ABORIYA BÊ JIN
Li hemberî vê bêkarî û xizaniya her ku diçe bilindtir dibe, di civaka şaristaniyê de zirûfên madî jî ji holê radibin.
Delal AFŞÎN
Di giştî de sîstema şaristaniya dewletparêz, bi taybet jî modernîteya Kapîtalîst ji bo ku sîstema xwe bidomîne, bikaranîna hemû zindiyan ji xwe re weke mafeke xwezayî dibîne û di bin navê aboriyê de jî her tiştî dike mijara kirîn û firotinê. Bi vî awayî nirxandin ku aboriyê çeloxwarî dike, vê sîstemê jî jin kiriye qurban û wer lê kiriye ku barê herî giran ê sîstemê li ser milê jinê bimîne. Mêtina keda jinê bila li aliyekê bimîne, her parçeyekî bedena wê ku weke metayeke reklaman tê bikaranîn û bi ser bikaranîna jinê ya di warê metabûna cinsî de civak ji nirxên xwe yên exlaqî tê dûrxistin û mirovahî pê tê xistin; ev hemû jî ne ji ber ku jin di nava aboriyê de ye diqewimin, ji ber ku jin ji aboriyê hatiye dûrxistin pêk tên.
Ew jina ku di nava malê de zagona malê avadikir û dilrehetiyekî mezin pêşdixist, êdî avêtîne derveyî malê û di bazaran de weke metayekê tê pêşkêşkirin û ji bilî vê yekê ti wateyekê jî ku îfade nake, vê yekê ne ku ji aboriyê re tevkariyek kiribe, berovajî bûye sedem ku bûhranên bi vî rengî yên aboriyê bêne jiyankirin.
Dema ku em li şêweyê modernîteya kapîtalîst a nirxandina aboriyê dinêrin, em dikarin bibînin ku ji bilî vê yekê ti rolekê ji jinê re napê. Tişta herî diltezînî û xemgîn jî ew e, jin bêyî ku bikeve ferqa vê yekê, sîstem xwe bi ser jinê ve dimeşîne. Aborî tenê weke bidestxistina pareyan fikirandin û lêgerînên jinê yên ku ji aboriya malê re tevkariyekî madî bike, di encama şaş û xelet famkirina aboriyê de pêşdikevin. Jin ku weke şêwazekî xwe îfadekirinê dikeve nava vê sîstemê, di esas de ne di wê ferqê de ye ku ka çi qas ketiye wê rewşê ku nikare xwe îfade bike. Di bin navê, “ez di warê aboriyê de azad bim” de koletiya heyî bi awayekî hîn kûrtir tê meşandin. Di serdema modernîteya kapîtalîst de bihêlin jin xwedî îrade û azad be, ti şaneyekî bedenê wê nema ye ku weke meta nehatibe bikaranîn û di vê çarçoveyê de koletiyekî bazarê ya herî kûr jî tê pêkanîn.
Weke mafê xwezayî yê her zindiyekê, ku xwe ragirtin û aboriya xwe avakirin e, modernîteya kapîtalîst derfetên mirovan wer cûr dike ku mirovan bi xwe ve girê bide û mihtacê xwe bike. Li ser bingehê pêdiviyên mirovan ên esasî ku şikandina îradeya mirovan weke armanc hatiye destnîşankirin, di heman demê de civakekî wer tê avakirin ku li hemberî hemû bûyerên jiyanî bê bertek bimînin. Di vê xalê de mirov dikare bibêje ku modernîteya kapîtalîst xwe gihandiye armanca xwe. Her weke ku ti zindiyek nehiştiye ku nekiribe koleyê xwe, hisaba wê jî dike ku kî serê xwe li hemberî sîstemê rabike bêbandor bihêle û bihelîne. Ji bo ku mirov û civak jiyana xwe bidomînin, mafê karkirinê ku ji destê wan digire, vê yekê kiriye ku artêşekî bêkaran ava bibe. Di roja me ya îro de yên ku herî zêde ji vê bêkariyê bandor dibin, dîsa jî her jin in. Li hemberî vê bêkarî û xizaniya her ku diçe bilindtir dibe, di civaka şaristaniyê de zirûfên madî jî ji holê radibin. Ew jina ku heya wê astê daketiye, ji bo ku mala xwe birêve bibe û malbata xwe bijîne ku ji bilî firotina bedenê xwe ti rêyekê nabîne û ev qas neçar hatiye hiştin, çavkaniya xwe ji aboriyê dûrxistina jinê digire û ev hemû jî di encama vê yekê de pêk tên