PKK, KCK û NETEWEYA DEMOKRATÎK

Çi ji ber şaristaniya berê, çi ji ber modernîteya kapîtalîst û çi jî ji ber jiyana bi nasnameya azad bin, bûyerên diqewimin ji pirsgirêkên berê gelekî berfirehtir û cudatir in.

0

Abdullah OCALAN

PKK û KCK’ê di çarçoveya teoriya demokratîk de xwe bi awayekî fermî di destpêka sala 2003’an de îlan kirin. Mirov dikare vê weke sêyemîn qonaxa mezin an jî sêyemîn derketina holê ya mezin bi nav bike. Yekemîn qonaxa mezin, ji îdeolojiya şoreşgerî ya gerdûnî xwebûna zêhnî ya civaka neteweyî îfade dike. Bi awayekî bingehîn bi zêhnî radihêje nasnameya civaka neteweyî û dinirxîne. Civaka neteweyî çi pêk hatibe çi pêk nehatibe, weke derketineke holê ya zêhnî tê tesewirkirin û plankirin. Weke pîvan, Kurdîtî bingeh e, lê gelekî tê guftûgokirin ka Kurdîtiyeke çawa li naverastê heye. Parçe parçeyî be jî heyîna Kurdan ji aliyê dîrokî û mekanî ve tê nirxandin. Tê guftûgokirin ka civakeke çawa ye, welatê wî, zimanê wî, sînorên wî, parçebûna wî, paşvemayîna wî yan jî hemdemiya wî bi agahiyên herî çor tê guftûgokirin.

Koma kakil a ev guftûgo dimeşand, di salên pêşî de hejmara wê ji tiliyên du destan ne zêdetir bû. Girîngiya komê ne di hejmarê de, di naverokê de bû. Îfadekirina rast a rastiya me dixwest ku em wê derxin holê, heqîqet girîng dikir. Ji Enqereyê derketin û li Kurdistanê belavbûn di salên 1973-1979’an de naveroka vê rastiyê bi awayekî bingehîn tîne ziman û weke Heqîqeta nû ya Kurd manedar dibe. PKK navê vê heqîqeta nû ye. Şehîdê mezin ê vê demê Hakî Karer e. Ji hejmara tiliyên destan ne zêdetir şehîdên vê demê hene. Pêvajoya ji 1980’î heta bi 2005’an jî ji diyardeya Kurd a obje ye, vegera li civaka Kurd a neteweyî ya bîrewer, bi rêxistin û şerker dibe û bi vî awayî azad û kirdar dibe, îfade dike. Rewşeke welê heye ku ji Kurdîtiya obje ber bi Kurdîtiya azad û kirdar dibe, gavavêtin heye. Em ji vê re dikarin bibêjin, ji Kurdîtiya berê ya mîna meytekî û bûye kole, ber bi Kurdîtiya ji nû ve zindî û azad dibe, gav tê avêtin. Li vir, em behsa komeke piçûk nakin ku bi nav û zêhn derketiye holê, li vir, em behsa gelekî dikin ku ji mîlyonan bihuriye, ji rewşa eşya û rabihuriya kole ber bi rastiya gelê ku xwe bi awayekî azad îfade dike, xwe bi rêxistin dike, xwe bi çalakî dike û xwe dide şerkirin, diçe. Em dikarin vê weke ji nû ve bûyîna gelekî hemdem ê tîpîk û civaka neteweya demokratîk îfade bikin. Navên pêşî yên pêvajoya bûyînê Hêzên Rizgariya Kurdistanê HRK û Eniya Rizgariya Neteweya Kurdistanê ERNK ye. Hejmara wan ji sîh hezarî bihurî, bi qasî ku neyên hejmartin zêde, ne bi tenê ji bo Kurd û Tirkan, ji bo tevahiya mirovatiyê şehîdên wê yê maneya xwe mezin hene. Bi sedhezaran kadro, sempatîzan û gelê wê yê ketine ber êşkencê hene. Hejmara girtiyên wê yên zindanê ji deh hezaran bihurî. Hîcret û koçberiya wê ya qat bi qat ji mîlyonan bihurî heye. Di van şert û mercan de xwe gihandiye rastiya gelê şerker. Ji ber bûyerên di rabihuriya wê de û ji ber îmha û înkara di şert û mercên modernîteya kapîtalîst de yên gihiştin asta qirkirinê, xayînê wê, hevkarên wê, çerxkiriyên wê û qetlîamkerên wê gelek in, lê li hemberî vê, civakeke neteweyî ya demokratîk û gelekî neteweyî ya ku têkoşerên wê, lehengên wê û şehîdên wê pirr çêbûne.

