WATE Û GİRÎNGİYA HEFTEYA QEHREMANİYÊ
*Ev nivîs ji axaftinên 2022 û 2023’yan ên têkildarî Hefteya Qehremaniyê hatine komkirin.
Muzaffer Ayata
Divê em zanibin her qehremanî berdêlekê dixwaze. Ji bo nirxên mezin, tiştên bi civakê ve girêdayî werin qebûlkirin, civak jêre hurmetê nîşan bide, ji xwe re mînak bigire, karibe ji xwe re bike rê û di wê rêyê de bimeşe berdêlên mezin, aqil, fêmkirin û ked pêwîst e. Ev ji ber xwe ve dernakevin holê.
Beriya PKK’ê jî Kurd hebûn. Gel bi Kurdî dipeyivî. Hê asîmîlasyon ew qasî pêş neketibû. Dewletê jî xwe ew qasî rêxistin nekiribû. Lê navê Kurdan tine bû. Rojên Kurdan ên taybet tine bûn. Dost û dijminan zêde hesab li ser wan nedikirin. Ango Kurd aîdî xwe didîtin. Weke eşya û amûrekî li Kurdan dinihêrîn.
Îro eger kesek dost an jî dijmin be, mecbûr e Kurdan li ber çavan bigire. Ji ber hêzeke wan heye, rêxistinên wan hene. Dikarin biaxivin, dikarin qebûl bikin û red bikin. Mînak Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hat, li Rojavayê Kurdistanê li hemberî DAIŞ’ê bi Kurdên azadîxwaz re tifaq çêkir. Dewleta Tirk ji DYA’yê pir got, “Bi wan re tifaqê çênekin. Ew terorîst in, PKK’yî ne. Ji te re çi pêwîst be em bikin.” Heta li Tirkiyeyê, bi DYA’yê re perwerde da hêzên li hember rejîmê şer dikin. Navê wê kiribûn, “Perwerde û Gurçûpêç Bike.” Lê ew hêz bi piranî tevlî DAIŞ û çeteyên din bûn.
DYA’yê dît ên vî karî ciddî dikin, xwedî fikriyat, doz û bîrdozî ne Kurd in. Lewma bi Kurdan re meşiya. Jixwe eger Kurd nebin, DYA nikare li Sûriyeyê bimîne. Ango nikare xwe bisipêre hêzeke din. Di nav hêzên Ereb de li aliyekî olperestî, neteweperestî, li aliyekî sîstema BAAS heye. Lê dema li Kurdan dinihêrin dizanin Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ji wan re pêşengiyê dike. Bîrdoziya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê temsîl dike, li ser esasê yekîtî û berjewendiya gelan e. Têde hîle nîne. Şervan û pêşengên wê jî wisa ne. Lê Serokê DYA yê berê Donald Trump têkildarî Serêkaniyê bi dewleta Tirk re li hev kir. Têkoşîna me ya bîrdozî ya bi wan re cuda, lê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê li dijî DYA’yê tiştekî xerab nekiriye. PKK kirin lîsteya rêxistinên terorîst, piştgiriyê didin dewleta Tirk û hêzên li dijî PKK’ê şer dikin. Ji tesfiyekirina PKK’ê re nabêjin, “Na.” Di vê mijarê de hevpar in. Lê li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê pêwîstiya wan bi Kurdan heye.
Li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi hêzên Kurd ên li ser xeta Rêbertiyê têkoşînê dimeşînin re radibin, rûdinin, nîqaş dikin û pêkve li dijî DAIŞ’ê operasyonan pêk tînin. Ango di têkoşînê de hem nakokî hene, hem têkilî hene. Rê wer dûz û rast nîne, her tişt wer rehet nîne yan jî her tişt ne reş û tarî ye. Yên zana ji xwe re rê vedikin, ji derfetên heyî sûd digirin. Ji bo siyasetê pênaseya, “Hunera ji firsendan îstifadekirin” tê kirin. Ango siyaset wer tê binavkirin. Eger tu nizanibî ji firsendan îstifade bikî, tê nikaribî siyasetê bikî û tê winda bikî.
Em ê jî ji firsendan çawa îstîfade bikin? Em ê derfetan çawa pêş bixin? Mînak dewleta Tirk ji firsendên heyî sûd digire. Yanî di vê hêlê de pir pêşketî ye. Bala xwe bidinê bê ji nakokiyên di navbera Rûsya û DYA’yê de çawa îstifade dike. Bi awayê Rûsya jêre rê vekir Efrîn dagir kir. Her wiha bi derfeta DYA jêre çêkir Serêkaniyê dagir kir. Bi her du aliyan re jî ket nav têkiliyê. Niha jî di şerê Ûkraynayê de, NATO, DYA û Rûsya li dijî hev in. Dewleta Tirk dixwaze jê îstifade bike. Hewl dide bi vî awayî rêyeke veke da ku cihekî din ê Rojava dagir bike. Ji aliyekî ve jî êrîşî Başûrê Kurdistanê dike.
Weke me diyar kir, siyaset û têkoşîn li ser xeteke rast pêş nakeve. Êrîş, derbxwarin, ketin û rabûn heye. Lê dema mirov bikeve divê di bin lingan de nemîne. Pêwîst e hêza mirov a karibe rabe ser piyan hebe. Ango divê tu pes nekî, teslîm nebî. Pir caran eger tu karibî dersan jê bigirî, windakirin dibe wesîleya qezenckirinê. Li ti devera cîhanê serketineke welê li ser xeteke rast pêşde biçe nîne. Divê em van zanibin. Lewma pêwîst e feraseta me, zanebûna me, aqlê me û sebra me pêşketî be. Dema em pir biçûk bifikirin û cîhana me biçûk be, em ê bi tiştên biçûk re mijûl bibin û em ê tiştên biçûk ji xwe re pir mezin bikin. Wê demê jî em ê têde bixeniqin. Em ê bi tiştên weke “Çima heval wisa dikin, çima civak wer tevnagere, çima filan kesî wisa kir?” mijûl bibin. Yanî em ê li tiştên filan û bêvan binihêrin, em ê êdî li xwe nenihêrin û li ser mijarên, “divê em çi bikin, çi pêwîst e?” nesekinin.
Kesên berê xwe dan pêşerojê em gihandin roja me ya îro. Mînak Rêber Apo û em jî li ser kesayet û çalakiya heval Mazlûm disekinin. Hinek mirov dimirin, wefat dikin an jî şehîd dibin, piştre jî tên jibîrkirin. Mirov zêde navê wan jî nizanin. Ne ku mirov wan biçûk dike, lê eger nebin mijara perwerdeyê, roman, rojname û belgeselan wê werin jibîrkirin. Rêbertî timî xwest têkildarî heval Mazlûm, heval Kemal, heval Egîd û hevalên din ên pêşeng em timî perwerdeyê bibînin. Weke pirtûkekê da ber me da ku em bixwînin û fêr bibin.
Hevalê Mazlûm Dogan jî ciwanek bû, xwendekarek bû. Tevlî tevgera Apociyan bû. Dema şehîd ket, Rêbertî got, “Mazlûm Partî ye.” Weke Partî nav lê kir. Heval Mazlûm xwe di gelek aliyan de amade dike. Ji bo Partiyê çi pêwîst e bi giştî di xwe de kom dike. Merak dike, lêkolîn dike, dixwîne, parve dike û nîqaş dike. Mirovan tevlî dike. Mirovan dixe nav nîzam û disîplînekê. Ruh dide, moral dide, hevaltiyê bi wan re dike. Mirovan bi dozê, welat û dîrokê ve girê dide.
Eger hûn bala xwe bidinê, hinek kes weke tizbîha benê wê qetiyaye, her yek ji wan li cihekî ye. Di malbatekê de jî hemû ferd ne ligel hev in. Te dît ji bo hinekan tê gotin, “ji hev ketiye. Xwe belav kiriye.” Ango hinek kes wer ji hev belawela ne. Mirov divê di aliyê erênî de hem xwe komî ser hev bike, hem jî di xwe de hêzê ava bike, vê bi mirovan re parve bike û rohniyê bide derdora xwe. Mînak lempe rohniyê didin, bi saya wê em hevdu dibînin. Divê mirov jî welê bin. Ango divê mirov rohniyê bidin derdora xwe.
Dema hevalê Mazlûm şehîd bû, 27 salî bû. Ya rastî hê pir ciwan e. Di siyaset, têkoşîn û tecrûbeyê de ew qasî pir nepijiyayî ye, lê bi lez li gor demê fêr dibe û dibe bersiv. Wî ruhê demê werdigire. Jixwe ya girîng ew e. Di dîrokê de çi pêwîst e, tu bi çi re rûbirû mayî, tê çi bikî, her tişt di wir de diyar dibe. Ango sekna te wê tayîn dike.
Dema em hemû jiyana xwe di ber çavan re derbas bikin, hinek caran têkildarî tiştên diqewimin, wexta em biryar didin jiyana me diyar dike. Dîrok û civak li benda te namîne, li gor kêfa te tevnagere. Te kirine zindanê, nav dorpêçê. Yan mirin an jî xiyanet heye. Her diçe jî meqes teng dibe. Ango şansê te namîne.
Hevalê Mazlûm di wê rewşê çi kir? Li hember zilmê weke fedaiyekî derketina holê, bi Newrozê ve girê dide. Dîrokê dizane. Dîroka hezaran salan, bi wê kêliyê ve tîne ser hev. Pêre dibe yek. Wî ruhî digire. Hevalê M. Xeyrî Dûrmûş têkildarî şehadeta heval Mazlûm ji me re nivîsek şand. Helbet ev jî mesûliyeteke mezin e. Li zindanê rewşeke pir giran heye. Em di hucreyan de bêçare ne. Em nikarin tiştekî bikin. Mirovekî weke hevalê Mazlûm ku me hemû hevalan pir jê hez dikir, em dizanin ji bo Partiyê windahiyeke gelekî mezin e. Di rewşeke welê de hevalê M. Xeyrî Dûrmûş, bi fikra dibe ku ew jî û em jî şehîd bibin, lê ji me kî sax bimîne pêwîst e ji hevalan û Partiyê re ragihîne, got, “Çalakiya heval Mazlûm çalakiyeke dîrokî ye. Mazlûm peyameke mezin da me. Em wekî din nenirxînin. Bila kes wekî din wateyekê nediyê.” Partiyê jî wer fêm kir. Rêbertiyê jî wer pênase kir.
Yê heval Mahsûm Korkmaz (Egîd) qezenc kir û tevlî Partiyê kir jî hevalê Mazlûm bû. Ev jî pir balkêş e. Mirovekî qezenc dike, pêre hevaltiyê dike, têkiliyên saxlem çêdike, bingehekî saxlem datîne. Yê tê Êlihê dixebite, heval Egîd nas dike, tevlî dike hevalê Mazlûm e. Hevalê Egîd jî di wê xetê û hevaltiyê de pir saxlem û sadiq tevdigere.
Gelek kes hatin cem Rêbertiyê, Rêbertiyê ew perwerde kirin, şandin welêt. Hinek ji wan di rê de reviyan. Hinekan jî piştre xiyanet kirin. Lê hinek jî hene, mirovên dozê ne. Bi soz û doza xwe re dibin yek. Dema em têkildarî van mirovên bi doza xwe ve girêdayî tiştan guhdar dikin, pir li xweşiya me diçe. Kêfa me pir jêre tê. Em meraq dikin û dixwazin timî behsa wan ji me re bê kirin.
Em hemû di zarokatiya xwe de dizanin. Dema mezinên me, ji me re çîrok digotin, me guhdar dikir û kêfa me jêre dihat. Em diçûn cîhaneke din. Niha jî dema em behsa qehremanên xwe dikin, em kêfxweş dibin. Vaye hevaltiya mezin, şexsiyeta mezin, bi jibîrkirinê nabe. Bi avakirin, şopandin û yekbûnê ve çêdibe, derdikeve holê. Tenê cesaret û fedaîtî ji bo qehremaniyê ne bes e. Eger tu karibî weke qehremanekî werî pênasekirin, mirin tenê ne bes e. Ji vê zêdetir tişt pêwîst in. Mînak ê di cîhanê de herî zêde mirov dane kuştin, bûye sedema şerê cîhanê Hîtler e. Ango pêşengtiya wê kiriye. Tevahî Almanya kiribû destê xwe. Heta Stalîngradê çû. Lê dîrok û civak Hîtler weke qehreman îlan nake. Ango di rûpela qehremaniyê de derbas nabe. Weke faşîst û kesekî li dijî mirovatiyê tê naskirin.
Ji bo em karibin qehremaniyê pênase bikin an jî rast fêm bikin, divê di xizmeta mirovatiyê de be û civakan pêşde bibe. Ango divê tiştên baş hatibin kirin. Yê tiştên xerab bike nabe qehreman. Dibe qatil, faşîst, dîktator an jî tiştekî din. Mînak Saddam Husên jî wêrek bû. Bi Îranê re şer kir, li hember DYA’yê jî sekinî. Di dawiyê de winda kir û kesî negot, “Saddam Husên qehreman e.” Hukim û hêza di destê Saddam Husên de zêde bû. Bi hezaran, dehhezaran, sedhezaran mirov biriye mirinê. Eger hûn bala xwe bidinê, em ji heval Mazlûm û heval Egîd re dibêjin, “Qehreman.” Lê em ji Saddam Husên re nabêjin, “qehreman.”
Hevalê Egîd bi sedhezaran mirov tevlî şer nekiriye, şerekî wer mezin nekiriye. Lê pênase ew e ku bê çi qasî pêşiya civakan vedike, bi nirxên mirovatiyê re çi qasî dibe yek, çi qasî pêşketinê çêdike. Qehremantî di wir de derbas dibe.
Gelê Kurd bûye gelê Newrozê
Em timî navên hevala Bêrîtan, hevala Zîlan tînin ziman. Di şer de guleyên hevala Bêrîtan diqedin. Ji bo nekeve destê dijmin û hevkaran xwe di kendalekî re diavêje xwarê. Hevala Zîlan nû tevlî Partiyê bibû. Lê nirx û doza ew heval temsîl dikin, ew ruh û şexsiyeta wan a li hember xiyanetê, desthilatdariyê û baviksalariyê stûyê xwe natewînin heye. Serî radikin, îsyan dikin, hesta wan a redkirinê bihêz e. Ji bo nirxên qebûl kirine û ji wan bawer dikin dikarin biçin mirinê. Vaye bi vî awayî dikarin nirxên qehremaniyê temsîl bikin û bigirin ser milên xwe.
Partiya me jî tenê bi propaganda, ajîtasyon ve dirûşman nemeşiya. Ev xisûs di kom û tevgerên çepgir-sosyalîst de hinekî heye û li pêş e. Em komên çepgir-sosyalîst ên Tirkiyeyê hinekî nas dikin. Ev aliyê wan xurt e. Pir dirûşmparêz in. Pir gotinên mezin dikin. Mînak me naecibînin. Me weke neteweperest dibînin. Dibêjin, “Em sosyalîst in.” Sosyalîst in, lê weke komên biçûk û marjînal mane. Bi gel û kedkaran re zêde têkiliyek wan tineye. Dîsa li hember faşîzmê zêde giraniyek wan nemaye. Mirov xwedî îddîa be baş e. Lê li gor wê îddîayê jiyan û xebat pêwîst e.
Apocî ne wekî wan kom û tevgerên çepgir-sosyalîst bûn. Îddîaya Apociyan mezin bû. Gotinên wan jî ne biçûk bûn. Ne şeklî û bi dirûşman bû. Weke hawariyan, bi awayekî mutewazî bi şev û roj xebitîn. Bi wê xebatê xwe li ser lingan girtin, mirov li dora xwe kom kirin. Bawerî dan, hêz derxistin holê û bûn hêz.
Hevalê Egîd, weke mirovekî normal, ji bo malbata xwe dixebitî. Dema tevlî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê dibe û pêşengiyê ji Pêngava 15’ê Tebaxê re dike, li dora wî bi sedan, bi hezaran mirov nînin. Li holê taktîk û stratejiyên mezin nînin. Lê peyama siyasî, gav û cesareta tekildarî Pêngava 15’ê Tebaxê hatiye pêşxistin muezem e.
Li hemberî artêşeke girêdayî NATO’yê, milîtarîzma dewleta Tirk û çanda wan a hezar salî, di wan şertên darbeya 12’ê Îlonê de -ku weke dozerekê di ser civakê re derbas dibû-, hemû rêxistin belav kirine, civaka Kurd jî hatiye bêdengkirin tu bi îddîa werî Kurdistanê û guleyan berdî dewletê, tiştekî welê ji rêzê nîne. Ev pêngav ji hêla kesên weke Sosyolog û Nivîskar Îsmaîl Beşîkçî bi awayê, “Guleya Yekemîn” dihat pênasekirin. Îsmaîl Beşîkçî ji bo Pêngava 15’ê Tebaxê digot, “Ya rastî Kurdan gule berdan tirsa xwe.” Yek ji hevalên pêşengiyê ji Pêngava 15’ê Tebaxê re dike hevalê Egîd e. Ev pêngav li Kurdistanê ekol, stîl, dîrok û rêyekê vedike.
