Tirajêdiya Jîngeh li Îran û Çareseriya Abûriya Civakî
Îran, li ser şopa hilberîna mezêxer û aboriya sermayedariya îslamî de ye û hemû siyasetên aboriyê li gorî berjewendiya çînekî çavsor e ku ...
Mirovahî, di sedsala 21?emîn de, di çembera pirsgirêkên bêsînor de ye û rêbaz û pratîka ewlekariya netewî li welatan nikariye çareseriyekî bingehîn ji bo wan arîşeyan derbixin holê. Xizaniya bi milyaran mirovan, ewlenebûna xwarinê, nexweşiyên nepenî, zêdebûna bûyerên xwezayî û guhertinên av û hewa, mînakên wan pirsgirêkan in ku bûne sedema cîh guhertina bi hezaran heta bi milyonan kesan. Cîh guhertinên bi vî rengî jî rê li ber bêhêvîtî, binpêkirina yasa û derketina sûç û pevçûnan vedike.
Li ser vî esasî ewlehiya jînge weke faktoreke sereke ye ji bo ewlehiya mirovî û herimandina xwezayê dibe arîşeya rastî ya mirov a di dehan salên pêşerojê de. Di salên dawiyê de germbûna erdê weke xeterekî berçav û aşkere xwe daye hîskirin. Di rastiyê de guhertina di av û hewayê de ji ber zêdebûna gazên metan (gulxaneyî), xetera herî girîng e Ji bo ewlehiya mirovî, di pêvajoya 150 hezar salan a bûyîna mirov a li ser erdê de. ji ber vê yekê pêwîstiya me bi peydakirina rêyekê heye ji bo dayîna sekinandina germbûna hesareya xwe; helbet bi rêya çêkirina zîhniyet û geşepêdana aboriya ekolojîk.
Em dizanin aborî watedar û bi bandor e, lê her aboriyek ne di xizmeta pêwîstiyên kûr ên mirovî de ne. Di dinyaya îro de, jîngeh ji ber hilberîna mezêxer (mesrefgera) û lîberalîzma Bêasa, zererên pir cidî dîtiye û cîhana me di bin zexta hilberîna endûstrî û aboriya fosîlî ya petrolê de, di rewşekî metirsîdar de ye. Germahiya erdê bilind dibe û zêdetir nefesteng û bêaram dibe. Em xwedî derdekî hevbeş in ku ew jî derdê erdê ye. Her çend li her cîhekî dinyayê, tevî rewşekî giştî, faktorên diyar bandorê lê dikin jî, lê jîngeha Îran’ê di prosesekî lez a têkçûnê de ye. Di vê jîngehê de hêmanên qirêjker hene ku aloziyên zêde çêdikin; qirêjiya zêde ya petrolê, qirêjiya kîmyewî, mîkrobî yên avên sahilî (berav), qirêjbûna avê bi rêya noyînên endûstrî û bajêr, bendavsazî, bikaranîna zêde ya sifreyên avên binerd, qirêjbûna hewayê bi taybet li bajarên mezin û ?.
Di rastiyê de Îran jî weke welatên din, pêşketina bajarwanî û veguhertina heremên gund û civakên cotyarî bi heremên bajarî û civakên endûstrî, bûye sedema guhertina têkiliyên mirovî bi jîngehan re. Ji ber ku çawa mînakên aboriya cîhanê bala xwe nade jiyana mirovî û paqijbûna jîngehê, li Îran’ê jî modela mentiqa aboriya rant û meyla çetewarî û sûdperestane asteng e li hemberî rêzgirtina jiyan û jîngehê. Ev di demekê de ye ku Îran berê ne wisa bûye û tam bi berovajî niha xweza û jîngeh parastiye.
Li Ser Şopa Hilberîna Mezêxer
Tevî ku Îran ji ber baweriya kûr a bi Zerdeşt, şêniyên Zagros’ê ji aliyê parastina dewlemendiyên xwezayî û jîngehê ve xwedî dîrokekî çend hezar salan in, lê belê îro di nava wan 10 welatan de cîh digire ku herî zêde jîngehê qirêj dikin; ev di demêkî de ye ku ne di nava 10 welatên pir nifûs û aboriya pêşketî ya dinyayê de ye.
