GEL Lİ HÛNERMENDÊ XWE DİGERE

Di van qadan de çiqas serkeftin bê bidest xistin jî, tişta ku encamê têkoşînê wê diyar bike têkoşîna di qada çand û nûner de ye.

0

Baran MARDÎN

Dema gerdûnê dilê me hilnegirt,

Me gerdûn di dilê xwe de hilgirt!…

Bi avabûna NÇ’ê em ketin saleke nû. Gelê Kurd bi salane li hember qirkirina çandî hebûna xwe diparêzin û azadiya xwe pêk tînin in. Ji ber ku ji bo têkoşîna me ya azadiyê girîngiyeke xwe a jiyanî heye, pêwîste ku bi cîdiyet em li ser qada çand-hûner û wêje bisekinin. NÇM di kîjan zirûfan de, bi têkoşînek çawa, bi berdêlên çawa û li ser kîjan nirxan ava bû? Sazîbûna wê ji bo civakê çi îfade dike? Çawa pêş ket? Di roja me de rewşa wê çi ye? Heya ku em avabûna NÇM’ê rast fêhm nekin, li ser bingehê nirxên ku îfade dike nejîn, li gor erk û berpirsyariyên ku dide ser milê me tekoşînek pêş nekeve ne hûnermendî, ne welatparêzî ne jî mirov bûn wê pêş bikeve.

Bi taybet jî çand-hûner û wêje çiye û em çi fêhm dikin? Di vê mijarê de roja me ya îro di serî de hûnermend, di civakê de tevlîheviyek cidî di seriyan de tê jiyîn. Pergala kapîtalîst ku weke pergalekî dil û mêjiyan dîl digre vê pir bi zana bûn pêş dixe. Ji ber çand û hûner qada herî bingehîn ya şoreşa zihniyet û wîjdan e. Rêka herî sereke ya derbas kirina wenda bûna wate, exlaq û estetîk, gihiştina baş, xweşikî û rastiyê. Ava kirina jiyana azad a li ser bingehê nirxên civaka demokratîk-komînal ya exlaqî û polîtîk ev e. Heya bêjin nîqaşên berferehî dixwaze, emê li vir bi çend xalan li ser bisekinin.

Çand-hûner û wêje li ser du xetên bingehîn di pêşketina dîrokî de girtina dest û nirxandin, ji bo baş bê fêhm kirin wê baş be. Xeta, ango kevneşopî ye yekemîn nirxên demokratîk, komînal û çandî yê ku bi sed hezaran sal li ser bingehê ked, parvekirin, hev girtin, demokrasi, wekhevî û azadiya civaka xwezayî ku di pêşengtî û li derdora jinê pêş ketiye ye. Çawa ku mercên hebûna mirov civakîbûn e; mercên hebûna civakîbûn ê jî nirxên exlaqî û polîtîk in. Civaka exlaqî-polîtîk û mirov bûn jî encex bi çanda demokratîk a komînal mîsoger e. Ji xwe di wateya xwe a giştî de çand, kombûna hemû nirxên madî û manewî yê civakê ye. Heya ku ev nirxên madî û manewî nebin, em nikarin behsa civak û mirov bikin. Civaka xwezayî, pêvajoya dîrokî ya herî dirêj ku mirov xwe çêkir û azad jiyan kiriye ye. Ev pêvajo bi şoreşa çandinî û gund ya neolîtîk a ku li Mezopotamya ya jorîn pêş ketiye digihije asta xwe ya herî jor. Ev di dîrokê de dibe pêngavên herî mezin ya mirovbûnê. Tişta destpêkê pêş dikeve şoreşa çandî ye. Şoreşa fikir û hestî ye. Civaka xwezayî û çanda civaka neolîtîk ê çanda kok a mirovahiyê ye. Heya ev çanda demokratîk û komînal hebe wê civak jî hebe. Jiyana demokratîk û komînal ya civaka xwezayî, pergalekî ku dewlemendî, çûrebûn, cudahî di nav hev de dijîn û li ser van bingehê hevdû bi hêz dikin e. Her qebîle û eşîret bi ziman, reng û baweriya xwe azad dijîn. Tepisandin, metîngerî û tine hesibandin ne mijara gotinê ye. Ji bo vê jî ev çanda jiyana azad ya civaka xwezayî bingehê hûner û wêje ye jî. Hûner û wêje encex di jiyana azad de dikare bi hêz hebûna xwe biparêze û pêş bikeve. Tişta pêk tê jî ev şoreşa hûnerî ya mezin e. Ji xwe pênase ya herî xweşik ku ji bo civaka xwezayî tê kirin “civakek û jiyaneke helbestî” ye. Azad bûna hest û fikir bi temamî jiyanê jî hûnerî dike. Di pelgên arkeolojik ê ji serdema neolîtîkê mane de tê dîtin ka çand-hûner û wêje çiqas pêşketî hatiye jiyan kirin. Mînakên wek musîk, helbest, wêne, çîrok, roman, destan, mîtolojî û hwd. bi şêwazekî pir bi bandor pêş ketine. Çawa ku di civaka xwezayî de çand pêş ketiye, di heman demê de civaka ku hûner û wêje jî afirandiye ye. Kurdistan erdnîgariya ku ev çanda bi kok li ser pêş ketiye, gelê Kurd jî yek ji gelê pêşeng ku ev çanda ava kirî û hê jî di kok de dijî ye. Ev kevneşopî di roja me de di xeta çand-hûnera modernîteya demokratîk a komînal de temsîla xwe dibîne.