Li Kurdistanê berê çanda pêşmergetiyê hebû. Ango yên wê demê li Başûrê Kurdistane şer dikirin û dihatin zanin pêşmerge bûn. Lê Bakurê Kurdistanê ne di wê astê jî de bû. Li Tirkiyeyê kom û tevgerên çepgir hebûn. Di sala 1970’î de mudaxeleya eskerî çêbû. Tevahî pêşengên weke Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş, Îbrahîm Kaypakkaya qetil kirin. Rêbertî di wê atmosferê de, 1973-74’an derket holê. Rêbertiyê di wê demê de rêxistin ava kir û pêş xist. Rêbertî li ser xet, wêrekî, ruhê hemlekar û bi bandor ê wan pêşengan ma. Em ji ber vê dibêjin, “PKK tevgereke hemlekar e.” Derketina holê ya PKK’ê li ser vî esasî ye. Rêbertiyê li ser vî bingehî PKK ava kir. Kadro û pêşengên weke Mazlûm û Egîd tevlî kir.
Hevalê Egîd di nav gerîla de, xeta Rêbertiyê hakim dike. Ji Rêbertiyê nirxên moralê yên weke fedakarî, wêrekî, hezkirin, girêdan, dilsozî, mayîna li ser soza xwe, meziyetên nirxên mirovî, tiştên mirov dike mirov wergirtiye, li cem Rêbertiyê perwerde dîtiye û wan hemûyan di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de pêş dixe.
Dema hevalê Egîd şehîd dibe, Kesîre ji Rêbertiyê re dibêje, “Kesê ku tu herî zêde jê piştrast û pê ewle Egîd jî çû, niha tu yê çi bikî?” Kesîre keseke bi aqil û zana ye. Ango dixwest bêje, “Kesê xeta te dimeşand ew bû. Vaye ew jî çû. Şerê te yê gerîla tesfiye bû. Baskên te şikestin.”
Hevalê Kemal Pîr û hevalê Egîd li qada Filistîn-Lubnanê bi hev re mabûn û 1980’î weke koma mudaxeleyê ya yekemîn hatibûn Bakurê Kurdistanê. Dema hevalê Kemal hat girtin jî, ew û hevalê Egîd di heman wesayîtê de bûn. Dema rastî kontrola eskeran tên, xwe ji wesayîtê diavêjin. Hevalê Kemal dema xwe diavêje, ji ser hişê xwe diçe. Hevalê Egîd dûr dikeve. Ji ber dinya tarî ye, hevalê Egîd ferq nake ku heval Kemal ji ser hişê xwe çûye. Dibêje qey wî jî xwe xelas kiriye. Lê esker tên hevalê Kemal digirin. Eger ew girtin çênebûba, wê xeta gerîla bi awayekî cudatir pêş ketiba. Heval Kemal jî xwedî çandeke îdeolojîk bû. Ruhê Rêbertiyê temsîl dikir. Hevalekî bi eslê xwe ne Kurd bû. Bi Kurdî nedizanî û berê Kurdistan nedîtibû.
Hevalê Kemal Pîr di zindanê de ji bo hevalê Egîd digot, “Di hevalê Egîd de cewherek heye, wê tiştekî bike.” Di wan şert û mercên zindanê de hêviya hevalê Kemal Pîr ji heval Egîd hebû. Çi kar hebûya, çi tiştên krîtîk û bi tehlûke hebûna, yek ji hevalên destpêkê dihat hişê mirovan hevalê Kemal bû. Heval Kemal ti carî astengî nas nedikir. Hevalê Kemal Pîr di ti kar û xebatê de negotiye, “Na, nabe.” Hem di hêla teorîk de xwe pir pêş xistibû, hem jî zimanê wî yê ajîtasyonê pir bi hêz bû. Hevalekî çalak bû û mîna avê diherikî. Ango nedihat sekinandin. Mirovekî pirhêlî bû.
Vaye qehremantî bi awayê girêdan û dilsoziya bi doz û têkoşîna xwe, aqil û fikra xwe kirina yek, bi hevalên xwe û Rêbertiya xwe re bûna yek, derdikeve holê. Helbet bi hezaran qehreman ji nav me derketin. Ev bû weke xet û çandekê. Tenê bi van hevalan ve sînordar nema. Bi hezaran mirov di vê rêyê de pêş ketin. Di asta neteweyekê de karwanê şehîdan û qehremanan derket holê.
Li cîhanê ew qas dewletên emperyalîst, faşîst û dagirker li ser Kurdan hesaban dikin. Lêdan, komkujî, koçberî, zindan, îşkence, şerên taybet, psîkolojîk û her xerabiyê li hember Kurdan dimeşînin. Tevî vê jî eger li ber xwe didin û li ser piyan in, mirov vê tenê dikare bi qehremantiyê îzah bike. Ango ev tiştekî ji rêzê nîne.
Li ser vî esasî gelê Kurd êdî bû gelê Newrozê. Newroz çi bû? Berxwedan, azadî û hilweşandina zilmê bû. Xwedîderketina li ax, çand û jiyana xwe bû. Eger em wateya Newrozê baş zanibin, em ê fêm bikin bê Kurd kîjan nirxî temsîl dikin. Gelê Kurd tenê nebûn gelê Newrozê, êdî bûn Rojhilata Navîn. Gelê Kurd bi neteweya demokratîk re bi giştî çanda berxwedanê, dewlemendiya Rojhilata Navîn û tevahî civakên din hembêz dike. Moral û cesaret dide wan. Nirx û tecrûbeyên xwe bi wan re parve dike.
Ew çi qasî rê li ber me bigirin, li hemberî me sansuran pêş bixin, çi qasî nehêlin em dengê xwe bigihînin civakên din, çi qasî kêmasiyên me hebin û me erka xwe tam neanîbe cih jî, nikarin pêşî li Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bigirin.
Tê gotin ku li cîhanê rêxistina herî bi tehlûke, PKK ye. Bi vî awayî îlan kirin. Dewleta Tirk jî dibêje, “PKK li cîhanê terorîzma herî xetere ye.” Ma Kurdan çi kirine ku, ew qasî xetere ne? Ti welatek dagir nekirine, li ti deverekê komkujî nekirine. Lê belê planên dewleta Tirk ên sedsalî xerab kirin. Ji bo wan xetereya mezin ev e. PKK’ê projeya, “Tek millet, tek ziman, tek dewlet, tek al” a dewleta Tirk pûç kir. Lewma PKK’ê li cîhanê weke dijminê herî mezin qebûl dikin.
Eger hûn bala xwe bidinê, dewleta Tirk bi Ûkrayna, Rûsya, Îsraîl, DYA, welatên Afrîka, rêxistinên weke DAIŞ, El Nûsra, Talîban re hevdîtinan dike, tifaqan çêdike. Lê bi Kurdan re rûnane. Eger destek û piştgiriya Kurdan nebûya nikarîn komar û dewlet ava kiribana. Bi sedhezaran ciwanên Kurd ji wan re eskertiyê dikin. Bi mîlyonan zarokên Kurd di dibistanên wan de dixwînin. Ew bi xwe jî dibêjin, “Ew qas Kurd û Tirk bi hev re zewicî ne. Em bûne yek.” Lê Kurdan li cîhanê weke dijminê herî mezin dibînin. Wan tifaqan ji bo tinekirin û xeniqandina Kurdan pêş dixin.
Ev neteweperestî û dewleta netewe zîhniyeteke pir xetere ye. PKK sekna li hember vê zîhniyetê, şerê li hember vê zîhniyetê temsîl dike. Her wiha ya PKK temsîla wê dike ew e ku li hember vê zîhniyetê mirov ne li ser xeta neteweperestiyê, olperestiyê; berevajî bi nirxên herî mezin ên mirovatiyê û yên pêşketî, bi fikir û komunalîzma sosyalîzmê cesaret bike têkoşînê bike. Kadroyên PKK’ê, yên bi PKK’ê re radibin û rûdinin, divê zanibin bê ev kîjan nirx in. Pêwîst e, em hem wateyê bidinê hem jî xwe pê xwedî bikin, xwe pê saxlem bikin, xwe pê xurt bikin. Eger wer nebe, mirov wê timî xwe li hember dagirkeran zeîf bibînin, ji hêla ruhî ve wê timî kêm û pelçiqî bin û wê ji xwe bawer nekin.
Dijmin ji me ditirse. Li cîhanê pir gel, partî, rêxistin û civak ji me hez dikin, sempatîzanên me ne. Em hêviyê didin wan. Têkoşîna me, sekna me bawerî û hêviyê dide wan. Ji her devera cîhanê mirov hatin tevlî me bûn. Em di heman demê de bûn tevgereke enternasyonalîst. Berê me ji hêla fikrî û îdeolojîk ve enternasyonalîzm diparast. Me xwe weke parçeyekî wê didît. Lê di roja me ya îro de bi awayekî fiîlî wisa bû. Her wiha em dizanin ku em tam negihiştine tişta em layiqî wê ne. Hem em nikarin xwe li derve baş bidin naskirin û rêxistinkirin hem jî medya û makîneyên propagandayê yên wan dewletên mezin, an me nabînin an jî me reş dikin û xerab nîşan didin. Dema tu dibêjî “PKK” terorîzm tê bîra wan, bi terorîzmê re dikin yek.
Rêbertî çareser dike, rê vedike
Bi mîlyonan mirov di vê sermê de, di bin zexta dewleta Tirk de derketin qadan, Newroz pîroz kirin. Lê di televîzyonên dewletê, yên nêzî AKP’ê û heta di yên muxalefetê de, yên CHP’ê jî di nav de têkildarî Newroza li Kurdistanê me tiştek nedît. Mîna tiştek nebûye dihesibînin. Ev rewşeke pir xetere ye. Naxwe ew dixwazin me tine bikin. Ango niyeta wan ew e. Eger te nabîne û te tine dihesibîne, naxwe niyeta wan xerab e. Ev misoger wisa ye. Têkildarî segekî di cihekî de asê maye, deh deqeyan nûçeyê diweşînin, lê bi mîlyonan Kurd di wê sermê de derdikevin kolan û qadan, nabe nûçe. Qet naxwazin em li cîhanê bên naskirin. Di zimanê xwe yê nûçeyan de me weke mirov nabînin. Her roj dibêjin, “Wezareta Parastina Millî, diyar kiriye ku çend terorîstên di nav amadekariya êrîşan de bûn hatine bêbandorkirin.” Her roj nûçeyên welê didin. Em li gor wan tenê terorîst in û kesên divê bên kuştin û tesfiyekirin in. Tenê vê layiqî me dibînin. Me weke mirov nahesibînin. Lewma sekna li hember sîstema wan ne karê her kesî ye.
Eger hûn bala xwe bidinê li Rojhilata Navîn ti dewlet û rêxistin newêrin li hember dewleta Tirk şer bikin. Ango xwe nêzî bela wan nakin. Dewleta Tirk, artêşeke bi qasî mîlyonek esker xwedî dike. Çekê wan ên muezem, çandeke wan a eskerî ya mezin heye. Zîhniyeta civakê teslîm girtine. Civak nikare li hember dewletê derkeve. Li Tirkiyeyê tevgereke aştiyê nîne.
Mînak li hember Kurdan ew qas komkujî pêk anîn, ti kesî rojekê li Stenbol û Enqereyê li dijî şer mitîngek nedît. Eger em wan salên 1980’an bînin ber çavan ji hêla dewletê û siyaseta wê ve rewş ji niha baştir nebû. Weke fermaneke xwedayî bi awayê, “Ma li Tirkiyeyê ji derveyî Tirkan kî heye? Çima mirov behsa Kurdan û tiştên welê dikin? Ev tiştekî pir xerab e. Ev fikir ji ku hatiye?” nêzîk dibin. Ango li gor vê zîhniyetê daxwazên xwezayî, xwestina maf û heq bûne sûcên herî mezin ên cîhanê. Naxwe civak bir giştî di mijara, “Tê Tirk be. Tirkiye aîdî Tirkan e” bûye mutabiq. Tu dibêjî qey Kurdistan ax û welatê wan e, fetih kirine, zevt kirine. Li gor wan mafê jiyanê yê bindestan nîne. Eger hinek bindest bin, divê mirov mafê jiyanê bide wan, lê ew hebûna kesên bindest jî qebûl nakin.
Eger hûn bala xwe bidinê, Rêbertî dîrokê pir dixwîne û baş dizane. Lewma di Tevgera Azadiya Jinan de ev qas pêşketin çêkir. Rêbertî dîrok û olê baş dizane. Ji ber ev xisûs fikriyat û sosyolojiya civaka îro tayîn dikin. Ji bo civaka îro baş nas bike, diçe dîrokê û dibêje, “Dîrok di roja me de em jî di destpêka dîrokê de veşartîne.” Rêbertî xwe ji dîrokê qut nake, parçe parçe nagire dest. Divê em jî milîtanbûnê, kadrobûnê, partîbûnê weke Mazlûm û Egîd bigirin dest. Ne parçe parçe; divê weke dewam û temambûna wan bigirin dest.
Mînak heval dibêjin, “Ev kêmasî hene. Rêveberiyên me wer ne baş in. Rêveberiyên me kêfî ne. Bi hevalan re nabin yek. Me baş perwerde nakin. Me baş fêm nakin. Heval çima wisa ne?” Ango xwe di wan pirsgirêk û kêmasiyan de dixeniqînin. Belê ev kêmasî hene. Baş e, ma em çima nakin? Ma em ne mirov in? Ma aqlê me tineye? Partiyê rê daye ber me. Rêbertî li ber çavên me ye. Çima Rêbertî hawar û gazincan nake? Rêbertî çareser dike, rê vedike, têkoşîn dike, sererast dike. Divê milîtanî, eskertî yan jî fermandariya me jî wisa be. Ango divê weke agir be. Pêwîst e agir dijmin bişewitîne. Pêwîst e tişta dişewite, bişewîtîne. Tiştên nayên şewitandin hene. Milîtan, kadro û fedaî divê xwe û gelê xwe neşewitîne. Ew nayên şewitandin. Divê mirov nebe qatilê xwe, nebe dijî xwe. Pêwîst e mirov dijmin di xwe de nede jiyandin, neke nav xwe û nêzî xwe neke. Divê mirov ên li dijî xwe bişewitîne.
Mînak em li hevalê Egîd binihêrin, tevî wê demê zêde tecrûbe tinene jî, yê herî zêde li gor rêzikên gerîla, bi awayekî prensîbî, exlaqî, hevaltî û fikrî li gor gerîla tevgeriyaye hevalê Egîd e. Di dema heval Egîd de kêfiyet nîne, jiyana cuda nîne. Heval Egîd timî bi hevalan re yek e, zanebûna xwe bi hevalan re parve dike, hevalan guhdar dike. Qirûşekî jî zêde xerc nake. Di notên wî de hene. Dema benîştekî jî dikire, qeyd dike. Çi dikire, dinivîse. Zelal û vekirî ye. Tiştên xam û qelp têde nînin, safî ye.
Di çêbûn û avabûna PKK’ê de nirxên mirovatiyê hene. Çavên xwe bernade desthilatdariyê, kariyer, raye, mal û mulk. Mirovên di nav PKK’ê de nafikirin xwe di ser civak û hevalên xwe re bibînin. Dûrî van tiştan e. Di nav me de kî van tiştan bifikire, divê mirov zanibe ku xerab e, ji xeta Partiyê derketiye. Kî zordariyê bike, kî zikreşî û çavreşiyê bike, kî mirovan rencîde bike, biçûk bibîne û xwe mezin bike, divê em zanibin ku ne ji me ye, ji me dûr ketiye.
Dema hevalê Mazlûm li zindanê di nav şert û mercên giran de li ber xwe da, bi mehan bi xwe re û bi hevalan re nîqaş kir. Li derve jî ji bo vegera li Kurdistanê, Rêbertî bi salan xebat meşand. Hewl da ji hêla îdeolojîk, eskerî û siyasî ve hevalan zelal bike û koman bişîne Kurdistanê. Gelek kesan digotin, “Di wan şert û mercan de çûna Kurdistanê întîhar e. Dewlet hakim bûye.” Lê Rêbertiyê israr kir. Heval îqna kirin. Ji bo vê serê xwe êşand, mejiyê xwe westand. Ew heval jî bi Rêbertiyê re bûn yek.
Yê gerîla li ser xeta Apocîtiyê da rûniştandin, yê Rêbertî baş fêm kir, bi xetê, bi pîvan û exlaqê xetê re sadiq ma, dîsa yê bi qasî fêm dikir û dizanî bi sedeqat nêz bû, hevalê Egîd bû. Ji bo em ji kêmasiyên xwe bibihurin, divê em heval Egîd timî weke roman û pirtûkekê bixwînin. Ango divê em tenê nebêjin “Qehremanek e, pêşengek e.” Mirov bi aqilê xwe, bi keda xwe, bi cesaret, fedakarî, paqijî, duristî, dilnizmî û exlaqê xwe ve demdirêj bijî dibe qehreman û pêşeng. Mirov çend salan bijî ne girîng e, ya girîng ew e mirov li gor têkoşîna wan qehremanên xwe bimeşe.
