ŞOREŞA PÎŞESAZİYÊ

Mirov heta îndustriyê ji îndustriyalîzmê xelas neke, mumkîn nîne ku mirov karibe civakê ji destê yekdestdariya dewleta netewe û kapîtalîzmê rizgar bike.

0

Abdullah OCALAN

Sêyemîn lingê distanê yê modernîteya Ewrûpayê şoreşa pîşesazi-yê ye. Di dîroka şaristaniyê de rewşeke xwe ya xweser heye. Ji sedî sed bandoreke bi qasî ya şoreşa cotkarî û bajêr kiriye. Bêguman dîrokeke kevin a pîşesaziyê bi qasî dîroka mirovatiyê kevin heye. Gelek veguherînên şoreşgerî derbas kirine. Lê li Ewrûpayê nexasim jî li Ingilîstanê ji dawiya sedsala 18. ve veguherînên çêbûn di karek-tera şoreşên mezin de ne. Me berê jî bi girîngî destnîşankiribû ku di-vê mirov kapîtalîzm û ekonomiyê bi şoreşa pîşeziyê re wekhev neke û nebîne. Pîşesazî diyardeyeke civakî ye ku hê jî sererast rexne lê nehatine girtin. Beriya şoreşa pîşesaziyê gund-cotkarî-bajar ti carî bi serê xwe negihiştin wê astê ku gefan li civakê bixwin û wê bixin tehlûkeyê. Berevajî, di qada çanda maddî û manewî de gelek nirx li pêşketina civakî zêde kirin. Hêza sereke ya avakirina jiyana civakî pêk anîn. Li Ewrûpayê diyardeyên bi şoreşa pîşesaziyê qewimîn gelekî cuda bûn û bandora wan li ser jiyana civakê hê jî bi awayekî zanistî nehatiye analîzkirin û yên hatine kirin jî ji analîzên zanistî dûr in. Belkî jî yek ji wezîfeyên bingehîn ê zanista civakî ew e ku bandora pîşesaziyê li ser jiyana civakî bi awayekî hosteyane lê-bikole.

Ne bi tenê ya zanistê, pîşesazî divê herî kêm bi qasî wê, dabaşa felsefeyê be. Ji sedî sed divê felsefe pîşesaziyê bixe rojeva xwe. Zanista îqtîsadê pîşesazî bi tenê weke qadeke aboriyê kiriye mijar û ev kêmasiyeke hê mezintir e. Pîşesazî weke amûrekî hilberînê yê bi bereket û rabûna ser piyan a aboriyê tê nirxandin û encamên vê we-ke qirkirinê û dewamnekirina hawîrdorê derketine holê.

Ne mumkîn e ku mirov faşîzmê bêyî pîşesaziyê bigire dest. Pîşe-saziyên dikarin sîleha atomê û zindiyên genetîka wan guhertî yên îhtîmal heye zirareke mezin bidin civakê, rewşa wan ji niha ve weke tehlûkeyeke mezin tê dîtin. Bêguman em behsa pîşesaziya ku ketiye kontrola kapîtalîzm û ekonomîzmê dikin. Kontrola herdu meylan li ser pîşesaziyê, pirr eşkere derketiye holê ku hem di çarçoveya ma-neyeke rastî de, hem jî weke metafor rê li ber kansêra civakî û insanî vedike.

Pîşesaziya bi armanca karê di her qadê de gihiştiye ber dewam-nekirinê û ispateke din a vê yekê jî bêkarî, hawîrdora ji ekolojîkbûnê derketiye û jihevdeketina civaka gund û cotkariyê ye. Sîstema dinya kapîtalîst li ser textê serweriyê rûnişt, bê guman di navbera vê yekê û pîşesaziyê de têkiliyeke xurt heye.  Tê zanîn ku Ingilîstan bi saya pîşesaziya kapîtalîzmê bi hegemonyayê mezin bû. Li hemberî hêza serdest a hilberînê ya kapîtalîzma pîşesaziyê zehmet e ku şêweyên din ên hilberînê ango şêweyên din ê civakê li ser piyan bimînin.  Lê hê di vê qonaxê de jî ya mewzûbehs, ne hilberîna ji bo pêdiviyên bingehîn ên insanî ye, hilberîna ji bo serdestiya hegemonîk e.