Bi giştî pratîka aborî û rêveberiyê di cûtyarî û endûstriyê de, her wiha bajêrsaziya bêasa û di encamê de danûsitanên siyasî ya ku bi gendeliya hikûmetî qirêj bûye, çavkaniya têkdana jîngeha Îran?ê ye. Asta rêveberiya jîngehê ya li Îran?ê di nava 133 welatan de di rêza 130’î de ye. Îran, bi trajediya jîngehê re rû bi rû maye û di heman demê de rastî bêhişiyê hatiye. Tiştên ku di têkiliyên Îran’ê de diqewimin ne tesadûfî ne, belkû ji ber nizîkatiya aboriya berpirs û rêveberên vê qadê ye. Bidestxistina powenên rantçiyane û biçengxistina berjewendiya çavsorane ya çînekî biçûk ji civakê û bêbaldarbûna tam ji jiyana jîngehî û berjewendiya heyatî û tendûristiya beşekî mezin ji civakê, encama xwe di têkdana jîngeh de nîşan dide.
Îran, li ser şopa hilberîna mezêxer û aboriya sermayedariya îslamî de ye û hemû siyasetên aboriyê li gorî berjewendiya çînekî çavsor e ku li desthilatê ye tên diyarkirin, him jî li bin bandora aboriya pir tevlîhev û bêbernameya beşa taybetê ye. Şêwaza aboriya Îran’ê nakok e li gel geşepêdana mayende û ne cuda ye ji siyaseta hakimiyet û rêveberiya burokratîk a heyî. Ev nimûne, di mentiqê rojane de ji bo danehev û berjewendîxwaziya xwe ya eşîrî, her tiştê ku astengiyan çê bike û hema nebe pare, ji holê radikin. Di vê modela hilberînê de, jiyana mirovî û jîngeha guncav a hemî heywan û balinde û mirovan bi hêsanî dibin qurbanî.
“Yên din çandin me xwar, em diçînin yên din bixwen.“ (Rêgeza Geşepêdana Mayende)
Di serdemên dîrokê de hikimdar an jî desthilatdarên welatê Îran’ê li gorî zîhniyeta xwe û şert û mercan, çavkaniyên xweza û jîngehê bikar anîn e. Di pirtûka “Awesta”yê de parastina çavkaniyên xwezayê (ax, av, hewa û daristanan) pir girîng bûye û ji erkên olî hatine hesibandin. Di vê pirtûkê de parastina ajalan hatiye tewsiyekirin û eger kesek zirarê bide ajalekê, yan jî av û xwarinê nedê, dikare ew kes bê cezakirin. “Ehûra-Mezda” miletek bi bextewer dizane ku jîngehê têkûz rabigire, herêmên beyar bike herêmên cotyarî û lê darên berhemdar biçînin. Ji ber vê yekê çanda darçandinê li Îran’ê gelek xurt e. Heta padişahên Îranî Koriş û Daryûş?ê Hexamenişî jî bi bandora dînê Zerdeştî di roja darçandinê de dar diçandin û ferman didan fermandarên xwe yên li Eyaletan û ew jî di vê mijarê de dixebitîn. Xeşayerşahê Hexamenişî yekemîn herêma parastî ya cîhanê li Asyaya Biçûk ava kir û parastina wê sparte zêrevanên seltenetî.
Heredot, dîroknivîsê Yewnanî di pirtûka xwe de ku di serdema êrîşa Îskender a li ser Îran?ê nivîsandiye dibêje; “Îranî gelek hewl didin av û ax û hewayê qirêj nekin”. Gabriel û Bûbek du lêkolînerên Otrîşî ne û di pirtûka xwe de nivîsandine ku Îraniyên kevin ji bo dar û daristanan rêzekî taybet digirtin. Li gorî wan, Îranî wer dihizirin ku rihê kesên baş, piştî mirinê, heya bibin xwedî jiyanekî mayînde diçin nava daran.
