ŞENGAL Û RASTIYA FERMANA 74’EMÎN

Di kesayeta Mam Zekî Şengalî û Nûjiyan Erhan de, ji bo bîranîna fedayîyên Apoyî yên li Şengalê şehîd bûne.

0

RAÛF KARAKOÇAN

Dema ku salnameyê 3’ê Tebaxa 2014’an nîşan da, em bûn şahidê êşa herî mezin a mirovahiyê. Temanmezinek Şengalî pir ji mêj ve xewnek dîtibû û wiha ji kesên derdorê xwe re qala xewna xwe kiribû, “Di şevek germ a havînê de kesên cil reş dora me girtin. Ji me re gotin ‘netirsin’. Dema bû sibe dest bi komkujiyê kirin. Qîrên mirovan digihiştin erşê ezman. Kesek bi hewara me nedihat. Dema ku nifşê me ber bi dawî ve dihat, komek ku jin jî di nav de bûn hatin. Pêlavên (sol) hemûyan sor bûn”. Wî temenmezinî ev êş ji beriya çêbibe dîtibû. Ev rastiya ku vî zanistê temenmezin dîtibû, tu zanyarên siyasî, analîzvanan pêşbîn nekiribû. Tu medyûm, tu stêrnasî ev bûyer ji beriya çêbibe evqas bi zelalî nedîtibû û nikaribû wiha binirxîne.

Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê bajarê duyemîn ê Iraqê Mûsil dagir kirin, bi hêzek mezin ku ne diyarbû dê li ku bisekine pêş ket. Piştî bajarê Tilefer hat desteserkirin, dor hatibû Şengalê. Amedekariyên fermanê hîn berê hatibûn plankirin, careke din biryara fermanê hatibû dayîn. Fermanek din li fermanên Êzîdiyan zêde bû. Êrişa herî hovane ya sesala 21’an dê vê carê jî bi destê çeteyên DAIŞ’ê bihatibûya kirin. Fermana 74’emîn a Êzîdiyan bi xezebek wisa hat kirin ku, li gel evqas sal di ser re derbas bû jî heta niha hûrguliyên karesatê zelal nebûye. Fermana herî dawî jî, fermana herî hovane ya di dîroka Êzîdiyan de bû.

Êzîdîbûn ji bo qetilkirinê bibû sedemek têrek. Şengal, bi Fermana 74’emîn de bi erdê ve kirin yek. Êzîdiyan êşek mezin a mirovahî jiyîn. Dema di 3’ê Tebaxa 2014’an de qirkirina mirovan destpê kir, gel bê amedekarî bû. Şengal bibû derya xwînê. Şengala ku gelek çand, ziman û baweriyê bi hev re lê dijiya, êdî ne Şengala berê bû. Şengala ku Kurd, Ereb û Tirkmenên Şîa-Sinî, Asûrî û Ermeniyên Xiristiyan, Êzîdiyan hemûyan bi hev re dijiyan, bibû yek reng û bi reş hatibû pêçan. Ji derveyî DAIŞ û hevkarên wê, herkesê li Şengalê para xwe ji vê qirkirinê girtin. Lê karesata mezin Êzîdiyan jiya. Bi dehan gorên komî çêbûn, bi hezaran kes hatin qetilkirin, bi hezaran jin hatin kolekirin, ji nîv milyonî zêdetir gund hatin wêrankirin. Wêraniyek mezin derket holê. Her çendî gelek sedemên çêbûna Fermana 74’emîn hebûn jî, lê sedema bingehîn Êzîdîbûn bû. Berpirsê destpêkê yê vê jenosîdê PDK ye! Heta ev rastî neyê dîtin ne gengaze nirxandinek rast bê kirin. Heta dê bibe berovajîkirina rastiyê. PDK’ê Şengal bi rê ve dibir. Êzîdî bê parastin hiştin û ew bi cih hêlan. Ji beriya hertiştî ev vebijêrka PDK’ê bizanabûn bû. Gelê ku dixwest ji Şengalê derbikevin ji aliyê PDK’ê ve hat astengkirin, ev jî biryarek polîtîk bû. PDK’ê Êzîdî di nava çarenûsa wan de hiştin, bi zanabûn û xwestek Êzîdî hiştin di nava lepên DAIŞ’ê de, ev yek bû sedema giranbûna bîlançoya qirkirinê.

 

Bêeleqetiya li hemberî pirsgirêkên Êzîdiyan   

 

PDK, li Şengalê weke yekem partiya desthilata di destê xwe de digirt bû. Li Şengalê bîroyên partiyên din ên Başûrê Kurdistanê yên weke YNK, Partiya Komînîst a Kurdistanê hebûn, lê hebûna wan lewaz bûn. Her çendî bandorek wan a mezin nebû jî, lê li hemberî girseya xwe berpirsyar bûn. Dîsa rewşa partiyên Êzîdî jî heman bû. Li gel ku 9 sal di ser fermanê re derbas bûne jî, di serî de Teqedûm, partiyên din jî analîzek bi tendirûst nekirine. Helwest nîşan nedane, li hemberî pêşketinan di nava bê eleqe û bê berpirsyariyê de ne. Meyla gelê Şengalê ya li hemberî partiyên siyasî pir kêm e. Eger em bêjin ji derveyî siyasetê dijîn dê ne şaş be. Em nikarin ji bo Êzîdiyan qala avabûnek siyasî ya cidî bikin. Beşek ji gel di artêşa Iraqê de weke leşkerên bi pere cih digirin, beşek ji wan jî di nava PDK, YNK û rêxistinên din de cih digirin. Ji ber ku gelê Êzîdî ne xwedî hêzek Parastina Cewherî bû, bê parastin man. Piraniya gel li Til Koçerê, erdê Ereban kirê dikin, bîstanan diçînin û debara jiyana xwe dikin. Ciwan jî li herêma Kurdistanê weke karkerên werzî yan jî di înşaatan de dixebitin. Hinek li ser sînorê Sûriyê kolberiyê dikin. Heman demê de li Şengalê çavkaniya jiyanê çandinî-lawirvanî û bazirganiyên biçûk e.

Piştî PDK li Şengalê bû desthilat, polîtîka û hişmendiya wî ya rêveberiyê heta dawî dij demokratîk e, xwe dispêre rêveberiya yekpartîtiyê. Her çendî dewleta Iraqê li wir hebû jî, di cewher de ya desthilatdar PDK bû. Bi awayek despotîk, bi zorê vîna gel desteser kiribûn. Piştî Seddam hêzên PDK’ê hatin Şengalê û dest danîn ser rêveberiyê. Şengal di nava makezagona Iraqê de dikeve nava herêmên bi nîqaş de û pêwîste bi referandûmê statuya wê bê diyarkirin. Ji ber wê jî weke herêmek mezin beşdarbûna wê ya axa Kurdistanê girîngiyek mezin qezenç dike. Ji ber ku Şengal di nava herêma bi nîqaş de cih digirin PDK bi Şengalê ve eleqeder dibe. Mijara girêdana bi herêma Kurdistanê yan jî Iraqê ve hîn jî zelal nebûye. Tu niyet û xwestekek PDK’ê tune ye ku xwedî li baweriya Êzîdîtiyê derkeve, gel biparêz e, asta xweşiyê bilind bike, gel bibe xwedî vîn. Li ser bingehê sedemên siyasî hatiye herêmê û desthilatî xistiye destê xwe.

