ŞENGAL Û RASTIYA FERMANA 74’EMÎN -2
Rauf KARAKOCAN
Têkoşîna PKK’ê ya li hemberî DAIŞ’ê ji aliyê gelên cîhanê ve weke têkoşînek a mirovahiyê hat pejirandin. Çawa ku berxwedana Kobanê bû milkê cîhan û weke “Roja Cîhanî ya Kobanê” tê bîranîn, qet guman tune ye Şengal jî xwedî berxwedanekî ye ku bûye milkê cîhanê. Di demek ku pergala kapîtalîst û hêzên navnetewî ji têkoşîna li hemberî DAIŞ’ê direviyan, gerîllayên PKK’ê ji çiyan daketin, di nava tîlîliyan de, ji çar alî ve beziyan çeperan. Li Başûrê Kurdistanê parastina Laleşê, parastina Kerkûk, Mexmûr û Hewlêrê li Şengalê jî, li Kobanê jî berdewam kir. Dema gerîllayên PKK’ê ji çiyê daketin, her cihê ku çûnê bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin. Di atmosfera cejnê de herikîn çeperên dijî DAIŞ’ê. Bi otobûsan hatin birêkirin. Piştî ku DAIŞ têk çû û qadên ewle hatin avakirin PDK’ê vê carê jî li dijî PKK’ê çeper girt. Halbûkî wê demê Mesûd Berzanî bixwe çûbû wargeha Mexmûrê, serdana gerîllayên PKK’ê û milîsên wargehê kiribû û spasiya wan kiribû. Dîsa Mesûd Berzanî roja ku Şengal hatî rizgarkirin çibû Şengalê. Heman Berzanî piştî wê nexwest di bin alên PKK-HPG’ê yên li geliyê Kersê re derbas bibe û aloziyek mezin çêkiribû. Eger nehatiba astengkirin dê gelê Êzîdî ew lînç kiriba. Kêmek mabû ji pevçûnê re bûyer çareser bibû û ji bo daxuyaniyê derket çiyê û piştî reklama xwe kir paşde vegeriya. Piştî wê hêzek ku ji Êzîdiyên PDK’yî avakiribûn li hinek herêman bicih kirin. Xwe kirin xwediyê çepera doçka ya stratejîk. Vê çeperê nehêla DAIŞ bikeve çiyayê Şangalê. Gerîlla li vê çeperê bi DAIŞ’ê re şer kir. Posterê Mesûd Berzanî û alên PDK’ê bi wê çeperê ve kirin û çîrokên derew ên qehremaniya xwe çêkirin. Bi çi awayî lê binêrî mînakek dirûtiyê ye. Jixwe gel pir baş dizane ku ew doçka ya kî ye, kî li wê çeperê şer kir, heta ew doçka ji aliyê kê ve hatiye bikaranîn.
PDK’ê di şeva ku DAIŞ’ê êrişî Şangalê kir de reviya, rê ji fermanê re vekir. Piştî gerîlla Şengal azad kir û herêmên ewle ava kir, PDK ji bo vegere Şengalê piştgirî ji PKK’ê xwest. PDK bi piştgiriya PKK’ê hat Şengalê. Paşê derketina Şengalê li PKK’ê ferz kir. Gelek caran rewş ber bi pevçûnan ve çû. Di her derfetê de PKK reş kir û weke “hêzek dagirker” nîşan da. Fermandarê giştî yê pêşmergeyan Cemal Emînkî û fermandarê kontra yê pêşmergeyan Serbest Lezgîn, ji bo li Şengalê tevlîheviyan derbixe hertim zimanek tehrîkê bikar anî.
Weşanên saziyên ragihandina PDK’ê, taybet Rûdaw û K24, li dijî PKK’ê tijî kîn û nefret in. Di weşanên xwe de hertim PKK di rojevê de hiştin, hewl dan PKK’ê reş bikin û hebûna li Şengalê tînin rewşa pirsgirêkek sereke. Hebûna li Şengalê kirine armanca dewleta Tirk. PDK ya ku bi alîkariya PKK’ê hate Şengalê, ji bo PKK’ê ji Şengalê derbixe, hewl da gelek komployan pêk bîne. Gelek belgeyên van komployan di arşîva ragihandinê de hene. Êzîdiyê bi navê Şêx Şemo ku ji PDK’ê bû parlementer û kete parlementoya Kurdistanê hîn wêdetir çû û got “PKK’ê ji DAIŞ’ê zêdetir zirar da”. Bi vî awayî asta bêrûmetiya xwe nîşan da. Li şûna ku xwedî li civaka Êzîdî derbikeve, encamên fermanê lêpirsîn bike, PDK’ê rexne bike, bi zimanê PDK’ê diaxive û êrişî PKK ya ku Şengal azad kiriye dike. Bûye amûra PDK’ê. Bêkesateyên weke Şêx Şemo û Viyan Dexîl ku rûreşên civaka Êzîdî ne hene. Hinek derdorên weke malbata Şeşo yên xiyanetê li civaka xwe dikin jî hene. Parlementerê PDK’ê Şêx Şemo û Viyan Dexîl, berpirsê pêşmergeyên PDK’ê Qasim Şeşo û Heyder Şeşo, di halê hazir de xiyanetê li Êzîdiyan dikin. Dema Viyan Dexîl di serdana xwe ya Şengalê de qezaya helîkopterê kir, di nava kesên destpêkê çûn alîkariya wê de fermandarê gerîlla Egîd Civyan hebû. Ev kes hevkarê fermanê PDK’ê destek dinin. Bi vê yekê bûne aşiqê katilên xwe û herdem pesnê Berzanî dikin. Ev dide nîşan ku sendroma Stockholmê dijîn. Eger tiştek bi navê wijdana civakî hene, divê rastî werin qîrkirin û bersiva pêwîst bidin wan kesên bê şeref. Li gel gelek komplo û hewldanên prokatîf, hercarê bi hişyariya hêzên gerîlla pirsgirêk hatine derbaskirin. Li hemberî niyeta baş a gerîlla, PDK’ê hertim bê berpirsyarî û tewrê xwe yê dijminane berdewam kir. Ewqas bêrûmet bûne ku dikarin bi dewleta Tirk re operasyonê pêk bînin û komkujiyan çêbikin. Cara dawî êriş kirin û hewl dan encam bigirin. Ji ber wê jî êrişa Xanesorê pêk anîn.
Bi gelek amûrên leşkerî, wesayîtên zirxî û bi hêzek mezin a leşkerî ku ji Başûr anîbûn, careke din êrişî Şengalê kirin û li dijî PKK’ê enî vekirin. Di encamê de rakêşana di navbera PKK-PDK’ê de bi êrişa Xanesorê re veguherî pevçûnê. Di 3’ê Adara 2017’an de, di navbera hêzên PDK’ê, çeteyên Roj, tîmên kontra yên Tirk ku rûyê xwe pêçabûn û PKK’ê de şer derket. Di şerê ku derketî de, 12 kesî jiyana xwe ji dest da. Di nava wan 12 kesî de rojnamegera jin Nûjiyan Erhan jî hebû. Di vî şerî de şervanên Şengalî jî jiyana xwe ji dest dan. Berpirsê êrişê fermandarê pêşmergeyan, heman demê de kesê bi istixbarata Tirk re di nava têkiliyên germ de, Serbest Legîn piştî êrişî jî bi zimanê dewleta Tirk axivî û gefên xwe berdewan kirin. Ev bêkesayetê bêrûmet ku ji DAIŞ’ê reviya, ewqas bêaqil e ku bi tîmên kontrgerîlla yên dewleta Tirk û çeteyên Roj re êrişkirina Êzîdiyan weke lenegiyê dibîne.
Di serî de Mesûd Berzanî, tevahî karbidestên PDK’ê derew kirin û gotin pênçsed pêşmerge di şerê li Şengalê yê li hember DAIŞ’ê de winda kirine. Di ser vê derewê re li Şengalê maf xwestin. Ji heft heta heftêsalî kesên wê demê li çiyayê Şengalê mayîn herkes dizane ev derew e. Hinek pêşmerge di dema şerê paqijkirina bajarê Şengalê de, cih di şer de girtin. Herkes dizane ku ji bilî vê tu caran rûbirûyê DAIŞ’ê nehatine. PDK’ê Şengal hişt di nava pencên DAIŞ’ê de. Hişt ku bi hezaran Êzîdî werin şewitandin, di gorên komî de bên binaxkirin. Bi vê yekê xiyaneta herî mezin a di dîrokê de kirin. Li gel ku ev yek li ber çavê tevahî cîhanê kirin jî, bê ku rûyê wan sor bibe hewl dan ji xwe re dîrokek derewîn binivîsin. Qasî ku êrişî PKK’ê, Rêveberiya Xweser û Hêzên Parastina Cewherî kirin, teqez êrişî DAIŞ’ê nekirine. Ev êriş hemû bi dewleta Tirk re hevpar hatin kirin. Eger dewleta Tirk li Şengalê Êzîdiyan dikuje, îstixbarata wê ji aliyê PDK’ê ve tê kirin. Jiber ku naxwazin Êzîdî bibin xwedî maf, xwe bi rêve bibin, hêza xwe ya cewherî ava bikin. Heta ku dijminahiya PDK’ê ya li hemberî Êzîdiyan û baweriya Êzîdiyan neyê fêmkirin, pir zehmet e ku ev tevlîhevî werin fêmkirin.