Hevalê Egîd di nav Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de pir zû şehîd bû. Bi zor û zehmet xwe gihandin welêt. 1984’an dest bi gerîlatiyê kirin û 1986’an jî heval Egîd şehîd bû. Beriya wê hevalê Kemal li zindanê şehîd bû, piştre hevalê Mehmet Karasûngûr şehîd bû. Eger hûn bala xwe bidinê bi wan şehadetan re xeta gerîla ji kontrola Partiyê û Rêbertiyê derket. Yên weke Hogir, Şemo, Kor Cemal bi xetê lîstin. Çanda Partiyê baş negirtibûn. Îdeolojiya Partiyê û sosyalîzmê tam hezm nekiribûn. Bi hînbûnên xwe, bi bertek, gundîtî, bajartî, bûrjûvatiya biçûk hem nehiştin çandeke saxlem a eskerî û gerîlatiyê pêş bikeve, hem di jiyan û tevlîbûnê de -têkiliyên jin û mêr jî di nav de- xerabî kirin, gelek derdorên me dikarî qezenc bikin, tevlî nav têkoşînê bikin, kirin dijminê me.
Em ê windakirinê weke qederekê nebînin
Eger hûn bala xwe bidinê dost û hevalên wê demê heval Egîd nas kirine, nabêjin, “Heval Egîd mirov ji xwe aciz kirine, heqaret kiriye, zerar daye yan jî kesek li dijî wî diaxive.” Tiştekî wer nîne. Mimkun e kêmasiyên mirov hebin, lê divê mirov şaşiyên mezin neke. Bi taybet jî divê mirov qet dijberiya gel neke. Ji ber em vê şoreşê ji bo gel dikin. Ango em ne ji bo şexsê xwe dikin. Pêwîstiya gel bi şoreşê heye. Ji ber winda kiriye. Nirx, çand û keda wî diçe. Nikare xwedî li wan derkeve. Kirine bin destan. Azadî jêre pêwîst e. Em jî pêşengên vî karî ne. Ma em ê çawa berevajî gel tevbigerin. Mirovên bi gelê xwe û soza xwe ve girêdayî, divê di herikandina dîrokê de pêşketî bin. Ango divê ne muhafezekar û astengker bin. Mînak eger Hîtler bi ser ketiba, li cîhanê Yahûdî, çîngene, komunîst, kesên seqet ji holê hatibana rakirin û tenê neteweyek hebûya wê rewşa cîhanê çawa bûya? Hêzên Hîtler kîjan dever dagir kirine, hemû dewlemendiyên wan, berhemên wan, tiştên wan ên bi qîmet talan kirine, anîne Berlînê. Ango her tiştên civakan hedef girtine. Qestî can û malên civakan kirine. Ango eger Hîtler bi ser ketiba, wê rewşa cîhanê pir ne baş bûya. Lewma di roja me ya îro de her kes Hîtler red dike, lanet dike.
Hê jî komên faşîst û nîjadperest hene. Bûrjûvazî dema pêwîst dibîne ji bo desthilatdariya xwe dikare wan koman bi kar bîne. Ruhê wan û Hîtler ji hev ne dûr e. Ango di her desthilatdariyekê de ruhê Hîtler heye. Eger pir ne li pêş e, naxwe zêde pêwîstî pê nedîtine. Seltenata wan bi vî rengî jî dewam dike. Yek ji sedema li Ûkraynayê şer ew qasî mezin bû jî ew e. Rûsya dibêje, “Artêşê û dewletê cihên girîng da Hîtlergiran. Ez ji wê aciz im.” Kê ew qas kes destek kirin û di nav dewletê de pêş xistin? Ma tiliya îstixbaratan, Yekîtiya Ewropayê û NATO’yê têde nîne? Teqez heye. Ne mimkun e karibin bi serê xwe vê bikin. Ji ber ew kes hêza xwe ji civakê nagirin. Ango ne girseyî ne.
Mînak li Tirkiyeyê Ergenekon, kontrgerîla ne girseyî ye. Di nav gel de desteka wan nîne. CIA, NATO, Gladîo piştgiriya wan dike. Dikarin provokasyonan bikin û dewletê bixin nav şer. Li Ûkraynayê jî wer kirin. Pûtîn jî xwedî heman zîhniyetê ye. Lewma Ûkrayna hildiweşe. Her kes jê zerar dibîne. Bi vî awayî wê li cîhanê bêhtir çek bên firotin. Ango her kes ket nav lêgerîneke nû. Wê bandorê li ser me û Sûriyeyê jî bike. Wê dewleta Tirk êrîşên xwe zêde bike. Her kes bi şerê Ûkrayna-Rûsya ve mijûl e. Dewleta Tirk bi firsendperestiyê wê hewl bide derb li me bixe. Rewşa Tirkiyeyê ya aboriyê pir xerab e. Erdogan îtibar winda kiriye. Dixwaze di hilbijartinan de careke din bibe desthilatdar. Qanûnên hilbijartinê guhertine da ku partiyên din zêde parlamenteran dernexin. Ango ji her alî ve amadekariyan dike. Her xerabiyê rêxistin dike.
Desthilatdariyê, talanê, koçberiyê, zilmê modernîze dikin, bi rengekî din boyax dikin û cîla dikin. Lê cewherê wê dîsa jî zîhniyeta zordariyê ye. Em jî timî rindî û başiyê organîze dikin. Em xeta ji dîroka neolîtîkê ve, ji Kawayê Hesinkar ve xwesteka azadiyê, axê, xwe avakirinê bi deng û awaza xwe, bi rengê xwe, bi xwezaya xwe û jiyana xwe ve bûyîna yek, temsîl dikin. Lewma divê em derdoran teqlîd nekin. Ev xisûs girîng in. Pêwîst e, em di van xisûsan de pir baldar bin. Em pir zû dikevin bin bandora derdoran. Em pir ji tiştên xerab an jî negatîf bandor dibin. Divê em pêşiya wan tiştan bibirin. Yên bi esasî pêşiya wan tiştan birîn û ji wan re bûn bend, qehremanên vê Partiyê û vî gelî ne. Ya rastî ew heval ji me re sînor datînin û dibêjin, “Divê hûn vî sînorî derbas nekin.” Mazlûm û Egîd vê dibêjin. Dibêjin, “Hedef û rê ew e. Divê em di wê rêyê de bimeşin.” Ya rastî tiştên din ji me re qedexe dikin. Mînak Rêbertî dibêje, “Mazlûm Partî ye. Egîd xeta gerîla û Partiyê temsîl dike. Ji lewra ji bo me hemûyan mînak in.” Her wiha dibêje, “Zîlan fermandar e. Wê ew ferman bidin, em ê jî bikin.” Ango ew heval tespît dikin, tayîn dikin û rê ji me re diyar dikin. Tiştên din ji me re qedexe dikin.
Divê em li ser her bûyerên welê baş bifikirin û hinekî biçin kûrahiya xwe. Hewce ye em li hundirê xwe binihêrin, hinekî li xwe bigerin. Pêwîst e em berê lempeyekê bidin hundirê xwe. Ango divê em hundirê xwe rohnî bikin. Divê em li ser xisûsên çi aîdî me ye, ne aîdî me ye, çi dikare me bixîne, çi dikare me rake, çi dikare hêz bide me, bisekinin. Mirovên xwe muhakeme nekin, nikarin pêş bikevin. Lenîn dibêje, “Eger şoreşger ciddî ne, ciddiyeta wan ji rexne û xwerexnekirinê tê naskirin û diyarkirin.” Lenîn şoreşgeran wer pênase dike. Mirovekî ne ciddî pêwîst nabîne, rexne bike û xwe rexne bike, wê derbas bibe û biçe. Wê bêje, “Tiştek nabe.” Di nav me de jî yên welê hene. Dibêjin, “Derbas bû, dest jê berde.” Eger tu dest jê berdî, di dawiyê de tê dest ji xwe jî berdî. Berdan nabe. Tê ders jê bigirî. Tê têde nexeniqî. Tê muhakeme bikî, hesab bistinî û hesab bidî. Çima wisa bû? Çi qewimî? Çi derket holê? Çi da windakirin? Divê em van pirsan bikin û li bersivên wan bigerin. Eger em kêmasiyên xwe nebînin, tişta bi me da windakirin nebînin, wê gelek tiştên din jî ji destê me biçin. Eger em zanibin bê çi bi me daye windakirin, em ê karibin xwe zû komî ser hev bikin. Ango em ê windakirinê weke qederekê nebînin.
Pêwîst e, em timî çavên xwe berdin serketinê. Divê em xeta serketinê, avakirinê, çêkirinê ji xwe re esas bigirin. Mînakên me yên herî mezin, mamosteyên me yên giştî Mazlûm û Egîd jî di nav de, hevaltiya herî mezin, komunalîzma herî mezin, bi dîrokê re yekbûna herî esasî Rêbertiyê di xwe de anî ser hev. Rêbertî temsîla wê dike. Em li dora Rêbertî komî ser hev bûn. Rêbertî tevlî me nebû, em tevlî Rêbertiyê bûn. Hewce ye, em li gor wê tevlîbûnê tevbigerin. Kêmasî, şaşî, tembelî, aciziyên me pir in. Her pirsgirêkek bi awayekî mezin bûne. Hinek delalî ne, hinek weke gêjan in. Ti carî destê xwe neavêtine kar û xebatekê. Ango sersemên jiyanê ne. Hinek kes li hember jiyanê xwedî bertek in. Ango di nav îsyanê de ne. Hinek kes ji jiyana xwe ya berê pir hez dikin, dixwazin careke din vegerin wê jiyanê. Eger biçin ne mesele ye, lê di nav partiyê de li wê jiyanê digerin. Hinek hevdu tehemûl nakin. Li hember hev tijî dibin. Di hundirê xwe de kom dikin û weke bombeyekê diteqin. Di dijmin de diteqin an jî di me de diteqin ne diyar e. Ango di kê de biteqin ne diyar e. Divê em van tiştan rast ji hev veqetînin. Wê xeta Mazlûm û Egîd me bi ser bixe. Ev hatiye îspatkirin.
Divê em di xeta Rêbertiyê, xeta Mazlûm û Egîdan de xwe ava bikin
Di ser şehadeta heval Mazlûm re 41 sal derbas bû. Di ser şehadeta heval Egîd re 37 sal bihurî. Lê timî bi me re ne. Di nav Kurdan de navê Egîd, Mazlûm zêde bûne. Civak qehremanên xwe dide jiyandin. Civak xwedî wefa ye, bi kedê ve girêdayî ye, ji bîr nake. Rêbertî 25 sal e, li giravekê di hucreyekê de ye. Li her devera cîhanê civak dirûşmên dilsoziya xwe ya bi Rêbertiyê re qîr dikin. Civak ne nankor e. Divê em van tiştan, di mejiyê xwe de rast qeyd bikin, rast pênase bikin. Pêwîst e, em bibin hevalên qehremanan û di rêya qehremanan de bimeşin. Hewce ye, em tevgereke qehremantiyê bi ser bixin û di serketinê de îfade bikin. Divê em ji bilî wê tiştekî din qebûl nekin.
Eger em ê qehremantiyê pênase bikin, bi rûmet û qîmet bikin, em ê wê di asteke bilind de bigirin dest. Em ê wê ji bo xwe layiq bibînin. Wê demê divê em weke qehremanan tevbigerin. Ev bi girêdana doza xwe, bi duristbûn, bi rengê aqil û fikra xwe bi kar bînin, bi sebir, bi awayê tevahî bala xwe bidin ser dijmin, ji sedî sed hesab ji dijminê xwe bixwazin wê pêk were. Her wiha ti carî bi kêmasî, şaşî û dijminê di nav xwe de divê em li hev neyên. Li ku derê xiyanet hebe, li ku derê bi dijmin re hevkarî hebe pêwîst e, em red bikin. Divê li hember dijmin û hevkarên wê bertek û hêrseke me ya mezin hebe.
Mînak berê pratîka PDK’ê ew qasî li ber çavan nebû. Çapemenî-ragihandin ew qasî pêşketî nebû. Tevî vê jî heval Mazlûm bi awayekî zêde li hember xeta PDK’ê derdiket. Heval Mazlûm feraseta PDK’ê ya milliyetgiriya berê red dikir. Di vê mijarê de xwedî helwesteke zelal bû. Li ku derê xiyanet û xerabî hebe, divê li hember wan îtiraz û reda me pir xurt be. Pêwîst e hem bi şexsê xwe, hem bi derdora xwe, hem bi gelê xwe re jî em wisa bûn.
Mînak Rêbertî herî zêde Kurdan rexne dike. Îsyan û pêşengên Kurdan rexne kir. Doza wan mafdar, lê rêvebirina wan şaş bû. Rêbertî ev xisûs bi tevahî rexne kirin. Rêbertî timî civaka xwe, Partiyê û hevalên xwe rexne dike. Di heman demê tevgereke rexneyê ye. Ya heyî wer qebûl nake. Di muhakemeyê re derbas dike. Yên baş derdixe pêş, ên xerab diavêje paş. Dibêje, “Divê tiştên xerab nebin û mirov xwe ji tiştên xerab rizgar bike.” Ji ber tiştên xerab me paşde dikişînin. Wê tiştên baş me pêş bixin. Divê em di wir de bên ser hev.
Divê em di xeta Rêbertiyê, xeta Mazlûm û Egîdan de xwe ava bikin û çêbikin. Di şer de mirin heye, mayîn heye, qezenckirin heye, car caran jî windakirin heye. Pêwîst e, em nekevin û em karibin di her şert û mercî de li ser piyan bimînin. Divê em di ti şert û mercî de jiyana bi dijminê xwe re nefikirin. Mirov nikare bi dijmin re bijî. Dijmin şîr nade mirov, jehrê dide, mirov ji xwebûnê derdixe. Divê em vê bi awayekî baş bi ruhê xwe bidin xwarin.
Di roja me ya îro de her şehadet û berxwedanek qehremantiyeke mezin e. Em bi hêzên mezin re şer dikin. Serokê Ûkraynayê Zelensky ji Ewropayê digot, “Em nikarin bi keleşan û tifingan li hember fûzeyên Rûsyayê şer bikin.” Di nav dorpêça dijmin û hevkarê wê PDK’ê de, li hember ew qas balafir, helîkopter, çekên kîmyewî û giran hevalên me li çiyayan, bi çekên biçûk şer dikin. Lê dil û baweriya wan hevalan mezin e. Dijmin nikare wan bişikîne û teslîm bigire. Ew dijmin didin sekinandin.
Hefteya Qehremaniyê ji bo me taybet e. Gerîla û şervan divê pir zindî bin. Pêwîst e, hem di aliyê fizîkî de bedena wan zindî be hem jî hissiyata wan saxlem be. Ya bi esasî qederê tayîn dike, encamê diyar dike zîhniyet û aqil e. Eger aqil nebe em nikarin şoreşan ava bikin. Dewlet pir bi hev re şer dikin. Bi sedhezaran mirov tên kuştin. Lê demokrasî û azadî zêde pêş nakeve. Civak zêde ji wan şeran xêrê nabîne. Di şerê Rûsya-Ûkraynayê de, welatê Ûkraynayê hildiweşe. Ango daneheva wan, tecrûbeyên wan ên sedsalan, bajarên wan hildiweşin. Şênî belav dibin. Ti berjewendiyê civaka Ûkraynayê di wî şerî de nîne. Heman tişt ji bo Rûsan jî wisa ye. Niha gelek ciwanên Rûs naxwazin biçin şer, dixwazin biçin derveyî welêt. Ango ne şerê wan e. Tê diyarkirin ku di wî şerî de nêzî sedhezar eskerên Rûsyayê mirine. Ti berjewendiyekî civaka Rûsyayê di wî şerî de nîne. Bi giştî şerê desthilatdariyê ye. Li ser bingehê, wê li cîhanê kî serwer be, wê kî bêhtir berjewendiyan temîn bike, ew şer tê meşandin. Yên di wî şerî de herî zêde qezenc dikin, fîrmayên çekan e. Çekên xwe yên nû diceribînin. Piyase tijî çek dibe. Bi sed mîlyonan dolar ji bo çekan vediqetînin. Eger ew pere ji bo tenduristiyê, perwerdeyê û aboriyê bên bikaranîn wê hemû civak jê sûd bigire.
Lewma ji bo em cîhan, jiyan, dost û dijminê xwe nas bikin bêhtir aqil û zanebûn pêwîst e. Eger civak zanebe, nade pey her kesî. Wê kes nikaribe civakan ber bi karesatan ve bibe. Lê eger civak nezan be, ne rêxistinî be, dikarin bêhtir pê bilîzin. Mînak li Rojhilata Navîn DAIŞ derket holê, sedema wê ew bû ku di aliyê zîhnî de ronakbîrî nehat çêkirin. Tesîra ol, jiyana berê, têkiliyên klasîk û despotîzm zêde bû. DAIŞ’ê bi navê Xwedê û xelîfetiyê bi mîlyonan mirov kir nav hereketê. Qira hev anîn. Bombe kirin îbadetgehên hev. Di nav sivîlan de wesayîtan diteqînin. Ne exlaq, ne pîvan, ne heq, ne huqûq heye. Li gor şer jî tiştek nîne. Yên ne ji xwe weke kafir îlan dikin.
