SEYRAN XATUN û ALÎYÊ MEMED
Baş e ka were li pişt min siwar be, em pişta xwe bidine oxire, berê xwe bidin felekê. Ka wê xwedê qismeta me bike çi?
Weku tê zanîn welatê me bûye ciyê êş û keseran her timî êş û azar li vî welatî belav bûne. Ev çîrok jî li ser evîna xort û keçekî ku bi zaroktiyê re destpêkiriye, bi salan dewam kiriye. Lê ji ber pîs û nebaşa gelo gihiştiye çi dawiyê?
Hebû tinebû kevirê şîno bû. Qesra Alî bû çarde derî bû. Dîk li ser banê qesrê bû, bîst û çar saeta îte îta wî bû, ew qesra li ku bû. Li welatê Hesen û Heyderan bû. Welatê Hesen û Heyderan welatekî xêr û bêra xwe pir zêde bû. Miletê xwe tê gihiştîbû. Xeşîm û nezan pir kêm bûn têde.
Ew welat berê di destê paşakê de bû. Di jinên wî paşayî hebûn. Jina yekê du kurê wê çêbûn, jina din jî kurek û keçek çêbû. Demek derbasbû paşa emrê xwedê kir. Û xer û bêra welat ketne destê kurê wî. Jixwe di nava Kurdan de mezinê malê kî be ew malê bi rêve dibe. Birayê mezin jî kurê jina yekemîn bû berpisyarê tevayî welat û jiyana wî gelî. Dema ku wî welat bi rêve dibir hinek rîsipî jî li derdora wî bûn.
Aliyê Memed bavê wî mirîbû. Ew bixwe kurê birayê paşayê welat bû. Li ber destê wan xulamtî dikir. Pez û dewar xwedî dikirin. Jiyana xwe jî wisa didomand.
Herdu birayê mezin ji dayîkekê bûn. Birayê biçûk û xwişka wî ji dayîka din bûn. Jixwe piştî bavê wan mir hinekî ferq û cudatî kete navbera wande. Ji ber ku ew kur û keç bi çavê zarokên jinbavê li wan dihate nêrîn.
Birayê mezin yêku bû paşa haya wî ji dinyayê tinebû. Li ser textê xwe dirûnişt zikê xwe mezin dikir. Hemû ramana wî mal û xweşiya dinyayê bû.
Birayê wî yê biçûk jî her çende bi temenê xwe jê biçuktir bû lê belê di dîtina xwe, kesayeta xwe pir ji wî ne piçûktir bû.
Bira û xuşka din jî navê xort Qol Qasim bû. Qol Qasim xortekî li ser xwe bû. Mêrxasbû, çeleng bû û ji mêratiya xwe bawer bû. Mirovekî mafdar û dadger bû. Neheqî nedikir. Ne digot ev xêzane, ev zengîne, ev xwedî hêze ev bê pişte. Hema kî dihat pêşiya wî, wî bê rêzî li beramberî wan nedikir…
Seyran Xatun jî Xuşka Qol Qasim bû. Bejin û bala wê wekî takî tayê rîhanê bû. Mirov digot qey heyva çardeye ketiye pazde. Hema te digot, te hêk şikandiye û ji nava wê derxistiye. Hem qedir ezîze hem xweşik û delale û terbiye û axlaqê wê bi nav û deng bû lewma jê re digotin SeyranXatûn.
Aliyê Memed kurmamê wan bû. Lê li ber destê wan xulam bû û li ber desta mezin bibû. Lê esaleta xwe ji bîr nekiribû.
Xortekî li ser xwe bû. Bi mêranî, wêrekî û qehremantiya xwe dihate naskirin. Xweşikbûna wî jî ne kêmî ya Qol Qasimbû. Li wî welatî ti xort nebûn ku pişta wî bixine erdê. Aliyê Memed û Seyran Xatûn hîna ji zaroktiya xwe ve ji hev hezdikirin. Lewma bi hevre mezin bibûn. Êdî wisa li wan hatibû ku mîna goşt û neynokê te nikarîbû wan ji hev cuda bikê. Evîna wan bi wan re mezin bû. Mîna du qumriya bûn. Dema ku li ba hev dirûniştin, mîna di kevoka xwarin bi nîkila dikirin devê hevdu.