Ji bo hilbijartina rêveberiya îdarî ya Şengalê tu derdorek hilbijartinê tune ye. Eger hilbijartin çêbibin jî tu caran vîna gel di sindoqan de dernakeve. Hilbijartinên parlementoya Iraqê jî ne hilbijartinên bi îstixrar in. Ji ber wê jî eger em li Şengalê benda hilbijartinek demokratîk bin dê bendewariyek xeyalî be. Li Şengalê walî ji aliyê PDK’ê ve dihat bicihkirin. Lê ji rêveberiyek bîrokratîk a bêbandor wêdetir nediçû. Walîtî, weke karbidestê PDK’ê yê kaxezan îmze dikir bû. Parastina hindirîn, teşkîlata polîsan a ji Êzîdiyên Şengalî pêk tê girêdayî hikumeta Iraqê bû; avabûnek ku tu hukmê wê tune bû. Saziyek bû ku tenê karên bîrokratîk bi rê ve dibir. Beriya fermanê, her çendî hêzek hevkar a PDK-YNK’ê rê venêrîn dikir hebû jî, lê ya serwer PDK bû. Parastina sînor dabûn hêzên artêşa Iraqê û parvekirinek a serweriyê hatibû çêkirin. Lê dîsa tevahî kar di PDK’ê de navendî bibûn. Her çendî parvekirinek serweriyê ya duserî hebû jî, lê li Şengalê PDK’ê ji yê hikumeta Iraqê bihêztir bû.

 

Li Şengalê rojên destpêkê yên qirkirinê

 

Çiyayê Şengalê bi dirêjiya 60 km û firehiya 6-7 km weke şêweyê hûtekî di nava deştê de cih digre. Ev çiya ji bo Êzîdiyan pîroz e, heman demê de weke perestgehekî tê dîtin. Ev çiya serekî wî digihe Mûsilê, serê din berê xwe dide Sûriyê. Weke Çiyayê Sîncarê di dîrokê de derbas dibe. Li gorî baweriya Êzîdî, rêberê wan ê olî Şêx Adî destpêkê tê vir û bicih dibe. Dixwaze Perestgeha Lalişê li vir ava bike, lê biryara xwe diguhere, vediguhêzin Dihokê cihê ku navê Lalişê lê kirine û gora wî jî li wir e. Paşê li cihên cuda yên çiyê bi navê ferîştahên pîroz tên hesibandin, gor tên avakirin. Di demên herî zehmet ên civaka Êzîdiyan de, di demên qirkirinan de dîsa vî çiyayî hembêza xwe ji gelê Êzîdî re vekiriye. Ev çiya careke din ji gelê Êzîdî re bûye çavkaniya jiyanê û henase. Di qirkirinê de, kesên jiyana xwe ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin dîsa xwe spartibûn vî çiyayî. Kesên ji fermanê reviyan û xwe spartin çiyayê Şengalê, vê carê jî ji germaniya çolê ya Tebaxê bê av û tî man. Gel di nava darên maziyê yên çiyê de kom bibûn, nedikarin xwe bigihînin av û xwarinê. Pirsgirêk û zehmetî her du diçin zêde dibin. Ji roja destpêkê ya fermanê û piştî wê jî herî zêde navê vî çiyayî di ragihandina cîhanê de hat ser ziman. Qêrînên mirovên bê çare di TV û torên înternetê de pêl bi pêl belavî cîhanê dibûn.

Gelê di dorpêçê de li aliyekî tirsa mirinê dijiyan, li aliyê din birçîtî û tîbûnê ew diqelandin, li aliyekî jî Roja li esman ew dişewitandin. Çeteyên DAIŞ’ê ji gelek aliyan ve bi wesayîtên zirxî û çekên giran êrişî gel dikirin û bi çiyê ve diçûn. Di destê gel de çek nebûn, çeperek nebû. Ji destê gelê Êzîdî, ji derveyî gotina ‘Hêviya Xadê’ tiştek din nedihat. Di wê demê de ji nişka ve hêviyek bişkivî. Gerîllayên PKK’ê yên pêlav sor derdiketin çiyê. Piştî wê demê, ji gelê Êzîdî re ne tenê dîroka fermanê, dîroka berxwedana li dijî Fermanê jî dest bi nivîsînê dike. Bi vî awayî, bi berxwedan û xiyaneta çêbûyî gelê Êzîdî dikeve dîrokê.

DAIŞ’ê ji nişka ve êrişî Şengalê kiribû. Ji ber wê jî piraniya gel tiştên pêwîst negirtibûn gel xwe û neçar mabûn ji mala xwe derkevin. Hinekan nedikarîn birevin û li paş diman. Dayîk, jinên ciwan, temenmezin, zarok diketin destê çeteyan. Bi hinek hesên di rojên destpêkê de ketibûn destê DAIŞ’ê re têkiliyên bi telefonê bi wan re dihatin çêkirin. Lê her ku dem derbas dibû têkilî qut dibûn, telefon bêdeng dibûn, reşbîniyê xwe diberda ser mirovan. Vîdeoyên komkujiyan ên mejiyê mirovan radiwestandin, dibûn propogandayek mezin a pêşveçûna DAIŞ’ê. Beriya ku DAIŞ bikeve gund û bajaran, tirsa DAIŞ’ê diket wan gund û bajaran. Mirovan malên xwe bi cih dihiştin û dixwestin demildest bigihin cihek ewle. Tirs û xofek mezin dihat jiyîn. Mirovên li çiyayê Şengalê ku di dorpêça DAIŞ’ê de asê mabûn, di jor de korîdorek ji wan re hat vekirin. Di wê korîdorê re xwarin, av û pêwîstiyên lezgîn gihiştin gel, birîndar û nexweşên giran dihatin tehliyekirin. Gengeşeya li dora helîkoperan hindirê mirovan reş dikir. Cîhanê, ev hovîtiya li Şengalê weke ku filmekî temaşe bikin temaşe dikir.

Yên ku ketibûn destê DAIŞ’ê û yên xilas bibûn jî heman çarenûs dijiyan. Ji herdu aliyan ve jî rêwîstiyek nediyar hebû. Yên ketibûn dest, jin û jinên ciwan ên weke ganîmetên şer hatibûn desteserkirin, li bazarên li welatên Ereban hatibûn vekirin dihatin firotin. Zilam, hinek ji wan di qefesên hesin de li Mûsilê bi saxî hatin şewitandin, hinek ji wan hatin qetilkirin, hinek jî zindî zindî di goristanên komî de hatin binaxkirin. Her ku goristanek tê vekirin, civak careke din qirkirinê dijî û her car qîrên wan digihin erşê esman. Her car ji nû ve hestiyên xizmên xwe dibînin, ev êşa ku nayê îfadekirin dîsa birînên wan xwîn dike. Rêwîtiya kesên ji fermanê xilas bûn biêştir e. Ne gengaze di rûyê wan de keyfxweşiya rizgarbûnê bê dîtin. Ev rêya ber bi nediyariyê ve diçe, civak rûyek din ê mirinê dijî. Nizanin li ku bisekinin, nizanin dê çi bikin. Bi vî rewşa derûnî re ji bo jiyanê têdikoşin. Ji bo wan ji Şengalê qutbûn, qutbûna ji kokê ye. Tirsa ku careke din nekarin wê çanda kevnar bijîn ketiye nava hestiyên wan.

 

Piştî fermanê rêwîtiya mirinê

 

Dema ji gund derketin û ketin rêya çiyê, beşek zarok û temenmezin ji ber şertên zehmet di rêwîtiyê de jiyana xwe ji dest dan. Rêwîtiyek wisa bû ku miriyên xwe jî veneşartin. Ji bo lawirên kovî nexwin, kevir danîn ser cenazeyan û rêya xwe domandin. Ji ber ku dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ’ê li pey wan bû. Hovîtiya DAIŞ’ê sînor nasnedikir, serî jê dikir, mirov dixistin qefesê zindî zindî dişewitandin, mirov zindî zindî dixiste bin axê.

