ŞAXÊN MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK

Çawa ku jiyana bi azadî, wekhevî û demokratîk heye, jiyanên di nava koletiyê, wekhevnebûnê û dîktatoriyên mirov nikare xwe li wan rabigire hene.

0

ABDULLAH OCALAN

Me di analîza xwe de bi awayekî berfireh şaristanî û modernîte rexne kir. Tevî vê, me şaristaniya demokratîk bi dîroka pêşketina şaristaniyê re di zikhev de û bi beşên hêmanên wê yên sereke yên cûrbicûr terîf kir û ez yeqîn dikim ku analîza bi vî awayî mijar têra xwe zelal kiriye. Ya ez ê li vir hewl bidim bikim ew e, mijarê bi şaxên wê yên sereke û bi awayekî yekpare bêtir berbiçav û diyar bikim. Eger mirov ji jor ve li modernîteya demokratîk binêre, gelo dikare şax û hêmanên wê yên sereke çawa pêşkêş bike. Ez ê bersiva vê pirsê bidim. Di bingehê xebatên me yên zanistî de divê hin hewldanên me hebin; divê em têgihiştina modernîteyê ya yekperest bişkînin û hebûnên mezin ên civaka dîrokî yên modernîteyê ser wan girtine berbiçav û diyar bikin. Dîroka şaristaniyê mîna bîrekê ye ku binê wê xuya nake, tu çiqasî dadikeve nagihîje binê wê. Em çiqasî hewl bidin rohnî jî bikin jî yekser dîsa kunên din ên tarî diyar dibin. Hafiza civakî (wijdanê wê) ya bi hezarê salan di bin bombebarana îdeolojîk a yekdestdaran de bêguman mirov dikare texmîn bike ku wê mîna kulora li hev badayî ya mejî li hev bigere û bikeve serhev, wê dirûvekî diyardeya jêre binbîr tê gotin weke hafiza civakî ya hezar caran bi şêweyekî dehlîzan li hev badayî pêk bê. Dîsa jî divê mirov ji ya xwe neyê xwarê û zivêr nebe. Ti pirsgirêka civakî heta têra xwe neyê zelalkirin çareser nabe.  Çawa ku mirovekî teşxîsa wî rast nehatibe kirin organê wî jî rast nayê dermankirin, bi awayekî mîna vê pirsgirêkên civakî jî rast neyên analîzkirin (teşxîskirin) û çareserkirin (dermankirin) ji holê ranabin.

Ji bo lome ji min neyên kirin, ez timûtim hewcedarî bi dubarekirinê dibînim. Eger zanista civakî yan jî disîplîna zanisteke din a bi armancên bi îdea yên weke wê serketî bûbûya, mirovatiyê ev çarsed salên dawî bi şerên evçend xeternak, qirkirin û kokqelandina civakan, bi dewlemendî û xizantiya navbera ûnî koçîzê wan gelekî vebîrûyî, bi böberî çandî û bêexlaqiyê, bi yekdestdariyên mîna dêwan mezinbûyî û bi qasî ku bibin hîç ferdên picûkxistî, bi talan û hilweşînên hawîrdorê yên mahşerê tînin bîra mirov îro neketibûya vê rewşê. Sîstema Şaristaniya Dinyayê pênc hezar sal e ku bi navê bakımyê giraniya xwe dide ser tevahiya amûrên candê yên maddî û manewî, lê wer xuya dike ku ew qedandine. Bi amûra şer êdî devereke were fetihkirin û ji nû ve are zevtkirin nîne. Eger were gotin heye jî zirara wê ji kara wê qatbiqat zêdetir e. Ji amûra bi navê bajêr li dawiyê mayî bajarên bêbajar in ku qaşo hewldan careser bikin, lê di dawiyê de mîna kansêrê mezin bûn û civakeke gund û cotkariyê jî mehkûmê tinebûnê kirin. Ji amûra bi navê ekonomiyê ya xwe pêve girêdayî li dawiyê yekdestdariyên globalên bi rêbazên li derveyî exlaqên mîna bi pereyan pere bi destxistin werimîne û bi milyonan bêkar û xizanên her sal hejmara wan zêde dibin, yele. Ji amûra bi navê dewletê ya xwe pêve girêdayî li dawiyê yekdestdariyên dewleta netewe û desthilatdariyên ti fonksiyona wan nemane û hingî ji civakê xwarine nepixîne, girseya kerî û welatî ya bi temamî hatiye ehmeqkirin û ti têkiliya xwe bi civaka exlaqî . Ji amûrên îdeolojîk ên hêvî ji wan têne kirin, li dawiyê dîndartiya fonksiyona xwe ya exlaqî ji destdayî, cinsiyetparêziya desthilatdariyê li tevahiya çaviyên civakê belav dike, milliyetgiriya wê ya hezar qat ji qebîletiyê zêdetir civakê bi şovenîzmê dixeniqîne, zanistperestiya wê ya ji bilî rêya kara herî zêde nîşanî yekdestdariyên sermaye û desthilatdariyên armîû desthilatdariyê emû desthilatdariyê nade. Ji hunerê canda îndustriyê ya hisa bedewbûnê û mezinbûna hisan dike meta, li dawiyê maye. Ya jêre dawiya dîrokê tê gotin bi herhalî wê ev bîlançoya şaristaniyê be. Civakeke bi yekdestdariyên medyayê di dinyayeke ferazî de bêhnçikandî û serkorî hatiye kirin, çiqasî bêreaksiyon were kirin bila were kirin, bi amûrên desthilatdariyê heta bi çaviyên wê çiqasî were kontrolkirin û bixin bin çavdêriyê, pêxîrtengiya avabûn û zêhniyetê ya sîstema modernîte û şaristaniya dinyayê ya bi giştî pênc hezar salî û bi taybetî jî çarsed salên dawî li nuqteya herî binî ne. Kapîtalîzma fînansê ya bûye hêzeke hegemonîkû global bi awayekî eşkere vê yekê piştrast dike. Dinya çerxên wê ji aliyê kapîtalîzma fînansê ve têne gerandin bûye dinayeyeke krîzan a ji ber pêxîrtengiyan diperpite.