Ev cîhan, ev xweza wisa nîne. Pirhêlî ye, dewlemend e. Di nav hezar, dehhezar salan de civak û çand ava bûne. Çima tu dixwazî bi giştî hemûyan bimiçiqînî, ziwa bikî? Dawiya wê diçe faşîzmê, karesatê û kuştinê. Ma civaka Rojhilata Navîn ji vê çi xêr dît, çi sûd jê girt? Di şer de dibe ku mirov winda bike. Lê li şûna li ser esasê azadî û demokrasiyê tov, xeyal û hêviyek nû were çandin, berevajî wê çêbû.
Desthilatdariya wan bi giştî li ser esasê bêdengkirin, astengkirina jinan dest pê dike. Li Afganistanê piştî Talîban bû desthilatdar tê dîtin bê çi tînin serê jinan. Dibêjin, “Divê jin bêyî destûra mêr hereket nekin, bi tena xwe dernekevin kolanan. Divê serê xwe venekin. Pêwîst e kes pora jinan nebîne.” Niha dibêjin ku divê rûyê wan jî xuya neke. Eger te jin kuşt û winda kir, ma wê mêr çi jehrê belav bike? Riha xwe berdidin, bi navê Xwedê dipeyivin. Xwe dikin wekîlê Xwedê. Bi vî awayî faşîzm û despotîzma herî reş û tarî derdikeve holê. Afganistan ew qasî di nav şer de ye, civaka wê perîşan bûye û mehf kirine. Dewlet li aliyekî ew li aliyekî ne.
Mirovên xwedî prensîb dikarin pir bi bandor bin
Tê diyarkirin ku li Sûriyeyê di şerê ji 2011’an ve, 500 hezar mirov hatine kuştin. Ma civaka Sûriyeyê ji wî şerî çi qezenc kir? Berevajî ji hev belav bû. Tê destnîşankirin ku 4-5 mîlyon welatiyên Sûriyeyê koçberî derveyî welat bûne, dîsa 5 mîlyon mirov di hundirê welêt de koçber bûne. Yên çûne deverên weke Tirkiyeyê jî dewlet û desthilatdarî bi wan dilîzin, li ser wan hesaban dikin. Ji nav wan şervanan kom dikin, dişînin Sûriyeyê û wan bi hevdu didin kuştin. Beşar Esed jî ti rexneyekê nade. Ango Xwedê ferman daye ku bibe serokê Sûriyeyê! Ji rewşa Sûriye ketiye nav para xwe nabînin. Eger demokrasî hebûya, civakê karîba xwe rêxistin kiriba, partî hebûna û rêveberî hatibana guhertin wê wisa nebûba. Rejîmê her tişt kir destê xwe, civak guvaşt, nehişt bêhnê bistîne û bipeviye. Çanda bîatkirinê hat pêşxistin. Kî bîatê ji rejîmê re neke, îstixbarat bi ser wan de diçe. Îşkence û zindan heye. Yên karibin direvin derveyî welêt. Nahêlin di civakê de aqil û fikir pêş bikeve. Eger hûn bala xwe bidinê, hê jî ti niyeteke Beşar Esed a ji bo guhertinê nîne. Li gor wî, hemwelatî xayîn û terorîst in; hêzên derve û hêzên emperyalîst piştgiriya wan dikin; hikûmet welatparêz e, qehreman e. Tu dibêjî qey beriya şerê navxweyî rewşa Sûriyeyê pir baş bû.
Li Tirkiyeyê Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan jî bi heman rengî ye. Erdogan mîna serokekî cîhanşumûl û gerdûnî ye, propagandaya xwe dike. Demekê xwe kiribû qehremanê Filistîniyan, Hamasê, dewletên Ereban û Îslamê, lê piştre bi hemûyan re bû dijmin. Di roja me ya îro de li cîhanê çi tiştên xerab hene, tiliya desthilatdariya Tayyîp Erdogan têde heye. Yê Sûriye kir wê rewşê jî Tayyîp Erdogan û desthilatdariya wî bû. DAIŞ û El Nûsra li Tirkiyeyê ne. Tiştek nema ku neanîn serê Efrînê û Efrîniyan. Mirovan koçber dikin, malên wan talan dikin, mîna mulkê bavê wan e ji derve mirovan tînin li wir bi cih dikin. Dibistanên xwe li wir vedikin, zîhniyet û çanda xwe belav dikin. Tayyîp Erdogan bûye bela serê Tirkiyeyê û cîhanê.
Di erdheja 6’ê Sibatê de nêzî 200 hezar mirovan jiyana xwe ji dest da, deh bajar hilweşiyan. Li Sûriyeyê jî bi heman rengî ji ber erdhejê gelek mirov mirin û zerareke zêde ya maddî çêbû, lê kes dest ji wezîfeya xwe bernade. Eger tedbîr girtibana ew qas mirovan jiyana xwe ji dest nedidan. Eger xaniyên saxlem çêbikin, avahiyên zêde bilind çênekin, li gor planên zanistî tevbigerin ew qas mirov namirin, zerar û ziyan ew qasî çênabe. Hem dest ji desthilatdariyê bernadin, hem jî yên li dijî wan diaxivin, weke xayîn dibînin. Dibêjin, “Terorîst in, cihêkar in, PKK’yî ne.” Ango agir ji devê wan dibare. Tayyîp Erdogan bîst sal e desthilatdar e, lê hê jî dixwaze li ser hukim bimîne.
Dîsa Beşar Esed jî weke her kesî hemwelatiyekî Sûriyeyê ye. Her kes ne mecbûr e jêre bîat bike. Lê qet wer nafikire. Ev jî bi civakê dane qebûlkirin. Eger civak bîat neke û ferzkirinên wan red bike, wê nikaribin faşîzmê bidin meşandin. Ji bo mirov serî ranekin jî tenê ne bi îşkence û zindanan, dixwazin civakê bi temamî teslîm bigirin. Hewl didin hissiyat û zîhniyeta civakê teslîm bigirin. Nahêlin civak cuda bifikire û tevbigere. Lewma pirtûkan, weşanan qedexe dikin, rewşenbîran bêdeng dikin. Tenê dengê rayedarên desthilatdariyê derdikeve. Bi şev û roj di televîzyonan de diaxivin. Tevahî çapemenî-ragihandin di destê wan de ye.
Hîtler jî bi vî rengî Almanya kir nav karesata Şerê Cîhanê yê Duyemîn. Hem Almanya hem cîhan mehf kir. Tevahî desthilatdarî, aborî, çapemenî-ragihandin kir destê xwe. Li ser nasyonalîzmê, nîjadperestiyê propaganda kir. Di encamê de li Ewropayê û cîhanê hilweşîna herî mezin a dîrokê rû da.
Dema tu zerarê bidî tiştekî ku tu pêve girêdayî bî û xwe aîdî wê dibînî, ew dibe xiyanet. Mînak em nikarin bêjin, “DYA xiyanet li me kir.” Dikare dijmintiya me bike, xerabiyê bi me bike. Li hemberî Rêbertiya me komplo pêk anî. Jixwe DYA ne ji me ye. Lê dema kesek ji nav me direve em dibêjin, “Xiyanet li me kir.” Ji ber ji me bû. Ango xiyanet wer tê pênasekirin. Dema yek aşiqê yekê be û dest ji ya hez dike berde, dê ew kes bêje, “Wî xiyanet li eşqa xwe kir.” Yan na ma çima wê ji kesekî nas neke re wer bêje. Lê ji kesên ji bo partiya xwe, hevalên xwe, gelê xwe, welatê xwe û nirxên mirovatiyê fedakariyan bike, dîsa ji her kesî zêdetir karibe îradeyê, wêrekiyê, aqil û zanebûnê derxe holê, pêşiya civakê veke re qehreman tê gotin.
Bi kuştina gelek mirovan an jî bi nîşandana cesareteke mezin mirov nabe qehreman. Mînak em timî dibêjin, mirovatî Hîtler weke qehreman qebûl nake. Di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de 50-60 mîlyon mirov hatine kuştin. Sedema van kuştinan jî Hîtler e. Lê kes nabêje, “Hîtler qehreman e.” Her kes wî lanet dike. Weke faşîstekî derbasî rûpelê dîrokê bû. Di nav wan şeran de hinek qehreman derketin. Ji bo mirovan azad bikin, jiyana xwe kirin xeteriyê, çûn mirinê. Ji bo nirxên mirovatiyê û axa xwe, canê xwe fedakarî kirin.
Di wêje, destan û helbestan de bi giranî serweriya mêr heye. Lewma divê em wê mijarê careke din di ber çavan derbas bikin, muhakeme û lêkolîn bikin. Ango bi giranî deriyê wêjeyê û nivîsê ji jinan re girtine. Mînak dibêjin, “Mêranî, mêrxasî.” Ev têgîn aîdî mêran in. Jin kirine hundir û di hundirê malê de heps kirine. Derfet nadin jin qabiliyeta xwe derxe holê, pêş bixe û bêhtir rol bilîze. Ji lewra di nav dîroka di sîstema desthilatdarî û dewletan de hatiye nivîsandin jin pir cih nagire, winda ye. Ango dîrok a desthilatdaran û mêr e. Eskertî, dewlet, desthilatdarî, bazirganî û maddiyat bi giranî di destê mêr de ye. Aîdî mêr tê zanîn.
Em ê wan hemûyan çawa sererast bikin? Em ê çawa ji hev veqetînin, ji hev derxin? Em ê kîjanê derxin û kîjanê bigirin? Ev mijarên xwendin û perwerdeyê ne. Ango fealiyetên mejî û zîhnî ne. Mînak hêza dihêle mirov perwerdeyê bibîne, guhdar bike û bixwîne çi ye? Kîjan hêz wê bi mirov dide kirin? Soz û weadên şexsî nînin. Ne tirs e jî. Ev hêza manewiyatê û zanebûnê ye. Ya mirovatiyê li ser piyan digire, rêxistin dike û pêş dixe, tenê çek, zordarî û maddiyat nîne. Li cîhanê zanist û teknîk pir bi lez pêş dikeve. Her kes jî bi awayekî jê sûd digire. Lê bi giranî di destê desthilatdaran de ye. Ango çavkanî di destê wan de ye. Çi teknolojî pêş bikeve bila pêş bikeve, kê derxistiye, kî çêdike, kî belav dike yan jî difiroşe, dikeve berjewendiya desthilatdaran. Ango ji bo menfeet û pêwîstiyên mirovan çênakin. Pêwîstiya mirovan pê hebe jî, eger desthilatdar zanibin kar jê nakin, çênakin.
Mînak dikarin lempeyeke ku 10 salan, 20 salan xerab nebe çêbikin, lê ji bo timî pereyan qezenc bikin, lempeyên timî bişewitin çêdikin. Karaktera sîstema desthilatdar û kapîtalîzmê, li ser mulkiyetê û berjewendiyan e. Mirovan û civakan ji hev dûr dixe, dike dijminê hev. Eger civak çandên hevdu weke dewlemendiyên xwe bibînin û di nav aştiyê de bijîn, ma wê sîstema serwer ew qas çek bifiroşe kê? Wê ew qas sînoran ji bo çi çêbike? Eger mirov li ser bifikire dê fêm bike. Dibêjin, “Xwedê wer çêkiriye?” Lê berê ne wisa bû. Madem hereket, nakokî û guhertin heye, tu dikarî wê bixî xeteke baş jî. Ev mimkun e. Ne şert e timî bi wî awayî bimeşe. Lewma mirovê di zanista siyasetê, eskertiyê, her wiha di felsefe û îdeolojiyê de bixebite, ji bo vê jiyana xwe deyne holê, dixwaze qedera xwe tayîn bike, azad be û jiyaneke xweş dixwaze divê aqlê xwe û zîhniyeta xwe li gor wê çêbike. Divê hemû jiyan û têkiliyên wî li gor wê bin. Eger tiştên xweş bixwaze, lê ji bo wan kedê nade û xweşiyê di xwe de ava neke dibe munafiq û oportunîst. Ango nabe xwedî prensîb. Mirovên xwedî prensîb dikarin pir bi bandor bin.
Em her sal di salvegera şehadeta wan de heval Mazlûm û heval Egîd bi bîr tînin. Em der barê wan de diaxivin. Me têkildarî wan, pirtûk, makale nivîsandine. Em têkildarî wan bernameyên televîzyonê çêdikin. Hevalên wan nas dikin, behsa jiyan û têkoşîna wan dikin. Timî em dixwazin wan hevalan bi Partiya xwe, şervanên xwe, gerîlayên xwe, kadroyên xwe bidin naskirin. Mînak, bi hezaran hevalên me şehîd bûne, lê çima em bi piranî li ser heval Mazlûm û Egîd disekinin? Ev heval hinek prensîb û nirxan temsîl dikin. Ev prensîb û nirx derbasî jiyanê kirine. Di jiyana xwe de bi cih kirine. Jiyana xwe di wê rêyê de feda kirine. Ev heval şehîd bûne, nifşê nû wan nas nake, pê nehisiyane. Dema em behs dikin an jî dema nivîsên têkildarî wan dixwînin pê dihisin.
Sedem û wateya her pîroziyekê heye
Ji bo mirov ji jiyanê bi qîmettir tiştek nîne. Wê demê dema mirovek tişta xwe ya herî qîmet feda dike, li ser difikire. Ev çi hêz e ku dihêle mirov jiyana xwe feda bike? Ne di qezayekê de, ne li cihekî guleyek hatiye lê ketiye; bi zanebûn, bi xwestek bi tercîha xwe jiyana xwe kiriye vê rêyê. Hedef û armanca wî heye. Dema tu ji bo wê hedef û armancê dimeşî, tiştên tên serê te, tiştên diqewimin û barê digirî ser xwe tu qebûl dikî. Li gor wê tu xwe pêş dixî, disîplîn dikî, hissiyata xwe çêdikî û fedakariyê dikî. Hevaltî, ketin, acizî û hemû cîhana te êdî li gor wê hedef û armancê çêdibe. Çi bela werin serê te, tu qebûl dikî. Tu jê narevî. Dema tu zor û zehmetiyê bibînî, dest jê berdî tu dibî kesekî çerxkirî û xayîn. Lê dema tu heya dawiyê biçî û jiyana xwe bidî, tu dibî qehreman. Yên bi wê dozê ve ne, wan nirxan qebûl dikin û temsîliyeta mirovatiyê dikin weke qehreman tên bîranîn. Sedema em wan hevalan bi bîr tînin ew e. Ev heval ne ku pir dewlemend bûn, xwedî pere bûn, yan jî fîlm çêkiribûn, endezyar bûn, qesrên xweşik çêkiribûn. Ciwan bûn û tecrûbeyên wan ên jiyanê ew qasî nebûn. Tenê bi zanebûna xwe tevgeriyan. Sermayeya wan tenê ew bû. Derketina holê ya Rêbertiyê û koma Apociyan jî wisa bû.
Eger hûn bala xwe bidinê dema Hz. Îsa derdikeve holê, tiştekî wî nîne. Dema Hz. Muhammed dest bi têkoşîna xwe dike tiştekî wî nîne. Weke her kesî debara xwe dike. Di nav eşîra xwe de jî zêde giraniyek wî nîne. Sêwî mezin bûye. Di ser têkoşîna wan re ew qas sal derbas bûye, lê li cîhanê bi mîlyaran mirov Hz. Îsa û Hz. Muhammed ji bo xwe weke pêxember, rêber û pêşeng qebûl dikin. Bandora wan mirovan ji ku derê tê? Ev ji hêla maddiyatê nayê, ji hêla manewiyatê ve tê. Qehremanê cîhana Xirîstiyanan Hz. Îsa ye. Qehremanê cîhana Îslamê Hz. Muhammed e. Mirov wan bi xweşî bi bîr tînin. Wan bi peyv û sifetên herî xweşik îzah dikin, dema navê wan dibêjin jî sifetên rêzdariyê li ser zêde dikin. Her civak sifet û wateyekê dide tiştên di jiyana wan de -çi erênî û çi neyênî- rol dilîzin.
Eger hûn bala xwe bidinê di gelek civakan de roj pîroz e. Dîsa mînak di nav Kurdan de genim, pîroz e. Nahêlin bikeve erdê, naxin bin lingan. Çima? Ji ber bi genim wan xwedî dike, di jiyana wan de rol dilîze. Ev xisûs bi giştî bi jiyanê ve girêdayî ne. Li gor diyalektîkê yan jî li gor qanûn, usûl û fikirandina felsefeyê, tiştek ne ji tinebûnê çêdibe, ne jî ji hebûnê tine dibe. Sedem û wateya her pîroziyekê heye. Pêwîst e, em vê zanibin û serê xwe li ser biwestînin.
