Heta li hin welatên Ereban, li hin cihên wekî Tûnis û Misir nêrînên çewt ên derbarê ciwanan de dikarîbûn werin guhertin. Dewletên hegemonîk careke din fêm kirin ku hêza karibe guherînê pêk bîne ciwan in û hewl dan ciwanan li cem xwe ragirin.
Eger em bala xwe bidinê li Tûnisê ciwanan çirûska azadiyê pêxistin. Li Sûriyeyê destpêkê ciwan ketin tevgerê û serî hildan. Li Humusê û Dera’yê Koordînasyonên Ciwanan hatin çêkirin, lê belê ji ber ku ev ciwan der barê polîtîka û têkoşînê de kêm ezmûn bûn ketin xizmeta rejîmê. Dewletê ji bo berjewendiya xwe ew bi kar anîn. Ciwanên Rojavayê Kurdistanê, wekî tevgera ciwanan di nava van pêşketinên derketine holê de xwediyê ferq û cudahiyan bûn. Ji bo asta ku hewce dikir xebata şoreşgerî-demokratîk xwe bigihînê, yanî asta tevlîbûnê ya ciwanan, di meşandina pêşengiya têkoşîna şoreşgerî-demokratîk de xwediyê rol û berpirsiyarî bû. Rêxistinbûna wê, ast û zanebûna wê ya ku karibe ji şoreşê re pêşengî bike, aliyê herî girîng bû ku ew ji yên din cuda dikir. Di têkoşîna şoreşa Rojavayê de ciwanan bi xeta pêşengiya xwe ya rêxistinbûn û çalakvaniyê berê pêşketinan diyar kirine û hiştine ku beşeke mezin a civakê tevlî vê pêvajoya şoreşê bibe.
Dewletên hegemonîk hewl dan ku ciwanên Rojavayê Kurdistanê li gelên xwe, li welatê xwe û li berpirsiyariyên xwe, li erkên xwe yên demê xwedî dernekevin. Nexwestin ku destûrê bidin ew ji bo ciwanên Rojhilata Navîn pêşengî bikin. Bi giştî li beramberê civaka Kurd gelek êrîş dihate pêkanîn. Gelê Kurd ji du sed sal e pê de bi rastiya nijadkujiya fîzîkî û çandî re rû bi rû bû. Dixwazin bi hemû aliyan ve wekî ku careke din navê wî jî neyê li ser ziman tine bikin û ji dîrokê rakin. Bi taybetî komploya navneteweyî ku di şexsê Rêber Apo de hatiye pêşxistin, bi hemû aliyên xwe ve raxistiye ber çavan ku ew hêz dixwazin çi ji Kurdan bikin. Bi êrîşên nijadkujiyê li ser ciwanên Rojavayê Kurdistanê bi terzê Ereb û Tirk bandoreke zêde ya çanda kapîtalîst bi pêş xistiye. Tê zanîn ku armanca dewletên Tirk û Sûriyê yên ku dijminê Kurdan in armanca çanda ku ew belav dikin ew e ku gelê Kurd xelas bikin, asimile bikin û biqedînin. Dewleta Tirk, dewleta Sûriye dewletên dagirker in. Divê mirov baş bizane ku gelek xweziya xwe bi dewleteke dagirker bîne, ew gel gihaştiye asteke herî xeter. Armanca nijadkujiya çandî ew e ku bi mirovekê/î, bi gelekî re hestên hezkirina ji dijminê xwe bi pêş bixe. Divê ti car neyê jibîrkirin ku rêbaza herî xeter a nijadkujiya ku li ser civakekê were pêkanîn, nijadkujiya çandî ye. Li ser vê esasê dixwazin li Kurdistanê nijadkujiyê timî di dewreyê de bihêlin. Ji ber vê yekê, ciwanên gelekî ku hewl tê dayin were tinekirin, di qirkirinê re were derbaskirin ji beriya her tiştî neçar bûn ku bizanin gelo ew bi pêvajoyeke çawa ya tinebûnê re rû bi rû ne. Ji ber vê yekê jî rola ciwanên şoreşger ew bû ku li beramberî pêvajoyeke tinebûnê ya wisa, civakê bi rêxistin bike û pê zanebûnê bide qezenckirin. Ev roleke ciwanan a pir dîrokî û girîng bû.
