Kampanyaya gerdûnî ya ‘Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’ destpê dike

0

Pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ encamên girîng bi dest xistin. Berdevkên pêngavê diyar kirin ku ew ê ji bo azadiya Rêber Apo xebatên xwe dewam bikin kampanyaya ‘Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’ destpê bike.

Tevî hemû nîqaşan hê jî şert û mercên Rêber Apo ên li Îmraliyê nehatine sererastkirin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nehatiye dabînkirin.

Berdevkê Pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ Hatîp Dîcle, têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivîn.

‘EZ DIXWAZIM BI OCALAN RE HEVDÎTINÊ BIKIM’

Hatîp Dîcle diyar kir ku Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) rapora xwe ya têkildarî serdana  ji bo Îmraliyê ya 2 salan beriya niha hê jî neweşandiye û ev yek anîn ziman: ‘’Tevî ku CPT çend rojan beriya niha çûye Tirkiyeyê jî neçûye Îmraliyê û ev yek fikareke cidî ye. Ev mijar di rojeva hiqûqnasên eleqedar û komên mafên mirovan de ne. Saziyên ku berpirsiyariyên xwe yên hiqûqî û wijdanî bi cih naînin, zirarê didin baweriya raya giştî.’’

Dîcle diyar kir ku tê payîn bi dirûşma ‘’Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’’ kampanyayeke nameyan a nû ya gerdûnî bê destpêkirin û destnîşankir ku ev kampanya wijdana raya giştî ya navneteweyî ye ku xwedî li îradeya aşitî û azadiyê derdikeve.

Leave A Reply

Your email address will not be published.