Demek derbas dibê kurê mîrê Şamê tê welatê Hesen û Heyderan û diçe cem birayê mezin yê ku welat bi rêve dibir. Lê herkesê dî wî welatî de dizanîbû ku ji bo çi hatiye…?
Hinekan got:
“Serdanekî bazirganiye.”
Hinekan got:
“Ji bo Seyranê hatiye.”
Hinekan jî got:
“Hebê nebê ji bo Seyran Xatûnê hatiye.”
Ev axaftin weke leza ba belav bû û gihiştne guhên Seyran Xatûn. Seyran Xatûn jî gazî berdestiya xwe kir û jê re got:
“Nêrgiz kurê mîrê Şamê hatiye, birayê min yê mezin jî tiştek ji min re negotiye, ez pir mereq dikim, ka biçe binêre ka tu tiştekî ji hev dernaxî.”
Berdestiya wê jî gelekî jê hezdikir, heger Seyran Xatûn jê re bigota bimre, wê bimrana. Heger jê re bigota sax be wê saxbana. Berdestiya wê çû daku jê re agahdariyekê bînê. Lê mixabin tiştekî bi dest nexist.
Demek têre derbas bû birayê mezin berê xwe da aliyê jina. Li nav wan meyze kir. Çavê Seyran Xatûnê pêket. Rengê wê qulipî. Birayê Mezin nedikarî pêre biaxifê. Nizanî wê çawa xwesteka kurê mîrê Şamê jêre bêjê. Hinekî rawestiya û ramiya. Wî jî şerm dikir. Hema gazî xuşka xwe kir û got:
“Seyran ez dixwazim tiştekî ji te re bêjim, lê ez nizanim çawa bêjim.”
Seyran Xatûn jî jê re got:
Bêje û ne tirse, ji ber ku tişta ku tu bêjê ez jê natirsim.
Birayê mezin êdî wiha got:
“Xuşka min kurê mîrê Şamê tu ji min xwestiye. Min jî tu dayê, lewma min xwest ez ji te re cihekî bi şeref û qedir û qîmet li vê dinyayê çêbikim.”
Dema ku wisa got, dilê Seyran Xatûn ji qefesa singa wê derket. Dinya li ber çavên wê reşbû. Her çende çavên wê vekiribûn lê tiştek nedidît. Wêneya pismamê wê Aliyê Memed hate ber çavê we. Ew evîna ku birayê wê bazirganiyê pê dikê. Ew heskirina ku dixwazê ava çema di navberê re biherikîne. Êdî Seyran Xatûn nû tê digihişt ku wê dawî li wan dîwarê ku wê û Aliyê Mamed avakirine werê, lê ma wê çi bikira, her di ramiya. Bi wan hêsrên ku evîn di navde pêçayî bû di ramiya, bi wan bîranînên ku bi Aliyê pismam re derbas kirî di ramiya, dema ku ji wê cîhanê hat, dît ku êdî dem bûye nîvê şevê û birayê wê ji wir çûye.
Lê êdî tiştek ji destê wê ne dihat, ji ber ku di nava kurdan de, ku rîsipiya gotina xwe kirin û gotin jê veger nabê. Mirin dibê lê veger jê nabê. Mafê gotina na ji Seyran Xatûn re nema bû. Seyran Xatûn û birayê xwe Qol Qasim gelekî ji hev hezdikirin. Lewma Seyran Xatûn xwest ku jê re bêje. Lê dîsa biryar da ku nebêje. Jiber ku nedixwest di navbera birayên wê de nexweşî ji bo wê derkeve.
Birayê mezin kurê mîrê Şamê rêkire welatê wî û jê re got:
Biçe û amadekariyên guhestinê bikin emê jî piştre gazî we bikin. Dema ku em amade bibin.
Jixwe ew du sê roj bûn ku Seyran Xatûn diramiya û dixwest çareyekî ji wê bextreşiya xwe re bibînê. Hema gazî berdestiya xwe kir û jê re got:
“Nêrgêz biçe gazî pismamê min Aliyê Memed bike.”