Xeta û kevneşopa din jî, bê çandî ya ku li ser bingehê zihniyetê zilamê serwer ku hiyerarşik, serdest û dewletger e û li hember çanda civaka xwezayî ya demokratîk-komînal derketiye ye.

Çanda şaristaniyê, çandeke xwe disipêre derewan, dek an, zilmê û hebûna xwe bi mijandin a nirx û keda civakê mîsoger dike, heqîqetê, civakê, jiyana azad înkar dike ye. Ji cudahî, cûrebûn û dewlemendiya çandî re girtî ye. Bi temamî qirkirinê ke civakê ye. Civak di etnik, bawerî û hwd. di her milî de perçe kiriye. Herî zêde jî qirkirina çandî û hûnerî pêş xistî ye. Ji ber di hest de, fikir de, rih de di wateya teqez de kole kirin pêş xistiye dijminê hûner û wejeyê ye. Qadên çand-hûner û wêje qadên ku herî zêde ji aliyê hêzên şaristaniyê de heqîqeta wan hatiye perçekirin in. Ji bo pergala xwe ya mêtingeriyê rewa bike destpêkê di zihniyet û dil de biyanî bûnek ji cewher re pêş xist. Ji ber heya di hest û fikrê civak û kesan de nirxên azadiyê neyê mehandin ne gengaze ku civakê kole bike. Li cihê ku koletî lê heye em nikarin ne behsa hûner, ne wêje, ne jî hûnermend bikin. Ev kevneşopiya mêtingerî di roja me ya îro de weke çanda popûler a modernîtê ya kapîtalîst xwe didomîne.

Heya ku em cudahiyên bingehîn û têkoşîna dijwar a di navbera her du kevneşopiyan de nebinin em nikarin bibin xwedî jiyaneke rast û bi wate, ne jî em dikarin xebatên çand-hûner ku xebata herî pîroz ya jiyana azade jî pêş bixin. Sedemê ku me ev bi taybet bilêv kir, propaganda ya reş ya pergala kapîtalîst ku hiş û dilan felç dike, hewildana berovajî kirina heqîqetê û heya astekê ji vê encam girtin e. Ev rewş him di civakê de him jî di hin kesên ku dibêjin em bi hûner re mijûl dibin de rê li ber şehtînên cidî vedike. Wusa buye ku hinek kesên ku ji rastiya dîroka xwe qut bunê ku li naverastê bi rûpûşkê hûnermendî digerîn, wek papağana dibêjin ku “pêwîste hûner ji bîrdozî, polîtîka û rêxistin bûnê dûr bin, bêyî ku van ne berdin nikarin hûner pêş bixin, di encam de nikarin bibin hûnermend.” Li gor wan hûner, takekesiyek bê sînor û fêlbazî, qezenç kirina pere ya bê sîner e. Ev mijokên ku dixwazin li ser nirxên civakî û metîngeh kirina hûnerê xwe bidin jiyîn, çerxa mêtingerî ya serwerî û dewletê rewa bikin in. Ev qeşmerên ku di qesrê de di hembêz a serdestan de hatine têr kirin û hûnermendên rastî ji civakê diveqetînin in. Rastî berovajî van gotina ye. Ango bêyî bîrdozî, felsefe, polîtîka û rêxistin hûner nabe! Civakîbûn bi xwe rêxistinbûn e. Têkiliya mirovan a bi hev re ji xwe rêxistina wan îfade dike. Ji ber li derveyî civakê jiyaneke nabe ku bibe, hûnerek bê rêxistin jî ne gengaz e ku bibe. Her wusa civakek bê bîrdozî, ji pergala fikrî û yek paretî ya nirxan qût nabe. Hûnerek bê bîrdozî qet nabe. Hûner, bizavî ya bîrdozî ya herî kûr û berfereh e! Polîtîka hemû kar, bi giştî jiyana civakê ye. Wê demê em ji van kesên pir zana! pirs bikin; li derveyî hemû karê jiyanê yê civakê hûner dibe?

