{"id":440,"date":"2015-02-26T10:40:03","date_gmt":"2015-02-26T10:40:03","guid":{"rendered":"https:\/\/kurdi.komunar.net\/?p=440"},"modified":"2023-02-03T08:43:09","modified_gmt":"2023-02-03T08:43:09","slug":"siyaset-u-netewa-demokratik","status":"publish","type":"post","link":"https:\/\/kurdi.komunar.net\/?p=440","title":{"rendered":"SIYASET \u00db NETEWA DEMOKRAT\u00ceK"},"content":{"rendered":"<p style=\"text-align: justify;\">\n<p style=\"text-align: justify;\">\n<p style=\"text-align: justify;\"><span style=\"color: #ff0000;\"><strong><em>J\u0130YAN H\u00caV\u00ce<\/em><\/strong><\/span><\/p>\n<p style=\"text-align: justify;\">\n<p class=\" \" style=\"text-align: justify;\">Di roja me de siyaset, r\u00eaveber\u00ee \u00fb \u00eeqt\u00eedar weke hev t\u00eane dest girtin. Di v\u00ee mil\u00ee de mirov dikar\u00ea b\u00eaje ku tevliheviyek mezin heye. Elbet sedem\u00ean v\u00ea yek\u00ea raste rast bi zihniyeta s\u00eestema h\u00eeyararj\u00ee \u00fb dewlet\u00ee ve gir\u00eadayiye. S\u00eestema hiyarar\u015f\u00eek ji bo desthilatdariya xwe xurt bike rewa bike p\u00eadiv\u00ee bi per\u00e7ekirin\u00ea d\u00eetiye. Di navbera p\u00eakhatey\u00ean civak\u00ea de per\u00e7eb\u00fbn \u00e7\u00eakiriye. Di navbera jin \u00fb m\u00ear de, mirov \u00fb xwezay\u00ea de per\u00e7eb\u00fbn \u00e7\u00eakiriye. Bi kurt\u00ee bi v\u00ea per\u00e7eb\u00fbn\u00ea her ti\u015ft ji xwezaya w\u00ee, ji heq\u00eeqeta w\u00ee d\u00fbrxistiye. Lewma mirov dikar\u00ea b\u00eaje ku mirov\u00ea niha dij\u00ee mirov\u00ea ku ji heq\u00eeqeta xwe hatiye d\u00fbrxistin e. R\u00eabert\u00ee di paraznemey\u00ean xwe de di derbar\u00ea heq\u00eeqeta mirov ango taybetmendiy\u00ean ku di mirov de hene xal\u00ean gir\u00eeng t\u00een\u00ea li ser ziman. M\u00eenak dib\u00eaje: \u0093 Di mirov de kevir\u00ea bingeh\u00een \u00ea maddey\u00ea atom, hem di war\u00ea hejmar\u00ea \u00fb hem j\u00ee di war\u00ea r\u00eazb\u00fbn\u00ea de bi away\u00ea her\u00ee dewlemend bi cih dibin. Her wiha dib\u00eaje mirov ji nebatan \u00fb heywanan z\u00eadetir tems\u00eeliyeta gerd\u00fbn\u00ea dike ji ber ku hem\u00fb berIdandin \u00fb p\u00ea\u015fve\u00e7\u00fbn\u00ean beriya xwe di nava xwe de dihew\u00eene. Her wiha mirov \u015f\u00eawey\u00ea her\u00ee p\u00ea\u015fket\u00ee y\u00ea jiyana civak\u00ee ava kiriye. Mirov xwediy\u00ea c\u00eehaneke z\u00eahn\u00ee ya gelek nerm \u00fb azad e. Dikar\u00ea metafiz\u00eek bij\u00ee\u0094. Di civaka xwezay\u00ee de mirovan xwe bi van xislet\u00ean xwe xwe jiyan\u00ee dikirin \u00fb xwe p\u00eaktan\u00een. Mirov di \u00e7ar\u00e7oveya civak\u00eeb\u00fbn\u00ea de dihizir\u00een \u00fb tevdigeriyan. Ji ber ku civak\u00eeb\u00fbn \u015fert \u00fb merc\u00ea yekane y\u00ea