Armanca min pêşdebirina teoriyên pêxîrtengî û krîzê nîne. Min kapîtalîzm bi tenê weke sîstemeke xwedî pêxîrtengiyên dewrewî ne, weke qonaxa dewrewî ya pêxîrtengiyên avabûnê yên sîstemîk ên sîstema şaristaniyê ya bi pêxîrtengiyên dewrewî û dirêj terîf kiribû. Eger qonaxa pêxîrtengiyê di nava xwe de qonaxên wê yên hundirê dijwartir hebin, pêvajoya niha pêk tê ew e. Ez wexta van diyar dikim, divê ez bibêjim, ez ji wan sosyalîstan nînim ku hê ji van pêxîrtengiyan li hêviya pêkhatina şoreşê me. Pêxîrtengî bi tenê şoreşan ne, rê li anti-şoreşan jî vedike. Jixwe ez teoriyên bi vî rengî yên weke pêxîrtengî-şoreş-antî-şoreş ji rastiyeke wêdetir weke hewldaneke retorîk û propagandayê dibînim. Ji ber ku ez dibêjim atmosfer bi lez li modernîteya demokratîk vedibe, ez tam gotinê bi cih nakim. Ez pêvajoyên pêxîrtengî û krîzê weke diyardeyekê qebûl dikim. Lê ez di asta wan hêmanan de wan nabînim ku rê li bûyerên dîrokî vekin. Xeta pêşdebir a gerdûngir demekê bi îhtîmam ji teoriyên pêxîrtengiyê şêweyên civakanên li pey hev ji xirabiyê ber bi başıiyê ve diçin derdixist. Rewşa berbiçav bi xwe vê teoriyê piştrast nake.

Ev tê wê maneyê ku divê mirov hêmanên dî dîrokê û niha de xwedî nirxeke diyarkerin di li wan bigere. Alternatîfa modernîteya demokratîk bêtir encama hewldanên van lêgerînan e. Ez dema pêşkêş dikim, ez neçarim timûtim ve destnîşan bikim. Ez yeqîn dikim ku mirov xisletên ve alternatîfê ji yên din cihê dike nas bike wê hewldanên di partîkê de berdar û xurt bike. Ez bi mîrateya demokratîk a erênî ya dîrokê girêdayî me û jêre gelekî bi hurmet im. Ez vê di heman demê de ji bo xwe we ke xwerexnekirinê qebûl dikim. Ez bi tenê nabêjim min ders jê girt, ez bi dîrokê bi xwe ‘niha’yê çêdikim û ez yeqîn dikim ku ev rêbazek e ku dest jê nabe. Her fikir û çalakiya serwext nebûbe dîrok niha ye, niha jî dîrok e, nirx û encamên wê çi dibin bila bibin, heman dilsozî û rûmetê nîşanî wê nadim. Ji ber ku ez ji çalakî û fikrên bi vî rengî bawer nakim.