Gotinek wan ya girîng û di rastiyê de armancê wan ya hîmî dide diyar kirin; asteng kirina pêş xistina çand-hûner û hûnermendan ji aliyê tevgera azadiyê ve ye. Ê ku vê dibêjin an sîxûrê pergalêne an jî cahilên ji rastiyan bê parin û bê aghîne. Ji ber bi qasî vê gotin û xwediyê vî zihniyetî ti tişt di vê astê de bê rêzî ji heqîqetê re ne kirin e. Heqaret a herî mezin a li hember tevgera azadiyê ev e. Ya rast ev êrîşên ku em jê biyanî nînin. Hêzên şaristaniya yek dest di her demê dîrokê de, ji bo tevgerên şoreşê yê têkoşîna azadiya civakî di xeta şaristaniya demokratîk de didin bi tepisinin her cûr e rêbazê qirêj bi kar anîne. Di herî pêş de jî ev hejarên ku rûpûşkê hûnermend li xwe kirine bi kar aniye. Lê tu caran ê ku mohra xwe li jiyana azad ya civak û gelan xistine ne ev qeşmer in. Di her tevgera şoreşgerî û têkoşîna azadiyê de ê ku pêşengtî kirine hûnermendên rast ozanên gel bûne. Di nav şert û bê îmkaniyên herî zor de jiyan kirine, bi her cûr e zorî re rûbirû mane û tu caran ji berdêl dayînê ne revîn e. Hûnermendên civakê, hin bûne avaker hin jî parazvanên civakê.

PKK; lêgerîn û xwesteka jiyana azad ya Rêber APO, bi hezaran lehengên şehîd û gelekî ku tu caran ji rûmeta xwe tawîz nade û nirxên bi têkoşînê hatine avakirin e. Rêber APO û PKK, li dijî şaristaniya yek dest ku ev pênc hezar salan heye, weke tevgera jiyan û civaka azad derketiye. PKK, di kesayeta gelê Kurd de li hember polîtîka yên qirkirina çandî ku li ser çanda kok a mirovatiyê tê ferz kirin, tevgera parastin û pêşxistina çanda demokratîk û komînal ku li derdora jinê şikil girtiye ye. Her çiqas ji ber sedema asta êrîşên tinekirin û tine hesibandin na pergala kapîtalîst û hêzên despotik û xwe cih ê hevkar pêwîst bû ku têkoşîna leşkerî û siyasî bide pêş jî; PKK ji tevgerek leşkerî û siyasî wêdetir hê zêdetir dibe ku tevgera çand û hûner ya herî mezin di dîrokê de ye. Nirxên azadiyê ku mirov dike mirov û kêm mabû ku bi tune bûnê re rûbirû bi maba cardin zindî kir. Nirxên xwe disipêre kedê, parvekirinê, hev girtinê, dadmendî, wekheviyê û azadiyê bingeh girt. Berxwedana di mercên herî zehmet de li zindana Amed ê hate pêş xistin, hin îfade ya girêdana azwerî bi nirxên demokratîk, azad û wekhev ku çanda kok a mirovahiyê ye hin jî çi bibe bila bibe pêşxistin û parastina van nirxa ye. Hevalê Kemal PÎR bi gotina “em bi qasî ku ji bo bimirin  ji jiyanê hes dikin” bi şêwazek herî balkêş girêdana nirxên jiyana azad a PKK da ber çavan. Vîna ku zihniyeta faşist a 12’ê Îlonê bin xist, hêza xwe ji çanda jiyana azad ya mirovatiyê digre.