Pirsa bingehîn ev e: Gelo divê pîşesazî ji bo pêdiviyên bingehîn ên mirovî be, yan jî ji bo serdestiya hegemonîk be? Bi şoreşa pîşe-saziyê re li ser navê civaka exlaqî û polîtîk ji bilî pêdiviyên bingehîn ên mutleq, diviyabû pîşesazî nehatibûya erêkirin. Ji aliyê dîroka mi-rovatiyê ve şoreşa pîşesaziyê wexta ku weke sêyemîn kêliya vegu-herîna mezin ket rojevê, diviyabû ji bilî pêdiviyên bingehîn, ji sedî sed pêşî lê bihata girtin. Wezîfeya bingehîn a exlaq, huqûq, dîn, fel-sefe, zanist û polîtîkayê diviyabû ev bûya. Mirovatî ji vê helwstê re xerîb nîne. Di dema pêkhatina şoreşa cotkariyê de cîhana têgînên hatin mezinkirin û bilindkirin, danîna hîmên ezmanî, zanista pêşket û hukmên exlaqî, vê heqîqetê îfade dikin. Di şoreşa bajêr de mîto-lojiya Sumer û Misrê, zanist, zanyarî, hunera wan û hîmdanîna dînên mezin, ispateke din a mezin a vê heqîqetê ye. Wexta şoreşa pîşesa-ziyê zêde û xurt bû, Şoreşa Franseyê û bûyerên mîna wê yên piştre qewimîn di wê rewşê de nînin ku mirov wan weke mînakên dîrokî nîşan bide. Berxwedana dêrê, ekolên hunerê, şoreşên zanist û felsefeyê bihêlin pêşî li kapîtalîzm û dewleta netewe bigirin, ji bo li ser hîmê pîşesaziyê ranebin pêdarê, berevajî ji bo bikevin bin fermana wê, bi awayekî bextreş, mîna bikevin pêşbaziyê ketine nava tevgerê. Di vê de, bêguman hilweşîna civaka exlaqî û polîtîk bi roleke bingehîn rabûye.

Divê em baş zanibin ku wexta şaristaniya navendî ya Ewrûpayê sîstema xwe ji Rojhilata Navîn bi dest xwe ve anî, girîngiya pêşî bi hêmana exlaqî nedabû. Berevajî li pey bi dest ve anîneke bêexlaq bû. F. Nietzsche ji ber ku ev xiyanet baş tespît kiribû, kitêba xwe ya bi navê “Zerdeşt Weha Ferman Kir” bi hêrseke mezin nivîsand. Nietzsche di vê mijarê de ewçend bi hêrs e, mîna ku wisa biqîre: “Her tiştê we li ser navê modernîteyê daqurtandiye, verişin.” Hemin wî wexta ev digot, wî behsa verişandina modernîteya kapîtalîst a di mejî û dilê mirov de hatiye bicihkirin, dikir. Di velîstin û dînbûna wî de para vê meylê divê piçûk neyê dîtin. Lê çawa ku bi gulekê bihar nayê, bi fîlozofekî jî wê pêşî li dagirkirina verşiya modernîteya kapîtalîst a dil û mejiyê mirov nehata girtin. Wexta ku Adorno digot “Jiyana çewt rast nayê jiyîn” dixwest heman rastiyê bîne ziman. Nexasim piştî qirkirina Cihûyan haya xwe jê hebû ku jiyana modern weke heyî dewam bike, dijberê tevahiya pîroziyên exlaqî yên mirov e. Li hemberî çavsorî û harbûnên kapîtalîzm û dewleta netewe slogana “yan sosyalîzm an barbartî” mîna li vê rastiyê hayil bibe. Ev hayjêhebûn girîng in, lê gelekî kêm in.

