JI SÊDARÊ ÇÛNA SER MASEYA AŞÎTIYÊ
JI SÊDARÊ ÇÛNA SER MASEYA AŞÎTIYÊ
Wekî ku tê zanîn di dîroka Kurdan de heta niha çek hilgirtin ne tercîha gelê Kurd bû. ne tercîheke ji dil û bi daxwazî bû, helbetê sedemên vê hebûn , li ser Kurdan bikaranîna çekan hate ferzkirin, Kurd neçar bûn çek hilgirin, neçarbûn xwe biparêzin. Dema mirov li dîroka Kurd Kurdistanê temaşedike, mirov dibîne ku ticaran Kurd di nava aramî, xweşî û dilşadiyê de nejiya ye. her û her di nava komkujî, talanî, xêzanî û wêraniyê de jiyaye. Mîna kolan hatiye bi karanîn, mîna mirovên ku heqnekirine li ser vê erdnîgariyê bijîn hatin dîtin. Lewra ew rastî hemû rê bû rêbazên dirinde hatin. Di zindanande hatine bidarvekirin, bi komî hatin gulebarkirin û çalkirin. Kesên ku peyva Kurdbûnê bikaranîne hatin vetsandin û bi darvekirin. Ji xwe mînakên van rastiyên em behsa wan dikin têra xwe zêdene. Em ji Şêx Sehîdê Pîran bigirin heta Seyîd Rza, Qazî Muhemed û h. W. Bi hezaran kesayetên navdar yên welatparêz hatine tinekirin. Bi dehan serhildan û isiyanên Kurdan çêbûn, lê ew hatin serkutkirin û bi dawiyek pir tirajedîk hatin bêdenkirin û bidawîkirin. Di komkujiya Dêrsimê de bi hezaran Kurd, jin û zarok hatin qetilkirin bi sedan mirov bi zindî avêtin nava çeman. Lewra derketina PKK ê jî encama van êşan bû, encama van serhildanên ku bê êşên mezin dawiya wan hat. Wekî tê zanîn dema ku PKK derkete holê di Kurdistanê de tiştekî bi navê Kurd nemabû. Nasneme û hebûna wî bi temamî hatibû inkarkirin. Cesareta ku bêje ez Kurdim nemabû. Vê rewşa heyî rêber APO derxiste holê, vê rewşê yên mîna Egîdan, Mezlûman, Sarayan, Heqiyan û Kemalan afirandin. Îro yên ku dibêjin PKK ê terorîste pêwîste vê bizanin. PKK ê encama polîtîkayên wan yên inkar û imhayê bû. Mesela çekan jî heman tişte. Polîtîka faşîzîzan ya dirinde sedema îlana şerê çekdarî bû. heger ev zêdeyî 50 saliye şerekî dijwar tê meşandin jî dîse sedem polîtîkayên wan yên şerê teybet, pijavtin û êrîşên wan yên imha û tinekirina gelê Kurde. Bi kurtasî ew bûn sedema ku gelê Kurd şerbike, ew bûn sedema ku hemû rojê dilê dayikan bişewite û hemû rojê ciwanên Kurdan bêne kuştin. Lewra PKK çêbû. Avabûna PKK ê ji nû de zayîna gelê Kurd bû.
Bi kurtasî mirov dikarê wiha bêje. Hebûna Kurd bi PKK ê re weteya xwe ya dîrokî dît. Di heman demê de dîroka PKK ê dîroka ispatkirin, inşakirina hebûna Kurde. Mîrasa dîrokî ya PKK ê qezenckirina hebûna Kurde, pêwîste ev ticarî neyê jibîrkirin.