heb\u00fbna mirovan b\u00fbn. Feraseta hey\u00ee \u0093yek ji bo herkes\u00ee, her kes ji bo yek kes\u00ee b\u00fb\u0094. Lewma hem\u00fb mirov\u00ean w\u00ea civak\u00ea ji bo pirsgir\u00eak \u00fb p\u00eadiviy\u00ean civaka xwe p\u00eakb\u00eenin \u00fb \u00e7areser bikin difikir\u00een p\u00eelan \u00fb proje derdixistin, biryar digirtin \u00fb p\u00eaktan\u00een. Ji bo w\u00ea ji civaka xwezay\u00ee re t\u00ea gotin civaka exlaq\u00ee \u00fb pol\u00eet\u00eek. Encama ku mirov ji v\u00ea yek\u00ea derdixe ew e ku hem\u00fb mirov\u00ean civaka xwezay\u00ee mirov\u00ean siyas\u00ee b\u00fbn, mirov\u00ean exlaq\u00ee b\u00fbn. Ji aliy\u00ea din j\u00ee derdikeve hol\u00ea ku siyaset di rastiy\u00ea de kar\u00ea civak\u00ea ye. Siyaset \u00fb civakb\u00fbn\u00ea mirov ji hev qut nikar\u00ea bigire dest.<\/p>\n<p class=\" \" style=\"text-align: justify;\">Ji ti\u015ft\u00ea ku min di p\u00ea\u015f\u00ee de an\u00ee ser zim\u00ean p\u00eanaseya siyaset\u00ea derdikeve hol\u00ea ku siyaset ji bo \u00e7areserkirina pirsgir\u00eak\u00ean civak\u00ea, ji bo p\u00eakan\u00eena p\u00eadiviy\u00ean civak\u00ea, ji bo xwe\u015fikirina jiyana civak\u00ea fikir\u00een biryar, p\u00eelan \u00fb proje derxistin e. Ba\u015f e, w\u00ea dem\u00ea siyaseta demokrat\u00eek \u00e7i ye? Ji k\u00eejan siyaset\u00ea re mirov dikar\u00ea b\u00eaje demokrat\u00eek e? Dema ku hem\u00fb mirov\u00ean civak\u00ea, ango hem\u00fb p\u00eakhatey\u00ean civak\u00ea tevl\u00ee v\u00ea kar\u00ea fikrandin\u00ea, biryar \u00fb p\u00eelan derxistin\u00ea dibin mirov dikar\u00ea b\u00eaje ku siyaseta t\u00ea kirin siyaseteke demokrat\u00eek e. Ji ber weke me got kar\u00ea fikirandin\u00ea ji aliy\u00ea her kes\u00ee ve t\u00ea kirin. Hem\u00fb mirov difikirin. Ji xwe demokras\u00ee weke wate em dizanin tevl\u00eeb\u00fbna hem\u00fb p\u00eakhatey\u00ean civak\u00ea \u00fb r\u00eavebirina wan a xwe bixwe ye.<\/p>\n<p class=\" \" style=\"text-align: justify;\">Li ser v\u00ee bingeh\u00ee mirov\u00ean ku dikarin siyaseta demokrat\u00eek bime\u015f\u00eenin \u00fb cih\u00ea xwe di nava netewa demokrat\u00eek de bigirin ew mirov in ku xwe li gor xwezaya xwe, li gor heq\u00eeqeta xwe p\u00eakt\u00eenin \u00fb jiyan\u00ee dikin. Mirov\u00ean ku li gor potansiyela xwe xwe p\u00eakt\u00eenin ne. L\u00ea pi\u015ft\u00ee damezrandina s\u00eestema hiyarar\u015f\u00ee \u00fb dewlet\u00ee \u00fb per\u00e7ekirin \u00fb ber\u00fbvaj\u00eekirina w\u00ee ya rastiy\u00ea, ten\u00ea kar\u00ea fikir\u00een\u00ea b\u00fb ay\u00eed\u00ee hinek mirovan. Hinek mirov ten\u00ea dikarin bifikirin \u00fb y\u00ean din ten\u00ea kar\u00ea wan b\u00fb xizmet \u00fb p\u00eakan\u00een. Hinek mirov ten\u00ea dikarin siyaset\u00ea bikin. Ji w\u00ea j\u00ee