Ciwanan li pêşberî êrîşên paşverûtiya navneteweyî û piştre li dijî komploya navneteweyî pêşengiya berxwedana fedaî ya gel kirin. Û ya hê girîngtir jî ciwanan li pêşberî Rêber Apo û şehîdan, mezinkirina têkoşîn û pêkanîna şoreşê ji bo xwe wekî deynekî dîrokî didîtin. Her wiha pêşengiya ciwanan wekî ku hemû Rojavayê bigire nava xwe, karibe li hemû qadên şoreşê cihê xwe bigire û xwe bigihîne hemû ciwanên herêmê, bi şiklekî bi hêz xwe bi rêxistin kiriye, xwe bi rêgezên şoreşgerî, demokratîk û azadîxwaz xemilandiye û xwediyê berpirsiyariyeke pir girîng bûye. Teqez xuya bû ku pêşengiya ciwanan encax karîbû bi berpirsiyariyeke şoreşgerî ya wisa pêk were. Li ser nîqaş nedibû ku hewce ye ciwan bi rengê xwe tevlî şoreşa Rojava bibin; ew ê karibin bi bernameyên xwe, bi rêgezên xwe û bi terza xwe derkevin holê, vê bi şiklê ku xwe bi rêxistin bikin pratîze bikin û her wiha erka xwe ya pêşengiyê pêk bînin. Ji ber vê yekê jî dê ev rol û misyon, ciwanan bi moral û coşeke mezin bixe nava têkoşînê. Bi vî şiklî valahî û kêmasiya pêşengiya rêxistinî ku tevgerê hewce dîtiye bi rengekî xurt were derbaskirin.
Pêvajoya bihara gelan di sala 2010’an de dest pê kir. Ji Tûnisê dest pê kir û heya bi welatên din berbelav bû. Bi vê pêvajoyê re li cem gelan hêviyek peyda bû. Ji ber ku guhertin dibûn wan dê karîbûna rêjîmên xwe biguhartana. Êdî her tişt berevajî dibû. Vê rewşê li gorî demên derbasbûyî hin guhertin derxistin holê. Bi gelan re hêviyên wisa peyda bûn ku ew ê karibin ji bin nîrê serdestan rizgar bibin û pergalên xwe ava bikin. Belê, bihara gelan bi pêş ket; lê belê ti kesê ji gel re pêşengiyê bike, gel bi rê bixe û bi projeyên xwe yên demokratîk karibe ji bo daxwazên gelan bibe bersiv derneket holê. Hêviya gelan bi pêş ket, gel rabûn serhildanan, gelek rejîm têk çûn, li Tûnis, Lîbya û Misrê guherîn çêbûn. Lê belê piştî van guherînan ti tişt bi pêş neket. Rejîm hilweşiyan, lê belê li şûnê bedîl nehate bicihkirin. Ji ber ku projeyeke demokratîk tine bû. Tenê sehmek, hewayek çêkiribû. Pêşketinên paşê hatine jiyîn tên zanîn. Tevgera Azadiyê bi pêşengiya tevgera ciwanan û tevgera jinan têkoşîna civaka demokratîk û azad meşandiye. Vê jî hêviyek daye gelên ku li ber xwe didin, xwe ji her awayê hêzên zalim, çewisîner û desthilatdar rizgar bikin. Wekî projeya pêkve xwebirêvebirinê ya herî girîng a civaka demokratîk û azad dibû alternatîf. Ev proje ne tenê bi salên dawî bi sînor bû, di bingeha xwe de ji beriya salên dûr û dirêj xebata ji bo avakirina civakeke demokratîk û azad bû. Jixwe girîng û watedar bû ku di hatina pêvajoyeke bi vî awayî de ciwan bi rola xwe ya pêşengiyê rabûna. Û hêza ku ji bo pêvajoyê pêşengî dikir ciwan bûn.
Heya bi sala 2011’an jî xebat bi şiklekî îlegal dihatin meşandin. Di nava gel de xebatên rêxistinbûnê veşartî dimeşiya. Dema ku derfet bi pêş ketin û xebat berfireh bûn ciwanên Kurd, Ereb û Suryanî dest pê kirin xwe bi rêxistin bikin. Di çalakî û xebatên birêxistinbûnê de ciwan bi rola pêşengiyê radibûn. Hem dema gel dihate birêxistinkirin hem di avakirina YPG’ê de û di hemû saziyên dema xebatên şoreşê de hatine avakirin de ciwanan pêşengî kir. Ji ber ku projeyeke demokratîk hebû û hêzeke ku pêşengî ji vê re bike hebû.