PDK’ê bê ku qadên di destê xwe de biparêz e, radestî Iraqê û Heşdî Şebî kir
Di 14’ê Adara 2017’an de PDK’ê careke din bi çekan êrişî gelê Şengalê ku komkujiya Xanesorê şermezar dikirin kir. Endama meclîsa TAJÊ Nazê Nayif Qewal şehîd ket, hinek jin jî birîndar bûn. PDK bi êrişan, provekasyonan, komplo û kampanyayên reşkirinê, bi axaftina parlementerên PDK’ê bi rêbazên zextê careke din li Şengalê bicih bû. Li hinek cihên Şengalê bicih bû û rê ji alîgirên PKK’ê re girt. Alîgirên PKK’ê bi mehan nedikarîn derbasî navçeya Sinûnê bibin. Hêzên pêşmerge yên girêdayî Qasim Şeşo û Heyder Şeşo cihê pîroz ê Êzîdiyan Şerfedîn kirin baregeha leşkerî. Anîn rewşa baregeha PDK’ê. PDK’ê piştî DAIŞ’ê jî pêvajoya Şengalê şaş xwend. Rêbazên qezençkirinê hertim zirar da PDK’ê. PDK’ê di dema êrişa Şengalê de kete nava hîsteriyekê. Ev hîsterî bi polîtîkayên şaş ên PDK’ê ve girêdayî ye. Di 25’ê Îlona 2017’an de bi Referandûma Serbixwebûna Kurdistanê xwest qadên di bin destê xwe de berfireh bike û xwe mayînde bike. Di referandûmê de ji sedî 90 dengên erê girt û vê yekê bi Kurdan da windakirin. Yê ku herî zêde li dijî referandûmê bû û êriş dikir dewleta Tirk bû. Li gel vê jî niha ew bixwe xulamtiyê ji dewleta Tirk re dikin. Li Qadên Parastina Medyayê bi dewleta Tirk re di heman çeperê de li dijî gerîlla şer dikin. Bêpîvanî û bêbaweriya wan a di siyasetê de bi wan daye windakirin. Hêvî û hestên gel ên ji bo referandûmê vala derxistin.
Di serî de li Kerkûkê, li gelek qadan bê berxwedan beşek axa Kurdistanê radestî Heşdî Şebî û dewleta Iraqê kirin. Tenê hêza wan têra Êzîdiyan kir. Êriş li pey êrişê pêk anîn. PDK ji derveyî xwe tehemûla hêzeke din li Şengalê nake. Ji ber wê jî hertim Rêveberiya Xweser a Şengalê û PKK kiriye armanc. Piştî Heşdî Şebî kete herêmê (16’ê Cotmeha 2017’an) li pey xwe nenêrî, bê ku li ber xwe bide ji Şengalê reviya. Bi vî awayî maceraya PDK’ê ya Şengalê bidawî bû. PDK li dijî hêzên êrişî wî dike ranaweste, qadên di dest de bê berxwedan radestî Heşdî Şebî û dewleta Iraqê dike. Lê ew bi xwe jî dest ji êrişkirina Şengalê bernade. Rewşa ku PDK ketiye nava tam paradoksek e.
Armanca PKK’ê ew e ku di wextê bimîne li Şengalê destkeftiyên heyî mayînde bike, gelê Şengalê biparêz e û bîne wê rewşê ku xwe bi xwe rêve bibe. Erka parastina destkeftiyên li Şengalê ji xwe sedemê mayîna gerîlla ye. Ji ber xwedîderketina li erkê xwe ye ku neçar dimîne li dijî êrişên PDK’ê raweste. Heman rakêşan bi dewleta Iraqê re jî hat jiyîn. Heta çend caran hat asta ku bi artêşa Iraqê re bikeve pevçûnê. Heta hinek leşkerên artêşa Iraqê hatin kuştin û birîndar bûn. PKK’ê gelek berdêl dan, ji bo Êzîdiyan hinek destkeftî qezenç kir. Divê kes li bendê nemîne ku dê PKK pir bi erzanî dest ji van berde û çavê xwe jêre bigire. Di bingehê pirsgirêkên ku heta roja îro hatine de, êrişên PDK’ê yên li dijî Rêveberiya Xweser û Yekîneyên Parastinê hene. PDK û dewleta Iraqê dixwazin destkeftiyên heyî berhewa bikin. Berxwedêriya gel a di vê mijarê de zelal e û teqez destwerdana derve napejirîne.
PDK’ê li gel tevahî êrişan tu encam negirt. Neçar ma di polîtîkayên xwe yên li ser Şengalê de guherînan çêbike. Ji bo têkşikandinê, tirsandinê, bêzarkirinê bi dewleta Tirk re serî li guherîna teqtîkan daye. Li hemberî yekîneyên parastina Şengalê dest bi êrişên hewayî kirine. Bi MÎT’ê re ketine nava operasyonên hevpar. Dixwazin bi êrişên rojane encamê bigirin. Ji ber wê dewleta Tirk cara yekem di sala 2017’an de bi êrişên hewayî piştgirî da polîtîkayên PDK’ê. Bi ketina Şengalê gef li dewleta Iraqê xwar. Armanca bingehîn; dubare vegera PDK’ê ye û dawî li Rêveberiya Xweser a Şengalê anîn e. Bi zêdebûna êrişên hewayî re, hevkariya PDK-dewleta Tirk li Şengalê rehendek cuda qezenç kir. Êzîdiyên ku ji DAIŞ’ê xilas bûne, vê carê jî ji aliyê PDK’ê û Komara Tirk ve tên qetilkirin. Di van êrişan de gelek Êzîdiyan jiyana xwe jidest dan.
Di xiyaneta PDK’ê de qonaxa dûyemîn û erkên nû
Piştî di 16’ê Cotmehê de hêzên Heşdî Şebî yên girêdayî Îranê ketin Şengalê, hêzên PDK’ê careke din Şengal terikandin û Êdîzî bê parastin hiştin. Dema PDK ji Şengalê vekişiya Yekîneyên Parastina Şengalê xwestin li hinek cihên ku PDK’ê bicih hêlane bicih bibin. Lê Qasim Dirbo li şûna van xalan bide Êzîdiyan, radestî artêşa Iraqê kir. Bi vî awayî nîşan da ku çiqas dijminê Êzîdiyan e. Pêşmergeyên Êzîdî çeperên ku terk kirin nedan hêzên YBŞ’ê yên Êzîdxanê. Lê radestî artêşa Iraqê kirin. Weke tê zanîn PDK’ê di nava gel de jî jihevqûtbûnek çêkiriye, tê dîtin ku PDK’ê xiyaneta xwe xistiye nava Êzîdiyan jî. Tovê xiyanetê di nava Êzîdiyan de jî çandiye. Bi vî awayî perdeya xiyaneta PDK’ê ya li Şengalê vebû.
Dema hêzên Heşdî Şebî ketin tevgerê, PDK’ê rîska pevçûnan negirt ber çav û gelek cihên berê qezençkiribû vala kir û paşve vekişiya. Heman rewş ji bo Şengalê jî derbasdar e. Eger li bendê bin dê PDK ji bo Şengalê rîska pevçûnê bigire berçav dê bibe bêaqilî. Di wê pêvajoyê de ne tenê li Şengalê ji gelek cihan vekişiya. Kerkûk jî di nav de ji 4/1 ê axa qezençkiribû winda kir. Maceraya PDK’ê ya Şengalê bi vê ve sînordar nema. Hevserokatiya KCK’ê di Adara 2018’an de daxuyanî da û got “Li Şengalê ewlehî hat avakirin, em hêzên xwe ji Şengalê vedikişînin” û hêzên xwe ji Şengalê vekişand. Piştî wê Asayîşa Êzîdxanê, yekîneyên parastina Şengalê YBŞ û YJŞ ku ji hêza cewherî ya Şengalê pêk dihatin, parastina Şengalê girtin ser xwe. PDK’ê ev jî nepejirand û di her derfetê de êrişên xwe berdewam kir. Piştî fermanê dema hêzên dewleta Iraqê û Heşdî Şebî li Şengalê bicih bûn, PDK’ê rêyên cuda ceribandin û serî li rêbazên cuda da. Dema ku fêm kir êdî nikare bi awayê leşkerî bikeve Şengalê, bi hevpeymana xiyanetê ya di 9’ê Cotmeha 2020’an de bi hikumeta Iraqê re îmze kir şansê xwe ceriband. Vê rewşê rê ji nerazîbûna gel re vekir, bû sedema protestoyan. Lihevkirina mijara gotinê ye pirsgirêkên nû li ser pirsgirêkên Şengalê zêde dkir û girantir kir.
Mercên bingehîn ên lihevkirina xiyanetê qaşo “çareseriya” pirsgirêkên îdarî, parastin û binerdê Şengalê bûn. Yanî dema gotin pirsgirêkên îdarî, armanc vegerandina Waliyê berê Mehma Xelîl bû û îdariya Şengalê dewrî PDK’ê kiribû. Mehma Xelîl di dema êrişan de ji Şengalê reviya bû. Madeya parastinê ya qalê dikirin jî derxistina hêzên biçek ên li Şengalê bû û bicihkirina artêşa Iraqê bû. Eger madeya parastinê pêk bihatibû, dê ev bihata wateya tesfiyekirina yekîneyên parastina Şengalê. Bi gotinek din, artêşa Iraqê û PDK ya ji Şengalê reviyan û rê ji komkujiyê re vekirin, hêzên ku Şengal azad kirin belav bikiribûna. Li cihê wan hêzên xwe bicih bikirana. Pirsgirêka binerd jî, dixwestin bi vê madeyê sûdê ji alîkariyên madî yên ji derve dihatin bigirin. Ev jî weke madeyekî bi lihevkirinê ve kiribûn. Di rastiyê de binerdiya Şengalê ne di bala kesî de ye. Tenê xapandinek e.
Ji bo pêkanîna vê lihevkirina xiyanetê gelek caran hêzên leşkerî şandin Şengalê, Walî xwestibû bikeve Şengalê û di her carê de bi berxwedana gel re rûbirû ma. Gelê Şengalê çi bibe bila bibe li dijî vegera PDK’ê ya Şengalê derketin. Bi hênceta li pişt hertiştî PKK heye, dewleta Tirk bênavber êrişên hewayî pêk tîne û ji bo pêkanîna vê lihevkirinê zextê li hikumeta Iraqê dikin. PDK’ê di vê pêvajoyê de PKK weke hênceta êrişên dewleta Tirk nîşan da û piştgirî da êrişan. Saziyên Êzîdiyan weke hedef nîşan dide û xebatên sîxwiriyê dide meşandin. Zemîn ji komkirina istirxbaratê û qetilkirina Êzîdiyan re amede dike.