Gelê Êzîdî fermana bixwîntirîn, girantirîn, bi êştirîn, hovtirîn jiya. Ne gengaze êşa hatî jiyîn ji mejiyê mirovan derbikeve. Kesekî navnîşana baweriya Êzîdî, gelê Êzîdî û Şengalê nedizanî, di carekî de bi çarenûsa xirab a bi serê wan hatî re ketin rojeva cîhanê. Heman demê de di mejiyê mirovan de hat çandin. Di encama pevçûnên bi DAIŞ’ê re dorçêpa li dora çiyê şikest û bi bejahî xwe gihandin gel. Ji aliyê Rojava ve korîdorek mirovî hat vekirin. Gelê Êzîdî ji qebîleya Yahûdî ku ji ber Fîravûn ji Misrê direviyan xirabtir bûn. Êzîdiyên ku li çiyê terkî qederê kiribûn, ji bo xwe ji êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên tiyê xwînê bibûn xilas bikin, bi awayê qefîleyan ketin rêwîtiya mirinê. Tevî germahî û toza çolê bûn. Ev mirovên ku dizanibûn dê di nava tozê de berbelav bibin, rabirdû û hêviyên xwe li pişt xwe hiştin. Ev mirov ketibûn rêwîstiyek wisa ku dibe careke din nexwazin vegerin, an jî nikaribin vegerin. Ew pîroziyên ku wate didanê êdî bêwate bibûn. Ji bo hinekan qutbûna ji çiyayê Şengalê qutbûnek bêdawî bû.

Destpêkê koçî Rojava, piştre koçî Başûr û Bakurê Kurdistanê, ji wir jî koçberî Ewropayê bûn. Her yek li cihek cuda bicih bû. Derbedertiyê belaya xwe ji wan venekir. Di wargehan de, bê pêşbînî, bi awayek şikestî û giraniya hestan bi tena serê xwe man. Ev tevlîheviya ku her ferdekî civakê jiyayî, kîna van hestên şikestokî, bêçaretî û bêrêxistiniyê bû. Mixabin vê bêçaretiyê besîreta wan dişikand. Civaka Êzîdî ji beriya hertiştî weke kêmnetew bêparastin in. Bê hêza cewherî ne, bê rêxistin in, bê pêşeng û rêber in. Avabûna eşîrî diparêzin, weke civakek girtî hebûna xwe didomînin. Weke civakek baweriyê, tişta herî girîng a wan li gel hev dilêle baweriya wan e. Bi fermanê re jiyana ku bi hev re fêr bibûn ji destê wan derket. Di carekî de xwe bê parastin, bê xwedî û di rewşek penaber de dîtin. Her cihê ku çûnê bûn amûra siyasetê. Rewşa herî xirab a ku gelek bijî jiyan kirin.

Civakek baweriyê ya bêguneh û bê parastin, tenê ji ber baweriya wan, xwestin ji dîrokê rakin. Rûmeta wê şikestiye, mala wê xirab bûye, tevahî hebûna wê hatiye desteserkirin. Hilweşîna derûnî pêk hatiye. Bi awayê madî-menawî hertiştê xwe ji dest daye. Jiyana piştî komkujiyê herî kêm qasî komkujiyê êşê hildigire. Gelekî ku pêşeroja wê tarî bûye, bi awayek giştî rastî koçberiyê hatiye, ketiye ser rêyan, weke penaber dijî, pirsgirêkên bi fermanê re hatine ne rewşek asayî ye. Jiyana penaberiyê barek mezintir daye ser pirsgirêkên piştî fermanê. Penaberbûn bi tena serê xwe pirsgirêkek e. Gelê Êzîdî mala xwe, pîroziyên xwe bicih hêla, li gel ku sal di ser rêwîtiya mirinê re derbas bûne jî êşa wan heta niha didome. Bi awayek fîzîkî ji fermanê xilas bûne, lê ne gengaze ji qirkirina çandî xilas bibin. Êzîdiyên ji axa pîroz a Şengalê, ji perestgehên weke Qûbeyê qut bûne û nikarin vegerin malên xwe, ber bi rêya mirina spî ve ketine rê. Ez rêwîtiya ber bi mirina spî ve çavkaniya xwe tenê ji ferasetên takekesî nagire. Encama polîtîkaya koçberkirinê ya derdorên berjewendîperest bi zanabûn dimeşînin e! Di vê fermanê de pêwîste tiliya pergala kapîtalîst-hêzên gerdûnî (yekser na jî ne rasterast) bê dîtin. Yên ku rê ji avabûna DAIŞ’ê re vekirin, bûn temaşevanên qirkirinan, terora DAIŞ’ê kirin hinceta destwerdana Rojhilata Navîn, qaşo hembêza xwe ji bermayên fermanê re vekirin û hewl dan alîkariyê bidin. Her Êzîdiyek êş û trajediya fermanê teqez di kûrahiya dilê xwe de dijî. Di jiyana xwe de, ji nişkave neçar man êşên pir mezin hilgirin. Depresyonek civakî dijîn. Weke pirsgirêkên ku mirovên yekemîn jiyîn, civaka Êzîdî di sedsala 21’ê de jiyan kirin. Piştî 9 salan, pêwîste her Êzîdiyek li rojên fermanê vegere, tiştên jiyaye hesab bike. Ji bo belgeyan ji nişfê bê re bihêle, reşnivîsa fermanê çêbike. Ev erk û berpirsyariya her kesek ku ev êş jiyaye, bûye şahid, berdêl daye ye. Mijara herî girîng a pêwîste em bibînin ew e ku fermanê bi awayek objektîf binirxînin, qasî wê jî civakê agahdar bikin. Balê bikişînin ser xeteriyên li pêşiya vî gelê kevnar, ji bo fermanên nû neyên jiyîn dersê ji Fermana 74’emîn derbixin.

 

Komkujiya Koço

 

Li Şengalê gundê ku fermanê bi giranî lêxist gundê Koço ye. Gundiyên ku êşa qirkirinê herî zêde dijîn jî gundiyên Koço ne. Piştî ku Fermana Şengalê di 3’ê Tebaxê de pêk hat, piştî 11 rojan (14’ê Tebaxê) komkujiya Koço pêk hat. Dema Êzîdî dihatin qetilkirin, wan xwe spartin kirîvyên xwe yên Ereb û bê bergirî ji gund derneketin. Heta gundiyên gundê Xatimiyê yê li kêleka gundê Koço ji gund derketin û ji fermanê xilas bûn. Gundiyên gundê Koço hîn jî difikirîn ku ew di ewlehiyê de ne. Bi civaka xwe re nebûn yek û hevpar tevnegeriyan. Berdêlê wê jî pir giran dan. Armanca mînaka gundê Xatimiyê û Koço ew e ku herdu gund minyatorek a fermanê ne. Em çiqas bikaribin tevna fermana Şengalê û civaka Êzîdî, mejiyê wan, cîhana wan a ferasetê, rêbazê wan ê fikirînê, feraseta wan a siyasî, têgihiştina dîrokî, asta birêxistinbûnê, têkiliyên civakî û refleksên wan analîz bikin, em ê ewqas bikaribin tevna sosyolojîk a civaka Êzîdî fêm bikin. Du gundê bi hev ve bûn. Yek ji fermanê rizgar dibe, yên din îmha dibe. Heta tespîtek rast a vê mijarê çênebe, ne gengaze gundê Koço û ferman bên fêmkirin, pirsgirêkên wan bên çareserkirin.