bi awayek\u00ee xwezay\u00ee derdikeve ku ten\u00ea hinek dikarin kar\u00ea r\u00eaveberiy\u00ea bikin. Lewma desthilatdariya wan j\u00ee rewa dibe. Ew mirov\u00ean xuliqkar, berpirsiyar, ew mirov\u00ean ku difikirin \u00fb xwe bixwe pirsgir\u00eak\u00ean xwe \u00e7areser dikirin ji hol\u00ea rab\u00fbn \u00fb di cih\u00ea wan de mirov\u00ean ku nahizirin, naxuliq\u00eenin, nikarin xwe bir\u00eavebibin \u00fb pirsgir\u00eak\u00ean xwe \u00e7areser bikin derketin. Fikirandin, bi r\u00eavebirin bi v\u00ee reng\u00ee\u00a0\u00a0ten\u00ea b\u00fb kar \u00fb sifata mirov\u00ean desthilatdar \u00ean ku h\u00eaza civak\u00ea ya fikirandin\u00ea xistine bin yekdesta xwe.<\/p>\n<p class=\" \" style=\"text-align: justify;\">Bi saya v\u00ea s\u00eestema ku bi hezar\u00ea sala hewlda xwe di nava hem\u00fb p\u00eakhatey\u00ean civak\u00ea de bide r\u00fbni\u015fkandin, mirovan bawer kirin ku bi rast\u00ee ew nikarin bifikirin, ew ji v\u00ea h\u00eaz\u00ea mehr\u00fbm in. Jixwe hinek ji ber wan ve difikirin, hinek ji ber wan ve siyaset\u00ea dikin \u00fb pirsgir\u00eakan \u00e7areser dikin. \u00cero dewlet heta j\u00ea t\u00ea v\u00ea zihniyet\u00ea h\u00een xurtir dike. Bi hem\u00fb h\u00eaza xwe ji bo mirov \u00fb civak negihin heq\u00eeqeta xwe her ti\u015ft\u00ee dike. Dewlet naxwaze bi ti away\u00ee mirov, civak bibin \u00ea xwe. Dewlet bi ti away\u00ee nah\u00ealin ku mirov, civak bibin \u00eerade \u00fb xwe bixwe xwe bi r\u00eavebibin. Ji ber \u00eeradeb\u00fbna mirov \u00fb civak\u00ea t\u00ea wateya t\u00eak\u00e7\u00fbna dewlet\u00ea. Xurtb\u00fbna mirovan, civakan \u00fb xweb\u00fbna wan zem\u00een\u00ea ango bingeh\u00ea ku dewlet xwe li ser dike desthilatdar ji hol\u00ea radike.<\/p>\n<p class=\" \" style=\"text-align: justify;\">Di v\u00ea rew\u015f\u00ea de ji ber ku siyaset, bir\u00eavebirin her ji aliy\u00ea desthilatdaran ve hatiye me\u015fandin, di hi\u015f\u00ea mirovan de siyaset, bir\u00eavebirin \u00fb desthilatdar\u00ee weke ku yek t\u00eageh in hatine r\u00fbni\u015fkandin. Jixwe tevl\u00eeheviya ku derdikeve j\u00ee ji ber v\u00ea yek\u00ea ye.<\/p>\n<p class=\" \" style=\"text-align: justify;\">Bi kurt\u00ee eger em dixwazin siyaseta demokrat\u00eek di nava civak\u00ea de b\u00ea me\u015fandin div\u00ea beriya her ti\u015ft\u00ee zihniyeta hey\u00ee b\u00ea derbazkirin. Div\u00ea t\u00eagih\u00ee\u015ftina hey\u00ee ya di derbar\u00ea mirov \u00fb civak\u00ea de b\u00ea derbazkirin. Div\u00ea em heq\u00eeqeta mirovan bi mirovan bidin naskirin. Div\u00ea mirov bikevin ferqa xwe. Elbet p\u00eakan\u00eena v\u00ea ango guhertin \u00fb veguher\u00eena di v\u00ee war\u00ee de bi riya perwerdey\u00ea w\u00ea b\u00ea kirin. Bi perwerdey\u00ea ten\u00ea tu dikar\u00ea y\u00ea n\u00fb di cih\u00ea y\u00ea kevin de damezir\u00een\u00ea. Ji dervey\u00ee w\u00ea y\u00ea kevin w\u00ea di meriyet\u00ea de be.