Li herêmên din ên Sûriyê gel tenê derdiket kolanan û digot “bila rejîm biçe”. Lê ti kesî çareserî nedigot. Ji bo ku wekî herêmên din ên Sûriyê nebe, li Rojavê Kurdistanê xebatên rêxistinbûnê hatin meşandin. Ji ber ku ji beriya wê jî herêmên ku ciwan herî zêde lê bi rêxistin bûn ew herêm bûn ku niştecihên wê zêdetir Kurd bûn. Yanî di van pêvajoyan de di nava gelê Kurd de rêxistinbûnek hebû. Lê rêwşa rêxistinbûnê ya pêkhate û hwd. lawaz bû. Ciwanan şiklê çalakvaniya xwe guherîn. Di vê pêvajoyê de ciwanan xwe gihandin her deverê. Di xwepêşandan û rêxistinbûnên dihatin kirin de hedef û armancên wan timî cuda bûn. Doza wan a azadiyê li qadan, li kolanan dest pê kir. Hemû gel jî tevlî bû. Ciwan li hemû qadan bi rola pêşengiyê rabûn. Di pêvajoyên azadkirinê de bi pêşengiya ciwanan tevî hêzên gel qadên cur bi cur ji rejîmê dihatin rizgarkirin. Her kes, ciwan, extiyar, jin, zarok, radibûn li ser piyan û berê xwe didan cihên rejîm lê û ew dever ji rejîmê rizgar dikirin. Hêzên Xweparastinê yên Gel û tevgerên ciwanan di van pêvajoyan de li cem xebata rêxistinkirinê, hêzên YXK çêkirin. Vê jî piştre xwe wekî YPG, Yêkîneyên Parastina Gel bi rêxistin kir. Di vê pêvajoyê de bi gel re tevlî çalakiyan dibûn, gava ku rejîmê hewl dida li ser gel zilm û zorê pêk bîne wan rasterast dest werdida. Dema rejîmê dît ku gel xwe bi rêxistin kiriye, xwe diparêze wê demê neçar ma cihê lê dimîne vala bike û bi vî şiklî dest pê kir herêm rizgar bibin. Piştî vê, karê ewlekariyê û avakirina herêman ji binî de bû xebateke tevgerê.
Di vê pêvajoyê de hêzên tarî yên ku dixwestin şoreşê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin, bi rêya polîtîkayên şerê taybet pir leyistok leyistin. Dixwestin bi pereyan ciwanan ber bi xwe ve bikişînin û bixin nava tora çalakiyên xwe yên qirêj. Tevgera ciwanan piştî ku li Rojavayê bi rêxistinbûn pêk anî, bi terzê xwe yê çalakiyê ve, bi rêbazên xwe ve guherîn û veguherîn afirand. Bi saya serê rêxistinbûn û pêşengiyeke xurt di 19’ê Tîrmeha 2012’an de Şoreşa Rojava pêk hat. Tevgera ciwanan bi ruhekî paqij ê ciwantiyê şoreş araste kir û jê re pêşengî kir, ew ruhê paqij, hesreta mezin a ji bo şoreşê, enerjî û dînamîzma pir mezin xiste tevgerê û tevlî têkoşîna demokrasî û azadiyê kir. Ev, ne encama xebateke serasera bû, ciwanan xwe bi rêxistin kiribûn û di asta pêşengiyê de tevlî şoreşê bibûn. Vê jî helwesta rast a tevgereke rêxistî ya ciwanan nîşan dida. Li Rojava, Ciwanên Şoreşger, wekî xeteke pêşeng a şoreşger wisa derdiket holê. Bi vî şiklî, ji bo Tevgera Ciwanên Şoreşger Şoreşa Rojava dibû ezmûna herî girîng a dîrokî ku berpirsiyariya xwe ya dîrokî bi cih dianî.
Ciwanên Şoreşger, pêşengên xebata birêxistinkirina şoreşê, Şehîd Jiyan, Şehîd Serhed, Şehîd Lewend, Şehîd Rênas û Şehîd Çekdar ku xeta wan fedaîtiya Apocî ye, di şoreşa Rojava de şehîd dane. Ev şehîdên mezin ku bi berxwedana xwe ya destanwarî cihê xwe yê di nava lehengên nayên jibîrkirin de girtine, bi hewldanên xwe yên wekî hemû ciwan û civak bi rêxistinê, bi xeta berxwedêr a Apocîtiya fedaî ji bo hemû ciwanên şoreşger bûne mînakên mezin. Dîsa di vê pêvajoyê de şehîd û fermandarê mezin ê Ciwanên Şoreşger Şehîd Baran Mawa, wekî her timî bûye bi rola mezin rabûye û ji bo ku ciwanan û gel bikişîne nava şoreşê bûye xwediyê ked û hewldaneke mezin. Ciwanên Şoreşger, li ser vê xeta bingehîn ku van şehîdên leheng daniye hemû xebatên şoreşê bi pêş xistin.