Hinek sedem hene ku komkujiyek giran li vî gundî çêbû. Li Şengalê rewşek cuda ya gundê Koço heye û pêwîste bê îzahkirin. Ji ber ku dîmenên destpêkê yên fermanê ji vî gundî hatin xwedî cihek sembolîk e. Heman demê de Nadiya Murad ku ji destê DAIŞ’ê xilas bû û di cîhanê de tê naskirin jî ji vî gundî bû. Vê taybetiyê jî gundê Koço da nasîn û cuda kir. Ji beriya hertiştî gelê gundê Koço ji civaka Êzîdî dûr disekinî, ev bû sedem ku komkujiyek giran bijîn. PDK’ê rê ji komkujiyek wiha giran re vekir, li gel wê jî gundiyên vî gundî li hember vê kiryara PDK’ê bêdeng bûn û gotinek jî nekirin, ev tiştek manîdar e. Nadiya Murad li cîhanê geriya û xwe weke sefîrê Êzîdiyan da nîşandan, ev erk û xizmetek baş e. Lê çiqas nûnertiya Êzîdiyan dike ew jî bi guman e. Ji ber ku nêzîkatiya wê ya ji bo PDK’ê, ji bo kesên ji doza Êzîdiyan bawer dikin pîvanek e. Yek gotin li ser berpirsyariya PDK’ê ya di komkujiyê de nekir. Ev yek rastiya komkujiyê berovajî dike û sîberê dixe ser rastgoyiya Nadiyayê jî. Eger xwedî li qurbanên fermanê derbikevin, divê destpêkê hesab ji qirker û hevkarên wan bê xwestin. 5 sal beriya fermanê xebatkarên TEVDA’yê serdana gundê Koço dikin. Bi mixtarê gund ê wê demê Ehmed Caso re hevdîtinê dikin. Bal dikişînin ser xeteriyên fermanê û hişyariyan didin. Gundê Koço di aliyê erdnîgarî de nêzî Ereban e û dûrî Êzîdiyan e. Sê aliyên gundê Koço gelê Ereb e. Gelê Koço ji Êzîdiyan zêdetir têkiliyên xwe bi Ereban re heye. Têkiliyên dostanî, kirîvtî, bazirganî bi gelê Ereb re baş e, lê xeteriyên wê jî hene. Ji ber wê sedemê jî xebatkarên TEVDA’yê ji wan re dibêjin ku pêwîste hîn zêdetir bi Êzîdiyan re bibin yek. Ehmed Caso wiha bersiva xebatkarên TEVDA’yê dide, “Ez beşdarî yekemîn kongreya TEVDA ya li Mûsilê bûm. Hinek xebitîm lê ji ber min di aliyê madî de sûd negirt ez ji xebatê derketim. Fikrê we pir baş e. Ya ji bo gelê me rast jî xeta xwe ya siyasî û bîrdozî ye. Lê ev cîhan cîhana berjewendiyan e. Berjewendiyên me yên takekesî çi pêwîst dikin em wê dikin. Erebên li dora me kirîvên me ne. Zirara wan nagihe me.”

Li gorî baweriya Êzîdiyan zirar ji kirîvan nayê, dikevin nava hev, baweriya wan bi hev tê. Lê bûn qurbanên baweriya xwe. Kirîvên Ereb ên diçûn Koço destpêkê jin û jinên ciwan ên Koço ji xwe re birin. Yên ku destpêkê êrişî Koço kirin kirîvên Ereb bûn. Mêr ji jinan cuda kirin, bi amûrên kar kort kolan (Mixtar Ehmed Caso jî di nav de) hemû xistin wan kortan û binax kirin. Koço bû gundê ku gora komî ya herî mezin lê hatibû çêkirin. Jinên gund kirin kole, destpêkê birin Tilefer, ji wir jî birin welatên Ereban, di bazaran de weke cariye firotin. Di roja fermanê de çend kesên ji gund bi awayek rasthatin xilas bûn. Mixtarê gundê Koço yê niha, birayê Ehmed Caso Naîf Caso jî li ser şopa birayê xwe diçe. Qasî ku ji tiştên hatine jiyîn dersê dernaxe bê pêşdîtin e. Pişta xwe daye hikumeta Bexdadê, yekîneyek biçûk ji xwe re çêkiriye û beşdarî Heşdî Şabî bûye. Piştgiriya madî ji wan digire, rêbertiya gundê Koço ya vala bûyî dike. Sûdê ji têkiliyên Nadiya Murad ku di qada navnetewî de bûye xwedî nasnameyek popûlîst digire û tenê bi gundê xwe me xerîk dibe. Pişta xwe dide têkiliyên ku bi PDK û hikumeta Îraqê re çêkiriye û kedxwariya fermanê dike. Heta niha jî kesek ji gundê Koço di Rêveberiya Xweser a Şengalê de cih nagire, beşdarî xebatan nabin, beşdarî tu çalakiyên hevpar nabin. Weke berê niha jî xwe ji civakê qut dikin, ev yek weke îzaha bûyerên di dema fermanê de jiyankirin e. Mam Zekî Şengalî, di salvegera komkujiya Koço de li ser vexwendina Naîf Caso beşdarî merasima bîranînê bibû, di rêya vegerê de, di encama agahiyên îstixbaratî de, dewleta Tirk bi êrişek hewayî Mam Zekî Şengalî şehîd kirin. Divê ev weke notekî bê girtin.

Her çendî çîroka kesên ji Şengalê qut bûne û yên zivirîne Şengalê ji hev cudabin jî rewşa wan a derûnî heman e. Çîroka Êzîdiyên ku derbasî Başûrê Kurdistanê bûne û di çadiran de cih bûne, yên li Bakurê Kurdistanê cih bûne, yên koçî Ewropayê bûne û yên zivirîne Şengalê ji hev cuda ne. Lê êşa wan yekpar e. Çi tiştê bi serê civakek ku pêşeroja wan hatiye tarîkirin bê, hemû bi serê wan hatiye. Li pişt xwe bîranîn, xeyal, fêrbûnên xwe, navendên xwe yên olî, nirxên ji mezinên wan mane, gundên xwe bicih hêlane, yên di fermanan de winda kirine, jin û jinên ciwan ên winda, gorên xwe yên komî, xizmên xwe yên çarenûsa wan ne diyar li pişt xwe hêlane û berbelavî bûne. Hewl didin li welatên dûr bijîn. Pirsgirêkên mirovekî ku mala wî xirab bûye, belav bûye, avakirina jiyanek nû bûne parçeyek ji jiyana wan a rojane. Tirsa wan a ji bo pêşerojê, tirsên wan qet kêm nebûne. Weke kevirekî ketibe valehiyekî digindirin. Piştî fermanê her Êzîdiyek neçar ma rûpelek nû veke, destpêkek nû destpê bike. Çiqas pirsgirêkên bikevin jiyana mirovekî hebin, tevahî di jiyana Êzîdiyan de hene. Pirsgirêkên aborî, civakî, siyasî, bîrdozî, leşkerî-parastina cewherî, îdarî-rêveberî, perwerde-tendirûstî, bicihbûn, pirsgirêkên civakî, tevahî li benda çareseriyê ne.

Ji beriya hertiştî pirsgirêka hebûnê ya civaka Êzîdî heye. Parastina baweriya Êzîdî û jiyandina ayînên wê ji bo hebûna civakê pir girîng e. Civakek tenê bi jiyandina nirxên ew avakiriye dikare xwe biparêz e. Jİ ber wê sedemê jî ji bo civaka Êzîdî çanda xwe jiyîn, dana jiyandin û derbaskirina neslên bên, piştî fermanê bû pirsgirêkek cidî. Dema em îro lê dinêrin, armanca Fermana 74’emîn baştir tê fêmkirin. Armanc qirkirina tevahî civaka Êzîdî bû. Armanc dawî li hebûna Êzîdî ya li Şengalê bû, qirkirina nîjandî bû. Armanc qirkirin bû. Dema çeteyên DAIŞ’ê êrişî Şengalê kirin, hewldana wan a yekane ew bû ku tevahî endamên baweriya Êzîdîtiyê tune bikin û dawî li hebûna wan bînin. Dixwestin Şengalê wêran bikin, bişewîtînin ku keseke nekaribe li wir bijî. Qasî bikarin bi awayek fîzîkî qetil bikin, ên nekarîn qetil bikin jî ji Şengalê derbixin. Di vê mijarê de hinek bi ser ketin jî.