Di serdema Sasaniyan de jî roja çandina daran giştgîr bûye û heta padişahên Sasaniyan bixwe jî dar diçandin. Enûşîrwan Sasanî, keseke bi temen dibîne ku şitila gûzê diçîne û jê dipirse; “gelo wer difikirî ew qas zindî bimînî da ku bikarî ji berhema vê darê bixwî?” Ew zilamê kal jî bersiva wî dide û dibêje; “Na! Lê kesên din çandin me xwar, em diçînin da ku kesên din jê sûdê bigirin”. Ev yek, heman rêgeza “Geşepêdana Mayende“ ye ku îro saziya neteweyan bi navê xwe tomar kiriye û pêkanîna wê ji hemû gelan û berpirsên welatan re tewsiye dike.
Ola Îslamê jî balê dikşîne ser parastina çavkaniyên xwezayî, jîngehê û piştewaniya li ajalan. Hz. Mihemed dibêje; “şikandina çiqilê darekê, dişibe şikiyana baskê firîşteyêk”. Heta li cîhekî din dibêje; “Roja ku çola mehşerê vedibe, wê rojê eger şitilek di destê min de be, ez ê wê şitilê biçînim û piştre li mehşerê amade dibim”.
Îmam Elî dibêje; “baran bi hêştirên avis nedin kişandin”. Di mezhebê Şîa de ew bi mihriya Fatmeya Zehra dizanin, ku nabe av bê qirêjkirin. Îmam Riza re jî dibêjin; “Zaminê Ask” (Kefîla Xezal). Wate bi Zaminê heywanan tê naskirin. Her wiha di Quranê de gelek sûre hene ku navê wan ji xweza yan jî heywanan hatiye girtin. Di derbarê geşepêdana mayende de di Quranê de hatiye ku; “Ey beşer! Erdê bi emanet didin destê te, heya ji nîmetên wê sûdmend bibî, lê têk nedî û di dawiyê de weke çawa ji min girtî, wer jî ji min re vegerîne”.
Li Ewrûpayê, heya sedsalên navîn ji daristanan re digotin wêraneya ku cihê jiyana cinan û rihên bedniyaz e. Gelek dewletdar û heta rêveberên olî ji bo gel tewsiye dikin ku daristanan bikin erdên cotyariyê. Ji ber ku di vê baweriyê de bûn ku padaşa dinyewî û oxrewî pê re ye. Ji ber vê jî di sedsalên navîn de zêdetir ji 30 milyon hektar ji daristanên Elmanyayê bûne erdên cotyariyê. Di serdema eşrafiyetê de li Ewrûpayê daristan weke nêçîrgeha sultan û eşraf dihatin bikaranîn, lewma nerazîbûn hat nîşandan da ku pêşiyê li têkdana zêdetir bê girtin. Cara yekemîn, di sedsala 19’emîn de Fonhagen’a Elmanyayê rêgeza geşepêdana mayende ku di wê serdemê de jê re digotin “Rêgeza Berdewam“, bi vî rengî hat pênasekirin; “Ji daristanan ew qas ku salane şîn bibin, hesad bikin û herî kêm bi qasî ku me ji yên beriya xwe wergirtiye em jî bidin ên piştî xwe”. Ev hevok weke peyvên zêrîn ên Fonhagen’ in.
Bi giştî yasayên Ewrûpayê zêdetir ji aliyê xwe yê berîdan û temêkirin (sezadan)ê li pêş e û berovajiyê Îran?a kevin, aliyê tewsiye û teşwîq tê de nayê dîtin. Nêzîkî 60 sal berê li ser şopa Fonhagen’ê Dayîreya Daristanvaniyê hat avakirin ku zêdetir yasayên berîdan û temêkirinê bûn û pişt re jî Zêrevaniya Daristanan hat damezrandin. Di sala 1953’an de daristan û çêregehên welat, netewî hat ragihandin, lê belê armancên yasayan nehatin guherandin û karên girîng weke ferhengsazî û tevlîkirina gel dîsa hat jibîrkirin. Bi giştî heya niha jî tevî hebûna yasa, bûtce, pisporên ezmûndar û saziyan jî di warê parastina jîngehê de çavkaniyên xwezayî nayên parastin û rêvebirin; tam berovajiyê vê yekê niha di asta hişkbûn û tinebûnê de ne.
