ÇAWA KURDÎNÎ WENDA DİKE?
Kurd gelek e, bi cesaret in, xwîngerm in, bi çand in, zindî ne, mêvanperwer in û ji her kesî hez dikin
Qirkirin di milê fîzîkî de û çandî heye. Jixwe li keleka vê li gor rewşa civakê ku heye, di netew-dewlet û siyasetê de ya ku pêşdikeve qirkirina siyasî heta aborî heta civakî pêk tê. Mînak, dema nahêlin ku sazî ava bibe, ev tê wateya ku qirkirina çandî tê meşandin. Ji ber ku Rêber APO çand wisa terîf dike: di milê madî û manewî de hemû nirx û saziyên civakê… Li ser vî esasî eger li hemberî wan hewldan bi armanca tinekirinê be, ew di nav çarçoveya qirkirinê de misoger cihê xwe digire. Armanca yekem tinekirina hebûna gelekê ye, nasnameya gelekê ye.
Nasname çi ye? Tiştê ku vî gelî îfade dike, dibe ziman be, dibe çand be, dibe huner be, dibe rêbaz û şêwazê jiyanê wan be. Her tişta wan ku di dirêjiya dîrokê de hatiye afirandin û tiştên ku pê re dijîn û li çanda wan de cih digre ye. Dibe ku ew li hebûn û nasnameya wan de cih bigire. Mînak, dema em li kêleka çend kesan re derbas dibin yekemîn tişt ku em pê bi wan dihesin deng û rengê wan kesan e. Destpêk bi cil û bergên wan em dibînin ku ew kî ne, ew ji kîjan gelê ne. Eger cil weke hev bin, bi deng û axaftina wan em dizanin ew kî ne. Carna li gel ku ziman hatiye homojenkirin jî ji ber lehçeya wan mirov dibihîze ku ew kes ne Tirk e, Kurd e, ne Kurd e Fars e. Ji ber ku lehçe diyar e. Ew faktorekî girîng e. Ew tiştê ku xurt e, zêdetir tê esas girtin. Tiştê ku hebûnê hîn zêdetir diparêze zûtir ji bo qirkirin tê hedef girtin. Eger ziman, reng, deng ango çand ew qas bi bandor e, ji bo îfadekirina hebûnê ye û wê gavê bi qasî vê jî qirkirin tê meşandin.
Di dirêjahiya dîrokê de terz û rêbaz hatiye guhertin. Berê qirkirina fîzîkî zehf li pêş û bi bandor bû. Niha berxwedana gelan heye, piştî çend şerên mezin ên cîhanî terz û rêbazê şerê sar û nerm pêşketiye. Niha bi şerê sar, psikolojî yan nerm, ku hertim bi navekî cuda tê binavkirin, qirkirin tê meşandin. Li ser vî esasî hemû qirkirin bi yek armancê pêk tên. Ji bo gelekê qirkirin, bê nasname hiştin an jî ji hebûna xwe qutkirin û li dewsa vê hebûnekî koledar danîn tê xwestin. Ji bo ku teslîm girtin gengaz bibe. Wisa îstîsmar û metîngerî pêkan dibe. Di heman demê de hemû welatê vî gelî, bi hebûn û nirxê vî ji bo xwe bikaranîn gengaz e. Wê demê qirkirin ji bo desthilatan hatiye afirandin û ew bi netew-dewletê ve pir xurt pêşketiye. Rêber APO milê vê ya qirkirina çandî dinirxîne. Heta tê gotin ku li dema împaratoriyan jî qasî netew-dewlet qirkirin nebûye. Netew-dewlet qirkirinekî hîn kûr dide meşandin. Li împaratoriyê de netewên din bi navê xwe cih girtine. Dibe ku di astekî qirkirinê de di bin koletiya gelê dîtir bû, lê weke gel heya astekî her hebûn. Lê belê di netew-dewletê de qirkirin hîn kûr bûye. Di vir de armanc tê dîtin. Hemû ji bo gelekê gotin ya em nasname tine bikin yan jî mabest çi ye: teslîm bigre, bê vîn û hebûn bike, hebûnekî nû ya koledar bide. Ew jixwe rêbazê tevkujiyê ye, asîmîlasyon e, şerê psikolojîk e, şerê taybet e. Tê de hemû şêwazên şer hene.