Di hinek terîqatan de zikir heye. Di zikrê de lêpirsîn û muhakeme ji holê radibe. Kesên zikrê dikin, bi temamî ji xwe derbas dibin. Qetilkirina Hz. Husên pir bi êş e. Ji nifşan neqlî nifşan dibe. Mînak di bîranîna Hz. Husên ê neviyê Hz. Muhammed de mirov bi zincîran li xwe dixin. Xwe di nav xwînê de dihêlin. Naxwazin were jibîrkirin. Piştî wê qetilkirinê di Îslamê de parçebûn çêbû û ew şer hê jî di nav Sunnî û Şîa’yan de dewam dike. Kurê Muawiye Yezîd ji bo desthilatdariya xwe, Hz. Husên û alîgirên wî ji bo xwe xeter dît û ew qetil kirin. Li Kerbelayê Hz. Husên û yên pêre dorpêç dikin. Nahêlin xwe bigihînin avê jî, her wiha destûr nadin vegerin Necefê jî. Piştre tevî zarok û jinan wan qetil dikin. Yên ew qetil kirin, Misliman bûn, ne ji oleke din bûn. Têkoşîna desthilatdariyê ew qasî dijwar e. Divê mirov şerê desthilatdariyê fêm bike.
Çima di nav Mislimanan de ew komkujî timî weke birînekê ye? Ji ber neheqiyek heye. Mînak kes Muawiye û Yezîd weke qehreman îlan nake. Dema kesek xerab be jêre dibêjin, “Tu wekî Yezîd î.” Yezîd weke kesekî xerab tê bîra mirovan. Ango sifetê xerabiyê pê vedikin. Lê Hz. Elî û kurê wî Hz. Husên di xeta Îslamê de, ne di xeta desthilatdariyê de ne. Di xeta prensîbên Hz. Muhammed de ne. Bêhtir bi vê xetê ve girêdayî ne. Ne li aliyê desthilatdariyê ne. Lewma ji aliyê hemû Mislimanan ve tên hezkirin. Şîa û Elewî Hz. Elî û Hz. Husên bêhtir esas digirin. Lê Sunnî jî ne li dijî Hz. Elî û Hz. Husên in. Kes li dijî Hz. Elî helwest nîşan nade. Ev meseleya prensîban e, hêza manewiyatê ye.
Em rojane behsa gelek tiştan dikin, lê em wate, kûrahî û dîroka wan zêde nizanin. Civak dîrokî ye, wer di nav çend salan de çênabe. Kokeke wê heye. Mîraseke wê heye. Bi salan dixebite, ava dike, têkiliyan çêdike. Bi vî awayî fikir çêdibe, çand ava dibe û dibe xwedî navekî. Mirov çima navan li xwe dikin? Çima her yek ji me xwedî navekî ye? Ji bo taybetmendiyên her yekî bên zanîn, ferqa wan a ji hev bê fêmkirin. Eger ne wisa be wê weke keriyekî pez bin. Mînak eger tu şivanê keriyek pez bî, ne hewce ye tu navekî li her mîh û bizineke xwe bike. Lê ji bo mirovan wer nabe. Di her mirovekî de nasname, çand, aqil û zanebûnek çêdibe. Qabiliyeta mirov a jihevcudakirinê derdikeve holê. Mirovek dikare jiyana xwe tenzîm bike. Mînak zeman bê sînor e, lê mirov ji bo jiyana xwe bi xwezayê re bixe nav disîplînekê salname çêkiriye. Zeman weke sal, meh, hefte, roj, saet û hwd. dabeş kiriye.
Di cîhana akademîk de tê gotin ku her zanistek disîplînek e. Tê diyarkirin ku zanista sosyolojiyê, dîrokê, fizîkê, kîmyayê, biyolojiyê, her wiha felsefeya zanistî bi serê xwe disîplînek e. Em hemû di nav Partiyê de milîtan in, şervan in, gerîla ve kadro ne. Em ji bo dozekê şer dikin. Kî di nav şer de jiyana xwe ji dest bide, dibe şehîd. Yê di nav vê têkoşînê de direve jî dibe xayîn. Ev tişt bi kêfiyetê çênebûne. Bi demê re li gor tecrûbeyê, zanebûnê, fikirandinê, pênasekirinê ev hevok û têgîn derketine holê.
Em dibêjin şehîdên me qehremanên me ne. Lê di nav şehîdan de em hinek hevalan bi taybet digirin dest. Rast e, em hemû milîtan in. Lê qabiliyet, zanebûn, xizmet û disîplîna me hemûyan ne weke hev e. Em ên herî mînak derdixin pêş an jî ew tên bîra me û em behsa wan dikin.
Li Zindana Amedê bi hezaran mirov hebûn û hemûyan îşkence didît, hemû di nav şertên giran de bûn. Bi sedan kes jî tevlî berxwedanê bûn. Hinek zû ketin, hinekan dereng dest jê berda. Di dawiyê de dema em gihiştin Gulana 1981’ê berxwedana me şikest. Tecrûbeyên me zêde tine bûn. Me tam fêm nedikir wê ber bi ku derê ve biçe. Piştre me dît ku rewş xerabtir dibe. Bêhtir bi ser me de hatin, zilm û heqaret kirin. Bi berxwedanê re tu bendekê datîne ber dijmin, tu dîwarekî dixî navbera xwe û dijmin. Tu nahêlî bi ser te de were. Lê dema ew bend hildiweşe û berxwedan dişike, rê vedibe û bêhtir bi ser te de tê. Her tiştên te dixe bin lingan. Ango şexsiyet, bawerî, xirûr û manewiyata te bi giştî binpê dike. Di dawiyê de jî hat sînorê xiyanetê. Gotin, “Wê her kes poşman bibe. Hûn ê dest ji rêxistin û neteweya xwe berdin. Wê her kes Tirk be. Hûn ê tenê fikra xwe terk nekin. Hûn ê li dijî fikra xwe jî bin û li cem dewletê cih bigirin.”
Hinekan li ber xwe neda. Îradeya wan şikest, zeîf ketin, bêbawerî man. Tenê ji bo canê xwe rizgar bikin, neyên kuştin, zêdetir îşkenceyê nebînin, xiyanet û îtirafkarî qebûl kirin. Hinek ji wan ne mirovên ji rêzê jî bûn. Mînak Şahîn Donmez, Yildirim Merkît ji Dêrsimê bûn. Şahîn Donmez li Enqereyê di koma yekemîn de bû. Yildirim Merkît li Dêrsimê tevlî bibû. Her du jî endamên Komîteya Navendî ya PKK’ê bûn. Di Kongreya Yekemîn a PKK’ê de Şahîn Donmez ket rêveberiya Partiyê.
Şahîn Donmez û Yildirim Merkît piştre bûn îtirafkar û xiyanet kirin. Şahîn Donmez li zindanê bû serkêşê Koma Ciwanên Kemalîst û ji bo PKK were tesfiyekirin bi dijmin re xebitî. Hevalê Mazlûm, Kemal, Xeyrî bê berjewendî, bê şert û merc bi îdeolojî û felsefeya xwe ve girêdayî bûn. Xwedî prensîb bûn. Bawer dikirin.
Hinek cih hene tu mirinê qebûl dikî. Ango te bibin ber dîwarekî te gulebaran bikin, tu qebûl dikî. Lê hinek cih hene, ew mirin jî bi dest te nakeve. Te dixin rewşeke ji mirinê xerabtir. Bi rojan, mehan û salan te îşkence dikin. Her gotinê, li hember te bi kar tînin, ji mirinê girantir e. Ango her gotinek wan mîna mirinekê ye. Karakter, bawerî û manewiyata te ne li gor wê rewşê ye. Di wê rewşê de mirov dikeve ezmûneke man û nemane. Hemû meziyetên te derdikevin holê. Çi cewherê te hebe tu neçarî derxî holê. Tiştekî tu veşêrî, cihekî tu pêde birevî namîne. Ango êdî meydana baweriyê ye. Tiştekî din ne derbasdar e. Mînak li derve dema bûyerek çêbibe, mirov dikare ser wan bigire, hinekî sivik bike, yan jî bi tundî bi ser wan de biçe. Ango di encamê de mirov dikare wan bûyeran çareser bike. Lê li zindanê çi zeîfî yan jî cewherê te hebe derdikeve holê. Kesekî bi hawara te ve were nîne. Yan tê xwe rêxistin bikî û li ber xwe bidî, wê zilmê bidî sekinandin, an jî tê teslîm bibî û bibî wekî wan.
Hevalê Mazlûm li gor karaktera xwe bi zanebûn tevlî bû. Pir dixwend. Eşqa fêrbûnê bi hevalê Mazlûm re hebû. Dikarî roj û mehên xwe feda bike, tiştekî din nefikire. Tenê ne bi aqil, bi dilê xwe jî dixwest fêr bibe, xwe biguhere û xwe li gor wê ava bike. Ango lêpirsîn û lêgerîneke wer a heval Mazlûm heye. Mînak pir mirov hene lêkolîn dikin, fêr dibin. Pirtûkan dinivîsînin, lê jiyana xwe li gor wê çênakin. Lê hevalê Mazlûm jiyana xwe, pratîka xwe dinirxîne. Her wiha zanista sosyalîzmê dixwîne. Bi giştî bi hev re dike yek. Heval Mazlûm wan hemûyan ji bo avakirina jiyan, şexsiyet û baweriyeke nû çêdike. Pir xwendiye, di aliyê nivîsê de xurt e, zana ye. Vê weke tercîhekê pêk tîne. Bi mehan rûdine dixwîne, bi hevalan re nîqaş dike. Dibêje, “Tiştekî ku ez bi xwe fêr nebim û jê yeqîn nekim, nikarim bi kesî bidim fêrkirin û bawerkirin.” Ango fêrbûna heval Mazlûm li ser prensîbên saxlem in.
Mînak hinek kes parçe parçe, yan jî bi qasî tê hesabê wan fêrî hinek tiştan dibin. Lê wê jî li gor kêfa xwe bi kar tînin. Tam li gor wê fêrbûnê parve nakin. Ji qurnaziyan bigire heta hesabên şexsî gelek tiştan pêş dixin. Kesayeta xwe ya rastî vedişêrin, dixwazin îmtiyaz û kariyerê bi dest bixin.
Heval Mazlûm Newrozê rojaneyî dike
Dema hevalê Mazlûm fêr dibû û nîqaş dikir jiyan, gotin û pratîka wî wekî hev bû. Dema li zindanê dijmin şert û merc giran kir, îtirafkarî û xiyanet da ber me, hevalê Mazlûm got, “Wisa nameşe.” Ango yek ji hevalên rewş muhakeme dikir û dikarî pêşbîniyê bike jî hevalê Mazlûm bû. Hemû hevalan pir ji heval Mazlûm hez dikirin. Li ku derê bi kom û tevgeran re wê nîqaşek çêbiba bang li hevalê Mazlûm dikirin. Hêza îqnakirinê ya hevalê Mazlûm hebû. Di zanista sosyalîst de hakim bû. Hem heval perwerde dikirin hem jî li hember siyasetên din Partî temsîl dikir. Heval Mazlûm bi exlaq û terbiyeya xwe jî mînak bû. Mîna stêrkekê dibiriqî. Li cem hevalan cihekî taybet ê hevalê Mazlûm hebû. Mîna siltanê dilan û delaliyê hevalan bû.
Hevalê Mazlûm di wan şert û mercên zindanê de têkildarî berxwedanê digot, “Me her tişt kir, tenê mirin kêm ma.” Ango diyar dikir ku me hemû çalakî pêk anîn, lê me nikarî em dijmin bisekinînin, encam bigirin, lewma divê berxwedan li ser xeta mirinê bimeşe. Ji bo rawestandina zilmê, xiyanetê û îtirafkariyê nîqaşên me dewam kirin. Careke din destpêkirina çalakiya rojiya mirinê jî hat plankirin. Bi derve re hemû têkiliyên me qut kiribûn. Dîsa li derve atmosfera siyasî reş û tarî bû. Rejîma eskerî li her cihî hakim bû, civak teslîm girtibû. Hevalên karîbûn xwe rizgar bikin, bi zorê xwe gihandin qada Filistîn-Lubnanê. Ango li zindanê ti hêviyek xuya nedikir. Rewşeke pir giran hebû. Tenê bi hêz, bawerî û îradeya xwe tê karibî li hember zilmê bisekinî. Wekî niha ew qas saziyên me, çapemenî-ragihandina me nebû ku bi mîlyonan mirov pê bihisin. Rewşeke mîna tu di devê şêr de bî hebû. Tehlûke û dorpêçeke ew qasî mezin hebû.
Ji bo em dest bi çalakiya rojiya mirinê bikin, me digot, “Bila rewş bigihîje asta li dadgehê parastina esasî dest pê bike. Em Partiyê li dadgehê biparêzin. Piştre em dest bi çalakiyê bikin.” Hevalê M. Xeyrî Dûrmûş bêhtir wiha difikirî. Lê her ku ew rewş dirêj dibû, xiyanet û îtirafkarî jî zêde dibû. Dijmin bi awayekî aktîf dixebitî. Ango rewş gihişt asteke çawa tu tayekî ji goreyekê dikişînî, gore bi giştî ji hev dikeve. Gelek kes bûn îtirafkar. Ev jî dihat wateya tesfiyekirina Partiyê. Ne ku tenê hinek kes dibin îtirafkar, armanc Partî ye. Diçin dadgehan û dibêjin, “Em poşman in. Em ji dewletê efûyê dixwazin.” Êdî bi navê sosyalîzmê, Kurdbûnê tiştek namîne. Bawerî û hêviya civakê tê şikandin.
Hevalê Mazlûm çalakiya xwe anî roja Newrozê, 21’ê Adarê. Wê demê li Kurdistanê Newroz zêde nedihat pîrozkirin. Di civakê de zêde roleke Newrozê nebû. Lê hevalê Mazlûm roja Newrozê jiyana xwe feda dike. Çawa Newroz li hember zilm û zordariya Dehaq û Împaratoriya Asûr e; her wiha Newroz tinebûna serma zivistanê, germahiya biharê, şadbûna jiyanê ye. Heval Mazlûm bi çalakiya xwe Newrozê rojaneyî dike. Çawa li hember Dehaq, Kawayê Hesinkar derket holê, hêvî û mizgîniya azadiyê da civak û mirovan, Heval Mazlûm jî dibêje ku em ê jî ji vir dest pê bikin. Ango li vê zindanê jî gavavêtin û pêşengiyeke mîna wê pêwîst e.
Her kes nikare di şert û mercên wer giran ên me behs kir de çalakiyê pêk bîne, milîtaniyê bike. Tenê yê feraset, bawerî û prensîbên xwe hebin, karibe jiyana xwe ji bo prensîbên xwe serf bike, mirina herî zehmet bide ber çavan, dikare wê zilmê têk bibe. Mînak hinek întîhar dikin, lê nabin qehreman. Ji ber rêyekê nade ber civakê, nakeve xizmeta civakê. Hinek hene psîkolojiya wan ne baş e, teng bûne, ketine nav pêxîrtengiyan, întîhar dikin. Lê di çalakiya heval Mazlûm de hevsengiya bi dîrokê û roja me re bi awayekî muezem heye. Mîna hoste û endezyarekî ji dîrokê zelal dike, ruhê wê tîne û bi wê rojê re dike yek. Lewma çalakiya heval Mazlûm ew qasî bandor kir. Vaye ev gav gavên qehremanan e. Ji kesên wiha re qehreman tê gotin. Ji yên di rêya heqiyê de, ji bo azadiyê, civakê, demokrasiyê û nirxên mirovatiyê jiyana xwe feda dikin re qehreman tê gotin. Ji faşîst, qatil û zordaran re kes nabêje, “Qehreman.”
Divê em naveroka qehremaniyê baş zanibin. Qehremanên em behs dikin qehremanên PKK’ê, qehremanên şoreşger kesên wiha ne ku jiyana xwe di rêya rindiyê de, ji bo xweşî, azadî û pêşketina civakê feda dikin. Ew dibin qehreman.
Di destan û kilamên em guhdar dikin de kesên xwînrêj, diz, qatil û tecawizkar qet weke qehreman derbas nabin. Ji kesên li gor dema xwe bi nirxan ve girêdayî ne, dikarin bi wan nirxan re bibin yek, xwe bêhtir tevlî bikin û di wê astê de bixebitin re dibêjin, “Qehreman” û pesnê yên welê tê dayîn. Kes pesna mirovên serserî, lumpen, çavên wan di mal û milkên xelkê de be nake. Tenê behsa xerabiya wan tê kirin. Mînak di destana Mem û Zîn de, Beko kesekî xerab e. Kes pesnê wî nade, nayê hezkirin. Di nav civaka me de dema kesek xerabî û fesadiyê dike dibêjin, “Ew weke Beko ye.” Ango weke kesekî xerab tê binavkirin.
Divê em jî xwe di qehremantiyê de bibînin. Rêbertî jî dibêje ku PKK romaneke hê bi dawî nehatiye. Em parçeyekî wê ne. Lê ma em ê tam bibin qehremanê wê yan na? Ev jî hinekî di destê me de ye. Lê belê di nav me de hinek bûne qehreman. Em hevalê Mazlûm weke Kawayê Hemdem pênase dikin. Di dorpêçeke mezin, rewşeke reş û tarî de ku xeteriyeke mezin li ser Partiyê heye, hevalê Mazlûm bû meşale û rohniyek. Hedef û rê nîşan da. Rê vekir, hêvî da. Manewiyat, edalet û wijdan kir nav tevgerê.