Berdestiya wê jî bilez û bez diçe û li Aliyê pismam digere. Wî li şûnekî dibîne û jê re dibêje:
“Ho Aliyê Memed, xwedê te nehêlê tu li ku bûyî? Pîyê min qurimîn li duv te ev sê-çar sietin ez li te digerim.” Aliyê Memed jî jê re got:
“Xêre çi bûye çi bi te hatiye Nêrgiz?”
Nêrgiz carekî dinê bi dengekî xemgîn û melul got:
“Aliyê Memed Seyran Xatûn eve du sê rojin çavê wê li hatina te ye û li benda te ye.”
Wê demê nûka Aliyê Memed kete nav hizir û fikara û got:
“Xêre Nêrgiz ma çi pê hatiye, maqey nexweş ketiye…?”
Aliyê Memed hema berê xwe da oda Seyran Xatûnê û li ber derî sekinî û gazî wê kir û got:
“Oy dotmam xêre te îro gazî min kiriye? Seyrana min.” Seyran Xatûn jî got:
“Were keremke were hindir pismam.”
“Na cihê min li hindirê te nîn e, ez sêwî mezin bûme.”
“Were derbas be, û wan axaftinên xwe yê mîna xencera bez dilê min birîn bike.”
“Hema ji wir bêje Seyrana min. Çiyê te heme bêje. Piyên min ku pêlî van mahfurên te bikin wê qirêj bikin. Hema çi hebê bêje.”
“Aliyê pismam eve çend rojin ez bê çare me, lewma birayê min wê min bide kurê mîrê Şamê. Eve çend roje dilê min mîna avekî diherike. Lê bi tenê diherike.”
Dema ku Aliyê Memed ev gotin ji dotmama xwe bihîst dilê wî serî ji raman stand û bê hişê xwe ber bi Seyran Xatûn ve gav avet. He gava ku diavêt bi sedan bîranîn jê dadiweşiyan, ew rojên ku bi hevre dilîstin û kesekî ew tewanbar nedikirin, ew bê tewaniya zaroktiyê dianî bîra xwe û weke ku di xewnekê de be ne xwaze şiyar bibe lê hatibû. Hew xwe nedît li kêleka dotmama xwe rawestiya bû. Di çavên wê de melolî û xemgîniya wê xwend û jê re got:
“Baş bizane dotmam kes nikarê me ji hev cuda bikê. Lê ma te tu çare ji vê rewşê re dîtiye?”
“Nizanim lê ez dibêjim gereke em çareyekî bibînin. Lewma vê heskirina me kes nikarê bazirganiyê pê bikê û em nahêlin ku mîna erdekî di bazaran de were firotin.”
“Ma wê ew çare çi be? Ez vê rêkên xilasiyê nabînim.”
“Wî wextî min birevîne û min bibe cihekî ku kes negihêjiyê, tenê ez û te lê jiyan bikin.”
“Seyran ez ji kesî natirsim. Kes jî nikare pişta min bixe erdê. Lê ez li ber birayê te Qol Qasim dikevim. Lewma ew pir ji min hez dikê, ez nizanim wê piştre çi li min werê.”
“Lê tu çarêyên din nîn e, Aliyê pismam. Em ê biçin demêkê xwe ji ber çavan veşêrin. Heyanî ku mesele hinekî sar dibe, piştre em dikarin werin.”
“Tu rast dibêje Seyran. Ez ê îşev hespekê bi zîn kim, şûr, mirtal û tîr û kevana xwe lê kim. Tu jî boxçika xwa hazir bike û nîvê şevê emê ji vî welatî derkevin…”
Aliyê Memed hesp hazir dike, di wê nîvê şevê de hesp jî hîre hîra wî bû, te digot qey ew jî li benda Seyran Xatûn bû. Êdî nîvê şevê bû. Stêrk li esimanan di çirisîn, hinek jî stûxwar dirijiyan. Seyran Xatûn jî dibîne ku hîre hîra hespekiye û xortek li kêlekêye. Hema Seyran Xatûn gazî wî kir û got:
“Ma tuyî Aliyê Pismam?”
“Erê ez im dotmam.”
“De baş e, ka em biçin.”
“Baş e ka were li pişt min siwar be, em pişta xwe bidine oxire, berê xwe bidin felekê. Ka wê xwedê qismeta me bike çi?”