Dema tevahî hewldanên PDK’ê yên ji bo ketina Şengalê vala derketin û lihevkirina xiyanetê ji aliyê gel ve nehat pejirandin, dor hat bi dewleta Tirk re qetilkirina zarokên Êzîdiyan. Di êrişên rojane de gelek fermandar û şervanên Êzîdî jiyana xwe ji dest dane. Di serî de pêşengê gelê Êzîdî Mam Zekî û Nûjiyan Erhan, 17 kesî jiyana xwe ji dest daye û 30 kes jî birîndar bûne. Dewleta Tirk her ku diçe êrişên xwe yên hewayî giran dike. Di van êrişan de para PDK’ê pir mezin e. Ji ber ku PDK hertim Şengalê armanc nîşan dide û bi xebatên isitxbaratî kordîneyan tespît dike.
Xebatek din a li dijî Rêveberiya Xweser jî di qada siyasî-rêxistinî de tê meşandin. Heyder Şeşo beriya niha fermandarê YBŞ’ê bû. Piştî ku ji aliyê PDK’ê ve hat girtin ev erk berda û ji xwe re partiyek bi navê Partiya Êzîdiyên Demokrat ava kir. Armanca bingehîn gel ji nava Rêveberiya Xweser û Parastina Cewherî derbixe û gel ji van saziyan bide dûrxistin. Girtina wî bû sedema 180 pile veguherîna kesayeta wî. Weke YBŞ’yî hat girtin, weke PDK’yî derket. Di pêvajoya hilbijartinê de li kêleka PDK’ê sekinî, weke şaxê PDK’ê yê li Şengalê xebitî û hewlda Êzîdiyan bikişîne aliyê PDK’ê. Qasim û Heyder Şeşo li Şengalê rolek bir nêrênî lîstin, bûn amûra propogandaya li dijî PKK’ê. Di pêvajoya şerê li dijî DAIŞ’ê de fermandarên PKK’ê gelek caran bi van kesayetan re hevdîtin çêkirin û bi hev re li rêyên têkoşînê geriyan. Ji berjewendiyên civakê zêdetir bûn qurbanên berjewendiyên xwe yên takekesî û PDK’ê. Ewqas ketin nava xiyanetê ku ji gerîllayên bi hewara gel hatibûn re gotin “Karê we li vir xilas, hûn herin bila PDK were”. Qasim Şeşo di kevin de mirov kuştine, karên qirêj kiriye, dema eşkere bûye derbasî Sûriyê bûye. Piştî ziviriye jî beşdarî nava PDK’ê bûye. Weke rêberê eşkiyayan xwe li Şengalê bicih kiriye û kesek apolîtîk e. Heyder Şeşo li ber destê xizmê xwe Qasim Şeşo mezin bûye. Destpêkê di YBŞ’ê de erk girtiye, piştre 180 pile vegeriyaye û derbasî nava PDK’ê bûye û ji xwe re partiyek ava kiriye. Qasim Şeşo weke endam-fermandarek PDK’ê tevger dike û nûnertiya PDK’ê dike. Heyder Şeşo jî bi partiya ku avakiriye re weke serbixwe dixweyê. Lê sîxwirê veşartî yê PDK’ê ye.
Malbata Şeşo, beriya fermanê hêza pêşmerge ya derdorê heftsed kesî gihandin 2 hezar kesî. Ciwanên Êzîdî di oxira kedxwariyê de, li ser bingehê berjewendiyan kişandine nava PDK’ê û ketine nava xiyanetek mezin. Armanca wan ew e ku pêşiya ciwanan bigirin da beşdarî nava Rêveberiya Xweser û hêzên Parastina Cewherî nebin. Dê bê dîtin ku ji roja yekemîn a PDK’ê gav avêtiye Şengalê heta niha, ji bilî belayê tiştek din bi xwe re nayînin. Gelê Êzîdî li çiyayê Şengalê di nava ewlehî, parastin, azadtir û di mercên baştir de dijiya. Lê ji ber xebatên îlegal ên PDK’ê, dîktatoriya Seddam gelek gund vala kirin. Gel daxistin çolê, 30 km dûrî çiyê kirin. Hinek nevçeyên weke kampên komkirinê ku jêre digotin micema avakirin û gel li wir bicih kirin. PDK di wê demê de bû sedem ku gelê Êzîdî ji çiyê hat qutkirin, dîsa pişta xwe de gelê Êzîdî û ew di nava çolê de bitenê hiştin. Bi ferzkirina netewperestiya paşverû û pratîka xwe gelê Êzîdî kirin dijminê Kurdîtiyê. Bi awayek giştî nasnameya dihat bilêvkirin weke Êzîdîtî dihat pênasekirin. Êzîdiyan digotin “Em ne Kurd in, em Êzîdî ne”. Sedemê vê gotinê jî polîtîkayên cudakar ên PDK’ê ne. Şikestina herî mezin di 1975’an de, di pêvajoya gundvalakirinê de dest pê kir. Navçeyên bi fikara ewlehiyê hatibûn çêkirin weke nîvgirtîgehan bûn. Di aliyê mîmarî de ji bo zû werin kontrolkirin hatibûn çêkirin. Piştî gel daxistin çolê, jiyana li çiyê bidawî bû û bi demê re çiya hat terkkirin. PDK’ê jî Şengal terk kiribû. Di şerê duyemîn ê korfezê de, dema rêveberiya Seddam di 2003’an de hilweşiya, PDK careke din vegeriya Şengalê û desthilat bidest xist.
Di dema serweriya PDK’ê de, li navçeyên Til Izêr û Sîba Şêx Xidir komkujî pêk hatin. Pêwîste ev komkujî bên bîranin. Di 14’ê Tebaxa 2007’an de, 4 tirên tijî teqemenî ketin nava van herdu navçeyan û êriş pêk anînin. Çi rasthatine ku di dema êrişê de tu pêşmerge ne li cihê xwe bûn. Tevahî xalên kontrolê beriya wê hatibûn valakirin. Pêşmergeyan beriya êrişê cihê xwe terk kiribûn, hema bê ji bo êriş bi rihetî bê kirin amedekarî kiribûn. Pêşmergeyan piştgirî da ku tirên tijî teqemenî bê astengî bigihin cihên ku armanc kiribûn. Ev tiştên ku layîqî civaka Êzîdî tê dîtin, ma ne ji ber kîn û nefreta ji vê civakê ye? Ma îzahek din a vê heye? Kesên ku pêwîste bersiva van pirsan bidin nikarin vê komkujiyê serpoş bikin. Dê li pêşiya dîrokê hesab bidin û nikarin xwe ji vê xilas bikin. Eger li vê cîhanê neyên darizandin jî, dê li dadeha Kûbrâ yê bên darizandin. Ev ne bûyerek ji rêzê ye. Eger ev bûyer bihatiba ronîkirin, dibe ku gelê Şengalê ji fermanda dawî re ne evqas bê amedekarî bûya.
Beriya vê bûyerê Rêber Apo di axaftinên xwe de bal kişandibû ser Şengalê. Diyar kiribû ku Êzîdî di xeteriyê de ne û pêwîste xwedî li wan derbikevin. Weke ku di vê pêşdîtinê de jî tê fêmkirin, armancgirtina Êzîdiyan girêdayî pêşketinên siyasî û bîrdozî yên li herêmê ye. Xebatkarên demê yên TEVDA’yê ev hişyarî cidî girt, fikrê Rêber Apo gihandin gel. Lê ji ber ku gel ihtimal nedan komkujiyek wiha, qasî tê xwestin hişyarî cidî negirtin. Bîlançoya êrişan pir mezin bû. 150 pêşmerge li cihê bûyerê bûn, lê tiliya yekî jî xwîn nebû. Li gorî hêjmarên ne zelal 796 Êzîdiyan jiyana ji dest da. 1562 kes jî birîndar bûn. Kesên jiyana xwe ji dest dayîn tenê bi rêya testa DNA’yê hatin tespîtkirin. Ji ber ku cenaze parçe bibûn û nedihatin naskirin, mixabin tu caran hêjmara sererast a windahiyan nehat tespîtkirin. Ji ber tundiya teqînê taxek a Til Izêrê ji binî ve hilweşiya. Parçeyên cenazeyên mirovan belavî erdek berfiheh bûn. Ji ber vê jî ne gengaze hêjmara zelal a miriyan bê gotin. Saziyên ragihandina biyanî ev êriş weke êrişa herî mezin a piştî teqîna DYE’yê (11’ê Îlonê) nirxandin.
Herêma Şengalê ya Êzîdî lê dijîn weke giravekî ji aliyê Ereban ve hatiye dorpêçkirin. Ji bo Êzîdiyan giraveke baweriyê ye ku ne pir bi ewle ye. Em ji vê re bêjin dorpêça nîjadî û olî, îzolekirin û dorpêçkirin hîn rasttir e. Bêguman di vê rewşê de rastî niheqî û kiryaran hatine. Erdnîgariyeke ku herî zêde nakokiyên baweriyê lê tên jiyîn. Hertim li dijî Êzîdiyan êriş pêk hatine. Bûyerên revandin û fîdiyexwestin pir hatine jiyîn. Lê komkujiyên di vê astê de pêknehatibûn. 11’ê Îlona Êzîdiyan hat jiyîn, lê tiştên pêwîst nehatin kirin. Tu bergirî nehatin girtin. Li herêmek evqas bi rîst bergiriyên ewlehiyê negirtin jî nêzîkatiyek bizanebûn a PDK’ê ye. Weke di fermana dawî ya Êzîdiyan de jî hat dîtin, bi xwe bûn hevkarên komkujiyan. Eger Êzîdiyan bi hêviya PDK’ê ve bihêlin, gotin di cih de be, tê wateya “berxê bi hêviya gur ve bihêlin”.