Gel û pêkhateyên din jî tevlî şoreşê bûn û çanda Neteweya Demokratîk berbelav bû. Ev delîla wê ya bingehîn bû ku Ciwanên Şoreşger, bi hêza xwe ya îdeolojîk, rêxistinî, çalak bi roleke girîng rabûne, çanda Şoreşê hem di nava gel de û hem di nava civakê de berbelav kirine. Ciwan êdî ji wê rewşa ku tenê ji êxtiyaran, ji siyasetmedaran perspektîf distînin derketin. Li beramberî vê ciwanan ji bo karibin bi rola xwe ya pêşengiyê rabin asta xwe ya rêxistinî bi pêş xistin. Ciwanên Şoreşger ne tenê ji aliyê leşkerî ve, di pêvajoya avakirina neteweya demokratîk de jî bi rol û misyona xwe derdiketin pêş. Ciwanan bi vî şiklî feraset û nêzîkatiyên ku tenê aliyê leşkerî derdixin pêş vala derxistin. Ji ber vê yekê li her qadê cihê xwe girtin. Ciwanan di nava rêveberiyan de, di nava meclîsan de, di nava komunan de, di qada leşkerî de cihê xwe digirtin. Di xebatên birêxistina gel de bi taybetî, di rêxistinkirina meclîs û komunan de bi roleke girîng radibûn. Xebatên ciwanan di vê pêvajoyê de bi navê Ciwanên Şoreşger derdiketin pêş.
Dîsa ciwanên şoreşger ku rola mezinkirina hêzên xweparastina gel jî girtibûn li ser milên xwe, ji bo xwe wekî erk û wezîfeyeke esasî dizanîn ku ji bo YPJ û YPG timî tevlîbûnan bidin çêkirin. Ji bo ku berê hemû ciwanan bidin YPG û YPJ ku hêza xweparastinê ya gel e, xebateke mezin a rêxistinkirinê dimeşandin û encamên girîng derdiketin holê. Ji vî aliyî ve tevlîbûneke mezin dihate çêkirin. Bi derketina tevgera Apocî re, rastiya Kurd ku li welatê xwe yan jî ji derveyî welatê xwe ji derveyî ku ji hin kesên din re bibe xizmetkar nekariye derfetê jiyanê ji xwe re peyda bike û pê re wekî mirovan danûstandin nehatiye kirin, ji xewa mirinê şiyar bûye; ketiye nav têkoşîna mirin û mayinê, bi pêvajoya şoreşa Rojava re bi taybetî di şexsê ciwanan de dê bibe lehengên gelê xwe û xwe bigihîne derfeta guherandina dîrokê. Sekna bi serbilindî nîşanî hemû cîhanê daye, şoreşa Rojava ku bi berxwedana jin û ciwanên leheng ên gelekî ku navê wî jî nayê li ser zimanan, ji bo hemû gelên bindest bûye hêviya rizgariyê, bi pergala neteweya demokratîk nîşanî hemû gelên cîhanê daye ku jiyaneke azad û demokratîk gengaz e. Ev şoreş bû şoreşeke wisa ku hemû pêkhate karibin di nav de cihê xwe bigirin. Vê şoreşê sînorên Rojavayê Kurdistanê derbas kir û Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê jî xiste nav rêxistinbûna xwe.
Her wiha ji aliyê leşkerî ve dikarîbû her deverê biparêze. Bi taybetî bi pêşengiya ciwanan DAIŞ’a ku ti hêz nikarîbûn li pêşberî wê bisekinin têk bir. Vê jî hişt ku Şoreşa Rojava li her derê cîhanê were bihîstin û dostên wê zêde bibin, ji welatên cuda yên cîhanê ciwanên enternasyonal tevlî şoreşê bibin. Îro gelek jê şehîd bûn, û yên mane jî di nava xebatê de pêşengiyê dikin. Bi vî aliyê xwe ve jî Şoreşa Rojava girêdaneke girîng bi rêxistinên cîhanê yên şoreşger, demokratîk, ekolojîk û gelparêz, civakparêz re bi pêş xist û xeta enternasyonalîst a şoreşê derxist holê. Xebatên girîng ên Ciwanên Şoreşger ên li Rojava di vê çarçoveyê de ye û ji bo ku xeteke wisa hê jî bi hêztir bibe bi roleke pêşeng radibe.
Tevgera ciwanan di pêvajoya avakirina çandî ya şoreşê de di asteke pêşeng de tevlî xebatên rêxistinbûnê bûye.
Tevgera Ciwanên Şoreşger, wekî parçeyekî ji pergala neteweya demokratîk li Rojava li derdora ciwanan têkoşîna civakî bi pêş dixe, taybetmendiyên xwezayî yên ciwanbûnê vedide li hemû qadên têkoşînê; di serî de ji bo ciwanên Rojavayê Kurdistanê yekîtiya konfederal a ciwanên gelên Ereb, Suryanî, Aşûrî û gelên cûda yên li Sûriyê dijîn diafirîne; li ser vî esasî ji xwe re kiriye hedef ku pirsgirêkên di çarçoveya civakî, neteweyî, olî û cinsî de di çarçoveya çareseriya bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê de bi roleke pêşeng rabe.
