ABORÎ Û EKOLOJIYA HEYÎ
Aborî pêdiviyekî civakî ye û xebatek e ku bi civakê re bi awayekî hevbeş tê pêşxistin û parvekirin.
Erdal ÊLIH
Ji bo domandina jiyanê yek ji sê zagonên ku nebe nabe jî tîmarbûn e. Rêber APO di warê aboriyê de ku dibêje; “Bi awayekî giştî, mirov dikare ekonomiyê weke xebata dabînkirina pêdiviyên madî yên civakê û weke îfadekirina sazûmanî û zagona wê rave bike; di çarçoveyeke tengtir de mirov dikare weke pevguhertina pêdiviyên madî bi rêya bazarekê pênase bike”. Têgeha ekonomiyê ji peyva Ekonomos hatiye afirandin. Jêderk ekonomos e. Ev jî tê wateya “zagona mal û malbatê. Zagona mal jinê bibîr dixe. Ango xebatên aborî xebatên ku girêdayî jinê ne û pêwîste li gorî xwezaya jinê bêne domandin. Şoreşa çandiniyê, lawirvanî li erdnîgariya qedîm a Kurdistan’ê hatiye pêkanîn. Warê sereke yê ku berhema zêde lê hatî pêşxistin, geşdariya civakî hatiye bilindkirin e. Ango welatê mader ê aboriyê ye. Lê di rojame de warek e ku aborî lê tê qetilkirin. Ev gelê kevin bi gotina Rêber APO “li welatê nanê bê nan hatiye hiştin”.
Taybet bi şoreşa zanist-teknîkê bi pîşesazbûnekî lez kapasîteya hilberînê pir zêde bûye. Kapîtalîzma ku vê yekê wekî endûstriyalîzmê dinirxîne, bi giştî desteserkirina bazaran re tenê sûdgirtin kiriye armanc û ti tişt nehêla ye ku nebe mijara kirîn û firotinê. Bi hêrsa sûda zêde tevahiya xweza jî kiriye dijberê xwe. Di xwezayê de ti şûnek nehêla ye ku xûsar pê negihandibe. Ji bo karanîna erdê, daristanên hatî şewitandin, bermahiyên dîrokî yên hezaran salan, daristan, erdên çandiniyê, gund û navçe di bin avên bendavan de hiştin. Bi avahiyên pîşesaziyê yên ku hawirdorê qirêj û gemar dikin, her wiha ji gazên egzozê heya digihe deodorantan gazên ku tebeqaya ozonê kun dikin, bi kanzeyan qulqulîkirina derdor, bi avên pîs qirêjkirina avên vexwarinê, çeman û rûbaran û hwd. tenê ne qadeke teng, bi mirovan, şînatiyan, lawiran ango tevahiya tiştên zindî û ne zindî xweza di bin êrîşekî mezin de ye. Êdî bi qasî ku ekolojî nekare vana hilgire, dibin êrîşekî giran de ye. Dibe ku ba, bahoz, tsûnamî û erdhejên dawî yên ku têne jiyankirin perpitînên dawi yên xweparastina xwezayê bin.
Dema em van hemûyan binirxînin em ê bi hêsanî bigihin encama ku kapîtalîzm ne aborî ye. Aborî pêdiviyekî civakî ye û xebatek e ku bi civakê re bi awayekî hevbeş tê pêşxistin û parvekirin. Lê belê kapîtalîzm li gel derfetên afirandina pîşesaziyê jî, bûye sedema bêkarî, birçîbûn, qirêjiya derdor, nexweşî, mezinbûna zêde ya şêniyan, tinekirina qadên çandiniyê, çavkaniyên avên vexwarinê, qirêjiya hewa û deryayê. Gelek nîşaneyên din hene ku kapîtalîzm ji aboriyê dûr e. Kapîtalizm ne aborî ye. Di pêvajoya hilberînê de ti caran rasterast cîh jî nagre. Lê belê ji ber ku desthilatdar e, xwedî hêz e, ji derve ve aboriyê desteser dike, dişêlîne û li gorî berjewendiyên xwe bikartîne û bi vî awayî jî pozîsyona xwe didomîne. Ji bo serxistina vê yekê jî lewazkirina exlaqê civakî û di dewsa wê de jî, huqûqa li ser hîmê berjewendiyên xwe, pêşxistiye.