Cudahiya 2005’an û salên piştre, ji bûyînê ber bi nasnamebûyîneke nû ve, ber bi hebûneke mayînde ve û ji israra di jiyana azad de ye. Ango piştî pêvajoyeke bi êş a bûyîn û vejînê, bi heman nazikî û ehemiyetê çawa ku zarok bi awayekî serketî ji diya xwe bû, bi heman awayî divê zarok bi xweparastinê bê mezinkirin, bi xwarinên pê bi jehrî nekeve were xwedîkirin, hebûna xwe bi awayekî azad îfade bike û bi awayekî karibe cudahiya xwe pêk bîne, bijî. Pirsgirêk êdî yên bûyîn û ji dayikbûnê nînin, pirsgirêkên jiyana azad û nasnameya xwe ne ku ji ber parastin, mezinbûn û cudabûnê ne. Piştî derketina holê ya zêhnî derketina holê ya gewde dikeve rojevê, ango gewde vediguhere endamên cuda û xwe bi awayên din pêk tîne. Bûyîn û ji dayikbûyîn li her nexweşiya zarokatî û gedetiyê vekiriye. Ji bo zarok nemire pêdivî bi hewldanên gelekî mezin ên hosteyane heye. Beriya wê, derketina holê ya zêhnî gelekî bi êş û jan e. Bi awayekî divê bûyîna di malzarokê de bi tenduristî, bi esil be û bêjî nebe. Ji bo vê jî divê pêngava îdeolojîk diyardeya civakî ya Kurd rast îfade bike, ango heke bibe heqîqeta wî pêkan e. Divê mirov ji bîr neke ku li ser axa niştimanî ya Kurdistanê bi hezaran sal hêzan xwe gevizand, ji bo wê pevçûn û şer kirin, lewma ji bo erda dayik ne bi destavêtinê lê bi îradeya xwe ji xwe zarokekê bi şêweyê gelekî azad bîne dinê, şertê pêşî û herî zor ew e, divê xwe bi xwe bibe hebûn. Di qonaxa sêyemîn de ji bo ev heyîna em behsa wê dikin bibe hebûn divê xwe weke hebûneke bi nasname û azadiyê îfade bike. Diyardeya nû ya pêk tê, ew hebûna berê ya naskirî, ne ew a berê ye ku êdî ji xwebûnê derketiye û ew objeyeke hatiye parçeparçekirin û bi hêsanî tê daqurtandin nîne. Kurdîtiya berê bi tenê weke obje û eşyayekî hebû. Her hêza fetihkar, dagirker, mêtinkar, îlhaqker û qirker çawa bixwesta li ser karîbû her kirina îmhayê û asîmîlasyonê (helandinê) bimeşîne. Di rewşa amûrekî bikaranînê de bû. Nasname û kirdariya wî ya kolektîf pêş neketibû yan jî ji vê bêpar hatibû hiştin. Ji xweîfadekirin û parastinê dûr bû. Mîna çêlekeke li benda dotinê bû, weke berateyeke ji qijakan re hatibe hiştin bû. Ji aliyê civakî ve mirov nikarîbû ji vê re hebûn bigota. Mirov bêhtir karîbû jêre bigota obje û eşyayeke ku ji hebûn û nasnameyê hatiye kirin.