Ji bo ku komun û meclîsên ciwanan werin çêkirin xebateke zêde hate meşandin. Ev, li gund, kolan yan jî li dibistanan sekna birexistinî ya ciwanan bû. Ciwan jî di qadên wekî ekonomî, civakî, çandî, tendirustî, perwerde û xweparastinê de di pêvajoya biryargirtinê de bûn îrade û di asta pêşengiyê de tevlî bûn. Ji bo ku hemû ciwan û gel tevlî jiyana çandî ya şoreşa Rojava bibin meşandina xebateke girîng a zanebûn û perwerdeyê bûyereke dîrokî bû. Tevgera Ciwanên Şoreşger, li gorî vê rolê û berpirsiyariyê, akademiyên perwerdeyê yên pir girîng ava kirine, wekî hedefekê timî ji xwe re diyar kiriye ku ciwanên Rojavayê Kurdistanê bi zanebûna neteweya demokratîk perwerde bibin û pêşengiya şoreşê bi her alî ve bigirin li ser milên xwe. Li hemû kantonan gavên girîng ku perwerdeya ciwanan didin li ser milên xwe bi vî şiklî hatine avêtin. Rola di avakirina hemû navendên ciwanan de ew bû, bi temamî şoreşê ji aliyê çandî ve derbasî nav ciwanan bike û bi vî şiklî hemû civakê bi çanda şoreşê bi rexistin bike. Ji bo ku ciwan bi çanda şoreşê re hev bibînin, perwerde di vê astê de xwediyê roleke girîng bûn.
Bi taybetî beşa ciwanan ku ji aliyê bêçandîtiya kapîtalîzmê ve ji aliyê zanebûn û jiyanê ve bi bandor bûye, beşa herî biyaniyê civakê bibû, ji rastiya civakê qutbûyî bû. Ji bo ku hemû enerjiya wan, hêza wan nekeve bin xizmeta gelê wan, ti polîtîkayên şerê taybet nemaye ku li ser wan nehatiye meşandin. Beşa ciwanan, ku li pêşiya mekanizmaya şerê taybet dibe asteng, ji bo pergala kapîtalîst ew beş e ku teqez hewce dike were teslîmgirtin. Hedefa wan ew e ku ruh û mejiyê ciwanan teslîm bigirin û her wiha bi temamî civakê bixin bin kontrolê. Li beramberî vê, lingê herî girîng ê di şoreşa Rojava de ew e ku bi xebata rêxistinbûn û perwerdeyê, li dijî bêçandiya kapîtalîst û hemû polîtîkayên pergalê afirandine, neçar e ku ciwan ji aliyê hişmendî û jiyanê ve xwe bigihînin xeteke rast. Ev pêvajoya şoreşê ji bo ciwanan aliyê têkoşînê yê pir girîng ê îdeolojîk e. Ji ber ku ciwan hêza jêneveger a veguherîn û nûbûna civakî ne. Pergal jî di vê wateyê de timî di nav êrîşeke cidî de ye. Bi şoreşa Rojava re li cem ciwanan karektereke girîng bi pêş ket û derfetek peyda kir ku taybetmendiyên xwe yên pergalê baş pênase bike. Ciwanên ku berê bi pergalê re rû bi rû diman û ji jiyanê dihatin qutkirin, wekî kombûna taybetmendiyên ku li cem wan jiyîn zehmet e lê kiribûn. Lê karîbûye bi şoreşa Rojava re di derketina holê û dîtina taybetmendiyên bingehîn ku ciwantiyê pênase dikin û hebûna wê piştrast dikin de pêşketinên girîng hatine jiyîn. Ruh û çalakvaniya şoreşgerî yê ciwanan bi şoreşa Rojava re şênber bûye.
Her wiha rola girîng a dikeve li ser milê tevgera ciwanên cîhanê ew e ku vê rewşa dîrokî ya şoreşgerî di milê wate û naveroka wê de rast fêm bikin û derxin zanebûnê. Ji ber ku ev ji aliyê veguherîn, guherîn û nûbûna civakî ve rewşeke girîng îfade dike. Eger ne ji ciwanan be, ciwan bi rola xwe ranebin, -lê dê ji aliyê madî ve timî hebin- eger bi taybetmendiyên xwe yên bingehîn neyên pênasekirin, ev taybetmendî di jiyana civakê de karîger û fonksiyonel nebin, ew civak nikare bi lez bi pêş bikeve. Ji ber vê yekê erk û berpirsiyariya ciwanan ew e ku şoreşê bigirin bin ewlehiyê, mezin bikin û di vê pêvajoyê de bi rola pêşengiyê rabin. Di pêvajoyên avabûna civakî de heya ku xebatên ciwanên şoreşger neyên asta tê xwestin, di nava civakê de guhertin bi gavên pir hêdî bi pêş de diçe. Ji vê re tê gotin civaka ji aliyê guherîn û veguherînê ve herî lewaz. Ji bo civakên ku dînamîkên wan ên guherînê lewaz bûne re civakên êxtiyar tê gotin. Ev tê wateya ku ew civak têra xwe di hindurê xwe de taybetmendiyên ciwantiyê nahewîne. Ji bo civakekê hêza herî mezin ew e ku ew di hindurê xwe de taybetmendiyên ciwantiyê temsîl bikin, yanî dînamîka veguherînê zindî bigirin. Eger di nava civakekê de ev taybetmendî ev çendî zindî û li ser xwe bin, veguherîn jî ew çend bi lez dibe. Ew civak dibe civakeke şoreşger. Lê belê ev taybetmendî çendî lawaz bin, pêşketin jî ew çend lawaz û paşketî dibe.