Her du bi hevre berê xwe didine felekê û diçin. Nizanin berê wan li kuye, lê her diçûn û diçûn.
Aliyê Memed bi nermî ji dotmama xwe re got:
“Seyran Xatûn.”
“Xêre çi bû?”
“Ez westiya me. Ka em li ber devê vê kaniyê avekî vexwun.”
“Raste ez jî pir tînî bû me. Wa xwiyaye ku hespê me jî tînî bûye.”
Herdu bi hevre nêzî kaniyê rûdinin ava xwe vedixun. Aliyê Memed dîsa ji Seyran Xatûn re got:
“Dotmam.”
“Bêje pismam.”
“Ez dixwazim bêhnekî serê xwe danim ser çoka te, serê min gelekî diêşê. Ez dixwazim çavên min her çavên te meyze bikin.”
Aliyê Memed, li ser çoka Seyran Xatûn di xewve çû û kete nava cîhaneke din.
Piştî ku ji xew rabûn herdû dîsa li hespê xwe siwar bûn û bi rê ketin. Roj û şeveke din meşiyan. Êdî pir westiyabûn. Hêza wan nemabû. Herdu jî du evîndar bûn. Pir ji hev hez dikirin. Jixwe berê ji hev re gotibûn: Heyanî mirinê em bi hev re ne.
Ji dûr ve çend çira ji wan ve xwiyabûn. Ew çirana pir li xweşiya herdukan çûn. Hêdî hêdî xwe lê girtin. Seyran Xatûn ji Aliyê pismam re got:
“Alî, Pismam em pir westiyane. Ka were em îşev bibin mêvanê vê qonaxê.”
“Baş e, emê herin gel wan û çi dibe bila bibe.”
Demak ku gihiştine devê qonaxê herdû ji hespê daketin, hespê xwe girêdan û Aliyê pismam ji Seyran Xatûn re got:
“Dotmam em nizanin ev kîne, çi kesin, ji bo wê dema ku em çûn emê wisa bêjin, em xwişk û birayê hevin, em rêwîne û emê biçin welatê xwe. Lê êdî bûye şev, heger hûn mêvana dihewînin emê îşev li vir bin, na heger hûn na hewînin emê biçin.”
“Baş e, hema tu çawa dibîne bila wisa bê.”
Herdû bi hevre çûn li derî xistin, yek jî hat pêşiya wan xêr hatin li wan kir û got: “Xêre hûn ji kur tên?”
“Em rêwîne pir westiyane, mêhîna me jî pir westiyaye, heger hûn mêvana dihewînin emê îşev li gel we bin.”
Wî kesî pêşwazî li wan kir û bi rûkenî got:
“Mêvan, mêvanê xwedêne kurê min ka keremkin werin hûndir li derve nesekinin.”
Piştî ku rûniştin, xwarin û vexwarin wî kesî wiha ji wan re got:
“Hûn dizanin ev qonax yê kî ye, ev qonax yê İskanê Gulî xanê ye.”
İskanê gulîxanê mirovekî filehbû. Kesî jê hez nedikir. Mirovekî fêlbaz bû, dil reş bû. piştî ku dibê misilman qonaxa xwe li ser rêkê çêdike û jiyana xwe bi wan fêlbaziyên xwe dewam dike.
Piştî demek têre çû Aliyê Memed dît ku mirovek hat. Qelonek di devê wî de bû. Hat û ling avête ser ling. Wê demê Aliyê Memed zanî ku ew mirovekî mezin e. wî mirovî jî berê xwe da Aliyê Memed û jê pirsî:
“Hûn kîne, ji kur tên?”
“Ez û xwişka xwene emê biçin welatê xwe.”
Lê piştî ku demekî şevbêrk derbaskirin Aliyê Memed êdî rastî jêre got:
“Em pismamê hevin, min Seyran Xatûn revandiye û me xwe avêtiye bextê te.”
İskanê Xulîxanê jî bi fêlbazî got:
“Hûn hatine cihê xwe, hûn ser seruçavê min hatine. Bi rastî birayê Alî heyanî niha min mêrê wekû te nedîtine. Wekû te çeleng, mêrxas nedîtine. Vê carê ev keç ku dilê te revandiye? Ez dixwazim wê bibînim.”