\u00a0\u00a0Ji bo ku gel bikaribe siyaset\u00ea bike div\u00ea li gor paradigmeya n\u00fb b\u00ea perwerdekirin. Guhertin \u00fb veguhertin bi perwerd\u00ea t\u00ea p\u00ea\u015fxistin. Bi perwerd\u00ea mirov dikar\u00ea y\u00ea n\u00fb \u00een\u015fa bike. Dema ku mirov di cih\u00ea y\u00ea kevin de y\u00ea n\u00fb \u00een\u015fa nekir, jixwe y\u00ea kevin di jiyan\u00ea de w\u00ea b\u00ea me\u015fandin. Li gor\u00ee zihniyeta desthilatdar mirov nikarin bihizirin, nikarin biryar bidin, ji xwe mirov ji ber zihniyeta hey\u00ee neketine hewldana ku v\u00ea yek\u00ea bikin j\u00ee, her ji dervey\u00ee xwe h\u00eav\u00ee kirine, ji dewlet\u00ea h\u00eav\u00ee kirine. Jixwe y\u00ea ev s\u00eestema avakiriye, dewlet e. Dewlet ti car\u00ee h\u00eaviy\u00ean civak\u00ea p\u00eaknayin\u00ea, ji ber eger w\u00ea bike w\u00ea t\u00eakbi\u00e7e. Lewma div\u00ea mirov\u00ean ji xwe bawer, mirov\u00ean bi h\u00eaz, mirov\u00ean ku bikaribin xwe bir\u00eavebibin \u00fb civaka xwe xwe\u015fik bikin b\u00ean avakirin. Bi v\u00ee reng\u00ee feraseta ku ji derve h\u00eav\u00ee dike w\u00ea bi\u015fke. Ew j\u00ee elbet bi riya perwerd\u00ea w\u00ea b\u00ea avakirin.<\/p>\n<p class=\" \" style=\"text-align: justify;\">Wek\u00ee din di derbar\u00ea Netewa Demokrat\u00eek de ti\u015ft\u00ea ez b\u00eenim ser ziman ev e. Netewa demokrat\u00eek hertim dayik\u00ea, s\u00eestema dayikt\u00ee t\u00eene hi\u015f\u00ea min. Beriya niha R\u00eabertiy\u00ea di nameya xwe de peyveke n\u00fb di derbar\u00ea t\u00eako\u015f\u00eena azadiya jin\u00ea de bikaran\u00eeb\u00fb. R\u00eabert\u00ee gotib\u00fb ku \u0093ji d\u00eavila azadiya zayend\u00ee azadiya jin\u00ea h\u00eene rastir e\u0094. Ji ber R\u00eabert\u00ee azadiya civak\u00ea di azadiya jin\u00ea de dib\u00eene. Li ser v\u00ee bingeh\u00ee gotina jinb\u00fby\u00een\u00ea bikart\u00eene. \u00c7awa ku di civaka xwezay\u00ee de jiyan li derdora jina-dayik dime\u015fiya \u00fb civak\u00eeb\u00fbn bi p\u00ea\u015fengiya jin\u00ea p\u00ea\u015fvedi\u00e7\u00fb, ya ku R\u00eabert\u00ee dixwaze cardin p\u00eak b\u00ea j\u00ee d\u00eesa avakirina s\u00eestema li derdora jin\u00ea ye. Ji ber ku em hem\u00fb dizanin zihniyet \u00fb s\u00eestema ku bi p\u00ea\u015fengiya jina-day\u00eek dime\u015fiya r\u00ea nedida ku ti pirsgir\u00eak\u00ean civak\u00ee derbikevin. Hem\u00fb p\u00eakhatey\u00ean civak\u00ea di civaka xwezay\u00ee de bi reng\u00ea xwe tevl\u00ee jiyan\u00ea dib\u00fbn. Her kes di wir de wekhev xwed\u00ee rol b\u00fb, ti ferq \u00fb cudat\u00ee di navbera p\u00eakhatey\u00ean civak\u00ea de neb\u00fb. Ji bo v\u00ea