Beriya komkujiya Til Izêr, li navenda Mûsilê 28 ciwanên Êzîdî li cihê kar hatin qetilkirin. Nehat fêmkirin jî ku kê û çima qetil kirin. Ev bûyer peyama komkujiya ku bê kirin bû. Heta qetilkirina wan ciwanan wê demê pir nekete rojevê. Weke mijarek a edlî hat destgirtin. Sedema wê çi dibe bila bibe, weke sedema sereke nakokiyên Misilman û Êzîdiyan hat vegotin. Yanî nakokiyên olî veguherîbûn pevçûnê. Ne qetilkirina ciwanên li Mûsilê, ne jî komkujiya Til Izêr û Sîba Şêx Xidir nabe weke bûyerên edlî bên nirxandin. Berhemê hişmendiya fermanan a dibêje “Êzîdî kafir in, dijminê ol in, qetilkirina wan wacib e” ne. Rolê PDK’ê yê di van komkujiyan de bi awayek zelal li ber çav e û bi destê PDK’ê hatine kirin. Lê gel cesaret nake ku rastiyan bîne ziman û ji rastiyan direve. Ji ber zext û atmosfera tirsê ya li ser gel bûyer nayên ronîkirin, lêkolînkirin, berpirsyar nayên dîtin û nayên darizandin. Êzîdî, bêçare, bi êşên xwe re, bi birînên xwe yên qaliknegirtî re, mehkumî jiyana bêxwedî û bêkes hatine kirin.
Beriya derketina holê ya DAIŞ’ê, li paytexta Urdunê Ammanê civînek hat çêkirin. Tê zanîn ku nûnerên PDK’ê beşdarî vê civînê bibûn. Kesên beşdarî vê civînê bibûn xeberê wan ji derketina DAIŞ’ê hebû. Beriya wê amedekariyên xwe kiribûn û karê xwe plan kiribûn. PDK’ê li gorî vê planê, hîn ji mêj ve çekên giran ji Şengalê derbasî herêmên ewle yên Başûr kiribûn. Heta rêveberên xwe yên di asta jor de ji herêmê derxistibûn. Hîn ji destpêkê de zemînê belavûna DAIŞ’ê amede kiribû. Hîn di destpêkê de biryar dabûn ku bi DAIŞ’ê re şer nakin. Heta vir dibe ku bê fêmkirin, lê beriya komkujiyê gund bi gund, bajarok bi bajarok geriyan, ji gel re gotin “ji cihê xwe nelivin, em ê we biparêz in.” Di vê mijarê de “soza şeref û namûsê dabûn” û nehêlan gel bigehe qadên ewle. Ev rewş nayê fêmkirin. Xweparastina gel mafê wê yê herî xwezayî ye, ev maf ji destê gel standin qet nayê fêmkirin. PDK’ê mafê mirovan ê xweparastinê jî ji dest girt, ev bi xwe sûcek ê mirovahiyê ye. Her çi xirabiyên ku li civakekê bê kirin, bi zêdehî li civaka Êzîdî kirin.
Mûsil û Til Efer bê ku parastinek bê kirin kete destê DAIŞ’ê. DAIŞ rastî tu berxwedanê nehat, bajar û bajarok bi dest xist. Li hemberî vê bêdeng man. Bi vî awayî karên di civîna Ammanê de hatibûn plankirin, bê pirsgirêk, weke pêwîst dikir anîn cih. PDK’ê jî, ji aliyê xwe ve tevahî amedekarî kiribûn, şeva ku komkujî pêk bê tevahî hêzên xwe ji Şengalê vekişand. Eger bihiştibûna gel xwe bigihîne qadên ewle dibe ku bîlançoya komkujiyê evqas giran nebûya. Dê gel xwe biparastiba. Mixabin derketina gel a çiyê hat astengkirin. Ji ber ku biryara komkujiyê di civîna Ammanê de hatibû girtin. PDK’ê jî ev biryar pêk anî. Heta rûyê tarî yê fermanê neyê ronîkirin, ne gengaze PDK tu car ji sûcdariya komkujiyê xilas bike.
Pirsgirêka mezin a Şengala biçûk
Şengal di pêvajoya fermanê de û demek dirêj piştî fermanê bêxwedî ma. Her çi çêbû di carekê de bû mijarek ku tevahî cîhan pê re mijûl bû. Hema bêje bûye nîvenda baldariya hêzên gerdûnî û qada kêşmekêşa wan. Weke zemînê hesabxwestina mezin hatiye biawatekirin û gel jî kirin qurbana vê hesabxwestinê. Di dîmen de pirsgirêk weke Rêveberiya Xweser a Şengalê û Yekîneyên Parastina Gel tê nîşandan, lê di rastiyê de pirsgirêka bingehîn kêşmekêşiya parvekirina Şengalê ye. Ji aliyekî ve Îran, ji aliyekî ve DYE, ji aliyekî ve PDK-Tirkiye, ji aliyekî ve Iraq li pey erdnîgariya wê ketiye.
PKK weke hêncet tê nîşandan û êrişî Şengalê dikin, di rastiyê de armanca van êrişan cuda ye. Armanca Tirkiyê di berê de bidestxistina Mûsil-Kerkûkê ye. PDK jî dixwaze careke din Şengalê bixe nava hêrêmên di bin serweriya xwe de. Tevahî hesab li ser vê hatine avakirin. Berpirsyariya PDK’ê ya di fermana Şengalê de kilît e. Hêzeke ku lîstokên qirêj li ser Şengalê dilîze. Berpirsyarê bicihanîna biryara civîna Ammanê ye. Li şûna ji ber vî sûcê şer li gorî zagona cîhanî bê darizandin, li Şengalê mafxwestin û lihevkirin çêkirin, ji bo civaka Êzîdî biryara dijminahiyê ye. Desteserkirina vîna gelê Şengalê ye. Gelek caran xwest bikeve Şengalê û ji ber vê jî êriş kir. Lê her car bi berteka gel re rûbirû ma. Li gel vê jî dixwaze bi zorê bikeve Şengalê. PDK bi fermanê re êdî ji bo Şengalê hêzek derve ye. Bi zorê ketina Şengalê jî tê wateya dagirkeriyê.
Planên DAIŞ’ê yên li Şengal, Kobanê û Rojava negihiştin serkeftinê. PKK weke berpirsyarê vê tê dîtin. PDK û dewleta Tirk jî ji ber binkeftina DAIŞ’ê evqas li dora dijminiya li dijî PKK’ê bûne yek û bi hovane êriş dikin. Her ku diçe hesabên hêzên derve yên li Şengalê tevlîhev bûne. Tirkiye sûdê ji lewaziya dewleta Iraqê digire, mafê wê yê serweriyê neyî dihesibîne, her cûr zagonên navnetewî binpê dike û rojane êrişî Şengalê dike. Ji sala 2017’an heta roja îro, dijwarbûna êrişên hewayî yên Tirkiyê pirsgirêka Şengalê anî rewşek nû. Hesabên dewleta Tirk û PDK’ê yên ji bo Şengalê lihev dikin. Piştî wê hêzên Heşdî Şebî yên girêdayî Îranê hatin Şengalê, pirsgirêka Şengalê weke topa berfê mezin bû. Pêngava herî dawî jî, lihevkirina xiyanetê ya 9’ê Cotmeha 2020’an e. PDK û hikumeta Iraqê jî di nava vê lihevkirinê ye û NY jî aliyek yê vê lihevkirinê bûn. Bi vê hevpeymanê re şaxek navnetewî li pirsgirêka Şengalê zêde bû.
Dîroka lihevkirina xiyanetê jî bizanabûn hatiye hilbijartin. Ev dîrok bi zanabûn di roja destpêkirina komploya navnetewî hat îmzekirin. Her çendî mercên vê lihevkirinê di bin navê parastin, îdarî û binerdî de pir mehsûmane bên nîşandan jî, di cewherê de pir kûr e. Di madeya parastinê de, derxistina tevahî hêzên “biyanî” û ne “rewa” ji Şengalê pêşdîtin dike. Ne tenê YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê di vê çarçoveyê de ne. Heşdî Şebî ya Îran destek dike, fînanse dike, bi mekazagona Iraqê hatiye fermînkirin jî dikeve vê çarçoveyê. Ji ber ku di nava karên hindirîn ên Iraqê de bandorek mezin a Îranê jî heye, di pêkanîna vê lihevkirinê de zehmetiyan dikişînin. Berteka gel li hemberî vê lihevkirinê heye, qasî wê jî Îran muxalefeta vê hevpeymanê dike. Ev rastiyek e.
Tê zanîn ku her diçe bandora Îranê ya li Iraqê zêde dibe. Eger em ji aliyê Şengalê ve mijarê bigirin dest, ji hewesa Îranê ya di aliyê baweriyê de zêdetir, Şengal ji bo polîtîkayên Rojhilata Navîn ên Îranê cihek stratejîk e. Bi derketina DAIŞ’ê re qadek girîng ji wê re vebûye. Milîsên bi navê Heşdî Şebî ava kir û bi vê hêzê li Iraqê hêzek diyar bidest xist. Ev avabûna leşkerî ya tu fermiyeta wê nebû, piştî demekê di çarçoveya fermî de hat nasîn. Heşdî Şebî li Iraqê fermiyet qezenç kir. Ev hêz di cewherê de girêdayî Iranê ye. Ji sala 2015’an ve di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de serkeftinek beşî qezenç kir. Mûsil û derdora wê ji DAIŞ’ê stand.
Weke ku li tevahiya Iraqê, li derdora Mûsilê jî Heşdî Şebî xwe birêxistin kir û hêz bidest xist. Heman demê de, yekîneyek bi navê Laliş ku ji ciwanên Êzîdî pêk dihat ava kir û bi vî awayî (2017) ket Şengalê. PDK ji pevçûna bi Heşdî Şabî re reviya, çeperên xwe bicih hêla û ji Şengalê reviya. Paşê Îran bi hêzek berhevkirî kete Şengalê. Her çendî giraniyek leşkerî ya Heşdî Şebî li Şengalê nebe jî, giraniyek siyasî heye.