Mirov şoreşa pîşesaziyê bi nêzîkbûneke teng a ekonomîst bigire dest wê bi tenê ne kêm be, wê rê li ber bûyerên gelekî jirêderketî jî veke. Disîplîna jêre polîtîka ekonomiyê tê gotin, mînakekî tîpîk e ku nîşan dide bi ekonomîzmê çawa ser heqîqeta civakî tê girtin û ji rê tê derxistin. Eger mirov baş bala xwe bidiyê, mirov ê bibîne ku eko-nomîstên Ingilîz serê vê mijarê kişandine û xweber nîne ku dema wê ya herî bi hêz jî dema şoreşa pîşesaziyê ye. Wezîfeya bingehîn a po-lîtîka ekonomiya Ingilîzan ew e ku li ser navê zanista civakî cinawirê bi navê kapîtalîzmê rewa bikin. K. Marks û F. Engels jî bûn destikê van hewldanan û ev jî nîşan dide çend serketî û bi bandor bûne. Şê-weyê fikrê yê civaka exlaqî û polîtîk li dawiyê tê hiştin û di vê de polîtîka ekonomiya Ingilîz bi rola sereke radibe. Li ser navê zanistê li ser vî bingehî xiyaneta herî mezin hatiye kirin. Ekola zanista po-zîtîvîst a Fransî duyemîn hevparê mezin ê vê xiyanetê ye. Ya polîtîka ekonomiya Ingilîz li ser qada ekonomîk kirî, ekola pozîtîvîst a Fransî jî li ser tevahiya qada civakî pêkanî. Ekola pozîtîvîst exlaq, dîn û felsefeyê weke metafizîkên serdema wan bihurî, xwe jî weke dînê sekuler ê serdema nû (modernîteyê) îlan kir û ev jî rastiya em behsa wê dikin gelekî baş rave dike. Derketina pozîtîvîst jî li dema şoreşa pîşesaziyê rast tê û ev jî xweber nîne, ji lewra mijarê têra xwe rohnî û zelal dike.

Şoreşa pîşesaziyê bêyî ku leza xwe kêm bike, dewam dike. Di dî-rokê de ti şoreşê evçend dirêj dewam nekiriye. Her dem derbas di-be, leza xwe zêde dike. Li pêşiya xwe ti astengî û kelemî nas nake. Ji-xwe guloka herdu hêzên mezin ên bêsînor ên ketine bin fermana wan, di pêvajoyeke zikhev de ne, ji lewra jî pêşketin û bûyereke cu-da nayê payîn. Ango di demekê de ku kapîtalîzm û dewleta netewe bi awayekî kansêrwarî mezin dibin, nabe mirov bipê ku îndustri-yalîzma hebûna xwe deyndarê wê ne, rawestînin. Îndustriyalîzm se-dema hebûna wan e. Mirov heta îndustriyê ji îndustriyalîzmê xelas neke, mumkîn nîne ku mirov karibe civakê ji destê yekdestdariya dewleta netewe û kapîtalîzmê rizgar bike. Berevajî, heta ku îndustriyalîzm weke sedema hebûna kapîtalîzm û dewleta netewe dewam bike, leza xwe ya gihiştiyê wê zêdetir bike û bivê nevê wê heta hilweşîna bi mirin a sêlingên bingehîn, bikudîne. Gelekî girîng e ku mirov rola îndustriyalîzmê di pirsgirêkên civakî, qirkirin û hilweşandina hawîrdorê de ji nêz ve hûrûkûr lêbikole.

 

Ji Parêznameya “Li Rojhilata Navîn Qeyrana Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk” (Pirtûka 4’emîn)

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.