Di encamê de ev şerê ku nêzî 50 salan berdewamkir, dewlet bi xwe bû. di van 50 salan de ji bo têkbirina şoreşa azadiya Kurdistanê dewleta deshilatdar bi hemû rê û rêbazên dervî mirovahî êrîşî tevgera azadiyê û gelê Kurd kir û di encamê de gelek texrîbat û êşên mezin hatin jiyankirin. Bi hezaran gund hatin şewtandin û valekirin, bi hezaran mirov bêserûşûn bûn, bi hezaran evêtin binê zindanan, bi sedan kes hîna windane, daristan hatin şewtandin…h.w. bê goman beramberî vê hovîtiyê tevgera azadiya gelê Kurd jî bê bersiv nema. Helbetê di encama têkoşînekî bê hempa û berxwedaniyek mezin de gelek deskeftî jî hatin bi destxistin. Bi saya ruhê fedayî yên ku xwe di şexsê Zîlanan, Rojgeran û Asyayan da diyarkirin û xwe xistin pirek ji agir û nehiştin ku dijmin mîna salên berê Kurdan bibê sêdarê û di komkujiyan re derbaske Kurd bûn xwedî hêz û xwedî hêzek parastinê û bersivdayînê. Ev têkoşîna ku pêşengiya wê rêberê gelê Krd, rêber APO kir gihşte asta ku di cîhanê dê bibê xwedî îtîbar. Bû xwedî hêzeke ku êdî herkes hesaban jê bike. Bê goman ev asta ku têkoşîna azadiya gelê Kurd gihiştiyê de diyare ku êdî pêwîstiya xwe bi pêngaveke nû dibîne, pêwîstiya xwe bi rê û rêbazên cuda dibîne.
Dewleta Tirk ya ku dihizirî ku çawa dawî li Şêx Seeyd û Seyîd Riza anîn wê bikarin dawî li rêber APO jî bînin, lê rêber APO bi hêz û felsefeya xwe hemû hizrandin, xeyal û pilanên wan ber hewa kirin. heta piştî pêvejoya Imraliyê jî ew dihizirîn ku êdî rêber APO di nav destê wan de ye û êdî dawî li PKK ê hat. Digotin êdî em ê APO bibin sêdarê, lê me dît bê çawa serokatî ev rewşa zîvirand rewşeke cuda. Di virade em gotina rêber APO ya dîrokî û xwedî weteyek mezin bînin bîra xwe. Em ji sêdarê hatin ser maseya aşîtiyê. Bi rastî ev hevok di wateya xwe de gelek girînge. Rêber APO bi sekn, felsefe û bîreweriya xwe ya mezin pêşengiyê ji sedsala nû re dike. di pêvejoya îro de ji bo ku rê li pêşiya şerê cîhanê yê sêyemîn û metirsîdar bigire û dawî li komkujiyan bînê bi cesaretek mezin berpirsyariya pêvejoyê daye ser milê xwe û ji tevhiya hêzên hegemon û sermayedar re banga bi dawî anîna polîtîkayên xwe yên şerê teybet li dijî mirovahiyê bînin dike. bi wêrekî û baweriyek mezin kujerê kastîk daye ber hesab xwestina dîrokî. Ev hêza rêber APO ya mezin mirov di banga wî ya aşîtî û civaka demokratîk de jî dibîne. Di dîroka mirovahiyê de cara yekeme ku ji bo aşîtî û civaka demokiratîk rêxistineke temenê wê 50 sale bê fesixkirin, û çekan danê. Bê goman ev biryar çavkaniya xwe ji hêza rêber APO ya bîrdozî û siyasî digire, ji hêza wî ya analîza sosyolojîk û dîrokî digire. Lewra em îro asta giranî û bandora gotina rêber APO li ser dost û dijminan, li ser tevahiya cîhanê dibînin. Lewra em dibêjin ku ew lîderek gerdoniye. Lîderê felsefa jin jiyan azadiye, lîderê felsefa aşîtî û civaka demokratîke. lewra xwedî lê derketin, felsefa wî parastin û dana jiyankirin, xwedî li xwe derketine, xwedî li azadiya xwe derketine û xwedî li jinbûna xwe derketine.
Evîn Ehmed