demokras\u00ee weke gotin an t\u00eageh neb\u00fb, l\u00ea s\u00eestema jiyan\u00ea s\u00eestemeke demokrat\u00eek, kom\u00fbnal b\u00fb. Di v\u00ea civak\u00ea de t\u00eakil\u00ee, dan\u00fbstandin li ser bingeh\u00ea r\u00eaz, hezkirin, parvekirin, hevdu xwed\u00eekirin, hevdu mezinkirin \u00fb hevdu temamkirin\u00ea p\u00ea\u015fdiket. Ev dan\u00fbstandin ne ten\u00ea di navbera p\u00eakhatey\u00ean civak\u00ea de derbazdar b\u00fb, di navbera civak\u00ea \u00fb xwezay\u00ea de j\u00ee t\u00eakiliyeke bi v\u00ee reng\u00ee heb\u00fb. Mirov\u00ean w\u00ea civak\u00ea xweza weke dayika xwe did\u00eetin, lewma heta dawiy\u00ea r\u00eaz didan xwezay\u00ea \u00fb bawer dikirin ku \u00e7i zerara ku bigih\u00ea xwezay\u00ea digih\u00ea wan bixwe j\u00ee. Lewma xweza diparastin. A ku ev jiyan \u00fb s\u00eestema rengareng afirandiye \u00fb \u00een\u015fakiriye jin e, zihniyet \u00fb s\u00eestema jina-dayik\u00ea ye. Taybetmendiy\u00ean jin\u00ea, xwezaya w\u00ea \u015fer, \u00e7\u00eenayetiy\u00ea, newekheviy\u00ea, b\u00ea reng\u00eeniy\u00ea napejir\u00eene. Jin dikare tevah\u00ee reng\u00eeniya gerd\u00fbn\u00ea di nava xwe de hemb\u00eaz bike, lewma R\u00eabert\u00ee dib\u00eaje jinb\u00fby\u00een w\u00ea civak\u00eeb\u00fbna heq\u00eeq\u00ee \u00fb azad bi p\u00ea\u015fbixe.<\/p>\n<p class=\" \" style=\"text-align: justify;\">Em civaka xwezay\u00ee j\u00ee bidin aliyek\u00ea, di roja me de her \u00e7i qas em dib\u00eajin ku dayiktiya hey\u00ee ji cewher\u00ea xwe d\u00fbrketiye j\u00ee, tev\u00ee w\u00ea j\u00ee y\u00ea ku malbat\u00ea \u00eero li ser piyan digire d\u00eesa day\u00eek e. Ya ku malbat\u00ea bi r\u00eak \u00fb p\u00eak dike, day\u00eek e. Day\u00eek yek\u00eetiyek\u00ea di navbera ferd\u00ean malbat\u00ea de \u00e7\u00eadike. Day\u00eek b\u00eay\u00ee ku ti ferq \u00fb cudahiy\u00ea bixe nav\u00ea de hem\u00fb zarok\u00ean xwe hemb\u00eaz dike \u00fb nirx dide wan. Zarok\u00ean w\u00ea \u00e7i ke\u00e7 bin, \u00e7i law bin, \u00e7i xurt bin, \u00e7i lawaz bin, \u00e7i ba\u015f bin, \u00e7i xirab bin nirx\u00ea wan li ber dil\u00ea w\u00ea giranbiha ye. Hem\u00fb j\u00ee kezeba w\u00ea ne, her hewl dide mil\u00ean wan y\u00ea k\u00eam temam bike.<a name=\"__DdeLink__108_1313963376\"><\/a>\u00a0Netewa demokrat\u00eek j\u00ee weke dayik\u00ea ye. Hem\u00fb p\u00eakhatey\u00ean civak\u00ea bi reng\u00ea wan qeb\u00fbl dike. Hem\u00fb netew, hem\u00fb bawer\u00ee, hem\u00fb etn\u00ees\u00eete, hem\u00fb ziman dikarin xwe di nava netewa demokrat\u00eek de \u00eefade bikin. R\u00eabertiya me got netewa demokrat\u00eek yek ziman\u00ee ten\u00ea esas nagire, hem\u00fb ziman dikarin xwe di bin ban\u00ea netewa demokrat\u00eek de \u00eefade bikin. Kurd, Tirk, Ereb, Fars, Suriyan, Ermen\u00ee&#8230;\u00fb