Îran hêzek herêmî ye ku tevahî Iraqê bi awayê leşkerî, siyasî û aborî bandor dike. Bi stratejiya li Rojhilata Navîn dimeşîne ve girêdayî li Iraqê bicih bûye. Yek ji welatek sereke ye ku sûdê ji Iraqê digire. Eger mirov li ser bingehê nakokî û têkiliyên Îranê yên bi Iraqê re nêzî mijarê bibe dê sûdwertir be. Girînge ku nakokî û têkiliyên di navbera Îran-Kum û Iraq- navenda Necef Şîî bê lêpirsînkirin. .
Ji bo Îranê girîngiyek cuda ya herêma Şengalê heye. Şengalê ji baweriya Şîî re weke cihek pîroz digire dest. Şengal weke erdnîgarî ji beriya Îslamiyetê di navbera rêya Mûsil û Helebê de li ser rêya bazirganiyê hatiye avakirin û cihek stratejîk ê çiyayî ye. Dibêjin keça Hz. Elî Hz Zeyneb hatiye Şengalê. Li vir tirbeyek bi navê Sîtî Zeyneb hatiye avakirin û pîroz hatiye dîtin. Qasî girîngiya olî, di aliyê jeostratejî-jeopolîtîk de jî Şengal ji bo Îranê xwedî girîngiyek mezin e. Ji bo projeya kemera kesek ku heta Akdenîzê dirêj dibe jî cihek pêwîst e. Mayîndebûna Îran- Heşdî Şebî ya li Şengalê, di serî de DYE û Îsraîl, ji aliyê welatên Ewropayê ve neyê pejirandin. Ji ber vê sedemê jî dixwazin demildest lihevkirina xiyanetê ya 9’ê Cotmehê pêk bê.
Her ku diçe hesabên li ser Şengalê berfireh û kûr dibin. Şengal bûye herêmek ku ji derveyî civaka Êzîdî herkes hesaban li ser dike. Şengal ji aliyê NY, DYE, YE, welatên weke Îran û Tirkiyê ketiye bin mercekê. Ji ber vê jî Şengal ber bi bêîstixrariyê ve diçe. Yek ji hêzên ku herî zêde lihevkirina xiyanetê diparêze jî bêguman Tirkiye ye. Hewl dide bi êrişên hewayî gel bitirsîne, bêzar bike û ber bi PDK’ê ve bide dehfdan û PDK’ê vegerîne Şengalê. Erdogan ê ku bi siyaseta tirs, hilweşandin û zextê encam ji Tirkiyê girt, niha jî heman rêbazê li ser Şengalê dide meşandin. Dema PDK vegere Şengalê, tê wateya ku Şengal dibe baregehek dewleta Tirk. Jixwe baregehek leşkerî ya dewleta Tirk li Başîqayê heye. Plana dewleta Tirk a ji bo Şengalê; çavkaniya xwe ji daxwaza Osmanîtiya nû digire. Dixwaze xeta sînor a Rojava dagir bike, Şengal jî di nav de xeta Mûsil û Kerkûkê bigihîne hev û hesreta xwe ya Osmaniya Nû pêk bîne. Polîtîkayek berfirehbûnê li Başûrê Kurdistanê jî dide meşandin. Hebûna PKK’ê weke hêncet dide nîşan, êrişî Rojava û Başûrê Kurdistanê dike. Dibêje “PKK’ê rawestînin, eger hûn nekin em ê tişta pêwîst bikin. Em ê di şevekê de werin Sincarê”. Bi vî awayî daxwazên xwe yên dagirkeriyê derdixe holê.
Tirkiye û PDK, bi taybet ji bo Şengalê dibêjin “Hevkariya PKK û Îranê”. Bi vî awayî ji bo lihevkirina xiyanetê piştgiriyê ji DYE, Îsraîl, YE û NY digirin, zextê li Iraqê dikin. Halbûkî, li ser zemînê Şengalê ne bi awayek objektîf ne jî bi awayê sûbjektîf tu têkiliyek tune ye. PDK û Tirkiye Yekîneyên Parastina Şengalê û Rêveberiya Xweser naxwazin. DYE û hêzên dijî Îranê jî Heşdî Şebî naxwazin. Ji ber wê jî di mijara Şengalê de cemserek dijî Îranê derdikeve holê. Rêveberiya Xweser a Şengalê “weke PKK’ê nîşan didin, Heşdî Şebî jî weke Îranê nîşan didin. Dîsa weke ku têkiliya van herdû hêzan bi hev re heye nîşan didin”. Van hêzan weke çavkaniya pirsgirêkan nîşan didin. Ev berovajîkirinek e. Tê wateya vexwendina polîtîkayên êrişkar ên PDK û Tirkiyê.
Fermandarê hêza artêşa pasvanên Şoreşa Îranê Qasim Silêmanî û alîkarê serokê Heşdî Şebî Ebû Mehdî Muhendis di 3’ê Çileya 2020’an de li Bexdayê ji aliyê DYE yê ve hatin kuştin. Vê bûyerê Iraq kir qada rakêşana Îran û DYE yê. Hêzên li dijî hebûna Îranê bi awayek blok bertek nîşan dan, heman rewş li Şengalê ji bo lihevkirina îxanetê jî gengaz e. Ji nûnerê NY, heta nûnerên DYE û YE yê, tevahî bi yek dengî alîgirên pêkanîna vê lihevkirinê ne. Di rastiyê de pirsgirêk Şengalê jî derbas dike, lê şerê xwe li ser Şengalê didin meşandin. Ev ne ji bo pir Şengalê difikirin e. Ji ber ku Şengalê ji bo nakokiyên xwe weke amûr guncaw dibînin, hertim di rojevê de dihêlin. Rolê yeksankirina PKK’ê bi Îranê re jî PDK û Tirkiyê girtiye ser milê xwe. Armanc tesfiyekirina yekîneyên parastinê û rêveberiya xweser a li Şengalê ye û ji holê rakirina destkeftiyan e. Di rewşa heyî de, wisa xuyaye dê pirsgirêka Şengalê mezintir bibe. Li Iraqê yek ji hêzên herî bibandor jî Îsraîl e. Tê zanîn Îsraîl di nava rêxistinên Kurdan de herî zêde nêzî PDK’ê ye. Tê zanîn ku li Iraqê jî li dijî Îranê di nava têkoşînê de ye. Îsraîl bi DYE yê re tevger dike, êdî ne raze ku di mijara Şengalê de jî hinek tiştan diceribîne. Pirsgirêka Şengalê ya ku evqas hêzên derve ketine navê ji rewşa tê zanîn tevlîhevtir e. Hewl didin mijara aloziya Şengalê bidomînin. Wisa xuyaye ev aloziya Şengalê ji însyatîfa hikumetên Iraqê yên berdewamî tên guhertin derketiye.
Hikumeta Iraqê hatiye wê rewşê ku nikare zagonên xwe pêk bîne. Bûye welatekî ku herkes dikare operasyona xwe li ser çêbike. Li gel ku Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin jî, Iraq di wê rewşê de ye nikare bertekê bide. Her roj êrişî mafê serweriya Iraqê dikin, di wê rewşê de ye ku nikare xwe biparêz e. Li çiyayên wê çekên kîmyewî tên bikaranînin. Qadên weke Şengal û Mexmûrê her roj bi hewayî tên bombekirin, mirov tên qetilkirin. Di tu mijaran de seknek tundrew nîşan nade. Mixabin karbidestên dewleta Iraqê ji dayîna daxuyaniyê wêdetir naçin.
Iraq bûye qurbanê destwerdanên derve. Ketiye bin venêrîna hêzên gercizeyî. Hêlane ji wijdana modernîteya kapîtalîst re. Iraq welatek e ku di nava pirsgirêkên siyasî, leşkerî, aborî de dixenqe. Hejarî û gendeliyê mirovên vî welatê dewlemend ji canê wan bêzar kiriye. Xwedî zemînek civakî yê wisa ye ku dibe her kêlî nakokiyên mezhebî û nîjadî vegerin pevçûnan. Derketina DAIŞ’ê, alîgir avakirin û di demek kin de belavbûna DAIŞ’ê bi vê rewşa heyî re girêdayî ye. Heta mercên potansiyelek weke DAIŞ’ê di hembêza xwe de hilgire, ne gengaze Iraq istixrara mafê xwe bidest bixe. Li Iraqê bêistixrarî heye. Wisan didin nîşan, weke ku mijara sereke ya li Iraqê Şengal e. Vê didin ferzkirin. Tu mantiqê vê tune ye. Eger Şengalê bê parastina cewherî bihêlin, ev tê wê wateyê dê hertim bi fermanan re rûbirû bimîne. Dê êrişên selefiyên tundrew bidawî nebin. Ku heta niha jî xeteriya DAIŞ’ê bidawî nebûye.
Li Şengalê modela forma civakî, hebûna îdarî û parastina cewherî ya hatî avakirin, ji bo Iraqê modelek bi hêvî ye. Rêya çareseriya pirsgirêkên Iraqê nîşan dide. Hişmendî û ferasetek nû ji hebûna civakî ya bi nakokî û pevçûn re pêwîst e. Eger rewşa Şengalê ya heyî statûyekî qezenç bike dê ji bo civakek demokratîk re bibe destpêkek. Bi dagirkirina Şengalê, nepejirandina vîna gel, belavkirina saziyan, desteserkirina destkeftiyan, civak mehkûmî bêbaweriyêkirin, dê tu encamê bi xwe re neyîne. Dixwazin hişmendiya xiyanetê pêk bînin û ji bo vê jî hertim rêbazên cuda bikar tînin. Avakirina pergalek wiha dê hertim pirsgirêkan bi xwe re bîne.