Ez der barê rêbazê de van dubare dikim, ji ber ku dixwazim bi israr destnîşan bikim ku medeniyeta demokratîk di dema rabihurî de weke xeyaleke ‘serdema zêrîn’ a pêkhatî nayê fikirîn, ne jî weke ‘utopayeke’ der barê paşerojê de hatiye tesewirkirin. Maneya şêwazê jiyanê yê rojane heta weke pêdiviya kêliyan di fikir û çalakiyê de pêk tê îfade dike. Ne yadkirina bîranînên berê ye, ne jî bi xeyalên paserojê dilê xwe xweş dike. Ne afirêneriya kêliyan, ne jî rewşa hebûnê ya rastiyên ezel û ebed e. Mejiyê nermê xwezaya civakî weke cudatiyên xwedî kapasîteyeke zêde ya azadiyê bi awayekî yekbûyî heye û belkî di cih de be ku mirov ve weke modernîteya demokratîk bi nav bike. Lê modernîte tê maneya serdemê, lewma modernîteya demokratîk bi awayekî diyalektîkî weke qutbê dijberê şaristaniyên klasîk dibe xwedî hebûn.

Çawa ku modernîzm weke serdema hegemonîk a kapîtalîzmê navê xweser ê çarsed salên dawî yê şaristaniya klasîk tê fikirîn, mirov dikare modernîteya demokratîk jî weke navê xweser ê çarsed salên dawî yê şaristaniya demokratîk bifikire.

Xusûseke din a girîng ew e, modernîteya demokratîk li her qadû zemanî weke qutbê dijberê şebekeyên (tor û tevn) modernîteya kapîtalîst pêk tê û heye. Bi serketiye yan jî bi serneketiye, azad an jî kole, wekhev an jî cuda, nêzî wekheviyê yan jî dûrî wê, maneyeke ekolojîk û femînîst girtiye yan negirtiye, bi kurtî nêz an jî dûrî xisletên civaka exlaqî û demokratîk bûye nebûye, modernîteya demokratîk her û mekanî di hinavê modernîteya kapîtalîst de hebûna xwe heye.

Muxalifên rastgir an jî çepgir bi şoreşê yan jî bi antî-şoreşê pêşî desthilatdariyê (ango dewletê) dixin destê xwe, paşê bi armanca plan û bernameyên xwe yên fikirîne di jiyanê de pêk bînin bi ‘muhendisiya civakî’ radibin û bi planaziyeke navendî civaka bi hesrat wê ne hewl didin biafirînin. Ez vê rêbazê êdî bi tenê ne tewş û weke vegotinên propagandîf (retorîk) dinirxînim, ez vî şêwazî bi xwe weke lîstoka lîberalîzmê dibînim û divê ez bi girîngî bibêjim ku heftê sal jî di ser re derbas bibe weke kirin û fikirên bi hêsanî dikare di nava xwe de dawerivîne û bi mehîne digire dest.

Xwezayên civakî jî weke xwezayên biyolojîk bi heman şêweyî xwedî şîfreyên genetîk in. Haya min ji biyolojîzmê heye. Ez dizanim, mirov xwezaya civakî bi vê bipîve Darwînîzm e, û weke materyalîzma herî çor ji muhendisiyên civakî re materyalyê fikrî tedarik dike. Lê xusûsa ez behsa wê dikim ew e, xweza weke mejiyê asta wê herî bilind xwedî qabîliyeta hilbijartina azadiyê be jî dîsa guhertina xisletên bingehîn ên avabûn û hafiza civakên dîrokî xusûsiyetên xwe yên xweser hene. Çawa ku bi şîfreyên genetîkên heywan û nebatan têne lîstin, nebatên cuda û heywanên ehlî têne gihandin, em nikarin civakan jî bi vî awayî biguherînin. Hafiza û bîra xwezaya civakî, ev jixwe bê sedem weke civaka exlaqî û xwezayî diyar nekiriye. Rêya guhertina civakî bi bilindkirina asta civakî ya exlaqî û polîtîk dikare rewa bê qebûlkirin,