Ya ku veguherîna civakî dide domandin têkoşîna ciwanên şoreşger e. Têkoşîna ciwanan, di guherîna civakî de û bi taybetî jî li dijî bêçandiya kapîtalîst hat warê têkoşîneke girîng. Bû têkoşîneke ku di sedsala 21. de jî derketiye pêş. Me ev yek di têkoşîna hemû gelên bindest ên Rojhilata Navîn û cîhanê de dît. Têkoşîna şoreşgerî ya ciwanan çawa ku guherîn û veguherîna civakî bi lez dike, di heman demê de derbeyên mezin li dagirkeriyê jî dide. Her wiha di her pêvajoya civakê de dînamîka ciwantiyê, dînamîka heyî ya guherîn û veguherînê ye, li dijî pergala kapîtalîst jî faktora herî mezin a têkoşînê ye . Di bingeha xwe de di şoreşa Rojava de asta têkoşîna ku ciwanan meşandiye-dimeşînin hêza jêneger a guherîn û nûbûna civakî ye, diyarker e. Roleke wisa ya dîrokî eşkere li holê ye. Fonksiyona vê bi taybetmendiyên jiyana şoreşgerî yên ciwanan tê diyarkirin. Şoreşa Rojava, bi qasî ku ji bo çîn û beşên din ên civakî bûye, ji bo ciwanan jî şert û mercên pir girîng ên rêxistinbûn û çalakiyên hevpar afirand. Bi tevgera ciwanên şoreşger re ji ya her tim hê zêdetir wekî hêzeke rêxistinkirî pêşketinek hate jiyîn. Şoreşa Rojava rêya vê vekir. Ciwan, wekî tevgerekê bûn hêzek ku ji demên borî hê zêdetir rol digirin li ser milên xwe. Ciwanan di guherînên civakî de timî rol leyistine. Lê, Şoreşa Rojava şert û mercên wisa afirandin, ciwanan zêdetir derfet peyda kirin ku xwe bi rêxistin bikin, taybetmendiyên xwe yên bingehîn veguherînin rêxistin û çalakiyê. Ev, di salên dawî de hê jî ber bi çav bû. Tevgera ciwanan jî bi çêbûna zemînekî bi vî şiklî hêza rol û mîsyona xwe ferq kir. Dema ku em rol û mîsyona tevgera ciwanan di şoreşê de dinirxînin, helbet divê em vê rewşa derketiye holê jî bibînin. Bi şoreşê re di civakê de guherîn û pêşketineke girîng pêk hatiye. Hêza ku ev guherî, pêşketin û nûbûn bi civakê daye jiyîn jî bûye ciwanên şoreşger.
Di şerê bi her aliyê wê ve ciwanan jê re pêşengî kiriye DAIŞ hatiye têkbirin, faşîstên DAIŞ’ê teslîm hatine girtin. Bi vî awayî Şoreşa Rojava bi qadên rizgarkirî hatiye serbilindkirin. Bi pey re bi xebatên girîng ên rêxistinkirinê gelê Ereb û ciwanên wan tevlî pêvajoya şoreşê hatine kirin. Bi vî şiklî tevgera ciwanan ku rola avakirina pergala neteweya demokratîk daye li ser milê xwe, ji vê rojê pê de bi pêşengiya ciwanên Ereb li qadên hatine rizgarkirin xebatên girîng ên şoreşê bi pêş dixin. Ji bo ku pergala neteweya demokratîk li van herêman were jiyîn, hewl dide rola xwe ya pêşengiyê bi vî şiklî bîne cih. Ciwanên Ereb jî di asta pêşengiyê de tevlî şoreşê bûne û şehîdên mezin dane, hê jî di nav refên şoreşê de di asta pêşengiyê de bi rola xwe radibin. Dîsa ciwanên Tirkmen, Aşûrî, Suryanî jî tevlî pêvajoya şoreşê bûne. Bi awayekî bi hêz hem tevlî xebata xweparastinê ya şoreşê û hem jî tevlî xebata civakî ya şoreşê bûne. Bi temsiliyeteke guncav her tim tevlî modela rêveberiya xweseriya demokratîk bûne. Ji aliyê ciwanan ve di nava pergala rêveberiya xweseriya demokratîk de tevlîbûna bi şiklekî guncav a li gorî rola pêşengiya ciwanan, xebatên mezinkirin û bipêşxistina pergalê tê meşandin. Ciwan bi vî awayî dibin îrade û xwedî biryar.