 

Bi PKK’ê re xwegirtina li jiyanê

 

Di demek ku kêm mabû komkujiya Şengalê ya herî mezin a sedsala 21’emîn bi ser biketibûya, Tevgera Azadiya Kurd derket ser dikê. Tevahî hesab serobinî kirin. Hêzek biçûk a gerîlla û hinek welatparêz ji bo parastina warê pîroz ê Êzîdiyan, li çiyayê Şengalê, li dijî çeteyên DAIŞ’ê parastina herî mezin a dîrokî kirin. DAIŞ’ê, bajar, gund û bajarokên Iraqê yek bi yek weke kevirên domînoyê dixistin û pêş de diçû û ber bi hindirê Sûriyê ve diçûn. Lê li herêmê yekane cihê ku nekarî bikevê çiyayê Şengalê bû. Ji ber wê sedemê jî dibe ku xala yekemîn a DAIŞ lê şikestî Şengal bû. Gotina Rêber Apo ya “Xwedî li Êzîdiyan derkevin” hem weke talîmat hem jî weke wesiyet bersiv hat dayîn. Vê gotinê koma gerîlla ya 12 kesî derxist serê çiyayê Şengalê û herikîna dîrokê guhertin. Dibe ku hêzek sembolîk bû, lê baweriya bi çiya, hêvî, bawerî û berxwedan hildigirtin. Nûnertiya sekna fedayî û ruhê fedayî yê Apoyî kirin. Dema tê gotin berxwedana Şengalê, teqez divê ew 12 gerîlla bên bîranîn. Dibe ku yekem çirûsk, yekem gule û yekem meydan xwendin be. Bûn yekem kesên drûşma ‘ji bo Êzîdiyan weke tîlîliya lehengiyê hol, hole, hole, hol hola Tawûsê Meleke’ li dijî DAIŞ’ê bilind kirin. Piştî wê keç û xort, ji bo xwe di oxira vî gelî de feda bikin herikîn çiyayê Şengalê. Cîhanê ew bi xwezî û heyranî temaşe kir. Êzîdiyên ku bi komkujiyê hatin nasîn, êdî navê wan bi lehengiyê dihat hildan. Û li Şengalê destana berxwedanek nû ya dîrokî hat nivîsîn.

Divê em rastiyek din bînin ziman. Ew jî berxwedana gel a bi rûmet e, ku li şûna xwe radestî DAIŞ’ê bikin, bi derfetên xwe şer kirin û şehîd kirin. Tîlîliyên jinên Girzîrek, berxwedana mêrên di çeperên berxwedanê de, bûyereke dîrokî ye ku pêwîste qet neyê jibîrkirin. Dîsa Sîba Şêx Xidir, bi berxwedaneke ku gel ji qirkirinê rizgar kir meşand. Pêwîste cesaret, egîdî, lenengî, şervantiya Pîr Xeyrî tucar neyê jibîrkirin, bikeve dîrokê û hemtim bi rêzdarî bê bîranîn. Pêwîste em tevahî şehîdên li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dane bi bîr bînin. Lehengên bênav ên li pêşiya fermanê bûn yekemîn barîqat, bê tirs çûn ser mirinê, nûner û rêberên rast ên vî gelî ne. Berxwedana gerîllayên PKK’ê ya li Şengalê, ji jiyana Êzîdiyan re hêviyek ava kir. Îspat kirin, ne tirs û rev, berxwedan, binxistina DAIŞ’ê gengaz e. Azadkirina Şengalê bi serê xwe ji gelê Êzîdî re şoreşek e. Hestek mezin a hêviyê ava kir. Zemîn ji kesên dixwazin vegerin Şengalê re amede kir. Ji bo careke din li Şengalê jiyanê ava bikin kedek mezin dan. Di azadkirina Şengalê de rolek girîng ê Şoreşa Rojava heye. Piştî ku Şengal ji çeteyan hat rizgarkirin dor hatibû birêxistinkirina jiyanê. Ji bo avakirina îdareya xweser, avakirina meclîsa gel, avakirina yekîneyên parastina cewherî, perwerde, tendirustî, ewlehî, heta xizmetên şaredariyan, di çarçoveya derfetan de bi kedek mezin hatin destpêkirin. Erkê yekemîn ew bû ku ewlehî û zemînê ji bo vegerê bihatibûya avakirin. Her çendî di destpêkê de tirsa DAIŞ’ê ava kirî hebû jî, beşek ji gel vegeriya û vê li Şengalê jiyan bişkivand. Di nava kavilan de, warên jiyanê yên xirabûyî de, jiyanê dest bi vejînê kiribû.

Ji bo vegera gel qasî avakirina mercên fîzîkî, di asta fikrî de jî ji bo nûkirina jixwebaweriyê dem dixwest. Qezençkirina hêza xwe ya cewherî, parastin, xwe rêvebirin, avakirina saziyên îdarî destkeftiyên girîng in. Li gel ku hatibûn ber bi tunebûnê ve, jiyan hembêz kirin û ji nû ve hebûna xwe ava kirin. Rastiya gelekî ku xwe bi jiyanê ve digire kelecaneke ku nayê ziman e, moral-motîvasyonê ava dike. Gel siyasî kiriye û vegerandiye girseyek polîtîk. Ev tevahî ji bo Êzîdiyên li Şengalê, weke teyrê Sîmûrg ê di mîtolojiya Farsan de, tê wateya ji xweliya xwe vejîn ê.

Piştî ku navenda bajarê Şengalê hat azadkirin, şikandina dorpêça DAIŞ’ê ya bi dûrahiya 3/5 km bi salan kişand. Ji aliyekî ve têkoşîna li dijî DAIŞ’ê berdewam dikir, li aliyê din gelê Şengalê dihat rêxistinkirin. Li gel ku sal di ser fermanê re derbas bibûn navê PDK û hikumeta Şamê nedihat hildan. Nebûna herdu hêzan bi rastî jî ji avakirina civakek azad re pêwîstiyek bû. Sazîbûnên Rêveberiya Xweser, Parastina Cewherî bi lez berdewam dikirin. Wisa bû, di pêvajoya dorpêça nîv bi nîv a DAIŞ’ê de, nûnerên hikumeta Iraqê bi navbeynkariya Hêzên Parastina Cewherî ya Şengalê re hatin herêmê û weke mêhvanên YBŞ-YJŞ’ê man li herêmê. Ev rewş ji hêzên PDK’ê re jî derbasdar bû. PDK’ê, beriya ku DAIŞ êrişî herêmê bike hêzên xwe ji herêmê vekişandin û çûn Başûrê Kurdistanê. Piştî ku gerîllayên PKK’ê serweriya herêmê bidest xistin, PDK’ê careke din xwest bizivire herêmê û di vê mijarê de piştgiriya PKK’ê xwestin. Bi saya piştgiriya PKK’ê careke din vegeriyabûn Şengalê. Pêvajoya piştî wê tevlîhev bû. Nûnerên hikumeta Iraqê û hêzên PDK’ê ku bi piştgiriya PKK’ê hatibûn herêmê, piştî DAIŞ binket û xeterî neba, hewl dan destkeftiyên Êzîdiyan yek bi yek ji holê rabikin. Mayîna hêzên PKK’ê ya li Şengalê, ji beriya hertiştî ji bo gelê Êzîdî mîsogeriyek bû. Fedayiyên Rêber Apo yên bê dudilî xwe ji bo gelê Êzîdî feda kirin, ji Şengal û gel re bibûn mertalên parastinê. Ne tenê li Şengalê, warê pîroz ê Êzîdiyan Laliş jî ku di nava sînorên PDK’ê de bû, ji bo parastina wê jî bê dudilî ketibûn tevgerê û parastibûn. Di komkujiyê de yekane hêza ku piştgirî dabû Êzîdiyan PKK bû. Vî destê alîkariyê di demeke ku civak ber bi tunebûnê ve diçû ew ji ber lêva kendala mirinê rizgar kiribûn, vegerandin jiyanê. Di nêrîna PKK’ê de Êzîdî hucreya kok a Kurdan bûn. Rêber Apo di girtîgeha yekkesî ya Îmraliyê de, ji bo bîranîna Destana Dewrêşê Evdê ev rêzik nivîsîbûn.