Aliyê Memed jî bi dil pakî wiha got:
“Ez xulam ew li milê jina ye. Navê xwe Seyran e, hema tu kengê bixwazî em dikarin wê bibînin.”
Herdu bi hevre diçine milê jina. Dama ku İskanê Xulîxanê Seyran Xatûn dibîne agir bi kezaba wî dikeve û di hindirê xwe de distirîne.
“Ho ya xelqê Banî banî,
Ti çi rehîmî tu çi rehmanî
Wile te ev goştê berxa
Goştê nazik anî
Xizte ber koka vî didanî.
Wile ezê ha ha ha bikim ji dîya Aliyê Memed
Vî rewî vî mêvanî.”
Her du ve dî gerîne cîhê xwe,lê İskanê Gulîxanê nîkarî dî cîhê xwe de ronê, ma pişti ku çavê wî bî Seyran Xaton ket, her çende ku serê xwe jî gotînên Alîyê Mamed er dihejand ,lê bala wî ne lîser bu. Jî xwe Alîyê Mamed dilê wî paqij bû ,bî fen û finasa nedifikirî çi xirabî ne dihata ber dilê wî.Her çî İskanêGulîxanê bu ,herzar û pênsd rovî di serê wî de di leyîstin.
İskanê Gulîxanê çû û gazî melayekî kir û jê re got:
Mela qîzeke pir xweşik hatiye vir. Hema qet behs neke xortekî ew revandiye. Ez jî dixwazim wê bikim ya xwe.
İskanê Gulîxanê sê jinên xwe hebûn. Dixwest Seyran Xatûn jî bixe ya çara. Hema çû û gazî Aliyê Memed kir û jê re got:
“Birayê Alî bi xwedê pir keyfa min ji te re hat. Vê ca heger tu bi ya min bikê, min gazî mela kiriye û ez ê we li ser şera Mihemed bi zewicînim.”
Aliyê Memed jî dibêje:
“Baş e birayê İskan.”
Di heman demê de Mela tê û tiştê gerek pêk tînê. Derengiya şevê İskanê Gulîxanê herdûyan dibê odeyekê û ji wan re dibêje:
“Bibûrin lê hûnê îşev li vê odê xew bikin lê ez ê sibêhê cihekî baştir ji bo we çêbikim.”
Aliyê Memed û Seyran Xatûn dikevine xewê de mîna du kevokan serê di deynine kêleka hev. Di nîvê şevê de İskanê Gulîxanê xencera xwe ji sepetê derdixe û diçe ser serê wan disekine, xencera xwe li nîva dilê Aliyê Memed dixe. Dema ku xencer lêxist. Xwîn hema pijikî nav rûyê Seyran Xatûn. Dema ku Seyran Xatûn bi wê germahiya xwînê hesiya û dît ku Aliyê pismam can daye qîreke wisa da ku heger çiya hebana wê hilweşiyana. Hîna du evîndar bûn. Ji ber bêbextiya birayê xwe revîn li bêbextiya İskanê gulîxanê rast hatin. Ma kê bawer dikir ku ewqas kurt bi pismamê xwe re jiyan bike.
İskanê Gulîxanê jî di tariya şevê de çû oda xwe û weku ku tu tişt nebihîstiye raza. Lê Seyran Xatûn mîna xezaleke kuvî bi rêka ket. Weke dînekê berê xwe da çolê. Dema ku İskanê Gulîxanê wisa bihîst da duv wê. Lê ew nedît. Wî jî dev jê berda û hat. Cendekê Aliyê Memed jî bin ax kir.
Seyran Xatûn çû ser serê çiyayekî pir bilind mîna kuviyekî jiyan dikir. û tenê bi wan bîranînên xwe re bimînê. Kes wê cîhana wê tarî nekê piştî Aliyê Memed.
Rojekî Seyran Xatûn dibîne ku nêçîrvanekî pez kuviyek kuştiye. Hema diçe pêşiya wî û dibêje:
“Hoy nêçîrvano te xêre li van çiya, ew çiye te kuştiye?”
Yê nêçîrvan dibêje:
“Ez nêçîrvanim. Ev pez kuviye min kuştiye.”
