DESTANA BERXWEDANA BÊNAVBER A 40 SALAN
RAUF KARAKOÇAN
Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an di têkoşîna berxwedana Tevgera Azadiya Kurd de xwedî cihekî îstîsna ye. Em salvegera 39’emîn a Pêngavê pêşwazî dikin. Heger xwedîderketina li mîrasa wê bi awayekî rast çêbibe ev ê ji bo serketin û zaferê têrker be. Dersa ku divê ji Pêngava 15’ê Tebaxê bê derxistin jî ew e; di serketin û zaferê de xwekilîtkirin pêwîst dike.
Mirov pêvajoya ku têkoşîna berxwedana çekdarî ya 15’ê Tebaxê di nava şert û mercên wê yên pêkhatinê de binirxîne ev ê ji bo ku siberoja me ronî bike pêwîst bike. Naveroka çalakiya eskerî ya li Dihê û Şemzînanê, çawaniya wê, berfirehiya wê li milekî, ji ber ku herikîna dîrokê guhertiye û ji ber ku xwedî maneyeke kûr a siyasî ye pir girîng e. Di dîroka îsyan, serhildan û raperînên Kurdan de Kurd her tim bi xwîn û qetlîamê hatine tepeserkirin. Ev di nava vê dîrokê de nûnertiya berxwedana herî temendirêj û hêna jî didome dike. Bandora şerê gerîla ya ku xwedî rêbertiya modern e, bandora têkoşîna rizgariya neteweyî ya Kurdistanê û doza azadiya gelê Kurd di asta neteweyî û herêmî de pir diyar e û guman li ser tine ye.
Darbeya faşîst-eskerî ya 12’ê Îlona 1980 li ser hemû tevgerên çepgir di asta neyên tamîrkirin de bandorên kûr hiştine. Heta ku texrîbatên cûntaya eskerî ya faşîst a 12’ê Îlona 1980 ya ku li ser têkoşîna şoreşgerî ava kiriye, şert û mercên ku bûne sebeba krîzên kûr ên ku li ser hemû tevgerên çepgir hatine avakirin neyên fêmkirin, mirov nikare maneya 15’ê Tebaxê jî bi têrkerî fêm bike. Di pêvajoyeke wisa de ku pêla şoreşgerî ya li Tirkiye û Kurdistanê hil bibû bi derbeyeke şûr hat berterefkirin, bi hezaran şoreşger hatin girtin, di zindanan de bi salan bi êşkenceyên giran re hevrû man û di nava gel de tam bêdengiyeke mirinê hebû, derketina li dijî rejîma faşîst eskerî ya 12’ê Îlonê û lêdana derbeya xedar di nava şert û zirûfên xwe de tam derketineke şoreşgerî ye.
Di nava wan şert û mercan de biryara şerê li dijî mêtingeriyê bi xwe jî cesareteke mezin dixwaze û di heman demê de biryardariyeke mezin pêwîst dike. Ha, 15’ê Tebaxê tam tîmaselekî wisa yê biryardarî û cesareta mezin e. 15’ê Tebaxê di heman demê de nehiştiye ku rejîma faşîst bigihêje menzîla ku danîbû ber xwe. Faşîzm beriya ku bigihêje armancên xwe bi hemleya 15’ê Tebaxê hatiye têkbirin û mehkûmî binketinê hatiye kirin.
Pêngava 15’ê Tebaxê, rêya rast nîşanî tevgerên çepgir da û bi vî rengî mîsyona xwe ya dîrokî bi cih aniye. Xwedî li mîrasa Denîz, Mahîr û Îbrahîman jî derketiye û ala têkoşînê dewr girtiye. Bi berxwedana li zindanan nûnertiya rast pêk aniye. Zindan mekanekî wisa ye ku kadro û şervanên PKK’ê bi agir hatine ceribandin. Dengê Mazlûm, Hayrî, Kemalan ên ku li salonên mehkemeyê olan didan, berxwedana wan a di zindanê de bilind kirin û gerîlayên di bin fermandariya hevalê Egîd de gihiştine hevdu. Berxwedana zindanê li çiyê jî hatiye veguhestin. Pêşî li wan îdamên ku mehkemeyên daraza eskerî ya cûntaya faşîst dane girt. Derketina 15’ê Tebaxê ji bo her kesên ku ji mêtingeriyê zirar dîtine, ji bo ku bibin şirîkê vejîn û berxwedanê, ji bo ku tevlî bibin bûye bangawaziyek.