“Bila ez li Çiyayê Sincarê li kêleka Dewrêşê Evdê bûma! Li ser pişta hespên spî biketiban deşta Mûsilê, Dema Dewrêş birîndar dibû, min ew li pişta xwe kiribûya û bibira ser çiyayên Kurdistanê. Ji wî re bigotibûya ‘Binêre bi hezaran Edûlê û 12 şervanên te hene’. Minê bigotiba li ser van çiyayên ku Xwedawendan lê text çêkiriye razê. Mirin ji ku tê bila bê, êdî min xem nedixwar. Min bigotibûya Kurdîtiya ku teqez bûye û jiyana azad rastiya bê dawî ye.” Rêber Apo; heqîqeta di van rêzikan de anî ziman, di rastiyê de aniye ziman ku dixwaze ji bo Êzîdîtiyê çi bike. Tişta ku xwestiye ji bo Êzîdî û Şengalê bike beriya salan pratîk kiriye. Çawa ku derfet dîtiye xwest xeyalên xwe pêk bîne. Kurdbûna teqezbûyî û jiyana azad ji hûcreya kok re kir yek. Ev rêzikên xwedî wateyek kûr, weke pûxteya nêrîna PKK’ê ya li hember Êzîdiyan e. Têkiliya PKK’ê bi civaka Êzîdî re, di rastiyê de hertim weke têkiliyek taybet girtiye dest. Di PKK’ê de gelek Êzîdî weke kadroyên pêşeng cih girtine. Mehmed Sevgat, Binefş Egal, Mam Zekî Şengalî çend ji van navên nîşane ne. Têkiliya PKK’ê ya bi Şengalê re jî kevne. Ev têkilî piştî pêvajoya Seddam veguheriye xebatek rêxistinîtir û hertim berdewam kirine. Bi navbeynkariya TEVDA’yê ku di sala 2005’an de hat avakirin, li Şengal û navenda Mûsilê xebat destpê kirine û heta fermanê bê navber berdewam kirine. Bi beşdariya 100 kesên rêberên olî û ronakbîrên Êzîdî, li qiraxê bendava Mûsilê yekemîn kongreya TEVDA (Tevgera Êzîdiyên Demokratîk û Azad) pêk hat. Nûnerên ji Şengal, Şêxan, Bahzan, Beşîqa û Mûsilê beşdarî vê kongreyê bûne. Di vê kongreyê de yekeyek nûner a berfireh tê avakirin. Li navenda Mûsil û Şengalê bîroyên wê tên vekirin. Li derdora vê komeleyê xebatên rêxistinkirinê tên destpêkirin. Dîsa li Mûsilê rojnameyek 2 mehî ya bi navê DÎCLE ku naveroka wê siyasî-çandî ye tê derxistin û li qadên Êzîdî lê dijîn bê pere tê belavkirin. Riyad Ebdele Elhiyalî ku eslê xwe Ereb e edîtortiya vê rojnameyê dikir. Riyad Ebdele Elhiyalî di dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Mûsilê de, di avahiya rojnameyê de tê qetilkirin. Bi rojnameyê xebatên rêxistinî-siyasî, perwerdeyê tên meşandin, gel tê ronakbîrkirin. Bi vê re li Ewropayê Çira Tv dest bi weşana xwe dike. Ev di aliyê gel de gavek girîng e. Ji bo gelê Êzîdî yên li tevahî cîhanê belav bûne, amûrek girîng a danûstandinê ye. Taybet ji bo jiyandina bawerî û çanda Êzîdiyan xwedî rolek diyarker e. Di dema fermanê de û piştî wê jî girîngiyek mezin didin xebatên ragihandinê. Ragihandin, dîmenên fermanê, qîrên gel radigihîne cîhanê û di vî alî de rolek dîrokî lîst. Ragihandina cîhanê ragihandina azad a li Şengalê şopand. Bû çav û guhê Êzîdiyan. Tevahî pêvajoyên fermanê ji pênûsa ragihandina azad xwend û bi kamereyên ragihandina azad dît. Piştî fermanê xebatên ragihandinê hîn zêdetir bi sazî bûn û mezin bûn. Radyoya Çira dest bi weşanê kir. Gelek caran rastî êrişên hewayî yên dewleta Tirk hat. Li gel ku her carê hat xirabkirin jî dîsa di weşanê de israr kir.

Şehîd Nûjiyan Erhan bi du hevalên xwe re pêşengiya meşandina xebatên ragihandina xweser dikirin. Ev xebat jî rolek pir girîng lîst. Rayagiştî, çîrokên jinên dîl ketibûn destê DAIŞ’ê, kiryarên dermirovî yên li dijî jinan ji pênûsa Nûjiyanan fêr bû. Nûjiyanê nûçe çêkirin bes nedidît, heman demê de ragihandina jin birêxistin kir û bi sazî kir. Wan bi vê rêyê jinên ciwan ên Êzîdî perwerde kirin û ev xebat mayînde kirin. Ji ber wê sedemê jî bi zanebûn hat armancgirtin û qetilkirin. TEVDA, di berxwedana gelê Êzîdî ya di fermanê de û ji nû ve vejînê de bû hêviyek mezin. Di dema fermanê de, li ser vê komeleyê re parastina gelê Şengalê, pêwîstiyên lezgîn û gihandina alîkariyan pêk hat. Di derbasbûna gerîlla ya li Şengalê, ewlehiya wan, birêxistinkirina karan û koordînekirinê de jî rolek girîng ê vê komeleyê heye. Piştî Fermanê, dema gelê Şengalê saziyên xwe yên siyasî, leşkerî, îdarî ava kirin û di gelek aliyan de saziyên xizmetê çêbûn, vê komeleyê xebatên xwe bi dawî kirin.

Li Şengalê, li gel tevahî şer û êrişan pêşketinek baş çêbû. Gelê Şengalê cara yekem xebatên meclîsê dîtin û cara yekem xwe bi rê ve birin. Gel hatiye astekî ku xwe bi xwe rê ve bibe. Gelek derfet dîtin ku bi nûnerên dewletê re hevdîtinan pêk bînin û pirsgirêkên xwe ragihînin. Cara yekem di derbarê Şengalê de bûn xwedî gotin. Partiyek bi navê PADÊ, yekîneyên parastinê YBŞ-YJŞ, meclîsa xweser a Şengalê, saziyên ku xebatên jin didin meşandin hatin avakirin. Bi van xebatan re civaka Êzîdî hat rewşekî ku xwe bi rê be bibe. Hinek kesayetên Êzîdî ji bo bi gelê Şengalê re bibin alîkar û piştgirî bidin çareserkirina pirsgirêkên wan ji Ewropayê hatin Şengalê û beşdarî xebatan bûn, di nava xebatên rêxistinî de cih girtin. Yek ji van jî (Hesen Dutar) Mam Beşîr bû. Hema herkesî Mam Beşîr nas dikir. Li Rûsya, Ermenîstan, Ewropa, Şêxan û Şengalê bi salan beşdarî xebatên gel bibû. Piraniya temenê xwe bi xizmeta gelê Êzîdî re derbas kir. Li gel temenê xwe yê mezin bi ezma xebata xwe, jîrbûn û fedekariya xwe rêberekî gel bû. Dema li ser erk bû di encama krîza dil de li Şengalê şehîd bû.

 

Pêwîste xiyaneta civaka PDK’ê ya li hember civaka Êzîdî bikeve dîrokê

 

Êzîdiyan cara yekem bê ku alîkariyekî ji derve bigirin, bi hêza xwe ya cewherî nûnertiya xwe kirin. Vê yekê hişt ku Êzîdî ji xwe bi bawer bin. Hatin wê astê ku biryar bigirin û pêk bînin. Gihiştin wê astê ku bi hikumeta Iraqê re ketin nava têkiliyên dîplomatîk û daxwaza statûyê kirin. Ev serkeftinek mezin bû. Heta bi civaka û rêveberiya ku ava kirin ji tevahî Iraqê re bûn modelek, nîşan dan ku ji bo ji nû ve avakirina jiyanê rêyek mezin derbas kirine. Fedayiyên Rêber Apo bi berdêlên pir giranbûha be jî çeteyên DAIŞ’ê bin xistin û ji Şengalê derxistin. Piştî ku erk û berpirsyariyên xwe yên dîrokî û mirovî anîn cih ji Şengalê derketin. Êzîdî bi saziyên ku birêxistin kirine, xwe bi xwe rêve birin û hatin wê astê xwe biparêzin. Ev ji bo pêçana birîna fermanê serkeftinek mezin bû. Li gel xiyaneta PDK’ê, rolê nerênî û hewldanên astengkirin, li gel êrişên dewleta Tirk û nêzîkatiyên nerênî yên hikumeta Iraqê, Êzîdî karîn piştî fermanê careke din vegeriyan axa xwe ya pîroz.  Ji komkujiya Şengalê cudatir, pêwîste nasnameya bîrdozî ya PDK’ê bê nasîn. Nêzîkatiya wî ya ji bo netewîbûnê bi pirsgirêk e. Xwedî hişmendiyekî ye ku ji derveyî demê ye. Xeta wî ya bîrdozî ku xwe dispêre netewperestiyê, dişibe baweriyên olî û mezhebî. Ji gelemperîbûnê zêdetir herêmî ye, parçe dike. Li ser avabûna eşîrî xwe bicih kiriye. Feraseta rêveberiya malbatî hertim li pêş e. Xwe naspêre hêza cewherî, bi hêzên derve ve girêdayî ye, ev yek PDK’ê dike hêzek mîlîtarîst.