Pêwîst e tevlîbûna me li ser esasê zanebûnê, îqnayê û baweriyê be
Piştî çalakiya hevalê Mazlûm, çalakiya Çaran a hevalê Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn, Necmî Oner pêk hat. Eger hûn bala xwe bidinê, hevalê Mazlûm rê vedike. Piştî Çaran çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê dest pê kir. Hevalê Kemal, Xeyrî, Alî, Akîf çûn şehadetê. Ev çalakî hemû yên pêşengan e. Ne çalakiyên milîtanên normal û ji rêzê ne. Ango di wan şert û mercan de her kes nikare gavên welê biavêje. Mesûliyet, fedakarî, manedarî û hissiyata mezin pêwîst e. Lewma ew heval bûn qehreman û pêşengên Partiya me û gelê me. Di roja me ya îro de hinek heval pêşengiyê dikin, xebatan dimeşînin. Lê yên ji wan re pêşengiyê dikin jî ew hevalên şehîd in. Ango pêşengên mezin şehîd in. Pîvanên pêşengtiyê, qehremantiyê, fedakariyê wan hevalan tespît û tayîn kirin. Em nikarin wan pîvanan betal bikin an jî paşde bikişînin û li gor xwe eyarekê bidin wan. Ew ji me derketiye. Em mecbûr in, xwe li gor wan pîvanan pênase bikin. Mînak jiyan, şoreşgerî, bîrdozî, kolektîvîzm, komunalîzma PKK’ê, ji hêla Rêbertiyê ve hatiye tayînkirin û pênasekirin. Ma em dikarin wê li gor xwe şîrove bikin, an jî bînin asta xwe? Ma em dikarin PKK’yekê li gor xwe terîf bikin? Nabe.
Mînak eger mirov Îslamê ne li gor Hz. Muhammed, lê rabin li gor meleyekî bigirin dest, nabe. Wê demê dê Îslam ji Îslamiyetê derkeve. Eger em jî PKK’ê, ne li gor Rêber Apo û wan pêşengên me yên qehreman; em li gor xwe pênase bikin nabe. Wê jiyan vê qebûl neke. Dê ji hêla dijmin ve were tesfiyekirin û ji holê bê rakirin.
Cihê ku dijmin nikare xwe bigihîniyê, cihê Rêbertî û şehîdan e. Ango nikarin bigihîjin tempo, tarz, fedakarî, zanebûn û hissiyata Rêbertî û şehîdan. Çima hinek ji nav me direvin û diçin cem dijmin? Ji ber pîvanên Rêbertî û PKK’ê esas negirtine. Li gor wan nejiyan û têkoşîn nekirin.
Em civaka xwe red nakin. Em jî parçeyek ji civaka xwe ne. Em ji bo civaka xwe dixebitin. Lê em dizanin ku dewletê civaka me kiriye bin destê xwe, parçe kiriye. Em dixwazin civaka xwe ji bindestiyê derxin û her kesên di civakê de bikin wekhev. Em dixwazin di nav civaka xwe de nîzameke li ser esasê azadî, hebûn, edalet û wekheviyê ava bikin. Eger ew dîtin, fikir û felsefe di me de nebe; em çi qasî pir girêdayî, wêrek û fedakar bin, em 10-20 caran birîndar jî bibin, di encamê de em ê dîsa biçin wê civaka berê. Dewletan û serweran di vê cîhanê de cih nedane me. Lê em dixwazin hebin û cihê me hebe.
Di pêvajoyeke ku rewşa Ereban xerab û giran e, nakevin nav disîplînekê de Hz. Muhammed li çareseriyan digere. Gotinên Hz. Muhammed ên pir girîng hene. Mînak dibêje, “Şerê herî mezin, şerê nefsê ye.” Ev gotineke kûr e. Diyar dike ku tu dikarî şûr bigirî dest xwe û biçî şer, lê şerê herî mezin ew e ku mirov karibe li ser nefsa xwe hakim be û tu teslîmî ajoyên xwe nebî, weke mûmînekî divê tu tiştên baş esas bigirî. Ango divê tu çavên xwe bernedî, mal, mulk û namûsa xelkê, tu tiştên xerab nekî. Her wiha pêwîst e tu bi keda xwe bijî, zextan li kesî nekî, xwedî merhamet, edalet bî. Dema te ajoyên xwe kontrol kir, tu dikarî bibî mirovekî baş. Ev îfade û îzah wer ji rêzê nînin. Hz. Muhammed lewma dibêje, “Hûn nikarin tiştekî ji Xwedê veşêrin.” Armanca Hz. Muhammed ew e ku di mirovan de otokontrolê çêbike û mirov ji xerabiyan dûr bikevin.
Zanebûn tenê têr nake. Divê em vê baş zanibin. Bi taybet hevalên zêde nexwendine, tecrûbeyên wan ên jiyanê zêde nînin, bila nebêjin, “Em dizanin, em fêr bûne.” Mirov dikare zû fêrî gelek tiştan bibe. Lê belê fêrbûn û zanebûn bi serê xwe ne her tişt e. Jêre bawerî pêwîst e. Eger baweriya te bi tiştên tu dibêjî nebe tê bi bawerî tevnegerî, ji rê derkevî û tê ber bi deverên ku tu texmîn nakî ve li ber ba biçî. Cîhana fikir û ruh a mirovan sabit namîne. Bi demê re weke her tiştî ew jî diguherin.
Jiyan sabit namîne. Em hemû bi niyetên baş tevlî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê dibin. Lê piştî demekê hinek dibin pirsgirêk. Hinek dikevin, direvin, heta sîxurtiyê dikin. Çima? Dema tu xwe di hêla baş de neguherî, tê di aliyê neyînî de werî guhertin. Ango tê bêbawer bî. Dema baweriya te nema, her tişt ji bo te bêmane dibe. Jiyana me, disîplîna me mîna striyekê dikeve laşê yên welê. Dixwaze rojek beriya rojekê ji nav me bireve û ji me xelas bibe. Yên welê xwe li dîwar û mayînan diqelibînin direvin dikevin hembêza dijmin. Temam kêmasiyên me hene, lê em ew qasî ne xerab in ku radibin xwe dixin nav wê xeteriyê û direvin. Li cihê direvinê, kesî jiyaneke mîna cennetê ji bo wan çênekiriye. Dema tu rast nefikirî, hemû nirx tevlîhev dibin. Hinek kes çav û dilên wan reş dibe. Dikarin xerabiyê jî bikin. Piştre hinek dibêjin, “Ew mirov çawa wisa bû?” Dema ew mirov di hundirê xwe de xwe neguhere, çêneke wê rojekê biteqe. Nexweşî jî wer çêdibin. Ango di rojekê de dernakeve holê, heta diyar dibe, tu ferq dikî, doktor wê nexweşiyê teşhîs dike, tu carinan dereng jî dimînî. Nexweşî giran dibe û tu dimirî jî. Lê dema tu zû ferq bikî, tu dikarî mudaxele bikî û tedbîran bigirî.
Lewma dema mirov di xwe de kêmasî, bêbawerî his kir, divê mirov zû mudaxele bike û pêre nejî. Eger pêlav li lingê te bixe û tu neguherî wê çi bibe? Wê lingê te birîn bike, tê bikulî. Lewma tu dibî cem hosteyekî, qalibekî lê dixe û fireh dike. Ango pêlava te jî teng be, tevahî jiyana te bandor dike, êşê dide te. Ji bo vê jî pêwîst e tevlîbûna me li ser esasê zanebûnê, îqnayê û baweriyê be.
Mînak hevalên me yên ciwan, li çiyayan di tunelên şer de li hember êrîşên bi çekên kîmyewî, bomberdûman û balafiran li ber xwe didin. Ew heval di felsefeyê de ew qasî nepêşketî ne, lê bawerî û hezkirina wan heye. Bi mehan di nav şert û mercên giran de, bêav û bêxwarin şer dikin. Ev wisa ne hêsan e. Dora wan hatiye girtin, balafir bombeyan bi ser wan de dibarînin, dermanên kîmyewî diavêjin cihê lê ne. Her wiha dizanin ku nikarin wer bi rehetî jî ji wir derkevin. Eger tu doza xwe rast û mafdar dibînî, ew çeka te ya herî mezin e. Hêza me ya herî mezin ji mafdariya me tê.
Hevalê Mazlûm dema çalakiya xwe pêk anî, dizanîbû ku li ser rêya mafdar diçe. Ango mafdar e. Eger ne wisa be, mirov nikare wer bi hêsanî mirinê bide ber çavan. Di navbera şehadeta heval Mazlûm û şehadeta heval Egîd de 4 sal hene. Lê çar salên dijwar, bi ba û bahoz in.
Em weke kadro û mîlîtanên Partiyê li ser wê kedê, baweriyê, xetê, berxwedanê û îdeolojiyê pêş ketine, hêşîn bûne. Ango kokeke heye. Her wiha em parçeyekî tevgerên sosyalîzmê û mirovatiyê ne. Li derveyî me jî ew têkoşîn li cîhanê hatiye meşandin. Ango li cîhanê jî bi hezaran qehreman derketine holê. Bingehê me ji wir tê. Me li ser vî bingehî tevgera Apociyan, PKK ava kir. Eger ew zanebûn tinebûya, dê rastî rewşeke mîna ewrên biharê hatiba. Mînak biharê dibe guregura ewran, baran dibare, piştî çend deqeyên din tav derdikeve. Bi wê baranê tiştek hêşîn nabe. Ew baran nahêle giya rehê xwe berde erdê û koka wê ber bi jêr ve biçe. Wê zû hişk bibe. Eger baran nîzamî nebare, genim şîn nayê. Simbilên wê nayên dagirtin. Giya jî şîn nayê. Dema serma lêxe wê hişk bibe. Lewma divê em di nav Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de destûr nedin tiştekî welê. Divê em nehêlin bê baran bimîne û serma lê nexe. Divê em koka wê timî av bidin. Ango divê bîrewerî, rêxistin û têkoşîn ji hevdu neyê qutkirin.
Ev xisûsên em behs dikin, jiyana me ye. Hê derbas nebûye, ne bûye dîrok. Em di nav de ne. Pêwîst e her hevalek xwe têde bibîne. Divê timî bêje, “Eger di wan şert û mercan de ez bûma, min ê çi kiriba? Ez ê niha çi bikim? Ez ê çawa hevaltiyeke layiqî pêşengên me yên şehîd bimeşînim? Ez ê çawa wan temsîl bikim? Mirov çawa xurt dibe? Çi mirov bêtaqet dike?”
Divê em hêviya xwe ji mirovan qut nekin
Dema mirov pir xwêdan bide û avê venexwe wê çi bibe? Wê tansiyona wî bikeve. Ji bo baş bibe, divê avê vexwe. Eger mirov avê venexwe beden ji gelek aliyan ve dikeve xeteriyê. Mînak gurçik xerab dibin. Av ji bo gelek organên beden baş e. Ava me ya ruhî jî manewiyat û fikriyat e. Lewma pêwîst e, em şexsiyeta xwe milîtaniya xwe av bidin. Divê em fêr bibin, fêm bikin, muhakeme bikin û wateyê bidinê. Eger em wisa nekin, em ê ji hêz bikevin û bikevin nav şaşîtiyan. Divê em tiştên aîdî sîstemê ji xwe dûr bixin, wan terk bikin. Divê hezkirina me ji Partiyê, hevalan, civak û axa me re be; hêrsa me li hember dagirkeran, dijminan, hevkaran be.
Di navenda sosyalîzmê û Partiya me de mirov heye. Her tişt ji bo mirov e. Her tişt ji bo mirov azad, wekhev, bi rûmet û bêtirs bijî tê kirin. Divê manewiyat û hissiyata me li gor wê be. Em mecbûr in bi hevdu bidin fêmkirin. Ji ber me qedera xwe kiriye yek. Dijmin, dixwaze me ji holê rake. Dijmin nabêje ew kes nû tevlî PKK’ê bûye, ew kevn e, yan jî ew mêr û jin e, me hemûyan dike armanc.
Dijmin hêza jinê ya di nav PKK’ê de jî nas kiriye. Di nav PKK’ê de jin çawa dibe hêz û îrade fêm kir. Lewma bi taybet li hember hevalên jin êrîşan pêk tîne. Li Parîsê 9’ê Çileya 2013’an hevala Sakîne Cansiz (Sara) qetil kirin. Dîsa li her qadên têkoşînê hevalên jin dike hedef. Berê di şeran de kesî li jinan nedida. Lê dijmin dît ku di PKK’ê de jin ne mîna jina berê ye, êdî pêş dikeve, ji mêran bêhtir bi bandor dibe, civakê dixe nav tevgerê. Dijmin ev ji bo xwe weke xetereyeke herî mezin dît. Dijmin bi awayê îdeolojîk, siyasî û eskerî dinihêre. Dît ku jinan di nav PKK’ê de ew tiştên berê derbas kirine. Lewma got, “Ev tehlûkeyeke nû û hê xetertir e. Jin bêhtir dixwaze civakê azad bike. Jin bêhtir bi azadiyê ve girêdayî ye. Mirova berê winda bû, niha derketiye holê. Derketiye ser dika dîrokê.” Ji bo vê êrîş dikin. Divê em têkildarî van mijaran bêhtir bixwînin û bifikirin.
Carinan du gotin jiyana mirov diguherin. Eger mirov di nuqteyekê de îqna be, dikare tevahî jiyana xwe li ser pêş bixe. Lewma divê em hêviya xwe ji mirovan qut nekin. Me hemûyan bi zanebûn û kamilbûneke tam dest pê nekiriye. Her yekî ji me ji cihekî dest pê kiriye. Bi salan e jî em dixwînin û fêr dibin. Rêbertî bi xwe jî hê lêkolîn dike, difikire. Di zanebûnê de sînor nîne. Mirov timî tiştên nû fêr dibe. Divê mirov ji fêrbûnê, guhertinê, disîplînê, xebitandina mejiyê xwe netirse. Xezîneya herî mezin mejî û aqil e. Divê mirov wan aktîf bike, bixe xizmeta tevgera xwe, hevalên xwe û civaka xwe. Pêwîst e, em timî tiştên baş û xweş bikin.
Yên em behsa wan dikin mirov in. Tenê çalakiyek û berxwedanek nîne. Malbat û jiyaneke wan jî heye. Divê mirov wan lêkolîn bike, têkildarî wan fîlm, belgesel, şano, helbest, roman, pirtûkan çêbike. Ango divê tenê ne di aliyê siyasî, di aliyê wêjeyî de jî mirov van hevalên pêşeng û qehreman bi bîr bîne, bide fêmkirin û naskirin.
Mînak hinek bûyer tên serê mirovan. Dema behs dikin, tenê derketina holê ya bûyerê tînin ziman. Bi awayekî pir alî nikarin îzah bikin. Dema bûyerek, pêşketinek çêdibe, di hêla eskerî û naskirina dijmin de divê mirov dersên çawa bigire? Têkildarî aliyê xwe yê zeîf, lawaz mirov dikare encameke çawa ji wê bûyerê derxe? Mirov çawa dikare wê bûyerê bike mijara perwerdeyê? Hinek nikarin vê bikin. Tenê bi bîranînê wê ve sînordar dimînin. Lê em mecbûr in, Partiya xwe, doza xwe, têkoşîna xwe, fikriyat û felsefeya xwe hem fêr bibin û fêm bikin hem jî pêwîst e bi me ve sînordar nemîne. Hewce ye, em bikin malê hevalên xwe, civaka xwe. Divê ji wan re bibe mîras. Pêwîst e karakter, fêrbûn, redkirin an jî hezkirina wan çêbibe.
Mînak hinek kes ji bo 100-200 dolarî sîxurtiyê dikin, me didin kuştin. Berê civakê her tiştên me temîn dikir. Ango her tiştên me li ser civakê bû. Lê piştî derfetên me çêbûn, niha hinek kes dixwazin em bidin wan. Hinek jî ji bo berjewendiyên xwe nêzî me dibin. Dema em nadin wan me rexne dikin. Dibêjin, “Heval çima wisa dikin? Çima Partî wiha ye?” Lewma em neçar in, di civaka xwe de guhertinê çêbikin û çandeke nû ava bikin. Ev jî bê pêşeng, bê kadro nabe.
Partî dikare mirov perwerde bike, bi mehan û salan li ser bisekine, jiyana wî rêxistin bike û hissiyata wî hinekî biguhere. Ji ber mirov li gor zanebûna xwe hereket dike, his dike. Civakek eger li ser mulkiyetê, menfeetê bimeşe wê li gor a li ser dimeşe his bike. Redkirin û qebûlkirina wê dê li gor vê be. Civaka herî azad û serketî, civaka herî zana, bi disîplîn û rêxistinkirî ye.
