Cemîl Bayik: Rojeva me ya sereke azadiya Rêber Apo ye

0

Cemîl Bayik got, “Rojeva me ya sereke ew e ku Rêber Apo bikare di şert mercên azad de bixebite. Divê em vê bikin rojeva esas. Divê yên li Tirkiyeyê vê bikin rojeva esas. Em azadiya Rêber Apo weke azadiya civaka Kurd dibînin.”

Di mînakên cîhanê de di şer û pêvajoyên çareseriyê de, çek herî dawî tên danîn. Lê li vir rewş berevajî qewimî, çima?

Rêber Apo li cîhanê tişta ku her kes dike, esas nagire. Li cîhanê hemû tevgerên bi vî rengî, berdana çekan ji herî dawî re dihêlin. Rêber Apo jî kir karê destpêkê. Her kes şaş dimîne jixwe. Yanî gelo her kes di dawiyê de vê yekê dike, çima Rêber Apo ewilî ev kir? Ev jî tarzê Rêber Apo yê çareserkirina pirsgirêkan e. Tarzê nêzbuna li bûyeran e. Aliyekî temaşekirinê ye, şêwazê nêzikatiyê ye. Li cem Rêber Apo pîvan esas in. Armana wî û pîvanên vê armancê hene. Eger gaveke xizmetê ji armancê re bike hebe, destpêk yan jî dawiya vê êdî ji bo wî ferq nake. Li cem Rêber Apo nêzikatiya dogmatîk nîne. Li armanca xwe dinêre, tişta ku xizmetê ji armanca wî re dike esas digire. Nake xem ka destpêkê çêbû, yan piştre çêbû. Hetta carna me rexne dike. Dibêje, ‘Hûn çima wisa bi pîvan tevnagerin ev qasî li hûrgûliyan asê dimînin. Hûn min jî bi vê mijûl dikin, min dikişin vir, divê hûn wisa nekin’. Qasî Rêber Apo yê rastiya dewleta Tirk û civaka Tirk bizane, nîne. Dîsa pir baş dizane ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkek e. Çêkera civakî ya Kurd, kesayeta wê, çêkera wê ya zihniyetê pir baş dizane. Dizane ku ev pirsgirêk çima ev qas bêçareserî maye. Kê ev pirsgirêk çêkirin, çima çêkirin, çima naxwazin vê pirsgirêkê çareser bikin vê jî pir baş dizane. Rêber Apo li vir hewl dide çareseriyekê bibîne. Dixwaze Kurdên bêdîrok, bigihîne dîrokekî. Dixwaze ji Kurdan re cih çêbike. Dixwaze siberoja Kurdan ewle bike, ji ber ku xeterî heye. Her çendî ku hebûna Kurdan û hêza wan a nayê tekbirin hatibe îspatkirin jî, ev nayê wê wateyê ku Kurd ji şer rizgar bûne. Rêber Apo dixwaze bi temamî ji zemînê şer derbixe. Eger vê yekê bikare, wê siberoja Kurdan ewle bike. Lewma ji bo pêkanîna vê armancê jê re ne pirsgirêke kîjan gav destpêkê yan dawî bên avêtin. Yanî fikra sosyalîzmê ya ji aliyê Rêber Apo ve hatî pêşxistin jî, cuda ye. Em baldar bin. Gelek sosyalîst, fêmkirina Rêbertî ya sosyalîzmê jî berevajî dibînin.

Erê nîqaş hene. Sosyalîstiyek çawa?

Bila nîqaş hebin, baş e. Niha Rêber Apo di nava derdorên sosyalîst de beşekê nêzî xwe beşekê jî dûrî xwe nabîne. Xeteke ku hemû sosyalîstan digire nava xwe, esas digire. Li ser vê esasê pêş dixe. Hin dewletê esas digirin, hin jî li dijî dewletê konfederasyona demokratîk esas digirin. Rêber Apo dixwaze evane hemû bên nîqaşkirin. Nabêje ev ayîdê sosyalîzmê ye, ev ne ayîdê sosyalîzmê ye. Nîqaş baş in. Divê werin pêşxistin. Rexne jî dibin. Pêşniyar jî dibin. Rêbertî vê dixwaze. Dixwaze bi vî tarzê xeta sosyalîst, tevgerê pêş bixe, dixwaze tevgera sosyalîst komî serhev bike, hewl dide tevgera sosyalîst bike hêz. Yanî tarzê rêbertiyê yê Rêber Apo hinekî cuda ye. Dibêje; min hewl da tarzê Rêbertî bi we bidim fêmkirin, tişta hûn fêm nakin ev e.