Li Başûrê Kurdistanê yekparebûn tune ye, yekîtiya siyasî çênabe, Soran û Behdînan bi du rêveberiyan tê rêvebirin, nêzî yekîtiya netewî nabin, ji ber şerê desthilatê çavkaniyên Başûrê Kurdistanê tên tunekirin, enerjiya wê bi tiştên vala ve tê mezaxtin, bi şerê navxweyî xwîna birayan tê rijandin, bi dewletên serwer re dikevin nava têkiliyên qirêj. Ev yek û gelek tiştên din nîşan dide ku xeta PDK’ê xizmeta yekîtiya Kurdistanê û berjewendiyên netewî yên gelê Kurdistanê nake. Tebeqeya netewperestên Kurd ên karmend, li erdnîgariya Kurdistanê rolek ji yê dijmin xirabtir dilîze. Nêzîkatiya PDK’ê ya li hemberî Êzîdiyan ji nêzîkatiya wî ya li hemberî mijara rizgariya netewî ya Kurd ne cuda ye. Piranî hertim berjewendîperest bûye. Ji Êzîdiyan qasî xwestin leşker berhev kirin û ji bo berjewendiyên partiyê bikar anîn. Xwedî nêzîkatiyekî ne ku li dijî baweriya Êzîditiyê ne. Cudaker, vederker û kêm dibîne. Li ser sifra Êzîdiyan narûnên, nanê wan naxwin, heta ji destê wan avê jî venaxwin. Ji beriya hertiştî pêwîste bê zanîn ku li hemberî Êzîdiyan di nava nêzîkatiyek bîrdozî de ne. Heta feraseta PDK’ê danehûrînin, heta nêrîna wan a li hember Êzîdiyan lêpirsîn nekin, heta têgihiştina heyî fêm nekin, gotinek ku li ser fermanê bêjin dê cihê xwe negire.

PDK’ê di serî de navenda heca Êzîdiyan Lalişa Nûranî, Baba Şêx û Mîr xistiye bin venêrîna xwe, bi alîkariyên madî bi xwe ve girêdaye. Ji rêberên olî bigire heta serokeşîran, Mîcewir xebatkarên Qube tevahî bi alîkariyên madî bi xwe ve girêdaye. Bi vî awayî li gorî daxwaza xwe bikar tîne û ev maf bidest xistiye. Laliş hatiye wê rewşê ku nikare ji xeta PDK’ê derkeve. Beşek ji civaka Êzîdî ji navçeya Şêxanê ne, ku Laliş jî li wir cih digire û rêberên wan ên olî li wir dimînin. Weke şênî li Şengalê kêmtir in. Rêberê rûhanî yê Êzîdiyan, li hemberî êşa ku gelê Şengalê kişandî erka diket ser milê wî pêk neanî. Li gorî cih, erk û berpirsyariyên xwe tevnegeriya. Heta serdana Şengalê jî nekir. Di bin bandora PDK’ê de ma, bi awayek aktîf piştgiriya Şengalê nekir. Êrişên PDK’ê yên li ser Şengalê ji nedîtî ve hat û êrişên dewleta Tirk jî şermezar nekir. Xwedî li Mam Zekî Şengalî –rêberek Êzîdiyan bû-, Hesen Seîd Hesen, Dijwar Feqîr, Zerdeşt Şengalî, Pîr Hemîd, Pîr Çeko û gelek şehîdên din ên di êrişên hewayî yên dewleta Tirk de hatin qetilkirin derneket. Li hemberî kiryarên PDK’ê yên weke zext, êşkence, helandin, tirsandin, girtin, sîxwirkirinê ku li ser gelê Êzîdî dimeşîne çav, guh û devê xwe girt, rolê sê meymûnan lîst. Di salvegera fermanê de, ji bo çalakiya protestoyî ya li dijî DAIŞ’ê taybet jî ciwan hatin astengkirin. Hinek ciwanan gotin “PDK dibêje hûn beşdarî çalakiya PKK’ê bûne û me digirin”, ji tirsan beşdarî çalakiya protestokirina DAIŞ’ê jî nebûn. Nikarin bêjin DAIŞ qehir bibe jî. Ev dide nîşandan ku civakek hatiye wê rewşê ku nikare dijminê xwe jî protesto bike. Mîmarê vê tirsê PDK ye. Ev yek li gel ferzkirin û dana jiyankirin zilm e.

Mîrên Êzîdî, Bavê Şêx, Bavê Çawûş, tevahî şêx, pîr, Qewal, Koçek, feqîr, Girên Çîle, tevahî rêberên olî, heta ronakbîr, hunermend, tevahî kesên di civakê de tên hesibandin, di fermanê de û piştî fermanê erkê xwe pêk neanîn. Civaka Êzîdî ji beriya hertiştî civakek baweriyê ye. Ne xwedî rêberên siyasî ne û ne birêxistinkirî ne. Pêşengên ku di nava PDK û YNK’ê de kar dikin jî xêra wan ji civaka wan re tune ye. Ji ber wê sedemê jî erk dikeve ser milê rêberên ruhanî. Tişta bingehîn a civakê li cem hev digire bawerî ye. Nûnertiyek ku vê yekîtiyê pêşwazî bike derketiye holê. Sekna civakê parçebûyî ye, bi hev re tevnagerin, biryarên hevpar nagirin, bertekê pêş naxin, sedema vê çavkaniya xwe ji rêberên ruhanî digire. Ji gelê Şengalê dûr disekinin, nakevin nava gel, ev belavbûna civakê zêdetir dike. Erkên mezin ên rêberên ruhanî hene ku civakê li gora baweriyê kom bikin, pêşengiyê bikin, rê nîşan bidin, xwedî lê derkevin, biparêzin, pêş bixin û li ser bingehê baweriyê perwerde bikin. Tişta ji wan tê xwestin van erêkê xwe pêk bînin û di wateyek rast de rêbertiyê ji gel re bikin. Gelê Êzîdî belavî cîhanê bûne, ji cewhera xwe qut bûne, ji eslê xwe dûr ketine, hatine ber tunebûnê, bêrêxistin û belavbûyî ne. Para rêberên ruhanî di vê berbelavbûnê de ye. Pêwîste teqez berpirsyariyên xwe bibînin, dema pêwîst bike li hemberî gel rexnedayîna xwe bidin.