Mînak tê gotin ku civaka Alman pir bi disîplîn e. Lewma di cîhanê de yek ji welatê di aliyê aboriyê de xurt e, Almanya ye. Çima? Ji ber civak li gor wê dixebite, dixwîne û dijî. Dema te wext baş bi kar anî berhemên te zêde dibin, aboriya te pêş dikeve. Dema tu di aliyê aborî de pêş dikevî, tu di hêla çandê, siyasetê de jî xurt dibî. Mînak dema di sazî û dezgehên navneteweyî de krîz derket, aboriya Almanya zêde jê bandor nebû. Eger tu welatekî baş bi rê ve nebî, krîz, pêxîrtengî û pirsgirêk jê kêm nabin. Dewleta Tirk hemû çavkaniyên xwe ji bo şer xerc dike. Bi şev û roj balafir, helîkopter, tank, çek tên bikaranîn. Ji bo vê jî pere tên serfkirin. Bi vî şerî re xweza jî tê texrîbkirin. Beramberî wan mesrefan berhem jî nayê. Li ser vê menfeetan temîn dikin, dibin çete, hevdu diparêzin. Di sûcan de hevkariyê dikin. Li holê tiştekî bi navê edaletê namîne.
Em ê ji van xisûsan çawa ders bigirin? Dema em bi giştî xwe bidin şoreşgeriyê, em ê karibin bi tevahî civakê û mirovan bandor bikin. Em ê karibin bibin şexsiyetên dîrokî. Ev mimkun e. Çawa dîroka Partiyê heye, dîroka milîtan jî heye. Ango her milîtanek dîrokek xwe heye. Eger rast bijî, rast milîtanî û şoreşgeriyê bike, fêm bike, maneyê bidiyê, temsîl bike wê bibe parçeyekî vê dîrokê.
Çima em behsa heval Mazlûm û heval Egîd dikin? Ji ber parçeyekî dîroka Kurdistanê ne. Di nav şerê Kurdistan, sosyalîzm, azadî û wekheviyê de şexsiyetên pêşeng in. Di heman demê de, di bûna tevgera Rojhilata Navîn, tevlîkirina civakên din de bûn qehremanên mînak û pêşeng. Ango bûn malê dîrokê. Nifşê nû yê hatiye dinyayê, ne ev heval dîtine ne jî bi wan re mane. Lê agahiya wan ji heval Mazlûm û heval Egîd heye. Bi piranî dixwînin, guhdar dikin, li her cihî wêneyê wan hevalên şehîd hene. Hevalên me navên wan pêşengan li xwe dikin.
Eger em bala xwe bidinê navê wan hevalan di nav civakê de bûne sembol. Ango wateyeke wê heye. Navê wan hevalan li zarokên xwe dikin. Ji ber ji wan hez dikin. Dayik û bav navên kesên ji wan hez dikin, li zarokên xwe dikin. Di nav Kurdan de hinek adet pir pêşketî ne. Ez texmîn dikim di nav Ereban de jî wisa ye. Mînak dema zarok ji wan re çêdibin bi piranî navê dapîr û bapîran wan li wan dikin da ku navê wan di malbatê de neyên jibîrkirin. Heta hinek malbat navê bav li zarokê xwe dikin.
Mînak me li jor jî diyar kiribû ku em dibêjin, “Kurd bûne, gelê Newrozê.” Newroz serhildan e, berxwedan e, xweşî ye, azadî ye; redkirina koledariyê ye. Em dibêjin Kurd wisa bûne. Di heman demê de em dibêjin ku gelê Kurd qehremaniyê dijî. Êdî qehremanî bûye girseyî. Ji şexsan derbasî girseyîbûnê bûye. Ango Kurd gelekî qehreman e. Çima? Ji ber li hemberî faşîzma Tirk disekine. Li hemberî, zilmê, komkujiyê, koçberiyê, îşkenceyê disekine. Singa xwe dide ber her cure êrîşan, teslîm nabe. Êdî civak bi giştî dikeve kategoriya qehremaniyê. Baş e ma ev civak çawa hat vê rewşê? Civaka berê ya ditirsiya, jihevbelawela, her tişta xwe ji bo malbatê dikir, dibû karker û eskerê xelkê çawa gihişt vê rewşê? Ji ber hinekan ji wan re pêşengî kir. Eger Rêbertî derneketiba holê, ew fikir û jiyana azad pênase nekiriba, heval li dora xwe kom nekiriba, têkoşîn bilind nekiriba, ne mimkun bû ew qas pêşketin çêbibin.
Rêbertiyê di nav Partiyê de wekhevî ava kir, jiyan û aqlê hevpar pêş xist, ferdiyet neda pêş, çandek ava kir. Hevalan li ser vî esasî fedakarî kirin, li gund bajar û çiyayan biçek, bêçek, di nav hebûn-tinebûnê de xebitîn. Ti carî şert û merc ji xwe re nekirin astengî, xwe bi şertan îzah nekirin. Negotin, “Dijmin pir bi hêz e. Li her cihî hakim e. Ma wê kî bi ya me bike? Tevahî civak hatiye tirsandin. Çend çek di destê me de ye, hejmara me pir kêm e. Ev ne karê aqilan e.” Ew heval wer nefikirîn. Bi zanebûn tevlî bûn, bi zanebûn ji wan astengiyan bihurîn. Eletexmîn tevnegeriyan. Di wan şert û mercan de ketin nav hewldana amadekariyên şerê gerîla û rêxistinkirina gel.
Eger dîroka te tinebe, wê rojên te yên taybet jî nebin
Dema heval Mazlûm şehîd bû, ji Zindana Amedê tabût derketin, tê çawa li wan hevalan xwedî derketiba? Eger te bi gotinên, “Heval li derveyî welêt in, em ne amade ne. Hejmara me têra têkoşînê nake” hincet dabana pêş, Tevger pêş nediket. Jixwe psîkolojiya çûna Ewropayê pêş ketibû, hinekan berê xwe dabûn Ewropayê.
Eger hûn bala xwe bidinê, di wê pêvajoyê de Rêbertiyê herî zêde giranî da ser xebata mejî, perwerde û nîqaşan da ku berê hevalan bide welêt. Ji bo çûna welêt jî pêşeng pêwîst bûn. Divê hinek di pêş de biçin da ku rê vekin. Yek ji hevalê pêşengiyê ji komên diçin welêt re dike, amadekariya Pêngava 15’ê Tebaxê dike û tevlî çalakiya 15’ê Tebaxê dibe heval Egîd e. Yê heval Egîd dike heval Egîd dilsozî, xebat, disîplîna wî ye. Xwedî terbiye û prensîb e, ne mirovekî belawela ye.
Jiyana gerîla û xeta çalakiyê ya Egid li ser vê bingehê ye. Lewma heval Egîd û heval Mazlûm di nav Partiya me û hevalên me de ew qasî bi bandor in. Navê heval Mazlûm û heval Egîd nehat jibîrkirin. Bûn sembolên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê. Heval Mazlûm 21’ê Adara 1982’yan, heval Egîd 28’ê Adara 1986’an şehîd bû. Partiyê bi wê munasebetê 21-28’ê Adarê weke “Hefteya Qehremaniyê” îlan kir. Van hevalan di dîroka Kurdistanê de tiştên bi wate derxistin holê. Eger dîroka te tinebe, wê rojên te yên taybet jî nebin.
Berê li Kurdistanê me Cejna Remezanê, Cejna Qurbanê pîroz dikir. Têkildarî Kurdan ti cejnek, pîrozbahiyek, rojeke bi wate nebû. Tevahî zarokên Kurd li dibistanên dewleta Tirk dixwendin. Dewletê ew tevlî cejnên xwe yên neteweyî jî dikirin. Kesî behsa Kurdan û dîroka wan nedikir.
Berê du jenderme diçûn gundekî, ji bo lêdanê nexwin, rastî heqaretan neyên her kes ji ber wan direviya. Jixwe piraniya xelkê jî bi Tirkî nizanîbû. Dewlet ji bo wan cihekî tirsê bû. Lê ma niha mimkun e tenê 10 esker karibin biçin gundekî? Tenê bi hejmareke pir zêde, bi wesayîtên zirxî dikarin biçin. Di roja me ya îro de artêşa Tirk newêre di bejahiyê de biçe ser gerîla. Bi balafir, helîkopter û fûzeyan êrîş dike. Ev guhertin çawa çêbûn? Dijmin, dîrok û civak hat naskirin. Lê tenê naskirin ne bes bû. Tercîh jî pêwîst bû. Ango wê bi kîjan rolî rabe, wê li kîjan alî bisekine? Ji ber tenê li cem civakê bisekine têr nake. Lewma rol û mîsyona pêşengtiyê da xwe. Yanî wê ji vê civakê re pêşengiyê bike, wê civakê rêxistin bike û li ser vî esasî wê têkoşîna civakî pêş bixe. Ji bo wê jî kadroyên pêşeng pêwîst in. Kadroyên Partiyê hene. Lê hemû kadro ne weke hev in. Di nav wan de yên pêşeng hene. Hevalên weke Mazlûm, Kemal, Xeyrî, Mehmet Karasûngûr, Egîd ji bo kadro û milîtanên din dibin pêşeng û mînak. Kadro û milîtan li ser vî esasî dimeşin. Eger kesên ku kadro û milîtan wan ji xwe re mînak bigirin tinebin, wê li gor tê xwestin têkoşîn nikaribe bê meşandin. Eskertî, siyaset, felsefe, stratejî, taktîk, xwerêxistinkirina li gor her şert û mercî eger ne li gor Egîd û Mazlûman be, wê yên din di dawiyê de bikevin hembêza dijmin. Rêbertî dibêje, “Divê lez û tempoya we, ew qasî xurt be ku dijmin nikaribe xwe bigihîne we.” Ango divê mirov karê du rojan neke karê mehekê. Divê mirov karê mehekê di du rojan de biqedîne.
Dewleta Tirk li her cihî li hember gelê Kurd ê dilsozê Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê di nav êrîşan de ye. Cîhana kapîtalîst û desthilatdar jî şer û êrîşên li hember Kurdan qebûl kiriye. Dengê xwe dernaxe. Rûsya jî ji bo berjewendiyên xwe bi dewleta Tirk re hevkariyê dike. Di êrîşên dewleta Tirk de çi qas Kurd û Ereb bimirin, ne di xema wan hêzan de ye.
Ji bo dijmin û hevkarên wê nikaribin destketiyên civak û têkoşîna me ji holê rakin, siyaset, îdeolojî, prensîb û qaîdeyên saxlem pêwîst in. Eger hûn bala xwe bidinê, vê cîhanê Rêbertiya me qebûl nekir. Rêbertî ji Rojhilata Navîn derxistin. Rêbertî çû Ewropayê qebûl nekirin, çû Rûsyayê qebûl nekirin. Bi Komploya Navneteweyî teslîmî dewleta Tirk kirin. Ji ber Rêbertî ne li gor vê desthilatdariyê bû. Rêbertî xwedî alternatîf bû. Di zindanê de jî qebûl nakin. Di destê wan de ye, li Îmraliyeyê ye, lê qebûl nakin. Naxwazin du gotinên Rêbertiyê bigihêjin civakê. Ji ber gotinên Rêbertiyê ne yên desthilatdariya wan e. Mejî û ruhê Rêbertiyê li derveyî wan e. Ango alternatîf e. Moral, rê, perspektîf dide gerîla û gel. Hêza Rêbertiyê tenê zanebûn nîne, di heman demê de dixe nav pratîk û hereketê. Çi kirin jî nikarîn Rêbertiyê ji gel û Partiyê qut bikin.
Mînak di Newrozê herî zêde navê dihat gotin, yê Rêber Apo bû. Gel li her cihî tecrîda li ser Rêbertî tîne rojevê, tecrîdê şermezar dike, diyar dike ku li pişt Rêber Apo ne. Ango Rêber Apo bûye civak. Li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, li bajarê Reqqayê bi dehhezaran mirov, bi taybet ku piraniya wan ji civaka Ereb bûn, di şexsê Rêber Apo de Newroz pîroz kirin. Civaka Ereb berjewendiyeke maddî ji me negirtiye, lê herî kêm bayekî azadiyê û wekheviyê yê Tevgera Azadiyê ya Kurdistan pêşengiya wê dike tê ser. Her wiha êdî jinên Ereb jî derdikevin kolan û qadan, ji bo azadiyê têdikoşin.
Eger hûn bala xwe bidinê, di şoreşê de şoreş heye. Bênavber di nav şoreşê de şoreşa ciwanan, jinan, azadiyê, wekheviyê, kedê, xwişk û biratiya baweriyan, gelan pêş dikeve. Çand ji hevdu hêz digirin. Ev hemû bi serê xwe şoreşek in. Helbet ji vê re qehreman û pêşengên weke Mazlûm û Egîd pêwîst in. Li ser vî esasî mirov dikare pêşketinan ava bike. Bi serê xwe nabe. Bi dehhezaran mirov hatin ji bo şoreşê şer kirin, şehîd bûn, birîndar bûn. Ev biratiya gelan û atmosfera azadiyê ya li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê wer derket holê. Niha jî dijmin û hevkarên wê dixwazin wê şoreşê bixeniqînin. Dewleta Tirk ji aliyekî ve êrîş dike, çeteyên girêdayî xwe perwerde û amade dike. Dîsa rejîma Sûriyeyê, Îran û Rûsya ji hêlekê ve dixwazin dest deynin ser vê şoreşê, pêşengên wê tesfiye û qetil bikin. DYA jî ji aliyekî ve dixwaze hêzên şoreşê bixe xeta hevkariyê ya PDK’ê. PDK bi temamî hevparê wê projeyê ye. Li rêyekê digerin ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê tesfiye bikin û desthilatdariya xwe hakim bikin. Derd û mebesta wan ew e.
Eger em rêya Egîdan esas negirin, wê aqubeta me jî weke ya PDK’ê be. Bi vî awayî eger em sax bimînin em ê bikevin xizmeta wan. Mînak Rêbertî şertên wan qebûl nake, lewma tecrîd dikin, ji Kurdan û cîhanê qut dikin. Em hêz, wêrekî, ruh û manewiyata xwe ji Rêbertiyê, ji Mazlûm û Egîd digirin.
Qehreman rêya serketinê vedikin
Niha tevahî çiya û qadên cur bi cur ji me re vekirî ne. Bi qasî mirov nikare bi demên berê re muqayese bike çek û derfetên me hene. Ligel wan îsraf pir zêde ye. Lê dema mirov li pêvajoya hevalê Egîd dinihêre, ew derfetên îro nînin. Li qada Filistîn-Lubnanê perwerdeyê dibînin. Bi hinek çekên ferdî derbasî çiya dibin. Bi hêza xwe erdnîgariyê nas dikin, ji xwezayê xwe xwedî dikin. Li gundan digerin. Dixwazin di civakê de hêviyê ava bikin. Di wê pêvajoyê de dewlet ew qasî serwer e ku kes nikare xwe bilivîne. Her der ketiye kontrola wê. Artêşê mudaxele kiriye, darbe pêk aniye. Ango rejîma eskerî ava bûye. Lê di nav sê salan de pêşketinên mezin çêbûn. Tevî vê jî Rêbertî rexne dike û dibêje, “Hûn dereng man.” Ji ber plana Rêbertiyê ew bû ku pêngav zûtir were pêşxistin.
Di wê rewşa me behs kir de, yê xwe dide ber vî karî, hincetan nade pêş û di milîtaniyê de israr dike, hevalê Egîd e. Heval Egîd heya sax e, di nav Partiyê de înfaz nîne, bêbawerî nîne, şerê kariyerê nîne. Prensîb, pîvan û rêzik heye. Mînak berf be, bahoz be, baran be, çi dibe bila bibe naçe li gundan ranaze. Li ber agirê şevê perwerdeyê dide. Bi giştî hevalan re eleqedar dibe. Tiştekî wî yê şexsî, parêzvanên wî nînin. Milîtanek e, hevalek e. Lewma hemû heval pir jê hez dikin. Mînak ji heval û milîsên me yên bi heval Egîd re mane, pêre xebitîne, ti kes têkildarî wî tiştekî neyînî nabêje. Mînak kes nabêje, “Heval Egîd ev şaşî kir” an jî “Wer şaş nêzî me bû”.
Heval Egîd bi her tiştê xwe bi rastî jî efsaneyek e. Efsane mijareke hunerê, wêjeyê, felsefeyê ye. Îdeolojî û teoriya xwe ji wir digire. Efsane ji rastiyê dibihure. Yanî dibe mîtolojî. Heval Egîd mîna bayekî, ewrekî, ruhekî li ser wan çiyayan digere. Hê jî behsa wî tê kirin. Naxwe mirov dikare xwe perwerde bike, terbiye bike û bibe xwedî disîplîn. Tiştên her kes nikare cesaret bike pêk bîne, dikare bixe pratîkê. Ev mimkun e. Di mirov de enerjiyeke muezem heye. Tenê mirov karibe jê yeqîn bike û wateyê bidiyê.
Divê em zanibin ku partî, gerîla bi hêsanî ava nabin, çênabin. Kes wer rehet û bi awayekî amade nade mirov. Rêbertî dibêje, “Kêfa min ji tiştên amade re nayê. Divê ez çêbikim, amade bikim. Dixwazim bînim ser hev û qezenc bikim. Jiyan ji bo min têkoşîn e. Jiyan qada çêkirin û avakirinê ye.” Hevalan rexne dike û dibêje, “Hûn her tiştî amade dixwazin. Hûn tiştên amade jî xerab dikin. Hevaltî yekbûneke muezem e. Hûn mîna striyan di hev re diçin.”
