Îskan AMED
li zozanê bêdawîn
tenêbûna te
axînek bêdeng
ji hinavê dinalim
li ber serê te
bêhesap
xwe fedakirin
li heft Katoyan
dibe reqsek
bêhempa
reqsa lidarketî
ku ji agirê
êşên me geşbûye
dibêjim;
keça Rojê Amara!
pirsek xwe li qeraxa
dilê min dide
bayê azadiyê
dibeze
di nava xemgîniya xwe de
gelo xemgînî çi ye
xweza dighîje bersiva min
stêrka sibê
ya ku di nava berbangê de
sîlsîleya çiyayan dixemilîne
an go goristaneke bi tenê!
awirek didim
Katoyan!
zinarên Katoyan
serhildana xwe
bi ayîneke bêziman
di labîrentê lal de
dide nîşandin
“zinarên Katoyan
mîna pengûenê
ber bi deryayan
bask vekirine
dûayan li ser te dixwînin!”
bi dûayên avê
û zinarên Katoyan
dibêjim Amara!
li ber serê te..
mîna zarokekî xeyîdî
dilê xwe bi xwe dişewitînim
îskîniya min
pêl bi pêl
erdhejek dihêle
di nav şikestinekê de..
û
pelên deryayan
ku giravê dorpêç kiriye
fedî dikin
ji rondikê
mijangên min!
bi herdu têliyên zarokan
zarok dibêzin hêviyê
dibêjin Amara..
axa ku di hemêza xwe de
hezaran kulîlkên bihûştan
xwedî dike
bi reng û bêhna kulîlkan
di axa pîroz de
dibêjim Amara!
dibêjim Amara
çend stêrk xemiland
dilê çiya
ew çiyayên
ku nayê zanîn
bi çiqas tofanan
avabûne
tofanên
ku bi dilopên baranê
û
bi bayekî hênik
destpêkiriye
li ber serê te
xeyalê sîmayê te
difikirim
bayekî hênik
porê te şeh dike
di kulma te ya şidayî de
axa welatê me!
xwêdana eniya min
diniqute riyên dûr
û tînek seqema westandinê
şad dibim
dimeşim
di xewn û xeyalên bîranînan de!
ku bîranîn
ji ewka êş û jana
felekê mane!
dimeşim!
di riya te de Amara!
bendav û kemîn pûç dibin
di nava bêbextiyên
xwe yen
derewîn de
“bêbextî heta kengî?”
“marên sar”
“dûpişka dayîkxwar”
“bêbextî heta kengî”
heval Amara
êvarek
di hênakahiyên zozanên
Katoyên serbilind de
dema min xatir xatir ji te xwest
hindek ji meşa te
û
hindek jî awirên te
min hemêza xwe
tijî kir
Ji bona bîranîna Amara Efrîn