Bi gotina hûn min fêm nakin, dixwaze çi bêje?

Rexne dike. Sedemê van rexneyên Rêbertî ew e ku Rêber Apo di kîjan şert û mercan de têkoşîn û rêxistinbûnek çawa pêş xistiye. Vê encamên çawa afirandin. Dibêje, divê evane werin fêmkirin.

Ew bi xwe jî behs dike ka Rêbertî tê çi wateyê, ji bo were fêmkirin…

Erê em bala xwe bidinê, ji dervey Rêber Apo gelek kesan li Kurdistanê têkoşîn meşand, lîdertî kir. Aqûbeta gelek ji van, bi komkujî û sirgûnan temam bû. Ti ji wan mesela dîrokeke bi navê dîroka Kurdan dernexist holê. Lê Rêbertî dîroka Kurdan derdixe holê. Diyar dike ku têkoşîna PKK’ê jî li ser esasê vê dîrokê pêş dixe. Eger tu bixwazî gelekî tune bikî, tu dê ji dîroka wê qut bikî. Rêber Apo jî dixwaze hebûna Kurdan, hêza wan a têkneçûnê derxîne holê, ji bo vê yekê girêdana xwe ya bi dîroka Kurdan re diparêze. Dîsa xwedî li çi derdikeve? Xwedî li gelekî hêviya xwe winda kirî, derdikeve. Xwedî li qewm û civakek belavbûyî û ketî derdikeve. Dîsa xwedî li sosyalîzma belavbûyî derdikeve. Dema ti derfet neyî, derfetên mezin diafirîne. Tevgerê tîne rewşeke ku ne tenê di asta neteweyî de, di asta navneteweyî de hêviyê diafirîne. Evane hemû çawa afirandin? Divê em fêm bikin ka bi feraset, felsefe, îdeolojî û tarzekî çawa hate afirandin. Tişta em fêm nakin, ev e. Mesele dibêje, ‘Hûn pir dixebitin. Dibe hûn ji min bi wêrektir in, fedakar bin lê tiştên hûn dikin zêde encamê nade. Ferqa me li vir e’.

Mirov bi rengekî rast bala xwe bide û xwe bide armancê? Dixwaze çi bêje?

Eger tu xwe bidî armancê, ji bo pêkanîna wê armancê tu dê timî lêhêrbûn bikî. Tu dê gavên li gorî wê pêş bixî. Rêbertî civaka Kurd û mirovên Kurd baş nas dike. Di Kurdan de armancek wisa mezin nîne. Yanî bi rengê ku her tiştê xwe bixe xizmeta wê armancê û wisa bijî, nîne. Hîn bêhtir rojane ye, yan jî li ser lingan e. Lewma jî piranî tê xapandin, jixwe fikirîna stratejîk nîne. Tişta Rêbertî dibêje ev e, ‘ez stratejîk difikirim, hûn stratejîk nafikirin, hûn taktîk difikirin, rojane difikirin. Lê pirsgirêkek weke pirsgirêka Kurd, bi fikirîna taktîkê nayê çareserkirin’. Tişta dixwaze bêje, ev e.

Kurdan ji ber ku demek dirêj di bin mêtingerî û qirkirinê de jiyan kirin û gelek tiştên xwe winda kirin, wisa stratejîk nafikirin. Sedemê wê ew e, yan ne ji ber ku naxwazin bifikiri, ne ji ber ku xirab in. Dijmin ew aniye gelek lîstokan. Lewma nikare stratejîk bifikire, baş nabîne ka berjewendiyên wê li kuderê ne. Lewma ez dibêjim; pir zû radibe, zû difikire, pir zû bi kelecan dibe yan jî kelecana xwe winda dike. Demdirêj nabe.