Eger hûn bala xwe bidinê, kes ji heval Egîd aciz nabe. Heval Egîd mîna navendeke kişandinê ye. Li dora xwe kom dike. Li cihê heval Egîd lê ye, teqez çalakî hene, enerjî heye û diherike.
Dema heval Egîd hat şehîdkirin, rojnameyên Tirk di manşetan de ragihandin. Weke serketineke dewletê nîşan dan. 1986 bû û Tevger ew qasî mezin nebibû. Milîtanên mezin, fermandarên mezin, timî mîna kelemekê di çavên dijmin de ne. Dijmin dixwaze wan ji holê rake. Dema wan ji holê radike, serketinê îlan dike. Divê em jî nehêlin dijmin bigihîje serketinekê. Pêwîst e, em serketinan bi dest bixin. Hewce ye, em bibin cihê serketinê. Qehremantî bi vî awayî derdikeve holê. Çima em dibêjin, “Heval Egîd qehremanê me ye” û bi giştî milîtanên me heval Egîd ji xwe re weke pêşeng qebûl dikin? Ji ber qehreman rêya serketinê vedikin. Yên dibin windakirinê nabin qehreman. Tu dikarî di wê qehremaniyê de şehîd bibî, ev şerefek e. Ne mimkun e mirov timî di şer de bi ser bikeve, mirov carinan winda jî dike. Lê ya girîng ew e ku mirov di rê, şeref, wêrekî û fedakariya qehremaniyê de bimeşe. Wê demê tê di rûpelên dîrokê de cih bigirî. Wê bêjin, “Ji bo şerefê, heysiyetê, namûsê şer kir û weke qehremanan şehîd bû.” Dîsa payeya qehremantiyê dikeve destê te. Lê eger ne wisa be wê bêjin, “Teslîm bû, têk çû, tesfiye bû.” Divê di jiyana me de têkçûn nebe. Dibe ku mirov di hinek çeperan de derb bixe û hinek çeperan winda bike, lê divê têkçûn nebe.
Li Zindana Amedê, berxwedana me ya pêşî şikest. Lê me nehişt dijmin li ser wê serketinekê ava bike. Me digot, “Rewş wisa nabe. Em çawa ketin vê rewşê?” Ango ruhê me ew şikestin qebûl nekir. Me ji wê şikestinê re hincet nedît. Me negot, “Şert û merc giran in. Ma em çi bikin? Em nezan û ciwan in.” Yanî me wer îzah nekir. Me xwe rexne kir û vê hişt ku em ji wê rewşê bibihurin. Teqez rê heye. Weke heval Mazlûm diyar dikir ku eger em rê nabînin, mirin jî rêyek e. Got ku me tenê mirin neceriband, divê em wê bixin dewrê. Ji ber ên din dijmin nade sekinandin. Di dawiyê de çawa dijmin hat sekinandin? Di şexsê Mazlûman de jêre hat gotin, “Ha ji te re berdêl. Ha ji te re jiyan. Jiyana tu dixwazî bi me bidî qebûlkirin, em red dikin. Em ruhê xwe teslîmî te nakin. Bila bedena me ji te re be. Tu dikarî cenazeyên me ji malbatan re bişînî. Cenazeyên me ji te re xizmetê nakin. Tu dikarî bedena me ji holê rakî, lê fikra me, ruhê me ne aîdî te ye. Tu nikarî wan zevt bikî. Ew li cihekî bilind e.” Heman tişt li çiyayên Kurdistanê ji aliyê heval Egîd ve hat ziman.
Hevalê Egîd şehîd kirin, bedena wî birin Newala Qesaban. Nehiştin cenazeyê wî, goreke wî diyar be, bibe semboleke qehremantiyê, jêre bîrdariyek bê çêkirin. Lê dewleta Tirk ti carî nikare Egîd ji holê rake. Egîd li Kurdistanê di hemû dilan û têkoşînan de heye. Bû bingehek û ruhek. Dema em dibêjin “Ruh”, jiyaneke felsefîk, îdeolojîk çêdike û temsîl dike. Ji ber ruh li gor wê çêdibe. Mînak ji bo hinekan tê gotin, “Ruhê wî reş bûye.” Çima wer tê gotin? Ji ber ruh li gor jiyan û felsefeyekê çêdibe. Hissiyat, hezkirin, acizî, nefreta te li gor zanebûna te çêdibe. Mînak em ji gundê xwe, malbatên xwe hez dikin. Çima? Ji ber em di nav wan de mezin bûne. Ev jî bandorê li ser hezkirin û hissiyata me dike. Ango şekil didiyê. Mînak, “Em dibêjin ruhê azadiyê.” Naxwe jiyana me li gor azadiyê çêbûye û şekil girtiye. Ruhê me jî li gor wê diecibîne yan jî qebûl dike. Çima em dibêjin, “Divê hêrs, kîn û nefreta me ya li hember dijmin mezin be?” Ev hissiyat û hiskirinek e. Divê em zanibin bê dijmin çi qasî xetere ye, çi qas xerabiyê, zordariyê û li hember mirovatiyê sûc dike. Ha wê demê kîn û nefreta me ya li hember dijmin zêde dibe. Eger tu dijmin rast pênase nekî kîn, hêrs û berteka te ya li hember dijmin zêde nabe. Ev mesele ew qasî bi hevdu ve girêdayî ne. Lewma divê em têkiliya di navbera siyaset, îdeolojî, felsefe, azadî, hissiyat û manewiyatê de rast çêbikin, xwe têde bibînin.
Divê em qehremantiyê di aliyê azadî û wekheviyê de bigirin dest
Niha tiştên em tînin ziman, her wiha karakter, fedakarî û qehremaniya hevalan li me vedigere. Em li ku dera wê ne? Em çi qasî di nav de ne? Em çi qasî di xwe de temsîl dikin? Em ê wê çawa derbasî jiyanê bikin? Wê jiyana me çawa were xweşkirin û guhertin? Eger wisa nebe, eleqeya wê bi me re namîne. Em ê mîna fîlmekî temaşe bikin, mîna çîrokekê guhdar bikin û derbas bibin. Lê ew ne fîlm û çîrokek e. Ev parçeyekî jiyana me ye. Em di nav wê de ne. Wê ev li cihekî nemîne yan jî derbas nebe û neçe. Em ê bi wan re bin, bi wan re bimeşin. Divê mirov vê ji bîr neke. Pêwîst e, em wateya dirûşmên her roj dibêjin zanibin. Mînak em dibêjin, “Şehîd Namirin.” Ev dirûşm ji bo me çi îfade dike? Divê em vê ji xwe bipirsin. Mînak mirov dimirin, dixin gorê. Şehîd çawa namirin? Ya şehîd nemir dike heval, civak û têkoşîna şehîd e.
Berî PKK’ê jî şehîdên Kurdan hebûn. Şêx Seîd, Seyîd Riza û hevalên wan hebûn. Ma kê ji bo wan bîranîn çêdikirin? Çi qasî haya mirovan ji wan hebû? Tenê hinek mirovên berê, yên bi dîrokê re eleqedar dizanîn. Lê ji bo wan nikarîbûn rêxistinek çêkiribana, derbasî nav tevgerê kiribana. Eger hûn bala xwe bidinê ev bi têkoşîna me re derket holê. Niha her kes behsa wan dike. Ji bo wan komeleyan vedikin, lêkolînan dikin, xebatan dimeşînin, pirtûkan dinivîsînin, belgeselan çêdikin. Ev jî bi temamî bi têkoşîna me ve girêdayî ye. Şehîd bi saya yên ala şehîdan bilind dikin, xwedî li têkoşîna wan derdikevin û têkoşîna wan didomînin, namirin. Eger Tevger û Partiya me nebe, hevalên me û têkoşîna dimeşînin nebe, ma wê kî behsa wan şehîdan bike? Kes behs nake, wê werin jibîrkirin.
Jı réxıstınen TİKB u Dev-Sol, Abdullah Meral, Fatih Öktülmüş, Haydar Başbağ u Hasan Telci sala 1984’an li Zindana Metrîsê di rojiya mirinê de şehîd ketin, lê kes behsa wan nake. Çima? Ji ber rêxistinên wan neman. Kesên têkildarî wan binivîsînin, civînan li dar bixin, propagandaya wan bikin nînin. Tevgerên wan tesfiye bûn. Lê Kemal, Mazlûm, Xeyrî, Sara îro sînorên me jî derbas dikin. Êdî li welatên cuda jî yên bi tevgera Kurd re eleqedar in jî wan nas dikin. Çima? Bi saya Partiyê, Rêbertiyê. Rêbertiyê nehişt ew heval werin jibîrkirin. Rêbertiyê PKK kir Partiya Şehîdan. Her wiha eger jin û têkoşîna wan ew qasî tê naskirin sedema wê ew e ku Rêbertiyê PKK kir Partiya Jinan. Ev nirx derxist pêş. Wer pênase kir û kir nasname.
Eger hûn bala xwe bidinê Rêbertî dibêje, “Divê mirov karê têkoşînê bi eşq bimeşîne.” Ji ber dema eşq ket nav, dibe bêsînor û bêhesab. Ji ber di eşqê de berjewendî û hesab nabe. Tê bêsînor bixebitî. Eger wer nebe, xerab dibe. Eger te qurnazî, hesab û berjewendî kir nav têkiliyên xwe yên bi civakê, mirovan û hevalên xwe re xerab dibe.
Tevlîbûna heval Mazlûm, heval Egîd bêhesab e. Ji bo şexsê xwe, berjewendiyên xwe ti hesaban nakin. Mînak dema heval Mazlûm tespîta, “Me her tişt ceriband, tenê mirin kêm bû” dike, vê bi xwe pêk tîne. Ango dema mirin pêwîst e ji hevalê xwe re nabêje, “Tu biçe mirinê.” Ew bi xwe diçe. Ji ber kesayeteke xwedî pîvan e. Madem gihiştiye wê qenaetê, bi kesekî din nade kirin. Helbet dizane ku şehadeta wî ji bo Partiyê û hevalên wî windahiyeke mezin e, şûna wî rehet nayê dagirtin. Lê dixwaze tehlûkeya li ser Partiyê berteref bike, ji holê rake. Ji bo Partî ji wê tehlûkeyê bibihure, heval îşkenceyê nebînin, rastî zextan neyên wê berdêlê dide ber çavan, xwe feda dike. Di PKK’ê de tarzê fedaî bi vî rengî derket holê. Mazlûm û Egîd ev derxistin asta herî jor.
Divê em qehremantiyê di aliyê pêşxistin, avakirin, azadî û wekheviyê de bigirin dest. Mirov wekî din nabe qehreman. Pêwîst e, em pênaseya qehremantiyê zanibin. Hewce ye qehreman li ser dozeke mafdar, xweşiya civakê, ji bo rizgariya welatekî, gelekî û mirovan têkoşîn bike. Mînak hinek heval ji bo koma wan a gerîla rizgar bibe, xwe didin pêş û şehîd dibin. Em dibêjin, “Hevalan bi qehremanî şer kirin. Hevalan şikeft û tunelên şer terk nekirin, bi qehremanî têkoşîn kirin.” Ango ji bo çeperên din nekevin û dijmin pêşde neçe xwe feda dikin. Dijmin mijûl dikin û derbê lê dixin. Leza dijmin dibirin, wext ji hevalan re çêdikin. Lewma em dibêjin, “Heval di asta qehremantiyê de, li ber xwe dan û şehîd bûn.”
Pêwîst e, em qehremantiyê erzan nekin. Divê em nirxê qehremantiyê nexin. Lewma hewce ye, em timî ruhê Rêbertiyê, Apocîtiyê û milîtaniya PKK’ê di şexsê heval Mazlûm û heval Egîd de, bi tevlîbûna xwe di asta bilind de bigirin dest. Divê em hesabên biçûk nekin, xwe ji têkiliyên erzan rizgar bikin. Pêwîst e, em bendên gumanên şexsî biqetînin. Divê bi hissiyat, enerjî û qabiliyeteke tam em bibin şoreşger û azadîxwaz.
Li Îranê jin û mêr rabûn ser piyan, bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” azadiyê dixwazin. Rejîma Îranê di wan serhildanan de gelek mirov kuştin, birîndar kirin û avêtin zindanan. Lê mirov ji bo azadiyê mirinê didin ber çavan û li ber xwe didin. Ango azadîxwazî hêsan nîne, berdêlê dixwaze.
Di dîrokê de timî ji bo azadiyê berdêl û têkoşîn hatiye dayîn. Li cîhanê ti carî têkoşîna azadiyê venemiriye, nehatiye windakirin. Çi qas şer çêbûbin, têkçûnan rû dabin jî, azadîxwazî bi dawî nebûye. Timî weke aveke biherike gihiştiye roja me ya îro. Her tim li hemberî zordarî û desthilatdariyan têkoşîna azadiyê heye û wê hebe.
Li ser wan esasan divê em timî hevalên xwe yên şehîd bi bîr bînin, hewl bidin bibin layiqî wan. Pêwîst e timî bi me re bijîn, bi me re bin. Hewce ye, em zanibin ku îro dewama duh e. Ango dîrok di roja me ya îro de dijî. Îro bi serê xwe nîne. Em di dîrokê de ne. Em wer di rojekê de çênebûne. Ew qas aqil, zanebûn ne karê îro ye. Rêbertiyê hîn di salên berê de ev tespît kiriye. Divê em di jiyana xwe de vê bibînin û maneyê bidinê. Pêwîst e, em vê di jiyana xwe de his bikin. Em bi hev re, bi dîrokê re û bi siberojê re hene. Eger îro tinebe, sibe nabe. Eger em îro tiştekî bi dest nexin, bingehekî saxlem daneynin ma wê sibe li ser çi ava bibe? Eger em tesfiye bibin, wê dijmin û desthilatdar siberojê tayîn bikin. Ji bo qedera gelê me û pêşeroja me divê em tedbîran bigirin. Pêwîst e, em nehêlin dijmin û desthilatdar bi ser bikevin û timî dîrokê tayîn bikin. Bila êdî ew dîrokê nenivîsînin; em binivîsînin. Divê em planên wan xerab bikin.
Dewleta Tirk li hundir û derve her tişt ji bo tesfiyekirina me kiriye dewrê. Dixwaze zîhniyet û desthilatdariya xwe li ser me serwer bike. Divê em vê berevajî bikin. Em nehêlin kes bi Partiya me, îdeolojî û felsefeya me bilîze. Hewce ye kes nekeve nav hesabên kariyerê û berjewendiyan. Divê em layiqî Egîdan bin, hevalên Mazlûman bin. Pêwîst e, em şervan û hevalên Rêbertiyê bin. Em dikarin bi Rêbertiyê re azad bibin û Rêbertî dikare bi me azad bibe.
Rêbertî ji me re dibêje, “Biçin şoreşê ava bikin. Karê we şoreş e.” Ji ber heya em şoreşê pêk neyînin Rêbertî azad nabe. Ev diyalektîk bi hevdu ve hatiye girêdan. Rêbertî bûye Partî, Partî bûye netewe. Qedera me bûye yek. Eger Partî tesfiye bibe, neteweyek tesfiye dibe. PKK tenê PKK nîne. PKK ji xwe bihurî ye. Qedera neteweyekê tayîn dike. Tenê partiyeke ji çend hezar kadroyan pêk tê, nîne.
PKK li Newrozan bi mîlyonan mirov bû. PKK’ê ew civak çêkir, komî ser hev kir, ruh dayê, moral û cesaret dayê, ew zana kir. Her wiha PKK êdî bûye tevgereke Rojhilata Navîn. Qedera civakan tayîn dike. Divê em di wê astê de li xwe binihêrin. Vaye Mazlûm û Egîd bûn tevgera Rojhilata Navîn. Di heman demê de PKK bi têkoşîna xwe tenê ne Kurdistan, Rojhilata Navîn û siyaseta cîhanê jî bandor dike. Eger hûn bala xwe bidinê dewleta Tirk têkildarî endamtiya Finlandiya û Swêd a ji bo NATO’yê, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê kir mijara hevdîtinên xwe û got “An hûn ê têkiliyên xwe bi wan re qut bikin, an jî ez nahêlim hûn bibin endamên NATO’yê.”
Lewma divê em roja me ya îro baş fêm bikin. Dost û dijminan nas bikin. Pêwîst e li ser mijara azadî û koletî ji ku derê tê, mirov derban ji ku dixe, em ê çawa derban nexwin û pirsgirêkan çareser bikin, bisekinin. Em tenê dikarin li ser xeta Rêbertiyê, bi hevaltiya bi Mazlûm û Egîdan bi ser bikevin. Dîsa divê em layiqî rêya qehremanan bin. Wan hevalên qehreman di şert û mercên herî zehmet de têkoşîn meşandin, paşde gav neavêtin, tevahî astengî ji holê rakirin. Bi şehadet û fedakariya xwe rêya serhildanê, serketinê û azadiyê ji me re vekirin. Em minetdarê wan in.