Êş û pirsgirêkên ku fermanê li pey xwe hêlane
Fermana 74’an a li Şengalê pêk hat, di civakê de birînek ku qet qalik negire vekir. Hinek şop li pey xwe hiştin ku dê heta dawî bidomin. Tişta li pey fermanê mayî tenê êş, xwîn û rondik in. Di hindirê mirov de, hiş û bîrê mirov de şopek mezin hêla. Dê heta dawî weke çarenûsekî di temenê mirov de bimîne. Penaberiyek ku heta dawiyê bidome ye. Çîroka jiyana ku jin mehkûmî kirine. Weke cîhana madî hilweşîna cîhana manewî ye. Bi zindî qetilkirina ruhî bû. Jiyanek ku kes nikare pênaseya êşa wê bike ma li paş. Ev ji bo civakekê pir xeter e. Ev tê wateya ji holêrakirina wesfa civakî ye. Ev tê wateya tirsa ji pêşerojê, windakirina hêviyan, rêvekirina ji qirkirina fîzîkî û çandî. Ev tê wateya windakirina bawerî, ziman û çanda xwe. Ev ji bo civakê tê wateya tunebûna dîrokî û temamkirina qirkirina dîrokî.
Tişta ku li pey fermanê mayî di rastiyê de nediyariyek mezin a bi êş e. Di asta hêjmaran de hertişt nediyar e. Hêjmara gorên komî, kesên hatine kuştin, yên winda bûne û mirovên koç kirine ne diyar e. Yên ku ber bi nediyariyê ve ketine rê û rê bi xwe jî nediyar e. Hêjmara kesên di destê DAIŞ’ê de jî ne diyar e. Pir xerîbe ku hêjmara kesên dijîn jî ne diyar e. Fermana 74’an di derbarê civakê de hertişt ewqas nediyar kir ku pêşeroja civakê jî reş û nediyar kir. Qasî êrişên li pey fermanê mane, jiyanên bitirs, bendêmayînên nediyar jî mane. Li pey fermanê kesên matmayî û gorên komîn ên mirovên binaxkirî mane. Bi kurtahî lekeyek reş a ketiye nava pelên dîrokê maye.
Rewşa jinan: Çîroka jinên ketine destê DAIŞ’ê û çarenûsa herî xirab jiyane hîn biêştir e. Xwediyê jiyanek ji mirinê xirabtir in. Zarokên keç, jinên ciwan, bûk û dayîk weke xenîmeta şer hatin dîlgirtin, war bi war hatin gerandin, jiyana wan hat reşkirin. Kî dizane li ku ne û çawa dijîn. Di jiyana xwe de ji gundê xwe, bajarokê xwe, piranî jî ji Şengalê derneketibûn. Li warên erdnîgariyên ku nasnakin destê wan kat girêdan, di nava cilên reş de, bi çavê tijî tirs ê di burkanan de, li bazaran li benda yên wan bikirin man. Kî dizane çend caran hatin kirîn û firotin. Ji kuderê koçî ku kirin. Heta nayê fêmkirin ku çi bi serê wan hat û dê ji niha û pêve çi bi serê wan bê, di nava nediyariya çarenûsa xwe de herikîn. Kê bi jiyana van jinan dizane?
Ji gotinên jinên ku ji destê DAIŞ’ê rizgar bûne û hatine rizgarkirin, êşa jinên Êzîdî yên hatine kolekirin derdikeve holê. Di TV yên PDK’ê de, mikrofonê dirêjî jinên ji destê DAIŞ’ê rizgar bûne dikin. Dubare dubare ji wan pirsa “Hûn çend caran hatin firotin” dikin. Bi şerm bersiva van pirsan tê dayîn. Kî dizane dibe ku hinek jin hene ji şerma xwe naxwazin bizivirin nava malbatê, civakê û welatê xwe. Hinek ji wan zarokên xwe yên ji mêrên nasnakin çêbûne neanînin. Qasî bedena wan hestên wan ên dayîktiyê jî wêran bûne. Hîn gelek çîrokên wiha bi êş ên nayên vegotin ku keviran parçe dike hene.
Çîroka jinên hatine kolekirin, li bazaran hatine firotin, rastî tecawizê hatine, zindî zindî hatine şewitandin, hatine qetilkirin, bûyerên wisa ne ku zimanê ne nagere em qalê bikin, hêza me têrê nake em binivîsin. Bêdawîbûnek biêş a ji pey fermanê mayî ye. Em tenê dikarin bêjin, li ku dera cîhanê dibe bila bibe, kesên endamê vê baweriyê pêwîste tucar jibîr nekin û nedin jibîrkirin. Feraseta civakbûnê, wesif û fikrê mirovbûnê vê pêwîst dike. Girêdana civakî, exlaq û wijdan merc dike ku ev êş neyê jibîrkirin û nedin jibîrkirin.
Armanca herî girîng a şerê li dijî DAIŞ’ê rizgarkirin jinên Êzîdî yên hatibûn girtin e. Di vê mijarê de jî xebatên cidî hatin meşandin. Yek ji erkê herî girîng ê Şoreşa Rojava azadkirin jinên Şengalî bû. Piraniya jinên hatin rizgarkirin li Rojava hatin rizgarkirin. Hem li herêmên şer, hem jî jinên Êzîdî yên li kampa Holê hatin tespîtkirin, hatin rizgarkirin. Di vê mijarê de jî PDK polîtîkayek durûtî dide meşandin, hinek sazî ji bo jinên winda dane avakirin û pere ji hêzên navnetewî digire. Di ser qirkirinê re berjewendiyên aborî û siyasî bidestxistin, li pey kedxwariyê ketin yek ji karê herî xirab e. Ev kî dibe bila bibe, kîjan partiya siyasî dibe bila bibe, xwe ji qirkirina Êzîdiyan têrkirin bêrûmetiye, bêexlaqiye. Jixwe baş tê zanîn ku PDK’ê tu jin rizgar nekiriye. Jinên dîlgirtî yên Êzîdî li qadên ku çeteyên DAIŞ’ê lê ne. Hêza herî bi bandor a di vê qadê de têdikoşe, li dijî DAIŞ’ê şer dike Şoreşa Rojava ye. Piraniya jinan jî li vê qadên hatin rizgarkirin. Dema em dibêjin pêwîste ferman rast bê fêmkirin, em dixwazin bêjin li dijî kesên lehengiyên sexte ava dikin, fermanê vedigerînin kedxwariyê, dîroka sexte dinivîsin bisekinin. Bêguman jiyana jinên ketine destê DAIŞ’ê û jiyana wan hatine reşkirin vegerandin pir zehmet e. Lê ders ji vê derxistin û azadkirina jinên mane gengaz e. Teqeze ku firkê Rêber Apo li Şengalê ji bo avakirina jina azad di asta şoreşgerî de ye. Jina Şengalê bi qismî karî ji malê derkeve, çekê bide destê xwe, xwe biparêz e, xwe birêxistin bike û bi mêran re bibe xwedî heman mafan.
Li Şengalê civak xwedî taybetmendiyek girtî û eşîrparêz bû. Qirkirina ku li Şengalê çêbûyî, bû sedema guherîna gelek tiştan. Tovên ku Tevgera Azadiya Kurdistanê li Şengalê çandine şitil dide. Yek ji van şitilan jî jina azad a Êzîdî ye. Jina Êzîdî êdî ne ew jina berê ya ji malê dernakeve, bêvîn û bê însiyatîf e. Êdî kefenê xwe qetandiye. Çarenûs û dîroka xwe guheriye. Bûye xwedî gotin û biryara xwe. Cih di tevahî qonxên têkoşînê de girtiye. Gihiştiye wê astê ku ew bi xwe xwe biparêz e. Di saziyan de bûye nûnera mafê xwe. Biçek bûye û gelê xwe diparêz e, heman demê de gihiştiye wê astê ku li Bexdayê bi karbidestên dewletê re rûdinê, ji bo mafê gelê xwe dîplomasiyê dike. Ev veguherînek şoreşgerî ye. Di tevahî xebatan de, li ser bingehê pergala hevserokatiyê cih di rêveberiyan de digire û nûnertiya xwe dike. Ev ne destkefiyek biçûk e. Jinên Êzîdî çarenûsa xwe ya reşpoş binxistine û mohra xwe li gelek serkeftinan dane. Bi zanabûna azadiya civakê di azadiya jinê re derbas dibe, kartêkek girîng di vegerûherîna civakê de pêk anîne.
Divê bê zanîn eger tola fermanê bê standin, ew jî di azadiya jinê re derbas dibe. Şopên kûr ên fermanê jî, barê giran ê fermanê jî jin hildigirin. Yên ku ruh û bedena wan birîndar bûn jin in. Civakek evqas êş kişandî, li ku derê dibe bila bibe, eger dilopek ji mirovahiyê mane, eger têgîna şeref û rûmet ji bo wan bi wate be, pêwîste xwedî li van jinan derkeve. Gera li şopa jinên di destê DAIŞ’ê de erkek ê mirovahiyê ye. Pêwîste têkoşîna jinê ya li Şengalê, bi ziravî bê destgirin û bihêz bê meşandin. Şengal xwedî rastiyekê ye ku civakê wê gelek bi zehmet birêxistin dibe. Di Tebaxa 2012’an de xebatkarekê TEVDA yê li xalek kontrolê hatibû girtin. Di wesayîta wî de rojnameya DÎCLE hebû. Berpirsyarê istixbarata PDK’ê yê li Şengalê ji xebatkarê TEVDA’yê re wiha dibêje, “Em mehane bi milyonan dînar li Şengalê xerc dikin. Ji pasvanê ber Kubeyê bigire, hema herkes me girêdayî maaş kiriye. Li gel wê jî me qezenç nekir. Hûnê çawa bi dayîna rojanmeyan qezenç bikin. Hûn Êzîdiyan nas nakin. Ji bo qezençkirinê divê hûn dar jî bikar bînin. Ew tenê ji vê fêm dikin. Hûn vala vala bi van ve mijûl dibin”. Ev bêaqilî winda dike. Modernîteya kapîtalîst nekariye vî gelî xirab bike, qezençkirina vî gelî herçendî zehmet be jî nirxe ku mirov ji bo xizmetê bike. Ji derveyî yekîtiyê, rêxistinbûnê, têgihiştinê tu rêyên din tune ye ku bikare li dijî êrişên fermanê raweste.