hwd, hem\u00fb dikarin li gor\u00ee reng \u00fb xweseriy\u00ean xwe xwe di bin ban\u00ea netewa demokrat\u00eek de \u00eefade bikin. Zerdu\u015ft\u00ee, Elew\u00ee, Misliman, Xiristiyan&#8230; \u00fb hem\u00fb baweriy\u00ean din j\u00ee dikarin xwe di nava netewa demokrat\u00eek de \u00eefade bikin. Lewma p\u00ea\u015fxistina netewa demokrat\u00eek pir gir\u00eeng e\u0085 Ji pirsgir\u00eak\u00ean hey\u00ee re derman e.<\/p>\n","protected":false},"excerpt":{"rendered":"<p>J\u0130YAN H\u00caV\u00ce Di roja me de siyaset, r\u00eaveber\u00ee \u00fb \u00eeqt\u00eedar weke hev t\u00eane dest girtin. Di v\u00ee mil\u00ee de mirov dikar\u00ea b\u00eaje ku tevliheviyek mezin heye. Elbet sedem\u00ean v\u00ea yek\u00ea raste rast bi zihniyeta s\u00eestema h\u00eeyararj\u00ee \u00fb dewlet\u00ee ve gir\u00eadayiye. S\u00eestema hiyarar\u015f\u00eek ji bo desthilatdariya xwe xurt bike rewa bike p\u00eadiv\u00ee bi per\u00e7ekirin\u00ea d\u00eetiye. Di [&hellip;]<\/p>\n","protected":false},"author":1,"featured_media":441,"comment_status":"open","ping_status":"open","sticky":false,"template":"","format":"standard","meta":{"footnotes":""},"categories":[17],"tags":[],"class_list":["post-440","post","type-post","status-publish","format-standard","has-post-thumbnail","hentry","category-siyaseta-demokratik"],"_links":{"self":[{"href":"https:\/\/kurdi.komunar.net\/index.php?rest_route=\/wp\/v2\/posts\/440","targetHints":{"allow":["GET"]}}],"collection":[{"href":"https:\/\/kurdi.komunar.net\/index.php?rest_route=\/wp\/v2\/posts"}],"about":[{"href":"https:\/\/kurdi.komunar.net\/index.php?rest_route=\/wp\/v2\/types\/post"}],"author":[{"embeddable":true,"href":"https:\/\/kurdi.komunar.net\/index.php?rest_route=\/wp\/v2\/users\/1"}],"replies":[{"embeddable":true,"href":"https:\/\/kurdi.komunar.net\/index.php?rest_route=%2Fwp%2Fv2%2Fcomments&post=440"}],"version-history":[{"count":1,"href":"https:\/\/kurdi.komunar.net\/index.php?rest_route=\/wp\/v2\/posts\/440\/revisions"}],"predecessor-version":[{"id":442,"href":"https:\/\/kurdi.komunar.net\/index.php?rest_route=\/wp\/v2\/posts\/440\/revisions\/442"}],"wp:featuredmedia":[{"embeddable":true,"href":"https:\/\/kurdi.komunar.net\/index.php?rest_route=\/wp\/v2\/media\/441"}],"wp:attachment":[{"href":"https:\/\/kurdi.komunar.net\/index.php?rest_route=%2Fwp%2Fv2%2Fmedia&parent=440"}],"wp:term":[{"taxonomy":"category","embeddable":true,"href":"https:\/\/kurdi.komunar.net\/index.php?rest_route=%2Fwp%2Fv2%2Fcategories&post=440"},{"taxonomy":"post_tag","embeddable":true,"href":"https:\/\/kurdi.komunar.net\/index.php?rest_route=%2Fwp%2Fv2%2Ftags&post=440"}],"curies":[{"name":"wp","href":"https:\/\/api.w.org\/{rel}","templated":true}]}}