Çawa ku Papa li Vatîkanê kêmahiyên di klîseyan de derdikevin holê eşkere dike, girêdayî qadên di berpirsyariya wî de ne lêborîna xwe dixwaze. Derbarê şeran de, rewşên cuda de bang li cîhana Xiristiyan dike, fikrê xwe tîne ziman. Divê rêberê ruhanî yê Lalişê jî rêya rast nîşanî civaka xwe bike. Divê li hemberî belavbûn, bijaftin, windakirina heqîqetê erkên xwe yên olî bîne cih. Êzîdî li Ewropayê weke berfê dihelin. Rêberê ruhanî hatiye wê rewşê ku nikare du gotin û amojgariyan li ciwanan jî bike. Di vê mijarê de daxuyaniyek jî tune ye. Armanca xêzkirina vê mijarê ew e ku; em erkê wan ê li hemberî civaka ku belav dibe bînin bîra wan û vexwînin ser kar. Rêberê ruhanî daxuyand ku ew jinên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibûn revandin û niha hatine rizgarkirin, pêwîste malbatên wan xwedî li wan û zarokên wan derbikevin. Ev daxuyanî erênî bû. Ji ber ku karesata fermanê li Êzîdiyan xist, rastiyeke ku di nava Êzîdiyan de herî zêde li jinan xist. Heta jin neyên vegotin, dê fêmkirin û vegotina fermanê kêm bimîne. Rewşa ku jin ketinê di rastiyê de civak ketiyê. Ji bo vê ji rewşê derbikevin pêwîste ev rewş weke pirsgirêkekê bê dîtin û hewl bidin vê pirsgirêkê derbas bikin. Nêrîna PDK’ê ya li hemberî gelê Êzîdî û baweriya Êzîdîtiyê çi be, weke erdnîgarî jî mixabin nêzîkatiya wî ya li hemberî Şengalê jî heman e. Nêzîkatiyek berjewendîperest e. Hewla berhevkirina pêşmergeyan e.

Şengal ji herêma kedxwariya PDK’ê nehatiye rizgarkirin. Di dema desthilata Seddam de hebûna PDK’ê ya li Şengalê ne mijara gotinê bû. Weke qadek a têkoşînê nehatiye dîtin. Piştî pêvajoya Seddam li herêmê serwerî ava kiriye, li ser bingehê berjewendiyên siyasî weke herêmek biçûk a mêtîngeh bikar aniye. PDK Êzîdiyan weke depoyek a dengan dibîne. Li kontenjana Êzîdiyan a li Parlementoyê jî Êzîdiyên PDK’yê tên bicihkirin. Vîna siyasî ya Êzîdiyan desteser kiriye. Beriya fermanê PDK’ê aboriya Şengalê rêve dibir. Bazirganî, qada bazarê, karên gumrikê PDK’ê venêrîn dikir. Asayîş û karên ewlehiyê jî ji aliyê PDK’ê ve dihat meşandin. Her çendî hinek mijarên weke edalet, polîsî, perwerde û tendirûstî bi temsîlî ji aliyê hikumeta Iraqê ve dihatin rêvebirin jî, lê piraniya rêveberiyê di destê PDK’ê de bû. Ji ber wê jî PDK berpirsyarê tevahî pirsgirêkan e.

 

Mafê civaka Êzîdî ya ferman jiyaye heye ku rastiyan bizan e

 

Hinek Êzîdiyên Şengalê, taybet Qasim Şeşo û derdora lê bi bandor bi xwe ve girêda û serweriya xwe li ser gel da çêkirin. Bi rêbazên weke zext, gef, tirs, perçiqandin û girtinê, heta pêvajoya fermanê Şengal bi rê ve bir. Pêwîste em bûyerên ji beriya DAIŞ’ê hetanî roja me ya îro li Şengalê rû dane, derfetên çêbûne, baş di ber çavan re derbas bikin. Kêmahî çine, li ku şaştî hatin kirin, çima şaştî çêbûn? Divê bersiva van pirsan bê dîtin. Ji bo fermana bi serê gel hatî were ronîkirin, pêwîste cihê ku PDK’ê dagir kiriye bê fêmkirin û ronîkirin. Mafê civaka Êzîdî ya ku ferman jiyayî heye tevahî rastiyan bizane. Ji bo pêvajoyên li Şengalê hatine jiyîn, bûyerên derketine holê rast bên nirxandin, encamên rast bên derxistin û dîrok rast bê pênasekirin, ev pêwîtiyek e û heta neçariyek e. Ji ber vê sedemê, pêwîste tiştên gelê Êzîdî bi xwe jiyaye, bûye şahid, dizane, dîtiye, rûyê rast ê fermanê, sedem û encamên wê rast bên ragihandin. Ev berpirsyariyek e. Lê, gelê Êzîdî yê ji ber PDK’ê êşa fermanê heta hestiyê xwe jiyan kirine, qasî tê xwestin dengê xwe dernaxin, yan jî ji tirsan hîn negihane wê astê ku vê fermanê bikin malê dîrokê. Ev rastiyek e. Hîn jî bi kêmahî û zêdehiyên xwe darêjek a fermanê nehatiye çêkirin. Daxwazên xwe ji cîhanê re venegotine. Nikarin xwe îzah bikin, bikevin nava hewldanên zagonî, nikarin mafê xwe daxwaz bikin (di derbarê berpirsyaran de agahî, belge, delîl kom bikin û dozê vekin) û nikarin parastina xwe ya rewa bikin. Li gel ku evqas sûcê şer hatine kirin, heta niha serlêdanek jî ji dadgehên navnetewî re nehatiye kirin. Ev pir balkêş e û mirovan dide fikirandin. Hinek dewletên ku ferman weke jenosîd pejirandine hene, divê heta niha bi hezaran dosya ji meqamên dadê re bihatina amedekirin. Doz li hemberî yên ev jenosîd kirine, dane kirin, hevkarên wan vekiribûna. Tu hewl nedan û bi çarenûsa xwe razîbûyîn, li benda tên diqewimin mayîn pejirandina mirinê ye.

Yên ku di pêvajoya komkujiyê de Êzîdî bê parastin hiştin û hiştin di nava komkujiyê de, pêşiya gel bûn asten ku bigihin cihên ewle, yên ku wan bi xwe jî guleyek neavêt û ji Şengalê reviyan, teqez divê li ser bên rawestan, bi lez bên lêpirsînkirin û bersiv ji van re bê dayîn. Şifreya qirkirinê, komkujiyê, jenosîdê û êşê di vir de veşartiye. Heta ev pirs neyên bersivandin,  dê wisa bê hesabkirin ku PDK’ê komkujiya DAIŞ’ê erê kiriye û bi lihevkirinê Şengal dewrî DAIŞ’ê kirine. Pêwîste ji beriya hertiştî bê diyarkirin ku divê lêborînê ji gelê Êzîdî bixwazin. Qasî DAIŞ’a ferman pêk anî, PDK ya ku zemîn ji fermanê re çêkir û bû sedem jî hevkarê vî sûcê mirovahiyê ye. Yê ku komkujî pêk anî DAIŞ e, PDK jî ya bi wî re li ser komkujiyê li hev kirî ye. Tiştên li Şengalê hatin jiyîn tomara xiyaneta PDK’ê ye. Tu car nikarin xwe ji vî sûcê mirovî xilas bikin. Di şeva 3’ê Tebaxê de, pir bi hêsanî xwe ji Şengalê kişandin, xirabiya herî mezin a li civakekî bêkirin kirin. Berpirsyariyên xwe neanîn cih. Hişmendiya PDK’ê, di aliyê siyaseta ku nûnertiya wê dike, berpirsyariyên mirovî, wijdanî, hiqûqî, rêgezên siyasî û leşkerî, feraseta rêveberiyê de, tu bi çi awayî bigirî dest bigire, ji derveyî xiyanetê tiştek din îfade nake. Fermana 74’emîn weke komkujiyek di berpirsyariya PDK’ê de kete dîrokê. Dijminahiya PDK’ê tenê weke dijminahiya li dijî Êzîdiyan nayê îzahkirin, dijminahiya li dijî nirxên Kurd, Têkoşîna Azadiyê û yekîtiya netewî ye. Xencera xiyaneta Kurd e ku li pişta Kurdan ketiye. Gengaze ev ji Fermana 74’emîn bê fêmkirin û ispatkirin. Eger tevahî Êzîdiyên li cîhanê bixwazin Fermana 74’emîn fêm bikin û bixwazin xwedî li nasname, bawerî, çand û koka xwe derbikevin, teqez divê dijminahiya PDK’ê ya dîrokî ya li dijî Êzîdiyan baş fêm bikin û encamên rast derbixin. Pêwîste desthilata PDK’ê ya li Şengalê jî baş lêpirsîn bikin.

Dê berdewam bike…

Leave A Reply

Your email address will not be published.