Yek ji mijara girîng ku divê li ser bê rawestandin jî piştgirî ne: Şengal di fermanê de hat hilweşandin û şewitandin, divê mercên ji nû ve avakirin û çareserkirina pirsgirêkan bên avakirin. Hêzên ku li pey berwejendiyan direvin û li pey berjewendiyên siyasî ne tu sûda wan negihiştiye Şengalê. Ji bo ji nû ve avakirina Şengalê ji tu deran piştgirî nehatiye. Li gorî ragihandinê, ji bo Şengalê ji qada navnetewî 1,8 milyon dolar hatiye şandin. Lê ev alîkarî tenê li ser asta agahiyan mane. Ji ber ku bizmarek jî li axa Şengalê neketiye.
Yê ku piştgiriyên ji bo Şengalê asteng dike û rêve dibe PDK ye. Dema Rêveberiya Xweser a Şengalê mijara alîkariyê dixe rojevê, karbidestên dewleta Iraqê dibêjin “Ji ber ku rêveberiyek fermî li Şengalê tune ye alîkarî nakin”. Ji ber vê sedemê vegera waliyê PDK’ê ferz dikin. Gelek caran walî xwestiye bizivire Şengalê lê bi bertek û protestoyên gel re rûbirû maye û nekariye bikeve Şengalê. Alîkariyê tên jî vedigerînin kedxwariya siyasî û ji bo vegera PDK’ê ya li Şengalê dikin amûr. Eger hinek sazî hebin ku bixwazin alîkariya Şengalê bikin, divê vê mijarê baş lêkolîn bikin. Divê bê zanîn ku tu alîkarî negihiştine gelê Şengalê. Alîkariyên ku em qalê dikin ên ji bo perwerde, tenduristî, av, binerdê û bicihbûnê ne. Alîkariyên di demê karbidestên PDK’ê û dewleta Iraqê de hatine kirin, divê bê zanîn ku negihiştine Şengalê. Yê ku bûye sedemê fermanê û yê alîkariyên ji bo Şengalê di destê xwe de digire jî PDK ye. Tenê ji bo kedxwariyek evqas mezin dest ji Şengalê û civaka Êzîdî bernade. Dizîna alîkariyên ku ji bo gelê pêwîstiya wî pê heyî, şêlandina goristanê ye. PDK vê dike.
Rêveberiya Xweser hewl daye pirsgirêkên bingehîn ên gel çareser bike. Li çiyê bîrên avê kolan û di astek bilind de pirsgirêkên gel ên avê çareser kirin. Xetên elektirîkê kişandin, xizmeta şaredariyê gihişt tevahî cihên jiyanê. Di çarçoveya derfetan de çadir, xwirek, sotemenî hatine pêşwazîkirin. Perwerdeya bi zimanê dayîkê hat destpêkirin. Pirsgirêkên tenduristiyê hatine çareserkirin. Ev hemû xizmet, bêyî alîkariya jiderve, bi hewla Rêveberiya Xweser, bi alîkariya gelê welatparêz ê ji derveyî welat hatine bicihanîn. Gelek sazî hene ku di bin navê saziyên alîkariyê yên navnetewî xebatê dimeşînin. Ev saziyên ku weke munazeme tên binavkirin, erka wan a bingehîn xebatên peywendîdariyê ne. Bi projeyên ku tu cewherê wan tune ye diziyê dikin. Ji ber şer Şengal weke cihek bi rîstk e, li Şengalê piştgiriyê nakin, cihên ku pere lê tên xerckirin jî ne pêwîstiyên bingehîn ên gel in. Jixwe bi salane kes nayê Şengalê, evqas hatina saziyên alîkariyê û karnekirina wan cihê gumanê ye. Ji koneyneran dibistanek çêkirin, nexweşxaneyek çêkirin, sergo komkirin, li binya çiyê hinek şitil çandin, cil û pêlîstok li zarokan belavkirin, henekpêkirin û lîstina bi rûmeta gelekî ku ferman jiya ye.
Ji bo ev saziyên alîkariyê yên kedxwariyê dikin bên ispatkirin, Şengal ji venêrîna herkesî vekiriye. Şengal li cihê xwe ye, gengaze bi hêsanî bê zanîn ku mezaxtin li kuderê hatiye kirin. Sazî û rêxistinên ku dixwazin dikarin lêkolîn bikin. Yek ji erkê saziyên alîkariyê jî ew e ku gelê Şengalê teşwîqî koçberiyê dikin. Polîtîkaya tê meşandin, polîtîkayek bi zanabûn a bijaftin û qirkirina çandî ye. Yên ku herî bi hêsanî dikarin ji Rojhilata Navîn derbikevin civaka Êzîdî ye. Herkesê ku polîtîkaya koçberan a Ewropayê dizane dê teqdîr bike ku gelê Şengalê yê ziman û rêbazê nizane, yê hejar dê çawa dîwarên bilind ên bi têlan pêçayî yên Ewropayê derbas bikin. Li gorî guherîna hêjmaran, li gorî çavkaniyên Şengalê nêzî 150 hezar Êdîdî koçî Ewropayê bûne û hatine koçberkirin. Koçberiya li ser rêya Ewropa û Awûsturalyayê heta roja me jî bi hemû leza xwe didome. Taybet jî koçkirina şêniya ciwan bi zanabûn tê teşwîqkirin. Civaka bi zora DAIŞ’ê hatiye koçberkirin, niha jî ji ber sedema aborî bi sozên jiyanek xweştir tên xapandin, ji axa wan tên qutkirin û li welatên xerîbiyê tên belavkirin.
Saziya ku jêre dibêjin Weqfa Alîkariyê ya Berzanî di nava nêzîkatiyek xirabtir de ye. Di bin navê alîkariyê de istixbaratê kom dike, sîxwirtiyê pêşdixe û ji bo tespîtkirina cihên leşkerî kar dike. Cihên siyasî, hiqûqî û leşkerî ku nikare derbas bibe, bi navbeykariya saziyên alîkariyê dikevê û ji xwe re qadê vedike. Koliyên bê nirx ên alîkariyê bar dike û dikeve nava gel, bi vê yekê tora istixbaratê ava dike. Rewşek heman, mînaka berbiçav li Efrînê tê jiyîn. Li qadên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyan de weqfa Berzanî ala Başûrê Kurdistanê dihejîne. Di demek ku gelê Efrînê tê koçberkirin, qetilkirin, îşkencekirin, tecawizkirin, malê gel tê desteserkirin de, çawa dibe weqfa Berzanî şovan dike. Weqfa Berzanî ji bo heman tiştan li Rojava jî bike, bi fermî ji Rêveberiya Xweser daxwazan dike. Heta ji bo têkiliyên dualî vê mijarê weke mercekî bikar tîne. Saziyên biyanî yên alîkariyê tijî Rojava bûne. Li Rojava jî weke Şengalê rê ji pirsgirêkan re vedikin. Erkê van ê herî bingehîn ew e ku gel bidin koçberkirin, hêza rêxistinî lewaz bikin, bi çavkaniyên aborî gel bi xwe ve bidin girêdan. Divê bê zanîn dema te destê xwe da vana dê tevahî bedena te bigirin.
Penaberî di serî de vedigere rêyek ku veger jê tune ye
Di 2’ê Îlona 2019’an de, li Tirkiyê li peravên Bodrumê bedenê zarokê biçûk Aylan Kurdî hat dîtin û tevahî raya giştî hejand. Bi rojan raya giştî mijûl kir, mijarên penaberiyê pir hatin goftogokirin û piştre hat jibîrkirin. Heta mercên koçberiyê ava dikin ji holê neyên rakirin, dê hertim weke pirsgirêkekî hebûna xwe bidomîne. Pêwîstiya pergala kapîtalîst bi koleyên modern, hêza erzan a kar heye. Pirsgirêk ev e. Hema bêje Derya Spî veguheriyê deryaya miriyan. Li gel ku gelek kes jiyana xwe ji dest didin jî pêla koçberiyê ranaweste. Penaberî di serî de vedigere rêyek ku veger jê tune ye. Li cihê ku diçinê, bi zorê yan jî dildarî dikevin nava civaka Ewropa. Ev yek jî bi demê re dibe sedema ji nasname, çand û hebûna xwe dûr bikevin. Penaberên nifşê duyemîn û sêyemîn jî hîn zêdetir qutbûna civakî dijîn. Bi vê re jî nifşên piştî wan bi tevahî ji ziman, civak, erdnîgarî û nirxên xwe yên çandî qut dibin.
Ev pêvajo ji bo civaka Êzîdî ya li Şengalê pêvajoyek nû destpê dike. Ji bo Êzîdiyên li Bakurê Kurdistanê û Rojava temam bûye. Ji ber ku şêniya Êzîdî li ber helînê ve ye. Li gorî agahiyên di sala 2012’an de hatine parvekirin, li Bakurê Kurdistanê tenê 500 kes mane. Heman tişt ji bo Rojava jî derbasdar e. Divê civaka Êzîdî weke “civakek bikeve bin parastinê û bê jiyandin” bê destgirtin. Ji ber wê jî pêwîste bi biryarên navnetewî mîsoger bibe û li erdnîgariya wan di nava ewlehiyê de bin. Tenê bi vê gengaze ku bên parastin. Yek ji xisûsa herî girîng jî li dîasporan, di mercên penaberiyê de xwedîderketina li xwe ye. Di dema fermanê de piraniya şêniyan neçar man Şengalê terk bikin.