“Baş e ez postê wê dixwazim, heger tu bidê hezar rehmel dê û bavê te, heger te neda hezar lenet li dê û bavê te bê.”
Yê neçîrvan hema radibe nêçîra xwe kavil dike û postê wê dide Seyran Xatûn.
Êdî Seyran Xatûn ne Seyran Xatûn bû. Ew xatûna ku berê dema ku sibeha çavê xwe ji xew vedikir. Xwarin û vexwarina dinê tev li pêş wê bû ew xatûna ku tenê pêlî mehfura dikir û piyên wê mîna hevrîşmê bûn niha bi piyên xwas bi ser kevir û zinaran re derbas dibê. Bi giyayê çolê xwe xwedî dikê.
Dema ku kenê Aliyê Memed li asîmana li pêş çavê wê çû û hat hema berê xwe da ser zinarekî bilind û rûnişt û diponijî. Di wê navberê de dît ku zilamekî tê. Pora wî kurt û bejna wî hurik, tûrikek li pişta wî bû. Di biniya rêde derbas dibû. Gazî wî kir û got:
“Ho” hooo.. Hohooo
Yê rêwî jî feqeyek bû. Ji xwe re di nava gunda de digeriya. Wî jî lê meyze kir û got:
“Tu kî yî? Tu însî yan tu cinsî, tu li va çiya çi digerê?”
Seyran Xatûn jî jê re dibêje:
“Hoy feqe çend xwestekê min hene heger tu pêk bînê baş e, heger tu pêk neyînê oxira te ya xêre be.”
Yê feqe jî got:
“Keremke, bêje tu çi dixwaze xuşkê?”
Seyran Xatûn jî jê re çîroka xwe ji serî heta dawî got. Dama ku temam kir yê feqe hesirên wî mîna lîlavekî dihatine xwarê. Lê Seyran Xatun dîsa dewam kir û got:
“Feqeo ha ji te re vê zincîrkê jî bi xwe re bibe welatê Hesen û Heyderan û dema ku te çîroka min ji birayê min Qol Qasim re got vê jî bidiyê.”
Yê feqe bi dengekî xemgîn jê re got:
“Baş bizane heyanî ku ez vê çîroka te û zincîrka te negihînim ez naçime welatê xwe.”
***
Piştî demekî dirêj yê feqe digihêje welatê Hesen û Heydera. Hema berê xwe da mala mîrê wî welatî. Mîr jî birayê mezin yê Seyran Xatûn bû. Dema ku yê Feqe xwarin û vexwarina xwe kir. Ji wir derket û di nava malan de jinek li ber deriyekî dît û jê pirsî:
“Xaltîkê ma tu Qol Qasim nasdikî? Gelo tu dizanî ew li kuderê ye?”
jinê jî jê re got:
“Erê ez wî nas dikim. Here tuyê niha wî li mêrgê bibînî. Ew li ser xuşka xwe diramê. Lewma xwişka wî û pismamê wî bi hevre reviyan. Heya niha jî wan tu xeber ji wan negirt.”
Yê feqe hema ji wir berê xwe da mêrgê û dît ku mirovekî wisa melul melul rawestiyaye. Destê xwe daye ber guhê xwe û ji xwe re diponije. Çû û li kêleka wî rûnişt û jêre got:
“Birayê Qol Qasim ez ê ji te re çîrokekê bêjim baş gohdarke.”
Dema ku yê feqe çîroka Seyran Xatûn û Aliyê Memed digot, Qol Qasim her digiriya. Piştî yê feqe xilaskir ew zincîrka Seyran Xatûn jî dirêjî destê Qol Qasim kir. Qol Qasim hema rûyê wî maç kir û got:
“Ma te ew li kuderê dîtiye? Zuke ji min re bêje bira, eve demeke dirêje min ew nedîtiye.”
Yê feqe cihê Seyran Xatun jê re got. Qol Qasim carekî dinê destê xwe dirêjî wî kir û jê re got:
“Ez vê qenciya te heyanî mirinê ji bîr nakim bira.”
Piştî wê Qol Qasim hinek zêrên ku pêre bûn dirêjî destê feqe kirin û yê feqe wisa rêka xwe dewam kir.