Modernîteya demokratîk xwedî wê xisleta sîstemê ye, rêya rewa ya guhertinê vekirî dihêle. Ji ber vî cewherê wê yê sîstematîk nirxê wê yê exlaqî û polîtîk bilind e. Tevî ku rêya rewa ya guhertinê gelekî girîng e, besît e. Her endamê civakê, li ku dibe bila bibe û kengî dibe bila bibe, dikare alîkariya vê guhertinê bike. Endamekî-ê wê bi bermahiyên civaka neolîtîk radibe heta rêûresma civaka klan tevdigere û endamekî wê yê Moskova yan li New Yorkê xwedî wê potansiyelê ye ku her kêlî alîkariya alîkariya guhertinê bike. Ji bo vê jî çawa ku vegotinên mezin û pîroz şert nînin, çalakiyên qehremaniyê jî şert nînin. Şertê bi tenê ew e ku weke rewşa bingehîn a hebûna xwezaya civakî divê qabîliyeta tevger û fikra exlaqî û polîtîk nîşandandı. Ez bawer dikim ku li cem her ferdî di asta herî nizm de jî ev qabîliyet (fazîlet) heye, bi tenê divê mirov vê qabîliyetê fonksiyonel bike. Bêguman ez bi vê naxwaim diyar bikim ku vegotinên pîroz û mezinên ji bo rohnîkirina rêya rewa ya guhertinê bûne malê hafiza mirovatiyê û tevahiya civaka dîrokî derketine holê, girîng nînin. Berevajî, ji ber ku yekdestdariyên maddî û îdeolojîk pêşî li rêya rewa ya guhertinê girtine, vegotinan sete için roleke mezin. Dîsa bi heman awayî çalakiyên qehremaniyê li ser rêya diçe azadiyê nirxên gelekî pîroz in ku dest ji wan nabe. Ya girîng ew e, divê mirov bizanibe hewldanên yekpare yên civaka dîrokî nebin guhertinê di modernîteya demokratîk de pêk neyên. Rola rêxistinî û kesayetên girîng nayê înkarkirin. Lê heta nebe malê çaviyên exlaqî û polîtîkên civakê û di rêya rewa de derbas nebe, wê ev rolê zêde maneyê îfade neke. Bêguman ez bi vê naxwaim diyar bikim ku vegotinên pîroz û mezinên ji bo rohnîkirina rêya rewa ya guhertinê bûne malê hafiza mirovatiyê û tevahiya civaka dîrokî derketine holê, girîng nînin. Berevajî, ji ber ku yekdestdariyên maddî û îdeolojîk pêşî li rêya rewa ya guhertinê girtine, vegotinan sete için roleke mezin. Dîsa bi heman awayî çalakiyên qehremaniyê li ser rêya diçe azadiyê nirxên gelekî pîroz in ku dest ji wan nabe. Ya girîng ew e, divê mirov bizanibe hewldanên yekpare yên civaka dîrokî nebin guhertinê di modernîteya demokratîk de pêk neyên. Rola rêxistinî û kesayetên girîng nayê înkarkirin. Lê heta nebe malê çaviyên exlaqî û polîtîkên civakê û di rêya rewa de derbas nebe, wê ev rolê zêde maneyê îfade neke. Bêguman ez bi vê naxwaim diyar bikim ku vegotinên pîroz û mezinên ji bo rohnîkirina rêya rewa ya guhertinê bûne malê hafiza mirovatiyê û tevahiya civaka dîrokî derketine holê, girîng nînin. Berevajî, ji ber ku yekdestdariyên maddî û îdeolojîk pêşî li rêya rewa ya guhertinê girtine, vegotinan sete için roleke mezin. Dîsa bi heman awayî çalakiyên qehremaniyê li ser rêya diçe azadiyê nirxên gelekî pîroz in ku dest ji wan nabe. Ya girîng ew e, divê mirov bizanibe hewldanên yekpare yên civaka dîrokî nebin guhertinê di modernîteya demokratîk de pêk neyên. Rola rêxistinî û kesayetên girîng nayê înkarkirin. Lê heta nebe malê çaviyên exlaqî û polîtîkên civakê û di rêya rewa de derbas nebe, wê ev rolê zêde maneyê îfade neke. giring nînin. Berevajî, ji ber ku yekdestdariyên maddî û îdeolojîk pêşî li rêya rewa ya guhertinê girtine, vegotinan sete için roleke mezin. Dîsa bi heman awayî çalakiyên qehremaniyê li ser rêya diçe azadiyê nirxên gelekî pîroz in ku dest ji wan nabe. Ya girîng ew e, divê mirov bizanibe hewldanên yekpare yên civaka dîrokî nebin guhertinê di modernîteya demokratîk de pêk neyên. Rola rêxistinî û kesayetên girîng nayê înkarkirin. Lê heta nebe malê çaviyên exlaqî û polîtîkên civakê û di rêya rewa de derbas nebe, wê ev rolê zêde maneyê îfade neke. giring nînin. Berevajî, ji ber ku yekdestdariyên maddî û îdeolojîk pêşî li rêya rewa ya guhertinê girtine, vegotinan sete için roleke mezin. Dîsa bi heman awayî çalakiyên qehremaniyê li ser rêya diçe azadiyê nirxên gelekî pîroz in ku dest ji wan nabe. Ya girîng ew e, divê mirov bizanibe hewldanên yekpare yên civaka dîrokî nebin guhertinê di modernîteya demokratîk de pêk neyên. Rola rêxistinî û kesayetên girîng nayê înkarkirin. Lê heta nebe malê çaviyên exlaqî û polîtîkên civakê û di rêya rewa de derbas nebe, wê ev rolê zêde maneyê îfade neke. divê mirov bizanibe hewldanên yekpare yên civaka dîrokî nebin guhertinê di modernîteya demokratîk de pêk neyên. Rola rêxistinî û kesayetên girîng nayê înkarkirin. Lê heta nebe malê çaviyên exlaqî û polîtîkên civakê û di rêya rewa de derbas nebe, wê ev rolê zêde maneyê îfade neke. divê mirov bizanibe hewldanên yekpare yên civaka dîrokî nebin guhertinê di modernîteya demokratîk de pêk neyên. Rola rêxistinî û kesayetên girîng nayê înkarkirin. Lê heta nebe malê çaviyên exlaqî û polîtîkên civakê û di rêya rewa de derbas nebe, wê ev rolê zêde maneyê îfade neke.