Abdullah Ocalan 26 salan di şert û merc û sîstema tecrîda Îmraliyê de, ji ber van fikran karî xwe li ser lingan bigire?

Ji ber ku stratejîk difkire, xwe daye armancê û ji bo qut nebe, li ser lingan ma.

Timî dibêje: ‘Ez rojê 40 caran rexnedayîn didim. Xwe nû dikim, li ser lingan digirim’. Yê girêdayî stratejî armanca xwe be, wê vê jiyan bike, bide jiyîn. Yan di wan şert û mercan de pêkan nîne. Ya din jî dibêje ku: ‘Binêrin dema ez dixebitim, ez ê çawa dijminê li hemberî xwe lewaz bixim, çawa tenê bihêlim ku bikarim encamê bigirim? Lê hûn dijminê li hemberî xwe xurt dikin, bi vî rengî dixebitin. Hûn kêm nakin, bêhêz nakin hetta hûn wî hişyar dikin, berê wî didin xwe. Bi vî tarzî hûn nikarin encamê bigirin’. Yanî dema dibêje hûn min fêm nakin, qesta van dike. Rêbertî bi tarzê xwe tenê gav bi tevgerê nade avêtin, bi yê li hemberî xwe jî dide avêtin.

Dibe ku gelek kes vê nizanin; dema rêxistinê di nava xwe de darbe xwar Rêber Apo got: ‘Em êdî nikarin vê ji hundir çareser bikin. Lê eger em derkevin derve, li derve derfetê biafirînin em ê bikarin vê pirsgirêkê çareser bikin’. Ji derve ti peywendiya me nîne. Tenê li Kobanê xizmê hevalek Pirsûsî hebû. Ji bilî wê jî kes nebû. Rêber Apo bi wî hevalî re çû cem vê malbatê. Malbat ji heval pirs dike, ‘ev kî ye? hûn bi hev re hatine’. Heval dibêje, xizmê me ye. Malbat dibêje, ‘Xizmekî me yê wiha nîne’. Rêbertî di wan şert û mercan de çû dervey welêt. Ew malbat qezenc kir. Bi wê malbatê re gihişt Şamê. Hem jî dema ku li Humsê komkujî dihatin kirin. Ew şert û merc pir xeter in. Ji wir li Fîlîstînê bi cih bû. Ji Fîlîstînê ji bo perwerdeya çendek hevalan, alîkarî xwest. Nexwest kom di nava Fîlîstîniyan de biçe. Lê di aliyê polîtîk de ne gotin na. Ji bo derbasî Sûriyeyê bibin divê nasname bidin, lê nadin. Eger tu bikarî wate bide. Difikirin ku em wate nadinê. Nêrîna wan ew e ku Kurd sîxur in. Çima? Ji ber ku Barzanî bi Mossad û CÎA re dixebite. Li gorî wan Kurd hemû wisa ne. Ya din jî nameyên ku partiyên komunîst, derbarê me de ji wan re şandîn hene. Xwe dispêrin sovyetan û bi wî rengî dijîn. Derbarê me de çi nehatine gotin. Ji ber ku min peywendî meşandin.

Çi gotine?