Dema ku nû derbasî Rojava bûn li kampa Newroz bicih bûn. Beşek pir kêm man li kampê. Piraniya wan (ji ber êrişên DAIŞ, dewleta Tirk û rejîmê tirsiyan” derbasî Başûrê Kurdistanê bûn. Li Başûrê Kurdistanê di kampên cuda de hatin bicihkirin. Piştî DAIŞ li Şengalê binket, vegera li Şengalê destpê kir. Yên hatin Şengalê jî neçar man li çiyê di çadiran de bimînin. Ji ber ku piraniya cihên şêniyan wêran bibûn. Bi demê re bi derfetên xwe malên xwe sererast kirin û vegeriyan malên xwe. Lê vegerek di asta dihat xwestin de çênebû. Çend sedemên venegera Şengalê yan jî dereng vegera Şengalê hene. Ya yekemîn: Nebûna mercên vegera û derbasnekirina tirsa parastinê. Ya duyemîn: Yên demek dirêj li kampan man, ji xwe re cihên kar vekirin û zarokan dest bi xwendinê kirin. Li gorî xwe sazûmaniyek çêkirin. Ya sêyemîn û a herî girîng astengkirina PDK’ê.
Divê li ser sedemên astengkirina PDK’ê bê rawestandin. Ya yekemîn: Di siyaseta li ser Êzîdiyan dide meşandin de penaberan weke amûr bikar tîne. Ya duyemîn: Penaberan ji bo alîkariyên navnetweî bikar tîne û vediguherîne kedxwariyek mezin.
Ya sêyemîn: Hebûna PKK’ê ya li Şengalê weke hêncet dide nîşan, xwe dispêre teza ku Şengal ne ewle ye û bi vî awayî vegeran asteng dike. Di ser penaberan re zextê li PKK’ê dike, hêzên navnetewî jî bi vê dide bawerkirin û hewl dide PKK’ê ji Şengalê derbixe.
Ya çaremîn: Ji bo di hilbijartinan de weke depoya dengan bikar bîne.
Ya pênçemîn: Ji bo birêxistin bike û ji xwe re bike alîgir.
Ya şeşemîn: Ji bo weke hêza pêşmerge bikar bîne.
Ya şeşemîn: Ji bo endamên istixbaratê ava bike. Jixwe xebatan sîxwiran jî bûye xebatek rûtîn. Endamên istixbaratê ava dike, li Şengalê kordîneyan dide SÎHA’yên dewleta Tirk. Êzîdiyan li dijî hev birêxistin dike û bikar tîne. Fermandarên YBŞ’ê yên tên şehîdkirin jî bi destê van sîxwiran şehîd dibin.
Em dikarin sedemên din jî rêz bikin. Pêwîste ji beriya hertiştî bê zanîn ku mayîna Êzîdiyan a di kampên li Başûrê Kurdistanê, ji bo PDK’ê çavkaniyek girîng e. Ji bo xebatên siyasî, leşkerî, aborî, dîplomatîk bûye çavkanî. Naxwazin ev çavkanî ziwa bibe. Yên ku dişîne Şengalê jî li ser mercê dijberiya Rêveberiya Xweser dişîne. Ên ku mercan pêk neyînin jî dema dizivirin Başûrê Kurdistanê tên girtin û îşkencekirin. Li gorî agahiyên Tîrmeha 2023’an, bi giştî 200 hezar penaber di kampên di bin venêrîna PDK’ê de dimînin. Hêjmarên hatine dayîn ne sabît in. Ji ber ku veger û tevger çêdibin ev îstatîstîk jî tên guhertin.
Êzîdiyên derketine derveyî welat, weke koma bi rîsk a ji koka xwe qutdibin, zêdetir bi xeteriyan re rûbirû ne. Di baweriya Êzîdiyan de gotinek pir xweş heye. Yên ji qewmê xwe, civaka xwe qut dibin, ji baweriya xwe dûr dikevin, weke kesayetên xirabbûyî, kesên eslê xwe winda kirine tên dîtin û jêre dibêjin “Bê Esil”. Ev gotin ji bo kesên li gorî baweriya xwe xirab bûne û ji civakê tên avêtin tê bikaranîn. Xeterî û gefên ku derkevin pêşiya kesên penaber ên li derveyî welat, di vê gotina asayî lê pir kûr de veşartî ye. Pirsgirêke ew e ku li gorî esil, bawerî û çanda xwe najîn. Mixabin xeteriya herî mezin a li pêşiya kesên derdikevin derveyî welat, bi gotinek herî asayî BÊ ESIL bûn e.
Pêwîste rizîn û jirêderketine ku penaberî di nava civakê û kesayetan de çêdike baş bê analîzkirin. Ew benderên ku kesên ji çand û dîroka xwe direvin û xwe dispêrinê, di rastiyê de xefikek e. Kesên ku axa xwe terk dikin, careke din vegera wan a li axa xwe dê pir zemhet bibe. Dê bi demê re fêm bikin ku jiyana ew xeyal dikin ne ew jiyan e. Lê dê pir dereng bikevin ferqa wê. Dema kes ji xwe û civaka xwe biyanî bû dê bikeve ferqa vê rewşê. Ev rastî ji bo Êzîdiyan hîn zêdetir bi êş e û bûye pirsgirêkek wêranker.
Fermana 74’emîn pêvajoyek tunebûnê bû. Êzîdî ji ber bawerî û nasnameya xwe bûn armanca qirkirinê. Evqas karesat, komkujî, wêranî, tecawiz û kolekirin, her cûr hovîtiya nayê aqilê mirovan ji ber baweriya Êzîdîtiyê bi serê wan hat. Xwestin Êzîdîtiyê ji erdnîgariya Şengalê xilas bikin. Penaberbûn yek ji armancên DAIŞ’ê bû. Pêwîste penaberî weke rêyek a serkeftina fermanê bê dîtin. Biyanîbûn û di encamê de tunebûn e. Tişta ku DAIŞ’ê xwest li Şengalê bi komkujiyan bike, Ewropa bi rêya penaberiyê dide kirin. Cudahiya di navbera wan de tenê rêbazên cuda ne. Divê neyê jibîrkirin ku tê wateya tunebûna dildarî. DAIŞ’ê bi zorê qetil kirin, Ewropa bi dildariyê qetil dike. Eger penaberbûn wiha neyê fêmkirin, pêşiya tunebûnê nayê girtin. Li Ewropayê jî be, li cihek din jî be pêwîste têgihiştina civakbûnê neyê windakirin. Ji bo civakbûnê jî pêwîste tiştên girêdayî ne bînin cih. Teqez divê nirxên ku me dike em bên parastin. Eger nirxên ziman, çand û baweriyê ketibin xeteriyê, lewaz bûbin, tiştên pêwîst nayên kirin, ji Êzîdîtiyê dûrbûn û qutbûn tê wateya helandin û jirêderketinê. Ji bo hîn kûrt û zelaltir bê fêmkirin, li Şengalê ferman çi be, li Ewropayê jî penaberî ew e.
Tiştên ku divê bê kirin hêsan e. Ji xwe bîyanî nebûna kesayet e. Windanekirina Êzîdîtiyê ye. Penaberî tê wateya qutbûna ji koka xwe. Weke dareke ku koka wê ji axê qutbûyî, nikare xwe ji hişkbûnê xilas bike. Ji bo Êzîdiyan ev xeterî li ber derî ye. Di ferqa vê xeteriyê de bûyîn, ev fêmkirin, dîtin û li dijî vê têgihiştî û birêxistinbûn qasî têkoşîna li dijî DAIŞ’ê girîng e. Divê bê zanîn ferman bi penaberbûnê didome, li dijî vê têkoşînek têgihiştî meşandin, ji bo her Êzîdiyekî erkek jêneveger e.
Agahiyên bîlançoyê ji çavkaniyên ragihandina azad a Şengalê hatine girtin.
- Hêjmara gorên komî yên hatine vekirin: 46 (tê texmînkirin ku li gelek qadên jiyanê gorên komî yên nehatine tespîtkirin hene. Karbidestên dewleta Iraqê di vê mijarê de ne di nava tu hewldanan de ne.
- Hêjmara şehîdên ku ji gorên komî hatine derxistin: 1032
- Hêjmara ku bi testa DNA’yê re li hev hatine: 201
- Hêjmara ku bi testa DNA’yê re li hev nekirine: 831
- Hêjmara kesên ku çarenûsa wan nayê zanîn: 1500
- Hêjmara mînaka DNA’yê ya ji bo jinên hatine ravandin hatiye dayîn: 3548 (Hêjmara jinên hatine revandin bi zelalî nayê zanîn. Ev hêjmar ji mînaka DNA’yê ku malbatan daye hatiye girtin. Yên ku hatine revandin lê malbatên wan mînaka DNA’yê nedane jî hene.)
- Serdana ji bo kesên winda: 6417 (Hêjmara kesên winda jî heta niha ne zelal e. Ji ber ku beşek girîng ê gel, bi texmînî ji sedan 50 heta niha venegeriyane Şengalê. Beşek jî koçî Ewropayê bûne. Ji ber vê sedemê jî ne gengaze agahiyek zelal di derbarê windayan de bê zanîn)
- Hêjmara kesên ji Şengalê koç kirine: 360.000
- Hêjmara kesên koçî Ewropayê kirine: 150.000-160.00 tê texmînkirin
- Hêjmara kesên di kampan de dimînin: 200.000
- Hêjmara şehîdên HPG, YJA, YBŞ, YJŞ,YPG,YPJ’ê yên ji bo rizgariya Şengalê şehîd ketine: 150 (hêjmarek texmînî ye).
Bîlançoya teqîna bi 4 tiran a di 14’ê Tîrmeha 2007’an de li Til Izêr û Sîba Şêx Xidir:
- Hêjmara tevahî ya şehîdan: 796
- Hêjmara tevahî ya birîndaran: 1562
Ev hêjmar ne teqez in. Çarenûsa gelekan nayê zanîn. Leşkerên DYE yê gelek kesên di teqînan de birîndar bûne bi hinceta tedawiyê birine û heta niha nezivirîne. Tu agahî li ser hêjmara van û çarenûsa wan tune ye.