LEWAZÎ
Hêz di her mirovekê de heye. Ti mirov bêhêz nîn e, lê dibe ku ev hêz baş neyê bikaranîn
Bêrîvan ŞAM
Em bêhêz in, an na? An jî dema mirov dixwaze bihêz be çawa dibe? Ev pirs her tim dikevin binhişê me, her tim xwe di hemû karan de didin ber çavên me, tînin bîra me. An jî di karekê de rabûn bihêzbûn tê rave kirin û bêhêzî jî dema em di karekê de ser nakevin, em di xwe de dibînin. Hêz çi ye gelo? Dema em dîroka mirovahiyê lêkolîn dikin her tim mirov bi aqilê xwe tê nasîn, ne ku mirov bi fîzîka xwe ya xurt tê naskirin.
Di nava ajalan de mirov bi hişê xwe hatiye nasîn. Di jiyana xwe de ew peywîra ser milê xwe rêkûpêk kiriye. Ev tê wateya ku hêza herî mezin ew e ku mirov bi çalak be. Mirov çi qasî di hizrê xwe de pêşketî be, ew qasî dikare hêz bide derdora xwe.
Ji destpêka mirovahiyê heta niha mirov li ser vî hîmî bi hêza xwe ya aqil timî li pêş bûye, lê di heman demê de mirovan tim xwestiye vê hêza mirovan û keda wan ji bo xwe bikar bîne, bike bin xizmeta çîna serdest û berjewendiyên takekesî. Dagirkeriya ku di aliyê fîzîkî, hizrî û çandî de li ser mirovan hatiye meşandin her çûye ev dagirkerî pêşxistiye. Me gotibû dema berê jî fîzîka wan bi riya dagirkeran, bi şêwazên tirsê û hwd. çi qasî pêşketin çêbûne jî, bi taybetî di pêşketina mafê mirovan de jî, lê em nikarin bêjin ku her tişt baş bûye. Li beramberî vê jî di nava wan mafan de dîsa neheqiya ku tim ser mirovan dihate kirin, xwe dida pêş. Dema niha jî em lê dinêrin, di nava pergala me ya îro de neheqî bûyera herî pêş e. Heta di nava malbatekê de jî ev neheqî tê kirin, bav ser giştî, zarok û jin her çi qasî derxistibin zanabûnê jî, lê bêyî ku bikevin zanistiya wê ev li ser zarokan tê meşandin.
Gelek caran em dibêjin di avakirina pergala baviksalarî de dagirkeriya herî mezin li ser jinê hatiye kirin, lê niha ev neheqî li ser hemû çînên civakê tê kirin. Zilam jî di nava vê desthilatdariyê de ji kesayetê xwe dûr û winda maye. Bo nimûne: bikaranîna zilam a hêzê bixwe jî, ji bêhêzbûnê tê. Ev weke derûniyekî pêşdikeve.
Divê ku em xwe di vê bêhêziyê de nebînin. Ji ber ku ger em dihizirin, ev tê wateya ku em bihêz in. Ne bêhêz in. Hêz di her mirovekê de heye. Ti mirov bêhêz nîn e, lê bikaranîna wê hêzê dibe ku baş nebe. Niha jî em dikarin li ser gelek bihizirin. Di derbarê xwe de jî em ku karibin hêza xwe di cih û mekanê rast de bikar bînin, em ê karibin hêza xwe ya rast bibînin. Di vê mijarê de em dikarin careke din bihev re ser vê mijarê şîroveyan bikin.