Ma çi hat gotin, çi nehat gotin. Digotin em Emerîkaperest in. Wan xwe spartin Sowyetan û bi rêxistin kirin, em jî li ser fikirê Emerîkayê tewanbar kirin. Li gorî wan me xwe bi vî rengî bi rêxistin kirine û ji bo wan xetere ne. Wekî din têkiliyeke wan a bi dijminên Kurdan re jî hebû. Wê demê ez û heval Abbas em li Rihayê bûn. Rêbertî ji me re got komek bişînin. Em matmayî man. Li gel ku bi derve re têkîliyên me nîn bûn jî çawa karî têkiliyek pêş bixista? Ji ber ku Rêbertî xwestibû, baweriya me hebû û me komek şand. Me got dibe ku tiştên em nizanibin hebin. Rêbertî bi rêya malbata ku pê re têkilî danîne xwe digihîne Fîlîstîniyan. Fîlîstîniyan, dîtin ku heval hatine, neçar man qebûl bikin. Têkiliya me ya bi Fîlîstîniyan re bi vî rengî bi pêş ket. Neçar hişt. Li Sûriyeyê jî bi heman rengî çêbû. Rêber Apo dîsan bi vî rengî bi Sûriyeyê da qebûlkirin. Rojekê Alîkarê Hafiz Esad bi me re axivî. Got, “Apo, tevî me te ev kamp ava kir. Helal be.” Çima? Ji ber ku gelek ji wan kurd bûn, ji bo dewleta Sûriyeyê dixebitîn, Rêber Apo vana hemû xist xizmeta tevgerê. Her tiştê ku me kir, me bi wan re kir. Alîkarê Hafiz got, “Te sabûn danî binê lingên me.” Mînak li Sûriyeyê dibistaneke navendî ya partiyê hebû. Bi destûr nehate pêşxistin. Me ji çewlikekê veguherand Dibistana Partiyê û piştre kir ku bê qebûlkirin. Şêwazê Rêbertiyê ev e. Ez ê mînakek din bidim. Teslîm Tore Serokê Yekîtiya Kedê bû. Berî ku bimire nameyek ji me re nivîsand. Dibêje ku Rêbertî bêyî ku tiştekî ji kesî re bibêje, tiştên mezin bi ser xistine. Şêwaza wî mirovan aciz nake, lê encam pir cuda ye. Dibêje, ‘Tenê Rêber Apo dikare tevgera sosyalîst a li cîhanê xurt bike; Eger di vî warî de mîsyonekê bide min, ez ê bikim’. Şêwaz ev e. Ji kesî tiştekî naxwaze; Şêwaza wî, mecbûr dike ku yê li hember gavan bavêje.

Şêwaz encamgir e…

Belê. Rêber Apo çima li rewşa Sûriyeyê nihêrî? Wê demê Îhvan-i Misilman hewl didan bi desteka Tirkiye û NATO’yê Sûriyeyê birûxînin. Ji bo ku vê bi ser bixînin dixwestin Kurdan bigirin aliyê xwe. Eger Kurd bi wan re bûya, wê rejîm teqez hilweşiyabûya. Di wê demê de jî niyeta hilweşandina rejîmê hebû. Rêber Apo ev yek dît. Çi kir? Hêza Sûriyeyê li hember Tirkiyeyê nîne. Rêber Apo berê Kurdan da Bakur. Bi hezaran şervan derxist, bi şêwazek wiha ku Sûriye nekarî vê bike, li hember Tirkiyeyê sekinî. Sûriyeyê bi Tirkiyeyê re pirsgirêkên xwe hebûn. Tirkiye endamekî NATO’yê ye û Sovyetan jî dixwestin bi rêya Îhvan-i Misilman wî birûxînin. Rêbertî nehişt ku Kurd bi Îhvan-i Misilman re bibin yek û bi Kurdan re pêşî li vê girt. Rêbertî ev rewş baş nirxand. Ew gav avêtin. Ji bo vê jî Sûriyê nekarî tiştekî bibêje. Di dawiyê de neçar man ku qebûl bikin. Naxwe nedihiştin ku Rêbertî ewqasî bixebite.

Di şert û mercên îro de dema em behsa Fîlîstîn û Kurdan dikin, em behsa du nasnameyên bê dewlet dikin. Li cihê ku em îro lê dinêrin, em şahidiyê ji 3’yemîn Şerê Cîhanê yê sedsala 21’an re dikin ku Kurd li navenda bênasnamebûnê, li statuyê digerin û di nava şerên desthilatdariyê de weke aktorên herî mezin û çareseriyê li ber xwe didin. Ev jî perspektîfeke nû ya paradîgmayê tîne herêmê û Rojhilata Navîn. Gelo Abdullah Ocalan bi hemû tiştên ku we rave kirine re, ev yek bi temamî aniye nuqteyeke cuda?

