QESRA SPÎ: BI NAVEKÎ DIN FÎRAWÛN

Eger mirov bi awayekî derwîşane bixebite, sîstema civakî ava bike û weke şoreşgerên bawer bikarin rola xwe bilîzîn, îro, derfetê hilweşandina tac, qesr û selteneta Fîrewûnan gelek zêde ye.

0

 

ZOZAN SÎMA

 

Navê qesra Erdoxan a ku bi mîlyon dolaran hatiye avakirin Aksaray e. Ev, navek e ku bi taybet hatiye hilbijartin. Tenê ew spîtiya ku ji AKP’ê tê, di navê de nîn e yan jî weke pêngaveke ber bi “Qesra Spî” ya Emerîkayê nîn e. Helbet ev yek jî hene, lê belê di esasê xwe de ew qralên ku xwe weke xwedê radigihînin an jî dihesibînin weke Nemrûd û Fîrewûnan xwe di van qesran de bicîh dikin û dixwazin bibin berdewamiya wan.

Di zimanê qedîm ê Misriyan de peyva Fîrewûn, ji peyvên “per-aah û Pharaoh” tê. Wateya van peyvan jî tê wateya “eywana spî” yan jî “qesra spî”. Her tişt çawa di dîrokê de dubare dike. Nemrûd û Fîrewûnan mirov berdidan hev û dixwest in li ser rûyê erdê ji xwe re beheştekê ava bikin. Ji bo wan pramît û qesran bidin çêkirin ango di çêkirina wan de bi hezaran kole heya ku bimirin tê de dan xebitandin. Eger mirov bibêje ew pêkanîn bi hezaran salan beriya niha bûn ango ayîdê sîstema koledar û wehşetnak tenê bûn, mirov wê xwe bixapîne. Bi temamî weke Fîrewûn û Nemrûdan, îro endamên seltenatiya AKP’ê û malbatên wan dijîn û jiyanekî wiha li ser rûyê erdê ji xwe re çêkirî ne. Ji bo vê yekê pêkbînin jî, ne daristan, ne çem û ne jî şînkahî hiştin. Ew mirovên ku bi destê vê desthilatiyê bi rêka krediyan hatine deyndarkirin jî neçar dimînin ku bi hezaran metreyan dakevin bin erdê yan jî bi sedan metreyan hilkişin bînayan û her roj xwe bidin kuştin. Li mînîbûsên 20 kesî 45 kes sûwar dibin û diçin li zeviyan kardikin. Piştre jî hezaran metre bin erdê de difetisin, dixeniqin, ji bilindahiyên sedan metreyan dikevin xwarê yan jî ji wê mînîbûsa qulibî cenazeyên wan derdixin. Dilê mirovan bi wan feryad û hewarên malbatan dişewite. Desthilatdar jî ji wan pareyên ku dizî ne, ji bo ku ew malbat xwe bêdeng bikin hinek pareyê bidengkirinê didin wan. Dema ku ew malbat wî pareyî ji dewletê digirin û dibin deyndarê dewletê, ji bo ku xwe xelas bikin vê carê jî radibin dengên xwe didin desthilatan. Li şûna ku em vê sîstema ku civak xistiye vê rewşê şî û tehlîl bikin û li serê bifikirin ka em ê çawa vê sîstemê birûxînin, em radibin ji ber dengên ku dane desthilatan em li wan dixeyîdin. Li gorî lêkolînên ku hatine kirin, li Tirkiyê beşên civakê yên herî xizan xwedî danehevekî ji %10’in ango deyndar dibin, beşê herî dewlemend jî ji sedî %30 werdigire û bi vî rengî jî sîstema Fîrewûnan dimeşe. Her weke Fîrewûn û Nemrûdên dîrokê, ev jî ji xwe re qesran ava dikin, didizin-vedizin û derewan dikin.

Pêşketina dînên yek-xwedayî jî bi temamî li hemberî vê sîstema bê exlaq a Fîrewûnan bûye. Mixabin, ev Fîrewûnên hemdem jî nirxên dinî dimijin û wer desthilatiya xwe didomînin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku dibêje “aliyê dînan ê ku mirov divê zêdetir li hemberî wê rêzdar be, ew berxwedaniya li hemberî sîstema Fîrewûnan û Nemrûdan bûye”. Bi pêşketina sîstema kapîtalîst re hejmara van Fîrewûnan gihiştiye milyonan. Ji bo ku bi milyonan xwînxwarên wiha bikarin têra xwe xwîna gel bimijin jî, divê sîstemek û qadekî berfirehtir ê koletiyê bê avakirin da ku bikarin vê yekê pêkbînin. Di van rojên derbasbûyî de ku li Tirkiyê 6000 darên zeytûnê ji reh û rîşên wan ve hatin rakirin, nîşaneya vê çavbirçîtiya Fîrewûnan e ku her tim dixwazin mezintir bibin. Wê gelek rewşên weke wan jî bêne jiyankirin û di rêzê de ne. Weke gayê ku êrîşî paçê sor dike, heya ku ev desthilat hemû xwezayê xirab nekin, wê ev şîrket, derdorên hevkar û xayîn çawa bikarin nirxên madî û manewî tine bikin û xwe bilind bikin.

Di pirtûkên pîroz de gelek caran behsa lenetîkirin û binxistina Fîrewûnan tê kirin. Tişta ku bûye wesîle Fîrewûn têk biçin jî ew berxwedanî, legerîna heqîqetê û şêwazê jiyanê bûye ku ji aliyê pêxemberan ve hatiye raberkirin. Eger mirov bi awayekî derwîşane bixebite, sîstema civakî ava bike û weke şoreşgerên bawer bikarin rola xwe bilîzîn, îro, derfetê hilweşandina tac, qesr û selteneta Fîrewûnan gelek zêde ye.

Leave A Reply

Your email address will not be published.