Li cem van hemû destkeftan di xebatên avakirinê yên civakî de di qadên wekî ekonomî, civakî, polîtîk, çandî, hunerî, tendirustî, perwerdeyî, xweparastin û werzîşê de ciwanan hebûna xwe piştrast kirin û pêşengî kirin. Li gel xebatên birêxistinkirina komun û meclîsan li hemû van qadan di çarçoveya hişmendiya neteweya demokratîk de pêşketinên girîng hatine jiyîn. Beşên herî dînamîk ên civakê ev qad bi rêxistin kirin û bi rê ve birin. Ev, ji bo ciwanên şoreşger erk û qadeke berpirsiyariyê ya girîng bû.
Di şoreşa Rojava de pêşketinên bi vî awayî yên girîng pêk tên û her roja derbas dibe ji aliyê guherîn û veguherîna civakî ve pêşketinên bi lez çêdibin. Her ku pêvajoya şoreşê van pêşketinên bi lez dijî hê zêdetir dibe hedef û timî tasfiyekirina şoreşê dixin rojevê. Ev pêvajoya bi dagiriya li ser Efrînê dest pê kiriye, bi dagirkirina li ser Girê Spî û Serêkaniyê hate domandin. Li beramberî van dagirkeriyan helbet berxwedaneke bi serbilindî hate bipêşxistin. Xeta têkoşîna şoreşgerî timî di dewreyê de hate ragirtin. Ciwanan di hemû pêvajoyên van berxwedanan de di refên herî pêş de cihê xwe girtine û rehm li dagirkeran nekirine. Di xeta fedaî ya Apocî de li beramberî dagirker û kedxwaran timî di nava têkoşîn de bûne. Helbet xeta berxwedanê, ku hewl dide şoreşê bigire bin ewlehiyê û wê mezin bike, dê bi stratejiya şerê gel ê şoreşgerî bi awayekî rast bê rêxistinkirin û jiyanîkirin. Rol û berpirsiyariya ciwanên şoreşger ew e ku di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de şoreşê bi pêş bixin û xurtir bikin. Di deh salên pêvajoya şoreşê de erk û berpirsiyarî, hemû xebat di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de ji bo birêxistinkirin û mezinkirina şoreşê, li beramberî dagirker û kedxwaran parastin û rizgarkirina gel û welatê xwe hatine meşandin. Bi taybetî ji bo qonaxa ku em tê de ne aşkere ye pêşketinên pir girîng tên jiyîn. Ev pêvajoyên bi her aliyê xwe ve bi gelek pêşketinan barkirî ne, çawa ku dikarin bi xwe re pêvajoyên erênî yên dîrokî biafirînin her wiha dibe ku me bi xetereyên mezin û wendakirinan re jî rû bi rû bihêlin. Jênerev e ku ciwanên şoreşger bi rêxistinbûna xwe, bi çalakvaniya xwe, bi zanebûna xwe, bi hêza xwe ya guherîn û veguherînê dê ji pêvajoyeke wisa re pêşengiyê bike.
Ji vî aliyî ve jî ev qonaxa niha em tê de qonaxa dawî ya têkoşîna dîrokî ya nîv qirnê ye, fînala wê ye. Di têkoşîneke wisa 48 salan de ciwan timî bûne pêşeng. Bûne hêza herî dînamîk. Bi wêrekî û fedakariya xwe ya mezin ji bo hemû bindestan, ji bo beşên civakê bûye mînak, pêşengî kiriye. Her wiha xwedî girîngiyeke mezin e ku tevî van pêngavên şoreşgerî, îro, ev erk û berpirsiyarî, misyon, ev têkoşîna dîrokî were gihandin encamê û bi serkeftinê were tacîdarkirin. Rol û misyon bi zêdebûnê berdewam dike. Erk û berpirsiyariya ciwanan a di têkoşîneke wisa de bûna pêşeng û bingeh didome. Ciwanan heya bi niha di xebata qutkirina pêşiya faşîzmê de, di hincirandin û derbelêdana wî de wekî hêzeke bingehîn û pêşeng a têkoşîna antî-faşîst û şoreşa demokratîk rol lîstine. Çawa ku wisa bûye, niha, di qonaxa fînalê de, dê di qonaxa şoreşa demokratîk gihandina serkeftinê de jî ew ê vê rola xwe ya pêşeng, bi awayekî herî dînamîk û herî birêxistinî bileyize. Bi serkeftinê bi encambûna fînalê, girêdayî wê ye ku ciwan rola xwe bi şiklekî bi rêxistinî û bi nêzîkbûnên afirîner û bi serkeftî bileyizin. Ciwan li ser vî esasî hem erkdar in û hem jî berpirsiyar in. Bi misyona hilweşandina faşîzmê, bi erk û berpirsiyariyeke şoreşgerî ya wekî rizgarkirin û azadkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ji dagirkeran, bi misyona girtina ewlehî û mezinkirina şoreşa Rojava wezîfedar in. Wê demê divê ji bo vê erkê çi pêwîst be bi şiklekî serkeftî were pêkanîn.
