PEPÛLEYA ÇAREMÎN
"Lê mixabin pepûleya çaremîn dereng mabû, ew hingî gihişte şuna her sê hevalên xwe, gava wan barkiribû cîhaneke din."
Demsala havînê, meha Tirmehê bû. Gerîlayên welatê agir û rojê xaka qehweyî a bi berhem di qelişandin. Sê cotling dimeşiyan. Bi hêcan û lez bûn. Ji gelek hêlan ve awirên îxanetê ew dişopandin. Pişt re xakên me tên avêtin. Rengê qehweyî vediguhêze rengê sor!
Sê rêheval! Sê mirovên dûr î welatê xwe. Dûr ji xaka xwe di jiyan. Songul, Seygul û Serdar! Her sêyan navê welatê xwe û li ser xaka xwe jiyankirin kiribûn armanc. Berê agir, êş, şer û mirin nas nedikirin. Pişt re wan bihîst ku pir dûrî cihê ew lê dijîn, welatek heye. Navê wî welatî, welatê rojê ye! Welatê ku weke parçeyek e ji bihuştê ye. Başe! Lê gelo kî bûn ên li ser vê xakê? Zarokê agir kî bûn? Tiştekî çawa ye ku mirov ji agir be? Wan meraq kir û ji dayîka xwe ya dîrok ew pirsana pirsîn. Wan sir û nehêniya pirsa xwe; “çawa mirov ji agire” nezanîn û nenasîn. Lê dayîka dîrok, çîroka ji wan re, vegot;
-Her çar pirpirîk, lehengvanê sira agirin! Wan biryar da ku rastiya vê yekê bizanin. Pirpirîka yekemîn li dora agir digere û dibêje:
-Agir ew e ku ronahiya dide.
Pirpirîka duyemîn, hinekî nêzî agir bû û got:
-Agir ew e ku germahiyê dide.
Pirpirîka sêyemîn piştî ku nêzî agir dibe û alevên agir perê wê dişewitîne, dibêje:
-Agir ewe ku dişewitîne.
Lê tu kesî ji wan negihişt sira (nehêniya) agir. Lê, pirpirîka çarem bi van namîne, lii dora agir digere, wisa dizivire ku heya dişewite, di nava pêtên agir de winda dibe û diçe jiyana bêveger! Ew bi tenê gihişte nehêniya agir, lê…
Piştî li çîrokê guhdar kirin, pirpirîka çaremîn bandorek mezin li ser hersêyan kir. Wan êdî biryar dan ku ji vir û şûn ve nehêniya agir ji hev derxin û mîna pirpirîka çaremîn bijîn.
Songul keçeke kurd bû. Ew bedew bû. Hesdikir û dihate heskirin, dikeniya û dida kenandin. Ew li Anadoliya hundirîn, hatibû dinê.
Saygul û Serdar xwişk û bira bûn. Li Erzîncanê ji dayîkbûne, lê mixabin wan Erzincan nedîtine û her tim li Stenbolê jiyane. Saygul keçeke kurd ya mêrxas, zana û dilsoz e. Serdar jî, ciwanekî kurd e, bi înat, jîr û bi mereqa milîtaniyê ve tijî ye. Her sê jî, xwendevanên zanîngehê ne. Li wir hev dinasin, bûnê heval û Hogir. Li wir jî, têkoşîn naskirine. Li wir dest bi legerîna nasîna sira welatê roj û agir kirine. Wê demê, gava dihate xwestin, roja wan tarî bibe, wan fêmkir ku dema rêwitiya ber bi rojê ve hatiye. Dema ku biryar dan, çar kes bûn. Gava cilên xwe yê bi yek rengî girtin, êdî dema çûnê hatibû. Mixabin tenê sê kesan dikarîbû vê carê herin. Ji ber vê yekê, yek ji wan dima. Ew ê bi çûna welatê agir. Wê çiya bi çiya, zozan bi zozan, çem bi çem bigeriya na. Berî ji hev qutbûnê, Songul got;
-Em diçin mesken ê pirpirîka. Ji bo derxistina sira agir, em diçin bibin pirpirîk, em ê li benda te bin heval!
Ew 24 katjimêran li paytexta welatê xwe, li Amedê man. Ew cara yekem bû ku ewqas nêzî welatê xwe dibûn. Wan her sêyan şad û bextewarî ya vê rojê parve dikirin. Yekem karê gerîla ew bû ku, ji wan re nav bibînin. Lê wan nav ji berê ve amade kiri bûn. Her sêyan jî, ew navên diyarkirî pejirandin. “Arjîn, Berfîn û Şervan.” Ji bo wan her sêyan êdî jiyanek nû dest pê dikir. Ew her sê jî, mîna hev bi coş bûn. Hîn ew negihiştibûn biryargehê nûçeya wan li wir jî belav bibû û herkes bi baldarî çav li rê bû. Ji xwe tevlîbûna herdû xwişk û bira, bandor li ser her kesî kiribû.
Wan her tiştê nû, meraq dikirin. Şal û şapik, bombe û rext, kefî û bi taybet jî jiyana gerîlayan mîna xewnekî bû ji bo wan. Niha jî, ew xewin pêk tê.
Ji hatina wan, hefteyek pir zû derbas bû. Ew her roj di deverekî cuda re derbas dibûn. Roja dawî jî, berî ku rêwitiya meşa xwe bidomînin, her sêyan bi hev re şal û şapikên xwe, wêne kişandin. Ew ê êdî bi çûna şûna ku heval lê diman. Lê, di şeva heftan de, piştî wêne kişandinê, her sê jî xemgîn bûn û di rê de bê deng dimeşiyan. Her sê jî, li ser negihiştina hevalê xwe yê çarem difikirîn. Hevalan ji her sê yan re gotibûn;
“Bi lez bimeşin.”
Ew tu deman bi kemînên xayîn nedifikirîn. Rastiya bi qirêj a deshilatên li ser welatê rojê, qet neketibû xeyalên wan. Hîn wan meş didomand, ji nişkê ve fîşek teqiya! Dengê teqînê bilind û zêde bû! Lê dema li hev nêrîn, pir şaş bûn, Ji ber ku hîn li cem hev bûn. Bibûn yek laş, yek dil û yek hizir. Niha di vê kêliya zor de her sê jî, pirpirîka çaremîn di dilê xwe de hîs dikin. Şervan bi wê hestiyariyê got;
-Heft roj û heft şev derbas bûn?
Berfîn;
-Em ê sira agir ji hev derxin!
Arjîn, di dawiyê de got;
Pirpirîka çaremîn!!
Lê, mixabin pirpirîka çaremîn dereng mabû. Ew hingê gihişte şûna her sê hevalên xwe, gava wan barkiribûn cihaneke din. Wan tenê heft şev û heft rojên bihara temenê xwe jiyan kirin. Her heft roj û şev jî, bi lêgerîna sira agir derbas kirin. Di dawî de jî gihiştin! Ew hersê bûne pakrewanên agir û riya rêhevalên xwe ronî kirin.