15’Ê TEBAXÊ WÊ BİBE VEJÎNA SEDSALA 21 YEKEMÎN
Zîlan Heleb
Roja 15’ ê tebaxê ji bo gelê kurd û hemû galan, bû ye roja ji nû ve vejînbûna tevahî gelane. Gelê kurd gelek ji gelê herî gevnare di Rojahilata Navîn de ye, xwedî ednigarî û dîrokek dewlemende û berxwedêre. Gelê kurd ji bo hemû gelan bûye cihê sitirgehê û her kes xwe li Kurdistanê digire, Ji ber wê çavê her kesî lêye, dixwazin dixin bin serweriya xwe. Ji ber vê hêza desthiladara û hegemon piştî şerê cihanê ya duyem di sala 24/07/1923 li Lozenê Kurdistan kirin car perçe û siyasetekî topyakon li ser gelê kurd dane meşandin. Di derbarê gelê kurd de qirkirina di milê nesnema kurdî, siyasî, candî, leşgerî û….hwd. Di hemû aliyan de înkar kirina hebûna gelê kurd hate meşandin. Di Turkiyê de jiyan ji bo gelê kurd nehştibûn, her roj di qirkirinê re derbas dibûn.
Dema Rêber Apo dibine jiyan ji bo civaka kurd li kurdistanê nemaye di sala 1973 bi goropek biçûk dest bi tekoşîna azadiya gelê kurd dike. ji ber gelê kurd di nava êrşekî pir mezin de jiyan dike li benda şoreşekî ku wan ji faşista Turk rezgar bike. Di demekê de bewarî û heviyên pir mezin di gelê kurd de pêşdike ve û bi zehmetiyên mezin re rû bi rû dimînin lê tuçarî hêviya xwe qot nakir. Di sala 1978 li Amedê gundê Fisê kongera yekmîn hate lidarxistin û navê tevgerê xwe radihînin Partiya Karkerê Kurdistan(PKK) û bi hêvî û bawariyekî mezin ji hemû aliyan ve dest bi tekoşîna xwe kirin. tevgerê azadiye ji heft kesa hate destpêkirin îro bi miloyona kes cihê xwe di nava tekoşînê de digirin. Di demekê ku kes newirî bi zimanê kurdî biaxefe, kes newirî cilê kurd li xwebike kes newirî behsa kurdewarî bikire. Tevgera azadiyê xwe ragihand, dijm di şewqekî pir mezin de hêşt. Ji ber wê di sala 1980-1982 dijmîn bi awayekî hovane êreşî milîtanê tevgerê azadiyê kirin. mîna kamal pîr,mezulm Doxan,Mehemed Xeyrî Dormeş,Sekîne Cansis, Akif Yimaz û …..bi dehan mîn wan hate girtin û di girdigeha Amedê de hate ragirtin, di zindanê de rastî gelek êreşî hovane hatin lê li hemerî wan bexwedaniyekî pir mezin hate meşandin rojiyê mirinê hate destpêkirin heval Mezulm û car hevalin din agir bi canê xwe xist şehîd bûn. Gel xwedî li bexwedana zindana derket ev bexwedan di cîhanê de deng veda û di dîrokê gelê kurd de şopa xwe heşt.
Ev 25’ sal Rêber Apo li girdigeha Îmralî de tê ragirtin û şerekî ji hemî aliyan de li ser Rêbertî tê meşandin. Lê di Îmralî yê de berxwedanek bi ruhê zindanê Amedê bi ruh 15’ ê Tebaxê pê hampa tê kirin. weke em dibinin ku Îmralî bûye navenda hêza çareseriyê û çavê her kesî li Îmraliyê ye. Heya Rêber Apo di Îmralî de were ragirdin wê ti çareserî mayînde çênebe.
Heval Mahsom Qorqmaz bi navê Egîd di sala 1956’de li Amed gundê Ferqînê ji dayîk dibe û di sala 1970 tev malbetê xwe koçberî Elhê dibe, ji zaroktiya xwe de xwen û xeyalê wî bibe leşger û parstina gelê xwe bike ji ber kurdewariya xwe rojekî li mamostê xwe dixe û di dibistana navîn de tevlî tevgerê ciwanên sosyalist dibe. Li Elihê heval Mazulm Doxan nasdike û dibe hevalê herî niz ya heval Mezulm, di sala 1977-1978 de aktîf tevlî tevgerê azadiyê dibe û li Elehê di xebatê xwe de her kes bê bandor dibe. Di pêngava 12 Aylolê de heval Egîd di sala 1980’ê derbasî saha Lubnanê dibe li gel Rêbertî heft meha perwerda birdozî, siyasî û leşgerî dibine û di sala 1984’ê derbasî çiya dibe û di 15’ ê Tebaxê li Botanê Şemzîna yekmîn çalekiya leşgerî li hember dewlata Tirk destpêdikin. Ew fişek dirs û xwefên mezin dixe nava Dewlata Turk. Ev çalekî ji bû gelê kurd bû vajîna azadiyê û bû hêza herî xurt ji bo bexwedana zindanê Amedê. Carekê din hevî û bawariya gelê kurd xurt kir û ceserata dewlata Tirk şikand û bi hezaran ciwan tevlî nava refê gerîla bûn û navê xwe kirin Egîd û li ser toza azadiyê tekoşîn domandin. Roj 15’ ê Tebaxê ji bo gelê kurd bû cesert û xurtkirina tekoşîna azadiyê. Ev 39’ neh derbasî 40’ saliyê xwe dibe roj bi roj ruhê 15’ tebaxê di nava gelê kurd û tevahî gelê cîhanê di esta herî bilind de tê jiyankirin. Di roja îro de bi ruh 15’ ê tebaxê şoreşa Rojava yê Kurdistanê pêket û li hemberî hêza her hov şer kir û ew hêz têk bir û îro li hemberî Neto şerê birdoz û leşgerî dide meşandin li Zap, Metîna û Avaşîn berxwedaniyek pir mezin tê jiyan kirin û derbeyê giran li dagirkeran didin. Dagirker bi çekên kîmyewî li hem berî hêza gerîla bi kar tînin, ev yek binkeftina Dewlata turk dide diyar kirin. heya ruh berxwedana zindana Amedê û ruhê 15’ ê Tebaxê hebe wê şervanên azadiye wê hebin û heya yek faşist hebe wê şervanên azadiyê têbikoşin.Roj 15’ ê Tebaxê her sal li tevahî cîhanê tê pîrozkirin. Ji ber roj 15’ ê Tebaxê ji bo hemû gelan bi teybet gelê kurd roja hebûna û vîn û xwedî derketina nesnamaya gelê kurde. ji ber vê wê her ruhê 15’ ê Tebaxê bi germahiya xwe heya serkefdinê wê bidome.