Girîng e ku erk û berpirsiyariya dîrokî bi kûranî were fêmkirin. Pêwîst e ev yek bê nirxandin ka wê bi rêxistinbûn, çalakvaniyeke çawa were bicihanîn; zanebûn, rêxistinbûn û sekneke ku di pratîkê de bi ser dixe çawa were nîşandan. Hem ji bo ku ji têkoşîna şoreşa demokratîk re, ku faşîzmê hilweşîne pêşengî were kirin, hem jî ji bo ku pêşî lê were girtin ku faşîzm nikaribe beşên cuda yên ciwanan bixapîne, bişehitîne, mejiyên wan bişo û bike amûrên pergalên xwe yên çewisîner, teror û dagirker; xebata ciwanan, rêxistinbûna ciwanên şoreşger, çalakvaniya wan, tevgera wan di asta herî pêş de bipêşxistin hewce dike û divê ev bibe xebateke esasî. Di roja me ya îro de her tişt ji aliyê xebata ciwanan ve tê diyarkirin. Ji bo tengavkirina faşîzmê jî, ji bo bi piralî bipêşxistina têkoşîna antî-faşîst a şoreşa demokratîk jî, ji bo ku têkoşîna Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk li ser xeta serkeftinê bimeşe rê û rêbaz û amûra bingehîn e. Wê demê ji vê raboriya dîrokî derxistina dersên hewce pêwîst dike; bi taybetî jî nirxandina şert û mercên roja me ya îro bi şiklekî rast û di asteke têrê bike de, derxistina holê ya rastiyan, xwedîderketina li erk û berpirsiyariyên vê hewce dike. Tevgera ciwanên şoreşger ji aliyê dîrokî ve xwediyê misyoneke wisa ye û di bin berpirsiyariyeke wisa de ye ku ji ber vê yekê neçar e xebatên xwe yên wekî zanebûn dana qezenckirinê, rêxistinkirinê û çalakvaniyê hewce dike hê xurtir û bi bandor bi pêş bixe. Lewra em fînala şoreşê dijîn. Pêşengê tevgereke wisa ya şoreşê ya antî-faşîst, ciwantî ye. Rêber Apo ev wekî “Ciwanên Demê” yan jî “Dema Ciwanan” îfade kir. Ji beriya pêncî salî, çil salî ji îro pir zêdetir diyar kir ku îro dema ciwanan e, wê demê divê pêşengiya ciwanan zêdetir safî be, zêdetir zelal be, hê şênber be. Ji bo ku ciwan pêşengiyeke wisa bînin cih jî hewce ye sê tişt hebin. Yek, Rêxistinbûneke bi hêz, du; yekîtiyeke mezin, sê; berxwedêriyeke mezin a şoreşgerî, çalakvanî, radîkalîzm, şerkerî. Eger ev sê tişt bi cih werin tê wateya ku ciwanên şoreşger bi rola xwe ya pêşengîkirina ji bo têkoşîna antî-faşîst rabûne.
Şoreşa azadiya Kurdistanê diçe serkeftinê, gel bi ser dikevin. Ciwan jî gel jî xwediyê wê hêzê ne ku vê pêk bînin. Berxwedan dê teqez serkeftinê bîne. Berxwedan jiyan û serkeftin e. Eger bi vê rêgezê tevgerîn çêbe, teqez dê ciwan jî, gel jî, tevgera şoreşa antî-faşîst jî bi ser bikeve. Li ser vê bingehê hemû ciwanên ku li dijî hêzên dagirker û kedxwar li ber xwe didin, eger li erkên xwe yên rojane bi şiklekî di asta herî dawî de xwediyê zanebûn, biryardar û li ser xeteke rast xwedî derkevin, pêşengî ji serkeftina şoreşê re bikin, dê wê demê were wateya ku erk û berpirsiyariya dîrokî ya ketiye li ser milên xwe pêk anîne.