Beriya ku têkoşîna gerîla destpê bike, di destpêka 1980 an de, li Ewrûpa xebatên çand û hûner cara yekemîn hatin rêxistin kirin. Piştî vê jî, di zirûfên herî zehmet û di encamê kedên mezin de Koma Berxwedan hat ava kirin. Bi pêşketina têkoşînê re xebatên çand û hûner jî hê zêdetir pêş ketin. Rihê berxwedanê yê zindana destpêkê derbasî çiya, piştre jî derbasî hemû qadên ku Kurd lê jiyan dikirin bû. Di dawiya 1980 an, bi destpêka 1990’î re Kurdistan ji serhildanên gel ê herî mezin re şahidi dikir. Di pêşengtiya PKK’ê de şoreşa herî debdebe ya vejîn û çandî di dîrokê de jiyîn. Di kesayetê gelê Kurd de careke din çanda kok a mirovatiyê şîn dibû.  Yek ji gelê herî qedîm ê dîrokî ku ziman, nasname, heya navê wî/wê hatibû qedexe kirin cardin vejîna xwe jiyan dikir. Ev ronesans û şoreşek e mezin bû. di heman demê de şoreşa jin û ciwanan bû. Gelê Kurd xelek ên tirs ê û koletiyê perçe kir. Di Kurdistanê de mirin bin ket û jiyana azad ser ket. Bi hezaran şehîd hat dayîn, bi îşkence zilmê re rûbirû man lê yek gav jî ji îdeaya jiyana azad paşde ne hat avêtin. Qerekolên ku di dil û mêjiyê gel de hati bû ava kirin hatin hilwşandin. Hest û fikirandin hatin azad kirin. Destpêkê li Kurdistanê û li her cihên Kurd lê dijîn, gelê Kurd rabû ser piya, her der kirin qada serhildan ê. Bi hatina 1990’î re dibe ku piştî şoreşa çandinî û gund ya neolîtîk ê şoreşa çandî ya herî mezin, li ser çanda kok a mirovahiyê, di heman axan de û di pêşengtiya heman gelî de pêş diket. Ava bûna NÇM’ê li ser bingeh û rihê vê çand û vejînê pêk hat. Bi pêşketina şoreşa çandî ya li ser bingehê têkoşîna destanî û şehadet ên leheng rêya pêşketina hûner ê jî heya dawiyê vebûn. Di her qadê de derfetên pir mezin ê pêş birin û pêş xistina hûner ê ava kir. Rêya hûner ê heya dawiyê vekir. Piştî vê tişta dimîne, bi ked û hewildana ji dil yê ku bi îdeaya meşek bi evînî di vê rêyê de dane meşandine. Kesên ku di mijara çand-hûner û wêje de xwedî wîjdan in, beriya ku  PKK’ê tewanbar bikin pêwîste minet û şikir bikin.

NÇM, di têkoşîna jiyana azad ya gel de îfade ya sazî bûna pîroz e. Ji ber vê bu armancê êrîşên pergala hegemon, dewletên faşist ê herêmêne. Ev bîst sal zêdetir e li hember êrişan li berxwe dide. Ev hewildan vala derxist û di xeta çand û hûnera şoreşger de israr kir. NÇM, di gorista na çand-hûner û Kurd de, li bajarê Îstenbûl ê hat damezrandin, piştî wê Îzmîr, Edene û li Kurdistanê di gelek bajaran de hat damezrandin. Şehîdên me yê çand û hûner ê ku bi kesayet, jiyan û têkoşîna xwe bê mirinin xeteke alternatif û kevneşopiyek şoreşger ava kirin. Ş. Aram Tîgran, Ş. Mîzgîn, Ş. Sefqan, Ş. Alî Temel, Ş. Hêvî, Ş. Sarya, Ş. Sarya, Ş. Serhat û Ş. Delîla bûne hêza herî zindî ya jiyana azad û hûner ê. Li hember qirkirina çandî bi şayan î temsîla xeta serkeftinê kirin. Lê di roja me de di şopa van şehîdan meşandine de lewazî hene. Di qada çand-hûner û wêje de li hember qirkirina çandî têkoşîn meşandin kêm dimîne. Ji nexweşiyên çanda popûler a pergala kapîtalîst bandorbûn nahêle ku hûnera şoreşger pêş bikeve. Em berdin ê nû pêş xistin nirxên heyî jî nikarin biparêzin. Heya ku li hember polîtîka yên qirkirinê yê pergala kapîtalîst şoreşekî wijdanî û zihnî neyê çêkirin sekneke hûnerî ya bi hêz jî wê dernekeve holê. Ji parazname yên Rêber APO feyîz negirtin tiştek bi êş e. Lê Rêber APO bi nirxandin û dahûrînên xwe ê di derbarê çand-hûner û wêje de rêya şoreşê heya dawiyê vedike. Li kêleka vê her rêberek di heman demê de hûnermende ke. Ger hûnermendî, civak û kes, jiyanê, hest, fikir û rih ji nû ve avakirin be kû wusa ye- Rêber APO yek ji hûnermendê herî mezin ê dîrokê ye.