PKK’ê bi çalakiyên Dihê û Şemzînanê hem ji bo çepgirên Tirk û hem jî ji bo têkoşîna azadiya Kurd di gelek waran de bi rengê vejînê ruhekî nû afirandiye. Di pêvajoyeke wisa de ku tasfiye, belavbûn, teslimiyet, penaberbûn, dûrketina ji têkoşîna şoreşgerî, lipeyxwehiştina gel û gelek rewşên din ên neyênî hakim bûn, azmê têkoşînê tûj kiriye, çirûsk veguherandiye agirekî geş û şer mezin kiriye. Çalakiyên Dihê û Şemzînanê dijmin gêj kirine. Di kêliyeke nayê payin de û li cihekî nayê payin çalakiyeke pir serketî hatiye lidarxistin. Li ser desthilatdariya faşîst bandora şokê ava kiriye.
Piştî Pêngava 15’ê Tebaxê ruxmî ku emrekî 24, 48, 72 saetan dan Tevgera Azadiya Kurd jî, têkoşîna berxwedanê ya ku nefes bi nefes hat meşandin gihiştiye salvegera xwe ya 39’emîn. Fikrên Serok Apo û dehaya eskerî ya hevalê Egîd (Mahsûm Korkmaz) gihiştine hev, bi awayekî serketî li Dihê û Şemzînanê pratîze bûne. Ev wekî çawa li dijî faşîzmê meydanxwestineke cidî ye, her wiha diyar dike ku ka divê siberoj jî çawa bê pêşwazîkirin. Pêşengiya PKK’ê bi berxwedanê hatiye tescîlkirin. Diyar kiriye ku hêza fikra stratejîk a Rêbertiyê dema ku bi rêbaza têkoşîna dijwar pratîze dibe dikare çi bike û bi vî rengê ref zelal kirine. Li ser navê rastiya gelê ku bûye bûyereke bêhêvî qîrîneke dawî ya hêviyê ye. Di asta neteweyî de têkoşîn esas girtiye, hedef kiriye ku mêtingeriyê hilweşîne, bi taktîkên têkoşîna gerîla re jî şerê gel daye ber çav. Û herî dawî jî bi ser xistiye.
Hemleya berxwedana şoreşgerî ya 15’ê Tebaxê wekî guleya yekemîn a ku li mêtingeriyê hatiye xistin tê bimanekirin. Ev di heman demê de tê wê wateyê ku dîroka bêyom a Kurdan ji nû ve tê nivîsandin. Ev di heman demê de guhertina dîroka reş a gelê Kurd e jî. Bûye hemleyeke wisa ku ji bo ku têkoşîn li ser bingehê saxlem pêş bikeve di gelek warî de nimûneyan di nava xwe de dihewîne. Li dijî dijminê heyî divê têkoşîn çawa bibe, têkildarî vê jî her tim rola xwe ya rênîşaneriyê didomîne. Bi kurtî, di dîroka me ya berxwedanê de nuqteyeke girîng a werçerxê ye; derketineke diyarker e.
Ruhê têknaçe yê 15’ê Tebaxê 40 sal in didome. Gerîlayên PKK’ê di nava vê pêvajoyê de tekneçûna xwe bi çendan caran ispat kirine. Li dijî teknolojiyên herî pêşketî, li dijî êrîşên hovane yên dijmin û bêteraziya zêde ya hêzê berxwedaneke ku aqil nagirin dimeşînin. Li dijî bomberdûmana zêde, raseriya hewayê, çekên taktîk nukleer di nava her şert û mercî de bi îradeyeke mezin li ber xwe didin û têkoşînê di tunelan de didomînin. Divê mirov vê dîroka berxwedanê wekî nirx û pêşketinên ku 15’ê Tebaxê derxistine holê bibîne.
Di serî de berxwedana mîmarê şoreşa Kurdistanê Serok Apo ya di nava sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê de, wekî pêdiviya bi dilsoziya bîranînên şehîdên şoreşê, divê bi ruhê berxwedana 15’ê Tebaxê em xwedî li têkoşînê derkevin. Divê em di bin her şert û mercî de di nivîsandina vê dîroka bi heybet a vejînê de bibin xwedî par û rolê.
Li ser vî bingehî, cejna vejîn û berxwedanê ya 15’ê Tebaxê ji bo gelê welatparêz ê Kurdistanê pîroz be.