YOMA ÇİYA
Çiya libasên xwe yên spî lixwe kiriye, îro ji her rojan bêtir bilind xuya dike. Wêneyên dîrokê ji aliyê destekî nepend ve li sertar û bintarên çiya hatibû neqişkirin.
Li quncikek cîhanê berf dibare îro… Tav nade ruyê min lê ez dixwazim dilê xwe li ber tîrêjên rojê raxim. Berfa vê zivistanê pûç e, bayê vê zivistanê hişk e û barana vê zivistanê zûha ye… Ev çi xezeb e, ev çi bêyomî ye?
Ji wê roja ku xwedawend laşên xwe yên narîn nema li ser ava zê şuştin, ji wê roja ku jinên mezrabotan, dayikên min ên kedkar li ser singên welatê min, di nav pêsîrên wên ên mîna du kaniyên şîr de nema zarokên azadiyê mijandin û ji wê roja ku toximên nifaqê ket nav mirovên fanî, xwezayê xezeba xwe bi ser me de anî…
Geh bû tofan û em di keştiyeke sêwî de avêtin çiyayê Cûdî.
Geh xela bi ser me de anî û em bûn xizanên hezkirin û evîniyê…
Geh fermana me rakir û em bûn koçberên welatê xwe yê beyar mayî…
Aşûtên şer bi ser hêviyên me de hatin, lehiyên xwînê herikîn ji kezeba jiyana me! Ba û bahoz xwe li bedena hêviyên me gerandin…
Hey gidî çerxa felekê hey!
Hevalên min ên delal! Ez dizanim min ji we re dîmeneke dîrokê yê ku di nav êş û azarên mirovan de dinale neqiş kir li ser vê rûpelê… Lê bêguman dîrok ne tenê salnameya êş û janên mirovatiyê ye… min tenê xwest ez bi çend hevokan biçim despêka xezeb û bêyomiya mirovan.
Mirovên leheng jî hespê xwe bezandin li ser singa jiyanê û li deşta mêraniyê. Li çiyayên azadiyê hindik mirovan li berxwe nedan. Gelek babaegîdan şûrê xwe ji ser serê xerabiyan kêm nekir.
Xwedê zane bê ka çend caran rastî mirinê hatin lê dîsa jî dest ji doza xwe bernedan. Niha nevîyên wan qehremanan li vê derê dijîn. Li ser van xakên vî welatî ew jî mîna xwedawendên pîroz, ew jî mîna lehengên azadiyê li cihê ku jiyan destpê dike careke din vejînekî nû sazdikin.
Li çiyayên bilind her tim berf dibare, di vê roja sar û seqem de ev bûyerên dîrokê, mîna vê berfê li ser fikir û ramanên min de bariyan. Lê min tu caran nehişt berf li hêviyên min bike. Ji ber çiya malzaroka evînê ye. Tevî hemû berfên zivistanê, berfîn li ser van çiyan şîndibin. Roj destpêkê tîrêjên xwe li van çiyan dide û stêrk herî zêde li ser van çiyan diberiqîne.
Çiya libasên xwe yên spî lixwe kiriye, îro ji her rojan bêtir bilind xuya dike. Wêneyên dîrokê ji aliyê destekî nepend ve li sertar û bintarên çiya hatibû neqişkirin. Lewma dîrok îro careke din lê ji destê zarokên Agir û Rojê, bi têhna ramanên azadiyê ve tê nivîsandin…
Ew çiyayên ku mîna Nûh mirov ji tofanên mezin xilas kirin, îro dîsa me, ne ji tofana xwudayan, lê ji xezeba mirovan xelas dike. Dibe şûnewarên gelên li ser xakên xwe koçberbûye, dibe dilistana heskirin û evîniyê, mirovên xizan têr dike. Dibe lêhiya jiyanê û aşûtên xwe bi ser bêyomiya dîrokê de tîne xwar…Û dibe ba û bahozên azadiyê xwe li bedena welatê min dipêçe.