Heman xusûs ji bo şoreşan jî di cih de ne: Guhertin weke pêşketina civakî nebe malê çaviya exlaqî-polîtîk û rêya rewa, divê mirov wê weke xwebûneke xwezaya civakî nenirxîne. Civak nayên afirandin, pek tên, têne jiyîn. Bêguman jiyan ji jiyanê cudahiya xwe heye. Çawa ku jiyana bi azadî, wekhevî û demokratîk heye, jiyanên di nava koletiyê, wekhevnebûnê û dîktatoriyên mirov nikare xwe li wan rabigire hene. Belkî jî hê zêdetir in. Modernîteya demokratîk îfadeya wê avabûn û zêhniyetê ye ku di bin tevahiya van şert û mercan de jiyanê bi hemû rêbazan dixwaze azadtir, wekhevtir û demokratîktir bike. Di çarçoveya modernîteya demokratîk de bi qasî ku kevirekî ketibe ser rê rakirin bi nirx e, weke rêya bi tenê ya rewa ya guhertinê mayî pêkanîna şoreşê jî bi nirx e. Li beramberî vê rizgariya îlahî jî sofîtiyeke kolewar a bakımenûsperest jî di heman çarçoveyê de nayê fikirîn û etîk nayê dîtin. Li ber rohniya dersên em ê karibin ji têkoşîna demokrasî, azadî û wekheviyê ya çarsed salên dawî bigirin, di vê dema pêxîrtengiya aabûn û sîstemîk a hegemondariya kapîtalîzma fînansa global de ku em têre derbas dibin, em dikarin modernîteya demokratî cêz bih bi hîh bi hêz bi ji nû ve avakirinên qehîm wê nû bikin. Ji lewra li ser şaxên sereke û bingehînên modernîteya demokratîk ponijîn û xwe rohnîkirin, wê hewldanên me yên di vî warî de serketîtir bike. em dikarin modernîteya demokratîk bi hêz bikin û cîh bi cîh bi ji nû ve avakirinên qehîm wê nû bikin. Ji lewra li ser şaxên sereke û bingehînên modernîteya demokratîk ponijîn û xwe rohnîkirin, wê hewldanên me yên di vî warî de serketîtir bike. em dikarin modernîteya demokratîk bi hêz bikin û cîh bi cîh bi ji nû ve avakirinên qehîm wê nû bikin. Ji lewra li ser şaxên sereke û bingehînên modernîteya demokratîk ponijîn û xwe rohnîkirin, wê hewldanên me yên di vî warî de serketîtir bike.

Ji Parêznameya “Ceribandinek Li Ser Sosyolojiya Azadiyê” (Pirtûka 3’emîn)

Leave A Reply

Your email address will not be published.