Mînak, şerê aborî weke niha li Rojava heye. Qirkirina aborî heye. Dixwazin milê aborî tengav bikin ji bo ku bikarin teslîm bigrin. Noqteya ku bala min dikşîne ev e ku ew tişt ku hêza me tê de zêde heye tê hedef girtin. Ji bo vê pêwîst e mirov hêza xwe bizane. Ka kîjan noqteya hêz a gel heye? Gel bi kîjan terzê qirkirinê re tê hedefgirtin? Ji ber vê sedemê Rêber APO dixwaze bi me bide fêmkirin ku qirkirina herî xerab û xeter ya çandî ye. Em pêşeng in, pêwîst e em xwe jî destbigrin. Em dixwazin xizmetê civakê bikin. Pêwîst e em xizmetê hemû gelan bikin û divê em hemû zimanan jî bizanibin. Farsî û Erebî jî gerek em bizanin û çanda wan em nasbikin, lê weke wan bi rastiya wan. Ne weke Tirkê spî. Jixwe ew jî xerabtir hatine tinekirin. Tirk jî têne tinekirin. Zanist tine ye. Zanist hatiye tinekirin. Ji ber vê faşizm xizmetê gelê Tirk, gelê Fars yan ti gelî nake. Ji ber gel tê tinekirin. Ew heqîqet pêwîst e were dîtin. Li hemberê vê pêwîst e têkoşîn were meşandin.
Di çarçoveya qirkirinê de komkujî jî cihê xwe digire. Bi zor koçbertî ferz kirin jî din nav de ye. Ew gel weke ferî jiyana azad bi xwezayê ve bûye, jiyana xwezayî tinekirin jî tevkujiyek e. Mînakên ji Botan û hemû heremên Kurdistanê hatin dayîn. Cihekî ku gel jiyana azad û xwezayî hînbûye, niha hêzên dewletê tên û her kesê bi bajar ve girê didin. Ew di serî de qirkirineke ku jiyanê hedef digire. Pê re qirkirina çand, ziman û hwd. jî pêşdikeve. Dema ew gel ji xwezaya xwe were derxistin gavê yekemîn a qirkirinê despê dike. Tê wateya ku ew jî têkoşîna li hemberê qirkirinê pêwîst dike: Niştecihkirina mirovên koçber yan bi zor koçber kirin. Bi vî awayî ji xweza û jiyanekî ku fêrbûye derxistin tê pêşxistin.
Merhaleyekî din ku pir girîng e mijara êrîşa çandî ye. Eger ew Kurdên xayîn ku derdikevin bi zimanê Kurdî û dibêjin “em Kurdî dizanin û em jî Kurd in” ew dizivire dijî me û em lêwaz dibin. Eger ew lêwaztiya me nebûya ew xayîn nedikarîn vê bişuxlînin. Vê çaxê em bi Kurdî bibêjin tu Kurdekî ku xwe firotî, em ji wan re bêjin “hûn kurên xayîn in. We welat firot.” Em bibêjin “hûn di bin xizmeta dijmin de Kurdî diaxivin.” Em dibêjin ew jinek Kurd ku di TRT-6’ê de kardike ji bo dijmin xizmet dike û ji bo tinekirina çanda Kurdî bi rengekî Kurdî tê bikaranîn. Tê gotin ku kêr destika xwe nikare bixwe jêke, kêrekî dîtir pêwîst e ji bo jêkirinê. Ji bo vê eger kurmê darê ji cinsê xwe nebe hezar sal ew dar narize. Ji bo vê dixwazin bi cinsê me Kurdan tine bikin. Ew derdor jî rolekî wisa dilîzin. Pêwîst e em li hemberê wan têbikoşin.
Divê em nehêlin ku ew Kurdên xayîn Kurdîtiyê ji me bêtir û zêdetir nîşan bidin. Em wana çawa nahêlin? Ew tenê bi naskirin û jiyîna çanda xwe bi her awayî li her qadê jiyanê dibe. Bi her alî ve, ji ziman bigre heya şêweyê danûstandina çanda Kurd. Di Kurd de germahiya jiyanê heye. Mînak, li Rojhilat ji aliyê Fars, Ereb û Acem jî Kurd weke mirovê egîd tê naskirin. “Kurd gelekê, bi cesaret in, xwîngerm in, bi çand in, zindî ne, mêvanperwer in û ji her kesî hez dikin”. Eger ew taybetmendî di me de mirîbe, mînak, dema mirovek piştî 10 roj çû û disa hev bibîne û silav nede ciranê xwe, vê yekê em dikarin bêjin, ji Kurdbûyîn û rastiya Kurdînî dûrketinek ava bûye. Ew ber bi qirkirinê ve çûyîn e. Ew heqîqetek e. Ew ne noqteyeke pîçûk e, girîng e. Eger di jiyanê de rihê me nebe, halê axaftin nebe, eger em weke robot tenê ber komputerê rûdinin, coş û kelecana jiyanê nebe, bi taybet coşê şoreşgerekî nebe, ew qatliyameke hundirîn e. Çanda Kurdan, zindîbûn e. Soreşgertî bi xwe zindîbûn e. Eger herdu jî nebin, tê wê wateyê ku, em hem ji şoreşgertî, hem jî ji Kurdbûn derketine. Derdê me dibe derdê ser derdan. Lê, ji ber vê jî ev mijar hizrandin û lêhûrbûn û pê re jî çalakî dixwaze.