Kurd û Kurdistana piştî salên 2000’î êdî ne eşya û alavek in, di sîh salên dawiyê de bûne embriyoneke ruhpêketî û bûye hebûneke xwedî nirx a serketî ji diya xwe bûye. Nasnameyeke Kurd û jiyaneke wî ya azad a dikare rastiya xwe îfade bike û xwe weke heqîqet nîşan bide û biparêze heye. Bêguman vê rastî û heqîqetê xwe weke dewleteke netewe îfade nekir. Di destpêkê de îdeayeke xwe ya bi vî rengî hebû, ew terikand. Ya rastî, ya jê yeqîn dikir ku sosyalîzm e, lê nexasim bi jihevdeketina sosyalîzma pêkhatî re derket holê ku rastiya weke sosyalîzm lê serwext bûbû kapîtalîzm e, û lewma sînor danî navbera xwe û wê. Di destpêkê de li dewletdariya netewe ya ne zelal û civakparêziya demokratîk di zikhev de difikirî, lê ev herdu ji hev cuda kirin. Dewletdariya netewe terikand û xwe da ber civaka demokratîk. Bi hemû hêl û hêza xwe li ser vê mijarê mitale kir. Civaka demokratîk a neteweyî êdî ne xeyal û utopyayek bû, rastiyek bû ku bi awayekî azad pêk dihat. Herçiqasî hin pirsgirêkên rastiya nû hebûn jî ev ji ber rewşên embriyona canpêketî, ji dayikbûnê û bûyînê nebûn, ji ber ku heyîn dibû xwedî nasname û hebûn azad dibû pirsgirêkan rû dida. Eger em şibandina xwe dewam bikin, em ê bibêjin, êdî ji zaroktiyê bihuriye, bûye keçek an jî xortekî bi hêza xwe dikare li ser piyan bimîne. Ango pirsgirêkên serdema xortanî û keçikaniyê ne. Di vê demê de nexasim pirsgirêkên jiyana azad gelekî girîng dibin. Eger mirov hay jê nebûya, nexweşiyên berê yên Kurdîtiyê ji nişkê ve, bi awayekî mirov ne li bendê karîbûn ji nû ve bi pêlekê bilebitin û serî bidin. Hevkartiya bi dijmin re, xiyaneta derve û hundir ji berê gelekî xirabtir karîbûn canê hebûn û nasnameya azad a Kurd hilqetanda. Hêmanên modernîteya kapîtalîst û hiyerarşiya berê ku li ber serê wê hebûna xwe dewam dikirin, karîbûn her kêlî hebûna nû di nava xwe de parçe û par bikin. Ya rastî, karîbûn bi zêhniyeta berê, hebûna yeqîn dikirin milkê wan e, û mafê bikaranîna wê yê wan e, çi cudahiya nû û kevin nekirana û bixwestana bimêtana û bixwarana. Pirsgirêk pirralî bûn û giş ji vê çarçoveya me destnîşankirî derdiketin holê.

Çi ji ber şaristaniya berê, çi ji ber modernîteya kapîtalîst û çi jî ji ber jiyana bi nasnameya azad bin, bûyerên diqewimin ji pirsgirêkên berê gelekî berfirehtir û cudatir in. Lewma divê rêbaz û amûrên çareseriyê jî cuda bin. Ne bi Kurd û Kurdistana berê dibe, ne jî bi “Neteweparêz”, PKK, HRK û ERNK’ya rabihuriya nêz têkoşîn dibe. Dijmin jî êdî dijminê berê nîne. Pirr bawerî pê nebe jî hatiye veguherandin, û bi şermokî be jî gihiştiye astekê, Kurd û Kurdistanê qebûl dike û nasnameya Kurd a azad bi helwesteke yekcar red nake. Ev veguherînên dîrokî-civakî hemû, bi awayekî eşkere danasîneke nû ji bo Kurdîtî û PKK’yê ferz dikin, pêdiviya bi têgîn û teoriyên sîstemê nîşan didin. Li ser vî bingehî, em ê hewl bidin bi danasîna nû ya Kurdîtî û PKK’ê têgîn û teoriyên nû yên sîstemê bi pêş bixin.

 

Ji Parêznameya “Parastina Kurdên Di Nava Pencên Qirkirina Çandî De” (Pirtûka 5’emîn)

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.