Belê. Di rewşa heyî de Rêber Apo ne tenê pêşengiyê ji gelê Kurd re dike; her wiha pêşengiyê ji gelên Rojhilata Navîn û hêzên ji bo sosyalîzm, azadî û demokrasiyê li cîhanê têdikoşin dike. Pozîsyona Rêbertî ya niha di vê astê de ye. Ji ber vê yekê divê tevger jî li gorî vê pozîsyonê tevbigere. Bi gotineke din, gavên tên avêtin divê xizmetê ji vê armancê re bikin. Di rastiyê de ji xwe ji bo vê paradîgma pêş xistiye. Niha jî hewl dide sîstema wê paradîgmayê bi pêş bixe. Ji ber vê yekê wek mînak me Akademiya Zanistên Civakî û Akademiya Modernîteya Demokratîk pêş xist. Em hewl didin xebatên sosyalîst ên ku Rêber Apo guncaw didîtin bimeşînin. Ji bo ku derdorên çepgir li Akademiya Zanistên Civakî lêhûrbin û nîqaş bikin em dixebitin. Ji bo ku ev xebat bigihêje astekê em kadroyên wê pêş dixin. Li aliyê din jî hawirdorên ku piştgirî didin me û dixwazin bi me re bixebitin lê tevlî nav enternasyonala sosyalîst nabin jî hene. Me şêwazekî xebatê yê ku li ser pêşvebirin û xurtkirina peywendiyan bi wan re disekine, esas girt.

PKK’ê fesix bû, diguhere û vediguhere… Çek tên danîn, niha wê çi bibe? Yên li çiyê wê bi çi rengî tevlî siyaseta demokratîk bibin? Gelo wê Cemîl Bayik çi bike? Dûran Kalkan û Mûstafa Karasû wê çi bikin?

Min di serî da jî got. Ev tevger bi şêwazekî felsefî, îdeolojî, jiyan û têkoşînê meşiya. Berê jî bi vî rengî bû û di dawiya dawî de jî wê bi vî rengî be. Partî hebû an na, şerê çekdarî hebû yan na, ev yek ji bo me tiştek îfade nake. Armanceke me heye û em li ser bingeha wê armancê dimeşin. Me rê û rêbaz ji bo vê pêş xist. Ji bo vê jî dem bi dem me agirbest ragihand, li hev kirin û dema ku ev encam negirtin me ji nû ve dest bi têkoşîna çekdarî kir. Niha me stratejiyek daniye pêşiya xwe û em hewl didin bingehên wê bi cih bînin. Me dev ji têkoşînê berneda. Eger Tirkiye qanûnên xwe biguherîne, em ê jî biçin wê derê. Eger vê neke, em ê neçin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.

Hûn li derveyî çiyê amade ne ku di nava xebatên siyaseta demokratîk de cih bigirin?

Helbet em li her derê têkoşîn dimeşînin. Em ne girêdayî zemînekê ne. Armanca me ya azadiyê çi bixwaze, em li gorî wê tevdigerin. Em li ku derê bixebitin divê em ber bi vê armancê ve biçin. Ji bo me ti pirsgirêk nîne.

Hûn niha dibêjin ku we di têkoşîna xwe de çek weke amûrekê bikar aniye?

Rêber Apo çi got? Divê amûrên ku xizmeta armancê bike hebe, divê amûr û armanc hevdu temam bikin. Eger amûr xizmetê ji armancê re nekin, divê neyên bikaranîn. Çekê demekê xizmet ji bo armancekê kir. Êdî xizmeta wê armancê nake. Ji ber vê yekê divê ji dewrê bê derxistin. Ya ku divê bi têkoşîna çekdarî were kirin, hatiye kirin. Ji niha û pê ve divê qonax bi qonax bê rakirin. Divê rêyên din jî bên çalakkirin.Ji bo vê rola Tirkiyeyê heye. Pêwîste di qanûnan de guhertinan bike. Da ku civakeke demokratîk were birêxistinkirin û bikaribe bi pêş bikeve. Eger di vî alî de gavan biavêje, wê ti pirsgirêk rû nede; eger vê neke, ji bo ku gavan biavêje em ê têbikoşin.

Aliyek jî ew e.

Belê. Yanî em dest ji têkoşînê bernadin. Em ê ti carî dest jê bernedin. Em mirovên têkoşînê ne. Divê gelê me bi vê zanibe. Me têkoşînek bi rê ve bir û nirxên mezin afirand. Em hewl didin li ser vê yekê nirxên mezintir biafirînin.

Leave A Reply

Your email address will not be published.