Rixmê ku çanda kok a mirovatî di milê dîrokî de, hin jî nirxên ku di van çil salên dawî de hatine ava kirin hûner pêşnexistin bê wate ye. Wê demê di hestan de, rih de xirabûnek heye. Beriya ku berê xwe bide şoreşa wîjdanî û zihnî, çav berdana berhem, di ava kirina jiyana azad de wê hewildanek bê encam be.

Di dîroka têkoşîna me de em di demên kirîtîk de derbas dibin. Modernîte ya kapîtalîst, serdema xwe ya herî bê hêz dijî. Di herêma me de weke ku şerê cîhanê yê Sêyemîn tê jiyan kirin. Rêber APO perspektîf û projeya azadbûna gelan pir zelal û şênber daye pêşiya me. Bi perspektif a modernîte ya demokratîk, netewe ya demokratîk şoreşa li Rojava pêş dikeve him ji bo gelê me hin ji bo gelên heremê hin jî ji bo giştî mirovatiyê buye çavkaniya hêviyek mezin. Şoreş mayînde kirin û belav kirin, di vê wateyê de serkeftin bi dest xistin wê dawiya mêtingeriyê bîne. Rêber APO bi pêngavên “rizgariya demokratîk û ava kirina jiyana azad” re çareseriya pirskirêkan de rêbazên demokratîk û siyasî bingeh digre. Lê nêzîkatiya pergalê hê di tine kirin û tine hesibandinê de israr e.

Ango di hemû qadên jiyanê de, leşkerî, siyasî, aborî, dîplomatîk û hwd. de têkoşîn berdewam e. Di van qadan de çiqas serkeftin bê bidest xistin jî, tişta ku encamê têkoşînê wê diyar bike têkoşîna di qada çand û nûner de ye. Mîsogere ku xebata herî sereke di pêvajoya Rizgariya Demokratîk û ava kirina jiyana azad de xebata çand-hûner e. Hûner, xebata herî azad, xweser, bi hêz a ava kirin û çêkirinê ye. Ti xebata leşkerî, siyasî û hwd. weke hûner nikare xîtabî dil û mêjiyê civakê bike. Zimanê hûnerê zimanê heqîqetê ye. Bi zimanê hûner dilek ku mirov xîtabî neke û qezenç neke nîne. Bi zimanê zuha ê leşkerî û siyasî gel kişandina heqîqetê zehmet e. Di derbas kirina wate, exlaq û estetîka pergala kapîtalîst de rêbaza herî bi bandor û encam gir hûner e. Ji hêza Muzîk, helbest, wêne, sinema, şano û roman, mezintir hêzek ku jiyana civakê avabike heye? Bi vê jî baş fêhm dibe ku titşa encamê têkoşîna ku ev pênç hezar salin berdewam dike wê qada çand-hûner be. Kîjan perxal hêza avabûnê di xwe de pêş bixwe wê ew serkeftî be.

Têkoşîna me ya azadiyê ji her demê zededir nêzî encamê ye. Lehengiyên ku di dîrokê de kêm hatine dîtin tên jiyan kirin, li kelekê jî gel trajedî yên mezin dijîn. Ji herdemê zêdetir pêwîstiyê civakê bi helbest heye. Dîsa pêwîstî bi awazê zafere, besteya berxwedanê, ji lalan re ziman, ji koran re ronahî, roman, şano û sinema heye. Pêwîstî bi dilen ku heqîqetê hîs bikin derbasî civakê bikin heye. Di dîrokê de, di her şoreşê de hûnermendan di eniyê herî pêş de pêşengtî ji gelan re kirin e. Di roja me de jî, mixabin şoreş, gel û civak li hûnermendê xwe digere!

Di her milî de derfetên pêşxistina şoreşê ava bûne. NÇM, li hember qirkirina çandî kela berxwedan û perestgehên azadiyê yê herî bi hêz in. Bi azweriya Ş. Mizgîn, Ş. Sefqan û Ş. Delîlayan pêşxistina xeta hûnera şoreşger wê bibe ewleyî ya serkeftina modernîte ya demokratîk.

Çîroka me bi qasî ku ti dem û cih nikare hilbigre bi hes kirin û bêrîkirinek mezin hatiye xemilandin e “çîrokek Trajîk û destanek bi heybet e”

Çîroka me eşqek ku hê romana wê nehatiye nivîsandin e “stranekê ku di her demê de deng dide ye klamek ku derbasî noteyan nebû ye”

Û “ya me, çîroka jiyaneke bi helbest ku helbesta wê nehatiye nivîsandin e”

Leave A Reply

Your email address will not be published.