Qol Qasim hema divegere nava pêlewana û ji wan re got:
“Gelî qehremana her kes şûr û mirtalên xwe amade bikê, xwarin û vexwarinê jî bi xwe re bînê. Emê herin qonaxa İskanê Gulîxanê.”
Piştî ku demekê diçin li şûnekî û li ser wê kaniya ku xwişka wî û pismamê wî Aliyê Memed rawestiyabûn bêhna xwe vedikin. Dema ku Qol Qasim çû ser ava kaniyê û li avê meyze kir wêneya xwişka xwe û pismamê xwe tê de dît. Hema hêsirên wî bê hemdê wî herikin. Bi berê sibê re dîsa bi rê ketin. Ber êvarî digihine nêzî qonaxa İskanê Gulîxanê. Dema ku digihije nêzî wir Qol Qasim ji wan kesê li gel xwe re dibêje:
“Em hatine vî bikujin, lê ew zilamekî fêlbaze. Gereke ew nizanibe ku em hatine wî bikujin. Gereke em bi fêlbaziyên ruvî herin ser rûvî.”
Hema yekî jê re got:
“Baş e ma çi planê te hene?”
Wê demê Qol Qasim rabû ser xwe, destên xwe hejandin û got:
“Emê qasidekî bişînin. Bila ji İskanê Gulîxanê re bêje, Qol Qasim hatiye û dixwaze te bibîne. Lewma wî bihistiye ku te ew kesê ku xuşka wî revandiye kuştiye û jê re bêje ku Qol Qasim pir keyfxweş bûye û dixwazê ku tu werê bin çadira wî.”
Bi vî rengî Qol Qasim qasidekî rêdike gel wî. Yê qasid wan axaftina jê re dibêje. İskanê Gulîxanê jî hema hespê xwe zîn û ber zîn dike û berê xwe dide bin konê Qol Qasim.
Dema ku Qol Qasim ew dît di hindirê xwe de got:
“Ha vaye ew kuçikbav tê.”
Dema ku İskanê Gulîxanê kete hindir Qol Qasim xêr hatin lê kir û got:
“İskanê Gulîxanê min mêrantiya te bihîst. Te çawa ev mêranî kir? Aliyê Memed mêrxasek bû. Tu kesî zû bi zû nikarîbû pişta wî bixe erdê.”
İskanê Gulîxanê jî bik en got:
“Bi xwedê birayê Qasim dema ku min bihîst ku wî xuşka te revandiye û min jî zanî ku hûn axa ne û ez jî axabûm jixwe se jî goştê se naxwê. Hema min jî wê êvarê dema ku ew di hêmêza hev de razayîbûn ez çûm û min xencerek ser dilê Aliyê Memed xist. Seyran Xatûn jî min kir ne kir ne vegeriya qonaxa min çû û min ew nema dît.”
Dema ku İskanê Gulîxanê ev axaftin dikirin Aliyê Memed di hindirê xwe de wiha digot:
“Hey la se kurê se kurê kuçika,
kurê ît oğliya
wele ji te weye
Qol Qasim di heyfa
Kurê mamê xwe Aliyê Memed bihûriye
Wele destê wî
Bi dûvê hespê xwe ve girêdaye
Pê kiriye hizrê sê sieta
Gere û talîma stiriya
Wele ji pişta stûyê wî jê kiriye
Têra du çaroxa
Heya bi qurmê duvika wî ye
Wele dilê wî hûnik nebûye
Şûrê xwe kişandiye
Serê wî jê kiriye
Di xurcezînê de daniye
U ji bo xuşka xwe Seyran Xatûn xelat biriye.”
Piştî wê Qol Qasim bi hevalên xwe re bi çiyan ket û li xuşka xwe geriya. Her yekê navê Seyran Xatûn digot û li wê digeriyan. Ber êvarê dîtin ku Seyran Xatûn li kêleka kaniyekê rûniştiye. Dema ku Seyran Xatûn dengê birayê xwe Qol Qasim dibihîze nas dike. Hema ber bi birayê xwe ve çû û herdûya hevdû hêmêz kirin û vegeriyan welatê Hesen û Heyderan. Heyanî niha jî Seyran Xatûn û Aliyê Memed çîroka wan tê gotin. Çîroka me jî çû nav deviya, dê û bavê we jî biçin nav horiya.