“Kes bawer nake av nemaye…“
Di serdema kevin de, berî her tiştî Îslam bi qasî ola Zerdeştî girîngî nedaye xweza û heywanan û di vê astê de parastina wan nekiriye. Ji ber vê yekê bi guhertina ola Îraniyan ji Zerdeştiyê bi Îslamê, weke berê nizîkatî nema. Lewma behsa Îraniyên kevin û yekbûna wan a li gel xwezayê tê kirin.
Sedema sereke ya duyemîn, bi serdema endûstrî û modernîteyê re dest pê dike. Dema ku ev her dû hêman derbasî nava civakê dibin, têkiliya daîmî di navbera çand û xwezayê tê şikandin. Dema endûstrî derbasî nava civaka Îran’ê dibe, bi şîroveya yek ji nivîskarên mezin ên Îranî Celal’ê Alê Ehmed; “dengê motora avê, dibe nebzê gund”. Di nava elîtên piştî şoreşa Meşrûiyetê de em dibînin li pêy geşedanê ne ku mirov dikare weke sewdagerên geşepêdanê binav bike. Zanistên piştewanên wan jî zêdetir zanistên tecrûbî ne. Ji wê demê heya niha, endazyarên geşepêdanê, jîngeha sextandî (çêkirî) mezintir dikin û jîngeha xwezayî jî biçûktir. Ji ber vê yekê ye ku weke mînak, bajarê Tehran?ê ji hêla fişardeyî ve, bûye bajarê 16’emîn ê cîhanê. Her wiha zîhniyeta navendgerayî bûye sedem, ji %30 aboriya Îran’ê li Tehran’ê kom bibe, halbûkî ev bajêr ji 1.2 axa Îran’ê digre nava xwe. Ji aliyê din ve bi giştî mezinbûna bajaran, geşedana sermayeyê û turîzm bûye sedemê guhertin di bikaranîna herêmên gundan û jîngeha wan deran û rastî destdirêjî û istismara berjewendîperestan hatiye.
Weke mînak, ji %85’ê gundên parêzgeha Yezd?ê ji şêniyan vala bûye. Bavê çolnasiya Îran’ê dibêje; “kes bawer nake ku av nema ye û bi vî rengî biçe, ji %70’ê şêniyên Îran’ê divê mal û warên xwe biterikînin”. Heta rejîma Îran’ê bi zanebûn û ji ber zîhniyeta xwe ya berjewendîperest ava çend çemên parêzgeha Kurdistanê ji parêzgeh û kargehên endûstriyê re dibe û niha kirîza avê ya şêniyên parêzgeha Kurdistanê heye. Bi giştî jî ji ber qirêjiya hewayê li Îran’ê, salane 40 hezar kes dimirin. Her wiha ji ber çêkirina pir zêde ya bendavan, li Îran’ê ji bilî hişkbûna çend deryaçeyên mezin ku weke xiyaneta li mirovên pêşeroj tê binavkirin, asmana bajarên mîna Sine û Kirmaşan’ê salane 256 roj bi toz in.
Beriya her tiştî divê qeyranên jîngeha Îran’ê cidî bêne girtin û ev pirs were kirin ku çima li şûna ku em xwe li gorî xwezayê biguncînin, em xwezayê li gorî xwe diguncînin? Herwiha nabê abûrî cuda ji jînge bê destgirtin û li hember pêşketin û geşepêdanê, asteng bê dîtin. Tam berowajî, eger abûrî bi berçavgirtina tendrustiay hemî qadên civakê neyê geşekirin, felaket û karesat diqewimîne, her wek tiştên kû niha rû didin. Divê gelên Îran?ê bizanibin ku bi her hal hinek rûdaw di nava civaka Îran’ê de çê bûne û hinek hizrandin derketine pêş ku ji ber encamên wan ev qeyran çê bûne û dirz û qelîştok ketina navbera çanda civakî û xwezayê. Berpirsên yekemîn ên vê trajediya jîngeha Îran’ê, berpirs û rêveberên vî welatî ne.